lêgerîna taybet

 
      lotikxane       

                                                                                                                                                              Medya   ///   Arsîv

H.Belê

Sal 1925

F.Devliken

Elîyê Kalo

B.Ronahî

Şorba belaş

L.Sêxo

Rêxa CHP

A.Dûran

Ma tu min nas naki  

Kerîmo

Kawik û Mawik-5

D.Xanê

Nama Mîqdat Bedirxan

 
 

Jenna Bûsh serê xwe bi heft werîsan girêda

Şemal Amedî- 11/05/08-Waşîngton-Belê, keça George W.Bûşh Jenna ket nav karwanê lotikvanan û bi Henry Hager re zewicî. Di şahîya zewacê de 200 kesên tirtire beşdar bûn. Herçiqasî rê nedan ku çapemenî beşdarî şahîya zewacê bibe, lê dîsa jî îstîxbarata zewacê ket destê me.

   Wek peyamnêra Lotikxanê min bi rêya telefonê tika ji serok Bûşk kir ku rê bidin Lotikxanê.

   Lê serok Bûşh bi germî û nermî got:“Heyran em zanin Lotikxane dostê me ye, hetta xwedê bê erê emê bibin krîvên hev jî. Lê mixabin, me jina xwe ji xwe berdaye ku em çapemenîyê nexin hindur. No no no, I’m sory“ û telefon girt.

   Werhasil, Jenna xanim jî serê xwe bi heft werîsan  girêda û zewicî. Îcar wê şeva pêşîn çend lotikan li hev xin tenê xwedê zane û hûn sax!

Kurd ji her alî de lotikan dixwin

Evdilla Ruhayî- 11/05/08-Ruha- Dewleta Tirko bi salane polîtîkaya „bra bi bra bide kujtin“ dimeşîne. Piranîya eskerên ku li Kurdistanê şerê PKK dikin Kurd in. Û ev jî dike ku Kurd Kurdan bikujin û kêfa dewletê li me bê.

   Werhasil, di êrîşa ser qereqola Şemzînanê de dîsa eskerekî Kurd hat kujtin. Cendekê Eyup Dagdekîn anîn Ruhayê û agir bi cerg û hinavên dê û bavê wî ket. Dê, bav û merivên wî bi lorikên Kurdî, bi gilî û gazinên Kurdî kurê xwe defin kirin. Di merasima cenazeyê Dagtekîn de Tûggeneral Ahmet Kemal Emren beşdar bû û qaşo li ber dilê dê û bavê Eyup Dagtekîn gerya û got ku ewê heyfa wî li erdê nehêlin.

   Werhasil, xwedê ji Kurdan stendiye. Ji her alî de lotikan dixwin û bi ser vî qasî de jî aqilê me nayê serê me ellawekîl!

   De xwedê ahê me ji dijminan re nehêle rebbî!

Da dû şopa bav û kalên xwe

Sosin Bermal-10/05/08-Berlîn- Wek hûn zanin, Tirk di her warî de diz in. Hema çi bibînin navê xwe li binê wê dixin û dikin malê xwe. 

   Nivîskara ciwan û dizeka Tirk Guhşah Koç jî da ser rêya bapîrên xwe û bi dizîyê bû nivîskar. Gulşah Koç wek nivîskara beşê rojnama Hurrîyetê „Young Hurrîyet“ dixebite. Lê çi dike? Ji rojnameyên Elmanî wek Frankfurter Allgemeine Zeitung, Frankfurter Rundschau û çend rojnameyên din nivîsên bijare digre (didize), navê xwe li binê nivîsê dinivîse û li ser navê xwe diweşîne.

   Ne carek, ne du car, ne sê car, êdî bêhna rojnameyên Elmanî teng dibe, lotikekê li der qûna wê dixin û meselê eşkere dikin. Gulşah xanim jî dibêje:“Raste ez diz im. Lê ji ber ez nivîskarek bê tecrûbe me min ev dizî kiriye. Tu niyetek xerab di dilê min de tunebû“ filan û fîstan. 

   Werhasil, dibêjin çêlîkê maran bê jehr nabin. Gulşah xanim jî da dû şopa bav û kalên xwe û bû diz wesselam.

Aysel xanim dike nake nikare xwe li ber dilê Tirkan şîrîn bike

  Rojda Aydin- 10/05/08-Stenbol- Belê. Birastî em nema zanin ne em bigrîn û ne jî bikenin. Hinek Kurdên me ji dîroka Tirko dersê nagirin û wek pisîkê dizîvirin nazîvirin lê dîsa li kulînê vedigerin.

   Ji alîyekî dilê meriv bi wan dişewite û dibêje “ê de çawa be Kurd e”, lê ji alîyê din ve jî meriv difikire û dibêje “law de qenc û xweş pê hat lo, ma heta kengî wê rûn li ser nanê Tirko bikin qardaşim” û keserekê dikşîne.

   Lê çi dibe bila bibe, dinya ser û binê hev jî bibe, dewleta Tirko her bi ya xwe dike. Bila kesek jî xwe nexapîne. >>>>>

Ka berê Komara Mahabadê li Kurdan vegerînin û piştre behsa Kerkûkê bikin cîgerim!

Diyar Baban- 09/05/08-Mahabad- Li ser bextê xelkê be, dibêjin dîplomat û lotikvanê Rûsî Yevgenî Prîmakov hatiye başûrê Kurdistanê û dest bi lotikan kiriye.

   Xwedêgiravî Prîmakov di derbarê Kerkûkê de gotiye:Ez ne serokwezîr û ne jî wezîrê derve yê Rûsyayê me. Lê belê li gor qenaeta min ya şexsî divê bajarê Kerkûkê li herêma Kurdistanê vegere çimkî Kerkûk ji berê de Kurdistanî ye. Ji bilî vê jî problem ne problema petrola vî bajarî ye, Kerkûk ji aliyê nasnameya xwe ya kulturî ve Kurdistanî ye” filan û bêvan.

   Yaw bavê min, hûn Rûs bûn sebebê rûxandina Komara Mahabadê. Ka ji kerema xwe behsa vegerandina Komara Mahabadê jî bikin baba, wîî!

   Heger birastî hûn Rûs ji Kurdan hez dikin, werin bi guhê Ehmedînejad bigrin û Komara Mahabadê ji bin nîrên van Farisên bêbav derêxin ha, wey!

 

Bangewazî

 

 

Weqfa Çand û Lêkolînî ya Kurdî KURD-KAV roja Şemîyê (17.Gulan 2008) seet di navbera 14.30-16.30 an de li salona Kurd-Kavê panelekê bi navê “Înternet û Kurd” li dar dixe. Panelîst Bedirxan Badilî ye. Emê bi beşdarîya we kêfxweş bibin

Bi silav û rêzên me

Sekreterê Giştî yê KURD-KAV ê

Remzî Çakin / Stenbol

Nikarin bi kerê dibezin kurtên

Selîmê Seqet- 08/05/08-Nisêbîn- Em Kurd ji xelkê re peppûk û pisîk in, lê go dor zîvirî û hat ser me xwe bi xwe, em ji hevre dibin şêr û piling û hevdu didin ber lotikên bêaqilî.

   Berî çend rojan qaşo maça fûtbolê di navbera Nisêbînspor û Şernexsporê de hebû. Wile yabo hew min dît kêr û cilêt di ser serê me re firyan ezmana. Dê weledê xwe avêt lo, wîî!

    Ez serê we neêşînim, Nisêbînspor û Şernexspor wek garanê ketin nav hev. Hema kê kê digirt kêrek davêt bin çengê wî. Bi sê telaqan te digot qey seha topê bûye qesabxane ellawekîl!

   Werhasil, aha em Kurd ev celeb insanin brê min. Em ji xelkê re hêkan dikin lê ji xwe re zelqan dikin û hûn sax!

   De ka bila taximekî Tirkan bûya bê birastî meyê biwêrîya kêran bavêjin bin zikê wan. Na babaaaaaa!

   Wey xwelîya binê heft beroşan li serê me be rebbî!

Tirsa qûna wî eşkere bû

Mihemed Soran- 07/05/08-Silêmanî- Dibêjin rojnama El Heyat rojnivîsên Seddam Hisên bidest xistiye û dest bi weşandina bîranînên wî yên di hepsê de kiriye. Di rojnivîsên Seddam de tiştê ku herî zêde Seddam jê ditirse hatiye nivîsandin. Xwedêgiravî Seddam efendî di rojnivîsên xwe de behsa tirsa xwe kiriye û gotiye:“Di vê hepsa Emerîkî de, tirsa min a herî mezin ew e ku ez bi nexweşîyên zayendî (cinsî) û bi nexweşîya AÎDS ê bikevim. Ji ber ku piranîya nexweşîyên cinsî ji welatên xerbî (rojava) derdikevin, ez ditirsim ev bêbavên eskerên Emerîkî lotikan li min xin, qûşê li min biqetînin û berî mirinekê min bi nexweşîya AÎDSê bixînin“ filan û fîstan. >>>>>

Ew jî çûûûûûûûûûû!

Şemal Amedî-07/05/08-Hollywood- Lotikvana seksî,kilê çavê xort û kalên 17-90 salî, yek ji jinên qaşo herî agirpêketî Scarlet Johanson destgirtî bû û xeyalên gellek mêrên dinyayê bi avê de berdan.

  Scarlet Johanson jî wek piranîya navbarên Hollywoodê ji xwarina xiyar û tirozîyan kerixî, dilê wê xeliya û îcar xwest heta demekê tenê bi xiyarê hevalê xwe Ryan Reynolds re sebra xwe bîne.

   Werhasil, Scarleta ku dilê xort û zilamên dinyayê diperitand bi Ryan Reynolds re destgirtî bû û wê di demek nêzîk de hevdu bidin ber lotik û pehînên seksî. Yanî, ew mabû ew jî ji kîsî me çû ellawekîl! >>>>>

 

 

Sersaxî

Welatparêzê hêja, şaredarê berê yê Nisêbînê û axayê eşîra Omerîya Hasan Yildirim (Hesen Axa) îro çû ser heqîya xwe. Bila serê malbat, dost û gelê Kurd sax be.

Lotikxane

 

Dilê min

Ekrem Tehlo

05/05/08


 Dilê min perperîkek
 rengîn bû,
 Ji xemla keskesorê
 Gava li zeviyên te
 danî
Baskên xwe wenda kirin,
>>>>>

Yek û Yek

Sêroyê Geverî- 23/04/08- Gever- Em Geverî heyfa xwe ji kesekî re nahêlin. Nexasim ji dewleta virqo re qet nahêlin.

   Wek hûn zanin dewleta virqo roja 23 Adarê nehistibû em Newroza xwe pîroz bikin. Di encamê de bêbavan du Kurdên me sehîd kiribûn û nalet li bavê xwe anîbûn.

   Werhasil, îro 23 Nîsanê cejna wan a zarokan e. Yanî, 23 Nîsan Egewmenlik ve Çocix Beyramî ye haa.

   Îcar em Geverî jî me dikanên xwe girtin, em neçûn cejna wan û me di kefenê sed bavê wan ga.

   Werhasil, me tola xwe ji wan re nehist û em bûn 1 û 1 û hûn sax!

 

Prîmakov bû Kurdekî qirase!

Şêrzad Zebarî- 11/05/08-Hewlêr- Gerçî bawerî bi mêrkê Rûs nayê de neyse. Xuyaye berjewendîyên dewletî carna mirov mecbûrî têkilîyên cuda jî dike.

   Dibêjin serokwezîrê berê yê Rûsyayê û Serokê Odeya Bazirganî û Sinaîya Rûsyê Yevgenî Prîmakov cil û bergên Kurdî li xwe kiriye û bi heyeta xwe re serdana gora Serokê Netewî M.Mistefa Barzanî û şehîdê nemir Idrîs Barzanî kiriye.  Di serdanê de Prîmakov gotiye ku “Divê herkes bi rêzdarî serê xwe ji Mistefa Barzanî re bitewîne” filan û bêvan.

   Yabo wille û bille em bixwe wek xebatkar û eskerên Lotikxanê serê xwe jî û gewdeyê xwe jî li ber Serok Barzanî ditewînin brê min. Lê kesên netewînin jî ew û xwedê, ew û wîjdanê xwe, ew û Kurdayetîya xwe li hev kaka. >>>>>

Mêrik mesela Kurd çareser kir, wey tirrrrrrrrrrr!

Firildeq Elî- 10/05/08-Stenbol- Kuro ne em dibêjin Tirkan mejiyê keran xwariye kes bawer nake yaw. Yaw brê min, dinya û alem bi hebûna doza Kurd hisyaye û dixwaze çareserîyekê jê re bibîne, lê hîna kesên wek Mehmet Şandirê partîya MHP wek zîzokê li dora xwe dizîvire û hey dizîvire. Pek li vê ecêbê!

   Mehmet Şandir efendî li gora xwe mesela Kurd çareser kiriye û dibêje: “Jina min ji min berdayî be min çareserîya pirsa Kurd dîtiye!”

    Ê çiye bavê min?  Li gora wî çareserî ev e: “Emê tev hebûna hevdu qebûl bikin. Lê emê wek Tirk di nava Tirkiyê de bi bratî bijîn!”  

   De binerin lo, emê di zanîna ferqîyeta hevdu de bin lê emê tev wek Tirk bihevre bijîn!

   Wey ez di nava wilo çareserî de bimîzim erê wille! Ne li te be û ne li çareserîya te be oxlim, ê de yurruuuuuuuu...

   Wille babam tu di ser re hatî qardaşim!

Agahdarîyek nermik û germik

Gellek dostên me nivîsên xwe yan bi zimanê Tirkî û yan jî bi zimanê Erebî dişînin.  Jiber ku em bi zimanê Erebî nizanin, em di naveroka nivîsan de jî nagihên. Ev jî gellek caran dibe sedem ku em nivîsên bi Erebî neweşînin.

   Em hêvîdarin hûnê li me biborin û dilê xwe ji Lotikxanê negrin. Lê ku nivîsên we yên Kurdî latînî hebin fermo. Lotikxane malpera her Kurdê netewparêz û Kurdperwer e.

Lotikxane

Karayilan da bin dûvê wan

Gerîllayê Bênav- 10/05/08-Mexmûr- Birêz Mûrat Karayilan yek ji wan kesa ye ku di nava PKK de herî zêdetir netewî difikire û ji ber vê helwesta wî jî di çavê dewleta virqo de bûye strî û kelem.

   Dewleta virqo di her wesîlê de berê xwe dide kujtin û tunekirina wî. Hûn bala xwe bidinê, meselen ne ji qenc û ne jî ji xerab qet behsa yekî wek Dûran Kalkanê Adanalî nakin. Lê gava mesele Karayilan be, lê dibin agir û pîşo û bombe li ser bombê lê dibarînin.

   Werhasil, di vê bombebarana vê dawîyê de armanc dîsa tunekirina kesên wek Karayilan bû. Serekerkanî û çapemenîya Tirko bi heman dev û zimandirêjîyê şerê psîkolojîk dan destpêkirin û gotin ku qaşo wan Karayilan kujtiye.

   Lê boxê berana Karayilan ji kozika xwe derket, wek Emê Gozê tirr ji Tirkoleran berda û got:" Aha ez sax im min di we kirino! Ez sax û nemirî hûn kefenê min didrûn haa!" û lotikek bêîman li qûna Tirkan xist.

   Ez serê we neêşînim, Karayilanê me vê carê jî dawa çapemenîya Tirko li serê wan pêça, ew derewîn û virrek derxist. Lê babam, şerm û fedî li cem çapemenîya virqo tune kî. Ha te tif serûçavê wan kir û ha te qiraseyek xist wan qet ferq nake ellawekîl! 

Ker di jina derewîna ne heger rast e!

Hecî Ehmedê Sêrtî- 09/05/08-Sêrt- Law ev dîndarên Tirk çi sextekar in ya starrrrrrr! Yanî ji bo ku ji xwe re fitû û mahneyan derêxin, tu gû namîne ku naxwin ellawekîl!

   De ji xwe re li nivîskar û qûnekê Profesorê Îlahîyatê Suleyman Uludag binerin û bifikirin. Profesor Uludax di pirtûkek xwe de behsa hêza zayendî ya zilamên bawermend dike û dibêje:”Bawermendên xwedê rojê karin 100 gana bikin û nebêjin elhemdulillah jî!” filan û jehr û ziqûm. 

   Ê law hey xwedê ruhê we stendino, hey xwedê xiyarê we di ber de jêkirino, ji milletê Kurd misilmantir tu millet tuneye. Yabo ka bêjin gelî Kurdino, hûn di şevekê de karin çend lotikan bavêjin bavê min? Tew zilamek 60 salî kare di şevekê de çend lotikan bavêje haa?

   Niha em bêjin lotikek okey. Em bêjin du lotik okey. Em bêjin herî zêde sê lotik dîsa ehlen we sehlen. Lê 60 lotik?

   Kuro ker di jina derewîna ne heger ne derewe qardaşim! Va ez hecî me, bawermendekî qirase me, rojê pakêtek hebên VÎAGRA jî bikar tînim, lê babam bi namûs heta ez sê lotikan davêjim qûn li min diqete qardaşim, wîî! >>>>>

Şorba belaş

Bavê Ronahî- 09/05/08-

Li  Stenbolê xortek Kurd ji yên tînerkêş di ber derê xwarinxanekê ( restorant)  re derbas dibe. Li camekanê çavê wî li buhayên xwarinan dikeve. Filan xwarin bi hinde milyon lîre, bêvan xwarin bi hinde milyon lîre. Lê li ser kaxezek mezin jî nivîsîye: Şorbe belaş e!

   Xortê Kurd hema dikeve hindur, şorbekê dixwaze, du nanan jî bi şorbê re dixwe û derdikeve diçe. Ev rewş çend rojan didome û bala xwaringêran dikêşe.

   Yek ji xwaringêran diçe ji patronê xwe re dibêje: Yaw babam, ev xort herroj tê şorbekê bi du nanan re dixwe û diçe. Tiştekî din jî naxwe wîî!

   Patron ji wan re dibê: Hûn mîsîlî ( dermanê virikkirinê ) bêxin nav şorba wî, derîyê tuwaletê jî bigrin û we îş pê tune.

   Xwaringêr derman dixe nav şorbê, datîne ber xort û jêre dibê: Afîyet be qardaşim! Derîyê avdestxanê jî qifil dike.

   Hêjta xort şorba xwe nîvî nekirî, zikê wî dike qurequr, dêşe û zorî didê. Xort dibê: Yaw babam ka tuwalet li kuye oxlim? Xwaringêr dibê: Xurabeye cîgerim, naxebite! >>>>>

Çi pêşmergetî lê tê loooooo!

Tecawizcî Coşqûn- 08/05/08- Beyoglû-Stenbol- Bala xwe bidin flîm û rêzeflîmên televizyonên Tirko. Hûnê bibînin ku piranîya mijara rêzeflîmên wan li Kurdistanê tên kişandin, pê gelê Kurd biçûk dikin, adet û toreyên ku nirxên Kurdayetîyê ne bi zanatî jihevde dixin û bûyerên biçûk ewqasî mezin dikin ku heçê nizanibin wê bêjin qey Kurd hov û hirçên serê çiyê ne.

   Ê tabî Kurdên me yên bêaqil jî li van rêzeflîmên ku Tirk bi kesayetî, adet û toreyên wan dilîzin temaşe dikin, hêsran dibarînin û di malên xwe de dibin hêsîrên van flîmên ku keç û xortên me ji rê dibin, dilê wan dibijînin jiyana sosyeta Tirko.

   Hûn bawer dikin nakin nizanim, lê bawer bikin bi hezaran xort û keçên Kurd ji sedema dilbijandina jiyana di van rêzeflîman de dev ji malbata xwe berdidin, bi bajaran dikevin, dikevin destê çete û grûpên fihûşê û qûş li wan diqete. Û em? Em jî di malên xwe de çepikan ji lîztikvanên van rêzeflîman re lêdixin û wan dewlemendtir dikin. Yanî, Tirk bi rêzeflîmên xwe me didin ber lotik û pehînan, û em jî dibêjin:"Şabaş, şabaş, şabaş ji filan flîm û filan artîstî re" û hezar jehr û ziqûmên din. >>>>>

No Soranî, no Behdînî, yes Kurmancîya Lotikxanê

Kurmanco- 07/05/08-Endamê Komisyona Zimanzanên Lotikxanê- Esselamunaleykum we rehmetullahû we berekatû! Yaw brê min, ev dîsa çi zirt û virta Soranî û Kurmancî ye qardaşim? Ma hûn ji bavê xwe fedî nakin haa? Ma tu îş û karê we nemaye ji standartkirina zimanê herêmî pêve kaka? Law ma zimanê standart ne zimanê Celadet Bedirxan e hey xwedê ruhê we nestendino?

  De neyse, yaw ev Behdînî û Soran herdu alî jî ji hev serhişktir in ellawekîl, wîî! Behdînî dibêjin: "Zimanê standart zimanê herêma min e" û Soran jî dibêjin:"Ê de biroooonnnnnnnnn, zimanî standart Soranîyekane kaka, ta Soranek Silêmanî bijît ême destûr nadeyn ke Behdînî bibit zimanî standartekan" filan û jehr û ziqûm.

Ê kaka, ê me jî wek Lotikxane dilên:"Tirrrrrrrr li bin dûvê we! No Behdînî, no Soranî, yes Kurmancîya Lotikxanê, ê de yellaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaa!"

Baydemîr doxîn li dozgerîya Diyarbekirê daxistiye kabokê

Serdar Mirad-07/05/08-Amed Şaredarê Diyarbekirê û gunikreşê mezin birêz Osman Baydemîr bûye kelemê çavê dewlet û dozgerîya Diyarbekirê û doxîn li wan daxistiye heta bi kabokê. Baydemîr çi dike û nake nikare xwe ji bêedaletîya dewleta virqo rizgar bike. Çi dike, çi dibêje li serê wî dibe bela û dikeve dosya wî.

   Dibêjin hingî dosyayên Baydemîrê me li dozgerîya Diyarbekirê ewqasî mezin û bilind bûne ku, hema hema wextî avanîya dozgerîyê biherife û wek zelzela tsûnamîya Asyayê mirovan li ber xwe bibe.

   Werhasil, vê carê jî ji ber ku Baydemîr operasyona li ser başûrê Kurdistanê şermezar kiribû û çend lotikên Kurdewarî avêtibûn, lêpirsîn lê hat vekirin.

   Li ser bextê keko û pêxwazên kolanên Xançepek û Melikehmedê be, dibêjin ji ber zêdebûna dosyayên Baydemîr dozger, hakim, polîs û eskerên Amedê hew karin herin ser doşekên jinên xwe û ji mêranî ketine. Hetta dibêjin tirr di wan de bûne fiss û jinên wan jî hew bi wan qaîl dibin.

   De neyse, xwedê ahê Osmankê me ji dewleta virqo re nehêle rebbî!

 

Heta bi xwezayê jî dijminê feqîra ye

 

Raca Xan-07/05/08-Asya- Min tiştek fêhm kiriye. Kesek ji feqîr û hejaran hez nake. Çi qede û bele hebin li bin guhê feqîran dikeve û malikê li wan diviritîne. Ne xwedê, ne xweza û ne jî beşer, kesek hevaltîya feqîran nake. De ji xwe re li Bûrmayê binerin.

   Xwezayê, tofan û bahozê belayek wisa mezin anî serê wan rebenan ku tirr ji wan berda û malik li wan şewitand. Heta niha di vê tofanê de zêdeyî 22 hezar Bûrmayî mirine û zêdeyî 50 hezarî jî brîndarin yan winda ne. Çima? Ji ber ku feqîr in, zilmê li kesî nakin û di halê xwe de ne.

   Lê kes wêre bela xwe di Tirk, Ereb û Farisên zalim de bide? Na canim! Tirk, Ereb û Farisên ku bi sedê salane zilmê li Kurdan dikin, tofanek wek a Napalê li wan ranabe û qûn li wan naqete. Yanî, heta bi xweda, melkemot, xweza û ba û bahozê jî ji van zaliman ditirsin û bela xwe di wan de nadin. >>>>>

Li xwe veger 6

 Remzî Çakin-06/05/08-Stenbol-

 Çalekîyên Kurd-kav’ê ên dema zivistanê ku bi navê li xwe veger, a şeşemîn 03/ 04 / 2008’an de roja Şemîyê li salona Kurd-kav’ê pêk hat. Nêzî 50 beşdarî panel li sêrî, heta dayî yê guhdar kir.

    Peyîvdar Seyda Sulêman Kurşun di dîroka Rojhilata Nawîn de rewşa Kurdîstanê, di dema Osmanîya de heta îro şirove kir.

    Seyda axaftina xwe li ser sê mijara damezirad.

Desbêk û doza xebatê

Nêrîn û rêman

Emê çawa bi serkevin. >>>>>

 

Xelk ji birçîna dimrin, lê tirro mûzan dixwe

 

Serwer Alî-06/05/08-

Dibêjin gel ji wî dipirse: Kuro Beşaro, ibnî, tu çi diki  exû şermota?

Beşaro jî dibêje: Ez gû dikim exûyî!

Beşaro berdewam dike: Ma gûyê we jî nayê yewel? Yan ji bo hûn birçî nebin hûn gû nakin haa?

Gel dibê: Ma me gûyê te xwariye em gû bikin, me di te kiro! Em ji nêza dimrin tu mûzan bixwe û birî newlo!......

Silavek û lotikek

06/05/08- 

Hevalên hêja yên Lotikxanê û rêbazevanên gelê Kurd, silav!
   Birastî lotikên we pir di cihê xwe de ne qardasim, hûn li kûderê fêrî van lotikan bûne?  We bi lotikên xwe pişta Erdoxan- Ehmedînejad û Beşarê ehmeq şikandîye, her ji ber wê çendê em weke ciwan û xwendewanên Kûrd dixwazin hinekî dora xwe bidin me; herçend em weke we lotika nahavêjîn .
   Hevalên hêja, di 10ê Gulanê paş da bi fermî em dest bi lotikan dikin li hember Erebên wehşî,  Tirkên bê mejî û Farisên gavan; hîvîdarîn bi dilê we be qardasim...
Ciwanên Kurd hertim bi lotikên xwe yên pêşketî li hember rîxkeran disekine. Bijî ciwan û  xwendevanên Kurd û Kurdistane! Qardaşim, destên xwe bidin hev û li hember faşîstên xwînmêj  sîyasetê dewam bikin.

   Di dawîyê de dîsa silav ji bo endamên lotikger..
Em weke parastin dixwazin hinek caran bikaribin îstîfadê ji malpera we bikin, hîvîdarin îcaza we hebe û bibin harûkar ji bo xwendevanan.Hûn jî dikarin hertim nivîsan ji malpera me bigirin...
 
Serkeftin ji gelê me û ji we ra.
 
ENDAMÊN PARASTINÊ.......

----------------------------

 Dîsa lêborîn  Lotikxane-05/05/08-

Cara berê mişk ketibûn komputera me û komputera me ji xwe re kiribûn hêlîn. Lê vê carê sûc ne sûcê mişkan bû lê sûcê me bû. Me bi a çend dostan kir û me şîrketa ku em pêre dixebitin guhert. Lê xwezî em li ser dûvê xwe rûniştina û me serê xwe jî û ê we jî neêşanda. Lê dibêjin "Tiştê çû nedin dû".

   Werhasil, heta em ji şîrketa kevin derbasî şîrketa nuh bûn, tirr di me de neman û qûş li me qetya yabo! Em ketibûn navbera Xelîl û Celîl. Her şîrketê tiştek digot û em bi xwe jî wek mirîşka go di ser kurkê de be û pisîk li dora wê here û bê hatibû serê me. Ne şev li me şev û ne roj li me roj bû ellawekîl!

   Em serê we neêşînin, bi sê telaqên jinberdanê, tew nemabû go em keleşkofê têxin serê hev û cendekan li erdê bikin meşk lo, wille û bille law! Lê mala xwedê ava be ku Emerîka û bi taybet jî Serok Bûşh ket navbera me û em li hev anîn.

   Yanî, vaye dîsa em dest bi lotik û zîtirkên Kurdewarî dikin cîgerlerim.

   Bila lotik û pehînên nermik û germik para we bin yabooooo! De bajooooooooooon...........

Lotikxane amade ye bibe alîkar kaka!

Cemîl Cewher- 23/04/08- Hewlêr- Li ser bextê xelkê be, dibêjin Serokwezîrê Kurdistanê Kak Nêçîrvan Barzanî di civînek çapemenîyê de bersiva pirsa li ser gendelîyê (bertîlê) daye û gotiye:“Hem kesê dide û hem jî yê ku dixwe sûcdar in. Ev pirsgirêkek têkilhev e, nexwesîyek civakî ye û ne pirsgirêka hikûmetê tenê ye“ filan û bêvan. 

   Barzanî hinek gilî û gazin ji çapemenîya Kurd jî kiriye û gotiye:“Besek ji medyayê ji çareserîyê re nabe alîkar û hinek alîyên siyasî hewl didin ji vê yekê îstîfade bikin“ filan û dîsa bêvan.

   Werhasil, gendelî nexwesîyek civakî ye.Li her welatî gendelî û bertîlxur hene. Lê ji ber ku em Kurd di destpêka avakirina welatekî azad û serbixwe de ne, ev gendelî û bertîlxurî ji me re xeter e. Hetta bertîlxur karin ji bo berjewendîyên xwe welatê xwe jî bifrosin û lotikekê li gelê xwe xin jî.

   De neyse, >>>>>

Ambûlansa bê textor

Firildeq Elî- 23/04/08-Stenbol- Wê rojê min bi trimbêla xwe dabû xazê û min li ser 160 î wek bayê xezebê dajot. Li derdora herêma Çatalcayê min dît hema du trimbêl li binguhê hev ketin û bû qarewara jin û zarokan. Werhasil, di trimbêlekê de jinika bi navê Derya kanli û çend kesên din brîndar bûn, lê brîna Derya xanimê giran bû.

   Neyse, ban ambûlansê kirin. Heta ambûlans hat Derya xanim ket komayê. Erê ambûlans hat lê di ambûlansê de çi tunebû hûn zanin? Textor! We qet ambûlansa bê textor dîtiye babam?

   Êêêêêê, li Tirkiyê ambûlans bê textor in. Heger brîndar sax man ji xwe wê wan bavêjin nexwesxanê. Yan na textorên Tirk narin ber lingên nexwes û brîndaran.

   Dibêjin textorekî nexwesxanê gotiye:” Ma ez xulamê wa me ez têkevim ambûlansê û herim ber lingê wan qardasim? Bela stuyê xwe biskînin û ew bên ber lingê min, wîî” û forsa xwe kiriye.

   Îcar hay ji xwe û qezaynên trimbêlan hebin qardasim. Bizanin ku heger we li Tirkiyê qeze kir, wê ambûlansek bê textor bê bi hewara we ve û xelas!

Roja dayikên Kurd pîroz be yabo!

 

 Lotikxane-11/05/08-Dibêjin xwedêgiravî îro roja dayika ye. Gerçî herçiqasî xwiş û dayikên me Kurdan rojek xweş nedîtine û jiyana wan her di nav qiriktalîyê de derbas dibe jî, lê emê jî têkevin nav karwanê qaşo medenîyetê û roja dayikên xwe pîroz bikin.

   Li gora me jin jiyan e. Jin bingeha civakê ye. Jin kanîya berdewamîya mirovatîyê ye. Ji ber vê jî jinên Kurd ruhnîya çavên me, taca serê me ne. Em bawerin çi kesê ku tade û zilmê li jina Kurd bike, ewê xwedê wî/wan efû neke û wan bi cehnemê şa bike.

   Îro roja dayika ye. Kurdino! Baqek gul yan xelatekê ji jin, xwişk û dayika xwe re bikirin, wan himbêz bikin, ruyê wan biramîsin û li ber dilê wan bigerin. Qe nebe rojek tenê be jî bila dilê dayikên me şa bibe.

   Ê de roja dayikan li temamê jinên Kurd pîroz be yabo!

 

 Lotikek xweş:

Kurdî di nav 88 zimanên herî girîng da 31mîn e

Elî Belxkanlû/ Tehran - Ziman sinaşe û nasnama her gelî ye. Kurdî jî yek ji zimanên herî dewlemend di gerdûnê da ye.Yek ji sebebên ku dewletên dagîrker nahêlin zimanê me bi awayekî fermî bê xwendin ev e ku ewan hay ji vê rastîyê heye û zimanên xwe hember yê me biçûktir dibînin, hewl didin rîya peşketina Kurdî bigirin.
   Bi nêrînek kurt li ser zimanên Tirkî û Farisî mirov dibîne ku ev ziman pirr pirr ji weşeyên biyanî ne, ev yek jî nîşan dide ewan qels û hejar in, divê weşeyan deyn bigirin.
   Lê berpirsyarên dewletên dagîrker vê rastîyê vedişêrin û bi propaqanda û pereyên gelek hewl didin zimanên xwe xurt bikin, li gerdunê bidin nasandin.
>>>>>

60 sal ceze û ne tiştek

Ehmed Beyan-10/05/08-Enqere Yaw ev Tirk ji bavê xwe fedî nakin qardaşim. Ne hurmeta jinê li cem wan heye, ne qedr û qîmetê insanan û ne jî nirxên mirovatîyê. Ji lotikavêtina parlamenterên Kurdan pêve tu îş û karê wan nemaye.

   Niha rabûne dîsa bela xwe di rebena Leyla Zana didin û 60 sal ceze jêre dixwazin. 60 sal ceze kuro? Çima ku Leyla xanim ji rojhilatê Tirkiyê re gotiye „Kurdistan“, ji êrîşa li ser başûrê Kurdistanê re gotiye „ev dagîrkirin e“, ji A.Ocalan re gotiye „sayin“ û  doza mafê Kurdan kiriye.

   Ûlan oxlim, 60 sal hindike bavê min, wîî! Ez di şûna we de bim ezê wê bi saxî têxim gorê û bi carekê jê xelas bim û xelas! Hella hellaaaaaa!

   Law ma 60 sal ceze ji xaltîka me Leyla Zana re tişteke oxlim?  Bi namûs ne 60 sal, hûn 101 sal ceze jî bidin xaltîka me ewê dev ji doza xwe bernede û hûn sax!

Bêlome be

Cembelîyê Botî-10/05/08-Colemêrg-

Me di hinek nivîsên xwe de bala xwendevanan û raya giştî kêşabû ser çekên kimyevî yên ku dewleta Tirko li çîyayên Kurdistanê dibarîne . Herweha me gotibû ku “xwerista Kurdistanê xira bûye” û bal kêşabû ku hinek rabin dest bavêjin vî karî, lêkolînan bikin, tehlîlên axa wan cihên bonbekirî bidin kirin û bigehînin sazîyên Ewropî yên eleqedar. Lê mixabin kesî dengê me negirt micidahîyê (cidîyetê ) û di ser guhê xwe re avêtin.  

   Berî niha bi heyamekê li çîyayê Simbir ( sinbil) gumgumokên heta niha kesî nedîtibûn peyda bibûn. Par li Hekarya  gundê  Walto kulîyek hûr peyda bibû ku ew kulî  jî heta par hîç nehatibûn dîtin û dera diketinê rût dikirin.

   Niha jî li Dêrsimê kêtikek (pisîng) hatîye dîtin ku bask û perên wê hene. >>>>>

Cûlemêrgî û gelêş

Bavê Jîndar-09/05/08-Cûlemêrg-

Dema Cûlemêrg tê gotin, tiştê pêşîn têt bîra min  gelêş û gemarîya bajêr e. Ew bajarê ku ji alîyê herkesê ku dibîne û dibêje: “ Swîsra Kurdistanê ye, lê bê xwedî û xudan e”.  

   Dema mirov diket bajêr tiştê ewil li ber çavê mirov diket  gelêşa ( çop - zibil) ser rê bû. Wê dîtara xurab berî ku mirov bikeve bajêr, di derheqê wê de agahdarî didan. Ji heftê salan berjortir bû ku bajar di wê rewş û dîtara xurab debû.

   Lê şikir ji xwedê re, niha serokê şaredarîya bajêr Kazim Kurt û Midûra Daristanê  xatûn Ayşe Okay dest dane hev bajêr ji wê dîtara xurab azad bikin. Li gor  fesad û fitneyên kolanên Cûlemêrgê >>>>>

 

Hesen Silêvanî lotikek Kurmancî avêt

 

Tacdîn Baran-08/05/08-Elmanya- Kekê me Hesen Silêvanî hevpeyvînek bi malpera Avestakurd re kiriye û di derbarê Soranî û Kurmancî de çend lotikên xweş avêtine derûdorê.

   Li ser bextê Avestakurd be, dibêjin kekê me Hesen Silêvanî gotiye:”Keko brao! Bi sê telaqên jinberdanê tu kes li herêma Behdînan naxwaze soranî bibe zimanê standart. Ez bi xwe naxwazim ku zarokên min Kurmancî bihêlin û biçin tenê bi Soranî perwerde bibin. Tu kes vê yekê qebûl nake. Em ne ligel vê yekê ne. Em tu caran qebûl nakin Soranî bibe zimanê perwedeya standart... Em qebûl nakin kesek li ser zarokên me Soranî ferz bike yabooooo” filan û fîstan. >>>>>

Em jî xelata zêr didin serokwezîrê xwe kaka

Cemîl Cewher- 07/05/08-Hewlêr- Li ser bextê gundî û cîranan be, dibêjin Koleja Koleja Waşington & Jefferson a Emerîkayê biryar daye ku bawernameya doktora şanazîyê pêşkêşî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê kek Nêçîrvan Barzanî bike. Sebeb? Ji ber ku xwedêgiravî Nêçîrvan Barzanî di warê avakirina herêma Kurdistanê de rolek mezin dilîze û ew di nav demokrasîya herêmê û seranserê Iraqê de xwedîyê rolek mezin e filan û bêvan.

   Werhasil, piştî biryara Waşington & Jeffersonê, Kolej û Zanîngeha Lotikxanê jî biryar girt ku xelata zêr bide kek Nêçîrvan Barzanî. Çima? Ji ber ku kek Nêçîr serokwezîrekî nermik û germik e, di nav serokwezîrên dinyayê de serokwezîrê herî seksî, lihevhatî û Kurdperwerekî temam e.

   Me xelata zêr di sindoqa pola de veşartiye. Bi xêr û selamet kîjan roja ku kek Nêçîr serdana Lotikxanê kir, emê bi saxlemî xelata wî radestî wî bikin.

   De li ser xêrê be rebbî!

Vexwendin ji bo semîner

Jinên Kurd li mişextiyê (migrasyon)

Paşçavxistina ji hêla zanyarî û gelo di gengeşiyên civakî de wek alav tê bikaranîn? >>>>>

 

Daxuyanîya çapemenîyê

 

Ji bo mamosteyên kurdî û rêvebirên dibistanan

konferanseke yekane ya navnetewî

   Bi hevkarîya Dayreya Giştî ya Pêşvebirina Dibistanan, Myndigheten för Skolutveckling, û Şaredarîya Västeråsê (Vesteros) pêncemîn ”Konferansa kurdî ya Västeråsê” li Otêla Ta înnê li Västeråsê dicive. >>>>>

 

Çavê me rohnî be babam!

 

Bavê Jînê- 06/05/08- Ewrûpa-Wey çavên me rohnî bin babam! Va dîsa Lotikxane ji sûîqastekê filitî!

   Me nizanîbû di van çend mehên dawî de çend caran mişk ketin malperê, çendcaran şîrket hat guhertin û çend caran vîrûsên Silêmanî  rê li ber lotikxanê şaş kirin.

   Axir, çi dibe bila bibe em heyamekê bê lotik, tirçik û zirtik man. Lê şikir va me ew jî derbas kir û emê lotikên dijwartir li hinekan xin.

   Em çi bikin, jîyan bê lotik û Lotikxane nabe ellawekîl! Dê axir, va em bi silametî gihiştin Lotikxanê, çavên hemî lotikvanan rohnî be û xwedê me bê lotik nehêle rebbî! 

 

ELÎYÊ KALO!

Farûqê Devliken-05/05/08-Mêrdîn

Elîyê Kalo, bi navekî din: Elî Kalo...

Milîs û xiltê Mele Mistefa Berzanî...

Bela serê dewleta Tirko...

Bela serê dewleta Sûrî...

Tirs û xova dewletên Ereb...

Kilê çavên qîz û jinên beradayî...

Hevalbendê mahkûm û qaçaxçîyan...

Kedkarê wêje û mîzaha Kurdî...

Xulamê Kurd û Kurdîstanê...

Ji we haziran ne çêtir, Elî Kalo... >>>>>

 

Aha Kurdayetî ev e

Parlamentoya Kurdistanê xwedî li Leyla Zana derket

 

Sêrzad Zebarî- 23/03/08-Hewlêr- Divê êdî Kurd wek netew bifikirin û li hev xwedî derkevin. Sînorên navbera Kurdistanê biçirînin û li ser hev bêsin, destê alîkarîyê dirêjî hev bikin.

   Dibêjin 56 parlamenterên Kurd daxwaznameyek pêskêsî Serokatîya Parlamentoya Kurdistanê kirine û daxwaza pistgiriya Leyla Zana kirine. >>>>>

Çekên kîmyewî DNA wan guhert

Cembelîyê Botî-23/04/08-Sernex- Belê, dibêjin li derûdora Sernexê û li herêma Botan heywan reng diguherin û ji qalibên xwe derdikevin. Yanî, DNA wan tê guhertin û ji siklekî dikevin siklekî din.

   Hinek ji herêmê dibêjin:“Bi namûs hingî ev heywan penîrê sîrik dixwin rengê wan tê guhertin“.

  Hinek dibêjin:“Na brayê min na, ev heywan jî wek cerdevanên me xayintîyê bi qewmê xwe re dikin. Ji ber wê rengê wan tê guhertin“ filan û bêvan.  

   Werhasil, >>>>>

Çima xwendevanên Kurdî kêm in? 

Berzo Mehmûd

23. 4. 2008

Ev kêseya han çend babetên hawpêwend pevre tîne meydanê, û hemî jî li gel hev pêwendîdar in ku ew jî "ziman" û "xwendin" û "xwendevan" in. Ev hersê mijar pevre di cokê de birêve diçin û yek li dû ya dîtir diçe, û evane di nav hev de kêseya kêmbûna xwendevanên Kurdî peyda dikin.

   Inca em dikarin kêmbûna xwendevanên zimanê Kurdî ji ber gelek hoyan bênin ziman, ku ev jî dikevin nav du coreyan de: 1-Hokarên dervî viyana Kurdan 2-hokarên navxoyî bi viyana Kurdan >>>>>

Malpera Serokatîya Kurdistanê jî lotikek li Kurmancî xist

Cemîl Cewher- 22/04/08-Hewlêr- Belê, malpera Serokatîya Kurdistanê dest bi lotikên wesana xwe kir û ket nav karwanê wesangerîya Kurdî. Malper bi sê zimanan Soranî, Erebî û Ingilîzî wesanê dike. Lê xuyaye yan serokatîya Kurdistanê Kurmancî wek ziman nehesibandiye û yan jî ji bîr kiriye ku têxe malpera xwe. 

   Lê zêdebûna ser kezebê çiye hûn zanin? Malpera Serokatîya Kurdistanê û daxwaza 52 rewsenbîrên Soran di heman demê de diwesin û herdu alî jî xwe ji Kurmancî bi dûr dixin. Gelo ev lihevrasthatinek e yan çi mesele ye?

   Werhasil, xuyaye kes hesabê Kurmancan û Kurmancî bi pîvazek xerabe jî nake. Em ji dêrê jî bûne û ji mizgeftê jî. Wey weleddddd bê em Kurmanc çi peppûk û rebenên xwedê ne waweylêêêêêêê!

   De malpera Serokatîya Kurdistanê pîroz be yabo, em û xwedê û hûn û xwedê li hev!

http://www.KRP.org

 

        lotikxane@hotmail.com    ....    © lotikxane 20-02-2006