lotikxane     

   

    

                                                                                                                                                              Medya   ///   Arsîv

H.Belê

Doxîna Hecî Heyder

F.Devliken

Elîyê Kalo

B.Ronahî

Ez şeytanqûnî

bûme

L.Sêxo

Xort û rezvan

A.Dûran

Ma tu min nas naki  

Z. Osman

Amûdî û Qereçî

D.Xanê

Gotina yekîtî

 
 

No AÎDS yes ÎSOT!

Çîxkoftecî Evdo- 31/05/08-Ruha- Berî 12 salan Heyvasor (Kizilay) a Tirkan xwîna bi vîrûsa AÎDS dabûn malbata Kurd Içikoz û sosretek derketibû holê. Îcar piştî sosreta berî 12 salan, niha dîsa sosretek AÎDS ê qewimî û Kizilaya Tirko dîsa xwîna bi vîrûsa AÎDSê da zarokekî Kurd Yûsûf Çobanê 1.5 salî.

   Li ser vê sosretê, dibêjin wezareta tendirustîyê lêkolîn daye destpêkirin û xwedêgiravî dixwazin meselê fêhm bikin. Yanî, bi kurt û Kurmancî, dewleta virqo dixwaze zarokên Kurd bi AÎDS ê bixe û koka wan biqelîne.

   Lê ne xema Ruhayîyan e. Ruhayî dibêjin: ”Tirrrrrrrr li bin qûna wan! Kuro ma heta îsotên tûj hebin, AÎDS a Tirko kare koka me biqelîne oxlim?” û guh nadin nexweşîyê.

   Werhasil, îsota Kurdan tirrê ji AÎDS a Tirkan berdide ellawekîl! No AÎDS yes ÎSOT!

Bihuşt li Kurdistanê ye, lê cehennem li ku ye?

Fernandez Perez- 31/05/08-Madrîd- Di Tewrat, Incîl û Quranê de tê destnîşankirin ku bihuşta Hz. Adem û Hz. Hawa Kurdistan e. Me ew zanîbû. Lê niha astrolog û ezmanzanê Spanî Bertomeû Gerb bi nameyekê dide zanîn ku birastî jî bihuşt Kurdistan e.

   Bertomeû Gerbê ku di sedsala 15an de jiyaye, nameyek li dû xwe hiştiye û di van rojan ew ew name di rojnama La Voz de Galîcîa hat weşandin. Name ji alî Profesorên Zanîngeha Valencîa Julîan Benavent û Josep Todero ve hatiye wergerandin.

   Di nameyê de eşkere tê gotin ku „Bihuşta Dinyayê – Paraîso Terrenal“ li Kurdistanê ye. >>>>>  

Ev lêlê ye, hîna lolo maye cîgerim

Ehmedê Kezebperitî- 30/05/08- Stockholm- Belê, dibêjin wezîrê derve ê Tirkiyê sayin pozmezin Alî Babacan behsa hevdîtina xwe a bi wezîra derve a Emerîkayê xanim Condoleezza Rice kiriye Babacan behsa têkilîyên başûrê Kurdistanê kiriye, pişkiyaye û gotiye: “Canlarim, cîgerlerin! Civaka navnetewî jî lotikên me yên bi bakurê Iraqê re diecibîne, erênî lê dinere. Erê pirsgirêkên PKK hîna li bakurê Iraqê berdewam in û Kurdekan lotikên mezin li wan naxin, lê dîsa jî em bi wan re rû bi rû tên cem hev û me dev ji kerîtîya xwe a berê berdaye. Berê me ji wan re digot “serokeşîr” filan û bêvan. Lê me dît ku em herin erş jî dîsa emê bên ber terikên serokeşîrên reş” filan û bêvan. >>>>>

 

 Mêrik qûtê salê derxist

 

Satilmîş Eşekguden- 30/05/08-Afyon- Ê qardaşim, ez dinerim herkes xwe li Lotikxanê digre û kela dilê xwe tê de hênik dike. De min go ma ez ji Eyşika Ereb im babam, hema ezê jî carekê lotikekê di vê malperê de bavêjim ma dinya xera nabe!

   Neyse cîgerlerim, dibêjin li bajarê Afyonkarahîsara Tirkiyê, li kendalên Çiyayê Sûltanê kumikek (kuvark) 11 kîloyî hatiye dîtin. Kadir Ceylanê ku kumik dîtiye behitî maye û ji tirsan re bêhiş ketiye, bûye tirre tirra qûna wî.

   Werhasil, Kadir beg ew kumika 11 kîlo mezin anîye malê nav zarokên xwe û ji jina xwe re bi Tirkîyek teqlo meqlo gotiye:” Qiz Fatmaaaaa, >>>>>

NAZ

Zoryar Tehlo-29/05/08-

 

Naza min şêrîn û daylan 

Şilêra awiz û şewşen

Şengebî ye şemal û pertew

Belalîza mine her ew

 

Dil ji bo te jar û kovan

Sorgula xelat û sîpan 

Li warê min deyne kotirê

Dûr neçe semeng û hogirê >>>>>

 

Belê, belêêêêêêê!

 

Tacdîn Baran- 28/05/08-Elmanya- Li ser bextê malpera Avestakurd be, dibêjin xwedêgiravî hunermenda Kurd xaltîka me Canê ji wan re gotiye:"Xwe bigrin, ezê di demek pir kurt de bi albûma "Na, na" lotikekê li we xim" filan û fîstan.

  Yaw çima "Na, na" xaltîka Canê? Çima ne "Belê, belê" lê "Na, na" ha? Ma tu nizani gotina na, na nîşana sergiranî û nazikbûnê ye keçko, wîî!

   Dev ji sergiranî mergiranîyan berde û navê albûma xwe bike "Belê, belêêêêêê" okey ruhê minê!

   Ma hertim na, na nabe, carekê jî bêje erê, erê wey, wîî!

 

Kes pê nikare

 

Şemal Amedî- 28/05/08-Hollywood- Lotikvan û agirpêketyên Hollywoodê ji zelzela Çînê xerabtir tînin serê zilaman. Yek ji wan jinên ku herî seksî, germ û har tê hesibandin jî Kîm Kardaşîyan e. Kardaşîyan wek jina herî kelefmezin

jî tê naskirin. Kelefên wê ji qêlên çêlekekê mezintirin û agir bi dilê zilaman dixe.

   Werhasil, Kîm Kardaşîyan xanim di kovarekê de dibêje: "Heta niha min gellek tirr ji zilaman berdaye. Kesê ku dikeve nav livîna min, wek ku têkeve xefka zîhayê kor (cinawirê kor). Ez avê lê venaxwim û bi derbekê re qûşê lê diqetînim. Îcar zilamê ku bi xwe bawer be û karibe di nav livînê de zora min bibe, ezê sîng û berên xwe jê re bikim geşt û seyran" filan û bêvan. >>>>>

 

Dermanxana xweristê-2

-KARÎ-

 

B.Jîndar-27/05/08-

 

(Kardî-Kardû-Arûm SPP-Arûm Makulatûm)

 

Karî giyayek bi jehr e. Binkê wê wek patata ye, pelên wê keskê tarî, kulîlkên wê sor û binevşî ne. Di nêrkawê de fêqîyek wek morîkên sor çêdibe. Bejna wê 25- 50 cm bilind dibe. Di gelek dermanan de, tê bikaranîn. Xav (nekelandî ) nayê xwarin. Lê ku hişk bû, an jî hat kelandin jehra wê namîne. Di nav savar, birinc û xwarinên dew de tê xebitandin.

   Madeyên têde: Akolîde, aronîn, konisîn, sponîn, nişadir (nişasta), madeyên bi dohn (rûn) û şîrêz ( zemq) >>>>>

Savara Qereçîyê

Lawkê Deştî- 27/05/08-

Wele yabo Şemê bira zewicand, Remiko jî bûye siyasî û nvîskar. De here lo, ma qey Lotikxane pê nehisiyaye yaw?  

   Qeharê kurê Remiko li kenda rûniştiye, ax û ofînê ji xwe tîne, ling danîye ser lingan û dibê: „Partîno, cima hûn êrîşî dewleta Sûrîyê nakin yewel!“

   De wer li me û vê ecêbê! Her carê 10 caran pênûsa xwe ya bi jehra Silêmanî xêz û terîşka jê dineqişîne, de yaw ma ev ci ecêb e?

   Wele dibêjin yê ne li şer be şêr e.>>>>> 

Çi fêhlên gennî hebin tev ji bin serê van Ewrûpîyan derdikevin

Gulnaza Torî-26/05/08-Fransa- Ev Ewrûpî ecêb in. Bi taybet modeçêkerên wan sînor-mînor nehiştine û dane navê. Ji xwe namûs li cem wan bûye bexdûnis û rewş berdîberdane wesselam.

   Modesaza Fransî Nîcole Tran Ba Vang koleksîyonek kesanedî çêkiriye ku aqilê insên disekine. Ez bawerim wê li ser vê koleksîyonê gellek kes jinên xwe bikujin û malikê li xwe biviritînin. Xanimê di şûna cil û bergên adetî de modeyek wilo çêkiriye ku heçê bibîne wê bêje qey jin tazî, şût û rût in.

   Îcar bi serê min û we, jin û keçên kîjan Kurdî van cilan li xwe kin ew sax neman. Hema di wê kêlîkê de fîşek di sinya wan de diteqe û hew.

   De lê binerin bê ka hûn çi dibêjin heyran.>>>>>

Sêvfiroşê Qesra Spî

Hesen Almas- 24/05/08-Waşîngton- Serok Bûşh ji xwe re pîşe û seneetek din dît. Mêrik bi aqile qardaşim, ji niha de amadekarîya bazirganîyê dike ellawekîl!

   Ji ber ku wê êdî serok Bûşh nikaribe carek din bibe serokê Emerîkayê, îcar dixwaze bi rêyên din bibe xwedî desthilatdar. Ew jî bazirganî ye.

   Çawa ku serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji serokkomar bû serokwezîr û serê hefsêr berneda, mîster Bûşh jî dixwaze bi rêya bazirganîyê di siyaseta Emerîkayê de xwedî gotin be.

   De neyse, dibêjin mîster Bûşh li bexçê Qesra Spî dest bi nasandina fêkî û zebzeyên Emerîkî kiriye >>>>>

Li mêrekî bi pirç digere

Şemal Amedî-23/05/08-Hollywood- Lotikvanên Hollywoodê ji gan û lotikan têr nabin. Hema bêjin her heftê wê yekî bikin û yekî berdin. Îcar niha dora lotikvana agirpêketî Cameron Dîza xanimê ye.

   Cameron Dîaz di kovarek magazînî de dibêje:“Ez ji mêrê bi pirç hez dikim. Pirça wan min dikelîne, girêzê bi devê min dixe. Xwedê bê erê ezê zilamekî têra xwe bi pirç jî biceribînim“ filan û bêvan.

   Îcar gelî Kurdino, vê fersendê nerevînin qardaşim. Carek din fersendek wilo nayê ber lingê we.

   Heger Kurdên têra xwe bi pirç hebin, li derîyê Cameron Dîaz xanimê xin berî go rebenê ji kerbê qiraseyekî bi pirç bimre bavo! De zûûûûûûûûû!

Tîma Hewlêrê tirr ji El Qadisîyayê berda

Şîndar Berwarî- 23/05/08-Duhok- Kurd jî êdî di fûtbolê de şareza dibin û didin bin dûvê xelkê. Xuyaye heger xwedîyên lîztikvanên Kurd hebin û ew baş bên perwerdekirin, wê karibin di fûtbola navnetewî de jî lotikan li tîmên wek Barcelona û Realmadrîd bidin û tirrê ji yên wek Maradona û Zîdanê berdin.

   Werhasil, dibêjin di lîztika grûba D a şampîyona lîga Asyayê de tîma Hewlêr û tîma El Qadisîya Kuwêytê hatine himberî hev. Piştî lîztikek bi rêk û pêk tîma Hewlêrê 4 qirase xistine Erebên qûnbigû û tirr ji wan berdane. Hewlêr 4 û Kuwêyt 2. >>>>>

“Ji eslîyan bipirsin ji bêeslan bitirsin!

B.Jîndar-22/05/08- Colemêrg-

 Jîrkîyên gelîyê Culemêrgê, yên Çemê Ezo, cerdevanên dewleta Tirko ne. Lê wan dawetek lidarxist, mirov digot qey ne dawete lê festîvalek kulturî û pêşangehek libas (cil û berg ) û kelepûra Kurdî ye.

   Di dawetê de zilaman şal û şepik, jinan jî kiras û fistanên bi rengareng wek kulîlkên ku wan çîyan dixemilînin, li xwe kiribûn.

    Herçend tiştên wan yên nebaş û xirab jî hebin, lê di warê parastina ziman, cil û berg, rabûn û rûniştina Kurdewarî û parastina kelepora ji bav û bapîran mayî , ku digehînin neslên nûhatî, em bejna xwe ditewînin. >>>>> 

Li kê radibe Kurdan berdidin ser xwe

Beşoyê Xançepekî 21/05/08-Amed-

 Doh di mediya dewleta virqo de nûçeyek flaş derbas bû. Ji xwe hemû nûçeyên wan flaşin. Miletek ku zinê bi keça xwe re bike, bi xatî û meta xwe re bike, ji xwe nûçeyên wan tev flaşin.

   Her neyse em werin ser mijara xwe. Gilikrepa kerxaneçî Demet Akalın di konserek xwe de ji ber jêre li çepkan nedan wiha ji temaşevanê xwe re got: “Yaho ma hûn ji çiyan hatine, ji Diyarbekir hatine ku hûn ewqasî sar û pepûkî ne”. >>>>>

Qedexekirina cigarê

Bavê Nûbar-20/05/08-Hekarya

19 Gulanê li bakurê Kurdistanê û Tirkîyê ker kurê kerdoxan cigare qedexe kir. Êdî ji îro pê de, li cihên sergirtî (dervayî malan ku wê jî jin û zaro qedexe dikin) di tirinbêl û pagehên rêwîyan de kêşana cigarê qedexe ye.

   Bi xwe li Tirkîyê hertişt qedexe ye. Cigare mabû ew jî qedexe kirin. Ew cigara her fiteka wê li bedela sed ax û keseran. Ew cigara ku dostê  kul û derdan û kezebşewitîyan e. Ew cigara ku mirov ji pitepita jinê aciz dibe, yekê pêdixe.

   Dema mirov diqehire agir pêdixe, dike bin pîyan û diperçiqîne. Û ew qet û qet dengê xwe nake. >>>>>

Wê bigrin û zebeşek Diyarbekrî têxin kuna wê

Serdar Mirad- 20/05/08-Amed- Bila xwendevan li min biborin. Hingî ez ji van bêbavên Tirko hatime qirikê, ezê îro kela dilê xwe hênik bikim brê min. Heçê dilê xwe bigre bi korima wî/wê kiriye û hew!

   De ji xwe re li qehpika Demet Akalina dêlika heram binerin. Dêlik Demet Akalin li bajarê Mûglayê konserekê dide. Di konserê de temaşevan jê re li çepikan naxin û qîmetê pîvazek xerabe nadin wê.

   Îcar qehpika heram radibe ji wan re dibêje:“Ma hûn ji Diyarbekrê hatine? Ma hûn ji çiyan hatine? Hûn ji ku hatine min fêhm nekir, hûn çi wek peppûkan dinerin û li çepikan naxin“ filan û bêvan. >>>>>

 

Belqityo bi 120 milyon dolarî tablo kirîn

 

Bengîn Elegez- 19/05/08-Moskova- Dibêjin „haya zikê têr ji zikê birçî tune“. Îcar ev jî mesela me û milyarderê Rûs Roman Abramovîç e.

   Mêrik rabûye bi 120 milyon dolarî çend tablo kirîne ku di nav wan de tabloyên Lucîan Freud û Francîs Bacon jî hene.

   Ê law hey malxirab, ma go te 120 milyon li feqîr û fiqaran belav bikira ne bixêrtir bû oxlim? 

   Ê çi fêde, de bila Stalîn sax bûya û tu bibûya milyarder! Bi namûs wê qiraseyek wisa bixista te ku qarewara te di ezmanê heftan re derketa.

   Pûtîn e, ew jî destebrakê te ye ma ezê bêjim çi…..

 

 

 

 

 

Hûrik hûrik bireşîne mîsyö!

 

Cemîl Cewher- 02/06/08-Hewlêr- Başûrê Kurdistanê ji gellek dewletan re bûye hola lotik û zîtirkan û ha ha balyozxaneyên xwe vedikin. Hetta hinek dewletên ku hetanî berî çend salan dijminatîya Kurdan jî dikirin, îro ketine dora vekirina balyozxaneyên xwe. Dev ji wan jî berdin, dagîrkerên Kurdistanê jî konsolos û balyozxaneyên xwe li başûr vedikin û dixwazin di pêşeroja herêmê de bibin xwedî rol û gotin.

   Werhasil, dinya menfeet û berjewendîye brê min, kes ne aşiqê çavê kesî ye. Bi saya xwedê û petrola Kurdistanê, emê temamê dewletên dinyayê bikşînin başûr ka bê çawa dibe.

    Dibêjin Fransayê jî balyozxana xwe li Hewlêrê vekiriye û wezîrê derve ê Fransayê di vekirina balyozxanê de gotinên xweş, lotikên germ avêtine derûdorê. Mîsyö Bernard Kouchner ji kêfa re beroşek hêsir û gilolîk barandine û gotiye:”Kaka ciyan, ruhekem, dilekem. Bila Kurdistan ji Erebên qûnek re bibe model û nimûne. Bijî Kurdistan, bimre koledar, kîne em! Em in Fransî, nîv têr û tazî, bêhna petrolê kete pozê min, va ez hatim vir hûn in canê min” filan û bêvan.  

   De neyse, law mîsyö Nernard efendî! Hûrik hûrik bireşîne qardaşim, wê libên garisê Fransî di diqirika me de bimîne haaaa...!

 

Melayên rîhbihost heyfa xwe hilanîn

Mıhemed Dewran- 01/06/08-Berlîn- Êdî bûye adet. Ji bo ku keşe û melayên bajarê Berlînê nêzîkî hev bibin û tirr û fisên hev nasbikin, hersal bi hevre maça fûtbolê dilîzin.

   Herdu salên çûyî keşeyan tirr ji melayan berdabûn û doxîn li wan anîbûn kabokê. Lê dibêjin hingî mela di nav civakê de rezîl û riswa bûbûn, bi sûnda jinberdanê sozdayî bûn ku heyfa tirr û fisên xwe ji keşeyan re nehêlin û îsal zora wan bibin.

   Werhasil, di encama lîztika fûtbolê de melayên rîhbihost 4 xol xistin keşeyan û heyfa tirr û fisên du salan hilanîn û hûn sax!

 

 

Aha ji we re mamosteyê Tirk. Gotlaq Necatî bazda ser tiştîrê

 

Çoban Sulo- 31/05/08- Dîdîm-
 
Yek caran em rastiyê dinivîsin, xelk dibê belkî LOTIKXANE ji Tirkan aciz e.

   De ha lê binerin, li vî mamosteyê karkenar, li vî kîrquzdêyê bi jin û zarû, li vê sosretê, li vê qebehetê, li vê rûdana kesanedîtî, hayhooooo!

    Ew tiştîra ku wê sala bê  Tirk şîr jê vexwin, mamoste Necati rabûye wê daye ber lotikên Tirkewarî. Kesî ev ecêb dîtiye qardaşim? NA! Niha em di wê heyrê de ne ku sala bê, ew tiştîr bizê û karikekî Tirk bîne, hingê wê Tirk bêjin, allahima kîtabima ev hikmeta Xwedê ye lannn...!
   Komela heywanhezan jî daxuyaniyek belav kiriye û mamosteyê Tirk protesto kiriye.
   Dema şivanan dît ku wa ye bizinek wan bi darekê ve girêdayî ye û yek jî ji pişt ve lotikan li tiştîrê (bizina dusalî)  dixe,  ew li ser sûc girtin, xeber dan cendirmeyan û tevî beytar Enver Genç hatin bizina reben muayene kirin. Dîtin ku Necatiyê 60 salî reppê xwe tê de sar kiriye û heta malsexla herisandiye.
   Mamoste Gotlaaq Necatî bi jin e û bavê zarûkekî ye. Lê pistî ku dadgehê ew berdaye, havîngeha xwe hêlaye û ji DIDIMa rengîn çûye devereke nenas da ku îcar namûsa mîh, ker û pisîkan jî biherimîne.

   Weyla kerê min di qûna te gao erê welle û hew!

 

Beranê kol!

 

Serdar Mirad-31/05/08-Amed- Hûn jê hez dikin yan nakin nizanim, lê bi namûs ez bi xwe jê hez dikin qardaşim. Mêrik Kurd e û hem jî Kurdekî qirase ye, beranê kol e. Kî? Osman Baydemîrê me lo, serokê şaredarîya Amedê ha, wîî!

   Osmanê me helwestên wilo Kurdewarî datîne, gotinên wilo Kurdewarî dibêje ku meriv dimîne ecêbmayî û carna dipirse:”Yaw babam çi îşê vî Kurdî di nava DTP de heye qardaşim?”

   Werhasil, ew di nava DTP de be yan di nava partîyek din de be ferq nake, lê ez wek îmana xwe zanim ku Osmanê me xalis muxlis Kurdekî temam, welatperwerekî xwedî îman e.  Neyse, dibêjin di sempozyûna Navnetewî a Ehmedê Xanê de Osmanê me rabûye gotiye: >>>>>

 

Pismamên me di kûranîya daristanên

Brezîlya de hatin dîtin

 

Pîrkemal- 30/05/08-Lotikxane- Li ser bext û namûsa çapemenîyê be, dibêjin li Brezîlyê di nava daristanên xewle de qebîle û eşîrek 30-40 kesî hatiye dîtin. Qey gava helîkopter di ser wan re difirin, ew jî bi tîr û kevanên xwe êrîşî helîkopterê dikin û dixwazin helîkopterê bikujin û goştê wê bixwin. Yanî, ji wan weye ku helîkopter teyrekî baz, bet, yan jî qulingek e.

   Îcar çi hat bîra min hûn zanin gelî xwendevanan?

   Dîsa li ser bextê xelkê derdora Bîngolê û Dêrsimê be, rojekê ciwamêrekî Bîngolî ji min re gotibû: ”Di dema şerê Şêx Seîd û Seîd Riza efendî de tiyaran (balafiran) herêm bombe dikirin. Rebenê xelkê herêmê jî qet tiyare nedîtibûn û nizanîbûn bê ev çi teba û heywanat e. Werhasil, îcar tu nabê gundî li hev kom dibin, çek, sîleh, dar û bivirên xwe dixin destên xwe û dibêjin:”Kuro zû wê heywana ecêb bigrin. Ev celeb heywan li herêma me peyde nabin, emê wê bigrin û hêkên wê têxin bin kurkê” û êrîşî tiyara ku bi hezaran mitro li ezmanan bû dikirin.

    Îcar gelo ev qebîla ku li Brezîlyê bi tîr û kevanan êrîşî helîkopterê dikin û dixwazin wê bigrin, ne pismamên me bin qardaşim? Yaw ew ne ji derûdora Bîngol û Dêrsimê çûbin nav daristanên Brezîlyê? Hella hellaaaaaa.....!

Em wek Gulcan xanimê jî nayên

Kextalî Osman- 30/05/08- Kexta- Dibêjin xwedêteala gotiye “Rabe ez bi te re”. Îcar xaltîka me Gulcan Ozîlçî jî 15 carî rabû û ket, lê cara 16an xwedê bi destê wê girt û ew rakir.

   Gulcana 38 salî tam 15 carî bi hemil bû û her 15 caran jî zaroka wê ji ber diçû û dimir. Lê xuyaye di cara 16an de zilamê wê nîşana xwe baş girtiye û hedef şaş nekiriye. Di cara 16an de dîsa za û keçikek wek berfa serê Çiyayê Nemrûdê jê re çêbû û navê wê kirin Zeyneb Nûr.

   Çima min behsa vê meselê kir? Divê insan bide du meqseda xwe û zû bi zû teslîm nebe, bê hêvî nebe. Îcar ez dibînim gellek ji siyasetmedar û qaşo serokên me dev ji meqsed û armanca xwe berdane, bê hêvî bûne û rabûne dane dû daxwaz maxwazên biçûk û virt û vala.

   Ê qardaşim, we Kurdistana serbixwe avêt dera han. We Yekîtîya Kurdistanê avêt dera din. We her nirx û pîrozîyên gelê Kurd ji hev çirvirandin. Niha we daye dû qûna Kor Mistoyê Selanîkî, ma hûn ji Gulcan xanimê jî fedî nakin qardaşim? Qey xîret û berxwedana Gulcan xanimê jî bi me re nemaye babam?

   Kuro lawo berxwedan, berxwedan! Yan hero û yan mero babaaaaa!

Bijî berxwedana galonan!

Bavê Nûbar- 30/05/08-Hekarya- Dibêjin li bajarê Wanê taxa Hecî Bekir, ev çend salin arêşa avê heye. Ji ber ku kesên wê taxê piranî ji gundan hatine û hinek ji wan nikarin heqê avê bidin, şaradarîya bajarê Wanê bi hinek hecetan avê li ser wan qut dike.

   Ev heyameke dîsan av li ser wan hatiye qutkirin. Ji bê avî  hem kesên xwedî dar û bexçe darên wan xişk bûne, hem jî zarowên wan spihî bûne. Her çend helkê taxê çend caran mureceet kiribin jî, lê beledîyê ew xapandine. Soz ji wan re dane, lê ava wan dîsa neberdane.

   Xelkê taxê (piranîya wan jin û zarok ) jî ji bêçareyî  galonên avê girtîne destên xwe, li nava kolan û sûkên Wanê meşîyane.Heta derîyê şaredarîyê hatine. Li ber derîyê şaredarîyê galonên xwe wek derwêş û sofîyên mala şêx kirine def û elbane û lêxistine. >>>>>

     

 Bersivek ji bona şanoger Selamo

 

 KÛSÎ Û TEYRÊ BAZ

 

 

Mahmûdê Bûbê /29/05/08-

 

Dibêjin eger ku baskên kûsî çêbiba, wê bi teyrê baz re bifirya.
Lê rastî tim rastî dimîne. Lewma jî kûsî her timî li kenarên çeman û golên kufnikgirtî dijîn. Û teyrê baz jî li ser serê çiyayên bilind û li nava asîmanên şîn serbest û azad fir û perwazan dide!
   Belê, di roja 26.05.08 de  SELAMO di bernama rojbaş Kurdistan de bi awayekî tunde êrîşî şanogerê bi nav û deng Bavê TEYAR û koma wî ya sanogeriyê kir.
Xwedêgiravî Selamo xwe weke sanogerekî dibîne, lê ne li ser bextê min be!
   Selamo di vê dema dawî de çû Kurdistanê û bi cavên serê xwe dît ku filimê Bavê TEYAR di her malek Kurd de heye û bi sedan car dubare lê guhdar dikin!
   Ev yeka jî xuyaye li xweşiya Selamo necûye, di dilê xwe de gotiye weyla xwelî li serê minbe, evqas îmkan û derfeta ku di destên min de ye dîsan jî ez nikarim bigêjim toza Bavê TEYAR kuro!
>>>>>

Çi ji pakêta Recebo derket?

Bêrîvan Al- 28/05/08-Mardînqapî/Amed- Dibêjin "terîya sa rast nabe". Yanî, tu terîya sayekî (kûçikekî) heft salan têxi qalib û jê derxi, dîsa wek xwe dimîne. Îcar ev jî mesela me û rayedarên dewleta Tirko ye. Hilbijartinên herêmî nêzîk dibin û serokên partîyên Tirko yeko yeko berê xwe didin bajarên Kurdistanê. Çima? Ji bo dîsa Kurdan bixapînin û bi pakêtên virt û vala me gêjo-mêjo bikin. Îro Recebo hat, sibê Denîzo tê û dusib jî Dewleto, Hirço û Keftaro.

   Ez serê we neêşînim. Ji zûde min ji Lotikxanê re nenivîsandibû. Ma yabo siyasetmedarên me dihêlin? Em bûne wek mirîşka gêj bavê mino, wîî! Me xwe li Lotikxanê û Kurdperwerîya wê girt lê li xweşîya hinek alîyan neçû. Rabûn kozik û kemîn danîn pêşîya me çend lotikvanan û ji me re gotin "hûn îlkel mîllîyetçî ne - neteweperest in, Lotikxane ruhê Kurdayetîyê di dilê we de geş dike, serê we dişo û dike wek çeqilmast" filan û fîstan.  >>>>>

Malmîrato dosya NATO kir qurbana lotikekê

Kevîn Kurdson- 28/05/08-Kanada- Yaw ev lotik çi tînin serê kurê ciwamêran pekkkk! Ne aqil bi meriv re dihêlin, ne taqat û ne jî fîşekan.

  Dibêjin wezîrê xaricî ê Kanadayê mîster Maxîme Bernîer çûye serdana kevnedosta xwe Jûlîe Coullîard xanimê û pêre ketiye kêf û laqirdîyan. Yek ji vir û yek ji dera han, herdu rabûne hev, wek ciwange û çêlekên nav garanê hevdu gevizandine û dest bi lotikên Kanadakî kirine.

   Werhasil, piştî ku hevdu wek sêva xerabe nermijandine û tirr di wan de nemaye, mêrik dosya ku agahdarîyên dewletê û NATOyê têde ye di nav şeqê jinikê de ji bîr kiriye û destevala çûye wezaretê. Julîe xanimê jî ew dosya û agahdarîyên neyînî (agahdarîyên sirrî, veşartî) eşkere kiriye û lotikek bêîman li wezîr efendî xistiye. Ji ber vê sedemê jî wezîr efendî dest ji wezîrtîyê kişandiye û li qûnê rûniştiye.

   Neyse, wezîrê xaricî Maxîme Bernîer efendî wezîrtîya xwe li ser lotikekê kir û strana “Lo me çi kir me çi kir, me xwelî li serê xwe kir” got lê fêde nekir. Fêde nekir ji ber ku êdî hasil gihabû Mûsilê û lotikên Julîe xanimê tirr jê berdabûn wesselam!

   Îcar, bi a Lotikxanê bikin û vê qewîtîya me ji bîr nekin: Gava hûn çûn dizî û seyrana lotikên xanimên germik û nermik, dosya-mosya bi xwe re nebin qurban. Gerçî tu gûyekî bi dizî di dosyayên partîyên Kurdan de nemaye lê de neyse....

Flaaaaaaşşşşşşşşşşşşşşşşşşşşşşş!!

Hêk li Amedê qedexe dibin

Hejarê Amedî-27/05/08-Amed-

Dema mirov amadekariyê serdana Serokwezîrê Tirk Erdogan ya ji bo Amedê bibîne, mirov nas dike ku rêveberek dagirker derbasî bajarek dagirkirî dibe. Ji seatê serê sibê de hemû riyên ku wê Erdogan têr derbas bibe hatine girtin.

   Bi hezaran hêzên dewletê yên taybet hatine bicîh kirin. Bi hezaran polîs li hemi kolanên sereke hatine bicih kirin.

    Di seatên serê sibehê de 40 hevalên DTP hatin girtin, di nav wan de serokê Sura Amedê û çend rêveberên din.  Ji ber di dema lêgerînê de hêk û bacanê sor bi wan re hatin girtin. Hey mala we ne ava û hew!

   Kuro lawo ev dewleta Tirk çavsor bûye , heta bi hêka dike tawambarî û dibe ku ji îro şûn de kesê ku hêka pêre bigirin ji “yardim yataklik”ê bê dadgehkirin ellahwekîl!

   Îcar qardaşim, ji îro û pêde hêk û bacanên sor bi xwe re negerînin. Di şûna wan de keleşkof û mitralyozan bigerînin. Qe nebe gava hûn bên girtin jî xelk nebêjin “filankeso ji ber hêk û bacanan hat girtin wîî cîgerlerim!

De ka bêjin, hûn zanin Serokrezîl çima tê Amedê?

Qosarî- 27/05/08-Amed-

Yaho mirov gava meşhûr dibe jiyana mirov çiqas zor dibe. Ez wê rojê li şanoyê rûniştî me, wek hercar min dest bi qonferansa xwe kiriye. şanogerê din jî li min guhdar dikin. Hew min dî telefona min a mobîlê lê xwist. Di nîvê qonferansê de kuro… De min wer şerm kir nayê gotin.

   Neyse, min vekir. Axaftin bi şeklî çêbû.

-          -Alo ez Reco,  Kasımpaşalî lan!

-          -Ez jî Qosari, ji taxa Baxleran, çiye tu çi dixwazi cîgerim?

-          -Qosari abê, ez bi qurbana te bim. Bûk di çavê min de hatiye, dibêjin li wanderan yên ku di çavên wan de bûk tên diçin cem jinek ku bi pismamê xwe re zeviciye. Ew jin jî serê guliyen xwe di çavê kul de bide rehet dibe.

-          -Êê…?

-          -Abê, gelo Pîra Emo dikare serê guliyê xwe di çavên min bide, tu kesekî navdar i, dibe te neşkîne?

-          -Lan oxlim Reco, ma qey tu nizani ? >>>>>

Jîgoloyên Kurd

Jîgolo Misto- 26/06/08-Antalya- Belê, Havîn hat û dîsa tûrîstên Ewrûpî berê xwe didin Tirkiyê. Bi taybet jî bajarê Antalya ji van tûrîstan re bûye hêlîna gan û lotikan. Piranîya tûrîstên ku tên vî bajarî jî jinên Ewrûpî ne. Çima hûn zanin? Lotik!

   Li gora lêkolîna ku rojnama Elmanî Dîe Welt kiriye, derketiye holê ku piranîya jinên Elman jibo tatmînkirina xwesteka zayendî (jibo lotikên seksê) tên Tirkiyê.

   Rojnamê cîh daye dîtinên xortekî Kurd bi navê Erkan ku bi xwe wek Jîgolo (mêrê ku bi peran xwe difroşe jinan) dixebite. Yanî, qehpemêr e ha, we fêhm kir newlo!

   Werhasil, Erkanê me ji rojnamê re dibêje:>>>>>

Ez şeytanqûnî bûme

B.Ronahî-25/05/08-

Girêdayî qeza Çelê ya Hekarya, gund û eşîrek Pinyanişîyan bi navê  Marîfan heye. Xelkê wê deverê mirovên gelek esebî ne. Hind esebîne ku tevahîya eşîrên derdora Hekarya hivza xwe ji wan dikin. Dikarin jibo tiştekî biçûk teşqelên mezin bînin serê dijberên xwe. Her weha di hemi waran de gelek jî paşta mane. Lê kelepûr û çanda Kurdayetîyê hêj jî bê kêmasî diparêzin. Heta niha jî di dawetên wan de estûremant nayên bikaranîn. Dawetên xwe bi stranên devkî li dar dixin. 

   Silêmanê Marîfanî  yê heftêsalî û kurê xwe Îslam ji ber jin revandinekê ketibûn girtîgeha Cûlemêrgê. Îslam bibû çayçêkerê girtîgehê.  

   Bavê wî  yê heftêsalî her roj êvaran şîr vedixwar û spêdê radibû ji kurê xwe re digot: “Bo min ava germ bîne, ez şeytanqûnî bûme” (cenabet bûn).  Qardîyanên girtîgeha Cûlemêrgê >>>>>

Zarokên wan jî li wan tên

Mûsayê Çerkez- 24/05/08-Zonguldax- Ji berê de dibêjin „ Çêlîkên mara bê jehr nabin“. Îcar zarokên Tirkan jî li wan tên brê min. De ji xwe re binerin bê keçika 16 salî çawa ji bo xiyarê qûnekekî dêya xwe dikuje.

   Li bajarê Zinguldaga Tirkiyê, keçika bi navê T.Y.B (16) dil dikeve qûnekê Osman D. ê 37 salî. Hingî av li keçikê geryaye û lê rabûye, çavê wê tiştekî din nabîne. Ji xiyar û tirozîyan pêve tiştekî din nayê ber çavê wê.

   Radibe dema dêya wê ne li malê ye, Osman D dike hindur û kurp û hey kurp, hevdu didin ber lotik û zîtirkan. Yanî, tirrê ji hevdu berdidin û hevdu dinermijînin. Tam di wê kelakela lotikan de dêya wê dikeve hindur, dibîne ku çi bibîne. Osman efendî ketiye ser zikê qîza wê û çawa wê wek goka nav lingê Maradona dibe û tîne.

   Werhasil, keçik û yarê xwe radibin dêya keçikê Gulîn Guneş didin ber kêran, wê dikujin û dibin daristanê wê dişewitînin.

   Îcar hesab li cem we gelî lotikvanan. Keçek rabe dêya xwe ji bo xiyarekî bikuje û bişewitîne! Ma ev karê insana ye qardaşim?

   Kî kare vê hovîtîyê bike? Zarokên Virqooooooooooooooo!  

 

Xîret di pozê wan de nemaye

 

Firildeq Elî- 24/05/08- Aksaray-Stenbol- Rehmetîyê Azîz Nesîn digot:"Ji sedî 60 ê milletê Tirk ehmeq in". Îcar nivîskar û çapemenîya Tirko Azîz Nesîn kiribûn wek golikê nav garanê û ji ber vê gotina wî ew didan ber lotik û pehînan.

   Piştre, berî bi heyamekê îcar nivîskar Îlhan Selçûk rabû nivîsand û got:"Min berê ji Azîz Nesîn bawer nedikir. Lê niha ez bawer dikim ku ji sedî 60 û hetta zêdetirê Tirkan ehmeq in" filan û fîstan.

   De îcar li rewşa partîya DYP (Dogrû Yol Partîsî) binerin hûnê bibînin bê gotinên Azîz Nesîn çiqasî rast bûn. DYPî nikarin ji nava xwe serokekî derêxin. Ji ber ku zilam di nav wan de nemane û tev qûnekên xesandî ne, îcar rabûne bi pankart û sloganan çûne devê derîyê kevneseroka xwe sayin qûnde Tansû Çîller xanim û xwe jê re kirine cillik ku dîsa vegere serokatîya wan bike. Tansû Çîllerê jî gotiye:"Min hûn tev xesandine cewriklerim, ez jin û hûn jin, ma wê kî têxe kê lan!" û serokatî qebûl nekiriye.

   Werhasil, Tansû Çîller ji ser pişta van ehmeqan bû trîlyoner, bû qesasê serê bi dehhezaran Kurd û insanên bêguneh. Lê hîna jî hinek qûnek dixwazin wê bikin seroka xwe kuro, hooooweeeehhhhh! Wey ez di aqilê we de bimîzim erê welle!

 

Mêrik bi şev jî berçavka xwe dernaxe

 

Av.A.Dîlan- 23/05/08-Enqere- Wek berî niha Lotikxanê gotibû, mîkrobek ji mîkrobên canfedayên Lotikxanê xwe di çavekî serokwezîrê Tirkiyê sayin Erdogan de teqandibû û çavê wî kiribû wek zotika mirîşkê. Îcar mêrik ne bi şev û ne jî bi roj berçavka reş ji ber çavê xwe nake û hevdîtinên xwe jî bi berçavkê dike.

   Dibêjin di serdana serokdewletê Awistirya birêz Fîşher de jî berçavka xwe dernexistiye. Di hevdîtinê de tevzînok bi laşê Fîşher ketiye û ji berçavka wî tirsiyaye.  Dibêjin Fîşher ji jina xwe re gotiye:"Keçê qirikê, nemayê, ev Erdogan bûye wek serokê mafya bavo, wîî! Wille û bille ziravê min jê qetya yaw" û tirsa xwe anîye zimên.

Erêêêê erêêêêê....Heçê mafê Kurdan binpê bike ev tofan tê serê wî ha cîgerimmmmm!

 

Serê du beranan di beroşekê de nakele

 

Mihemed Soran- 23/05/08-Silêmanî- Em Kurd ecêb in. Gava tiştekî ku em pê dakevin nemîne, îcar em radibin bi hev dikevin û gora hev dikolin.

   Werhasil, dibêjin pirsgirêkên nava YNK serî hildane û xwe dane der. Bi taybet nîqaş û devavêtina navbera kak Newşîrwan Mistefa û kak Mela Bextiyar bûye wek şerê navbera Georg Bûşh û Ûsama Bîn Ladîn. Herkes dibê ez û ez. Çima?

   Xwedêgiravî Newşîrwan Mistefa 15 milyon dolar ji YNK biriye, pê weşanxane vekiriye filan û bêvan. Newşîrwan jî xwedêgiravî gotiye: “Ez şirîkê hertiştê YNK me baba, min can û malê xwe di ber YNK de daye, heqê kesî tuneye zimanê xwe dirêj bike” filan û bêvan.

   Neyse, dibêjin Mela Bextiyar jî ketiye kozik û çeperê û xwestiye ku bersiva Newşîrwan Mistefa bide, lê boxê berana kak Kosret Resûl Elî destê xwe li masê xistiye û gotiye.”Stoooppppppp! YNK malê her Kurdê wepatperwer e kaka, mafê tukesekî nîne ku YNK parçe bike û tifaqa navbera YNK û PDK xira bike. Min aciz nekin yan na ezê serê we li binguhê dîwaran xim haaaaaa!” filan û bêvan. >>>>>

Ne sar li me tê û ne germ cîgerim!

Cilêtçî Mihê- 22/05/08- Melikehmed- Yaw qardaşim, bi sê telaqan heger medya Kurdî bide dû me Diyarpaxirlîyan wê qûş lê biqete. Cîgerlerim, em Diyarpaxirlîler çirto-virto ne. Em karin rojekê ji Demet Akalina dêlik hez bikin û roja din jî em karin cilêt û ûstûra bavêjin xavika zikê wê. Neyse cîgerlerim, gurçik û kezeblerim, mesela min dîsa li ser wê dêleqûndeya Demet xanimê bû.

   Berî heyamekê Demek Akalin xanimefendîlerî hatibû Amedê. Em Diyarpaxirlîyên ehmeq û tiredînî jî me da dû qûna wê, me ew li ser kolînka xwe, li ser ereban kir û em jê re bûn kurtan, merş û hesîl. Îcar niha jî xanimefendîyê Diyarbaxirlîyan wek "gundî, hirç û hov" bi nav dike. Wey aferîn Demet xanim!

   Wille, bille û tille xebera te ye qizim. Ma go em Diyarpaxirlî ne ehmeq bûna, em ji te re dibûn kurtan yawrûmmmm!

   De ji xwe re li wêne binerin û bêaqilîya me Diyarpaxirlîyan bibînin sayin Lotikxane oquyicîlerî. De bajoooonnn kekê min bajoooooonnnn!

Ew jî pakêt kirin

Miradê Torî- 22/05/08- Parîs- Pakêtkirina serokên rêxistin û partîyan bû mode. Berê ji serokê PKK A.Ocalan re digotin „hat pakêtkirin“. Îcar niha jî serokê ETA ê Francîsco Javîer Lopez Pena (Thîerry) hat girtin û bi kartonan pakêt kirin.

   Dibêjin cendirmeyên Frensî wek bayê xezebê girtine ser çeper û kozika Francîsko û berî go fîşekê biteqîne tirr jê berdane. Francîsko Javîer Lopez Pena ku wek „Thîerry“ dihat naskirin, ji 1996an û virve serokatîya rêxistina ETA dikir û şûr simbêlê wî nedibirî.

   Dibêjin ev dinya ji Siltan Silêman re jî nemaye. Helbet wê rojekê Francîsko di qulikekê de bihata girtin. Lê qey ecelê wî katibû û rebeno zû ket xefkê.

   Werhasil, dibêjin niha ETA ji xwe re li serokekî digere heyran. Heçê bixwazin bibin serok û general, bila serî li ETA xin.

   Bi taybet serok û generalên rêxistin û partîyên bakurê Kurdistanê li kolanên Ewrûpa cirîtan davêjin. Bila serî li ETA xin qe nebe ji pîvana kuçe û kolanan xelasbin babam!  

 

 

Doxîna Hecî Heyder

Hesê Belê-02/06/08-Amed- Di mezra Hûrig a girêdayî gundê Qenîştê (girêdayî qeza Hênê ye) bi navê Hecî Heyder mirovekî hêja dijîya. Rehmetî mirovekî pir qencîxwaz û lihevragir bû. 

    Sal 1991 bû. Rewş tevlihev bû. Pevçûnên di navbera eskerên dewletê û milîtanên PKK de bi xurtî berdewam dike. Esker jî kerba xwe di serê hemwelatîyên sifîl re derdixe.

    Bi ser de wê rojê hilbijartin heye. Rengên Kurdî di serê govendê de ye. Rengên kesk, sor û zer li ku dibînin êrîş dikin. Hetta demekê guhertina rengên lempên trafîkê jî hatibû rojevê. >>>>>

 

Rehma Xwedê li te be Şêxê min!

 

01/06/08-Welatperwerê Kurd Şêx Maşûqê Xiznewî di 10.05.2005an de ji alî rejîma xwînxwar a Sûrîyê ve hat revandin û di 01.06.2005an de bi hovîtî hat şehîd kirin.

   Em wex xebatkarên Lotikxanê wî bi bîr tînin, serê xwe li ber wî ditewînin û ji malbata wî re sebr û selametê dixwazin.

   Dara azadî û serxwebûnê bi xwîna şehîdên Kurdistanê tê avdan. Wê rojekê dijminên hov di wê xwîna şehîdên pîroz de bixeniqin û wê ahê gelê Kurd ji wan re nemîne.

   Bila ciyê wî bihuşt û rehma xwedê lê be.

Çû seferê hat dîsa ê berê

 

FÛAD SÎPAN

 

Almanya, 31.05.2008

 

 

Sernivîs ji gotinên pêşiyên me ye. Pêşiyên me helbet ev pend ji ber sedemekê afirandine û ji wan kesan re gotine, yên ku bi sal û deman ji dîroka xwe, ji tecrûbên xwe, ji kar û xizmetên xwe ders dernexistine û her dem bi îsrar şaşîtî dubare kirine.

    Apocî û hin kes ji çepên Tirk di 26ê meha Nîsanê 2008-an de li Almanya (Düsseldorfê) civînek ji bo îlana damezirandina Meclîsa Aştiyê ya Ewropa amade kiribûn. >>>>>

 

Dermanxana xweristê-3

HÊRO

 

  ALCEA  KURD’ICA

B.Jîndar- 31/05/08-Colemêrg-

Hêro kulîlkek bêar e. Li devê rêyan, li bedenan, li ber devê avan û hwd. hêşîn dibe. Bejna wê 100-200 cm bilind dibe. Di mehên hezîran, tîrmeh û tebaxê de xweristê rengîn dike.

   Li dinê 20 an zêdetir cûreyên wê hene. Li Kurdistanê kêmanî 5-6 cûre ne. Kulîlkên wê  ji alîyê rengan ve sorê tarî, sorê vekirî, peyazî (penbe) yê vekirî , peyazîyê tarî , binevşî ( mor) yê tarî , binevşîyê vekirî û spî  ne. Bizin û mêşên hingiv zehf jê hez dikin.

    Navê wê yê zanistî Alcea Kurdica ye. Lê Tirkan ev navê ulmî dera hikmê wan lê dibe, ji tirsa ku Kurd pêve heye qedexe kirine. Derveyî navê Hêro yê navneteweyî, navên 80 kulîlk, gul, gîya, pincar û darên ku Kurd, Kurdistan û Kardoxe, hemi ji alîyê Tirkan ve  hatine qedexekirin. >>>>>

Sersaxî

  Mirina mamoste, M.Şerîf Muştak em xemgîn girin. Çima ku mirina Kurdê ronakbîr û xebatkar, li ser doza tevgerê tesîrek mezin dike. Bi van ramana, em dibên bîla serê gelê Kurd, malbata mamoste muştak û dostê wî sax be. 30/ 05/ 2008

 

                    Serokê Rêvebirîya Kurd-Kavê

                               M. Celal Baykara

  ----------------

Başûr an jî em Kurd, azadiyê heq dikin?

Brahîm Xelîl Sirûcî- 30/05/08-Stenbol-

Pir caran ez li ser rewşa me Kurdan, a ku em anha di navde ne difikirim. Pir neheqî ji aliyê dijminan ve li me hatiye kirin, tehde, zilm, kujtin, talan. Ev tiştên ku li me hatine kirin-ne bi xezeba qandî ê me- lê bi şiklekî li xelkên dî jî hatiye kirin. Bes a ku li me bûyî xezeb e, ecêb e, tu lê difikîrî, mêjîyê te disekine, tu ji insaniyetê rik digrî.

    Ev tiştê ku min weke xezeb bi nav kir, sebeb bi raya min em bixwe ne, yanî ferqa trajediya hatî serê Kurdan ew e ku sedem piranî Kurd bixwe ne. Bi navekî dî; Kurd liyaq in, Kurd vê heq dikin. Kurd ew Kurdin ku tu li wan û serboriya wan dinêrî, nabêjî “heyf”, gelek caran dibêjî “misteheq”. >>>>>

Ew jî qûnek derket, hayhoooo!

Bengîn Elegez- 29/05/08-Moskova- Wek hûn zanin, di eroîzyona stranên îsal de Rûsya bû lotikvanê yekemîn û welatên din dan ber lotik û zîtirkên Rûsî. Dîma Bîlanê ku stranbêjê grûpa Rûsî bû, ji kêfa re vitvit bi qûna wî ket û wextî bifirya. Lê piştre çi bû?

   Derket holê ku mêrik qûnekekî temam e û di malperên qûnekên înternetê de xelk li ber wêneyên wî ji xwe berdidin ( bi xwe xweş tînin). Li ser bextê Gorbaçov be, dibêjin rayedarek nemaye ku xwe li Dîma Bîlan neceribandiye û tirr jê bernedaye.

   Lê menajerê wî dibêje:“Li ser bextê min û bavê min be derew e. Jina min ji min berdayî be Dîma beg ne qûneke bavo, wîî! Ma go qûnek ba min av lê vedixwar kuro, minê hilê wî li milê wî bikira û minê bi lotikekê bihişta ku per û bask pêve çêbibin ellahwekîl!“ filan û bêvan. Werhasil, >>>>>

Ha bûk û zava, hûnê daweta xwe li ku çêkin?

Serwer Alî- 28/05/08- Dibêjin di navbera Îran û Sûriyê de lihevhatina ewlekarîyê hatiye îmzekirin. Ango, wê herdu alî di warê ewlekarîyê de bi hevre lotikan bavêjin û wê li ser hev qebûl nekin.

   Li ser bextê fitne û fesadên kolanên Îran û Şamê be rebbî, dibêjin di navbera serokê Îranê Ehmedînejad û serokê Sûrîyê Beşarê qirikelokî de hezkirinek pir mezin destpêkiriye û hetta dibêjin bi şev di odeyek xalî de hevdu digevizînin.

   Werhasil, bûk û zavê me di demek kurt de daweta xwe lidar dixin. Îcam em nizanin ne wê daweta xwe li Tehranê çêkin ne li Şamê?

   Ji ber ku hevalê me Corc Bûşh bela xwe ji wan venake, dibêjin wê daweta xwe bi dizî li Lubnanê çêkin.

   Haaaaaa, dibêjin wê serokê Hamasê jî mehra wan bibire ellawekîl!

   Ne li ser bextê me be yabooooo!

Du lotikên Kurdewarî

Cembelîyê Botî- 28/05/08-Hekarya-

Kurdan du lotikên Kurdewarî û mêrxwasî avêtin. Ya pêşî li Hekarya li polis û cendirman xistin.  Li hemi bajar û bajarokên Kurdistana bakur, ji 1991 û vir de li ser emrê dewletê di bin qontrola walî û qeymaqaman de sazîyên îhlakirin mafê mirovan hatibûn damezirandin.

   Ji ber ku di nav rêvebir û endaman de  mecbûr kiribûn ku berpirsên polîs û cendirman hebin, xelkê serî lênedidan û nediçunê. Lewre jî, kar nedimeşîyan û derîyê wan tim girtîbûn.

   Ji ber ku  dera supa û polîs lê bin wê xelk çawa gilîyê wan bike û li heqê xwe bigere? Lê li Hekarya di vê civîna do de Cûlemêrgiyan pêhnek li qûna polîs û cendirman xistin û ew nebijartin. Lotikek  Kurdewarî û mêrane li wan xistin û bavê wan berdane qûna wan. >>>>>

Amûdîya doxîn li Qereçîya sist kirin

Zagros Osman-27/05/08-Amûdê-

 Tê bîra min ku qereçî li mala digeriyan, geşta xwe dixwestin, geşt savar û ard bû ne pere bûn. Tev ku qereçî bêcirbûn û xerabiyên wan hebûn, lê ewana xwedî namûs bûn. Tu cara xwe nedifrotin, zilama xwe di wan re nedidît, kê wêrîba destê xwe bavêje wan, erzka wî dişkenandin û ew dihetikandin.

   Wisa qereçiya namûsa xwe diparastin ta ku guhertin ket jiyanê, guhertinek ne li gorî qereçiya hatibû. Geşta ku didan hev nema bi kêrî wan dihat, nan û ava wan nema derdixe, her tişt bûye bi pera, qereçî bê perene.

   Ji bo ku karibin jiyanê de berdewam bikin pêwîste ew karekî din ji xwe re bibînin, pera jê bînin.  Nexasim di vê sala xerab de xweda ji jor de zuha dike û hikûmet ji jêr de  bûha dike . >>>>>

Bernaso çavê Bavê Ronahî maç kir

Cîgerim Lotikxane,
Îcar ez dixwazim serê xwe bidim Bavê Ronahî û wî carekê paç bikim.
   Ji kerema xwe li şûna min jê re bibêjin, Bernaso jibo te jiyaneke dûr û dirêj daxwaz dike. Herweha jê re bibêjin ku diya Bernaso û xaltîka wî ya kafirî Îpê xanim ji mele û derwîşan zêdetir bo wî diayên qedîm dike.

   Ji bîr nekin haaa, diya min dibêje:

” Heya lawikê min Bavê Ronahî hebe, pişta Kurmancî xwe li erdê nade û ewê derkeve ser Tirkîya xwînheram”. Û paşê jî got: “Bila min zêde hêrs nexe û binivîse!”
   We mebesta diya min fam kir, ne wilo?
Ê de hurmet û fêlan û bêvan
Bernas'ê we yê Kurmanc. 27/05/08

Ê de bajoooooo!

Hesen Keleş- 26/06/08-London- Xaltîka me Leyla Zana li Londonê da navê, çavê xwe girt û devê xwe vekir. Di derbarê serokê KCK A.Ocalan de gotinên wisa mezin gotin ku, heçê nizanibe wê bêje qey rast e. 

   Xaltîka me di civîna Rêxistina Xwendevan û Perwerdeya Kurd (KSSO) de got ku, “Jibo insên mejî û dil çibe, jibo Kurdan jî PKK û Ocalan ew e. Ocalan jibo Kurdan jiyanek nû damezirand. Ruhê azadî û berxwedanê da Kurdên ku ji hebûna xwe fedî dikirin” filan û bêvan. >>>>>

Şanogerê Kurd Qosarî silavek da me

Qosarî- 24/05/08-Amed-

Xwendekarên birêz û ezîz. Ji îroj bi şûnde ezê li karên Huneri, wek Şano, Wêne, Wêje  û muzîka ku li derdora Kurdistanê bi kar tê anîn, rexnên xwe li ser bikim.

   Di  serî de ez vê bêjim. Ez ne wekhev im. Yanî, hineki zimançepel im. Doxtor dibêjin qirika te bê dereceye. Ez bi ber neketim. Rabû min ji bavê xwe pirsî, ji min re got “Kurê min, tu nabe tu tiştek ji ber ku hema çi tê ser zimanê te tu dibêji”.

  Ez fikirim fikirîm… Paşê min dest bi karê şanoyê kir. Ji ber ku tu karên din bi min nedibû. İjar ez bi ser jî ketim, ez li vir û xelife li Bexdê. Erê bi xwedê!… Ez diçim civatan tu kes cih nade min, lê ez baverim wê rojekê qedrê min bê fahm kirin.

   Neyse em îjar bên ser doza xwe. >>>>>

Dermanxana xweristê-1

B.Jîndar- 24/05/08-Colemêrg-

 Xwendevanên birêz! Berî niha bi heyamekê me di Lotikxanê de di bin sernivîsa PINCARÇIN de navên hinek pincaran weşandibû. Herweha me gotibû li gor derfetan emê li ser wan hebo, hebo binivîsin. Vaye em gotina xwe bi cî tînin û di bin navê DERMANXANA  XWERISTÊ de wek rêze nivîsên li ser pincar û gîyayên derman radigehînin we xwendevanan. 

    Di van rêzenivîsan de, emê dîmen û agahdarîyên li ser pincar wek: Li kîderê şîn tê, çi wext şîn tê, çi xwarin jê çêdibin, madde û mîneralên di hundurê wan de çine, ji kîjan nexweşîyan re dermanin, mirov wê wan dermanan çawa û çiqas bi kar bîne, çayê, tentûr, melhem û şirûba wan çawa çêdibe, mirov dikare çawa biparêze û hwd. we agahdar bikin.  >>>>>

Ayten xanim tirrek kir û got: Ocelan ne al, lingê min hildaye

Singê Kurkê-23/05/08-Başûrê Kurdistanê- Aytena newq sist, aqil sivik û tirtikî verşiya û jehra nava xwe berda ser rûpelên çapemeniya Tirko, tirrek kir û got: Ocelan ne al, lingê min hildaye.

   Ayten Çaçan ku ev çend salan di hembêza başûrê welat de dikerrifî û jehra mirnê ji kîs rebenên Kurdên başûr dixwar, di sala 1991ê de tevlî PKKê bûbû, hêdî hêdî bênamûsî kete serê wê û pozê wê nema şewitî. Dilê wê bijiya paxila Tirko û ji nav PKKê reviya, xwe radestî Iranê kir. Xwe di nav destê Itîlata Iranê de negirt û kela dilê wê hênik nebû.

   Xwe berda başûrê welêt, li Kurdistana Azad ji wê re gotin: “Aytin xan em li mêvanan siwar nabin, em ê nan û ava te bidin te û eger pariyek hebe tuwê digel me bixwî, û eger nebe tu jî wekî me.. tu xuşka me ye, tu şerefa me ye û divê em te biparêzin” filan û bêvan. >>>>>

 

Sersaxî

Welatperwerê Kurd  M.Şerîf Muştak çû rehma xwedê.

Em ji malbata wî re sersaxî, ji dost û hogirên wî re sebir û selametê dixwazin. Bila serê milletê Kurd sax be

Lotikxane

 

 

 

 

 

 

 

 

Çavê wî bû wek zotika mirîşkê

Ehmed Beyan- 22/05/08-Enqere- Dibêjin "Ahê vî destî ji destê dinre namîne". Îcar xuyaye ahê Kurdan jî ji Kasimpaşalî Recebo re nema.

   Dibêjin hingî Receb efendî derew li xelkê kiriye û sozên xwe neanîne cî,  mîkrobek ji mîkrobên Lotikxanê xwe feda kiriye û bi canfedayî xwe di çavê Recebo de teqandiye. Ev heftake ku çavê wî ê rastê ji derba mîkroba Lotikxanê bûye wek zotika mirîşkê û textor bi textor digere.

   Werhasil, çavek wî çû û ma yek. Xwedê bê erê, îcar wê ew çavê din jî dîsa bi lotikên gerîllayên Lotikxanê bibe wek qûna meymûnê.

   Ê derewan li xelkê meke ku çavên te nebin zotik qardaşim, wîî!

Zarokên Ruhayî bi Mozart mezin dibin yaboooooo!

Mihemed Millî- 21/05/08-Sêwreg- De werin li vê ecêba kesanedî binerin lo. Dibêjin zarokên Ruhayîyan li ber muzîka Mozart çavê xwe li dinyayê vedikin. Xwedêgiravî ji bo zarok ji dengê tirre tirra mekînan netirsin û psîkolojîya wan nebe wek şorba nîskê, ji wan re muzîka Mozart datînin ser û dikevin xewa şîrîn.

   Ê law ma Ruhayî û Mozart? Yaw qardaşim,  îsotên tûj têxin bin balîfa wan zarokan û xelas, wîî!

   Ez dibêjim ev jî siyaseta dewletê ye we go çi? Ji ber ku sayin Ocalan di zaroktîya xwe de bi Mozart mezin nebûbû, hûn dibînin bê çi tofan anî serê Kurd û Tirkan newlo! Îcar dewlet dixwaze ji niha de zarokên Ruhayîyan bi muzîka Mozarta nermik û germik mezin bike ku sibê ew jî wek Ocalan dest bi lotikan nekin ellawekîl!

   Yan na çima Mozart qardaşim? Çima ne Mihemed Arif Cizrawî, Şivan Perwer yan Mihemed Şêxo lê Mozart ha?

   Bi namûs ez dibêjim ev elameta roja qiyametê ye û hûn sax! Law ma ciyê ku îsot lê hebe meriv li Mozart guhdarî dike babam, ma îsot û Mozart!?

De werin li vê çêlekê binerin

Metîn Mêrdîn-20/05/08-Mêrdîn-

 Lotikvana doxînsist û berdîberdayî sayin Demet Akalin çi dibêje de ji xwe ri lê binerin. Hûn çi jê dikin bikin.

   Lawo niha tu bihata xwarin meyê bigota erê welleh tü xweşiki. Lê em serê bavê te di te xin. Hey qûnekê! Diyarbekiriyan çi ji te kiriyi ha?..Te çi ji wan xwestiyi û nekirinin gewende? Kijan wextê dilê te hiştinin? Tu bi nerîna wan ne razî bi, direj li xwe ki û di direj di xwe ki keçko, wîî!
   Wilo xuyanî diki ku Diyarbekiriyan gelek lotik avêtinin Demet xanimê. Lê jê ri hindik hatiyi. Peyvek pêşketiyê me Kurda heyi dibêjin: ''Mirina biznê tê, diri nanê şivên dixwi''...
   Îcar ev jî Demet xanim i... Law ma go xezeba keko û pêxwasên Diyarbekrê li te rabi, ma melkemot jî kari te ji qirasê wan xelas biki qizimmmmmmmmmmm!

Sextekarên duyemîn

Tacdîn Baran- 20/05/08- Ewropa- Li gora lêkolîn û agahdarîyên ku di destê Komisyona Ewropa de ne, piştî Çînê Tirkiye bûye duyemîn welatê ku alav û tiştên teqlît û sexte çêdike. LI gora rapora komisyonê, ev herdu welat namûsa bazara Ewropayê anîne pênc qirûşên xerabe û bi malên teqlît û sexte dagirtine.

   Hema ji xwarin û vexwarinê bigrin heta bi qumaş û pêlav, pere û hema her tiştê ku bê bîra we. Komisyona Ewropa bal dikşîne ser van alavên sexte û dixwaze ku xelk van tiştên sexte nekirin û wek Tirk û Çînîyan nebin sextekar.

   Werhasil, ji me gotin qurban. Hûn malê sexte dikirin, malê qelp dikirin, malê çirto-virto dikirin, bi tehtil erda we û bavê we kiriye û xelas!

   Heger rojekê jin yan mêrek sexte jî xistin paxila we qet şaş nemînin, hay ji doxîna xwe hebin babam!

Me derman dayê, îcar rehet dibe nabe ew û qirdê xwe

Raca Xan- 18/05/08-Hindistan- Xortê bi navê Patil ê Hindî, wek “Guro” tê binavkirin û temamê laşê wî bi pirçê xemilîye.  Dibêjin tu derman nemaye ku neceribandiye û tu textor jî nemaye ku serî lê nedaye lê bê fêde.

   Zêdebûna pirçê nexweşîyek e ku di dinyayê de tenê bi 50 kesî re peyde bûye. Patil jî yek ji wan bextreşa ye.

   Werhasil, kekê me Patil rabû bi emaîlekê serî li textorê Lotikxanê Dr.Mihyedîn xist û doza alîkarîyê kir. Textorê Lotikxanê Dr. Mihyedîn jî rabû defterên Kurmancî lihevxistin û dermanekî Kurmancî pêşniyazî Patil efendî kir. Reçeta Dr. Mihyedînê me ev e:

-         - Kevçîyek rîxa çêlekê >>>>>

 

        lotikxane@hotmail.com    ....    © lotikxane 20-02-2006