Xaltîka Fatê
      Xwerist
 Tendirustî
  Karîkatur
  Magazîn

      lotikxane     

 Bûn 641 îmze .>>>>>

    

                                                                                                                                                              Medya   ///   Arsîv

H.Belê

Doxîna Hecî Heyder

F.Devliken

Elîyê Kalo

B.Ronahî

Ez we dişopînim

L.Sêxo

Xort û rezvan

A.Dûran

Wî dubare kir

Z. Osman

Gundê mêrxasa

D.Xanê

Roja bîranîna partîyê

 
 

Poşman bû û li xiyarê berê vegeriya

Şemal Amedî- 14/06/08-Hollywood- Tiştê ez zanim, lotikvanên Hollywoodê tenê dinya xwariye û hew. Perê wan pir in, malê wan pir in, tu kul û meraqekê di dilê xwe de nahêlin. Di mejî û felsefa wan de tenê tiştek heye. “Ez carekê têm dinyayê, ezê bixwim, vexwim û lêxim!” Meselen lotikvana memiknepoxî Pamela Anderson.

     Pamela Anderson bi xwe jî nizane bê heta niha çend mêr kirine û çend berdane. Vê dawîyê dev ji mêrê xwe ê 365an Motley Crue berdabû û dabû dû xiyarekî din. Lê niha dîsa tevî zarokan li Motley Crue vegeriya.

   Îcar Motley Crue ji kêfan re difire û dibêje: >>>>>

Ez we dişopînim

B.Ronahî-14/06/08-

Rojekê  karkerên beledîya bajarê Koln a Almanya  civanê didin hev ku li qahwexaneyek ji yên Tirkan firavîna xwe bi hevre bikin. Di nav wan de Kurdek heye. Heke di nav henekan re be jî, tim keviran li Tirkan û Atatirkê wan dixe.

   Hûn nabên yên Tirk di navbera xwe de bêşa xwe kirine ku yê Kurd bêxin tengasîyê. Dema firavînê li qahwê dicivin, li dîwarê qahwê ve wêneyê Atatirk daliqandiye û li binî nivîsîye “Ez we dişopînim”.

   Tirkê  ku pilan çêkiriye, bi dengek bilind ku herkesê di qahwê de bibihîze dibêje: Kek X, divê yên wek te diqetê bikin. Binêre (rismê  Atatirk nîşan dide) Atatirk  ji yên wek te re dibêje: “ Ez we dişopînim“.>>>>>

Kurdistan dibe Hollywood

Şîndar Berwarî-13/06/08-Duhok- Belê, başûrê Kurdistanê dibe bihuşta rojhilata navîn. Êdî herkes hesabê pêşeroja xwe li ser Kurdistanê dike û tê vir. Piştî şîrket, balyozxane û dezgehên navnetewî, niha jî lîztikvanên sînemaya Hollywoodê tên li Kurdistanê flîmên xwe dikşînin. Çima? Hem xweşe û hem erzane!

   Werhasil, lîztikvana Îspanî, lotikvana germik û nermik Paz Vega tevî derhênerê Bosnayî Danîs Tanovîş û grûpa xwe hatin li Kurdistanê flîmê xwe temam kirin. Derhênerên Hollywoodê dibêjin:“Wê bakurê Iraqê (Kurdistan) bibe mekanê flîmên pêşerojê. Hem xweşe û hem erzane“ filan û fîstan.

   De neyse canim, xwedê daye Kurdên başûr, aqûbet li Kurdên parçeyên din be û hûn sax!

 

Salon têra wî nakin îcar Aydinê me dadikeve kolanan kuro

 

 Zinar Qelemşûr- 13/06/08-Stenbol- Laşê vî Aydin Orakê me duxre ellawekîl! Salonên Stenbolê têra wî nakin îcar mêro dixwaze daveke kolanên Stenbolê û lîztika "Rojnivîska Dînekî bilîze" kuro, hoooowehhhh!

   Law wê rojekê hinek dînên Tirk li van kolanan kêr û cilêtan bavêjin xavka zikê te bavê mino, wîî! Hay ji xwe hebe, tu ji me re lazimi cîgerim!

   De neyse, heçê bixwaze Rojnivîska Dînekî ne li salonê lê li kolanên Stenbolê temaşe bike, bila roja 14'ê hezîranê li taxa Şahîntepeya Kuçukçekmeceyê ciyê xwe bistîne.

   Rojnivîska Dînekî 14'ê hezîranê saet: 19.00 û 21.00'de wek du seans, li salona Şah-Derê tê lîztin. Şah-Der li Kuçukçekmeceya Stenbolê, taxa Şahîntepeyê ye.

 

Têkilî:

TEATRA AVESTA

tiyatroavesta@gmail.com

009+ 0535 685 26 06

 

Bîranînin Serxweş

 

Lotikxane- 11/06/08-Libnan-Sîrwan Qiçço xortekî nûhatî û welatperwerekî  kezebşewitî ye. Bi xwe Kurdê Libnanê ye û wek gellek Kurdan li Libnanê dijî. Piştî xebatek dûr û dirêj helbestên xwe di pirtûkekê de kom kirin û xezîna çand û zimanê Kurdî dewlemendtir kir.

   Sîrwanê me hingî dilê wî ji millet û welatê wî re dixwaze, hingî wek me lotikvanan kezebşewityê doza xwe ye, bi evîna dilê xwe serxweş bûye û rabûye navê pirtûka xwe jî kiriye "Bîranînin Serxweş". Yanî, heta bi helbestên wî jî serxweşên Kurd û Kurdistanê ne.

    Em wek Lotikxane Sîrwan Qiçço pîroz dikin û jê re lotikên xurttir dixwazin.

 

Jinên xelkê ji mêrên wan zêdetir netewperestin

 

Maradona Silo- 11/06/08-Swîsre- Kî çi dibêje bila bêje, her çiqasî fûtbol û sporên din wek nîşana "aştî û hevkarîyê" tê binavkirin jî, lê li gora min êdî ji qalibê xwe derketiye û bûye nîşana netewperestî û nîjadperestîyê.

   Nîjadperestîya ku di fûtbolê de tê kirin li ciyekî din nayê kirin. Ji jin û mêran bigrin heta bi zarokên pêçekê, herkes ala xwe hildide, taximê xwe diparêze û propaganda welatê xwe dike.

   Îcar qîrewîr û qarewara mêran nebes bû, jin jî bi vê nexweşîyê ketin û dest bi lotikan kirin. Tew ji xwe keç û jinên Tirk, ya starrrrrrr! Ji zilaman zêdetir nîjadperestîya Tirkîtîyê dikin, gellek caran zimandirêjîya Kurdan jî dikin û kerê min bera ser xwe didin. >>>>>

Xwedê daye Che Guevara

Fernandez Perez- 09/06/08- Bolîvîa- Hinek kes hene di jiyana xwe de tu xêrê ji xwe nabînin, lê piştî mirina xwe xwedê dide wan û dikevin nav xweşîyê. Meselen şoreşgerê meşhûr Che Guevara.

   Che Guevara ji piranîya şoreşgerên dinyayê re nîşan û sembolek e. Mêrik di saxîya xwe de xweşî nedît, di serketina şoreşa Kuba de rolek mezin lîzt. Lê piştî mirina xwe meşhûrtir bû û hetta bû şêrînê ber dilê keç û jinên kapîtalîstan jî.

   Îcar keç û jinên kapîtalîstan wêneyên wî li ser memik û kelefên xwe dixin, di bedena xwe de dineqişînin. Tew ji modesazan re bûye îlhama neqş û çêkirina cil û bergên rengareng.

   Werhasil, dibêjin keça Che Guevara Aleîda Guevara ji vê yekê acize û dibêje:>>>>>

Nûreddînê me tecawizî wan kir û dîsa li wan vegeriya

Ehmed Beyan- 08/06/08-Enqere- Dibêjin piştî ku serokê DTP Nûrettîn Demîrtaş yerwerdeya xwe a eskerîya ecemîtîyê temam kiriye, heft rojan derketiye bêhnvedan û seyranê. Lê Nûreddînê me di roja xwe de venegeriyaye û xwe teslîm nekiriye.

   Îcar rayedarên eskerî tirsiyane û gotine qey ewê firar bike û hew vegere eskerîyê. Digotin:”Way anasina way, mêrik tecawizî eskerîyê kir û di roja xwe de venegerîya lan” û ketibûn tasewasê.

   Lê piştî rojek di ser wextê wî re derbas bû, îcar Nûreddînê me vegerîya nav artêşa Tirko û dîsa cil û bergên qûnbilicilikên eskeran li xwe kir.

   Werhasil, Nûreddînê me ji bo rojekê be jî tecawizî eskerîta Tirko kir û lotikek li wan xist. Lê îcar wê serbaz û general çend lotikan li wî xin tenê xwedê zane û xelas!

Bajarê dîn û bi aqilan

 Dilyarê Xanê-07/06/08-

Bajarekî mezin û fire, sînorê wî bi rengê avê hatibû xêzkirin û bê hemdî xwe di newala rohilata navîn de werbibû. Ji êşa ketinê pirê welatyê wî bajarî dîn bibûn, ên bi aqil ku mabûn rewşa xwe ji bîr kiribûn û pev daketibûn. Dînan jî ji xwe re digotin û ji hev re digotin, civatên xwe dûrî biaqilan digerandin, di kolanên bajêr de dimeşîyan û bi xwe re dipeyivîn.

    Carekê Şêxokê dîn, di orta sûkê de dawa xwe li xwe gerand, dengê xwe bilind kir û weha sitra: Her werin vê govendê destê hev bigrin tevde,yeko yeko ne yên dîlanê,barê milê me pir giranê“, go ha..ha..ha û go kûr û giriya!>>>>>

 

Pîra perçiqî dixwaze xwe bike wek keçek 14 salî

 

Şemal Amedî-07/06/08- Ev karîyer û ezezî çi tiştekî xirab û nexweşîyek bêdermane ya rebbî! Çima insan qîma xwe bi hebûna xwe a xwezayî naynin? Nizanim! Piranîya kesên ku binavûdeng dibin û çend qirûş dikevin bêrîka wan, li wan radibe û hema dixwazin xwe têxin bin neşter û kêrên textorên estetîkê. Meselen lotikvana Danîmarkî Brîgîtte Nîelsen.

   Nîelsena ku bûye 44 salî û wek sêvek xerabe perçiqî ye, dixwaze têkeve bin kêr û neşterên textoran û xwe bike wek keçek 14 salî. Lê nizane ku ew bibe wek keçek 14 salî jî êdî ewê wek berê nikaribe lotikan li xwe xe û xortan li dora xwe bicivîne. Pir pir wê gayên nav garanê çend lotik û poşan lêxin û hew.

   Brîgîte xanim dibêje >>>>>

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

 “Êdî Bes e, Em bi Zimanê Xwe Perwedehî Dixwazin”

06.06.2008

 

Ev 80 sale li ser ziman û çanda kurdî asîmîlasyoneke pir xedar tê meşandin. Di encama vê asîmîlasyonê de tehrîbateke gelek mezin li ser zimanê kurdî hate kirin. Dîsa van polîtîkayên asîmîlasyonê encam girt û oto-asîmîlasyon dest pê kir. Bi vî awayî zimanê kurdî bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ma. 

    Wekî  TZPKurdî ev ji du salan zêdetire ku em ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî xebatan dimeşînin. Di encam van xebatan de emê di 10’ê pûşpera 2008’an de li Geverê li qada fitbolê bi dirûşma “Êdî Bes e em bi Zimanê Xwe Perwerdehî Dixwazin” mîtîngekê lidar bixin. Ev mîtîng dê bi hemû rengê xwe mîtîngeke kurdewar be û neteweyî be. >>>>>

Cerdevanên Çemê Ezo

B.Ronahî-05/06/08-

Dewleta Tirko çend gundên ji Eşîra Jîrkîya vala kirin, paşê anîn li gelîyê Cûlemêrgê, cîyekî dibêjinê Çemê Ezo.

   Li wir gundekî ji wan re ava dikin. Cerdevan derdikevin operesyonê û parola navbera wan û merkezê de “ Cîlo “ye. Cîlo 1. merkez e . “Cîlo “  2. jî cerdevanên Çemê Ezo ne.

   Merkez bi têlsizê dibêje: Cîlo bîr, Cîlo îkîyî ariyor. Cerdevan: Cîlo îkî dînlemede, Quna te nim,dinya şilovedir, her teref herî dir, >>>>>

Reşo lotikek bêîman li xaltîka me xist

Hesen Almas- 05/06/08-Waşîngton- Reşo (Barac Obama) lotikek li xaltîka me Hîllary Clînton xist û ew bi ser mala bavê wê de şand. Barac Obama bû namzetê Demokratan ê Serokatîya Emerîkayê û şûr simbêlê wî nabire.

  Neyse, me hezar carî ji xaltîka xwe re gotibû ku "Tirkan meke şêwirmendê xwe keçko" lê wê bi a Lotikxanê nekir û qûnekekî Tirk kiribû şêwirmendê hilbijartinê. Piştî ku hasil giha Mûsilê ewê Tirk ji kar avêt jî, lê êdî xêra tirr û fisan nemabû.

   Werhasil, xaltîka me Clînton di bin lotikên Obama de perçiqî û xwe ji namzetîyê paşde kişand. Îcar dibêjin xaltîka me gotiye:"Ez razî me bibim cîgira serokatîyê" filan û fîstan.

  Weleddddd! Dev ji cîhgirîya serokatîya Emerîkayê berde xaltîka Hîllary, were emê serokatîya Lotikxanê bidin te ellawekîl! Ma tu lê ne hêjayi, wîî! Bes çend milyon dolar bi xwe re bîne û xelas!

Ew Tuyî

  Saher Mîro Al Bedrî- 05/06/08-

Ya ku evîn firotî ji ber pere û zêra

Ya ku dilêm daye ber         xencer û kêra

                   Ew Tuyî

     Ya ku xav û zer kirî bihara dil

     Ya ku ji bexçê wî firandin bilbil

     Ew Tuyî

Ya ku kaniya xema di dil de teqandî

Ya ku dil kul kirî û hestê min xesandî

Ew Tuyî

     Ya ku çav kirine rûbar û çem

     Ya ku li min kirî zorî,zilm û sîtem

     Ew Tuyî

Yê ku hej te dikit ji dil û can

Yê ku bo eşqa te xo dikit qurban

Yê ku ji ber te hewandin kovan

Ew Ezim

 

Rapora rûreşîya Tirkiyê

 


Tecawizcî Xirpan-Lêkolînerê Tecawiza Tirkan-03/06/08-
Piştî ku Saziya Lêkolînan a Lotikxanê lêkolîna xwe ya li ser Tirkiyê derheq
destavêtina zarûkan de gihand dawiyê, ha ku me dît wa ye medya Tirk jî li xwe mikur hat û raporek bi navê "RAPORA RÛRESIYA TIRKIYÊ" eşkera kir.
   De em behsa rapora Tirkan nakin, em ê behsa rapora lêkolîna xwe bikin,
   Di rapora me de eynen weha derketiye holê:
>>>>>

Bavê Gulistan trimbêl firot

Mîr Ronas- 03/06/08-Êlih-

Hûn bi mijara Bavê Gulistan hisyabûn. Çendeyek berê Bavê Gulistan li gundekî Êlihê rastî bizina tal hatibê u bizina gewr tirimpêla wî hûr û hela kiribû. Îca ew neçar ma tirimpêla xwe bi nîv bihakî firot. Kuro ji xwe li manîya bû îca ew jî bû sebeb.

   Yabo Bavê Gulistan nexweşê tirimpêla ye. Heya îro 99 tirimpêl kirîye û firotîye. Bi telaqê laz Reco wey!!Bavê Gulistan îro çend rojin bê tirimpêle û hedana wî nayê. Ku îro teyareyek bikire hûn şaş nebin ha.

   Îca ez serê we û serê Bavê Gulistan neêşînim >>>>>

 

Bi kîjan alî de xwe badî kunek dikeve alîyê min

Cembelîyê Botî-02/06/08-Hekarya- Ev sermayedar mirovên ecêb in. Ne dîn, ne îman,  ne wijdan û ne jî neteweya wan heye. Tenê tiştekî dizanin ew jî ew e bê wê çawa xelkê bi xapînîn û sermiyanê xwe bikîn du qat.

   Ev çend salin pirsgirêk û arêşa globalizmê heye. Ne yekemîn be, ya duyemîn arêşe û pirsgireka avê ye. Sermayedarên globalîzmê, zuwahîya goka cîhanî (kûreyî)  û helîyana çîyayên qeşa ji xwe re dikin hecet û bahane û di bin navê parastinên avê de ji xwe re sazîyên navnetewî damezirandine. Avên dinyayê di nav xwe de parvekirine. >>>>>

Daristana xweristê-4 

HEVÎZAR

Plantago Lanceolata

 

Bavê Jîndar-02/06/08-Colemêrg-

Hevîzar, belga (pela) brînê, gîya dûpişk, gîyayek bêar e. Li her deverê şîn tê. Li devê rêyan, li ber lêvên cûyan, li nav çîmenan. Du cûreyên wê hene.  Belg pehn û belg (pel) dirêj. Bandora herduwan jî wek hev e. Bandora wê ya antîbîotîk bi tibî hatiye tesbîtkirin. 

   Bi gelenperî jibo organên givirandinê (sîndirim sîstemî ) xwasma jibo belxem, kuxik, xenikok, astima kezebê, tuberkulozê (Jana zirav - werem) gelek bikêrhatî ye. >>>>>

 

 

Dilyarê me derzî di brînê rakir:

Di roja bi bîranîna avakirina partîya pêşîn de rewşa tevgera sîyasî ya Kurdên li Sûriyê

 

  Dilyarê xanê-14/06/08-

 

Gotinek û meselokek heye ku carna Kurd di zehmetya roja xwe de dibêjin: Sal bi sal xwezya bi par, Îja ella wekîl, ev meselok jî li ser tevgera Kurdî li hev tê. We go çawa?

   Ger mirov li tecrûbên miletên dinyayê binere, wê nas bike ku her çax pêş de çû ye, bîrbûn bi mesleha miletan zêdetir bûye, rê ji hiş û zanebûnê re bêtir vebûye, zane û ronakbîrên miletan ji bo berjewendîyên bilind yên milletên xwe dev ji ezîtya xwe berdane û gotina xwe ji bo xebatê kirine yek. Nexasim di nav milletên ku wek me di bin destan dene. Lê mixabin li welatê me rewş ne weha ye.

   Em ji yek hêz û xebatê di salên pêşî de sal bi sal bi paş de vegeryane, partîyên me di newala enanîyeta bê mane de werbûne û ketine xebata şerê xwebixwetîyê de. Zor û zehmetiya li ser milletê xwe ji bîr kirine û bûnê alîkarê gurkirina vê êş û zehmetîya ku millet ji ber dikêşe. >>>>>

 

Hûn bawerin rojekê Tirk jî lêborînê ji Kurdan bixwazin?

 

Brahîmê Kerboranî- 13/07/08-Toronto- De binerin bê serokwezîrên xelkê çi ademî ne, çi mirovin û çi xwedî wîjdanin. Dibêjin serokwezîrê Kanadayê Stephen Harper di meclîsê de ji binecîhên Kanadayê (xelkên eslî yên Kanadanê) lêborîn xwestiye û sê distek (beroşên mezin) hêsir barandiye. Li ser bextê gundî û cîranan be, dibêjin hew nemabû hêsrên çavê Stephen Harper bibin derya û çem û Kanadayê li ber xwe bibe.

   Werhasil, xwedêgiravî Harper gotiye:”Eslîno, xwelîliserno, peppûk û belengazno, me zarokên we asîmîle kir û tirr ji wan berda, me ew kirin wek şorba nîskê û şexsîyet bi wan re nehişt. Hikûmeta me qebûl dike ku stratejîya me ya perwerdeya zarokên we ne erênî bû, qûnektî bû. Me xwest em zarokên we asîmîle bikin, li me biborin qardaşim. Va serê me û va şûrê we, hûn çi pelûlê bi serê me dadikin hûn zanin” filan û bêvan.  

   Îcar niha di şûna Kanada de Tirkiye û di şûna Stephen Harper de Receb Erdogan bûya wê çi biqewimiya hûn zanin?

   Wê Recebo doza lêborînê li Kurdan bikira û bigota:”Kurdino, lêborîna xwe bixwazin lan! Ev 80 salin em dixwazin we asîmîle bikin lê serê we hişk e, kevir e, hûn çima asîmîle nabin û nabin Tirk oxlim? Zû lêborîna xwe bixwazin deeee!” û Kurd gunehbar bikira.

   Aha ferqa di navbera insan û teba de ev e  gelî xwendevanan! Hûn dibê çi?

 

 

Dêqehpan namûsa xelkê kirine beqdûnis

 

Tecawizcî Coşqûn- 11/06/08-Beyoglû/Stenbol- Niha hûnê li navê min binerin, bifikirin û bêjin:"Erreeekkkk, Tecawizcî Coşqûn! Yaw ma birastî Coşqûnê me tecawizî xelkê dike?" û xwe nêzîkî min nekin.   

   Naûzûbîlleh! Ez ji ber hinekan ve wek pêxemberekî me ellahwekîl. Lê babam, ev dêqehpên zarokên sosyete û dewlemendan hene ya, ewan kiriye ku ez tecawizî zarok û mirîşkên wan jî bikim law, wîî!

   Kuro qûnekan namûs bi xelkê re nehiştiye law, hema wê peran birjînin û bi xîreta xelkê bilîzin, wê peran birjînin û bi namûsa xelkê bilîzin, namûsa xelkê kirine pênc qirûşên xerabe hayhooooo!

   Ê law bela çavê feqîrîyê kor be ma ezê bêjim çi. De bela perên we û malê we tuneba, wî çaxî minê qûna we bidîta min di we û perên we kirino! Bê birastî weyê bi namûsa xelkê reben bilîzta, lê çi fêde wey liminnnnn!

   Neyse, dîsa kul û derdên min fûriyan cîgerlerim >>>>>

Jina melayê Karabukê tirr ji mêrê xwe berda

Mela Mihemedê Sêrtî- 11/06/08-Sêrt- Hûn dev ji jinên sosyete, model û hunermendên Tirkan berdin, îcar jinên melayên wan jî lotikan li mêrên xwe dixin û tirrê ji wan berdidin. Eva çend carin ku jinên melayên Tirk dawa xwe li serê mêrê xwe digerînin û piştî mêrê wan dirin xutbê zilamên din bera ser xwe didin. Yek ji wan xwelîliseran jî melayê bajarê Karabukê S.C ye.

   Mela S.C berî çar salan dizewice û jinek li gor dilê xwe tîne. Lê jin çi jine. Çi roja ku mêrê wê diçe xutbê, ew jî telefona xwe derdixe, xortên bajêr dixe dora tenûra xwe û xwe dinermijîne. Ne yek, ne du, ne sê, hema kî dikeve xefk û tora jinika bi navê K.D, efû nake û xanimê tirrê ji wan berdide.

   Werhasil, gotin û qal û qult li bajêr belav dibe, jina melê ji serokwezîr Erdogan jî meşhûrtir dibe ta ku pepûkê mela S.C bi jina xwe dihese. Erê pê dihese lê heta pê dihese jî hasil digihê Mûsilê û melayê min û we di nava bajêr de dibe qirdik, rezîl û riswa dibe.

Îcar melayê me doza berdanê li jina xwe vedike û ji hakimê dadgehê re dibê:”Hakim beg, >>>>>

 

Mesele hat fêhmkirin brakooooo!

 

Konstantîn Kurdokalîs- 11/06/08-Atêna- Ez bawerim niha gellek ji we ji xwe dipirsin û dibên:“Gelo çima serokwezîrê Fransayê Sarkozy naxwaze Tirkiye bibe endamê Yekîtîya ewrûpayê“ newlo? Belê belê, bawer bikin min jî gellek caran ev pirs ji xwe dikir. Lê piştî ku mîsyö Sarkozy hat Yewnanîstanê û di parlamenê de xeber da, mesele eşkere bû û bêhn bi tirra wî ket.

   Sarkozî di axavtina xwe de got ku bê guman divê têkilîyên me û Tirkiyê berdewam bin. Lê em Ewrûpî û Tirk qet nikarin wek hev bifikirin. Ez hesasîyetln Yewnanîstanê baş zanim. Baş zanim bê Tirkan di dema xwe de çi tirr û fis ji we berdane û çi tofan anîne serê we. Ne ji ber ku bapîrê min (kalkê min) jî Yewnanê Selanîkê ye ez van gotinan dibêjim” û her wekî din.

   Îcar we sedema ku çima Sarkozy ji Tirkan acize fêhm kir yabo qurban? De dîsa jî emê bêjin.

   Bapîrê Sarkozy Yewnanê bajarê Selanîkê ye. Wekî din kî ji Selanîkê ye hûn zanin? Atatirk! Yanî bavê Tirkan! Îcar li gora agahdarîyên ku ketine destê sîxur û ajanên Lotikxanê, bapîrê Sarkozî dilê xwe berdabû Zubeyde xanimê, yanî dêya Mistefa Kemalê hewlo-mewlo. Lê yekî Tirk berî wî lotik li wê dixistin heta ku Kemalo gotiye fişt û jê derketiye.

    Îcar dibêjin bapîrê Sarkozy ahd û sûnd xwariye ku vê tirrê ji Tirkan re nehêle û nevîyên xwe jî bike dijmînê wan.

   Îcar we mesele fêhm kir cîgerlerim? Dawe dawa namûsê ye bavê min, wîî!

Her werin vê govendê  

 

 B.Jînê-10/06/08-

Me wek Lotikxane berî niha dawetek cerdevanên Eşîra jîrkîyan bi vîdîo ragihandibû we xwendevanên hêja. Vaye em dîsa dawetek wan digehînin we. Heke direng jî be em hêdî hêdî têdigehin ku kî li ser erd û welatê xwe be, dikare çanda xwe çêtir biparêze. Ev jî dibe sedemê ku ruhîyeta Kurdewarîyê pêşde biçe û arêşeyên di nava me de kêmtir bibin.

   Lê gava em li hinek ji Kurdên derveyî welêt û li ê metropolên Tirkiyê dinerin, ku qaşo ew jî bi navê modernîzmê navê Kurdayetîyê li xwe dikin, emê ferqek pir mezin di navbera wan de bibînin. Ma em çi bêjîn, wêne hertiştî radixin ber çavan. De kerem bikin lê temaşe bikin. >>>>>   

“Bîr kedîm bîle yok” ket ber xezeba xwedê

Rojda Aydin- 09/06/08-Stenbol- Carna ev hunermendên Tirk tiştên dûrî aqilan dibêjin.

   Wê rojê lotikvana meşhûr Sezan Aksû li taxa Esenkentê konserek da. Ez jî çûm min go de çawa be wê Sezen xanim helbesta kek Kemal Burkay “bir kedîm bîle yok” bistrê û ezê jî lê guhdarî bikim. 

    Werhasil, hîna ku ez li bendî “pisîkek min jî tuneye” bûm, min dî bû şirre şirra baranê û ji erd û ezmên baranê dayê. Em şil û pil bûn. Îcar Sezen xanim rabû bang li xwedê kir û got:”Ya rebbî, hema heta ez konsera xwe biqedînim vê baranê bisekinîne gidî, ma dinya xeradibe cîgerim!”

   Werhasil, xwedê li Sezen Aksû guhdarî nekir. Ji ber ku pisîkek min jî tunebû û wek sêwîyan di malê de bi tenê bûm, de min go baran bibare jî xem nake, bila xatirê pisîkê be.

   Ez serê we neêşînim, baranê nehişt ku ez bi miradê xwe şa bibim û bîr kedîm bîle yok bû qurbana baranê. Ez polîpoşman, şil û pil vegerîyam malê ber televizyonê. Lê mixabin di televizyonê de jî pisîka min derneket.

   Haaaaa, yaw birastî pirsek di serê min de maye. Piştî ku kek Kemal Bûrkay got “Bîr kedîm bîle yok”, îcar li Dêrsimê pisîkên bi per û bask xuliqîn. Ev çi qiyamete kekê min?

 

 

Projeyên Xaltîka Zeyno

 

 

 

Di wan de şikest

 

Maradona Silo- 08/06/08- Swîsre- Belê, kûpa dinyayê dest pê kir û taximên welatan ketin dora lotik û pehînan. Hema kî kê di stadyûmê de (sehê de) bigre, derpî jê dike û xwe lê dilivîne.

   Werhasil, berî maça Tirkiyê û Portekîz, Tirkan li seranserê Ewrûpayê trimbêl, xanî û heta bi qûna xwe bi ala xwe xemilandibûn û digotin "En buyuk Turkiye başka buyuk yok".

   Lê piştî maçê dest pê kir û Portekîz du xolên qirase xistin Tirkan, Tirk wek nepoxa ku biteqe fisiyan û en buyuk Turkiye bû "En kuçuk Turkiye başka kuçuk yok" ellawekîl!

   Yanî, di Tirkan de şikest û şeytan bi wan keniya û xelas!

 

Heta ev qûn li ser me be em xêrê ji xwe nabînin

 

Cembelîyê Botî- 08/06/08-Wan- Doh ez jî çûm bajarê Wanê û beşdarî mitînga kedkaran bûm. Lê xwezî ez neçûbûma û min ew xwelî li serê xwe nekira. Min digot qey hinekî hişê hevalan hatiye serê wan û ewê helwestek Kurdewarî deynin, lê mixabin dîsa bi çîrokên bratîyek sexte dest bi meşê kirin.

   Berê digotin “em û Tirk wek goşt û nenûkê ne”. Lê vêcarê ew goşt û nenûk bû “em wek daristanekê ne” filan û bêvan. Em wek daristanekê ne kuro!?

   Ê qardaşim, çi îşê Tirkan di nav daristanên Kurdistanê de heye hêêê? Bila kedkarên wan herin li nav daristanên Tirkiyê meş û mitîngên xwe bikin babam, ma Kurdistan axurê bavê wan e ku bên li welatê me lotik û zîtirkên xwe bavêjin, wîî!

    Yaho wille û bille em Kurd mexlûqatên ecêb in. Ev 30 salin ez dişopînim, çiqas dewleta Romîyan zilmê zêde li me dike, sayin hevaller nav û dûrişmên “goşt û nenûkbûnê”, “bratî û yekdewletbûnê” diparêzin û her pêşdetir dibin. >>>>>

Diyarbekrî li Diyarbekrê Kurdî xeber nadin îcar li Konya haaaa!

Cilêtçî Mihê- 07/06/08-Xançepek/Diyarpaxir- Yaw ev çi tofan û qiyamete qardaşim? Dibêjin du xortên Kurd li bajarê Konyayê bi Kurdî zaravê Zazakî xeber dane û polîsên dewleta virqo jî 62 lîre ceze li wan birrîye, 101 heqaret li wan kirine û gotine “ê de siktirin lan!”

   Yaw babam, em Diyarpaxirlî di bajarê xwe de, di malên xwe de Kurdî qonişmîş nabin, em ji zarokên xwe re “Gel kizim, gît oglim” dibêjin, îcar li bajarê Konyayê û Kurdî?

    Neyse cîgerlerim, şaqa-maqa bîr terefe biraxax da em bên ser fêda fasûlîyên hişk. Meselen em di şûna wan polîsan de bûna, meyê têra xwe li herdu Kurdan xista, tirr ji wan berda û ji wan re bigota: “Lan oxlim, >>>>>

Şerê gû

Jîndar Zozan- 07/06/08-Ixdir-

Gelo we şerê gû bihîstîye? Dewleta Tirkan û hikûmata wê AKP bi sîyasetê neşêt Kurdan bîne rê. Lewre êdî çi derfet di dest bikeve li dijî Kurdan bikar tînin û Kurdan ceza dikin. Li Ixdirê taxek ku temamê wê ji Kurdên gundên wan hatine xurabkirin pêk tê, kanalîsasîyona wan teqîyaye. Ava qanalîyasyonê di nava kolan û kûçan re diherike. Çend çaran xelkê taxê serî li şaredarîyê dane lê şaredarîyê gotiye: Ew tax bê destûr hatiye avakirin û ruhseta wê nîne. Lewre em nikarin tiştekî bikin.

    Li wê taxê 14. 700 kes lê dijîn û % 80 tapoyên xanîyên xwe hene. Dewletê sê dibistanên pêşîn, lîsek û nexweşxanek lê ava kirine.  Beledîyê kanalîzasyon çêkiriye, av biriyê û TEDAŞ ê cereyan dayê. Hemi jî bi awayek fermî hatine kirin.  Lê beledîye dibê taxek bê rûhsat e, wan ceza dike ji ber ku dengên xwe nedane AKP ê. Tiştê xirab ew kanalîzasyon di nêzîk mekteban re diherike. Tirsa mezin ewe ku zarok tê de dilîzin û wê bi nexweşîyên wek tîfo, tûfûs û kolera jê çêbin û pêşîya mirina ji van nexweşîyan bê neyê girtin. >>>>>

 

Zirt û virt û tişt li meydanê tune

 

Sîmon Erbîlî- 07/06/08- Telavîv- Rayedarên Emerîka, Israîl û Îranê bi lotik û pehînan ketine nava hev, zirt û fortên xwe dikin lê kes mala xwe xiranake û êrîşî ê din nake.

   Îran di xurtkirina programa atomê de serhişkîyan dike û dibêje:”Ez hesabê Emerîka û Israîlê bi xirrê xwe nakim. Ji xwe emê Israîlê ji ser ruwê erdê rakin” filan û bêvan.

   Emerîka jî dibê:Emê serê Mehmûdehmedînejadê qambihust ji gewdê wî hilqetînin û wî bi cehnemê şa bikin” filan û fîstan.

   Îcar niha jî Îsraîl bûye pizot û dibêje:”Heger Neteweyên Yekbûyî rê li ber Îranê û Mehmûdo negrin, emê mecbûr bimînin ku lotikek eskerî li Îranê xin û zelzelê lê rakin” filan û xeftan.  

   Em jî wek  cihûyên alîgir û gerîllayên Lotikxanê ji Israîlê bang dikin û dibêjin:”Derewa nekin oxlim, yan li Îranê xin û Mehmûdo jî wek Saddam Hisên di qulikekê de bigrin, yan jî wextê me bi çîrok û çîrçîrokên beredayî derbas nekin. Hey xwedê ruhê we stendino, hûn du dewletên qirase û xwedî çekên atomî ne, heger we wek Lotikxanê lotik û pehîn li Ehmedînejad bixista, niha ji zûde mesele safî bibû baba, wîî! Ne bi zirt û virta ye qardaşim, bi kirinê ye kirinnnnnnn!

   Heger ji qûna we neyê hûn li Îranê xin, çend bombeyên atomê wek diyarî bidin artêşa Lotikxanê, aha wê çaxê hûnê derbê kurê ciwamêran bibînin cegeriiiiimmmmmm!"

Bi tirr û fisan tenûr germ nabe kekê min!

Ehmed Beyan- 06/06/08-Enqere- Dibêjin "Dijminê bav nabe dostê kur". Îcar meriv çiqasî devê xwe li ber dijminê xwe xwar bike, ewqasî biçûk dibe û dibe koleyê dijminê xwe. Ew jî têr nake, îcar hefsar dixin stuyê te û te wek hirçê ku li kolanan dilîze, di nav xelkê de rezîl û riswa dikin. Madem em bi heqî û rastîya doza xwe bawerin, çima teslîmîyet û newêrekî? Ji xwe heger dijmin bû dewletek mîna dewleta Tirko, ohooooooo….

   Tu 101 salî xizmeta wan biki fêde nake. Dawîya dawî wê lotikekê li qûna te xin û berê te bidin zindanê yan jî gora sar. Îcar a baş û herî bi xîret berxwedan e, xîret e, tekoşînek mêrane ye.

   Werhasil, dibêjin dadgeha Stenbolê dozek qirase di derbarê Aysel Tûglûk xanimê de vekiriye û heger sûcên wê lê bên eşkerekirin wê ji 1 heta 5 salan di zindanê de razê. Wekî din dibêjin dadgehê îcar biryara girtina parêzerê Ocalan ê kevn Mahmût Şakar jî daye û dixwaze lotikekê li wî jî xîne. Mahmût Şakarê ku >>>>>

Ji ehmeqîyê re tixûb nehatine danîn

Cembelîyê Botî- 06/06/08-Hekarya- De werin li vê ecêbê binêrin. Kes an jî kesan şevtira din seet di 23 an de, li navçeya bajarokê Geverê (Yûksekova) bi molotofan êrîş birine ser avahîya TEDAŞ ê. Di encama êrîşê de tebeqa duwem agir pêketiye. Baş bû ku nobedar kesek bi aqil bûye û hema şartel anîne xwar û bajar û xelkê wê ji felaketek mezin filitandiye.

    Em nizanin kesê molotov avêtiye kîye, çima kiriye, lê ihtimalek gelek mezine ku deynê wî yên elektirîkê pir bûne û nikarîbûye bide. An jî memûrê wêrê neheqî lê kiriye. Belkû karkereke ku ji kar hatiye derxistin . Lê sedem çi dibe bila bibe, di tarîyê de hiştina bajarekî, sersedema sotina insan û karesatan jibo meselek şexsî, exmeqî ye. Hem jî zir ehmeqî!   

   Êêêêê be kero! Ma te nedigote xwe ev bajar hemi Kurd in, bra, pismam, xal û xwarziyên min in oxlim!? Te nego ezê çawa jibo kîn û kerba xwe ya şexsî xisarê bidim wan û bibim sedemê karasatekê kero! Ma ez çi bêjim. Ma dema mirov biçe nav garanê, mirov dike kera xwe yan dike kera xelkê?

Elîyê me tirr ji Baykalo berda

Bêrîvan Al- 05/06/08-Melikehmed/Amed- Dibêjin Cimhûrîyet Esker Partîsî CHP rabûye govendê û qaşo dîsa dixwaze li Kurdistanê serê govendê bikşîne. CHP a ku ji Kurdistanê tenê 5 wekîl derxistibûn, dixwaze dîsa bi fen û fûtan, bi projeyên derewîn Kurdan bikşîne alîyê xwe û zîtirkan bavêje.

   Doh serokê CHP sayin potînalês Denîz Baykal çû Ruhayê û çendsedek Kurdên ehmeq di salonekê de kom kirin. Di axavtina xwe de qet behsa hebûna Kurdan nekir û wî jî wek Kasimpaşali Reco behsa aborî û projeya GAP ê kir. Werhasil, serokê Partîya Mistoyê Selanîkî Denîz Baykalê pozmezin dixwest bê Amedê, bi sazîyên sivîl ên Kurd re rûnê û çîrokên Kemalîzmê, yek al, yek ziman û yek milletî ji wan re dubare bike. Wî bawer dikir ku hema Amedî giş li bendî hatina wî ne û wê bi qul û nêrgizan pêşwazîya wî bikin. Lê berdevkê Platforma Demokrasîyê Elî Oncuyê me lotikek bêîman li qûna Baykalo xist û feleka wî şaş kir.

   Elî Oncû bi sê telaqan sûnd xwar ku heta Baykal efendî hebûna Kurdan qebûl neke, ewê pêşewazîya qûnekekî wek Baykal nekin û silavê nedinê.

   Werhasil, hûn dibînin newilo? We heta niha bawer dikir ku tenê „Keko, Pêxwas û Cilêtçî“ ji Amedê derdikevin ne wisa? Lê beranên wek Osman Baydemîr û Elî Oncû jî derdikevin babammmmm! Bi namûsa mêrê çê, heger çend beranên din wek Osman, Elî û Mehmûd Alinak di bakurê Kurdistanê de hebin û rê li ber wan neyên girtin, ewê qûnê li Tirkan biqetînin û hûn sax!

   Yaw hema gotinên xweş xweş in qardaşim, wille, bille û tille rastî xweşe wîî!

 

Boxê berana azadîya xwe bi peran nakire

 

Hesenê Qersî- 05/06/08- Qers- Kesî ji we dîtiye ku di vê dema me de ciwamêrek rabe lingê xwe li erdê xe  û wek mêran bêje: Ez azadîya xwe bi peran nakirin babam! 

   Di vê dema ku hema bêjin piranîya me mêrên Kurdan qûnek û newêrek bûne, Mahmûd Alinakê me dixwaze bi serbilindî têkeve hepsê û cezê xwe bikşîne. Niha hinek din bûna, yan wê bigotana “diya me jî Tirk e” û yan jî bigotana “em amadene xizmeta dewleta xwe bikim” filan û fîstan.

   Dibêjin ji ber axavtinên xwe yên Kurdewarî kekê me Mehmût Alinak 50 roj cezê hepsê stendiye û dozgerîya bajarê Qersê gotiye:”De bila di şûna 50 roj hepis de 500 lîreyî bide me emê wî efû bikin canim. Ji xwe pere ji me re lazim in” filan û fîstan. 

   Werhasil, dibêjin Mehmûdê me ev gotin ji xwe re wek heqaret qebûl kiriye, destê xwe li masê xistiye û gotiye:" Ez vê tirrê ji dozger re nahêlim û 500 lîreyê xwe naxim bêrîka wî qûnekî. Ez dixwazim wek mêran cezê xwe bikşînim ûlan!” û kefalet qebûl nekiriye.

   Ez serê we neêşînim, aha mêr ev mêrin qardaşim, bi telaqê bê fitû te serokatîya DTP heq kiriye û xelas!

 

MIZGÎN JI KURDAN RE

LOTIKXANÊ WAREKÎ DIN JÎ JI KURDAN RE DÎT

 

Lotikxane Beşa Lêkolîna Ezmanî

04 Heziran 2008

 Piştî ku dinya tev ji bo Kerkûkê xuricî ser serê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, Lotikxane Beşa Lêkolîna Ezmanî dest bi lêkolîn û lêgerîna xwe ya ezmanî kir, da extereke ku jiyan lê hebe bibîne û ji bo Kurdan hazirî bike, hema belkî rojekê lazim bibe.

     Di vê lêgerîna ezmanî ya di 48 saetan de, peyîkên Lotikxanê ji nava sînorên Galaksiya roja dinyayê derketin derva û geriyan. Di vê gerînendeyê de li exterekê rast hatin ku ji vê dinyaya me xweştir û delaltir; bi av û kanî, bi çem û gol, bi derya û okyanosan dagirtî ye. Roja wê galaksiyê jî, ji vê roja me nermtir û milahîmtir, hêniktir û ne pir jî sartir e.

     Peyîkvanên Lotikxanê pêşî wêneyên wê rojê piştre yê wê exterê girtin û bi şûnde vegeriyan hatin dinyayê.

Bi rê ve li NASAya Hecî Bûş rast hatin. Peyayên wê ji me rica û hêvî kirin ku em çend wêneyan bidin wan jî. Me çend wêne dan wan û her yek me bi riya xwe ve çû.

   Lê çawa ku Nasa ew wêneyên me li Emerikayê belavkirin, xaltîka me Hileri Kilînton destkêşana xwe ji siyasetê da û xwest ku were bi Lotikxanê re hevkarî bike da wê dinyaya me ya nû bibîne.

 

Şirove li we, hûn û wijdanê xwe qardaşim!

 

Wêne bitikînin û ji nêzîk de bixwînin

 

Mamosteyê ku bikute bizinê, çawa wê nekute zarên dibistanê?

 

Merheba LOTIKXANE! / 03/06/08

Berî du rojan gava min di qezeta Lotikxanê de xwend ku mamostekî Tirk bi navê Necatî Gutlaq li DIDIMa turistan a Tirkiyê tecawizê bizineke bakîre kiriye û qîzantiya wê rûxandiye, hema ez rabûn çûm dibistanê û min qeyda hersê zarûkên xwe xirakir. Çimkî ez fikirîm, me welat û zimanê xwe guraxwarî kirine, qene em qûna xwe jî li wê rê nedin.

    Ew mamosteyê ku dest avêtiye namûsa bizina ku Tirk şîrê wê vedixun, çawa wê wî dest neavêtibe zarûkên ku li ba wî xwendine! Hahoooo! Eger mamoste bikutin bizinê, nexwe wê ker jî rabe ser çêlekê.

    Încar diyar bû ku mamosteyên Tirk, di avêtina lotikan de ferqê naxin navbera zarûk û bizinan.

    Min mureceetî sawciyê bajarê DIDIMê kir, da ew zarûkên dibistanê tev li ba textoran bide mueyenekirin, ka Necatî Gutlaq lotik li çendan xistiye. >>>>>

 

 

 

 

Li Şernexê Bi Repinekê Hatin Pêşiya me

 Qosarî-14/06/08-Amed-

 

Di rojên derbasbûyî de, ji bona em beşdarî Festîvala Şaredariya Bajarê Şernaxê bibin, dawetnameyek ji koma me ra hat. Roja ku em çûn wir, min dît berpirsyarê Festivalê got:

-Kekê Qosarî, heger tu destûrê bidi emê beriya we konsera repê li darxin.

Min got:

- Rep! Law Şernex û rep?Çawa?

Got :

-Keko komek li wir heye. Koma müzikê ye, dixwazin li vir konserekê li darxin, em jî naxwazın wan bişkînin. Me ji wan re gotiye erê. >>>>>

51 salîya PDPKS pîroz be

Di ( 14.6.2008 ) an de, di ser damezrandina partiya me ya Dîmoqratî Pêşverû Kurdî li Sûriye 51 sal derbas dibin. Partiya me di vê rojê de, di sala 1957 an de derbasî xebata niştimanî û netewî bû da ku bi hemi hêzên welatparêz û demokratên li Sûriye tekoşîna siyasî mil bi mil bike. Lewma damezrandina wê pêwistiyek niştimanî û netewî bû, li gor xwesteka cemawerê Kurd bû da ku miletê Kurd jî karibe di nav hêz û partiyên niştiman û pêşverû de li welêt rola xwe ya durust bistîne.

   Ji destpêka wê de partiya me berê xwe da hemi qatên Kurdî da ku xebatê bikin ji bo bidestxistina mafên xwe yên netewî ( siyasî, rewşenbîrî, civakî). 

   Bi damezrandina vê partiyê, birekî mezin ji miletê Kurd yekser tev li refên partiyê bû, li hemî gund û bajar û bajarokên ku Kurd lê cîbicî dibin rêxistinên wê hatin çêkirin, û di demek kurt de bû hêzek siyasî û niştimanî mezin û ber bi çav. >>>>>

RÛNAS 

B.Jîndar-12/06/08-

Rûnas: Gîyayek di nav zevî, mêrg û teraşên deverên heta bilindîya 2000 – 2300 m de şîn têt. Bejna wê 60- 150 cm bilin dibe. Gîyayek bêhnxweş lê  tama wê hinekî tahlok û pêverişok e ( zeliqok).  Sê cûreyên wê hene. Bandora hersêyan jî wek hev e.

   Di kevnar de Yewnan, Romayîyan, Medan û Asurîyan jibo dermanên cûrbecûr dixebitandin.  Li hinek deverên Îngilistanê jibo penîr tê bikaranîn. Di nav xelkê Îrlanda de li dewsa qehwê tê vexwarin. Mixabin ev gîyayê bikêr û derman hatîye jibîrkirin. Lewre li gelek deveran gundî dibêjin: Ew gîyayek bêkêr û xusardar e.

   Di van salên dawî de ku nexweşîya Penceşêrê zêde bûye, jibo tedawîya penceşêrê tê xebitandin. Ji nûve dîsan qedrê wê tê zanîn û di TIB ê de cihê xwe yê layioq digire. >>>>>

Lotikek Kurdî û Kurdewarî

Cembelîyê Botî-11/06/08-Gever-

Doh li Hekarya navça Geverê  TZP Kurdî di bin serkêşîya zimannas Qahir Bateyî de bi dirişma “ ÊDÎ BESE EM DIXWAZIN BI ZIMANÊ XWE PERWERDE BIBIN “ mitîngek pêkhat. Di wê  mitîngê de Kurdên tevahîya bajar û bajarokên derdora Hekarya civiyabûn meydana holanê ya geverê. Hemiyan cilên rengareng li xwe kiribûn û bi hevre Lotikek Kurdî û Kurdewarî li dewleta Tirkan xistin.

   Ha wisa mam xulam! Lotikên Kurdî û Kurdewarî bavêjin û dilê mamê xwe xweş kin. Hûn ronahîya çavê mamê xwe ne. Mamê we tevahîya wan kesên ku digotin “Dîl pazarda gelîşîr, bila dewleta me çêbe emê paşê perwedê bi zimanê Kurdî bikin” û yên ku digotin “Hêjta 40 saldin jî em mecbûrin bi Tirkî perwerde bibin” bi qurbana binê lingê we dike! We lotikek pir alî û binecih avêt. Bila lotikên we bihêztir û şidiyayîtir bin rebbî!

   Haaaaa, xwezî bi wê rojê ku hûn lotikek Kurdewarî li serkêşên DTP jî bidin û bêjin: Êdî bes e! Em hew kesên Tirkîaxêv qebûlî nav partîya xwe dikin brê miiiinnnnnnn!

Cigare, wîskî û jinên wehşî, peeeekkkk!

Hesen Keleş- 11/06/08-London- Ingilîzê bi navê Henry Allîngham 112 salîya xwe pîroz kir. Allîngham yek ji endamê herî kevn ê Hêzên Hewayî ê Qralîyeta Ingilîz (RAF) ê ye. Wek hûn zanin, RAF ê di dema şerê li dijî Şêx Medmûdê Berzencî de malik li Kurdan şewitandibû û qûnekên Ingilîz sersebebê yekem ê parçekirina Kurdistanê ye.

   Werhasil, dibêjin “Tiştê çû mede dû”. Emê nedin dû paşerojê, lê helbet divê em dersan jê derêxin û ji bîr nekin jî. Mesela me li ser temenê Henry Allîngham efendî ye.

   Allîngham efendî di pîrozkirina rojbûna xwe de sedema temendirêjîya xwe bi sê tiştan ve girêdide. Cigare, wîskî û jinên wehşî. Yanî, mêrik pir cigare kişandiye, pir wîskî vexwariye û têra xwe lotik li jinên wehşî (jinên har) xistiye. Yan jî jinan lotik li wî xistiye.

   Werhasil, >>>>>

 

Gundê mêrxasa

Zagros osman -10/06/08-

Dibêjin axayekî xwest mêrxasiya zilamên gundê xwe nasbike, jibo wilo ji navmalyê xwe re got: Here li nav malên gund bigere û 3 mecîdiya ji wan bistîne û sîlakê li riwê xwediyê malê xe.

    Çend roj buhirîn, axa ji navmalî pirsî: Ha kurê min, piştî me ew ferman derxist rewşa gundiya çawaye, tu kes li dijî min nerawistya an nerazîbûna xwe neda xuyanîkirin?

    Yê navmalî got: Na ezbenî, xelk tevde bi vê fermanê re kêfxweşin.

    Axa got: De here ji îro û pêve tê rojê 3 cara 3 mecîdiya ji wan bistîni û tif li riwê wan ke. >>>>>

 

Semînara li ser mafên mirov li Kurdistanê

 

Silemanê Alîxan

Komeleya xwendekarên Kurd a bi navê Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê (KSU- Deutschland) li ser rewşa mafên mirov li her çar parçeyên Kurdistanê semînarek berfereh sazdike.

   Ev semînar wê bi zimanê Elmanî be û li roja yekşembî 15/06/2008 li demjimêr 14:0 ta 19:00 ji aliyê birêzan Ebubekir Saydam, Jian Badirxan û Dr. Miro Alîyar bê pêşkêşkirin.

Evca ji bo rêkûpêkiya kar, em hêvîdarîn her kesê bixwaze beşdarî semînarê bibe, ji kerema xwe bila agehdariya me bike.

Adres;

Internationalen Zentrums der VHS - Duisburg

Flachsmarkt 15, Duisburg- Mitte

 

Ji bo bêtir pêzanînan hûn dikarin peywendiyê bi van navûnîşanan deynin;

www.ksu-deutschland.de  e-mail: info@ksu-deutschland.de Tel.:0178-4512897

Lotikek Pîroz

Lotikxane- 09/06/08- Dibêjin dilê Serokayetîya Herêma Kurdistanê bi Kurmancîya latînî şewitîye û rabûye di malpera xwe de cîh daye Kurmancî û Soranîya latînî jî.

   Xuyaye piştî xirecir û berxwedana Kurmancan, Serokayetîya Herêma Kurdistanê têgihiştiye ku bêyî Kurmancî nabe û divê bi Kurmancî jî lotikên Kurdewarî bavêjin.

  Werhasil, em wek Lotikxane vê helwestê pîroz dibînin, pîroz dikin û dibêjin:"Xwezî bi wê rojê ku li seranserê başûrê Kurdistanê Kurmancî û Soranîya latînî bê xwendin û nivîsandin da ku Kurd ji  hev fêhm bikin û hestên netewayetî di navbera wan de xurttir bibe".

   Îcar bi namûsa mêrê çê, heta Kurd hêsîrê wan tîpên Erebî bin, yekîtîya me pêk nehat û em nebûn yek millet. Îcar rojek berî rojekê xwe ji wan tîpên şeytanokî xelas bikin û hûn sax kaka!

http://krp.org/index.asp?lngnr=16

 

Mizgeft û Şanogeh

  Qosarî- 08/06/08-Amed-

 

Di dema Mihrîcana Amedê de zilamekî navsere hat pêşiya min. Ew bi xwe li şaredariyê karê  boyaxa dîwaran dike. De îjar paşê wî pesnê Mihrîcanê da.

Got:

-Mamoste  Mamoste…!

Min got:

 -Kerem ke Cigerîm!

-Mamoste, xwedan ji wan razî be ê ku di wê Mihrîcanê de alîkarî kirine. Wan tiştekî gelek baş ji bona vi bajarî kirine. Çanda me nîşanî alemê dane.

Ez keniyam. Gava ez keniyam kêfa wî hat. Ruyê wi yê esmer wek gulekê vebû. Paşê jî got:

-Mamoste! >>>>>

Qesel Mehmûd

“Teucîrûm Chamaedrys”

B.Jîndar- 08/06/08-

Qesel mehmûd giyayek bejna wê 10 – 40 cm bilin dibe. Mehên hezîran û tîrmehê kulîlkan vedike. Pelên wê û fêkîya wê biçûke,  dirûvê pela berûyê lêdixe. Lê pir hûrike. Ji ber ku pela wê wek pela berûyê ye, li hinek cîyan jêre dibêjin berûya erdê. Navê wê yê navnetewî Teucîrum Chamaedrys e. Tirk jê re dibên Kisa Mahmut an jî dalakotu.

    Ji kevnar de jibo derman ji alîyê Hekîmên Loqman de dixat xebitandin. Niha ji alîyê Tibê derman jê tên çêkirin. Li Kurdistanê wek gîyayek çolî  xwe bixwe çêdibe. Kulîlkên wê peyazî (penbe) û peyazîyê vekirî û spî ne. Bêhnek xweş ji kulîlkên wê tê.  Lewre Ewropî jibo xweşîkahî, park û baxçên xwe pê dixemilînin.>>>>>

Kurdish Intellectual Anti-Kurdishness

Amed Demirhan

Traditionally, the Kurdish intelligentsia developed in Maddrassa religious schools. Therefore, from the late 17th century to the mid 20th century groups from these schools provided leadership promoting Kurdish national interests and the struggle for freedom.

   However, from the mid 20th century the educational landscape of Kurdistan changed and those who were educated in Tehran, Baghdad, Damascus, Ankara, and other major enemy cities and who were therefore indoctrinated with enemy perspectives became dominant in Kurdistan. >>>>>

Gelo em wek Banker Kastellî xwedî xîret in?

Firildeq Elî- 07/06/08- Stenbol- Abidîn Cewher Ozden (Banker Kastellî) wextekî meşhûr bû, yek ji dewlemendên Tirkiyê dihat hesêb. Li ser bextê xelkê be, dibêjin hingî perê xelkê kom kiribûn û di bankên xwe de dixwar, dewlemend bibû û zik li xwe mezin kiribû.

   Lê piştî ku dewlemend bû xuyaye li hesabê hinekan nehat, bankên wî wek Pamûkbank û hinekên din, dan girtin û mêrik li pataxê xistin. Îcar heta bi mirina xwe jî çapemenîya virqo dajot ser û bela xwe jê venedikirin.

   Mesele hat wê derecê ku Cewher efendî hew debar kir, xîreta wî zora wî bir, demançe xist serê xwe û dîkê wê kişand. Yanî, mêrik got:“Ezê di vî ruhî nim, ji dêvla ku ez di nava civatê de sertewandî û bêqîmet bim, ezê xwe bikujim bi xîrettir e“ filan û bêvan. >>>>>

PÊŞMERGE

 

Ferît Ûzûn

Tenê bû, rabû ser pîya

Hêla rastê çîya, çepê çîya

Rakir ala rengîn qîrya

Dengveda dengveda dengveda

Dest û zozan û çîya nalîya nalîya

Gihîşt gelîya

 

Gundî, karker, pale û zana

Rabûn giryan, runiştin giryan

Bangkirin keç û bav û dîyan

Civîyan ser hev,dest dan destên hev

Pişt dan piştan hev

Qîrîn û hawar dan hev

Hemî bûn yek dev >>>>>

Mexlûqatek bi navê Tirk nîne

Zinar Qelemşûr- 06/06/08- Stenbol- Sazîyên dewleta Tirk gellek caran lêkolînan li ser netew û kêmnetewên li Tirkiyê dikin lê vedişêrin û dixin dosyayên sor, 101 girêkî lê dixin.

    Dibêjin niha derketiye holê ku Civaka Ewlehîya Netewîya Tirkiyê lêkolînek li ser hebûna netew û kêmnetewên li Tirkiyê kiriye û têde encamên balkêş derketiye holê.

   Li gora lêkolînê eşkere bûye ku; Tirk ji (Yorik, Tatar, Tantacî, Terekeme û Qereçîyan) pêk tên. Ji ber ku eslê xwe winda kirine û bûne wek qantira ku dêya wê ker û bavê wê hesp be, melez û xwînheram bûne, ji ber vê jî navê xwe kirine Tirk. Yanî, TERK! Ji ber ku terka nîjadê xwe kirine ew TERK (terkkirin-devjêberdan) di nava wextê de bûye TIRK! >>>>>

 

Rêvas

Reubarbarum / Rhababa

 

 B. Jîndar-06/06/08-

Rêvas pincareke lê wek fêkîyan tê xwarin. Hinek rêvasfiroş jêre dibêjin “mûzên Kurdan”.

   Di meha nîsadê de, li cihên hinekî asê û xîzikan de şîn tê. Kurdên me zêde xwarinan jê çê nakin (anjî nizanin çêkin). Tenê mixlawê çêdikin û jibo devterî

(devşilkirinê) wek mûz û xiyaran diqeşêrin û dixwin.

   Temenê wê hefteyeke. Piştî hefteyekê dibehît (pîr dibit) lewre wextê dayik ji zarokê xwe aciz dibe jêre dibê “ umrê te umrê rêvasê be” (umir kurt bi). >>>>>

 

Dilê Kurdistanê parçe bû

 

Şêrzad Zebarî- 05/06/08- Hewlêr- Heta niha temamê Kurdan zanîbûn ku Kerkûk dilê Kurdistanê ye. Ji xwe çi hatibe serê Kurdên başûr tev ji ber Kerkûkê û petrola wê hatiye serê wan. Ji ber ku Kerkûk petrol e, pare ye, xezîne ye û dewlemendîye, rehmetî M.Mistefa Barzanî gotibû „Kerkûk dilê Kurdistan e“. Wî zanîbû ku dewlemendî di destê kê de be xwedîyê pêşerojê jî ew e.

   Werhasil, li ser bext û namûsa xelkê be, dibêjin serokwezîrê me kek Nêçîrvan Barzanî ji ajansa Rautersê re gotiye: „Em Kurd amade ne li Kerkûkê desthilatdarîyê parvekin, Tirkmen û Erebên qûnbigû bikin şirîkên xwe. Ne şert e referandûm be. Ji ber ku rewş tevlihev e me ji NY daxwaza teknîkî kiriye“ filan û bêvan.

   Yanî, ji alîyekî de dilê dewleta Tirko hat xweşkirin û wê ji îro û pêde dewleta virqo zêdetir têkildarê nav kar û barê Kerkûk û Kurdistanê be. >>>>>

 

 

Mektûbek vekirî ji raya giştî re

 

Miho Qolçî-05/06/08-Aydin-
Du-sê nivîsên bi sosret di LOTIKXANê de hatin wesandin. Yek ji wan
mamosteyekî Tirk ku dest avêtiye bizinekê. Yan din jî, eva ku zilamê Tirk
kutaye mirîşka xwe.
   Bi rastî jî yabo, eger ez bêjim derew e û Lotikxanê nebûkarî kiriye, wê
Lotikxane bibê "ha va ye belge" qardaşim! Rast e belge heye û ramî me daye. Lê eger ez bêjim rast e, merî nikare qebûl bike ku zilam bikutin bizin û mirîşkan. Gelo ev çi bi Tirkan hatiye? Gelo çima Tirk halko bêbav in? Gelo bo çi ev miletê Tirk hewqanî bênamûs e? Çima hikûmata Tirkiyê çare ji kutana van heywanan re nabîne? Ka mafê heywana?
   Ez rice dikim ku LOTIKXANE li ser vê meselê agahiyek bide û şik li ba
xwendevanan nemîne.
Bi dest û lingan têm çavên we
2008 06 05
Ji bajarê Aydinê
Miho Qolçî

Damac announces Kurdistan project

Nathalie Gillet

03. 2008 10:49PM UAE / June 3. 2008 6:49PM GMT

Hussain Sajwani, the Damac chairman, said the investment climate in Kurdistan bodes well for major projects like Tarin Hills. Paulo Vecina / The National >>>>>

Mîhrîcana Amedê û rîhsipîyên me

 Qosarî- 03/06/08-Amed-

Xwendekarên birêz û ezîz!

Roja yekşemîyê Mîhrîcana Amedê ya 8. bi dawî hat. Kesekî wek min navdar û zanist dikare gelek tiştan û rexneyan bîne zimên. Lê ezê hinekî behsa wan rîhsipîyên ku bûne mîvanê me bikim

    Cîgerlerim, mirov digot qey Lotikxanê navenda xwe anîye Amedê. Erê wele. Kijanê radibû lotikêk davêt, tew ew mîvanên rîsipî lotikin davêtin. Hay lo lo.. >>>>>

 

 

        lotikxane@hotmail.com    ....    © lotikxane 20-02-2006