Xaltîka Fatê -II

      Xwerist

 Tendirustî

  Karîkatur

  Magazîn

 

lotikxane

 Bûn 762 îmze   

Google

                                                                                                                                                                                                                   Medya   ///   Arþîv

H.Belê

Kerê ra,

Perê ra

F.Devliken

Elîyê Kalo

B.Ronahî

Kurê Mellê

L.Sêxo

Sê şebeş

A.Dûran

Ma êdî ne bes e

Z. Osman

Welatê Xirpo û Zirpo

D.Xanê

Roja bîranîna partîyê

 
 
Çi kesê ku ruhê netewayetî pêre tunebe, wê rojek ji rojan îxanetê bi gelê xwe re bike! M.Mistefa Barzanî

Divê Kurd Rûman ji xwe re bikin mînak

 

Konstantîn Polpolîs- 29/06/08- Qibris- Aha helwest û mêranî ev e. Dibêjin dewleta Tirk ji Rûmên Qibrisê re pêþniyaz kiriye û gotiye „emê 25 milyon metrekup avê bidin we“. Lê Rûm rabûne ser tapanan û gotine:“De herin ûlan! Em ji têhna bimrin jî em ava Tirkiyê venaxwin“ û pêþniyaza wan red kirine.

    Îcar ma ji vê helwestê mêranetir û rasttir helwest heye gelo? Ma kes ava dijminê xwe, xwarina dijminê xwe dixwe, vedixwe û bi perên xwe wan dewlemend dike? Na! Tenê kî vê bêaqilîyê dikin? Kurd! >>>>>

Daxuyanîyek ji þêwekar Arþevîn

29/06/08-Holenda-Ji bo braderên bi rûmet yê ku  hunerê minî þêwekarîyê diþopandin û pirsa karê minî nuh dikir.

    Braderên hêja û bi rûmet, ji ber min di temenê xwe de nêzîkî 27 salan karê hunerîyê dikir, piþtî van salan westîyan. Ji ber hin pirsgirêkên tendirustîyê li min derketin, min li ser daxwaza textorê Holendî xwe ji karê hunerîyê qut kir. Ji ber vê jî li dora pênc salane ku min tiþtên nuh ji temaþevanên hunera xwe re neda û di malpera min de tabloyên min yên berî salên 2001ê hene. >>>>>

 

Lotikxanê ew û vîlla wê kirî

 

Hesen Almas- 29/06/08-Waþîngton- Dibêjin hemwelatîya Emerîkayê Deven Traboscîa xanim vîlla xwe daye ber bazarê û derxistiye mazatê. Lê tuþtê ecêb ew e ku xanimê texsîr nekiriye, xwe jî di ser vîllaya xwe re difroþe û dibêje:”Werin werinnnnn, heçê vîllaya min bikire ezê jî pêre bimînin, werin malê belaþþþþþþþ” filan û fîstan.

   Traboscîa dayika du keçln 14 û 21 salî, 41 salî ye û tam di kemla lotikavêtinê de ye. Lê xanimê negotiye ka ewê herdu keçên xwe jî bi vîllayê re bide yan na. >>>>>

 

Bi hêka hevala xwe û sperma (avika) yekî Hollandî cêwîk anîn

 

Rojda Aydin- 28/06/08- Stenbol- Lîztikvan û lotikvana Tirk (ne ji nêz û ne ji dûr eleqa wê bi Kurdbûnê re tune) Fusûn Demîrela ku di sala 1958an de li Enqerê çêbûye, bi hêka hevala xwe a jin û bi spermayên (avik) yekî Holandî avis bû û di encamê de cêwîk, keç û kurek anî dinyayê. Yanî bi gotinek kurt, kes nizane bê bavê zarokan kîye.

   We fêhm kir bê ez dibêjim çi newlo? Ji zarokên ku bavê wan neyê zanîn re çi tê gotin îcar hûn bifikirin.

   Neyse, serê me bi cêwîk û pisîkên wê naêþe. Lê tiþtê ecêba min diçe ew e ku, em Kurd wek Silêman pêxember mohra me di bêrîka me de ye û hema kî biþibe Kurdan, kê tiþtek ji Kurdayetîyê re nekiribe, em mohra xwe li qûna wî/wê dixin û dibêjin “filankes yan bêvankesa Kurd”. >>>>>

Hevpeyvîn- II

Ev bû demek dirêje ku me bi xaltîka xwe Fatê re hevpeynîna duyem li dar nexistibû. Piþtî hevpeyvîna yekem me dikir û nedikir xwe nedigihand xaltîka xwe û porkura xaltîka me jî deng û his jê nedihat.  Piþtre me bihîst ku xaltîka Fatê di lotikxane û dîskotekên Ewrûpayê de zîtirkan dide xwe ku ji xwe re mêrê 13an bibîne.

   Wek ku xaltîka me di hevpeyvîna yekem de jî gotibû, berî ew bê Lotikxanê wê serê 12 mêran xwaribû û tisqa li wan xistibû. >>>>>

 

Muhterem LOTIKXANE

Sofî Keleþ Dodorî 26/06/08-

Ez yextiyar im, li dora 76 sala me, lê jina min li dora 29 salan e. Ez ji hindava ku Lotikxane derketiye, bûme xwendevanê wê. 

   Bi piranî ez li wan keçikên halo delal dinerim ku dema mewîja reþ dixwîn, di gewriya wan de tê dîtin. >>>>>

Dewleta bêbav lotikek li kekê me Mêhdî xist

Zinar Qelemþûr- 25/06/08-Stenbol- Wek tê zanîn serê kekê me Mêhdî Tanrikûlû ji ber weþana pirtûka bi navê “Di pêvejoya Emperyalîstîya Kapîtalîzmê de Tevgera Azadîya Kurdistanê û Rola PKK” bi dewletê re ketibû belayê û herdu alîyan hevdu dabûn ber lotik û pehînan.

   Mêhdîyê me parêznameyên xwe tim bi Kurdî pêþkêþî dadgeha dewletê dikir û evê helwestê jî tirr ji hakim û dozgerên Tirko berdida. Lê Hakim û dozgerên dewleta virqo xurt bûn, edalet û hihûqa wan di bêrîka wan de bû, gava ji wan re lazim dibû li gor dilê xwe bikar tanîn û qaþo bi navê hiqûqê zordarîya xwe berdewam dikirin û dikin.

   Werhasil, di dawîya encamên çûn û hatinê de >>>>>

Ma êdî ne bes e!

A. Dûran-23/06/08-

Hebû carek ji caran, xêr û xweþî bibarin li hazir û guhdaran. Jinek xwedî çar zarok hebû..

    Wê jina delal û kedkar dikir nedikir nedikarî ji sedema fort û peyagiriyê mêrê xwe debara malê bikirana..

    Rojek ji rojan di berbanga sibê de ew malxwêya bê siud ji malê dûr dikevi û berê xwe dide bajêr. Peya bi rê dikeve û di gel tariya þevê dadikeve nav kolanan.

   Xwe bi xwe dibêji.“Wîîî, min bi destê xwe mala xwe xira kir Niha li va kolanan bi kuve herim!“ û xewek giran dikeve ser û nahêli ku ew çavên xwe veke..>>>>>

Anna xanim serê govendê kiþand

22/06/08- Xwendevanên rojnama Ingilîz The Sûn heft jinên harîkayên dinyayê hilbijartin. Di serî de lotikvana agirpêketî Anna Kournîkova serê hefsêr kiþand û bû yekemîn.

   Li gora xwendevanên rojnamê, Anna xanim bi bedewîya xwe bandorek wilo mezin li xwendevanan dike ku,  bi þewq û þemala wê xwendevan bi xwe de dirîn, doxîn li wan sist dibe û bêhiþ dikevin.

   Li ser bextê xwendevanan be, dibêjin xwendevanekî rojnamê bi rojan li ber wêneyê Anna xanimê bi xwe xweþ anîye heta go tirr têde nemane û ew rakirine nexweþxanê. Neyse, >>>>>

 

Dermanê derdê bê derman, Maç!

 

Lotikxane Navenda Lêkolînê- 22/06/08-

XALÊ GUHBEL dîsa kete nav tevgera lêkolînek kesnebihêztî. Gava hûn bixwînin, ji xwe hûn bawer nakin. Lê gava hûn bikin, hunê dua jê re bikin.

Xalê Guhbel dibêje: Maç û ramîsan dermanê hemû derdan e... û gotiye:

"Þerbeta lam û bêyan, ez bi heyatê nadim."

"Maçek bide min yar, cejna te pîroz be"

Maç dermanê pênc êþ û pênc xweþiya ye >>>>>

Klîpan çêkin û perê xwe bidin Tirkan

Zinar Qelemþûr- 21/06/08-Stenbol- Bawer bikin hîna netewayetî û ruhê Kurdewarî di hiþ û mejiyê me de çênebûye.

   Ji siyasetmedarên me bigrin, heta bi rewþenbîr û hunermendên me bajarên Tirkiyê ji xwe re kirine mekan û seyrangeha lotikên xwe. Perên xwe li metropolên Tirko serf dikin û xizmetê ji xurtbûna aborîya wan re dikin. Ew aborî jî di dawîyê de dibe berik û fîþek û li Kurdan vedigere.

   Piranîya hunermendên ku karin herin Tirkiyê, klîpên xwe li ber behrê, li kenar û seyrangehên Stenbolê dikþînin. Tu dibê qey li Kurdistanê tu mekan û seyrangehên ciwan nînin, perên xwe dixin bêrîka derhênerên Tirk yan jî bêrîka Kurdên ku bi Tirkî dijîn û bi Tirkî lotikan davêjin. >>>>>

Hem bi namûsa me dilîzin hem jî me dikujin

Cembelîyê Botî- 21/06/08-Colemêrg- Law em Kurd biaqil nebûn û nebûn ey hewarrrr! Me dev ji alastina qûna van Tirkên xwînheram berneda û bernadin jî. Ma ji xwe sedema bindestbûn û parçebûna me ne ev bêaqilî û xwelîliserîya me ye?

   De ji xwe re li vê sosretê binerin. Esra Darena (20) Geverî di sala 2002an de dide dû qûnekekî polîsê Tirko, pêre dizewice û porê xwe bi ser xwe de kur dike. Di 16ê Hezîranê de Esra xanim kujtî tê dîtin. Hinek dibên întîxar e, lê dayika wê ciyê derb û êþkencê di bedena keça xwe de dîtiye û dibê mêrê wê ew kujtiye.

    Dibêjin qûnekê polîs V.Daren ji jina xwe xwestiye ku têkilîyên xwe bi malbata xwe bibirre, nebêje ez Kurd im û Kurd li ber çavê ewladê zinê reþ bûne. >>>>>

Naomî, îlhama min û BANGEK!

Sîdar Bengîn Epozdemîr-20/06/08-

Di demeke ku mirov dide gotin ‘Nikarim serê xwe bixurînim’ de, min piyê xwe ji firêna jiyanê hilda û min karî ez bikevim riya ber bi welatekî gelek-gelek xeter bo erebeyên ne-ji-wî-welatî: Ingilîstan...
   Esas gotina min a ‘min karî’ piçek zêde neheqî dide rewþa min, çawaku min bi îradeya xwe ya azad hemû karûbarên xwe betal kirin. Mixabin ku di van demên dawî de ajanda min zêde rê nade demokrasiyê û min mahkûmî tiþtên din dike. Belê çûyîna min ne ji ber hebûna dema min a vala wek okyanûsek lê belê ji ber urf û adetên me Kurda, ji ber evîniya min a kûr ji boy Kurmamê xwe Welat û ji ber heyecana min a ji bo daweta wî pêwîst bû...
.>>>>>

KONFERANSA  WALTIC 08

 

20/06/08-Swêd-Roja 30ê Hezîran, 1 û 2 Temûzê, konferenseke navnetewî ji bo sê rojan, bi navê Waltic 08 li Stockholma paytexta Swêdê li dar dikeve. Ev konferans cara ewil e ku bi serpereþtiya Sendîqa Nivîskarên Swêdî tê sazkirin. www.waltic.com

    Li gor xeberên ku gihane me, amaca konferansê ev e ku nivîskar, werger, lêkolîner û helbestvanên dinyayê werin ba hevûdu, hev ji nêz ve binasin û li ser problemên ziman û vêjeya welatên xwe rawestin. >>>>>

 

Xaltîka me Besê estetîk bû

 

Sosin Bermal- 19/06/08-Berlîn- Li ser bextê fitne û fesadên Akademîya Muzîka Kurdî be, dibêjin hunermenda germik û nermik Beser Þahîn xanim xwe li cem textorekî Kurdê Îranê estetîk kiriye û ketiye nav karwanê jêkirin û dirûtinê. Pîroz û bimbarek be rebbî!

   Çima ma hunermendên me ji Eyþika Ereb in ku nikaribin xwe estetîk bikin, perçeyên zêde jêkin û xwe bedew bikin bavê min, wîî! Hetta karin bejna xwe jî dirêjtir bikin. Ma qebhete? Na canim!

   Werhasil, ê de derbasbûyî be û aqûbet li hunermendên din jî be xaltîka Besê. Bi xwedê te rê ji me re vekir, aha piþtî vê nivîsê ezê jî têkevim dora estetîkê ellawekîl! Qederê çend santîmî pozê min dirêje, qe nebe ezê çend kêran lêxim belkî hema ji xwe re mêrekî bibînim keçko, wîî!

 

Îcar wê têr hevdu balêsin, waweylêêê!

 

Kevîn Kurdson- 19/06/08- Calîfornîa- Aha demokrasî û mafê mirovan ev e ha! Kuro welatê ku azadî lê nebe hêjaye çi bavê min? Welatê ku qûnek û qûnde nikaribin lê bi hevre bizewicin, ma welate? Na yabooooo!

  Neyse, dinya mirine, hema xwezî bi wê roja ku kî kê bigre bazde ser, kî di kê ke serbest be û hew, wîî!

  Werhasil, dibêjin piþtî ku li eyaleta Emerîka Calîfornîayê zewaca qûnek û lezbîyenan bi germî serbest bû, qûnek û lezbîyenên (jin bi jinê) dinyayê berê xwe dane Calîfornîayê da ku karibin bi fermî û azadî bizewicin û hevdu bidin ber lotik û zîtirkên kerîkî.

   Dibêjin Del Martîn (87) û Phyllîs Lyon (83) piþtî lotik û alastina 55 salan >>>>>

 

 

 

Mêhdîyê me dîsa lotikek

 Kurdî li dewletê xist

 

Ji Serokatiya Lijneya Dadgeha 2. a Sulh Ceza  Re

17/06/08-Stenbol-

Birêz serokatiya lijneya dadgehê, birêz dadgerna;

    Di destpêkê de ez, ji ber derfetdayina xweparastinê ku dadgeh daye min, rêz û spasiyên xwe, di şexsê serokatiya lijneya dadgehê de, ji feraseta dadê re pêşkêş dikim. Hêvîdar im ku hemû bêdadiyên nava mirovahiyê, bi dada pîroz werin çareserkirin.

   Bi hêvîdariya pêkanîna dadê, ku di nava mirovan de tu pirsgirêkên dadî nemînin, parastina xwe pêşkêş dikim. Hêvî dikim ku bêdadiyên li Turkiyeyê jî, wek destpêka avakirina biratiya gelan; bi ferasetek hemdem û nêzîktêdayinek mirovane, bi helwesta demokrasiyek bi temamî were çareserkirin. >>>>>

Sê şebeş

L.Şêxo- 17/06/08-

Zilamek rêwî di ber çemekî re derbas dibe dibîne ku xortek hilkişiyaye ser tehtekê bilind û dixwazi ji wira xwe bavêje avê. Zilam bilez ber bi xort ve dice û dibê: Xorto xorto, bise tê çi biki lawo! Tu xwe bavêji tê bimri kuro! Xort dibê: Nêzîkî min nebe, ji xwe ez jî dixwazim xwe bikujim.

 

Zilam dibê: Xêre lawo, çima tu dixwazi xwe bikuji? Xort dibê: Ma ne çima, hema ez bi kêr tiştekî nayêm û piçek mejî jî di serê min de tune. Ez yekî gelek bê hiş û bêaqilim.>>>>>

 

  

BÊJAN (PÛJANG ) 

ACHÎLLEA  MILLEFOLIA

 

B.Jîndar- 16/06/08- Bêjan giyayek bêar e. Du cûreyên wê hene, kulîlk spî û kulîlk zer. Di nava mêrgan dirûngehan, cihên çêrê, bedenan,  hema li her deverê şîn têt. Ji kevnar de di nava gel de jibo derman tê bikaranîn.

   Di Kurdî de çend navên wê  yên din jî hene. Wek: Pûjang, Bêwijan, Gulmêş, Gulikê mahran û hwd. Gîyayek wek navê xwe bê jan e.  Ango; çi janan (êşan- arêşan) nade mirov, çi bandorên wê yên neyînî nînin.

    Têdayî, made û mineralên tê de: Dohnên firek (dibin gaz), pînen, berneol, cineol, terpîneol, kaphor, thoyn. Şekirên glîkoz, sakaroz, manmîtol, tanen, phosfart, asîdên organîk, achillein, potasyum. >>>>>

Kêmûşa Havînê

Xalê Guhbel-15/06/08-Pisporên Lotikxanê yên kêmûşa germa havînê, ketin nava lêkolîn û lêgerîneke bi lezûbez û ji bo Kurdan hin tiştên nû peyitandin. Ji ber ku îsal zad li nih herêmên Kurdistanê şîn nebûye, tavil Kurdên li van herêman ji ber desttengiya dinyalikê xwe jibîr bikin, yan jî xwe sinet bikin û li ba jinên xwe ranekevin. Tirsa me ji tiştekî tune, lê tirsa me ev e ku di dawiya salê de jinên Kurd jî ber negirin û nivşek ji Kurdan kêm bibe.

   Îsal ji xwe zad ji ber xezeba Xwedê tune. Xuyaye ku wê germa kelekela havînê jî wek xezeba Tirkan bi kefteleft be. Îcar eger xezeba neanîna zarûkan jî bi ser Kurdan ve were, bi sê telaqê bê fitû, ne Stenbola Siltanan Kurdan dihewîne û ne jî demokrasiya Ewrûpa Kurdan disitirîne. >>>>>

 

Poşman bû û li xiyarê berê vegeriya

Şemal Amedî- 14/06/08-Hollywood- Tiştê ez zanim, lotikvanên Hollywoodê tenê dinya xwariye û hew. Perê wan pir in, malê wan pir in, tu kul û meraqekê di dilê xwe de nahêlin. Di mejî û felsefa wan de tenê tiştek heye. “Ez carekê têm dinyayê, ezê bixwim, vexwim û lêxim!” Meselen lotikvana memiknepoxî Pamela Anderson.

     Pamela Anderson bi xwe jî nizane bê heta niha çend mêr kirine û çend berdane. Vê dawîyê dev ji mêrê xwe ê 365an Motley Crue berdabû û dabû dû xiyarekî din. Lê niha dîsa tevî zarokan li Motley Crue vegeriya.

   Îcar Motley Crue ji kêfan re difire û dibêje: >>>>>

Ez we dişopînim

B.Ronahî-14/06/08-

Rojekê  karkerên beledîya bajarê Koln a Almanya  civanê didin hev ku li qahwexaneyek ji yên Tirkan firavîna xwe bi hevre bikin. Di nav wan de Kurdek heye. Heke di nav henekan re be jî, tim keviran li Tirkan û Atatirkê wan dixe.

   Hûn nabên yên Tirk di navbera xwe de bêşa xwe kirine ku yê Kurd bêxin tengasîyê. Dema firavînê li qahwê dicivin, li dîwarê qahwê ve wêneyê Atatirk daliqandiye û li binî nivîsîye “Ez we dişopînim”.

   Tirkê  ku pilan çêkiriye, bi dengek bilind ku herkesê di qahwê de bibihîze dibêje: Kek X, divê yên wek te diqetê bikin. Binêre (rismê  Atatirk nîşan dide) Atatirk  ji yên wek te re dibêje: “ Ez we dişopînim“.>>>>>

Kurdistan dibe Hollywood

Şîndar Berwarî-13/06/08-Duhok- Belê, başûrê Kurdistanê dibe bihuşta rojhilata navîn. Êdî herkes hesabê pêşeroja xwe li ser Kurdistanê dike û tê vir. Piştî şîrket, balyozxane û dezgehên navnetewî, niha jî lîztikvanên sînemaya Hollywoodê tên li Kurdistanê flîmên xwe dikşînin. Çima? Hem xweşe û hem erzane!

   Werhasil, lîztikvana Îspanî, lotikvana germik û nermik Paz Vega tevî derhênerê Bosnayî Danîs Tanovîş û grûpa xwe hatin li Kurdistanê flîmê xwe temam kirin. Derhênerên Hollywoodê dibêjin:“Wê bakurê Iraqê (Kurdistan) bibe mekanê flîmên pêşerojê. Hem xweşe û hem erzane“ filan û fîstan.

   De neyse canim, xwedê daye Kurdên başûr, aqûbet li Kurdên parçeyên din be û hûn sax!

 

 

 

Ji niha de ji xwe re karek dît

Sosin Bermal- 29/06/08-Berlîn- Jin û zilamên xelkê biaqil in û hesabê xwe û pêþeroja xwe dikin. Lê em Kurd jî xwe bi paþeroja xwe dibesinînin û haya me ji pêþerojê tunene. De ji xwe re li serokwezîra Elman Angela Merkel xanimê binerin.

   Li ser bextê xelkê be, dibêjin Andela Merkel ji niha de hesabê pêþerojê û dîtina pîþe û karekî baþ dike. Dibêjin heger di hilbijartinên pêþ de Andela xanim biser nekeve û nebe serokwezîr, îcar wê bibe „donercî“ ji bo ku bêkar û tirale nemîne. Ji ber vê jî Angela xanim diçe dikanên Tirkan, xwe fêrî jêkirina donerkebabê dike û dersê dibîne.

   Îcar ez dibêjim ev ji bo Kurdên li Elmanya fersendek baþ e. Çawabe Kurdên li Elmanya piranî betal û tirale ne, bê hesab û kîtab in. Îcar go biaqil bin wê bibin þirîkê Angela Merkel û bi xêra firotina donerkebabê hinekî meþhûr û navdar bibin.

   Belkî jî hinek ji we pêre bizewicin û xwe ji qiriktalî û kezebreþîyê xelaskin ma kî zane!

Dr. Ehmed El GÛÛÛÛÛÛ bi îslamê de rît

Abdullah El Kurdî- 29/06/08- Mekke- Lotikxanê ji roja ewil de dibêje “kesê ku bide dû Tirk, Ereb û Ecemên zinêkar gunehkar e û ciyê wî cehneme ye” lê kes guhdarîya þîretên me nake. Çima nakin? Li hesabê wan nayê ji ber wê. Herkes li berjewendî û li binzik û doxîna xwe difikire û dev ji qûna van kafirên ku bi navê îslamê derketine rê, bernadin. Aha ji we re nîþana misilmantîya Erebên qûnbigû û zinêkarîya wan.

    Hûn bi qedrê xwedê kin, li gora we zarokek yek salî kare bizewice yan na? Ma heywan jî xwe li zarok û çêlîka yeksalî diceribînin? Lê misilmanên Tirk, Ereb û Ecem vê bêbavtîyê dikin û bi navê îslamê zinêkarîyê bi insanetîyê re dikin.

   Werhasil, melayê Siûdî birêz ewladê zinê Dr.Ehmed El Mûbî El GÛÛÛ fitûyek derxistiye û dibêje:”Di ola îslamê de sînorek ji zewaca keçan re nîne û zilamek kare bi keçikek 1 salî re jî di “dêya xwe kute” û pêre bizewice”.

   Min di qûnê gao di televizyona Libnanî de dibêje: “Ez gotinên xwe dispêrim modela pêxember. Hezretî Mihemed di 6 salîya hezretî Eyþê de pêre zewicîye û cara ewil di 9 salîya wê de lotik lêxistiye” filan û fîstan. >>>>>

Enqerê lotikek li parêzgarê Duhokê xist

Binav Sindî/ 28/06/08-Duhok-

Beriya çend rojan li Enqereya paytexta Tirkiyê, vîrûsekî Tirk lotikek li parêzgarê Duhokê Temer Remezan xist û bi hewarkînê gehandin nexweþxaneya emercinsî ya heman bajarî.

     Heftiya bihurî Temer Remezan ê parêzgar û lotikvanê Duhokê digel Mihemed Mihsîn qaymeqamê Amediyê û hindek lotikvanên dî yên parêzgehê, li hotêlek bajarê Enqerê bûn û lotik û motik diavêtin. Þeveke direng trombêla ambulansê hat ber deriyê hotêlê û cenabê parêzgar bi xwe re bir nexweþxaneya emêrcinsî. Li ser eger û sedemên nexweþketina parêzgar, tiþtek nehatiye zanîn. Lê dixtorê lotikvan gotiye ku belkî ji ber xwarin, vexwarinê û guhertina hewayê be. Yanî, Temer Remezanê me bi hewa Tirkan bi jehrî ketiye û rûvîyên wî li hev werqilî ne (li hev hatine pêçan).

    Hinek jî dibêjin na wele eraq û raqîya Tirkan ji Temer Remezan hez nekiriye, hinavên wî þewitandiye û hiþtiye ku Temer Remezanê me li hatina xwe poþman bibe.

    Bi her hal baþ bû vê carê jî xwedê lotikvanên me parastin û bi silametî gihiþtin eyaleta Bensilvaniya Amerîkî. Lê divê beriya wê wan aþika xwe ji raqîya Tirkan ra amade kiriba. >>>>>

Îcar wê qiyamet rabe

Ehmed Beyan- 27/06/08-Enqere- Kesî ji we dîtiye ku polîsekî Tirk rabe gilî li dewleta xwe bike û dewleta xwe bide Dadgeha Mafê Mirovan? Na! Hetanî îro tenê kesên mexdûrên êþkencê serî li Dadgeha Mafê Mirovan dixistin û dewleta Tirk gilî dikirin. Lê xuyaye îcar polîsên Tirko ji van mexdûrên êþkencê hînî insanetîyê bûne ku rabûne gilîyê dewleta xwe dikin. Hem jî ne polîsek bi tenê ha, 750 polîs!

   Dibêjin van polîsan xwendiye, bûne komser û rêya midurîteya ewlekarîyê ji wan re vebûye. Lê dewletê kanûnek derxistiye ku rê li ber pêþketina van polîsan hatiye girtin û wê tenê wek komserên qûnbicilik bimînin. Her çiqasî wan serî li dadgeha makzagonê xistibe jî, dadgehê daxwaza wan red kiriye û lotikek li wan xistiye. Îcar her 750 polîsî gotina xwe kirine yek, biryar dane ku serî li Dadgeha Mafê mirovan a Navnetewî bidin û vê tirrê ji dewleta xwe re nehêlin.

   De ka îcar bêjin: Ma ev ne elameta roja qiyametê ye? Law ma rûvî û sûk? Ma polîsên dewleta virqo û Dadgeha Mafê Mirovan?

   Xwedê xêr bike rebbî. Sibê dusibê esker û nîvgeneral jî dewleta xwe gilî bikin qet ecêbmayî nemînin qardaþim. Dinya çerq û berq e, çi dibe çi nabe tenê xwedê zane û hûn sax!

Ez nabim wek þêx û mela

Heysem Bavê Salih- 27/06/08-Qamiþlo-

 

Ez nabim wek þêx û mela, li nav xelkê rîh þeh nakim

Ez tizbîyê dirêj nakim, û darkê sîwakê ranakim

Bes heger cinet bi we bi, ezê cehnimê jî sar kim

 

We xwe kirye xwedyê cinetê, ez li ba we tobe nakim

Heta zarok birçî hebin, ez mizgeftan ava nakim

Bes bikin lewlew û pitpit, ez tucarî bi a we nakim

 

Ji hev re çi gotin?

 

26/06/08-Belê, maça fûtbolê a navbera Elmanya û Tirkiyê xelas bû, Elmanan 3 gol xistin Tirkan û Tirk jî di 2 golan de man.

 

Îcar hûn meraq dikin bê serekkomarê Tirkiyê Abdullah Gul û serokwezîra Elmanya Angela Merkel di trîbunê de ji hevre çi gotine? Wêne bitikînin

 

 

Pismamên me qûn li wan qetand

 

Maradona Misto- 26/06/08-Swîsre- Belê, Tirkên ku dibêjin "Tirkek berberî dinyayê ye" xwe li himber lotikên pismamên me yên Elman negirtin û di ser re hatin.

   Tirkan bawer dikir ku Elmanên Arî jî wek Xirwatan lotikpisîk in û wê li ber wan dest hilneynin. Lê Pismamên me yên Arî ew dan ber lotik û pehînan û tirr di wan de kirin fis, Elman 3 û Tirko 2.

   Elmanên Arî, pismamên Kurda diranên Tirkên Tûranî ji kokê kiþandin, sê lotik li der qûna wan xistin û ev ji hola gokê qewirandin.

   Wilo anîn serê wan ku teknîk dîrektorê wan Fatîh Terîm îstîfa xwe bide û bêje "çîîîîîîzzzzzzzzzzz!"

   De li ser xêrê be, xwedê xêra pismamên me yên Elman binivîse û wan bi bihuþtê þa bike rebbî!

 

Qijnikên welatparêz rêya xwe þaþkirin û berê xwe dan Kurdistanê

 

Silêmanê Þeþderb- 25/96/08-Elezîz-Belê, hersal vî çaxî qijnikên welatparêz li Tirkiyê bela xwe li Tirkan dixin û qûnê li wan dikin çarox. Sala çûyî nêzîkî sed Tirk bi devlêkirin û vîrûsa qijnikên welatparêz miribûn.

   Ev vîrûs bi navê „Nexweþîya Kirim Kongo“ tê binavkirin. Qijnikên welatparêz bi kê vedin yan dev li kê bikin, xelasî jê tune, xwînê vedirþin û berê xwe didin cehnemê.

   Werhasil, heta niha di nava çend mehên pêþîn de nêzîkî 30 Tirkî bi lotikên qijnikên welatparêz mirine. Tê gotin ku îhtîmal heye di nava þeþ mehan de hejmara kujtîyan bighê 100 î û nifûsa Tirkan kêmtir bibe.

   Neyse, tiþtê xerab ev e ku van qijnikan pûsûla û rota þerê xwe xelet kirine û bi xeletî berê xwe dane gund û bajarên Kurdistanê jî. Heta niha li Kurdistanê du-sê Kurd bi lotikên van qijnikan þehîd ketine û çûne bihuþta qijnikan.

   Îcar hevza xwe ji qijnik, gen û kêzikan bikin bavê min. Dinya wilo serûbinê hev bûye ku qedr û qîmetê zilamtîyê hatiye pîvazekê. Heta bi qijnikekê jî kare tirrê ji insanekî berde û namûsa wî bike bexdûnis ellawekîl!

Çima yabo ma em Eyþka Ereb in?

Oskê Gurrî- 25/06/08- Herdû endamên deftera siyasî, li gazîno rûniþtîbûn, xwe xwas kiribûn û lingê xwe di nav ava sar de dibirin û tanîn. Dan û stendin dikirin û behsa siyaseta Kurda di warê nêçîra durust ya ku li ser sîngê têkirin, dikirin.

 

Nemre yek: Ka berî em dest bi civîna xwe bikin, em çi bixwin, em çi vexwin?

 

Nemre dido: Law bi xwedê em ditirsin heval! Law Oskê Gurrî bi me bihisi, bi telaq wê me di entirnêta de bifedihîni û tirro wê her û bê û bêji „hûn dibêjin perê me ji bo filan karî yan ji bo filan tiþtî tunenin, ka îja hûn li vî cihê buha çi dikin?“. De ka emê çi jehrî bikerifin û ji vî cihê buha zû derkevin çêtiri haa! >>>>>

 

Gelo kî malê xwe emanetî kê dike?

 

Ehmed Beyan- 24/06/08-Enqere- Niha hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin, kesek ji we malê xwe emanetî kesekî ku hûn jê heznekin dike? Yan dijminek dixwaze malê xwe, dezgehên xwe emanetî dijminê xwe bike? Na ne? Îcar hinek ji malperên me rabûne ser tapanan û dibêjin:”Hayhooo, hayhoooo, TRTê Kurdî emanetî ajanên wek Sînan Îlhanê Ruhayî û Umît Firat kir hewarêêêêê!” û pirça serê xwe hildikin.

   Yaw qardaþim, ma hûn û dezgehên xwe rojname yan televizyonên xwe emanetî yekî PSK î, yekî KUK î, yekî KDP î dikin? Yan hûn yekî ji van siyasetên din dikin midûrê televizyonên xwe? Herama xwedê be! Çawa hûn yekî ne ji xwe nakin midûrê rojname yan televizyonên xwe, helbet wê dewleta virqo jî TRT beþê Kurdî teslîmî zilamên xwe bike qardaþim! Ma qebhete yan qiyamet radibe? Na lo, dewleta virqo ewqasî ehmeqe ku rabe di televizyona xwe de cîh bide we û beþê Kurdî radestî we bike newlo, wey mala minê! Herkes dezgehên xwe radestî zilamên xwe dike cîgerlerimmmmm! >>>>>

 

Serê du beranan di beroþekê de nakele

qardaþim!

 

Nûrojê Hebizbinî- 23/06/08-Êlih- Belê, ji bo radestkirina mifteyên 1250 xanîyan Kasimpaþali Reco hat Êlihê (Batmanê) û dîsa çend derew ji xelkê re kir. Recebo dîsa çîrokên bratîya sexte û goþt û nenûkê dubare kir û 7 hezar ehmeqên me jî jê re li çepikan xist.

    Îcar lotika xweþ lotika pankartê bû. Rayedarên AKP ê herêma Qozlixê li ser pankartê bi Kurdî „Bijî Tayyîp“ û „Bijî serok“ nivîsandibûn. Yanî qaþo dixwestin xwe li ber dilê Kasimpaþali Laz Reco þîrîn bikin. Lê gava Recebo çav li gotina „Bijî serok“ ketiye, serê xwe li dîwarê otobozê xistiye û ji zêrevanên xwe re gotiye:“Di vî welatî de du serok nabin lan! Yan Îmralî û yan ez! Zû herin wan pankartan biçirînin zûûûû“ û zêrevanên wî jî pankartên Kurdî daxistine.

   Îcar serokê beledîya Qozlixê Hikmet  Bahþî gotiye:“Hella hellaaaaaa! Yaw min tiþtek ji vê helwestê fêhm nekir qardaþim, di vê dema ku TRT amadekarîya weþana Kurdî dike, çima pankartên bi Kurdî dan hev yaw! Me tiþtekî siyasî nenivîsandibû bavo, wîî!“ filan û fîstan. >>>>>

Li ser Þîrînê nameyek %100 vekirî

 22/06/08-Hewlêr-

Ez wek berpirs û çavdêrê zêr û zîv, dolar û dînarên Hikûmata Baþûrê Kurdistanê ku niha newêrim navê xwe yê asasî eþkere û diyar bikim, li ser nivîsa Lotikxanê ya bi sernavê "Þîrîna me lotikek li hikûmeta Kurdistanê xist" dixwazim hin zelalî bidim raya giþtî ya Lotikxanê da Þêrîneke din ranebe û lotikên bêîman li Hikûmeta Kurdistanê nexe.

   Rastiya meselê halko bû, bi sê telaqên jinberdanê ne kêm dibêjim û ne jî zêde.... Kî ji min bawer neke jî, ew hem bêîman e, hem jî ciyê wî cehneme ye:

 1- Gava Þêrînê jî ji bo festîwala Cegerxwîn hatiye vexwendin, ji xwe haya Wezîrê Rewþenbîrî Felekedînê Kakeyî pê çênebûye. Lewre Azadê Dartiraþê dostikê Þêrînê, di þûna ku rewþenbîran vexwîne, rabûye Þêrînê ji bo 7 rojan vexwendiye Hewlêrê.

 2- Çi kesa û çi kesê ku ji bo festîwalê hatiye vexwendin, piþtî heft rojan vegeriyane çûne cihê ku jê hatine. >>>>>

Zor zane, zêr zane, devê tifinga mor zane

Sofî Xelef-21/06/08-Lotikxane- Metelokek heye dibêjin: "Zor zane, zêr zane, devê tifinga mor zane". Ango;Zora kê hebe, zêrên kê hebin, parên kê hebin, ê xwedî gotin û desthilatdar ew in. Ev tifinga zêrin a di destê vî eskerê Emerîkî de tifinga qûnekê Seddam Hisên bû. Safî zêrê zer e.

   Tu beþerê xwedê, tu misilmanî rojekê jêre negot:"Kuro bênamûs, tu bi perên xelkê tifingên zêr ji xwe re çêdiki. Bi van çekan tu Kurdên reben dikuji û bi navê îslamê qetlîaman diki" filan û bêvan.

  Lê ku niha ev tifingên zêrîn di destê Kurdan yan Emerîkîyan de bûna wê bigotana çi hûn zanin? Wê bigotana:"Ma ne ji xwe ew kafir in, bi perê feqîr û belengazan tifingên zêrîn çêdikin û serweta xwe zêdetir dikin" ellawekîl!

  Îcar tembîya me li Kurdan be, lawo Kurdino! Xwelîliserno! Bi a bav û bapîrên xwe bikin û hûn jî bêjin:"Zor zane, zêr zane, devê tifinga mor zane" cîgerlerim!

   Bi hersê telaqên jinberdanê, li vê dinyayê jî û li axretê jî, heçê zora wî, zêrên wî, perên wî tunebin, wê tim û tim bindest û koleyên xelkê bin û hûn sax! Bilasebeb negotine "Pere dikute mere" qardaþim! Ji dêvla ku xelk di me kin, hûn xwe dewlemend bikin û di wan kin û xelas!

Welatê Xirpo û Zirpo

Zagros Osman-21/06/08-  Jiber qelsbûna polîsa diz û keleþ  li bajarekî  pir bûn, tebat û aramî lê nema. Xelkê bajêr çûn ba mîr gilî kirin. mîr ji wan re lîderekî polîsa jîr û jêhatî þand. vî lîderî fermana diza rakir, gelek ji wan girtin û ê mayî reviyan bi çola ketin.  Mefer ji wan re nehiþt ku vegerin dizyê bikin.

   Di nava diza de diduyên navdar hebûn, yek bi navê Xirpo û yê din navê wî Zirpo ye. Li çolê xwe veþartine. Çi cara hewldanê dikin ku dizyê bikin ew dibînin ku polîs wek deq in, li hêvya wan þiyarin, rê li ber wan digrin û keysê nadin wan ku dizyê bikin. Herdû diz li çola birçî man. Wan bihîst ku wê polîs operasyonek mezin li derdora bajêr çêkin bo dizê mayî bi girtin bidin. Ewana tirsiyan, herduwa ji hevre gotin  divê em çarakê ji xwe re bibînin. >>>>>

Bêrya kevrê bin qûna min kiriye!

Oskê Gurrî -20/06/08- Ji bîst û pênc salan de, hevdû nedîtibûn. Bê hemdî xwe rokê li çola bajarê bapîrên xwe li hev rast hatin. Bi destê hev girtin û pozê xwe di hev dan, herkê li ser kevirekî li hemberî hev rûniþtin û behsa namûsa xwe kirin.

    Natalya qehpik sê çar zarokê min jê man, xwezî rokê van quzdêkana bigotana em Kurdin, yan xwezî zanîbana lefzek Kurmancî û banyana ser zimanê xwe. Vê qûnekê Rûsîyet bi þîr re dida wan, heta ne dihiþt rokê kutilka bixun, digot yeeq bêhna Kurda ji wan tê.

   Ewê bêrya xiyarê Ûris mûrisa kir û tev wan bêjyên xwe li wir man. Min jî bêrya vî kevrê bin qûna xwe kir û ez hatim vir. >>>>>

Ha werin malê belaþ, Lotikxane spermayên xwe bi nîvê heq difroþe

Tacdîn Baran- 20/06/08-Elmanya- Law ev Ewrûpî çi ewladên zinê ne ya starrrrr! Binerin bê kê bîra firotina sperman dibir kuro, wey liminnnnn! Hem jî bazirganîyek baþ û bi fêde.

   Dibêjin Elmanê bi navê Cersten Uhlê 33 salî, spermên xwe li nexweþxaneyekê dicemidîne, piþtre difroþe jinên ku dixwazin bêyî xwarina xiyarekî zarokan bînin. Hem jî serê spermayê 80 euro kuro, pekkkk! Mêrik bazirganîyekê baþ dike ellawekîl. Li malê bi xwe xweþ tîne ( ji xwe berdide), avika xwe dibe nexweþxanê, dixe sarincan û difroþe jinên porkur.

   Dibêjin heta niha 45 jinan spermên wî di malzaroka xwe de bi cîh kirine û bûne xwedî zarok. Îcar heger di nava salekê de mêro 1000 spremî bifroþe dike 80 hezar euro. Bazirganîyek baþe newlo?

   Çima me Kurdan bîra vê ecêbê nebir law? Kuro em Kurd tim li paþ xelkê dimînin hûn namînin ecêbmayî. >>>>>

TÎPÊN TERORÎST

Xalê Guhbel- 19/06/08-

Heta niha me digot belkî Tirk tenê Kurdan dikin terorîst, lê va ye tîp û herfên Kurdî jî dikin terorîst. Hahooo ji destê van terorîstaaaannnn!

    Gelo hûn dizanin ku ew tîpên terorîst kîjanin? Naaa, bi sê telaqê mêrberdanê, a niha eger em binivîsin, hûn bawer nakin û hûnê bêjin ku dîsa va ye Lotikxanê dest bi nebûkarî û bêbextiyan kir. Naaa, ne nebûkarî ne û bi telaq ne jî bêbextî ne, xalis û muxlis emr û fermana GENEL QURMAY BAÞQANÎyê dewleta virqo ne.

   Mêro fermanek belav kiriye û tê de gotiye: Ey mihemedcûcîkler, we ev tîpên W, Q û X li kur dît, serî lê biperçiqînin. Lewre Kurdan W xistiye serê bêjeya WELAT, Mihemed Pêxemberê torinê Brehîm Pêxemberê Kurd jî tîpa Q xistiye serê navê wê pirtûka ku Xwedê jê re hinartiye, ev tîpa terorîst ku X ye jî, Kurdan ew xistiye serê paþnavê Ehmedê Xanî. Înca ev sê tîp li kur hatin dîtin, serê wan biperçiqînin û nehêlin ku þîn û þên bibin. filan û fîstan. >>>>>

 

Þoooþþþþþ W.Q.X!

 

Av.A.Dîlan- 19/06/08-Enqere- Gerçî hewceyî nasandina Tirkan û mejiyê wanî gennî nake, lê dîsa jî me go de em ji karwên bi paþde nemînin û lotikekê bavêjin. Hûn dirûtîya Tirkan dibînin newlo gelî xwendevanan? Ji alîyekî Kasimpaþalî Reco û meclîsa wî destûra weþana bi zimanê Kurdî dide, ji alîyê din jî serekerkanîya artêþa Tirkiyê hesabê Recebo û hikûmeta wî bi xirrê xwe nake û wî dide ber pehîn û lotikên bêîman.

   Werhasil canim, dibêjin serekerkanîya artêþa virqo ji bo ku rê li ber Kurmancî bigre, rabûye afîþên rengo-mengo li dîwaran xistiye, xetek sor li ser tîpên W.Q û X xistiye û gotiye:"Once Tirkçe lan! Guzel Tirkçe"mîz"le Qoniþelim qardaþim" filan û fîstan.

    Îcar qaþo ew guzel Tirkçe jî çi Tirkçe ye hûn zanin? Ji sedî 90 ji Kurdî, Farisî, Erebî, Yewnanî, Ingilîzî û ji zimanê gumgumokan hatiye dizîn, ji sedî 10 jî ji zimanê hacûc û macûcan hatiye dizîn. Ma çi? Ma "Gel lan! Orispî çocixî! Amina qodixim! Yawþaq! Yirtiq! Godoþ! Gotlaq!" filan û bêvan.

   Haaaaa, yaw birastî çima hûn internetê jî qedexe nakin sayin serekerkan beg? Hûn rojê çend hezar car "www." dinivîsin cîgeriiiimmmmm?

 

               Bûk û xesû

 


Oskê gurrî-18/06/08-
Vê carê qaþo þerrê bûk û xeswê dîmûqratî bû! Gotinên wan ah werrê bûn:
Xesû: Tirrekê bajariye weyy, incex xwe hemra û bodra bike yadê, û bê Þêêêro ez nexweþim, îro moza ji mi re bîn, þensê mi pîsi yadê, bûkê xelkê zikê xwe bi xiyarê mêrê xwe mezin dikin, a mi xwe bi fisteq û moza dinepixîni,weyla li te belengazo Þêro0000!
Bûk:Yeeq yaeq, çi îro gotnê te nexweþin jinapê, tê bê qey tu xurifîyi law!
Xesû: Ji xwe ezê bixurifim, tirrola Bexdê! Incex tu bixu û xwe vetirrîni, ti bûyi wek çêleka dermale wîî! Hero diro tu li cem textorê pîrekayi, tew ev bêbavana ji bo perê xwe lewleb û dermana didin pîrekê me. Ew jî qey naxwazin Kurd zêde bibin yadê, qey naynin bîra xwe ku Tirka digo zikê wan bifisînin …Bifisînin bela ev qewm zêde nebin Kurdler….kerler bimînin.
>>>>>

Ji xelkê re hêkan dike, ji Kurdan re zelqan dike

Ehmed Beyan- 17/06/08-Enqere- Ezê bi meselakê dest bi lotika xwe bikim qardaşim. Dibêjin rojekê keçek zewicîye, dev ji malbata xwe berdaye, daye dû zilamê xwe û çûye gundê wî. Wext derbas bûye, bi salan neçûye gundê mala bavê xwe.

    Rojekê zilamek ji gundê mala bavê wê tê gundê jinikê û dibe mêvanê wan. Kêfa jinikê pir tê. Radibe li rewşa gund, li halê dê û bavê xwe dipirse. Mêvan bi kêf dibêje:“Wille malbavanê te başin, brayê te bûye muxtarê gund û kêf kêfa wî ye“ filan û bêvan. Gava dibê brayê te bûye muxtar, dibe kûre kûra jinikê û dest bi girî dike.

   Ê mêvan li ber xwe dikeve ûdibêje:"Xuşkê, wille û bille min tiştekî xerab negot bavo, ev tu çima digrî?" Jinik li sînga xwe dike û dibê: “Wey li min korê nemayê, ma go zilam di gund de mabûna brayê min dibû muxtar?“

    Îcar go zilam di nav Kurdên bakur de mabûna, xaltîka me Emîne Ayna dibû seroka partîyek Kurd? >>>>>

Aferîn lan!

Kokelê Geverî- 17/06/08- Gever- Em nema zanin ne bikenin û ne jî bigrîn. Sayin hevaller ev şer ji Kurdistanê dernexistin û dernaxin jî. Tu dibê qey hinek cin û pîrebok ji wan re dibêjin.“Şer ji Kurdistanê dernexin heval! Eman eman li metropolên Tirkan şer nekin, wê xwedayê sererd û binerdê bixeyide haaaaa!“ filan û fîstan. 

   Yaw hûn çi ji vî milletê reben dixwazin qardaşim? Çima hûn li metropolên Demokratîk Cimhûrîyetê (!) êrîşî qereqolên polîs û eskeran nakin, lê jibo hûn namûs û şerefa me têxin bin lingên polîs û eskerên Tirko, êrîşî qereqola Geverê dikin babam? Yanî we heyfa bûyerên Newrozê hilanî? Tiiirrrrrrrrr! Heyf û tol wisa nayê stendin cîgerlerim.

   Çi roja ku we li Stenbolê, li Enqerê, li Izmîr û Trabzonê qereqol û baregehên eskerî firandin hewayê, aha wî çaxî hûn karin bêjin me tola bûyerên Newrozê hilanî haaaa!

    Lê hûn rabin çend fîşekan berdin qereqola Geverê, polîs û eskeran li me siwar kin, namûsa  keç û jinên me têxin bin potînên polîsên Tirko, û piştre jî hûn rabin bêjin „Kilîlîlîlîlîlî, me tola bûyerên Newrozê hilanî“ haaa! We bi vê êrîşê doxîn li me sist kir qardaşim >>>>>

Daxuyanîya xalê Guhbel

Roja panzdehê Hezîrana 2008an, rojeke bi teşqele ye. Dîsa Xalê Guhbel daxuyaniyek bo me şandiye û ji me xwestiye ku em di malpera Lotikxanê de biweşînin. Eger em neweşînin, Xalê Guhbel em tehdîd kirine û gotiye: Bi sê telaqê mêrberdanê, eger hûn vê daxuyaniya min neweşînin, ezê Satelîta Lotikxanê ji ezmanê banî terakim dengizê. Hingê ne Hecî Bûş dikare we xilas ke, ne jî nefta Kurdistanê...

    Îcar em wek Lotikxane neketine heyra xwe û sîstema rojê, lê em ketine heyra ku bi tirilyonan Dolar û Ewro pere di hesab û kaseyên Lotikxanê de ne, wê şifreya wan wenda bibe û kase venebin. Me jî bi bêgavî biryar da ku emê daxuyaniya wî biweşînin. >>>>>

 

Quzê gur bi wan ve ye

 

Ismet Xirbelek- 16/06/08- Xweş tê bîra min, li der û dora me digotin:”Filanleso quzê gur pê ve ye”. Yanî, şens û qirdê wî zêde ye. Îcar ev jî mesela me û xwedênehiştiyê Tirka ye. Oxlimler wek pisîkê ne, tu wan çawa davêji li ser çar lingan dikevin.

   Neyse, me digo belkî di maça li himber Çekoslovakya de qûn li wan biqete û em jî qîjewîj û qarewara wan xelas bin, lê qûnekên Çekî bi kêr nehatin û 3 qiraseyên Tirkan xistin xwe. Çekîyên ku 2 xiyar xistibûn lîztikvanên Tirk, piştre çavînî bûn, nezera çavan li wan ket û wek kesên ku nanê kellê bixwin ji taqat ketin, tirr di wan de bûn fis.

   Werhasil, Çekîyan em xeyalşikestî kirin û zimanê Tirkan 3 metro û nîvan dirêjtir kir. Îcar îş û karê me tune bi şev û roj em li “Tirkiye, Tirkiye başqe buyuk yox” gubdarî bikin kuro, teewwwww! Ê law wille, bille û tille em zanin bê emê çawa we bikin gû û pox, lê çavê felekê kor be.

   Werhasil, bi telaq min kîlok pembo xistiye guhê xwe ku dengê wan bêbavan neyê min. Îcar hûn çend kîlo pembo dixin guhên xwe hûn zanin qardaşim!

 

Feleka dinyayê şaş bûye

Roza- 15/06/08-London- Bikaranîna maddyên kîmyewî, xwarin û vexwarinên bi hormon kiriye ku di bedena insan û heywên de guhertinên kesanedî pêk bên. Hetta van hormonan zorî daye insan û heywanan ku cinsiyeta wan jî bê guhertin û tirr ji wan bên berdan. Insanên duserî, çardest, çarling, heywanên çarling, duserî û gellek ecêbên din peyda dibin.

   Hinek van bûyeran wek „kerametên xwedê û elametên roja qiyametê“ bi nav dikin. Lê di eslê xwe de maddeyên kîmyawî, xwarin û vexwarinên bi hormon, kirêtbûna hewayê û gellek tiştên din sedemên van ecêbanin.  

   Werhasil, li ser bextê çapemenîya Ingilîz be, dibêjin îsal li Brîtanyê mirîşkekê cinsiyet guhertiye û bûye dîk. Dibêjin hingî mirîşkê hêkên mezin dikirin qûn lê çiryabû û ji destê kirina hêkên mezin gotibû Îlallah!

   Neyse, rabûye mirîşkê zorî daye xwarin û vexwarina hormonên nêr û di dawîyê de bûye dîk. Bi vî awayî mirîşka me ji kirina hêkên mezin û ji çirandina qûna xwe xelas bûye. Yanî, wek Bulent Ersoy û Fatîh Urekê Tirk hatiye serê wê, nêr û mê bûye û bûye qûnek.

   Bi gotinek vekirî, îcar wê mirîşka me hem bifisikîne mirîşkan û hem jî bifisikîne dîkan. Xwedê bi elba mezin daye mirîşkê wesselam!    

Ji qewmê Lût pêxember xirabtir in

Sofî Xelef-14/06/08- Ev Tirk ji qewmê Lût pêxember xirabtir in. Îcar mamosteyên wan, hêj ji wan jî xirabtir in.  

   Mamosteyekî li Didima Turistan dest avêt bizinê. Mufetişekî mamosteyan dest avêt mirîşka xwe. Ev herdu jî bi belge di Lotikxanê de hatin weşandin. Va ye li Burhaniyeya Balikesirê jî midûrê dibistanê ji bo ku pere nedanê, zarok xistine mexzena dibistanê û wan wek Kurdên siyasî yên li Girtîgeha Amedê, di nava pîsîtiya kanalizasyonê de hiştiye.

   De were û zarokên xwe bişîne dibistana Tirkan wey, liminnnnnn!

   Law hay ji zaroên xwe û dibistanên Tirkan hebin ji bo xwedê! Bi ellawekîl wê zarokên we dirûtî herin û çiryayî vegerin malên xwe û hûn sax!

 

 

Qûnek xwe li qûnekan digrin

Raca Xan- 29/06/08-Malezya- Di demên berê de „mêran xwe li mêran“ digirt û xwe davêtin bext û tora wan. Lê di dema îro de ne mêranî maye û ne jî tor û bextê zilamên berê. Niha herkes xwe li refê xwe digre.

  Dibêjin serokwezîrê kevn ê Malezyayê birêz qûnek Enwer îbrahîm ji ber zinêkarîya bi xostekî re xwe avêtiye tor û bextê balyozxaneya Tirk a li Kuala Lumpurê û doza penaberîyê li wan kiriye. Partîya wî eþkere kir ku Enwer Îbrahîm efendî bi alîkarê xwe ê xort re zinê kiriye û hevdu çirandine.

   Îcar ji berê de dibêjin „Her teyr bi refê xwe re difire“. Enwer Îbrahîm efendî jî xwe avêt tor û bextê Tirkên qûnek û bi refê xwe re firiye.

 

Serok Kaddafî mala xwe da serok Barzanî

 

Mihemed Ebbas El Kurdistanî- 29/06/08-Lîbya- Serok Kaddafî bi dilgermîyek wek agrê cehnemê pêþwazîya serokê Kurdistanê kak Mesûd Barzanî û þandeya pêre kir.

   Wek hûn zanin, Kaddafî ji berê de jî dostanîya gelê Kurd dikir û îro jî lotikên Kurdewarî davêje. Lê vê carê mal, milk û welatê xwe jî pêþkêþî Kurdan kir û ji serok Barzanî re got:”Evder mala te ye, her gava tu bixwazi kerem bike were” filan û bêvan. 

   Îcar gelî Kurdino, van gotinên serok Kaddafî li cem xwe binivîsin. Kaddafî di kesayetîya serok Barzanî de ji temamê Kurdan re gotiye “evder mala we ye, kengî hûn bixwazin kerem bikin kaka” û welatê xwe ji me re vekiriye.

   Îcar hûn bi ya min dikin hema kon û çadirên xwe barkin û werin li çolên Lîbyayê deynin.

   Bi telaq wê serok Kaddafî her malbatekê 5 deve, 5 bizin û dolimek erdê avî jî bide we û xelas!

Rîh dibe bost û dijmin nabe dost

Gelîbolo/28 06 2008 Xalê Guhbel nameya dawîn nivîsand û derket tehtîla havînê, bi peyatî ji Gelîboloyê da rê û çû serê Çiyayê Sîpanê Xelatê, warê bêmirada Xecê û Siyabendê Silîvî.

    Di nama xwe ya dawiya vê havînê de, Xalê Guhbel weha gotiye: Rih dibe bost û dijmin nabe dost.

   Erê law oxil, van segbavên çêlikên Mistokemalê bîjîyê Zibeydoka qûnek ku gonê xwe ji peyayekî Makedonî girtibû, çi anîne serê min!

   Ez hingê 73 salî bûm gava ço dixistin min, eletrîka Edîsonê malxirab didan bilokê min, ava yuznimrê bi min didane vexwarin, ez dixistim nava gindirokê makînê û bi þivterkan li nigên min dixistin, laþê min tev bi cigara ku qanserê di Tirkan de çêdike þewitandin, bi dehan þev ez li pê dihiþtim, þûþa Colayê diheþandin kuna min >>>>>

Sersaxî û bîranîn

Hîn dîmenên we li ber çavê mine

Hîn gotinên we yên mîna ayetên pîroz

Bi hemi hiþmendiya xwe di dilê min de

Hîn ez bi hevaltîya we têr nebûbûm

Lê win diçin

Li dû we dilê tijî jan

Çavên tijî rondikên ji xwînê....... >>>>>

 

Ez û þînboza xwe û hevpeyvînek bê sînor

 

Oskê Gurrî- 27/06/08-

 

Carekê em li hev siwar bibûn û me berê xwe dabû çiyê. Em ber bi serxetê ve diçûn, hayê me  ji bayê felekê tunebû. Min dilo lawikê xwe digot û þînboza min jî li zirnê dixist, heta ji niþkê ve em gihiþtin ber sînor û liklika tirênê em sekinandin. Îja di wê seknê de hevpeyvîna me destpê kir.

 Þînboza min: Lo lo qey çavê te li çi ye Oskê keçel! Qey çavê te lê ye tu min derbasî serxetê biki,dawî emir navê min bibe eþekê,na na welle gurrîyo ez qet qebûl nakim. Li vira ku carna hinek ji min re dibêjin hîmar û tevî ku bi zimanê qurana pîroze jî, ez kirasê xwe diqetînim û sed tîzkî li wan dixînim, zirr zirra min heta a dinî rojê nasekine, îja eþek ji me kêm maye ha!!! >>>>>

Aþxana mirinê

Xalê Guhbel- 27/06/08-Li welatê Ukranyayê restorantek di rengê tabûta miriyan de hatiye çêkirin. Pisporên Lotikxanê xwe gihandin xwediyê wê û sedema ku çima di rengê tabûta miriyan de ye pirsîn. Rêzdar Potînovîç weha bersiv da:

- Mirov bi xwarina ne sererast dimire. Eger mirov hay ji xwe hebin, dikarin 250 sal bijîn. Lê bavê min, mêrik kal bûye û tirr tê de nasekinin, radibe goþtê qelandî, þorba nîskan û tûj û þorahiyê dixwe. Ê de oxil, madem hûn hay ji xwe namînin û bênefsiyê dikin, de werin va ye me jî tabût ji we re amade kiriye. Lê eger hûn xwarina nermik û germik bixwin, bi sê telaqê jinberdanê hûnê ne 250 sal, lê eger bi hindikî be 120 sal bijîn.

  Va ye ji me gotin û ji we umirkirin...

Ewha hat û ewha çû, delîlo delîlo seyranê

Cemîl Cewher- 26/06/08-Hewlêr- Belê, ev du-sê meh in ku rayedarên PDK û YNK li ser kabîneya nû lotik li hev dixistin û nedigihan tu encamê. Alîyekî digot “bila filan wezaret ji me re be”, alîyê din digot “na kaka ciyan, bila filan wezaret ji me re be canekem” û serê me dêþandin.  

   Werhasil, li ser bextê Rojnameyê de, dibêjin sekreterê buroya siyasî ya PDK kek Fazil Mîranî ragihandiye ku ewê kabîneya heyî heta hezîrana 2009an karê xwe berdewam bike û niha hewceyî bi kabîneyek nû tuneye. Helbet ev biryar jî li benda vegera Mam Celal hiþtine.

    Ê kaka ciyan, madem we yê ev biryar bida, çi hewceyî teqûreq û serêþandinê bû qurban? Yan hûn nikarin li ser wezaretan li hev bikin we ev biryar wergirt?

    Ê de neyse canekem, hebûn ji tunebûnê çêtire. Bila bi hebûna kabîneya kevn be û ne bi tunebûna kabîneya nû be û hûn sax!

 

SORÊ  

(Pîmpînelle Anîsûm - Anason)

 

Bavê Jîndar- 26/06/08-Colemêrg-

Sorê gîyayek êþbir e. Li çolê þîn tê, belgên wê kesk, kulîlk spî ye. Belgên wê gurover, lê wek gurçikanin. Fêkîya wê biçûk e, wek girsikan e. Mezinahîya fêkî, dirêjî 6cm firehî jî 2 cm e. Rengên wan yan gewrê vekirî yan jî qahweyî ne. Gîyayek bêhneke wê ya xweser û tûj heye. Bejna wê 40 heta 70 cm bilind dibe. Nava qurmê wê vala, wek lûlan e.

   Di demên kevnar de Sûmerîyan (ku beþek ji Hûrî û Gûtîyên Çîyayên Zagros in) bi xwe re biribûn deþtê. Misrîyan jî wek derman xebitandina wê ji Sûmerîyan fêrbûn û dera hukmê wan lê dermaz dibû belav kirin. Tê gotin ku welatê wê yê eslî Kurdistan e. Herçend Kurd wê ji çolê berhev dikin, lê miletên din jibo dermançêkirin, xweþikahî û ticaretê diçînin.

   Tê gotin 90 cûreyên wê hene. >>>>>

 

Îcar dor hat çêlekê

 

Temel Yandançarpti- 25/06/08- Trabzon- Sayin cîgerlerim, ez wek qûnekekî Laz ku bûme Tirk û Turkçe lotikan davêjim, silavan li we lotikvanan dikim û qûna we dax didim.

   Ez car caran rêya xwe þaþ dikim û dikevim malpera we. Cîranê minî Kurd sayin Mihemedê Kurtanker qardaþim nivîsên we werdigerîne û ez jî ji kena zikopiþto dibim we carna jî pêre tirr û fisan jî dikim.

   Neyse, min xwest ez ji we re behsa qûnekekî bi navê S.K ê 24 salî bikim. Hûn jî bibînin bê em Lazên ku bûne Tirk û wek þorba nîskê hatiye serê me, çi mexlûqat in.

   We berî niha behsa zinêkarîya Tirkan a bi mirîþk, zarok, ker û qantiran re kiribû. Lê heçê em Lazên doþirme ne tirrê ji wan berdidin û ji wan zinêkaran bipaþde namînin. Li bajarê Trabzonê >>>>>

Kî ji kîjan xwarinê hez dike

Qosarî- 25/06/08-Amed-

 Min nivîsandibû ku Murat Batkî ji kutulka hez dike. Aydýnê me telefon kir û got “Kekê Qosarî, ma te çima ne nivîsand? Ez jî savara bi goþt hez dikim”.

   De îjar cigerim tarifâ wê jî da min. Ez tarifa wê nadim we wele. Ji ber ku min soz daye wî. Paþê jî got “Kekê Qosari, wele ez qet ji kutulka jî hez nakim. Rojekê ez werim bibim mîvanê te tu j imin re savara bi goþt çêke dibe?”

   Min got „Ser çavên bajariya. Ma çawa nabe? Paþê Kemalê me yê Orgun li min geriya >>>>>

 

Ji Serok Berzanî çend lotikên dîplomatîk

 

Senger Îloz-23/06/08-Stenbol-

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî di gera xwe ya Ewrûpayê de li gor agahiyên me ji destê sisiyan bidestxistine çend lotikên dîplomatîk avêtine. Xal bi xal em van lotikan ji we xwendevanê jar û belangaz re þîrove bikin.

   Berî her tiþtî em van babetê ku bêhna lotikên dîplomatîk ji wan tê em rêz bikin: 1- Dîmokrasî û aramî 2- Terora Cîhanî 3- Berjewendiyên Bazirganî 4- Parastina Welatên Cîran 5- Pirsa Gelê Kurd û PKK’ê >>>>>

 

Heçê zane zane, heçê nizane mesela baqê nîskane

 

Maradona Misto- 22/06/08- Swîsre- Belê, di maça Tirkiye û Xirwatistanê de þeytan bi Teknîk Dîrektorê Xirwat Slaven Bîlîç kenya û rebeno cêrek ava cemidî bi ser serê wî dabû.

   Slaven Bîlîçê ku bi avêtina gola dawîn ji kêfa re firya ezmana, bi avêtina gola Tirkan wek nepoxê fisya û bû tirre tirra qûna wî. Heger di wan sanîyên dawî de Tirkan gol navêtiba, wê Xirwat hilkiþyana nîvfînalê û lotikek kerîkî li Tirkan biketa. Lê cin û pîrebokan dîsa alî Tirkan kir û di sanîya dawîn de golek avêtin Xirwatan û di encama golên 11 metroyan de Tirkoler bûn 4 û Xirwatoler man 2.

   Werhasil, mesela me ne ew bû lê hat ser wê. Dibêjin Teknîk Dîrektorê Xirwat Slaven Bîlîç maye ecêbmayî û ji çapemenîyê re gotiye:“Errrreeekkkkkk! Law ma ev bêbavên Tirkan 9 canî ne? Ev qudreta bi wan re çiye min fêhm nekir“ filan û fîstan. 

    Lan oxlim, sayin Slaven Bîlîç, em ji te re qudreta bi Tirkan re bêjin cîgerim? >>>>>

Þîrîna me lotikek li hikûmeta Kurdistanê xist

Leyla Bamernî- 21/06/08-Zaxo- Xwedê neyne serê kesî rebbî. Em Kurd çi reben û belengazin waweylêêêêê! Li ser bextê rojnama Rûdawê be, dibêjin xwedêgiravî hunermenda me a Omerî Þîrîn Perwer di otelekê de asê û hêsîr maye û wezareta rewþenbîrî jî xwedî lê dernakeve. 

   Dibêjin wezareta rewþenbîrî dawetnameyek li piþta kevokekê þidandiye û ji Þîrîna me re þandiye. Têde hatiye gotin ku wezaretê bêrya wê kiriye û dixwaze ew di Festîvala Cegerxwîn de beþdar bibe. Þîrîna me jî yeka wezaretê nekiriye didu û hatiye li Hewlêra paytext daketiye. >>>>>

Du þervanên westyayî

Oskê Gurrî-21/06/08- Li çayxanê rûniþtin û qûna xwe bi hev vekirin, yekî berê xwe da bakur, ê din berê xwe da rohilat û herkê ji xwe re gotin:

 - lo me çi kir me çi kir me xewlî li serê xwe kir, ma ev doza me ji bo çi ye ,ma qey ji bo kê ye……aaxx..ax..ax, hiþ nema ye. Min stiran jî ji bîr kir. Hîn jî dibêjin divê tu rêber be.

   Yabo qurbano, erê min siyaset kir û min baþ fen û fût dizanîbûn, gotninên minî qelew wek libên tizbîyê li pê hev ji devê min dihatin xwar, lê yabo heyran, diran di devê min de neman. Welle ew wext nema, ev wextê ha tirr di min de nema weh, wey ma heta kengî law!

   Apê îsa wek dîsa, de ji wan re bêje ha bêje bela xwe jê vekin yabo, mêrik te’ebî ye ha, bela îja xwe rehet bike wey. >>>>>

 

Kerê ra, Perê ra

 

Hesê Belê-20/06/08-Amed-

Mêrik û xanima xwe derketine rêwîtîyek dûr. Siwarberê wan jî mêkera wan bû.

Bi rê de rastî hefizekî kor hatin. Jinik zekî û zîrek, mêrik jî saf bû.

    Dilê mêrik bi hafizê ku bê siwarber bû þewitî û pêþniyaz kir ku li kera wan siwarê. Jinik li dij vê pêþniyazê derket û nexwest bi yekî ku nasnakin re hevqasî nêzîkî hev bibin. Ev pêþniyaz xelet dît lê nikarîbû li dij israra mêrê xwe bisekine.

    Gava gihan gndê ku lê bi cîh bibin, mêrik ji hafiz xwest ku ji kerê peyabe û xatirê xwe jê xwest. >>>>>

 

Femînîstan tirr jê berda

 

Eyþoka Femînîst- 20/06/08-Tirkiye- Sayin qûnek lêkolîner, nivîskar, zimanzan, perwerdekar û bazirgan Þevan Nîþanyanê Ermenî, berî bi demakê qetremîzê tirþo tije qûyê xwe kiribû û bi ser serê jina xwe dakiribû. Qûneko wilo kiribû ku jina wî ji serî heta bi binî di nava gûyê wî de mabû û hew nemabû ku di nava gûyê mêrê xwe de bixeniqe.

   Bi vê helwesta nemirovî dîsa eþkere bû ku zilam dixwazin desthilatdarîyê li jinên reben bikin û jinan wek insan, wek ebdên xwedê nabînin.

   Werhasil, em jî wek Tevgera Femînîstên Tirkiyê û Kurdistanê vê helwesta sayin qûnek Þevan Nîþanyan efendî rûreþ dikin û qûna wî dax didin.

   Law ma kesî dîtiye ku zilamek qetremîzê tije gû bi ser serê jina xwe, bi serê dêya zarokên xwe dake gelî lotikvanan? >>>>>

Þêxê min

Deþtî-20/06/08-

Þexê min Mehþoqê gel

Bo te qîrîn çi qiyamete

Þêxê min tu arê dil

Kêm wek te ne tu bi rûmete

Buhar dihat payîz diçû

Çima tu çu tu bi rê kete

Gel mijûl bû yek nam te hiþt

Di nav Kurda bi rê ke te

Te gotî doz bi olê re

Geh pêk nevê ew ol bese

Þêxê Mehþûq mizgîn ewe               

Bi navê te jîyan geþe

Wek Þêx Seîd þêxê egîd

Bête cinet ne cinete.

 

Xalê me Zinarê Xamo hiland!

 

19/06/08-Xalê me Zinarê Xamo pirê caran lotikên wilo xweþ û Kurdewarî davêje ku, kela dilê me hênik dike û tirrê ji Tirkan berdide. Tu dibê qey xalê me Zinar fikr û ramana di serê Lotikxanê de dixwîne, tam lotikên Lotikxaneyî davêje û gotinê ji me re nahêle.

   Her bijî yabo qurban! Me jî dixwest em %100 nivîsek bi vê naverokê binivîsin. Lê  piþtî me dî ku xalê me Zinarê Xamo berî me serê xwe êþandiye û nivîsandiye, de me go çawa be ji me mezintire û rûspîyê me ye, em berberîyê bi xalê xwe re nakin canim cîgerim.

 Ê de nivîsa wî bixwînin babam bixwînin.. >>>>>

 

Kî dibê Tirkoler ne insan in?

 

Tacdîn Baran- 18/06/08-Dusseldorf- We dîtiye ku mexlûqatek bi navê insan ji tîpa “W”bitirse? We dîtiye ku misilmanek ji navekî ku tîpa W têdeye bitirse? Belê çawa! Aha ji we re mexlûqatên Tirk! Hem Tirk û hem jî bi serde qaþo misilman.

   Bêbavan ji navê xwe fedî nakin ma ji misilmanîya xwe jî fedî nakin? Na canim, ma Tirk û misilmantî? Neyse, ker ker e, tu heta sibê jêre bêje “þoþþþþþþ” ewê dîsa her wek xwe bike.

   Îcar ev jî mesela me û cewrikên Demokratîk Cimhûrîyeta Tirko ye. >>>>>

Em bi vê bêhna fireh avis bûn kaka!!

Cemîl Cewher-17/06/08-Hewlêr- Wek hûn zanin, piranî ji ber nakokî û nelihevkirinên nava YNK, kabîna nû hê jî nehatiye avakirin û hikûmeta Kurdistanê bê kabîne maye. Li ser wezareta navxweyî, darayî û pêşmerge nayê lihevkirin û herdu alî yî lotikan li jhev dixin.  Îcar gava berjewendîyên partîtî û ezezîtîyê jî dikevin ser, pirsgirêk dixitime û çareser nabe.

   Werhasil, li ser bextê gundî û cîranan be, dibêjin serokwezîr kak Nêçîrvan Barzanî gotiye: "Bêhna xwe fireh bikin kaka, ez nikarim wextekî bidim bê wê kengî kabîna nû ava bibe" filan û fîstan.

  Yabo qurban, ez bi serê xwe û te kim, dibêjin bêhna xwedê hezar sale, lê bêhna Lotikxanê jî 5 hezar sal in. Heta 5 hezar salên din jî emê bêhna xwe fireh bikin. Lê ku deqîqeyek jî di ser 5 hezar sal re derbas bû, êdî emê berê lotikên xwe bidin we û xelas!

   Ma 5 hezar sal têra we nakin ku hûn kabîna nû ava bikin kaka? Têr nekin em karin dirêjtir jî bikin haaaaaa, xem nîne!

Anarşîstê me di başûr re derket

Dergevanê Bexçê Lotikxanê- 17/06/08- Dema me Lotikxane vekir, me ji xwe re bexçekî heywanan jî çêkiribû û me çend heywanên Kurdistanê anîbûn bexçê xwe. Yek ji wan jî gumgumoka bi navê “anarşîst” bû.

   Me pir ji anarşîstê xwe hez dikir. Ji ber wê jî me ew bi goştê kar û xezalan xwedî kir. Piştî du salan gumgumokê me ewqasî mezinbû ku dirêjaya wî bû 6 metro. Yanî, bû qiraseyekî gumgumokan û dema zewaca wî hat.

   Rabû anarşîstê me doza zewacê li me kir. Lê ji ber pare û qelenê me tunebû em nextê bidin, me ew nezewicand. >>>>>

Manîfestoya Serok Barzanî, dewlet û millet

Çavkanîyek ji Hikûmeta Kurdistanê. Nûrî Çelîk-15/06/08- Swêd- Di dîroka Kurdistanê de xetera herî mezin, derba herî xedar, jana herî bêderman şerê brakujî bû. Dubendî û dijberîya Kurdan xwe bi xwe bû, û di dema me de jî dîsa kêm zêde heman mijar e.

   Di dîroka me de dijmin tucarî zora Kurdan nebiriye. Lê bêtifaqî, dijberî, hesûdî, ezezî û şerê navxweyî pişt daye hêza dijmin û bûye sedem ku Kurd di dîrokê de têk biçin, kêm bibin û bişkin. Kêm zêde li herçar parçeyên Kurdistanê şerê brakujî bibû bela serê me û hîna jî li hinek parçeyan ev xeter xurt e. >>>>>

 

SERHEDÊ JÎ XWE GIHAND HEWARA KURDÎ

Mitînga Geverê ya zimanê kurdî ku di dîroka gelê kurd de yeke mitînga zimanê kurdî ye, ya di çarçoweya pêngava ‘êdî bes e me bi zimanê zikmakî perwerdehî dixwazin’ li Serhedê jî deng veda. Serhediyan jî li bajarê Idîr û Qersê bersîv dan mitînga li Geverê, bi zimanê kurdî qiriyan û gotin ‘êdî bes e em bi zimanê zikmakî perwerdehî dixwazin.’

    Panela li Idîrê ya ji aliyê komeleya xwendekaran ŞEVVAL-DER’ê ve hatiye organîzekirin, ku yekem care li Idîrê paneleke ziman tê dayîn rastî eleqeyeke mezin hat. >>>>>

Li Şernexê Bi Repinekê Hatin Pêşiya me

 Qosarî-14/06/08-Amed-

 

Di rojên derbasbûyî de, ji bona em beşdarî Festîvala Şaredariya Bajarê Şernaxê bibin, dawetnameyek ji koma me ra hat. Roja ku em çûn wir, min dît berpirsyarê Festivalê got:

-Kekê Qosarî, heger tu destûrê bidi emê beriya we konsera repê li darxin.

Min got:

- Rep! Law Şernex û rep?Çawa?

Got :

-Keko komek li wir heye. Koma müzikê ye, dixwazin li vir konserekê li darxin, em jî naxwazın wan bişkînin. Me ji wan re gotiye erê. >>>>>

51 salîya PDPKS pîroz be

Di ( 14.6.2008 ) an de, di ser damezrandina partiya me ya Dîmoqratî Pêşverû Kurdî li Sûriye 51 sal derbas dibin. Partiya me di vê rojê de, di sala 1957 an de derbasî xebata niştimanî û netewî bû da ku bi hemi hêzên welatparêz û demokratên li Sûriye tekoşîna siyasî mil bi mil bike. Lewma damezrandina wê pêwistiyek niştimanî û netewî bû, li gor xwesteka cemawerê Kurd bû da ku miletê Kurd jî karibe di nav hêz û partiyên niştiman û pêşverû de li welêt rola xwe ya durust bistîne.

   Ji destpêka wê de partiya me berê xwe da hemi qatên Kurdî da ku xebatê bikin ji bo bidestxistina mafên xwe yên netewî ( siyasî, rewşenbîrî, civakî). 

   Bi damezrandina vê partiyê, birekî mezin ji miletê Kurd yekser tev li refên partiyê bû, li hemî gund û bajar û bajarokên ku Kurd lê cîbicî dibin rêxistinên wê hatin çêkirin, û di demek kurt de bû hêzek siyasî û niştimanî mezin û ber bi çav. >>>>>

RÛNAS 

B.Jîndar-12/06/08-

Rûnas: Gîyayek di nav zevî, mêrg û teraşên deverên heta bilindîya 2000 – 2300 m de şîn têt. Bejna wê 60- 150 cm bilin dibe. Gîyayek bêhnxweş lê  tama wê hinekî tahlok û pêverişok e ( zeliqok).  Sê cûreyên wê hene. Bandora hersêyan jî wek hev e.

   Di kevnar de Yewnan, Romayîyan, Medan û Asurîyan jibo dermanên cûrbecûr dixebitandin.  Li hinek deverên Îngilistanê jibo penîr tê bikaranîn. Di nav xelkê Îrlanda de li dewsa qehwê tê vexwarin. Mixabin ev gîyayê bikêr û derman hatîye jibîrkirin. Lewre li gelek deveran gundî dibêjin: Ew gîyayek bêkêr û xusardar e.

   Di van salên dawî de ku nexweşîya Penceşêrê zêde bûye, jibo tedawîya penceşêrê tê xebitandin. Ji nûve dîsan qedrê wê tê zanîn û di TIB ê de cihê xwe yê layioq digire. >>>>>

        lotikxane@hotmail.com    ....    © lotikxane 20-02-2006