Xaltîka Fatê -9

      Xwerist

 Tendirustî

  Karîkatur

  Magazîn

 

        Lotikxane

 

Google

                                                                                                                                                                                                                   Medya   ///   Arþîv

H.Belê

Kerraya ke Sero Zerence Wendê

F.Devliken

Ji Euro 2008

B.Ronahî

Milîtano

L.Sêxo

Zilam û mele

A.Dûran

Heq aþkina

Z. Osman

Xopan

D.Xanê

Rewþa Kurdan

 
 
Namûs ne tenê parçeyek goþt e. Namûsa herî mezin paraztina erd û xaka welat e.....

Generalên Tirk hiqûqê wek maþik ji bo xwe bi kar tînin

FÛAD SÎPAN- Almanya- 15.08.2008- Generalên Tirk ji destpêka komara xwe ya dandîk ve heya niha hiqûq li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê wek maþika xwe bi kar anîne û tînin.

   Generalan bi taybetî di pê faþîzima 12ê îlonê 1980-an de hevsarê hiqûqê wisa bi xwe de þidandine, ku êdî ne hewceye ew bi xwe dest biavêjin hukumeta goya sivîl jî,  yan jî înqilabeke leþkerî çêbikin. Ne hewceye êdî general xwe biêþînin, tenê pêwiste ew li fîtikê bixînin. >>>>>

 

Ji bo xwe li ber dilê Tirkan þîrîn bike, bavê xwe kir faþîst

 

Rojda Aydin- 13/08/08-Stenbol- Em Kurd çi peppûk û reben in, çi xwelîliser û bêþexsîyet in, çi xwedî kompleks û xwedîyê ruhê koletîyê ne wey weleddddd! Gelo kesî ji we dîtiye ku keçek Kurd ji bo xwe têxe çavê Tirkan û xwe li ber dilê wan þîrîn bike, bavê xwe wek “faþîstê Kurd” bi nav bike? Belê, Rojînê! Yanî Rojîna Omerî!

   Birastî min qet bawer nedikir wê yeke wek Rojîna ku bavê wê welatparêzekî mezin e, ked û xizmetek mezin daye doza Kurdî, rabe gotinên ne layiqî xwe û malbata xwe ji rojnama Tarafê re bêje û kêfa Tirkan li me bîne. >>>>>

No xiyar!

Abdullah El Kurdî- 12/08/08- Erebistan- Li ser bextê hinek alim û dîndarên El Qaîdeyê be, dibêjin girgirekên El Qaîdeyê kirîn, firotin û xwarina xiyaran li jinan herimandine û gotine:“Xiyar þehweta jinê zêdetir dikin, li jinan radikin û avê bi devê wan dixin. Ji ber vê kirîn, firotin û xwarina xiyaran li jinan heram e“ filan û fîstan.  

   De li vê ecêbê binerin lo, law heyla min di bin dûvê we kirino, çima hûn zebeþ, petîx û bacanan jî qedexe nakin hêê? Ma gava zilam zebeþ û petîxan dikirin û memikên jinan tînin ber çavên xwe, bi we xweþ tê newlo!

   Weyla ez di nava wilo edalet û þerîet de bimîzim erê wele!

60 xizmetkarên wê hene, pekkk!

Miradê Torî- 12/08/08-Parîs- Li ser bextê fitne û Beko Ewanên kolanên Parîsê be, dibêjin lotikvana navdar û seksî Angelîna Jolîe û mêrê xwe Brad Pîtt li þatoya xwe bi cîh bûne û kêf kêfa wan e. Dibêjin herdu lotikvanên navdar û dewlemend, bi zarokên xwe re bi xar û qirûþ, bi xezalê û bi çavgirtînkê dilîzin û dinya serûbinê hev bibe ne xema wan e.

   Herweha tê gotin ku 60 xizmetkar di bin emrê Angelîna Jolîe de ne û xanimê destê xwe ji ava germ naxe ava sar. 60 xizmetkar law, pekkkk! >>>>>

Pisîkê tirr jê berda

Hesen Keleþ- 11/08/08-London- Sala buhurî karmend Vîctor Lepford, li bexçê xwe dest dabû gûyê pisîkê û pê miribû. Ji ber ku Lepford bê lepik rahiþtibû gûyê pisîkê, mîkrop girtibû û gûyê pisîkê tirr jê berdabû, ew þandibû cehnemê. Îcar di tehlîlên piþtî salekê de derketiye holê ku di gûyê pisîkê de bakterîyên wek kolî basîlîn û c-dîff heye û mîster Lepford ji ber van bakterîyan miriye.

   Li gora lêkolîna pisporên Lotikxanê, bakterîyên wek kolî basîlîn û c-dîff di laþê hemi Tirk, Ereb û Eceman de heye. Çi Kurdê ku destê biratîyê dirêjî van dagîrkeran bike û hefsarê wan têxe stuyê xwe, wê bi van bakterîyan bimre û bi cehnemê þa bibe.

   Ji me gotin qardeþim!

Xopan

Zagros Osman

 

Girtiyê soza te me

ez mam dîlê evînê

çavrewanim careke din te bibînim

dûrbûna te ez hêlam

ti guhestin

ax lava nema

civînin xweþ vegerînin

bê te hebûn xave

bîranînê þevên þêrîn

can û hestî dihilînin

cegerê min bûye xopan

ji xeyalê te maye bêpar >>>>>

 

راطةيةنراويَك لة كوردستان فؤر ثريَس و

 مالَثةري

ئةنستيوتي دهؤك بؤ رؤشنبيري طشتي

 

لة ثيَناو كار كردن و خزمةتكردني زياتر كوردستان فؤر ثريَس ئةركةكاني خؤي دةخاتة ثالَ مالَثةري ئةنستيوتي دهؤك

بؤ سةرجةم خويَنةران و نووسةران و راطةياندكاني كوردستان

راطةياندني كوردي لةم قؤناغةدا ثيَويستيةكي طرنطة بؤ طةياندني ثةيامي مرؤظايةتي و داكؤكيكردن لة مافة بنةرٍةتيةكاني مرؤظ و تةكاندان بة ثيَشكةوتنة ئابووري وسياسي و كؤمةلاَيةتي و رؤشنبيري و كلتوريدا, هةر لةو ثيَناوةشدا دواي دوو سالَ و نيوي كاركردني كوردستان فؤر ثريَس (www.kurdistan4press.com) ئةم

 

Qûneko xwe bi pîzza û mirîþkekê firot

 

Kevîn Kurdson- 09/08/08-Emerîka- Qûnekê bi navê Tremayne Durham qatil e, yanî canî ye. Piþtî ku mêro fêhmkir ku wê heta dawîya emrê xwe ceze bixwe û di hepsê de bijî, rabû bi þertê ku heta bi mirinê pîzza û goþtê mirîþkên qelandî bixwe, sûcê xwe îtîraf kir û li canîbûna xwe mikur hat. Piþtî mikurhatina xwe jêre fersenda zewacê jî çêbû û mêro di hepsê de zewicî jî.

    Li gora tê gotin, heger efûyek derkeve ewê karibe piþtî 30 salên din ji hepsê azad bibe. Lê ku heta 30 salî efû dernekeve dêya wî hat gan û ewê di hepsê de bi xwarina pîzza û goþtê mirîþkên qelandî virikî bibe û bimre.

   Werhasil, ê xelkê xwe bi milyon dolaran difroþin û li xwe mikur tên, lê qûnekê Durham xwe bi pîzza û goþtê mirîþkên qelandî firot kuro!

Pakrewanê Evînê

Zoryar Tehlo-08/08/08-

 

Memo Memê Alan

Xortê gernas û ciwan

Serkêþê evînê

Evîndarê Zînê

Qeþenge Zîna Zêdan

Buhara Cizîra Botan

 

Gava Zînê nediyare

Memo mest û xembare

Diçelmisin çîçek û gul

Bêdengin þalûl û bilbil

Dildarê Zîna þoxe

Çi evînek mendehoþe >>>>>

 

Bê þirove

 

Li Îranê heram bû, li Tirkiyê xwe helal kir

 

Ebû Cengo- 05/08/08-Qamiþlo- Li ser dîn û îmanê fesadên Qamiþlokê be, dibêjin serokê Sûriyê Beþar El Esedê bejinelokî li Îranê serdana Mehmûd Ehmedînejadê bejinnîvmetro kiriye û herdu serokan hevdu bi dilekî pirr germ himbêz kirine. Piþtî serdana Îranê, Esed û xanima xwe derbasî Tirkiyê bajarê Bodrûmê bûne û xwe di ava behrê de helal kirine.

   Tê gotin ku li Îranê ji bêhna tirr û fissên Îranîyan bêhn bi Esed ketibû, heram bibû û þeytan pê keniya bû. Piþtî hatiye Bodrûmê, xwe di ava behrê de helal kiriye û ji toz û tirabêlka Tehranê xelas bûye. >>>>>

 

 

Zebeþê Diyarbekir

 

Xalê Guhbel-03/08/08- Law Diyarbekrîno, we ziman ji dest xwe berda, qe nebe li zebeþên xwe xwedî derkevin qardeþim, wîî! Ji xwe tiþtekî Diyarbekrê heye ew jî zebeþên wê ne.

   Heger Tirk rabin zebeþên Diyarbekirê bikin kum û þevqe û têxin serê xwe, mana wê ev e ku namûsa zebeþên Diyarbekirê jî kirine pênc pere ellawekîl!

Zebeþê Diyarbekir

Mînaye þîr û þekir

Xweþtire ji ramûsanan

Li min kirine jan û kul

 

Herkes xwe li goþtê teze digre

 

Hesen Almas- 02/08/08-Emerîka- Ev insan mexlûqatekî ecêb e. Ji xwe tiþtekî bi navê wîjdan pêre nemaye û hin bi hin vedigere dema heywantîya xwe. Lotikên ciwan, xwarina goþtê teze û rexlik ji insanan re bûye mode. Zilamên 50-60-70 salî bi keçên 8-15 salî re dizewicin, jinên perçiqî bi xortên 14-20 salî re zinê dikin, û ev rewþ her berdewam e.

   Dibêjin Annette Martînez jî 40 lotik li xortekî 14 salî xistiye û hevdu çirvirandine. Martîneza ku li cem malbatekê wek xidama zarokan dixebitî, xortê malê ê 14 salî hînî tirr û fissan kir û bi lotikên xwe ew bi xwe ve girêda. >>>>>

Osman Paþa jî partîyê ava dike bavo

Ehmed Beyan- 01/08/08-Enqere- Li Tirkiyê avakirina partîyê bûye mode. Heçê ku tiþtekî neecibîne radibe lotikekê dacêje û dest bi avakirina partîyekê dike. Dibêjin Tumgeneralê dernekar (teqawitbûyî) Osman Pamûkoglû jî katiye dora tenûrê û dixwaze partîyekê bi navê “Partîya Maf û Wekhevîyê” ava bike.

   Pamûkoglû dibê:”Wê siyasetmedarên kevnare û qûnbigû di partîya me de cîh negrin. Ew hatine ceribandin û bi kêrî pênc qirûþên xerabe nayên. Wê di partîya me de siyametmedarên nû, lotikvanên teze cîh bistînin. >>>>>

Lotikek ji PSK

Di 27ê Tîrmeha sala 2008an de xelqê bajarê Kerkûkê yê Baþûrê Kurdistanê bi mebesta þermezarkirin û nerazîbûn nîþandana li dijî  ‘qanûna hilbijartinên civatên parêzgehên Iraqê’ ku ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve hatibû qebûlkirin, di çarçoveya mafên xwe yê demokratîk de xwepêþandanek lidar xist. >>>>>

 

 

 

Xaltîka Fatê-9

Rojbaþ Xaltîka Fatê,

 

Ez têm çavên te, lêvên te, memkên te, dest û lingên te. Hema kuderê te xweþ be ez bêm wanderan. Werhasil, berî go ez zêdetir gunehkar bibim, dixwazim bên ser mijara xwe.

   Navê min Mihoyê Gerdenzer e. 38 salî me û têra xwe lihevhatî me. Lê ez dikim û nakim malmîrata jina min xwe nêzîkî min nake. Ew jina go em dil ketibûn hev û me bi ramûsan û lotikan hevdu diþewitand, îro xwe dûrî min dixe, ji ber televizyonên Tirkî ranabe û destê wê ji rêzeflîmên Tirko nabe. Bawer bike >>>>>

 

Mêro daye dû þopa dê û bavê xwe

 

Tacdîn Baran- 15/08/08- Bonn- Robîn beg, yanî kurê Dilbixwîn Dara û Hêvîdar Zana, daye dû þopa dê û bavê xwe, bi sê telaqan sûnd xwariye go bibe rojnamevan û ne tiþtekî din. Mêro ji niha de li cem dê û bavê xwe wek "pratîsyen" dixebite û dest bi lotikan kiriye jî.

   Dibêjin Robînê me hevpeyvîna xweya pêþîn bi nivîskar Seîdê Dêreþî re kiriye û bi pirsên xwe herdu lingên Seîdê me xistiye solekê. Meselen bi pirsa "hêk ji mirîþkê derketiye yan mirîþk ji hêkê derketiye" xwêdan bi Seîdê Dêreþî xistiye. >>>>>

 

Xalê Hiko jî partîyê ava dike

 

Ihsanê Licî- 15/08/08-Licê- Xalê me Hiko yanî Hikmet Çetînê Licî jî dest bi lotikan kir û hazirîya avakirina partîyekê dike. Hikmet Çetînê ku berê wezîrtî û serekmeclîstîyî jî kiriye, di nav partîya CHP de yek ji wan nerazîyan tê destnîþankirin.

   Werhasil, xalê Hiko û çend qiraseyên din dixwazin qaþo partîyek çep wek alternatîfa CHP damezrînin û di meha Îlonê de dest bi lotikan bikin. Li gora min, Hikoyê ku hetanî îro ji Kurdan re tiþtek nekiriye, wê di nav vê partîya çep de jî tiþtekî neke û wê dîsa wek dem û dewranên berê borazanîya dewleta virqo bike û xelas!

   Ê de serketin cîgerim...Belkî hema rojekê bi xeletî be jî gotina Kurd ji devê te derkeve.

Ehmedînejad tirr ji Tirkan berda

Zinar Qelemþûr- 14/08/08-Stenbol- Ji bo ku serokkomarê Îranê Mehmûd Ehmedînejad li Enqerê neçe ser gora Atatirko û bi bêhna tirr û fissên wî gêj nebe, serdana xwe taloqî Stenbolê kiribû û mêro îro hat Stenbolê. Berî hatina wî bi seetek du seetan temamê rê û otobanên Stenbolê li xelkê reben hatin girtin da ku qaþo lotik li Ehmedînejad nekevin û kes sûîkastê lê neke.

   Îcar xelkê reben di rê û otobanan de li ber germê helikî û tirr di wan de nema.

   Xanim Cewrîye Çîftdelîk ji Lotikxanê re got: „ Ma ev hal e heyatim?  Ne li hatina Ehmedo be û ne li xêra go ew bide me be, ma yuce Tirk milleti bû lotike yaqiþir cîgerim filan û fîstan.

   Werhasil, Ehmedînejad tirr ji Tirkan berda û heta bi ber xist wan û hûn sax.   

Lingê xwe li gor xwe raneda qûn lê qetya

Çang Çîng Çong- 13/08/08- Pekîn- Belê, plimpiyadên Çînê dest pê kirin û sporjenên dinyayê dan lotikan. Herkes dixwaze di beþê xwe de bi ser keve û bibe pêlewanê dinyayê. Sporjenê Macar Janos Baranya jî xwest di beþê halterê de bibe pêlewanê dinyayê, lê rebeno negiha miradê xwe û qûn lê qetya. Baranyayê ku di 77 kîloyan de ketibû pêþbirkê, di rahijtina haltera ji xwe girantir de destê wî þikest û bû tirre tirra qûna wî.

   Ê oxlim, madem qûna te ne ew qûn bû ku tu xiyarê ji xwe mezintir têxi xwe, çima tu beþdarî olimpiyadê bû û çima te xwe rezîl û riswa kir cîgerim?

   Werhasil, tembîya min li Kurdan be qardeþim. Barê ji xwe girantir, siyaseta ne li gor xwe, lotikên ji xwe mezintir navêjin ku hûn jî wek Janos Baranya efendî bi din bar de nekevin û kêfa xelk û alemê li xwe neynin û hew!

Nûrî Qulo li dahola Tirkan xist

Brahîmê Midyadî- 13/08/08-Swêd- Rojnamevanê Suryanî Nûrî kino, ku bi xwe ji bajarê Midyadê ye, di rojnameya Swêdî Expressen de bi bêedebî zimandirêjîya serok Mesûd Barzanî kir û ew wek “Saddamê Rojhilata navîn” bi nav kir.

   Nûrî Kinoyê ku bi kîn û nefreta li dijî Kurdan mezin bûye, ji bîr dike ku bi vê zimandirêjîya xwe xizmeta dewleta Tirk dike ew dewleta ku fermana Suryanîyan rakiribû û Kurd pê gunehbar kiribûn. >>>>>

NIFIRKAR

Bargiran Baran- 12/08/08-Riha- Berbanga sibê, li bin dara ku min di honikatîya wê da welat ava dikir, min xwe ji niþka ve ji xew çeng kir, nizam dereng mam?.. Bi lez, min çavê xwe þûþt û cilên nû li xwe kirin, taþtêya xwe xwar û ji dayka xwe ya Tirkînezan-hezar carî sipas ji Xwedê re- xatir xwest.

   Roj în e, û wek her în îro jî îcar jî tobekar im. Ezê herim Riha, kar û barên xwe biqedînîm û paþê jî herim mizgefta Xelîl Brahim û li ber Xwedayê mezin bigerim û jê bipirsim, ma ne bi destên te ye, ka tê vî welatî kengî bi avakirin bidî? >>>>>

Ehmedê me Lotikek li Ocalan xist

Ehmed Beyan-12/08/08-Enqere- Ehmedê me, yanî serokê DTP Ehmed Tirk lotikek li A. Ocalan xist û got:”Em di doza Ergenekonê de teref in”.

   Wek hûn zanin, Ocalan di hevdîtina bi parêzerên xwe re gotibû ku divê Kurd di doza Ergenekonê de nebin teref û serê xwe bi pirsgirêkên nava dewletê re neêþînin.

   Lê xuyaye yan ev gotinên Ocalan nehatine bîra Ehmedê me, yan jî êdî kêr gihaye hestî û Ehmedê me gotiye: Êdî bes e qardeþim!

   De a bi xêr çibe bila xwedê wê bike rebbî!

 

Xezeba Beraçemkan

Xûsê Fernandez- 11/08/08-Latîn Amerîka- Pêþketina teknolojîyê, bikaranîna maddeyên kîmyewî, zêdebûna xwarin û vexwarinên hormonî, serûbinbûna xweza û hewayê, dihêle ku di jiyana insan û heywanan de guhertinên mezin pêk bên.Nexweþîyên wek pençeþêrê, nexweþîyên dil û þekir zêdetir dibin, her ku diçe jiyan li insan û heywanan diherime.

   Dibêjin niha li Latîn Amerîka, li Perû û Arjantînê xezeba Beraçemkan (çil – çilên mehîrê) li xelkê herêmê rabûye û heta niha 38 kes ji ber gezkirina beraçemkan mirine.

   Beraçemkên ku di flîman de wek sembola Wampîr û Dracûla (xwînmij) tên nasandin, li Latîn Amerîkayê bû rastî û Beraçemk êrîþî insanan dikin, xwîna wan dimijin û wan dikujin. Çawa ku li Tirkiyê Qijnikên Kongoyê ferman li Tirkan rakirine û di nava çend mehan de zêdeyî 60 Tirkî kujtine, Beraçemkên Latîn Amerîkayê jî bela xwe li xelkê reben dane û tirrê ji wan berdidin. >>>>>

Rojbaþ kaka!

Þêrzad Zebarî- 10/08/08- Hewlêr- Dibêjin Parlamenterê Kurd, kekê me Mehmûd Osman nû pê hisiyaye ku Tirkiye desttêwerdanan di kar û barên Iraqê de dike. Wey rojbaþ kaka!

   Eve du salin qarewara Lotikxanê ye û dibê:”Law hay ji Tirkan hebin, law hay ji OYAK û þîrketên Tirkan hebin, law bawerî bi þeytên tê lê bi Tirkan nayê ey hewarrrrrrrr!” lê kesî bawer nedikir.

   Dibêjin kek Mehmûd Osman li Silêmanîyê gotiye: “Parlamentoya Iraqê di bin tesîra Tirkiyê de qanûna li dijî Kurdan derxist. Destê Tirkiyê di derxistina vê qanûnê de heye” filan û fîstan. >>>>>

Diyarpaxir seninle gû dûyûyor, oynama þiqidim þiqidim!

Serdar Mirad- 10/08/08-Amed- Belê, em Kurd û bi taybet jî ev nifþên nû çi xwelîliserin weleddddd! Law hema kes nemaye go hefsar nexistiye stuyê me ha, wille, bille û tille lo! Hema kî rabe çefîyek Kurmancî li dora stuyê xwe bigerîne, emê qûna wî balêsin û wî li ser kolînka xwe kin. Meselen Oynama þiqidim þiqidim Tarkan.

  Dibêjin hunermend û lotikvanê germik û nermik, Tarkanê bejin „metrok û 45 santîm“ ku di klîpên xwe de ji qûnekan zêdetir û xweþtir qûna xwe virde wêde dihejîne, hatiye Amedê û konserek qirase daye. Ê tabî mêro ji bapîrên xwe hînî siyasetê bûye canim,  çima ku tirreko çefîya Kurmancî daye stuyê xwe, xort û keçên Diyarbekirlî bûne wek çêlekên go mêþ bi wan vedin, dane lotikan, serxweþ bûne, bûye himdima wan, xwe li erdê xistine û wek sofîyên mala þêx bi surrê ketine. >>>>>

Ma çawa çêbû gidîîîîîîîî!

Þêro Ebûþekir- 09/08/08-Nîjerya- Kesî ecêba bi vê ecêbê dîtiye gelo, mêrê bi 86 jina? Ya starrrrrr! Li welatê Nîjerya Efrîka mamosteyê derkenar Bello Ebûbekir xwedîyê 86 jin û 170 zaroka ye.

   Bello efendî ji çapemenîyê re gotiye:“Zilamên ku 10 jinên wan hene nikarin xwe li ber stresa jinan bigrin û bi qrîza dil dimrin. Lê ê min xwedê qiwetek mezin daye min ku ez 86 jinan îdare dikim û wan bê lotik nahêlim.“ Filan û fîstan. Belo efendî dîsa dibê:“Qurana pîroz ji zewacê re sînoran nayne û rê li ber zilaman nagre. Zewac girêdayî hêz û lotikên zilama ye“ filan û dîsa fîstan.

   Werhasil, xuyaye Qurana pîroz jî bûye wek lastîkê. Ji kê re xweþ tê Quranê li gora dilê xwe þirove dike û lotikekê li dînê îslamê dixe. Wek piranîya misilmanan zanin, di îslamê de 4-5 jin helal in. Lê 86 jin?

   Weyla min di nav rîha te gao, erê Quranê gotiye bizewicin lê negotiye bibin gavanê garana gund û 86 jinan bînin oxlim!

Ma em wek Hasan efendî jî nayên

Cewrîye Xanim- 09/08/08-Denîzlî- Ev demek dirêj e min lotik neavêtibûn. Lê Hasan Kurucu ê 74 salî ez becbûrî lotikavêtinê kirim. Min bi xêra Lotikxanê hinekî Kurmancîya xwe bi pêþde bir û hêdî hêdî, yawaþ yawaþ ji „þildim-bildima“ Tirkî xelas dibim.

   Werhasil, dibêjin temenê hînbûnê nîne. Gava hewesa mirov hebe û dil bixwaze, meriv kare hîn bibe û bide hînkirin. Dibêjin li bajarê Denîzîyê Hasan Kurucu ê 74 salî dest bi hînbûna komputerê kiriye û ha ha hespê xwe dibezîne. Mêrik bi hersê telaqan sûnd xwariye ku omputerê hîn bibe û piþtî 74 salan tirrê ji teknîkê berde. >>>>>

 

Em piþtgirîya alimên Ereb dikin:

Rêzefilîmên Tirkî þeytanî û dijminê xwedê ne!

 

Melle Mihemedê Sêrtî- 08/08/08-Sêrt-Piþtî televizyon ketin malan û rêzefilîmên Tirkan dest bi lotikên asîmîlasyon û alozîya adet û toreyan kirin, malik li me viritî, lotik li ser lotikê li malbatên Kurd ketin. Evan rêzefilîman jin û mêr ji hev dan berdan, keç û xort bi çolan xistin û berê wan dan metropolên Tirkiyê.

    Îro bi hezaran keç û xortên Kurdan bi saya van rêzefilîman hatine xapandin, ji malên xwe reviyane û di metropolan de yan diziyê dikin, yan bûne endamên çete diz û keleþan û yan jî di kolanên bajaran de xwe difroþin û bûne qehpejin yan qehpemêr. >>>>>

Ji lîztika “ARAF” ê henekek ji devê Apê Mûsa

Þanoger û Derhêner Aydin Orak

07/08/08-

Eynî bû weke meseleya kerxanê,

Odeciyê qeymeqamê Nisêbînê gotiye;

Go em emeklî bibin em ê çi bikin?

Go Musa Anter gotiye kerxanekê vekin.

Ji ber xwe ve ev mesele li hev anîne…

Qeymeqamê Nisêbînê bi vê yekê hisiya

Wê demê qeymeqam Atilla Koç bû, pir henekçî bû.

Go ya Musa bey böyle böyle diyorlar.

Min go ê qeymeqam beg madem halkýmýz uygun görüyor,

Kerxanenin açýlýþýnda sizde qurdelayî kesersiniz! >>>>>

Mêro di 30 salîya xwe de bû bapîr

Hesen Keleþ- 05/08/08- London- Ged Fûltonê Iskoçî di 15 salîya xwe de bû bav û niha di 30 salîya xwe de dibe bapîr, yanî kalik. Kurê Fûlton ê 15 salî jî daye dû þopa bavê xwe û di heman temenî de lotikek li hezkiriya xwe a 18 salî xistiye, zik lê nepixandiye û wê mêro bibe bavê zarokan.

   Ged Fûlton ji çapemenîya Ingilîz re dibêje: “Hevalên min ji niha de henekên xwe bi min dikin û dibêjin „de bixwe brakooooo, tirr di qûna te de neman haaaaa“ û lotikan li min dixin“ filan û bêvan.

    Werhasil, heçê here masîyan qûna wî þil dibe qardeþim. Yan zû nezewicin û yan jî ku hûn di temenek ciwan de bûn bapîr gazindan mekin û hûn sax!

Ûjdanê me jî rê nade, lê me mecbûr dikin kaka!

Þîndar Berwarî- 05/08/08-Duhok- Dibêjin Serok Barzanî piþtî bi sermezin û serkerên Erebên Bexdayê re hevdîtin pêkanîn, vegerîya Kurdistanê.

    Li ser bextê fesadên Hewlêrê be, dibêjin Serok Barzanî di derbarê civîna xwe de gotiye: „Kaka, serkirdayetîya Kurdistanê hertim li gel hilbijartinê ye. Qanûna hilbijartinên parêzgehan qanûneke baþ e lê madeya 24-ê ya hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê,dijayetîkirina demokrasî û gelê Kurdistanê ye.Em bi tu awayî qebûl nakin ku destkeftên gelê Kurd li parlamentoya Iraqê bên jinavbirin.”

    Serok Barzanî bi berdewamî gotiye: >>>>>

Dînên Kurd ji wan kêm bûn

Bengîn Elegez- 04/08/08-Moskova- Festîvala Dînan ji me kêm mabû wa ew jî çêbû. Festîvala Dînan kuro? Dibêjin bi minasebeta damezrandina bajarê Moskowayê di rojên 6-7 ê Îlonê de Festîvala Dînan hatiye lidarxistin û dînên meþhûr dest bi lotikên kesanedî kirine.

   Dibêjin dînên herî navdar beþdarî festîvalê bûne û tew hinek dînan dersên dînbûnê jî dane. Yanî, xuyaye dînbûn jî di pêþerojê de wê bibe beþekî zanyarîyê û di zanîngehan de bê xwendin.

   Lê tiþtê ecêba me çû ev bû ku di festîvalê de dînên Kurd tunebûn. Gelo li Kurdistanê dîn tunebûn yan tunene? Kurdên ku li bakurê Kurdistanê ji destê zilma dewleta sererd û binerd, ji destê rêxistinên ku bi navê wan mîrkutan li serê wan dixin dîn û þêt bûne, çima beþdar nebûn? >>>>>

Bilind Ibrahîm xwe ji bo þerê giran amade dike

Agir Zaxoyî-03/08/08-Zaxo- Piþtî biryara parlamentoya Iraqê û nerazîbûna Kurdan, tansiyon û þerê navbera Kurdan û Erebên segbav germtir bûye. Tirk û Erebên ku li Kerkûkê bi rêya Cepha Tirkmenî xwîna Kurdan rijandin û dest bi provokasyon û neyartîyê kirine, rûçikên xwe yên rastî eþkere kirin û kifþ bû ku ji "Kurdan pêve dostên Kurdan nînin".

   Werhasil, dibêjin bi saya xwedê û malpera Lotikxanê ciwan û xortên Kurd zêdetir xwedî li netewayetîya xwe derdikevin, sînorekî dixin navbera xwe û Erebên qûnbigû û Kurdayetî di mejî û giyanê wan de xurttir dibe. >>>>>

 

Ma ev jî jin e!

 

03/08/08- Ya starrrrrrr, law ev jina kê be dêya wî hat gan ellawekîl! Ma kes kare xwe li ber lotikên vê jinê bigre babam, pekkkk!

Ma ev jî jin e, ev jî jin e

Mîna gayê li ser kizin e

Gava radizê dibe teqreqa wê

Mêr ji tirsan dihinzine

Ma ev jî jin e, na welleeeeeeeeee!

 

Gelo Maþallah Dekak li ku ye?

R.Can-02/08/08-Rojnamevanê zîrek û çalak Maþallah Dekak ku bi nûçeyên xwe yên rengîn, þengîn û bengîn lotikan li hin derdoran dixe, dilê me hênik dike, gelo çima qet naxuye? Li gorî gotinên fesadên beriya Mêrdînê hin kesan malik lê xirab kiriye û ew ji stresê nikare li nava kolanên Amedê bigereeeee…

   Ger hûn bibêjin ji tirsa kî, bila ew jî li ba me bimîne. Em pir meraq dikin çima wêneyê her kesî di malperên kurdan de hene, lê yê wî tune ye? An ew kurê jinbavê ye û kes qedr û qîmet nade wî? Bi Allah û wekîl di nava Kurdan de rojnamevanek hebe, ew jî Maþallah Dekak e.

   Bila Cemîl Oguz nexeyide bira… Maþallah tu li ku yî bira derkeve! >>>>>

AKP kefen qetand

Firildeq Elî- 01/08/08- Stenbol- Piþtî ku girtina partîya AKP ketibû rojevê û heta berî biryara dadgehê, tirr di serokwezîr Erdogan û temamê endamên partîyê de bûbûn fiss. Lê piþtî dadgeha bilind biryara negirtina AKP da, îcar ji kêfa re bû tirre tirra qûna endamên AKP û dan lotika.

   Werhasil, dibêjin piþtî biryara dadgehê endam û rêvebirên AKP li Lotikxaneyekê civiyane, îskanên dew, coca cola û fanta li hev xistine, bi ser kezeba xwe dakirine û govendek kesanedî girtine.

   Di govendê de Kasimpaþali Receb serê govendê kiþandiye, Cemîl Çîçek koçektî kiriye û dê weledê xwe avêtiye. Erê her çiqasî dadgehê biryar daye ku ji alîkarîya xezînê 23 milyon lîre ji AKP bi paþde bistîne jî, lê yekî AKPî gotiye: >>>>>

Bi telaq heta em jî tam nekin em bawer nakin

Astronotê Lotikxanê- 01/08/08- Li ser bext û namûsa Wîllîam Boynton be, dibêjin Daîra Fezayê a Emerîkayê NASA agahdarîyek daye û li erdzemîna Marsê hebûna avê eþkere kiriye. Ji Zanîngeha Arîzonayê Wîllîam Boynton di daxuyanîyê de gotiye ku, “Me berê jî bawer dikir ku li Marsê av û qeþa heye. Lê vê carê me bi çavê xwe dît û me ava Marsê tam kir” filan û fîstan.  

   Wek hûn zanin Emerîkî bi rêya Odysseyê li Marsê lêkolînan dikin, ji wêne û nimûneyên ku bi rêya Odyssey ji wan re tên tehlîlên hûr û kûr dikin. Xwedêgiravî vê carê ji sedî sed hebûna avê hatiye kifþkirin û rayedarên NASAyê ew av tam jî kirine.

   Lê em wek Navenda Lêkolîna Ezmanî ya Lotikxanê bi daxuyanîya mîster Boynton qanih û qaîl nebûn û me jê re got:”Na qardeþim, bi telaq heta em wek Lotikxane ava Marsê tam nekin, em ji we bawer nakin û xelas!”

Tê derxin

15/08/08- Gelo li gora we ev þêxê Ereb di xewna xwe de çi dibîne?

   Heçê tê derxe emê þaþikek spî wek a evê Ereb bidin wan.

  Belkî hûn bi xêra vê þaþika spî bibin xwedî keramet û qismetê we vebe.

   De xwedê bi we re be cîgerlerim.....

Aþtîya navxweyî û perspektîva Kurdistanî

Nûrî Çelîk-15/08/08-

 

Partî yan rêxistinên ku ji bo rizgarîya welat û milletekî tên damezrandin, alav in û ne armanc in. Ev partî, rêxistin yan dezgeh ji bo ku di armanca xwe de biserkevin û bibin alîkar û desteka wê armanca ku dane pêþîya xwe tên avakirin.

   Lê ku ew partî yan rêxistin tenê hebûna xwe bikin armanc û doza ku dane pêþîya xwe ji bo hebûna xwe bikarbînin, wateya xwe winda dikin, dikevin nava hirs û nexweþîyên ”tenê ez û ez” bûnê, ji naveroka xwe gellek tiþtan winda dikin û di pêvajoyê de dibin wek terîqet û tekkeyên olî. >>>>>

Derbasbûyî be Mamo!

Hesen Almas- 14/08/08-Waþîngton- Dibêjin mamê me Celal Talabanî li Emerîkayê emelîyata dil derbas kiriye û tendurustîya wî baþ e.

   Li gora îstîxbarata ku ketiye destê Lotikxanê, Mam Celal wek xortekî çardesalî li ser xwe ye û ji 74 salîya xwe re dibêje “bi wir de here kaka”.

   Em bi navê Lotikxanê ji mamê xwe re saxî û selametîyê dixwazin û hêvîdarin wê rojek berî rojekê vegere Iraqê û Erebên qûnbigû bide ber lotikên Kurdewarî.

Li Danîmarkê kûrsa zimanê Kurdî

Komela Xwendekar û Akademîsyenên Kurd li Danîmarkê bi hevkariya Weþanxaneya Apecê li bajarê Kopenhagenê kûrsa fêrbûna zimanê Kurdî vekir. Kûrsê roja duþemê dest pê kir û wê du hefteyan dom bike. 18 xwendekar beþdarî kûrsê dibin û piraniya beþdaran xwendekarên zanîngehê an jî zanîngeh qedandine.

   Mamostê kûrsê Amed Tîgrîs e. Komela Xwendekar û Akademîsyenên Kurd li Danîmarkê û Weþanxaneya Apecê li Swêdê xwedî plan û programekê ne ku li seranserê welatên Ewropayê kûrsên zimanê Kurdî vekin. Wek dibistaneke seyar çend hefteyan li bajar û welatekî cuda û bin.

Xweþ xebere lê me ne bawere

Gerîllayê Bênav- 13/08/08-Mexmûr- Jin beþek girîng ji civakê ne. Heger bixwazin karin di civakê de rolek pir mezin bilîzin. Lê xuyaye jinên Tirk ji vê daxwazê pir dûr in. Ew jî wek mêrên xwe ji bûyeran re xemsar in, xulamên dewleta xwe ne û ji wan re þerê di navbera Kurd û Tirkan de tiþtekî îfade nake. Yanî, ji temamê Tirkan re tenê tiþtek pîroz e. Ew jî ev e: Marê ku bi min venede bila hezar salî bijî!

   Dibêjin Alîkarê Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) kekê me Bozan Tekîn, destnîþan kiriye ku sîstema þerê taybet a Tirk li ser êþên dayikan siyasetê dimeþîne û diyar kir ku heta dayik dest neavêjin berstûka paþayan pirsgirêk çareser nabe. >>>>>

Ma dora me nehat yabo!

Mîr Ronas-12/08/08-Êlih- Erê yabo, li Kafkasya ê hejmara wan 100 hezarin jî dewletbûnê dixwazin, ma îcar dora me nehat qardeþim!

   Lê qure qura nava Tirkaye haaaa, gava hin milet dibin dewlet Tirk dibêjin “aha welle dora Kurda jî hat” û tirr di qûna wan de dibin fiss. Lê mixabin deng ji Kurdan nîne.

   Ku ez bim, ezê li Kurdistana baþûr dewletbûnê diyar bikim û hûn sax! Ma heta kengî babam, ji bona dor bê bakur û rojhelat jî cîgerim, wîî! Ma ji xelkê re dewletbûn adete ji mere qebhete berêzan?

   De ya bi xêr, xwezî bi wê rojê û bijî Kurd û Kurdistan û xelas!

America the Impotent

 ELROD

In what is becoming an increasingly-tragic and bizarre coda to the Bush Administration, Russia has steamrolled through South Ossetia and is reportedly on its way to the Georgian city of Gori.

   Russia has effectively achieved its military objectives by repelling Georgian forces from South Ossetia and from Abkhazia. Where the war goes from now is anybody’s guess. >>>>>

Namûs li wan kirin bexdûnis

Tecawizcî Coþqûn- 11/08/08-StenbolJi gellek zilaman re simbêl wek nîþana namûsê, sembola mêranîyê ye. Lê car heye ku ji mecbûrî namûsê dikin bexdûnis û simbêlên xwe kur dikin.

   Dibêjin fîrma seyahetê Metro Tûrîzm ku 7 hezar karmendên wê hene, bi qanûnekê simbêl li þoforên otobosên xwe qedexe kiriye û gotiye:“Heçê bi simbêl bin emê wan ji kar bavêjin“ filan û fîstan.

   Li ser vê qanûnê, gellek ji þoforên Metro Tûrîzmê her çiqasî li ber xwe dane û gotine „olmaz qardeþim, namûs elden gidiyor“ jî, lê ji tirsa bêkarmabûnê simbêlên xwe kur kirine û namûs bi wan re nemaye. >>>>>

Zilam û Mele

 Lezgîn Þêxo-10/08/08-

Zilam li çolê li ber pezê xwe ye, dibîne ku pîreka wî bi bêhnçikandî bi berre di lezine.Zilam jî bi pêrgîve dice û jê re dibê: „Hirmet ci bûye xêre?“ Pîrek dibê: „Ma çi xêre, bi xwedê bavê te ketiye ber xetera mirinê, ya tu bigihê ser ya tu negihl, zû bilez xwe bighîne malê“.

   Zilam hema pezê xwe li cî dihêle û ew û jinik bazdidin malê. Mêrik digihê malê dibîne ku birastî bavê wî li ber mirinê ye. Dibêje jinikê:“Bilez here ban melê bike bela bê yasîna lê bixwine“. Jinik dice ban melê dike, wî tîne malê. >>>>>

KURD Û NETEWETÎ

Mihemed Ronahî

Ez mame di hikmeta Xwedê da / Kurmanc di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane merhûm / Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm
Kurmanc ne pir di bê
kemal in / Ema yetîm û bê mecal in
Fîlcumle ne cahil û nezan in / Belkî sefîl û bê xudan in
Ger dê hebûya me jî xudanek / Àlî-keremek, letîfedanek
Ger dê hebûya me ittifaqek / Vêkra bikira me inqiyadek
Tekmîl dikir me dîn û dewlet / Tehsîl dikir me îlim û hikmet
Rom, Ereb û Ecem temamî / Hemîyan ji me re dikir xulamî
>>>>>

Her du jin jî Ereb in. Mêrên herduyan jî dijminên gelê Kurd in

Selîm Omer-08/08/08- Bodrum. Ev her du jin kî nin? Ew ne dê û qîzên hevin ha! Yek ji wan Emîne ye, ya din jî Esma ye. Ya kinc sipî jina serokvezîrê Roma Reþ Tayyip Erdogan e, ya kinc reþ jî jina serokkomarê dewleta Sûrî Beþar Esad el Elok e.

    Her du jin jî Ereb in. Mêrên herduyan jî dijminên gelê Kurd in, lê ez nizanim bê hestên van herdu jinên germik û nermik ji bo gelê Kurd çi ye. >>>>>

Tê derxin

07/08/08- Gelo li gora we, çima Papa li ber Mîr Tahsîn Beg destên xwe danîne ser hev? Û çima Mîr Tahsîn Begê me wek beranekî bi xwe bawer û hesabê kesekî nake?

   Heçê tê derxe emê cotek çarox û cotek pêlava (sola-þekala) 55 nimro bidin wan.

   Neyse, destê Papa û Mîr Tahsîn Beg li piþta we be  rebbî!

Are We Forgetting the Kurds?

JURIST Guest Columnist Anthony D'Amato of Northwestern University School of Law says that amidst all the attention focused on security problems likely to be associated with an eventual US withdrawal from Iraq, the legal and practical impact of withdrawal on Iraq's millions of Kurds, mostly concentrated in the north of the country, needs to be considered... >>>>>

Agadarî

Agadarî le saite newerayatî Europa bo hamû dastekakanî rageyanden.
Saite newenarati Europa Parti Azadî Kurdistan bo xizmetkerden bo bowarî siyasî roþinbîrî we kûltûrî.

   Malperî niwenarayita Europa dawa la hamû nosaran diket be nardinî natewaî xoyan bo xizmet be Kurd we Kurdistan yarmatîman bidan. Be supasewa dastî berewabarî malperî Pak-Europa

www.pak-eu.com

Bi qurban û heyran îþ nameþe kaka

Cemîl Cewher- 04/08/08-Hewlêr- Wek hûn zanin, bav û kalên me dibêjin „Dijminê bav nabe dostê kur“. Yanî, Tirk, Ereb û Ecemên ku destê wan di xwîna bapîrên me de hene, nabin dostên me. Îcar divê em Kurd xwe nexapînin û bi qurban û heyranên dijminên xwe jî neyên xapandin.

   Di provokasyon û teqîna Kerkûkê de ji %1000 destê Tirk û Ereban têde hebû. Ji xwe Cepheya Tirkmen wek þaxê MÎT, JÎTEM û ERGENEKONA dewleta Tirk dixebite. Þîrketên Tirkan li Kurdistanê û Iraqê ajantîya dewleta xwe dikin, di çalakîyên terorîstî de tiliya wan di bin her kevirî de heye. >>>>>

 

Kurd berev dewletbûnê diçin   

 

Mahir Berwarî 03/08/08-

 

Roj bi roj kîn, gemar û dujminîya dagîrkerên Kurdistanê xoya dibît, Di tengavîya da birane, biratî, wekhe‌vî, dostanîyê dixwazin. Di þiyanê da koremar in, herdema delîvê dibînin Kurda digezin, bê soz, bê rûmet û bê qîmetin. Kurd di gel da heyrî mane!Di navbera nal û bizmêr da nin.
   Vê pîlana di van roja da kirî li perlemana Êraqê li ser hebûn û çarenivîsa Kurdistanî ya bi navê dîmûkrasîyê û dengdan li ser yasa hilbijhatinên Parêzgehên Êraqê, rûreþê Beqdayê xwe dubare nîþanî tevaya dunyayê dan.
>>>>>

 

Çavþeliqî dil ketin dirama Tirka

 

Zagros Osman-02/08/08- Ji niþka ve T.V yên Ereboþkan zincîrên dirama Tirkî mîna baranê di kenalên xwe de weþandin, wey bavo ta ana Ereboþk li kur bûn ku ji nû ve dilkevin terikên Tirkan û dirama wan bi Ereba þêrîn bibe ya ku 50 salî li ber çavên wan bû û kesî bi serde ne dirît.

   Jibo xweda ev çi bûye di neqeba îro û doh de ku wilo Tirk û Ereb bi hev þêrîn bûne. Kurdino, ku sînordaþên we li hev kirin nasbikin ew doza serê we dikin.   

   Nebêjin yaho te çi zû dirama kir hêla pîlan û siyasetê loo  >>>>>

Brayê min þehîd bû qûn-tenim

Sînan Wêranþarî- 01/08/08-Wêranþar- Dewleta Tirk ji 80 salî ve ye bra bi bra, Kurd bi Kurdan dide kujtin. Ê dikuje Kurd e û ê tê kujtin dîsa Kurd e. Li Þemzînanê di encama teqîna mayînekê de Muzaffer Gultekînê Kurd brîndar dibe û piþtre li nexweþxanê emir dide haziran.

   Gava cendekê wî tînin Wêranþarê, brayê wî xwe davêje stuyê qomûtan Tûggeneral Ahmet Kemal Emren û bi Kurmancî dibê. „Brayê min þehîd bû qûn-tenim“ û qûnê li Tûggeneral diqetîne. Herçiqasî Tûggeneral ji gotinên wî dikeve þikê û texmîn dike ku wî lotikek li qûna wî xist jî, lê piþtî hasil di Mûsilê re derket dengê xwe nekir û lotikek Wêranþarî xist xwe.

   Neyse, bila rehma xwedê li mirîyê haziran be rebbî!

Silavek germ ji kûranîya dilê Kurdekî windabûyî

Goran Silêmanovîç- 01/08/08- Bosna Hersek- Berî hertiþtî silavan li brayên xwe yên Lotikxanê û li temamê Kurdan dikim. Ez Kurdek ji Kurdên Bosna Hersek im, yanî Goran Silêmanovîç im. Niha hûnê bêjin: Ma Bosna Hersek û Kurd? Lê di rastîya xwe de, di dema dagîrkirina dewleta Osmanî de gellek Kurd li Bosnayê hêsîr man û di nava demê de asîmîle bûn û winda bûn.

   Kal û pîrên me tek tûk Kurmancî zanin, lê em nifþên nû xwe wek Tirkên misilman dizanin û mixabin lotikên bêîman li me ketine. Min Lotikxane di internetê de dît û nas kir. >>>>>

 

 

        lotikxane@hotmail.com    ....    © lotikxane 20-02-2006