Çû seferê hat kerê berê

Medya  // Arşîv

H.Belê

Teraşê Kuye

F.Devliken

Ji Euro 2008

B.Ronahî

Zengilê dêrê

L.Sêxo

Hesenê Deham

A.Dûran

Heq aşkina

Z. Osman

Ev jî ji te Rojînê

S.Îloz

Tirba

Bardakçi Baba

 
 
Xaltîka Fatê-9
Xwerist
Tenduristî
Karîkatur
Magazîn
Youtubê

Rojîna min

 

Bavê Tosin-24/08/08-Amûdê-

Tu bû

Ya ku min bijart

Ya ku Abêya evînê

Di dilê min de

Afirand.

Tu bû

Ya ku di xewnên xwe de

Min dikêşand

Ya ku di derya çavên te de

Min xwe dît

Tu bû. >>>>>

Teraşê Kuye

 H.Belê-23/08/08-Amed-

Emser Dîyarbekir de modaya qesnayîşê porî ke xortî rexbet kenî, ci ra vanî “Teraşê Kuye”, yanî teraşê kundure. Sebebo ke porê xo bin ra qesnenî, esterenî, kenê sey kuye, coka no name panîyayo.

   Hêni ra berber Rido ke Dîyarbekir de dikanê ey esto, îddîa keno ke ey ra weşêr yew nêzano nê teraşî biko. Sebeb zî, vano, “Pî û bawkalanê mi zî no huner kerdêne. Leqebê ma zî ‘Keyê Kuyan’ o.” >>>>>

Li başûr lotik li ser lotikê li jinan dixin.

Min KAKA-22/08/08- bajarê helmetû qurbanîyan, SILÊMANÎ-

Van mal xeraban li vêderê qira jinan anîn, ez dirowzinê rojnameya Awêne (eyne) me. Li gorî xebera vê rojnameyê, li Başûrê Kûrdistanê di 5 mehan da 49 jin hatine kuştin û 135’ê wan jî hatine şewitandin.

    Li gorî îstatîstîkê, Birêvebirîya Nehiştina Tund û Tijî li beramber jinan li hersê bajarê başûr  Silêmanî, Hewlêr û Duhok’ê di van pênc mehên dawî da, 49 jin hatin birêvekirin bo ew alî û 135ên wan jî di neqebê de man bi şêweyê (awayekî) şewitandin. (her çendîn bûyerên dil êş bin jî evder lotikxane ye, xem û edeb li vir nemaye) >>>>>

Doktor u Zilam

Lezgîn şêxo- 21/08/08- Zilamekî gundiyê me nexweş dikeve, lawê wî wîna dibe Mêrdînê ser doktor.

   Doktor wî kontrol dike derzî û dermana jê re dinivîsîne û jê re dibê: Binere apo, nexweşîya te xerabe, tê dermanê xwe rojê sê caran bixwe û tê rojê derzikê jî li xwe xe. Lê ya helî pêvist divê tu dest ji cixarê berdi,cixare dijminê te ye û ji îro pêve cixare li te qedexeye. >>>>>

Tirrekê xwe şiband dêlegura Tansû Çîller

Firildeq Elî- 20/08/08- Stenbol- Wek hûn zanin, serokwezîra Tirkiyê Tansû Çîller yek ji wan neinsana ye ku destê wê di xwîna bi hezaran Kurdên bêguneh de heye.

   Tansû Çîller di dema serokwezîrtîya xwe de bi milyonan dolar dan JÎTEM, çete û keleşên ku kujtina Kurdan ji xwe re kiribûn erkek netewî. Yanî, qûndeya heram dîn dijmina milletê Kurd e wesselam. Werhasil, >>>>>

ME  GOT

Bavê Tosin-19/08/08-Amûdê

Me got ,

Lê wan kir

Me got

Em bûn biyan

Em birçî bûn

Em mişixt bûn

şeqamên bajaran

Ji lingên me xwarin

Me rast got

Me çep got

Dengê me bû dengên me

Dengê me

Di nav dengên me de winda bû >>>>>

AKP meqerna dide, hûn jî kutilkan bidin ma zore!

Ehmed Beyan- 18/08/08-Enqere- Li ser bextê xelkê be, dibêjin serokê DTP Ehmed Tirk derketiye Roj TV û gotiye:Dema em diçin Ewropayê ji me dipirsin „binerin AKP ji we zêdetir deng ji Kurdan girt“. Ev ji bo me girîng e û em nikarin bersiva vê bidin. Em difikirin ku hilbijartinên herêmî ji bo gelê me bibe referandûmek û helwest û vîna xwe derxe holê“ filan û fîstan.  

   Yaw ma çilo hûn fêhm nakin qardeşim? AKP  meqerna dide xelkê, hûn jî kutilk û epraxan bidin wan. AKP komirê li xelkê belav dike, hûn jî sergîn, serkul, pişkul û tepikên rîxê li xelkê belav bikin. Wî çaxî bûnê bibînin, heger rayên we zêdetir nebûn ezê pîvazekê bi guhê xwe vekim cîgerim, wîî!

   Xelkê ji sloganên virt û vala têr xwariye babam, zik têr bikin zikkkkkkkkk!

 

Dayika Hunermend Zubêr Salih çû ser dilovaniya xwedê

 

Bi dilekî xemgîn û şikestî me nûçeya koçkirina dawî a dayika hunermend Zubêr Salih bihîst. Dayika me di roja pêncşemba bûrî de, di 14.08.2008 an de li bajarê Dirbêsiyê çû ser dilovaniya xwedê.

    Em ji hunermend Zubêr Salih û malbata wî re sebir û aramiyê dixwazin.

 ji bo sersaxiyê hûn dikarin li vê telefonê bigerin

Tel:0049/1734427638  zubêr Salih

E-Mail:zubersalih@hotmail.com

Padişah û Hindo

Hesê Belê – 17/08/08-Amed

Amerîka de apaçî çi bî, ma het zî şeynanijî ê yî. Ters nêşinasnenî. Homayî ra vêşêr çewî ra nêtersenî.

   Nêribê Şeynan de pîlê dewe Hindo beno. Zemanê dewleta Osmanîyan de paytext Îstanbul bi. Xebere yena, vanî, xortanê dewe gênî eskerey, gênî binê sîlehî.

   Şarê dewe kom beno, vanî "Ma îstîşare/muşawire bikî."

 >>>>>

Şirnexî jî çar çar tînin yaboooo!

Emîn Şirnexî- 16/08/08-Şirnex- Ma Şirnexî kêmî xelkê ne babam? Na! Êdî cêwîk, sêcot, çarcot, pênccot, şeş û heftcot anîn bûye mode. Xuyaye di pêşerojê de jina ku cot cot zarokan neyne wê di mala bavê xwe de bimîne.

   Dibêjin xanim Zeyneb Oluk a Şirnexî rakirine nexweşxana bajarê Mersînê û 4 zarok bi hevre anîne. Zeyneb xanim bi telefonê xeber daye mêrê xweyê ku şifêrê kamyonê ye û li başûrê Kurdistanê dixebite.  Zeyneb xanim dibê:”Zarok anîn ne problem e, lê ka ezê çi xwelîyê li serê xwe kim û çawa van zarokan xwedî bikim” filan û fîstan.

   Werhasil, zarok anîn rihet e. Lê berî hûn zarokan çêkin, li pêşeroja wan jî bifikirin qardeşim!

Xaltîka Fatê-9

Rojbaş Xaltîka Fatê,

 

Ez têm çavên te, lêvên te, memkên te, dest û lingên te. Hema kuderê te xweş be ez bêm wanderan. Werhasil, berî go ez zêdetir gunehkar bibim, dixwazim bêm ser mijara xwe.

   Navê min Mihoyê Gerdenzer e. 38 salî me û têra xwe lihevhatî me. Lê ez dikim û nakim malmîrata jina min xwe nêzîkî min nake. Ew jina go em dil ketibûn hev û me bi ramûsan û lotikan hevdu dişewitand, îro xwe dûrî min dixe, ji ber televizyonên Tirkî ranabe û destê wê ji rêzeflîmên Tirko nabe. Bawer bike >>>>>

Ez li te digeryam

Bavê  Tosin- 16/08/08-  Amûdê

Ji mêj

Ez li te digeryam

Berî dadana  agirê dojehê

Ta piştî

şewitandina  zindana Hisiça

Ez li te digeryam

 Bê rawestan

Anahîta dilbijok

Dil ketibû azara min

Arama min

Anahîta devê Dojehê

Di dilê min de vekir

Di nav şewitandina

Dilê min >>>>>

Generalên Tirk hiqûqê wek maşik ji bo xwe bi kar tînin

FÛAD SÎPAN- Almanya- 15.08.2008- Generalên Tirk ji destpêka komara xwe ya dandîk ve heya niha hiqûq li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê wek maşika xwe bi kar anîne û tînin.

   Generalan bi taybetî di pê faşîzima 12ê îlonê 1980-an de hevsarê hiqûqê wisa bi xwe de şidandine, ku êdî ne hewceye ew bi xwe dest biavêjin hukumeta goya sivîl jî,  yan jî înqilabeke leşkerî çêbikin. Ne hewceye êdî general xwe biêşînin, tenê pêwiste ew li fîtikê bixînin. >>>>>

 

Ji bo xwe li ber dilê Tirkan şîrîn bike, bavê xwe kir faşîst

 

Rojda Aydin- 13/08/08-Stenbol- Em Kurd çi peppûk û reben in, çi xwelîliser û bêşexsîyet in, çi xwedî kompleks û xwedîyê ruhê koletîyê ne wey weleddddd! Gelo kesî ji we dîtiye ku keçek Kurd ji bo xwe têxe çavê Tirkan û xwe li ber dilê wan şîrîn bike, bavê xwe wek “faşîstê Kurd” bi nav bike? Belê, Rojînê! Yanî Rojîna Omerî!

   Birastî min qet bawer nedikir wê yeke wek Rojîna ku bavê wê welatparêzekî mezin e, ked û xizmetek mezin daye doza Kurdî, rabe gotinên ne layiqî xwe û malbata xwe ji rojnama Tarafê re bêje û kêfa Tirkan li me bîne. >>>>>

No xiyar!

Abdullah El Kurdî- 12/08/08- Erebistan- Li ser bextê hinek alim û dîndarên El Qaîdeyê be, dibêjin girgirekên El Qaîdeyê kirîn, firotin û xwarina xiyaran li jinan herimandine û gotine:“Xiyar şehweta jinê zêdetir dikin, li jinan radikin û avê bi devê wan dixin. Ji ber vê kirîn, firotin û xwarina xiyaran li jinan heram e“ filan û fîstan.  

   De li vê ecêbê binerin lo, law heyla min di bin dûvê we kirino, çima hûn zebeş, petîx û bacanan jî qedexe nakin hêê? Ma gava zilam zebeş û petîxan dikirin û memikên jinan tînin ber çavên xwe, bi we xweş tê newlo!

   Weyla ez di nava wilo edalet û şerîet de bimîzim erê wele!

60 xizmetkarên wê hene, pekkk!

Miradê Torî- 12/08/08-Parîs- Li ser bextê fitne û Beko Ewanên kolanên Parîsê be, dibêjin lotikvana navdar û seksî Angelîna Jolîe û mêrê xwe Brad Pîtt li şatoya xwe bi cîh bûne û kêf kêfa wan e. Dibêjin herdu lotikvanên navdar û dewlemend, bi zarokên xwe re bi xar û qirûş, bi xezalê û bi çavgirtînkê dilîzin û dinya serûbinê hev bibe ne xema wan e.

   Herweha tê gotin ku 60 xizmetkar di bin emrê Angelîna Jolîe de ne û xanimê destê xwe ji ava germ naxe ava sar. 60 xizmetkar law, pekkkk! >>>>>

Pisîkê tirr jê berda

Hesen Keleş- 11/08/08-London- Sala buhurî karmend Vîctor Lepford, li bexçê xwe dest dabû gûyê pisîkê û pê miribû. Ji ber ku Lepford bê lepik rahiştibû gûyê pisîkê, mîkrop girtibû û gûyê pisîkê tirr jê berdabû, ew şandibû cehnemê. Îcar di tehlîlên piştî salekê de derketiye holê ku di gûyê pisîkê de bakterîyên wek kolî basîlîn û c-dîff heye û mîster Lepford ji ber van bakterîyan miriye.

   Li gora lêkolîna pisporên Lotikxanê, bakterîyên wek kolî basîlîn û c-dîff di laşê hemi Tirk, Ereb û Eceman de heye. Çi Kurdê ku destê biratîyê dirêjî van dagîrkeran bike û hefsarê wan têxe stuyê xwe, wê bi van bakterîyan bimre û bi cehnemê şa bibe.

   Ji me gotin qardeşim!

Xopan

Zagros Osman

 

Girtiyê soza te me

ez mam dîlê evînê

çavrewanim careke din te bibînim

dûrbûna te ez hêlam

ti guhestin

ax lava nema

civînin xweş vegerînin

bê te hebûn xave

bîranînê şevên şêrîn

can û hestî dihilînin

cegerê min bûye xopan

ji xeyalê te maye bêpar >>>>>

 

راطةيةنراويَك لة كوردستان فؤر ثريَس و

 مالَثةري

ئةنستيوتي دهؤك بؤ رؤشنبيري طشتي

 

لة ثيَناو كار كردن و خزمةتكردني زياتر كوردستان فؤر ثريَس ئةركةكاني خؤي دةخاتة ثالَ مالَثةري ئةنستيوتي دهؤك

بؤ سةرجةم خويَنةران و نووسةران و راطةياندكاني كوردستان

راطةياندني كوردي لةم قؤناغةدا ثيَويستيةكي طرنطة بؤ طةياندني ثةيامي مرؤظايةتي و داكؤكيكردن لة مافة بنةرٍةتيةكاني مرؤظ و تةكاندان بة ثيَشكةوتنة ئابووري وسياسي و كؤمةلاَيةتي و رؤشنبيري و كلتوريدا, هةر لةو ثيَناوةشدا دواي دوو سالَ و نيوي كاركردني كوردستان فؤر ثريَس (www.kurdistan4press.com) ئةم

 

Qûneko xwe bi pîzza û mirîşkekê firot

 

Kevîn Kurdson- 09/08/08-Emerîka- Qûnekê bi navê Tremayne Durham qatil e, yanî canî ye. Piştî ku mêro fêhmkir ku wê heta dawîya emrê xwe ceze bixwe û di hepsê de bijî, rabû bi şertê ku heta bi mirinê pîzza û goştê mirîşkên qelandî bixwe, sûcê xwe îtîraf kir û li canîbûna xwe mikur hat. Piştî mikurhatina xwe jêre fersenda zewacê jî çêbû û mêro di hepsê de zewicî jî.

    Li gora tê gotin, heger efûyek derkeve ewê karibe piştî 30 salên din ji hepsê azad bibe. Lê ku heta 30 salî efû dernekeve dêya wî hat gan û ewê di hepsê de bi xwarina pîzza û goştê mirîşkên qelandî virikî bibe û bimre.

   Werhasil, ê xelkê xwe bi milyon dolaran difroşin û li xwe mikur tên, lê qûnekê Durham xwe bi pîzza û goştê mirîşkên qelandî firot kuro!

Pakrewanê Evînê

Zoryar Tehlo-08/08/08-

 

Memo Memê Alan

Xortê gernas û ciwan

Serkêşê evînê

Evîndarê Zînê

Qeşenge Zîna Zêdan

Buhara Cizîra Botan

 

Gava Zînê nediyare

Memo mest û xembare

Diçelmisin çîçek û gul

Bêdengin şalûl û bilbil

Dildarê Zîna şoxe

Çi evînek mendehoşe >>>>>

 

Bê şirove

 

Li Îranê heram bû, li Tirkiyê xwe helal kir

 

Ebû Cengo- 05/08/08-Qamişlo- Li ser dîn û îmanê fesadên Qamişlokê be, dibêjin serokê Sûriyê Beşar El Esedê bejinelokî li Îranê serdana Mehmûd Ehmedînejadê bejinnîvmetro kiriye û herdu serokan hevdu bi dilekî pirr germ himbêz kirine. Piştî serdana Îranê, Esed û xanima xwe derbasî Tirkiyê bajarê Bodrûmê bûne û xwe di ava behrê de helal kirine.

   Tê gotin ku li Îranê ji bêhna tirr û fissên Îranîyan bêhn bi Esed ketibû, heram bibû û şeytan pê keniya bû. Piştî hatiye Bodrûmê, xwe di ava behrê de helal kiriye û ji toz û tirabêlka Tehranê xelas bûye. >>>>>

 

 

 

Erebên bêbav dest bi lotikên heywankî kirin

Mihemed Soran- 25/08/08-Silêmanî-  Berî niha artêşa Iraqê girtibû ser nehiya Qeretepeyê û alên PDK û YNK ji asîmanan daxistibûn û ala Iraqa Saddam hildabûn. Piştî dîtin ku Kurdên xwelîliser dengê xwe nakin û lotika wan ji wan re dimîne, îcar Erebên qûnreş lotikên xwe dijwartir kirin û îcar dixwazin Kurdan ji gund û nehîyên wan derêxin.

   Li ser bextê malpera Sibeyê be, dibêjin artêşa Iraqê girtiye ser nehiya Celewlaya Diyalayê û ji 100 malbatên Kurd re gotine:”Ê de biron werek himmar! Yan heta 72 seetan hûnê vanderan terk bikin û yan jî emê serê we têxin qûna bavê we” filan û fîstan.  

   Welhasil, wille, bille û tille min tiştek fêhm nekir kaka. Ka qaşo Serekerkanê Artêşa Iraqê û gellek general Kurd bûn? Bo hûn dengê xwe nakin û xwelîyê li serê xwe dikin kaka?  

   Heger ev bûyer rast bin û bi ser vîqasî de Kurdekan û rayedarên hikûmeta Kurdistanê dengê xwe nekin, ji xwe gotin li me nakeve kaka!

   Çawa be namûs bûye bexdûnis û herkes li bêrîka xwe difikire wesselam...

Wey ne ser xêrê bi rebbîîîîî!!!!! 

Metîn Mêrdînî-24/08/08-Mêrdîn-

  Dîsa sezona fûtbola Tirkî destpêkir....
Ka em binerin wê vê salê çend mirov piştî maçên topê bi sîlehên berdûşan bên kuştin.
   De îca kuştin jî ne besi, wê enflasyon-menflasyon, guherandina rojevê, dek û dolap zîvirandina hakema,
warwara temaşevanan, xeber û gotinên ne xweş, tîre tîra tirimpelan...hima çi bê bîra we, destpêbiki.
>>>>>
 

Ev lêlê ye, lolo li ku ye xwedê zane

 

Mihemed Soran- 24/08/08-Silêmanî- Ev serê du salane ku Lotikxane dibêje bawerîyê bi Tirk, Ereb û Eceman neynin. Ji xwe ji berê de bav û kalên me gotine „dijminê bav nabe dostê kur“.  Lê kengî emê wek Kurd vê rastîyê fêhm bikin û dost û neyarên xwe ji hev binasin ne kifş e.  Bila tu Kurdek xwe nexapîne ku wê rojekê Tirk, Ereb û Ecem ji Kurdan hez bikin û bibin dostên wan.

    Dibêjin li başûrê Kurdistanê nehîya Qeretepeyê, bîjîyên Saddam Hisên û eskerên hikûmeta Malikî girtine ser baregehên PDK, YNK, Partîya Kominîst û ew tirrek kirine. Alên wan partîyan daxistine û ala Iraqê xistine qûna Nûrî El Malikî. Êêêêêêê >>>>>

Heheyyyttt!!! Osmanê me çû nav muxtara

 Metînê Mêrdînî- 23/08/08-Mêrdîn- Milletvekîlê DTP e nuh fêhm kirin go siyaset û polîtîka ne li Enqere  û li meclîsa Tirko-Virqo tenê tê meşandin. Hinka dar li serê wan xist an jî serê wan li kevir ket çawa bû, berê xwe dan nav millet. Ez pê nizanim. Her wekîlekî me berê xwa da ciyekî û dest bi xebatê kirin.
   Îca heyran, ez qurbana we axir go lotikxane heye...
Ez serê we û serê xwe neêşînim, Osmanê (Ozçelik) me jî çû Sêrte, binerin Osmanê me li Sêrtê çi diki û çi naki..!
>>>>>
  

Tiraşa kundir

Hesê Belê- 22/08/08-Amed- Hat ragihandin ku îsal di nav xortên Amedê de moda kundir bi pêşde çûye.  Berber Ridwan; piranîya xortên ku serê xwe zelût dikin bi taybet min diecibînin dibêje û bi berdewamî dibê; em ji Hênê ne û bapîrên me jî berberî dikirin. Ji ber ku em berberîya bi vî şêweyî dikin û karê xwe baş pêk tînin, ji me re (Key Kuyan-Mala Kundiran) tê gotin.

    Berber Ridoyê ku ji bo hunera xwe pêş me bike serê şagirtê xwe kur kir û wek kundirekî biriqand, bang li xortan kir û got: >>>>>

 

Pêş nedin, paş bidin kaka paaaşşşşşşş!

 

Cemîl Cewher- 21/08/08-Hewlêr- Dibêjin balyozê Dewletên Yekbûyî ê Iraqê mîster Ryan Crocker di Kurdistan TV de axivî ye û qaşo rê li ber şik û gomanên derbarê têkilîyên Amerîka û herêma Kurdistanê de girtiye. Crocker bi her sê telaqên jinberdanê sûnd xwariye ku navbera Kurd û Amerîkîyan xira nebe û Amerîka pişta xwe (paşya xwe) nede Kurdan.

    We fêhm kir newlo gelî xwendevanan? Amerîka paşya xwe nade Kurdan û pêşya xwe dide Kurdan. Gelo li gora we çima Amerîka ditirse paşya xwe bide Kurdan kes  ji we zane?

>>>>>

Dewleta Sûrî û Bertîl

Serbestê Bindest-21/08/08- Komar (Republic) an Cimhûrîyet sîstemek demokratîk ya ku dewleta bi rêk u pêk dike.Di komarên demokratik de gel xwedî deng, maf û biryar e.Welat bi zagonên demokratik tê meşandin, li welat edlayî, wekhevî û azadî heye. Di qada navnetewi de navê dewleta Sûrî jî "Arabische Republic Syrien" yanî Komara Erebi a Sûrî.

    De îcar bela rayedarên dewleta Sûrî destên xwe deynin ser ûjdanê xwe û bêjin bê ka kîjan normên komarîyê li Sûrî heye! Li vî welatî zagon lastîk e, mafê mirov, azadî û edlayî hemi pere ye. Ger perên te hebin, tu kari bi peran hemi deryan veki, ger tu xizan bi xwedê ji te stend û trên li te qelibî û hew. >>>>>

Aha insanetîya Tirkan ev e

Tecawizcî Coşqûn- 20/08/08- Stenbol- Kurdan ji Tirk, Ereb û Eceman adet û toreyênpir xirab wergirtine. Hema bêjin çi tiştekî xerab hebe, ji dewletên dagîrker girtine û xistine nav adetên xwe.

   Kujtin yek ji wan adetan e. Wek hûn zanin, milletên bindest zêde di bin bandora adetên dagîrkerên xwe de dimînin û dinava demê de adet û toreyên xwe yên baş bi adetên dagîrkerên xwe dilewitînin, aloz dikin.

   Kurd jî yek ji wan xwelîliseran e ku di dagîrkerên xwe gellek adetên xerab girtine. >>>>>

 

Nikarin bi kerên xelkê, dibezin kerên xwe

 

Elî Kerfiroş- 19/08/08- Zaxo- Em Kurd ne tenê dijminê qewmê xwe ne, herwisa em dijminê qewmê heywanên xwe ne jî. Ew heywanên ku di xizmeta Kurdan de ne, bi goşt, şîr, eyar û bi himaltîya xwe xizmeta Kurdan dikin, dikevin ber xezeba Kurdên xwelîliser û tên kujtin. Lê gava heywanên xelkê bin, heywanên dijminên me bin, em destê xwe di ser pirça wan re dibin û bi wan şa dibin.

   Werhasil, li ser bextê rojnama Rûdawê be, dibêjin du brayên Kurd ên di navbera 12-13 salî di navbera Zaxo û Îbrahîmxelîl de kerek îdam kirine û kujtine. Îcar îdamkirin ne bes bû, rabûne kîrê kerê reben jî jêkirine û rebenê kerê bê kîr şandine axretê.

    Îcar hûn dibînin bê em Kurd ji xwe û heywanên xwe re çi zalim kurê zalimane ne wisa! Heyla xwedê kîrê kerê di qûna we kirino, ma Saddam Hisên jî ev êçkence li keran dikir haa? Hema we yekî Ereb bikujta û ew bê kîr bişanda cehnemê ne xêrtir bû qûnekno!

Qûş li pisîkan jî qetiya

Hesen Almas- 19/08/08- Şîkago- Dinya ji ber bikaranîna maddeyên kîmyewî serûbinê hev dibe û her ku diçe rewş xirabtir dibe. Herî zêde jî ev rewş bandora xwe li heywanan dike. Heywanên du serî, şeş ling, şeş bask û wekî din zêdetir dibin û malik li wan divirite.

   Dibêjin niha jî pisîk ketine ber xezeb û bandora van guhertinan. Meselen li bajarê Şîkago pisîka çar (4) guh xelkê matmayî dihêle. Xwedîya pisîkê Valerîa 65 salî dibê:“Qiyamet miyamet nizanim, ez bi pisîka xwe bextewar û serbilind im. Xwedê bikim îro qiyamet rabe, bila pisîka min sax beb es e“ filan û fîstan.        

   Werhasil, pisîkênreben mabûn ew jî ketin ber xezeba maddeyên kîmyewî û qûş li wan jî qetya û xelas.

Sûnd xwar go sala bê 10 zarokan bîne

Abdullah El Kurdî- 18/08/08-Misir- Wek me berî niha fotibû, xanim Gazele Hamis bi carekê 7 zarok bi hevre anîbûn û hema bêjin rekor şikandibû.

   Piştî me ew li nexweşxanê ziyaret kir, me dît ku ciwanikê qîma xwe bi 7 zarokan nayne û tew dibê: „Xwedê ruhê min nestîne, ezê sala bê 10 zarokan bi hevre bînim. Êdî malzaroka min bûye çarox, ha 7 ha 10 zarok ferq çiye“ filan û bêvan.

   Werhasil, xwedê zarokên Gazele xanimê jêre bihêle rebbî. Lê bi namûs febrîqe ye febrîqe, pekkk!

Aha ji we re demokrasî û azadî

Şîndar Berwarî- 18/08/08-Duhok- Hinek bêwîjdan car caran dibêjin „li Kurdistanê demokrasî nîne“ filan û bêvan. Law ma çilo li Kurdistanê demokrasî û azadî nîne bavê min? Ma kujtina xwepêşandêran ne berhema azadî û demokrasîyê ye, wîî!

   Dibêjin li gundîyên Sirîşeya Serçiyaya ser bi nehîya Xelîfana Hewlêrê, bi armanca nerazîbûna li himberî guhertina projeya ava gund, xwepêşandanek li dar xistin û lotikek avêtin. Tê gotin ku li gund 840 malbat hene û ava gund têra gundîyan nake. Ji ber vê jî gundîyên reben normên demokrasî û hemwelatîyê bikaranîne û xwestine xwepêşandinekê li dar xin. Lê xuyaye ev xwepêşandan li hesabê hinekan nehatiye û polîs û gundî bera hev dane da ku bi nanê wan neyê lîztin û gendelîyên xwe berdewam bikin. >>>>>

Zingilê dêrê

B.Ronahî- 17/08/08-Colemêrg-

 

Zîya di sala 1972 an de bi karkerî tê bajarê Koln a Almanya, li fabrîka tirinbêlan a Ford ê dest bi kar dike. Zîya kesatîyek esebî û ji neheqîyê re tehemula wî nîne.

    Ew pir ji kesên ku ji hosta, serhosta û şefan re xweşdikin û bertîlan didinê diqehire. Lewma her roj di navbera wî û wan kesan de pevçûn çêdibe. Ew jî diçin gilîyê Zîya li ba şefan û hostayan dikin. Li ser van gilîyan, rêvebirên Fabrîqê ji bo ku Zîya bînin raê û hidayetê her roj cihê wî yê kar diguhêrin û digirin binê qontirolê. >>>>>

 

Netkurdê derîyê buhuştê keşif kir

 

Ihsanê Licî- 17/08/08- Li ser bext û namûsa malpera Netkurdê be, dibêjin qaşo derîyê buhuştê li bajarê Licê ye û heçê bixwazin biçin buhuşta rengîn, divê %100 ji Licê derbasî nav bexçê buhuştê bibin. Di nûçeyê de fotoalbûma derî û şikeftên buhuştê jî hatine weşandin ji bo ku herkes li gora dilê xwe derîyekî ji xwe re hilbijêre û di wî derî re derbasî buhuştê bibe.

   Werhasil, jina min ji min berdayî be, heger derîyê buhuştê li bajarê Licê be, malik li me û bavê me viritî. Law derîyê çi û halê çi qardeşim, bibe bibe derîyê “bîr kîlo toz bîr otoboz” li Licê hebe û hûn sax, wîî! Îcar Licê û derîyê buhuştê kuro, pekkk!

   De ji xwe re li wêneyê jorîn binerin, heger ev derîyê buhuşta Licê naşibe qula Denîz Baykal ji xwe em bi tiştekî nizanin cîgerlerim!

Em 62 salîya PDK û serok Mesûd Barzanî pîroz dikin

Pîrkemal- 16/08/08- Partî Demokratî Kurdistan di 16/08/1946an de hat damezirandin û di heman katê de serok Mesûd Barzanî li Mahabadê hat dinyê.

   PDK û Mesûd Barzanî di dirêjîya jîyana xwe de xizmetek gellek mezin ji doza Kurd û Kurdistanê re kirin. Di encama ked û berxwedana wan de îro başûrê welatê me azad û ber bi serxwebûnê ve dimeşe.

   Em wek xebatkarên Lotikxanê 62 salîya PDK û serok Mesûd Barzanî pîroz dikin, ji wan re temenek dirêj, saxî û selametîyê dixwazin.

Dêqehpê Arifo jî hat girtin

 

Firildeq Elî- 16/08/08- Stenbol- Yek ji damezrêner û canîyên tevgera segbavên JÎTEM û ERGENEKONÊ dêqehp Arif Dogan hat girtin û serê wî paşûpê ket qu... dêya wî.

   Arif Doganê ku qesasê bi sedan Kurdên welatparêz e û li ser xwîna wan bûye milyarder, di mala xwe de cebilxaneya çek û narincokan veşartibû. Xuyaye bi van çekan dixwest dîsa Kurdên bêguneh bikuje û provokasyonan bike. Di dema girtinê de tew mêro hesabê kesî nekir, xeber û dijûnên bêedebî ji rojnamevanan re gotin.

   Ê tabî canim, mêrik dewlet û serekerkanîya artêşa Tirk li pişta wî ye, ma wê çima bitirse!

   Ji xêra xwedê û mîrê keremê re tu di newalekê de bi dest min biketa Arifo û hew! Wille, bille û tille min tiştekî xerab bi te nedikir. Tenê minê qirasê kerê xwe têxista te û di devê te re derxista û hew!

 

Mêro daye dû şopa dê û bavê xwe

 

 

Tacdîn Baran- 15/08/08- Bonn- Robîn beg, yanî kurê Dilbixwîn Dara û Hêvîdar Zana, daye dû şopa dê û bavê xwe, bi sê telaqan sûnd xwariye go bibe rojnamevan û ne tiştekî din. Mêro ji niha de li cem dê û bavê xwe wek "pratîsyen" dixebite û dest bi lotikan kiriye jî.

   Dibêjin Robînê me hevpeyvîna xweya pêşîn bi nivîskar Seîdê Dêreşî re kiriye û bi pirsên xwe herdu lingên Seîdê me xistiye solekê. Meselen bi pirsa "hêk ji mirîşkê derketiye yan mirîşk ji hêkê derketiye" xwêdan bi Seîdê Dêreşî xistiye. >>>>>

 

Xalê Hiko jî partîyê ava dike

 

Ihsanê Licî- 15/08/08-Licê- Xalê me Hiko yanî Hikmet Çetînê Licî jî dest bi lotikan kir û hazirîya avakirina partîyekê dike. Hikmet Çetînê ku berê wezîrtî û serekmeclîstîyî jî kiriye, di nav partîya CHP de yek ji wan nerazîyan tê destnîşankirin.

   Werhasil, xalê Hiko û çend qiraseyên din dixwazin qaşo partîyek çep wek alternatîfa CHP damezrînin û di meha Îlonê de dest bi lotikan bikin. Li gora min, Hikoyê ku hetanî îro ji Kurdan re tiştek nekiriye, wê di nav vê partîya çep de jî tiştekî neke û wê dîsa wek dem û dewranên berê borazanîya dewleta virqo bike û xelas!

   Ê de serketin cîgerim...Belkî hema rojekê bi xeletî be jî gotina Kurd ji devê te derkeve.

Ehmedînejad tirr ji Tirkan berda

 

Zinar Qelemşûr- 14/08/08-Stenbol- Ji bo ku serokkomarê Îranê Mehmûd Ehmedînejad li Enqerê neçe ser gora Atatirko û bi bêhna tirr û fissên wî gêj nebe, serdana xwe taloqî Stenbolê kiribû û mêro îro hat Stenbolê. Berî hatina wî bi seetek du seetan temamê rê û otobanên Stenbolê li xelkê reben hatin girtin da ku qaşo lotik li Ehmedînejad nekevin û kes sûîkastê lê neke.

   Îcar xelkê reben di rê û otobanan de li ber germê helikî û tirr di wan de nema.

   Xanim Cewrîye Çîftdelîk ji Lotikxanê re got: „ Ma ev hal e heyatim?  Ne li hatina Ehmedo be û ne li xêra go ew bide me be, ma yuce Tirk milleti bû lotike yaqişir cîgerim“ filan û fîstan.

   Werhasil, Ehmedînejad tirr ji Tirkan berda û heta bi ber xist wan û hûn sax.   

Lingê xwe li gor xwe raneda qûn lê qetya

 

Çang Çîng Çong- 13/08/08- Pekîn- Belê, plimpiyadên Çînê dest pê kirin û sporjenên dinyayê dan lotikan. Herkes dixwaze di beşê xwe de bi ser keve û bibe pêlewanê dinyayê. Sporjenê Macar Janos Baranya jî xwest di beşê halterê de bibe pêlewanê dinyayê, lê rebeno negiha miradê xwe û qûn lê qetya. Baranyayê ku di 77 kîloyan de ketibû pêşbirkê, di rahijtina haltera ji xwe girantir de destê wî şikest û bû tirre tirra qûna wî.

   Ê oxlim, madem qûna te ne ew qûn bû ku tu xiyarê ji xwe mezintir têxi xwe, çima tu beşdarî olimpiyadê bû û çima te xwe rezîl û riswa kir cîgerim?

   Werhasil, tembîya min li Kurdan be qardeşim. Barê ji xwe girantir, siyaseta ne li gor xwe, lotikên ji xwe mezintir navêjin ku hûn jî wek Janos Baranya efendî bi din bar de nekevin û kêfa xelk û alemê li xwe neynin û hew!

Nûrî Qulo li dahola Tirkan xist

Brahîmê Midyadî- 13/08/08-Swêd- Rojnamevanê Suryanî Nûrî kino, ku bi xwe ji bajarê Midyadê ye, di rojnameya Swêdî Expressen de bi bêedebî zimandirêjîya serok Mesûd Barzanî kir û ew wek “Saddamê Rojhilata navîn” bi nav kir.

   Nûrî Kinoyê ku bi kîn û nefreta li dijî Kurdan mezin bûye, ji bîr dike ku bi vê zimandirêjîya xwe xizmeta dewleta Tirk dike ew dewleta ku fermana Suryanîyan rakiribû û Kurd pê gunehbar kiribûn. >>>>>

NIFIRKAR

Bargiran Baran- 12/08/08-Riha- Berbanga sibê, li bin dara ku min di honikatîya wê da welat ava dikir, min xwe ji nişka ve ji xew çeng kir, nizam dereng mam?.. Bi lez, min çavê xwe şûşt û cilên nû li xwe kirin, taştêya xwe xwar û ji dayka xwe ya Tirkînezan-hezar carî sipas ji Xwedê re- xatir xwest.

   Roj în e, û wek her în îro jî îcar jî tobekar im. Ezê herim Riha, kar û barên xwe biqedînîm û paşê jî herim mizgefta Xelîl Brahim û li ber Xwedayê mezin bigerim û jê bipirsim, ma ne bi destên te ye, ka tê vî welatî kengî bi avakirin bidî? >>>>>

Ehmedê me Lotikek li Ocalan xist

Ehmed Beyan-12/08/08-Enqere- Ehmedê me, yanî serokê DTP Ehmed Tirk lotikek li A. Ocalan xist û got:”Em di doza Ergenekonê de teref in”.

   Wek hûn zanin, Ocalan di hevdîtina bi parêzerên xwe re gotibû ku divê Kurd di doza Ergenekonê de nebin teref û serê xwe bi pirsgirêkên nava dewletê re neêşînin.

   Lê xuyaye yan ev gotinên Ocalan nehatine bîra Ehmedê me, yan jî êdî kêr gihaye hestî û Ehmedê me gotiye: Êdî bes e qardeşim!

   De a bi xêr çibe bila xwedê wê bike rebbî!

 

Xezeba Beraçemkan

 

Xûsê Fernandez- 11/08/08-Latîn Amerîka- Pêşketina teknolojîyê, bikaranîna maddeyên kîmyewî, zêdebûna xwarin û vexwarinên hormonî, serûbinbûna xweza û hewayê, dihêle ku di jiyana insan û heywanan de guhertinên mezin pêk bên.Nexweşîyên wek pençeşêrê, nexweşîyên dil û şekir zêdetir dibin, her ku diçe jiyan li insan û heywanan diherime.

   Dibêjin niha li Latîn Amerîka, li Perû û Arjantînê xezeba Beraçemkan (çil – çilên mehîrê) li xelkê herêmê rabûye û heta niha 38 kes ji ber gezkirina beraçemkan mirine.

   Beraçemkên ku di flîman de wek sembola Wampîr û Dracûla (xwînmij) tên nasandin, li Latîn Amerîkayê bû rastî û Beraçemk êrîşî insanan dikin, xwîna wan dimijin û wan dikujin. Çawa ku li Tirkiyê Qijnikên Kongoyê ferman li Tirkan rakirine û di nava çend mehan de zêdeyî 60 Tirkî kujtine, Beraçemkên Latîn Amerîkayê jî bela xwe li xelkê reben dane û tirrê ji wan berdidin. >>>>>

Rojbaş kaka!

Şêrzad Zebarî- 10/08/08- Hewlêr- Parlamenterê Kurd, kekê me Mehmûd Osman nû pê hisiyaye ku Tirkiye di kar û barên Iraqê de dike. Wey rojbaş kaka!

   Eve du salin qarewara Lotikxanê ye û dibê:”Law hay ji Tirkan hebin, law hay ji OYAK û şîrketên Tirkan hebin, law bawerî bi şeytên tê lê bi Tirkan nayê ey hewarrrrrrrr!” lê kesî bawer nedikir.

   Dibêjin kek Mehmûd Osman li Silêmanîyê gotiye: “Parlamentoya Iraqê di bin tesîra Tirkiyê de qanûna li dijî Kurdan derxist. Destê Tirkiyê di derxistina vê qanûnê de heye” filan û fîstan. >>>>>

Diyarpaxir seninle gû dûyûyor, oynama şiqidim şiqidim!

Serdar Mirad- 10/08/08-Amed- Belê, em Kurd û bi taybet jî ev nifşên nû çi xwelîliserin weleddddd! Law hema kes nemaye go hefsar nexistiye stuyê me ha, wille, bille û tille lo! Hema kî rabe çefîyek Kurmancî li dora stuyê xwe bigerîne, emê qûna wî balêsin û wî li ser kolînka xwe kin. Meselen Oynama şiqidim şiqidim Tarkan.

  Dibêjin hunermend û lotikvanê germik û nermik, Tarkanê bejin „metrok û 45 santîm“ ku di klîpên xwe de ji qûnekan zêdetir û xweştir qûna xwe virde wêde dihejîne, hatiye Amedê û konserek qirase daye. Ê tabî mêro ji bapîrên xwe hînî siyasetê bûye canim,  çima ku tirreko çefîya Kurmancî daye stuyê xwe, xort û keçên Diyarbekirlî bûne wek çêlekên go mêş bi wan vedin, dane lotikan, serxweş bûne, bûye himdima wan, xwe li erdê xistine û wek sofîyên mala şêx bi surrê ketine. >>>>>

Ma çawa çêbû gidîîîîîîîî!

 

Şêro Ebûşekir- 09/08/08-Nîjerya- Kesî ecêba bi vê ecêbê dîtiye gelo, mêrê bi 86 jina? Ya starrrrrr! Li welatê Nîjerya Efrîka mamosteyê derkenar Bello Ebûbekir xwedîyê 86 jin û 170 zaroka ye.

   Bello efendî ji çapemenîyê re gotiye:“Zilamên ku 10 jinên wan hene nikarin xwe li ber stresa jinan bigrin û bi qrîza dil dimrin. Lê ê min xwedê qiwetek mezin daye min ku ez 86 jinan îdare dikim û wan bê lotik nahêlim.“ Filan û fîstan. Belo efendî dîsa dibê:“Qurana pîroz ji zewacê re sînoran nayne û rê li ber zilaman nagre. Zewac girêdayî hêz û lotikên zilama ye“ filan û dîsa fîstan.

   Werhasil, xuyaye Qurana pîroz jî bûye wek lastîkê. Ji kê re xweş tê Quranê li gora dilê xwe şirove dike û lotikekê li dînê îslamê dixe. Wek piranîya misilmanan zanin, di îslamê de 4-5 jin helal in. Lê 86 jin?

   Weyla min di nav rîha te gao, erê Quranê gotiye bizewicin lê negotiye bibin gavanê garana gund û 86 jinan bînin oxlim!

 

 

 

Iraqi Arabs seek vacation escape in Kurdistan

 

SULAIMANIYAH, Iraq (AP) — Iraqi Arabs looking for a break from five years of war and sectarian strife — or just the heartland's heat and dust — are finding one in the green, tranquil mountains of Kurdistan.  

   More than 23,000 Iraqis headed north to the autonomous Kurdistan region this summer, up from just 3,700 last year, tourism officials say. A week in a modest hotel, with bus fare, costs about $160 per person, or one-third an average monthly salary. >>>>>

Ji wan re adet e, lê ji xelkê re qebhet e

Abdullah El Kurdî- 24/08/08- Erebistan- Yaw ev insan çima ewqasî berjewendperest in û bi navê olê ferqê dixin navbera insanan ka hûn nabêjin? De binerin bê miftîyê Siûdî Erebistanê Abdulazîzî Bîn Baz çi fitû belav kiriye.

    Miftî efendî di fitûya xwe de dibê ku, „Erebên ku ji bona xwendinê diçin li derveyî welêt dixwînin, karin vir û derewan bikin, bi jinên xeyrîmislim re seksê bikin û hevdu biçirînin. Lê bi şertê ku divê ew berî vegera xwe ji jinikê re bêjin „min derew li te kir peppûkê“ filan û fîstan.  >>>>>

Tirba sosyetîk, Bardakçı Baba!

Senger Îloz-23/08/08-Li vî welatî hin tişt diqewimin ku, mirov li wan ecêbmayî dimîne. Tirba Bardakçı Baba ku bi henekekê hatiye avakirin, li ber plazayeke ku li Stenbola Tirkiyeyê nû tê avakirin bûye cihê bawermendên sosyetîk!

   Piştî ku ev rezdance û  plazaya ku dewlemendên Tirkiyeyê lê rûnin bi qede, di şibakeyên xwe de wê  li Bardakçı Baba binêrin û diayan bikin!

   De werin li vê ecêbê binêrin û ji îmanê dernekevin! Çawa bû Bardakçı Baba >>>>>s

Namzetê Kurdan Hesenê Deham

L.Şêxo-22/08/08-

Aha ji we re ji bona Serokatîya Komela Heywanperêzên Cîhanê namzetê Kurd Hesenê Deham

 

Portra wî

Hesen li bakurê Kurdistanê li navçeya Mêrdîn li nehîya Stilîlê rûdinê.

Temenê wî 47 sal e.

Çavşîn û mû zer e,  weke Ewrûpîya ye.

Rû geş û xwînşêrîn e.

Tahsîla wî, dibistana helî bilind qedandî ye.

Mejîyê wî ji yê compiterekê bêtir kar dike (lê mixabin çend vîrusên nenaskirî ketine nav mejîyê wî)

Bê jin û bê zarok e. >>>>>

Mêhdîyê me dîsa da bin dûvê dewletê

 

Jİ SERDOZGERİYA STEMBOLÊ RE

 

KESÊ RAGİHANDİNA SÛC DİKE: Mehdî TANRIKÛLÛ

Îskender Paşa Mah. Ahmediye Cad. Bahar Apt. No: 6 D.5  Fatîh / Stembol

BERSÛCÊN TÊN TAWANBARKIRIN    :

1- Üsteymen Tuncay BADUR û fermandarên wî yên bilind,

2- Kesê ku milîtanê bi navê Doxan ji Helîkopterê avêtiye û rayedarên leşkerî yên ku fermana avêtinê dane, >>>>>

Li talanê Nîlufera me xistin

Zinar Qelemşûr- 20/08/08-Stenbol- Serê Nîlufer Akbal ji teşqelan xelas nabe. Tu dibê qey hinekan li ser xwendiye û nifir lê kirine.

    Li ser bextê fitne û fesadên kolanên Stenbolê be, dibêjin hunermenda Kurd a nermik û germik Nîlufer Akbal, derîyê mala xwe ya li Stenbolê mifte kiriye û berê xwe daye bajarê Kûşadasi ji bo konserê bide.

   Lê rebenê nizanîbû ku wê xêrnexwaz, diz û keleş têkevin mala wê û li talanê wê xin.

    Nîlufera me li Kûşadasi bihîstiye ku diz ketine mala wê û mal rêş kirine, tiştek di malê de nehiştine. >>>>>

Kurdish Control of Kirkuk Creates a Powder Keg

By RICHARD A. OPPEL Jr.

KIRKUK, Iraq — The phone rang, and it was answered by a Kurdish security commander, Hallo Najat, sitting in his office in this deeply divided city.

    On the line, he said, was a United Nations official wanting to know whether it was true that the Kurdish militia, the pesh merga, had left its bases in northern Iraq and was occupying Kirkuk. >>>>>

Berxwedana Îrfanê me

 

Cembelîyê Botî- 19/08/08- Gever- Dibêjin berxwedan jîyan e. Kesê li ber xwe nede nagihê armanca xwe.

   Dibêjin li gundekî Gevera Colemêrgê şivanê bi navê Îrfan Torecî di 5 salîya xwe de çengekî xwe (milekî xwe) ji ber tunebûna textor winda kiriye. Xuyaye ev bûyer di serê Îrfan de cîh girtiye û sûnd xwariye ku bixwîne û bibe textor da ku zarokên din nekevin halê wî. Di encama helwesta xwe de pir xwendiye, ketiye qursê û Fakulteya Tip a Hacetepeyê qezenc kiriye. 

   De li ser xêrê be û xwedê qiwetê bide Îrfan Torecî rebbî! Hema Kurdek ji Colemêrgê bibe textor her ji Kurdan re xêr e û hûn sax!

Heçê bi mal in bi xaltîk û xal in

 Cembelîyê Botî-18/08/08-Colemêrg- Gava ez zewicîm û min daweta xwe li dar xist, bi zor û heft bela mesrefa dawetê, xwarin û vexwarinê derket. Çima? Ji ber go bê mal bûm, bê xaltîk û xal bûm. Lê axa û girgirekên me?

   Wey maşelle, bûkên wan nikarin di bin zêr û zîv û peran de rabin ser xwe.  Meselen dawetên axa û serokeşîrên wek mala Zeydanan dibin qîr û qiyamet û di dawetê de dê weledên xwe davêjin. Çima? Axa ye, serokeşîr e, wekîlê parlamentoya Tirko ye, destê wî dirêj e, dewlet û mîr û paşa ye. >>>>>

Ev jî ji te Rojînê

Zagros Osman-17/08/08-Ne di bextê lotikxanê de, di bextê Rojda Aydin debe, dibêjn Rojîna me tişkek xedar li bavê xwe xistiye bo li ber dilê Toraniya şêrîn bibe.

   De werin li vê qebheta bi dahol û zurne binêrên looo, ev çibû Rojînkê, keçê ma 50 melyon Kurd neketin serê te nehotê! Te çû xwe li Tirka girt, erê gihayê hewşê tehle û  mastê malê tirşe , xweda ji tere nehêle law.

   Te rûê min li ber jina min reş kir, keçê ez dil ketibûm te û lotikên teyî hunerî  û stiranên teyî germ (hêja hêja hêja) te hiş û sewdanên min firandibûn. >>>>>

 

Baweşênka Ehmedînejad!

 

Senger Îloz-17/08/08-Stenbol-

Serokdewletê Îranê Ehmedînejad, li Tirkiyeyê rastî eleqeyeke wisa mezin hat ku berî niha di serdana serokê Emerîkayê Bush’de jî ev eleqe nehatibû nîşandan. Ehemedînejad xwe kêm nekir û ev eleqe bi baweşênkeke bayê nermik jê anî bersivand!

   Gelo çima ev eleqe? Ji ber ku ev herdû serok him dijberên hev in him jî yek gawur e yek jî qaşo mucahîd e! Her wiha ev serdan ew qas bi nav û deng bû ku wê di dîroka Tirk û Persiyan de bibe xwedî cihekî taybet. >>>>>

Ma ev jî jin e, erê welle!

Abdullah El Kurdî- 16/08/08-Misir- Bi namûs min jin dîtin lê jina bi vê ecêbê nedît, wax wax wax! Li bajarê Iskenderîye jina bi navê Gazele Hamis 7 zarok bi hevre anîn û rekor şikenand. 7 zarok kuro! Law ma ev 7 zarok di kude bi cî bûn baba? Qey malzarokên jinên Ereb çewal in? Pekkkkk!

   Dibêjin ji wan 7 zarokan 4 jê kurik û 3 jî keçik in. Bi ellawekîl jinek wek Gazele Hamis xanim jina min be, ezê bikim go di nava çend salan de nifûsa Kurdan dehqat zêdetir bibe, wîî! Hema salê 7 zarok û hesab li cem we.

   Na na, heta jina min zarokekê tîne çavê min û bavê min derdikeve. A baş ezê jinek Misrî ji xwe re bînim û xelas!

Soza xwe bîne cî, emê te li ser serê xwe kin xaltîka Emîne

Bêrîvan Al- 16/08/08-Amed- Li ser      bextê rojnama Azadîya Welat be, dibêjin di pîrozbahîya salvegera rojnama Azadîya Welat de hevseroka DTP xaltîka me Emîne Ayna xanim gotiye:”Cîgerlerim, ji ber ku ez bi Kurdî nizanim û di şevek têkildarî Kurdî de wek Kurdekê bi Tirkî diaxivim, pir xemgînim. Ez ji bo vê yekê rexne li xwe digirim. Ez soz didim ku di sala bê de di 15`ê Tebaxê de dema ez derketim pêşberî we ez bi Kurdî biaxivim. Ji ber milletek bi zimanê xwe dibe millet. Lazime em hemi li zimanê xwe xwedî derkevin. Ji bo vê jî divê hemi Kurd Azadiya Welat bixwînin." Filan û bêvan. >>>>>

Tê derxin

15/08/08- Gelo li gora we ev şêxê Ereb di xewna xwe de çi dibîne?

   Heçê tê derxe emê şaşikek spî wek a evê Ereb bidin wan.

  Belkî hûn bi xêra vê şaşika spî bibin xwedî keramet û qismetê we vebe.

   De xwedê bi we re be cîgerlerim.....

Aştîya navxweyî û perspektîva Kurdistanî

Nûrî Çelîk-15/08/08-

 

Partî yan rêxistinên ku ji bo rizgarîya welat û milletekî tên damezrandin, alav in û ne armanc in. Ev partî, rêxistin yan dezgeh ji bo ku di armanca xwe de biserkevin û bibin alîkar û desteka wê armanca ku dane pêşîya xwe tên avakirin.

   Lê ku ew partî yan rêxistin tenê hebûna xwe bikin armanc û doza ku dane pêşîya xwe ji bo hebûna xwe bikarbînin, wateya xwe winda dikin, dikevin nava hirs û nexweşîyên ”tenê ez û ez” bûnê, ji naveroka xwe gellek tiştan winda dikin û di pêvajoyê de dibin wek terîqet û tekkeyên olî. >>>>>

Derbasbûyî be Mamo!

Hesen Almas- 14/08/08-Waşîngton- Dibêjin mamê me Celal Talabanî li Emerîkayê emelîyata dil derbas kiriye û tendurustîya wî baş e.

   Li gora îstîxbarata ku ketiye destê Lotikxanê, Mam Celal wek xortekî çardesalî li ser xwe ye û ji 74 salîya xwe re dibêje “bi wir de here kaka”.

   Em bi navê Lotikxanê ji mamê xwe re saxî û selametîyê dixwazin û hêvîdarin wê rojek berî rojekê vegere Iraqê û Erebên qûnbigû bide ber lotikên Kurdewarî.

Li Danîmarkê kûrsa zimanê Kurdî

Komela Xwendekar û Akademîsyenên Kurd li Danîmarkê bi hevkariya Weşanxaneya Apecê li bajarê Kopenhagenê kûrsa fêrbûna zimanê Kurdî vekir. Kûrsê roja duşemê dest pê kir û wê du hefteyan dom bike. 18 xwendekar beşdarî kûrsê dibin û piraniya beşdaran xwendekarên zanîngehê an jî zanîngeh qedandine.

   Mamostê kûrsê Amed Tîgrîs e. Komela Xwendekar û Akademîsyenên Kurd li Danîmarkê û Weşanxaneya Apecê li Swêdê xwedî plan û programekê ne ku li seranserê welatên Ewropayê kûrsên zimanê Kurdî vekin. Wek dibistaneke seyar çend hefteyan li bajar û welatekî cuda û bin.

Xweş xebere lê me ne bawere

Gerîllayê Bênav- 13/08/08-Mexmûr- Jin beşek girîng ji civakê ne. Heger bixwazin karin di civakê de rolek pir mezin bilîzin. Lê xuyaye jinên Tirk ji vê daxwazê pir dûr in. Ew jî wek mêrên xwe ji bûyeran re xemsar in, xulamên dewleta xwe ne û ji wan re şerê di navbera Kurd û Tirkan de tiştekî îfade nake. Yanî, ji temamê Tirkan re tenê tiştek pîroz e. Ew jî ev e: Marê ku bi min venede bila hezar salî bijî!

   Dibêjin Alîkarê Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) kekê me Bozan Tekîn, destnîşan kiriye ku sîstema şerê taybet a Tirk li ser êşên dayikan siyasetê dimeşîne û diyar kir ku heta dayik dest neavêjin berstûka paşayan pirsgirêk çareser nabe. >>>>>

Ma dora me nehat yabo!

Mîr Ronas-12/08/08-Êlih- Erê yabo, li Kafkasya ê hejmara wan 100 hezarin jî dewletbûnê dixwazin, ma îcar dora me nehat qardeşim!

   Lê qure qura nava Tirkaye haaaa, gava hin milet dibin dewlet Tirk dibêjin “aha welle dora Kurda jî hat” û tirr di qûna wan de dibin fiss. Lê mixabin deng ji Kurdan nîne.

   Ku ez bim, ezê li Kurdistana başûr dewletbûnê diyar bikim û hûn sax! Ma heta kengî babam, ji bona dor bê bakur û rojhelat jî cîgerim, wîî! Ma ji xelkê re dewletbûn adete ji mere qebhete berêzan?

   De ya bi xêr, xwezî bi wê rojê û bijî Kurd û Kurdistan û xelas!

America the Impotent

 ELROD

In what is becoming an increasingly-tragic and bizarre coda to the Bush Administration, Russia has steamrolled through South Ossetia and is reportedly on its way to the Georgian city of Gori.

   Russia has effectively achieved its military objectives by repelling Georgian forces from South Ossetia and from Abkhazia. Where the war goes from now is anybody’s guess. >>>>>

Namûs li wan kirin bexdûnis

Tecawizcî Coşqûn- 11/08/08-Stenbol Ji gellek zilaman re simbêl wek nîşana namûsê, sembola mêranîyê ye. Lê car heye ku ji mecbûrî namûsê dikin bexdûnis û simbêlên xwe kur dikin.

   Dibêjin fîrma seyahetê Metro Tûrîzm ku 7 hezar karmendên wê hene, bi qanûnekê simbêl li şoforên otobosên xwe qedexe kiriye û gotiye:“Heçê bi simbêl bin emê wan ji kar bavêjin“ filan û fîstan.

   Li ser vê qanûnê, gellek ji şoforên Metro Tûrîzmê her çiqasî li ber xwe dane û gotine „olmaz qardeşim, namûs elden gidiyor“ jî, lê ji tirsa bêkarmabûnê simbêlên xwe kur kirine û namûs bi wan re nemaye. >>>>>

Zilam û Mele

 Lezgîn Şêxo-10/08/08-

Zilam li çolê li ber pezê xwe ye, dibîne ku pîreka wî bi bêhnçikandî bi berre di lezine.Zilam jî bi pêrgîve dice û jê re dibê: „Hirmet ci bûye xêre?“ Pîrek dibê: „Ma çi xêre, bi xwedê bavê te ketiye ber xetera mirinê, ya tu bigihê ser ya tu negihl, zû bilez xwe bighîne malê“.

   Zilam hema pezê xwe li cî dihêle û ew û jinik bazdidin malê. Mêrik digihê malê dibîne ku birastî bavê wî li ber mirinê ye. Dibêje jinikê:“Bilez here ban melê bike bela bê yasîna lê bixwine“. Jinik dice ban melê dike, wî tîne malê. >>>>>

KURD Û NETEWETÎ

Mihemed Ronahî

Ez mame di hikmeta Xwedê da / Kurmanc di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane merhûm / Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm
Kurmanc ne pir di bê kemal in / Ema yetîm û bê mecal in
Fîlcumle ne cahil û nezan in / Belkî sefîl û bê xudan in
Ger dê hebûya me jî xudanek / Àlî-keremek, letîfedanek
Ger dê hebûya me ittifaqek / Vêkra bikira me inqiyadek
Tekmîl dikir me dîn û dewlet / Tehsîl dikir me îlim û hikmet
Rom, Ereb û Ecem temamî / Hemîyan ji me re dikir xulamî
>>>>>

Her du jin jî Ereb in. Mêrên herduyan jî dijminên gelê Kurd in

Selîm Omer-08/08/08- Bodrum. Ev her du jin kî nin? Ew ne dê û qîzên hevin ha! Yek ji wan Emîne ye, ya din jî Esma ye. Ya kinc sipî jina serokvezîrê Roma Reş Tayyip Erdogan e, ya kinc reş jî jina serokkomarê dewleta Sûrî Beşar Esad el Elok e.

    Her du jin jî Ereb in. Mêrên herduyan jî dijminên gelê Kurd in, lê ez nizanim bê hestên van herdu jinên germik û nermik ji bo gelê Kurd çi ye. >>>>>

lotikxane@hotmail.com    ....    © lotikxane 20-02-2006