Hindik û rindik

 

info@lotikxane.com

      Adil Duran             Rustem û Serleþger

       Bavê Ronahî      Te rîte nav da

       Temûrê Xelîl    Zane û Nezan

     Sofî Xelef        Çima Lotikxane  

          Fatima Muxribî         Jin

    Dr.Miho           Tendirustî

Tûrîstekê kire Tirka

Dibêjin tûrîstek Ewrûpî li bajarê Antalya nîvtazî bi motorsîkletê digere. Þifêrê otobûsa belediyê jî çav li kulîmekên jinikê dikeve û çavê wî wek hêkên qazê fireh dibin. Þifêr xwe jibîr dike û carekê çavê xwe li nexweþxanê vedike. Mêrik bi xwe re deh kesê din jî xistine komayê. Îcar heger Kurdê me bi aqil bin, ewê bilêtê tûrîstên Ewrûpî bibirin, mesrefa otêla wan bidin û wan nîvtazî bera nav bajarên Tirkiyê bidin. Bi xwedê wê di nava þeþ meha de bi hezara Tirka bikujin. Aha ji we re fedaîyên bê bombe!

Rojbaþ xalê Canan

Parlamenterê CHPê ê Çolemêrgê Esat Canan rexneyên tund li partîya xwe girt û got, " dewleta kûr " dixwaze ser bûyera Þemzînanê bigre, helwesta CHPê jî di vî warî de wek a "dewleta kûr " e.Wey rojbaþ xalê Canan! Ma tu nuh pê hisya go CHP partiya dewleta kûr e? Yan berî te jê bavêjin tu dixwazî devjê berdî? De devjê berde û were têkeve Lotikxanê, çêtir û bixêrtir e...

Petrola Kerkûkê

Gîsela Bundchen wek mankêna herî baþ a dinyayê tê destnîþankirin. Bundchen bi eslê xwe ji Brazîlya ye û yek ji dewlemendtirîn mankêna dinyayê ye. Li gor dibêjin wê Bundchen niha jî di televizyonê de Showekê zindî çêke û wê serê her deqîqeyê 50 hezar dolar bistîne. De werin û mala xwe xeranekin! Dibê çima xelk kesên dewlemend direvînin û pera ji wan dixwazin! Ê ji xwe wê birevînin ha, karkirên Lotikxanê di 500 salî de vî perî qezenc nakin, ma em niha nêta xwe li revandina wê xerabikin em neheq in!? Petrola Kerkûkê jî rojê hevqas pere nayne bavo....

Mewîja Hibabê

Model, artîst û bazirgana þêrîn Lîz Hurley niha jî dest avêt bazirganiya bîkînî û cil û bergên avê. Lîz xanim dixwaze miþteriyên Kurd jî peyda bika. Xanima þekirlêvî ji Lotikxanê pirsî "heyran ma em karin bîkînî û cilên seksî li Kurdistanê bifroþin?" Me jî bersivek maqûl dayê "ê ne heçê Kurd in, berî go cilên seksî li xwe kin, wan li ser cilfiroþ diceribînin û li tama cilan dinerin!" Xanimê hinekî xwe aciz kir "na yabo na, ne bila li tama min binerin û ne ez cilan difroþim wan, ezê jî þerwal û çarþefan biþînim Kurdistanê, tevdîr!"

De bese heyran

 Wezîrê Paraztina Îsraîlê Þaûl Mofaz dîsa Îran tawanbar kir û got „Îranê milyonek û 800 hezar dolar pere dane rêxistina Îslamî Cîhad ê“.  Ohooo, îþê me tune îcar emê li bendî daxuyaniyên mister Mofaz bin! Heyran heger hûnê li Îranê xin, lêxin, yan na, me di nava meraqê de nehêlin wey…..

Natalîa dilê xwe girt

Modela navdar û xwîngerm Natalîa Cruz dilê xwe ji Lotikxanê girt û xwe xeyidand. Hevala wê Angelîka Besh emaîlek ji me re þand û got "heyran jibo xwedê dilê Natalîa nehêlin, yan wê belayekê bîne serê xwe. Natalîa dibêje Lotikxane reklama min nake, çima ma ez ji jinbavê me?". Birastî Natalîa rast dibêje. Hingî em bi lotikvana daketin me ew jibîr kir. Bibore Natalîa. De fermo hûn û Natalîa li hev, xêr û guneh di stuyê we de......

Wezîrê kerxanecî

Wezîrê Dewleta Tirkiyê û hikûmeta AKP Mehmet Alî Þahîn çi dibêje hûn zanin? Dibêje “min araq jî vexwariye û ez çûme kerxanê jî”. Em heneka nakin ha, rojnamên Tirka dibêjin. Lê Þahîn fitûyê ji xwe re derdixe û dibêje “gava mirov ji xwe amin be kare here her derê”. Yanî ew dixwaze bêje “doxîna min bi 99 girêkan girêdayî ye. Ne qehpikên kerxanê karin vekin û ne jî ez karim vekim!” Ê baþe kerxaneciyo, madem tu ji xwe amin bû çi îþê te li kerxanê hebû yao? Tu çima neçû camîyê lê tu çû kerxanê? Kerxane þêrîntir bû newlo!? (Rojnama Sabah)

Sêva Xelatî

Jina bedew, artîsta seksî Angelîna Jolîe hem ji alî jina ve û hem jî ji alî mêra ve wek "jina herî seksî" hat hilbijartin û herdu alî jî (jin-mêr) xwestine bi Angelîna Jolîe re razên, pê re seksê bikin û li tama wê binerin.Dibêjin bi hezara jin û mêr dora xwe danîne ser tenûra Angelîna Jolîe. Em jî wek Lotikxane di rêza sedî (100) de ne. Heger xwedê bê erê û dor hat me, emê jî li tama sêva xelatî û dimsa Midyadê binerin û lêkolînekê li ser bedena Angelîna xanimê bikin......  

Perinçek serê xwe xwar

Serokê Partiya Karkerên Tirkiyê ÎP Dogu Perînçekê dijminê Kurd serê xwe xwar û dibêje „jiber ku dewleta Almanya meþa me ya jibo Talat Paþa asteng kiriye, emê wê bidin Mehkema Navnetewî û tazmînatê jê bixwazin”. Perînçek ji qehra re simbêl û cênîkên xwe kirine yek û dibêje “heta em þoreþên Atatirk temam nekin, ezê simbêlê xwe nequsînim”. Em simbêl-mimbêl nizanin, lê em zanin ku wê ew hisret û xewna nîjadperestî bi te re biçe gorê mîster perînçûk!

Ez hîna keçik im

Top modela Brezîlî Adrîana Lîma ji çapemeniyê re got „ ez hîna keçik im, bi Þêx Ebdilqadirê Geylanî, tu însanê xwedê destê xwe nedaye min“. Lîma wekî din dibêje „ez keçikbûna xwe ji zilamê ku ezê pêre bizewicim re hiltînim, divê zilamên ku ez bi wan re hevaltiyê dikim rêzê ji vê helwesta min re bigrin“. Me hertiþt fêmkir, lê me fêmnekir bê ew zilamên ku tu bi wan re hevaltiyê dikî, çi bi te dikin? Hevaltiya gur û mîhê ye yan hevaltiya rovî û mirîþkê ye? Heyran tiþtê em pê zanin agir û bahrûd li cem hev çênabin Lîma xanim…….

Diza ji diza dizî

Yekîtiya Pîþeyê Þirovekarên Muzîkê (MUYORBÎR) a Tirka dibêjin „ Ewrûpî muzîka me didizin û bêyî agahdariya me ji xwe re dikin mal“. De werin û dêhn nebin! Tiþtekî ku Tirka ji xelkê nedizîbe nemaye, welatê Kurda dizîne, çand û berhemên wan dizîne, mirîþk û elokên wan dizîne, û hema bêjin hemi stranên Kurdî dizîne, û bi ser de radibin bê fedî dibêjin xelk muzîka me didizin! Ma emê çi bêjin dizekno! Em dikin û hûn dixwin!

Vê pirtûkê nexwînin!

Clîfford Smîth (58) jiber mêrkujiyê di 1998an de li Amerîkayê ket hepsê. Xuyaye di hepsê de meraqa xwe daye ser felsefeyê û pirtûka Nîccolo Machîavellî a bi navê „jibo desthilatdariyê her rê serbest e“ (1469-1527) dixwîne. Piþtî xwendina vê pirtûkê Smîth nêta xwe li serokatiya mafya hepsê xeradike û dixwaze di hepsê de bibe serok. Þevekê radibe kêrê dixe destê xwe û kesên ku namzetên serokatiyê ne hema dikuje. Smîth di mehkemê de ji Hakim re dibêje „pirtûkên ku min xwendin digotin jibo „bidestxistina armanca însên her rê serbest e“, ez bêguneh im, sûcê pirtûkan e“. Lotikxane jî dibêje „eman, eman, jibo xwedê û pêxember bela Kurd vê pirtûkê nexwînin! Jixwe Kurdên ku nexwazin bibin serok tunene, berê li mahna ne, îcar heger vê pirtûkê jî bixwînin yekî Kurd sax namîne!

Donkîþot berê xwe da nav mayîna

Osman Akkuþê ku wek Donkîþotê hemdem tê naskirin, bi kera xwe hat Nisêbînê û preskonferansek da çapemeniyê. Donkîþot got „heger heta sê rojan dewleta Tirk mayînên navbera Nisêbînê û Qamiþlo raneke, bi soz û peyman ezê bi kera xwe berê xwe bidim nav mayîna. Heger ez bi saxî vegeriyam jixwe ezê dîsa preskonferansekê bidim, na heger mayîn bi min de teqiya û ez þehîd ketin, jixwe yasînekê li min bixwînin“. De oxirbe Donkîþot!

Nisêbîn Demîrsporê xwe bi konserekê firot

De li ecêba kesanedî binerin! Me jî serê xwe bi Nisêbîn Demîrsporê mezin dikir û digot „ewê rûwê Nisêbîna rengîn spî bikin“. Yanî greva birçîbûna we hemi jibo konserekê bû newlo!? Hela me Rojîna Omerî fêmkir, ê lao ma çi îþê hunermendê Tirk li Nisêbînê heye hey serê xwe xwarino! We ji Lotikxanê re bigota menê ji were bi dehan hunermend biþanda heyran! Þemdînê Mitirb hebû, Ekremo hebû, Qasimo hebû, Klameddîno hebû, Bahremo hebû, hebû û hey hebû! Na, yanî heta go hunermendekî Tirk nehata Nisêbînê we dev ji greva birçîbûnê bernedida newlo! Heyfa mêra!

Mala derewîna biþewite!

Serlîztikvanê flîmê nîjadperest ê „Newala Gura“ Necatî Þaþmaz (Polat Alemdar) di hevpeyvînek televizyonê de got „kalkê min ji terîqeta Qadirî ye, jiber vê jî ez ji malbata Pêxember im!“ Lê Necatî Þaþar newêre bêje ku terîqeta Qadirî ji Ebdilqadir Geylaniyê Kurd tê û eslê wan Kurd in. Jibo ku newêre bêje ew Kurd in, xwe bi malbata Pêxember ve girêdide. Necatî Þaþmaz þaþ bû! Xwedê mala derewîna biþewitîne rebbî…..

Wji Tirka derket!

Dadgeha bajarê Qersê biryar da ku êdî tîpa W di newrozê de neyê qedexekirin. Me sedema vê biryarê ji Hakimê Mehkemê pirsî, ewî got "heyran de bese loo, ev çend salin ev bêxwedîka Wdi me de bû,her go em diçûn destavê xwêdan bi me diket. Jiber vê me xwest em wê ji xwe derxin û rehet bibin haa!" De a bi xêr, helbet wê rojekê dor bê ser X,Q,Ê,Î,Û jî.....

Hadzîbegîç xiyar derxist

Teknîk Dîrektorê Diyarbakirsporê Faruk Hadzîbegîç piþtî antremanê ji çapemeniyê re gotiye „herkesê ku forma li xwe kiriye divê heqê wê bide. Ev kî dibe bila bibe, divê neyê guhertin. Kesê go heqê forma xwe nede û baþ nelîze, yan ezê zebeþê Diyarbekirê û yan jî xiyarekî Mêrdînê têxim wî“. Dibêjin serokê Diyarbakirsporê jî gotiye „wey eferim lo, bi xwedê heta niha zebeþ û xiyar nehatibû bîra me, me zanîba menê ji zûde tiþtek xistiba wan, zêde mesrefa me nediçû!“

Gelo A.Gul nebû kafir?

Wezîra Derve a Paraguay Leîla Rachîd li Tirkiyê serdana Wezîrê Derve Abdullah Gul kir. Di xatirxwestinê de Leîla Rachîd rûyê Abdullah Gul maçî kir û dibêjin bi dizîka di guhê wî de gotiye „kuro peppûko Evdo, carna were serdana min haa, ma tu ne mêr î kurik!“ Dibêjin piþtî vê ramûsana Leîla Rachîd, bi rojan xew neketiye çavên Evdo û ditirse di navbera wî û xanima wî de zelzele çêbibe. De xwedê alîkarê wî be….

Newala Xirtûma

Wekîlê Stenbolê ê partiya CHP Kiliçdaroglu di meclîsê de got „divê em flîmekî „Newala Xirtûma“ çêkin. Êdî ji esker, polîs, wekîl, wezîr, çete, kerxanecî, çaycî, qehwecî, þorbecî, tukes nemaye ku pereyên vê dewletê xirtûm nekiribin û nedizîbin. Herweha ez pêþniyar dikim ku Serokwezîr Erdogan di flîm de bibe serlîztikvan û Wezîrê Aboriyê Kemal Unakitan jî bibe derhêner“.

DMM ji Saddam re got na

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê serlêdana Saddam red kir. Saddam 23 welatên Yekîtiya Ewrûpayê jiber alîkarîkirina Amerîkayê û dagîrkirina Iraqê dabûn mehkemê. Li gor tê gotin Saddam jî bersiv daye û gotiye “xwedê ji min û we re mezin e. Heger ez ji vê qefesê xilas bûm, hûnê zanibin go dew brê mêst e,ezê di kefenê sed bavê we n......!”

Pênc gurçik

Li eyaleta Haî Duong a Vîetnamê, Pham Van Thucê 14 salî xwediyê pênc gurçikan e. Li gor nûçeya rojnameya bi navê karkir, li aliyê wî ê çepê 4 û li aliyê rastê jî gurçikek wî heye. Xuyaye xwedê daye Pham Van Thuc. Di dema îro de gurçik jî buhane haaa! Heger her yekê mi milyonek dolar bifroþe, aha va bû milyoner û çû....

Mübarek tobe kir!

Serokdewletê Misirê Husnî Mubarek serdana Papa kir û serpêhatiyên xwe ji hev re gotin. Dibêjin ji mesela Îranê û misilmantiyê bigrin heta bi Amerîka û xiristiyaniyê, tiþt nemaye ku li ser neaxivîne. Piþtî ku Mubarek xatir ji Papa xwestiye, Papa bi dizî devê xwe biriye ber guhê Mubarek û gotiye „tiþtek ji misilmantiyê dernakeve, bi a min bike û were bibe katolîk, wê rojekê ev Ereb serê te jî jêkin haa!“

Abîde bû abîdeya mezin

Serekerkanê Artêþa Tirk Hîlmî Ozkok li Org.Yaþar Buyukanit xwedî derket û got „ew abîde bû lê niha bû abîdeya mezin“. Yanî Hilmi Ozkok dibêje „kuro binerin heger hûn Kurda nekujin û teþqela dernexin, nebin çete û diz, emê we terfî nekin haa! Heger hûn dixwazin payebilind bibin wek Org.Buyukanit bêjin: Alî Çawûþ lawikekî baþ e, ma çi ji qenciyê derdikeve!“

Hêk biserketin

Pênc kesên ku li bajarê Mersînê hêk avêtibûn Serokwezîr Erdogan,serbest hatin berdan. Ew bi 5-13 sal hepis dihatin darizandin. Kesên ku hatin berdan ji Lotikxanê re gotin “bi xwedê me sawa xwe hilanî, me vê carê hêkên mirîþkê avêtibûn Erdogan, cara bê emê hêkên qazê bavêjinê”. Dibêjin Erdogan jî gotiye “evan bêbava xelk hînî þerê hêka kirin, ez ditirsim ez bi êþa mirîþka bikevim haa!”

Þehrîbana Kurdî ji qefesê firya

Wek hûn zanin Þehrîban xanima delal di 8 Adarê de li Amedê ji alî polîsên Tirk ve hatibû girtin û ew xistibûn qefesê. Piþtî du rojan Þehrîban xanim ji qefesa Tirka firya û hat nav zarokên xwe. Tu bi xêr hatî Þehrîban, derbasbûyî be!

Diyarbekir xwe çak kir

Diyarbekirspor di lîga super a Tirkiyê de rojên dijwar diborîne. Di maça bi Malatya re Diyarbekirê bi zor û heft bela du xol kirin Malatya sporê û xolek jî kir xwe. Me ji antrenorê Diyarbakirsporê pirsî “gelo sedema serketina we çibû?” Ewî bersiv da “ ma yabo Lotikxanê em rezîl û riswa kirin wey! Em dibê xwedo go em xola nexwin û nekevin devê Lotikxanê, ya starrr!”

Çemê Botanê li ku Îmralî li ku!

Dibêjin jinên DTP (Partiya Civaka Demokratîk) ên teþkîlata bajarê Sêrtê bi munasebeta 8 Adarê jibo A.Ocalan gul û çîçek avêtine çemê Botanê. Qey ev ji xwe re nabêjin çi bavo! Ma çemê Botanê li ku û girava Îmralî li ku! Heyfa wan gul û çîçeka ha, em ditirsin ew gul û çîçek riya xwe biguherin û têkevin destê Ehmedînejad yan Beþar Esad! Madem hûn dixwazin gul û çîçekan ji Ocalan re biþînin,xweþik bi awayekî medenî baqek gul bikirin û bibin Îmralî go têkeve destê wî heyran! 

Ser xêrê be

Li Tirkiyê, bajarê Alanya a tûrîstîk „Gay Bar“ yanî „Bar a Qûnekan“ vedibe. Du gayên (qûnde) Hollandî li Alanya biryara vekirina “Gay Bar” ê dan. Navê barê jî, navê keça prensê Hollandayê “Amalîa” lê kirine.Xwediyên barê dibêjin “ me prens û prensesa Hollandî, Serokê Belediya Alanyayê, Serokwezîr Erdogan û Serokê Diyaneta Tirkiyê jî dawetî vekirina Bar a Qûndeyan kiriye. Emê bi dîtina wan serbilind bibin!" De ser xêrê be!

Þaron xanim, maçek têr nake!

Artîsta bedew û xwîngerm Þaron Stone li Îsraîlê gotiye "jibo aþtiyê ezê herkesî maçî bikim". Me bi telefonê xwe gihand Stone û jê pirsî "ma gelo di nava vê maçîkirinê de ker, qantir, pisîk û tîmsah jî hene?" Ewê got "ez diya pîro me, ferq nake, kî hat ser çavan re hat" Lê em ditirsin kes bi maçekê qîma xwe neyne Þaron xanim! Belkî tirþikê nexwin û goþtê berxa bixwazin! Yanî, madem te ciwamêrî kiriye ji kerema xwe doxînê jî sist bike ku zêde xwîn nerje!.

Lotikxane çû Marsê

Mars Reconnaissace (MRO), berê xwe da planeta Mars ê. Li ser daxwaza rayedarên þîrketa NASAyê Lotikxanê jî astronota xwe Xibþê bi wan re þand Marsê. Astronota me bi riya satelîtê ji me re got „em niha li avê digerin, heger me dît emê Lotikxaneyekê li Marsê jî vekin. Lê min pir bêriya goþtê mirîþka kiriye, zû çend hebên qelew biþînin, ez li vir virikî bûme. Haa, dibêjin li Marsê jî lotikvan hene haa!“.

Eyþê Avesta dide mehkemê

Malpera Avesta nûçeyek belavkiribû û gotibû "li Sûriyê spîkerên qelew naxwazin". Li ser vê nûçeyê spîker û peyamnêra Lotikxanê Eyþoka Hinekîqelew ev nûçe wek heqaret qebûl kir û got "ezê li ser navê jinên qelewên dinyayê malpera Avestayê bidim Mehkema Navnetewî a Laheyê". Xuyaye çavê Eyþê lê ye tazmînatek baþ ji malpera Avestayê bistîne. Baþe, baþe, jixwe hinek pere ji Lotikxanê re lazim bû, emê bi xêra Eyþê bêrîka xwe germ bikin..

Xwedê kerîm e!

Wek hûn pê zanin Dozgerê Wanê Ferhat Sarikaya derpiyê Orgeneral Yaþar Buyukanit jê kir û ew belbelotî dinya û alemê kir. Dibêjin Buyukanit jî sûnd xwariye û gotiye "kero, ma wê li min û te neve êvar, me bi hezara Kurd kujtine ma emê nikaribin bi te!" Rebenê Dozger jî ji tirsa nema wêre bi þev derkeve der û di malê de hepis bûye.

Bulent xanim û Tugba bey bihevketin

Bulent Ersoyê nêrûmê di televizyonê de got “waweylê, waweylê, waweylê, hema heçê radibe û dibe dengbêj û dike qîjqîj. Jixwe evan mankenên go dibin dengbêj stran li ber çavê me herimandin”. Li ser vê gotina wî/wê manken û mirîþka vitvitkî Tugba xanim jî dibêje “de îcar jabo, ez nizanim îþê wî qûnekê Bulent Ersoy di nava jina de çiye? Bila stuyê xwe biþkîne û dîsa xwe emeliyat bike. Ji qeysê go ew ket nav koma jina, em hemi bi xwe re qûnek kirin”. De xwedê pevçûna we gurtir bike rebbî!

Lotik û hey Lotik

Model û artîsta bedew û sîngnepoxî Pamela Anderson jî beþdarî galaya Oscarê bû. Peyamnêra me Elîf Sîngbiçûk xwe gihand Anderson û hinekî li halê wê pirsî: "Xanima sîngnepoxî, gelo ferqa di navbera sîngên mezin û sîngên biçûk de çiye?" "ferqa wê wek xiyarê mezin û xiyarê biçûk e, here berê biceribîne piþtre tê fêm bikî". Baþe tu jibo 8ê Adarê çi dibêjî? " "Ez dibêjim piþtî 8ê Adarê 9ê Adarê tê, mehek tevlihev e, wek memikê min carna difise û carna jî dinepixe". Peyama te jibo xwendevanên me? "Lotik, lotik û dîsa lotik!"

Çiyayê Vezuv Napolî tehdît dike

Bajarê Napolî ê Îtalyayê jiber çiyayê Vezuv ê agirî daye kerambera. Çiyayê Vezuv her serê çend sala wê biteqe û xelkên bajarê Napolî di nava agir de biþewitîne. Xelkên Napolî dibêjin “em nema zanin bê bi kude herin. Nifûsa me 2 milyon e, emê xwe bavêjin bextê kê? Me serî li Lotikxanê daye, heger bê qebûlkirin emê li Lotikxanê îltîca xwe bidin û bisitirin”. Lotikxane jî bersiva wan daye û gotiye “heyran, di Lotikxanê de kontenjan tije bûye, emê tenê karibin milyonek Îtalî qebûl bikin. Ji kerema xwe wî milyonê zêde bavêjin behrê”.

Mala çepgira þewitî

Pispor û zanyarên Brîtanî dibêjin “kesên çepgir (kesên bi destê çepê xwarinê dixwin, dinivîsin û wekî din) temenê (emrê) xwe kin in û 8 sala zûtir dimrin". Yanî kesên çep bi 8 sala berî kesên rastgir dimrin. Me ji Doktor Miho pirsî “gelo çare çiye?” Doktorê me bersivek maqûl da me “bila destê xwe ê çepê jêkin û destê rastê bikarbînin”. We fêmkir newlo!?

Sedema westanê vîrûs in

Zanyarên Brîtanî eþkerekirin ku sedema westan û bêtaqatiyê vîrûsên mêjî ne. Kesên ku tim westiyayî, bêtaqat û bêhal in, bila zanibin ku di mejiyê wan de nerehetiyek heye. Îcar me mesela bêtaqatî û westandina siyasetmedarên xwe kifþ kir. Me jî digot “çima siyasetmedar û partiyên me Kurda nikarin bibin alternatîf û sisto-misto ne!” Tewwww...

Werin qehweyekê vexwin

 Li Bexdayê, piþtî hevdîtina li gel fermandarê hêzên amerîkî yê li Rojhilata navîn general John Abizaid, Serokkomar Celal Talebanî di kombûna çapemeniyê de got "Dawîlêanîna þerê çekdarî di berjewendiya Erebên sune de ye, ji bilî Zerqawî em dixwazin ku hemi terorîst bên çay û qehweyekê bi min re vexwin“. Dibêjin piþtre mesela qehwê di nava terorîstan de bûye pirsgirêkek mezin û terorîst bûne du beþ. Beþek dibêje „emê herin qehwa þêrîn vexwin“, beþê din jî dibêje „de herin looo, îcar qehwa þêrîn, qehwe qehwa tehl e xeyo“. Li ser vê bûyerê Zerqawî jî fitwa herambûna qehwê derxistiye û dibêje „allahwekîl heçê qehwê vexwe ezê serê wî jêkm“.

Çû Pakistanê xwe li nav Ereba dît

 

Serok Bush serdana Pakîstanê kir û dilê Pakîstaniya fetih kir. Lê di nav gotinên xwe de ji Pakîstanê re got “welatê Ereba”. Piþtre Qesra Spî gotinên wî sererast kir û got “serok Bush xwestiye bêje welatê misilman”. Me jî bi telefonê xwe gihand sekretera serok Bush Monîka Lewînskî number 2 û bersiva rastî wê da me. Lewînskî number 2 got “min þevê din di nav livînê de ji serok Bush bihîstiye, ew dibêje “ma malxirabên Pakîstanî hemi reþik û meþik in, bi xwedê min got qey ez li Erebîstanê di nava wan ebîd û hûtên reþ de me, xwedê ez sitirandim haa”.

Kê kiriye kê?

Di bûyera Þemzînanê de Orgeneral Yaþar Buyukanit gotibû "Alî Çavûþ zinêkarekî baþ e". Ango "destê xwe nedin wî". Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Fatîh Altayli jî jibo Buyukanit dibêje "ew Generalekî baþ e". Em wek Lotikxane sedîsed pê zanin go yekî ji wan bazdaye ser ê din, lê kî?

Nez li mêrekî digere

Dansoza kinik û seksî Nez li mêrekî digere û mêrê go lê digere tarîf dike „divê maço (sert) be, divê bi simbêlên xwe karibe þorbê vexwe. Divê wek pêxwasên Diyarbekirê piþta qundira xwe biþkîne. Divê wîskî vexwe û çîxkofte (ecîn) bixwe. Divê bi bêcemê þevê here seyranê. Divê bi kêmanî sê piþkokên qutkê wî vekirî bin. Divê bi þev û roj tizbiya wî di destê wî de be. Divê herroj pera bide min û li ser trimbêla xwe  “ez  kiro (henekê xwe bi Kurda dike) me û pere li cem min in” binivîse. Divê êvarî deh þûþe araq vexwe û têkeve livînê”. De werin li qehpika heram binerin îcar! Tu çima hevqasî meselê dizivirînî? Vekirî bêje “Kurdino, de werin bazdin ser min û hew!

Sîbel Tuzun bû wek bizin

Sîbel Tuzun wê li ser navê Tirkiyê têkeve pêþbirka Eurowîzyona stranan. Navê strana wê "super star" e. Lotikxanê strana Tuzunê bidestxist. De kerem kin: " super star, super star, vê Ewrûpa serê me xwar, em kirin mirîþk û elok, ji qehra çav bûne beloq, îcar Ewrûpa nebes bû, Lotikxane li me der bû, hem nermik e hem germik e, ji paþ û pêþ de me nerm dike". Li ser bextê we be strana Sîbel Tuzun çawaye? 

Fatê were dawetê

 Kî dibê xalis û muxlis in? Malbata Erbakanê ku bi salan xelk li ser navê misilmantiyê dan dû xwe, sextekar derketin. Çapemeniya Tirk qumaþê wan derxist holê û dibêjin “ew wek malbat tev li karê þûþtina perê reþ (perê qaçax) bûne û heta niha 50 milyon dolar perê reþ derbasî welêt kirine. De fermo! Necmettînê Kerbakan, li xwe ke þal û xeftan, bi navê misilmantî, te xelk kir ker tu kurtan!

Mîhrî Bellî îsal jî nemir

   

Mîhrî Bellî, sosyalfaþîstê Tirk 90 saliya xwe bi slogana “Bîr Turk Dunyaya Bedeldîr” pîroz kir û dîsa zimandirêjiya baþûrê Kurdistanê kir. Bellî-Nebellî dibêje ”neteweperestên kevnare nokerên emperyalîzmê”ne. Yanî ji sedî 90 ê Kurda nokerên emperyalîzmê ne. Ma em çi bêjin heyran,elhemdulîllah ku em neteweperest in û wek Tirka ne melez in, ne qantir in û ne gur û çeqel in...

Bati Perînçûk:

„Þerê fûtbola Amedê provokasyona Amerîkayê ye“

Serokê Partiya Karkerên Nîjadperestên Tirk Bati Perînçûk li ser þerê fûtbola Amedê li Izmîrê daxuyaniyek da nîjadperestên Tirkiyê. Perînçûk dibêje „þerê fûtbola li Amedê provokasyona Amerîkayê ye. Herweha provokasyona Þemzînanê jî karê Amerîkayê ye. Ne bes ev; lê, wê rojê jina min têra min li min xist û di devê min de gû kir, ev jî provokasyona Amerîkayê ye“. Tewww, ê lao Perînçûko, naxwe çûna te a Lubnanê û serdana Ocalan jî provokasyona Amerîkayê bû newlo!?

Bavê min ez firotim

Xuyaye gotinên bavê wê li zora wê çûne. Jiber wê jî Asena (Gura Mê - Dêlgur) serê xwe li dîwaran dixe û dibêje “bavê min jî ez firotim, herkesî ez firotim”. Weleddddd! Hele lehmecûncî Îbrahîm Acises têra xwe te firkand û te firot me fêmkir, lê bavê te? Qey tu pera nade bavê xwe jiber wê rebeno har bûye wey. Ka were Lotikxanê emê têra te derza firotin û nefirotinê bidin te!

Tugba Ozay bû xwazgînî

Tugba Ozay hat keçekê ji Cizîra Bota bixwaze û bû xwazgînî. Xwedênegiravî li Cizîrê keçek û kurek ji hev hezdikin lê dê û bavê keçikê qebûl nakin. Jiber wê jî wîjdanê Tugba xanim qebûl nekiriye û ji Stenbolê li kera xwe siwar bûye û hatiye Cizîra Bota. Tugbakê mûzeya Mem û Zînê jî ziyaret kiriye û fatîhayek stenbolî li ser can û cesedê evîndaran xwendiye. Ma em çi bêjin, heger buhuþt hebe bila xwedê miradê te li wê dinyayê bike. Na heger tunebe jixwe xwedê te ji Lotikxanê dernexîne…

Baytar Kemal Kadir çi dike?

Niha belkî hûn meraq dikin û dibêjin "gelo çima Baytar Kemal Kadir nîþana serketinê dike?" Yan hûnê bêjin "bi xwedê hebe nebe ê ku Saddam Hisên di þikeftê de girtiye Baytar Kemal e!" Yan hûnê bifikirin "ji sedî sed ewî xelata nobelê girtiye, jiber wê tiliyên xwe radike!" Na, hûn þaþ difikirin! Baytar Kemal dê, jin û binyata mala Barzaniyên qehreman bêfedî aniyê pênc peran, sixêf û bêhurmetiyek mezin li himber Serokê Netewî M.Barzanî kiriye. Jiber wê jî ew tiliyên xwe hildide û dibêje "binerin, ka mêrê wek min, ma ez ne qehreman im?" Na brako, tu ne qehreman î, tu wek dîkê xesandîyî û bi êþa mirîþkan ketiyî..

Hêka mirîþkê 13 sal, lê ê din çend sal?

 Rebenekî xwedê hêka mirîþkê avêtiye Erdogan û 13 sal ceze xwariye. Kurdê me jî radibin hikûmeta Kurdistanê rexne dikin û dibêjin “çima 30 sal dane Dr.Kadir Xwenenasê ku nirxên Kurd û Kurdistanê anîye pênc qirûþan?” Peyamnêrê me jî ji Erdoxan dipirse “jibo hêka mirîþkê 13 sal hepis, gelo ku ez hêkên xwe bavêjim te çend sal ceze distînim?”  

Ma sextekarî û derew bi heq in?

Wezîrê Tendurustiyê Receb Akdagê ku dibêje” ez jibo bajarên rojhilat-Kurdistan nikarim Doktoran peyda bikim” ji Kurdistanê 218 Doktorên pispor tayinî bajarên rojava kir. Receb Akdag ji Lotikxanê re dibêje “ ma wê Kurd çi bikin ji Doktoran, jixwe Kurd nexweþ nakevin, ji Doktoran zêdetir bi niviþt, bazbend û devgirêdankên Þêx û Melan bawer dikin. A baþ bila Tirk ji van Doktoran fêdeyê bibînin”. Ma em çi bêjin, hinek rastî di gotinên te de hene, lê meriv hevqasî jî naçirîne haaa

Wey Caferî xwelî li serî

Serokwezîrê kevn ê Iraqê mîster Îbrahîm Caferî bê xebera hikûmeta xwe û serokê xwe Mam Celal hat Enqerê û xwe avêt bext û tora Tirka. Mam Celal jiber vê pir hêrs bû û ji Lotikxanê re got „ev Caferîko gavên ne li gor xwe tavêje, de ka bisekinin, gava hat ezê serê wî têxim qûna elokê“. De ser xêrê be rebbî….

Yan diteqim yan diteqînim

Usama Bînladîn dîsa derket meydanê. Xuyaye Batmanê Amerîkî jî nikarîbû zora wî bibe û polîpoþman vegeryaye Amerîkayê. Bîn Ladîn dibêje “ezê bi saxî neyêm girtin. Ne Batman, ne Rambo û ne jî James Bond wê nikaribin min bi saxî bigrin, yan ezê ji qehra biteqim û yan ezê hinekan biteqînim”.

Mizgeftê pê veda

Trimbêla Serbaza Amerîkî Kyle Kîndera ku li Edenê di meqerê Amerîkayê de wezîfedar e, li mizgeftê hat þelandin. Kyle Kînder û mêrê xwe jibo ger û temaþê hatibûn mizhefta Sabancî. Lê mizgeftê bi wan veda û trimbêla wan hat þelandin.  Li gor tê gotin Kinder gotiye “tobe ku carek din ez herim mizgeftê, vê carê trimbêla min þelandin, carek din wê derpiyê min jî ji min bikin”. Ê xwedêhiþtê, ma serê te bi mizgeftê dêþiya? Tu biçûya dêr î klîsê ev bela misilmana nedihat serê te haaa!

1000 kerxane

 

Li ser nûçeya Rojnama Avestayê a bi navê “di nava salekê de li bakurê Kurdistanê bajarê Diyarbekirê 35 cihê fuhuþê (Kerxane) hatine girtin” Lotikxanê peyamnêrê xwe Osman Pispor þand Amedê. Osmankê me bi telefonê ji Lotikxanê re got “ halîhazir li Amedê 1000 (hezar) kerxane û di navbera 6-10 hezar jinên qehpik hene. Me ji Osman Baydemîr pirsiye gelo çima tenê 35 kerxane hatine girtin? Baydemîr jî dibêje “êêêê, ma ne bese bavê min? Ma bila em wek belediye ji birçîna bimrin? Hatina me, sermiyan û pêþeroja me li ser van kerxane û qehpikan ava bûye, qey Lotikxane li mirina me digere?” Yaaaa, hûn nîmeta Demokratîk Cûmhûriyetê dibînin newlo!!

Þal û þapikên Kurdî, rezîlkirin efendî

 

 Dibêjin þal û þapikên Kurdî di pêþbirka folklorê de bû yekemîn. Tuggeneral Erdal Akpinarê ku þal û þapik dabûn mehkemê niha dîn û har bûye û ji Lotikxanê re dibêje „ wey lao, cil û bergên terorîst bûn yekemîn, ez ne ji bavê xwe bim heger ez li vê herêmê bimînim!“ Baþe baþe generalo, dev ji cil û bergên me berde û here welatê xwe xiftanê Osmanî li xwe ke, yan jî bîkînî li xwe ke bîkînî…..

Xwedê da Ciwan Haco

Li Brîtanya, di Zanîngeha St  Andrews de lêkolînek li ser jinan hat kirin. Di lêkolînê de çi encam derket hûn zanin? Gava jin amadeyî seksê ne, bi piranî ji mêrên dengqalind (bas) hezdikin û dengê qalind xwesteka wan a seksê zêdetir dike. Îcar heger mesela dengê qalind rast be, xwedê da Ciwan Haco! Dengê bas û hey bas!!!

Lotikxane li Karnevalê bû

Me peyamnêra xwe Eyþoka Çîmdirêj jibo Karnevala Rîo Da Janaîro þand Brazîlyayê. Lê mixabin peyamnêra me bi brîndarî bi ser me de vegeriya û ji mirinê xilas bû. Çîmdirêj dibêje "yabooo, ma kî kare bi Brazîliya, hemi ji min çîmdirêjtir bûn, lotikên go davêtin ji ê hesp û qantira xirabtir bûn looo!"

Ciwan Haco jî îmaj guhert

Ciwan Haco li Stenbolê klîpa xwe di barekê de kiþandiye. Dibêjin Haco gotiye "Tirkiye pir xweþ e, berî niha min gotibû ala Tirka ala me ye jî, lê ezê niha jî bêjim welatê me jî Tirkiye ye, jixwe em û Tirk wek goþt û nenûkê ne". De oxira te jî a Flîtê Quto be heyran......

Jinikê got belê, mêrik got na, hakim got ya allah!

Li Amerîka bajarê Îllînoîsê jin û mêrek jiber sunnetkirina lawkê xwe bihevketin. Jinik dibêje “emê wî sunnet bikin” lê mêrik dibêje “tu bimrî jî em sunnet nakin”. Welkasilî kelam, hevdû didin mehkemê. Hakim dinere nikare mesela navbera wan safî bike îcar pêþniyarekê ji wan re tîne û dibêje “madem hûn lihev nakin, ez jî dibêjim a baþ em di berde jêkin û meselê bigrin!”

Hertiþt hazire pere tune

 Lîztikvanê navdar Tarik Akan dixwaze flîmekî li ser 12 Îlona 1980î çêke. Akan ji Lotikxanê re got „hertiþt hazire lê mixabin perê me tune em dest bi flîmê xwe bikin. Heger Kurdên li Ewrûpa karibin alîkariyê bikin, emê flîm pêþkêþî temaþevanan bikin“. Lotikxane jî ji Kurdên li Ewrûpa tika dike ku bi xêra xwe destê xwe bavêjin bêrîka xwe û çend qirûþan bidin ser hev. Heger we pere da mala we ava, heger we neda hûn û xwedê li hev!

Piþtî 30 salî sîneme dîtin

Piþtî 30 salî li Sêrtê sîneme vedibe û flîmê pêþîn jî „Keloglan“ yanî „Keçelo“ pêþkêþî xelkê dikin. Walî Huseyîn Avnî Mutlu ji Lotikxanê re ragihand ku „êdî hisreta sînemê ji dilê Sêrtiyan derket, wê sîneme rengekî din bide Sêrtê“. Em jî dibêjin „rast e, wê flîmê Keçelo rengekî baþ bide Sêrtê û Sêrtiyan jî keçel û gurî bike“.

Niha jî “Newala Xezala”

Piþtî flîmê nîjadperestên Tirk “Newala Gura” niha jî qeþmerê navdar M.Alî Erbîl dixwaze bi qeþmerê qeþmera Hamdî Alkan re flîmê bi navê “Newala Xezala” çêke. Tiþtê xerîb çiye hûn zanin? Di dawiya flîm de Xezalek lotikekê li M.Alî Erbîl dixe û wî totlanî hev dike, dikuje...

Zarokên wan jî dibin dîplomat

Komisyona navxweyî a Tirkiyê biryar da ku jin û zarokên parlamenteran jî pasaporta sor a dîplomatan wergirin. Peyamnêrê me ê di meclîsa Tirka de Suphanallah Tahtakazik dibêje “ niha jî komisyonek haziriyê dike ku di sala bê de pasaporta sor a dîplomatan bidin kûçik, pisîk, miþk, ker û qantirên parlamenteran jî”. De xwedê xêra wan qebûl neke rebbî......

Kerxaneyek nedan, welatek ji dest xwe berdan

Þerê Amerîka û Týrka berdewam e

Þerê Amerîka û Tirka di televizyon û sîneman de berdewam dike. Tirka bi flîmê Newala Gura Amerîkî rezîl û riswa kirin. Amerîka jî niha dixwaze flîmê dokumenter ê li ser Fermana Ermeniyan pêþkêþî temaþevanan bike. Li ser vê, Tirkên li Amerîkayê ketine helakê û ji qehra re hemi ketine nexweþxaneyên dîna. De ser xêrê be.....

Kampanya Lotikxanê xurt dibe

-------------------------

DMM 1 Kemalîzm O

  

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê xolek qirase kire Kemalîzmê. Yilmaz Odabaþi û Niyazî Koçakê ku jiber heqaretkirina li Atatirk hatibûn darizandin, ji alî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê ve rûspî bûn. Dadgehê biryar da ku ewan ne Atatirk lê Kemalîzm hedef girtiye. Dewleta Tirk jî rezîl û riswa bû û 8 hezar û 450 Euro ceze xwar. De ser xêrê be, xwedê xêra DMM qebûl bike...

7 kîlo çêbû diya wê got „NA!“

Li Madrîda paytextê Îspanya keçikek 7 kîlo hat dinyayê. Rayedar ecêbmayî dimînin û dibêjin „þikir ji dana xwedê re, ev cara yekê ye ku zarokek 7 kîloyî tê dinyayê“. Lê diya zarokê porê xwe hildike û dibêje „peppûk, peppûk, peppûk, ma ez a zaroka 7 kîlo me! Divê min zarokek 10-15 kîlo baniya dinyayê, wey tobe go ez carek din bizêm!“

Yahûdiyên Amerîkî ji xew veciniqîn!

Rojnamevana rojnameya Milliyetê Yasemîn Congar  ji Amerîkayê dide zanîn ku Yahûdiyên Amerîkayê ji helwesta Tirkiyê aciz bûne û dibêjin „ bi dawetkirina Hamasê Tirkiyê îxanet li Yahûdiyan kir! Wey maþelle ji we re! Heger ew zir tirtira MOSSADê heta niha Tirk nasnekiribin naxwe mala we viritî! Ma hûn nizanin go “nanê Tirka li ser kaba wan e” Cihûno? Rojbaþ kaka, Sebeh-el xêr xeyo!

((()))

Ma hewceyî Melê ye!

 Qûndeyê Tirk Cemîl Îpekçî dibêje “bila tukes li ser zewaca min û mêrê min Bekîr Coþar tiþtên çirto-virto nenivisîne. Em li Hollandayê nezewicîne. Jixwe ne hewceyî melê ye. Em di malêkê de dijîn û hema bêjin herroj bazdidin ser hev, îcar zewaca fermî çiye”.

Chavez Rice tehdît kir

Serokê Venezuela Hugo Chavez ji Wezîra Derve a Amerîkayê Condolezza Rice pir aciz bûye û dibêje “xanima biçûk û navdirêj, tu min pir aciz dikî, zêde zimanê xwe dirêj meke yan ezê Amerîkayê di nava kokaînê de bihêlim haaa!”

((()))

Li Swêdê 11 hezar mirîþka întîxar kir

 

Berdewam

   -------------------

Cahît Mervan:

Bi telaq ne ez im!

Hinek xêrnexwazan li ser navê Cahît Mervan di înternetê de kuþtina Kanî Yilmaz þermezar kiriye. Cahît Mervan jî rabû rastî got "bi telaqên jinberdanê min nenivîsandiye. Ma ez dînim ji kursî û sêla sor bibim heyran!"

Heywaxxxx!

==================

 

Li Çînê “Restoranta Penîs” vebû

Berdewam

==================

Îsmaîl Beþîkçî:

Ez di pirsa þerê PKK de þaþ derketim!

 

Mamoste can, ji kerema xwe carek din þaþ dernekeve. Jiber vê þaþitiya te bi hezaran Kurda mala xwe xirakir û ew jî þaþ derketin! Lê wek te nikarin eþkere bikin ew jî zêdebûna ser kezebê ye.....

==================

Werin hêkê Unakitan!

Rastiya êþa mirîþka hat fêmkirin!

 

Wezîrê Aboriya Tirkiyê Kemal Unakitan dest bi bazirganiya mirîþka kir.

Berdewam

 

==================

A.Zekî Okçûoglû bû

þivanê pez!

Berdewam

 

Nikarin bi kerê dibezin kurtên..

Wek hûn jî zanin di þerê Amerîka û  Iraqê de Amerîkiyan sîxurên Tirka girtibûn û çewal xistibûn

serê wan.

Berdewam

 

 

Kêfa xwe neynin,

bîr Kurd Tirkoya bedeldir!!

(((( ))))

-------------------------

  General Jong Song Jo bû Kurd

(Ji Avesta)

Fermandarê Pêþmergeyên Zêrevan General Azîz Weysî, bi armanca danîþana dostanîya di navbera hêzên Korî û Kurdistanî de li Kurdistanê, Fermandeya Tîpa Zeytûn ya Korî General Jong Song Jo dawetî Fermandeya Zêrevan kir. Li gor agahiyên me General Jong Song gotiye ku ewî tu xêr ji Koretiyê nedîtiye û ew difikire ku nîjadê xwe biguhere û bibe Kurd......

 

==================

 

 Bedewa " Ofis Girl"

Xwendevanên kovara zilaman " Maxsîm", Leman Aydin a Tirk a 26 salî li Almanya wek bedew "Ofîs Gîrl" ê hilbijartin. Kovara Maxsîm, wê di hejmara meha Adarê de gellek wêneyên Leman Aydina ku li Essenê dijî, biweþîne.Leman Aydina ku spasiyên xwe pêþkêþî xwendevanan dike, dibêje: "Ez pir bextewar im, þef û hevalên min ên kar bi min serbilind bûn. Malbata min qet têkilî karê min nebû!"

Xwendevanên Lotikxanê jî dibêjin: "Madem malbata te têkilî karê te nebûye oxira te wek a Sîbel Kekîlî  be!"
 

Wey rebeno, belengazo….

 

Li Amerîkayê alîkarê komîsêrekî jiber ku di trimbêla polîsan de bi kamerayê flîmê jinên tazî dikþand, ji karê xwe bû û pêhnek li qûna wî xistin. Li Florîda alîkarê Þerîf Jack Munsey, kameraya ku jibo sûcdaran dihat bikaranîn, jibo zewka xwe bikaranî û pê flîmê jinên xweþik û tazî kiþand. Li ser vê rebenê Jack Munsey ji kar hat avêtin û bû parsekê devê derya. Mîster Jack dibêje „ ez ji jinên xweþik pir hez dikim, sebra min bêyî wan nayê û jiber vê jî min flîmê wan dikþand, lê bawerkin niyeta min ne xirab bû!“

Heheyyyyy, tiro ji jinên xweþik hez dike, ma kî ji jinên xweþik heznake bavê mino!? Ma em jî rabin kamerayê têxin destê xwe û li dû namûsa alemê bigerin heyran!...

 

  ///------------------///

Bahattîn Karakutuk çima xwe kuþt?

Rojnamevan Bahattîn Karakutukê ku di 11.01.2005an de çû ser heqiya xwe, çima xwe întîxar kir? Li gor agahiyên ku ketine destê Lotikxanê, ewî ji keçikekê bi navê Diren (li roj tv kar dikir)  hezkiriye û jiber ku hezkiriya wî nedane wî, ewî jî xwe întîxar kiriye. Hevalekî wî ê gellek nêzîk ji Lotikxanê re got ku "Bahattîn evîndarê keçekê bû, lê hevalên wî rê nedidan ku ew bizewice û jiber wê jî Bahattîn ev helwest bi întîxara xwe protesto kir".

 

 

 

 Dibêjin çima Kurd jinên xwe berdidin! De yabo ka destê xwe deynin ser wîjdanê xwe û rastiyê bêjin, çima Kurd  jinên xwe berdidin!?

 

Kesî Atatirk fêmnekir

Li bajarê Edenê nivîskara serêxwexwarî Muazzez Îlmîye Çig konferansek bi navê “ma Atatirk wilo difikirî?” da. Muazzez xanim di konferansê de got “hevalên Atatirk þoreþ fêmnekirin, heger fêmkiribana , wê îro Yekîtiya Ewrûpa bi dû me de bazbida”. Muazzez xanim berdewam dike “Atatirk dest avêtibû her tiþtî, dixwest di her warî de þoreþan çêke, tenê Îsmet Înonu û Mareþal Fewzî Çakmak ew fêmkiriye”. Kê fêmkiribe kê nekiribe em nizanin, lê me bixwe wek Lotikxane Atavirk baþ fêmkiriye. Em zanin ew di kerxana Selanîkê de çêbûye, diya wî Zubeyde xanim di kerxanê de xwe firotiye (xwedê gunehên wê efû bike) û em zanin go Atatirk pêzeveng bû û li dor zaroka jî digeriya. Ma êdî emê çî din fêmbikin heyran!Heger ne rast be, bila nameyên jina wî ji dolabên pola derxin mazatê û eþkere bikin........

Osmankê me em gêj kirin

Serokê Þaredariya Amedê Osman Baydemîr di derbarê weþana Kurdî de peyamên baþ û erênî dan. Ewî got “weþana bi zimanê Kurdî pêþketinek erênî ye, ev têr nake lê ji tunebûnê çêtir e. Tercîha min seyrkirina televizyona Kurdî ye. Zehmetiya peydekirina wergêran (tercuman) heye. Dibe ku piþtî sê salên din ez jî karibim bêm di televizyonên Kurdî de bixebitim, lê bi þertê ku peymanek baþ bê çêkirin”. Li sosret û rûreþiya ecêb binerin! Di civîna çapemeniya Baydemîr de ji 30 rojnamevanî tenê du kesa karîbû pirsên xwe bi Kurdî bikin. Îcar Lotikxane jî ji Baydemîr dipirse: Heyran çima li bajarê te wergêrên Kurd tunene? Ma Amed ne paytextê Kurda bû? Te hemi kirin Tirk newlo? Ê ma go tu wek Serokê belediyê ala Tirko maçî bikî,wê kîjan malxirab dev ji zimanê Kurdî bernede hewarêêêê!?  Haa, heger tu di televizyonên Kurdî de bixebitî, tê çend hezar dolar meaþ bixwazî qurban?

Dewleta kûr bela xwe ji PDK-Bakur venake

 

Dibêjin dewleta kûr a Tirk bi tenq û topan êrîþî ser malpera PDK-Bakur kiriye û beþê wê ê Kurmancî hepis kiriye. Hîna kes nizane bê wê vîrûsên Tirk çend rojan di malperê de bin. Ê de heyran hûn jî xefkên keroþka li ber vîrûsên dewletê deynin ha! Ma ev cara çenda ye xelk bê mifte dikevin hundur? Heçê bixwaze têkeve malpera PDK-Bakur, dikarin bi riya Google têkevin beþê Tirkî û kurmê xwe biþkînin.

Agir bi malê keto!

 Serokkomarê Tirkmenîstanê Saparmurad Niyazov di televizyonê de bang li netewa Tirkmenîstan, taybetî jî xortan kir û got "min pirtûkek bi navê Rukhnama nivisîye û eger meriv vê pirtûkê sê caran bixwine dê biçe bihûþtê ! Min ew pirtûk bi taybetî ji bo xortan nivîsîye. Lê wek her tiþtê þert û þortê hatina bihûþtê jî heye . Gerek hûn pirtûka min sê caran wextê roj diçe ava, sê caran jî wextê roj derdikeve bixwînin. Min ji Xwedayê mezin pirsî û ew bersiva ku min da we jê girt“. De werin û dîn nebin! Ma ew jî ne Tirk e!? Heger rojekê Tirk „Xwedê jî bikin Tirk“ qet þaþ nebin haa! Tirro destûr ji Xwedê stendiye û pirtûk nivîsîye! Wey agir bi mala derewînan keve….Bi Xwedê heçê pirtûka wî bixwîne wê yekser here cehnemê!

Fîþekên ETA neman

Rêxistina herêma Baskê ETA ji sala 1968an û vir de jibo serxwebûna Baskê tekoþînê dide. Lê heta niha jî tu gû bisernexistiye. Niha jî dibêjin „me dev ji þerê çekdarî berdaye“. Baþe, baþe, lê çima dev ji þerê çekdarî berdane gelo? Dibêjin xwedêgiravî navbera wan û hikûmeta Îspanî nerm û germ bûye. Lê peyamnêrê me ê Îspanya bi þêweyekî din meselê þirove dike û dibêje „kuro jina min ji min berdayî be mesele ne nermbûn û germbûne lo! Fîþekên wan nemane fîþek! Tenê bi bahrûdê þer dikin“ Yanî teslîm dibin haa!

Bo Tîpî Zeytûn kaka?

Di malpêrî Pêþmergeyî Zêrevanî Kurdekan de dilên ku “Þandêkî Tîpî Zeytûn Serdanî Baregay Fermandey Pêþmergey Zêrevanî kird”. Ê me wekû Lotikxane le hertiþt têgihîþtin belam be serî Zerqawî ême tênegihiþtin ku bo dilên “Tîpî Zeytûn?” Kaka bo nalên “Tîpî Sêw, Tîpî Portaqal, Tîpî Þêr, Tîpî Piling, yan jî Tîpî Xurme?” Ême texmîn dîkeyn ku leþgêrî Koriyekan be eslî xot Efrînî bitin. Ji ber ku le bajarî Efrîn zeytûnî çak we xoþ zor in, leþgêrî Koriyekan navî xot kirdiwe “Tîpî Zeytûn!” Baþe bo ewan navî xot nekirdiwe “Tîpî Ananas” kaka?  (Wêne: Malpera Pêþmergeyên Zêrevanî)

Binerin bê kûçik çawa direyên!

Li ecêba kesanedî binerin û Tirka nasbikin. Nivîskarê ne nivîskar, însanê ne însan Kemal Çapraz di nivîsa xwe de jibo Kurda çi dibêje hûn zanin? Dibêje „ xwepêþandanên Newrozê þanogeriya çadiran anî bîra min. Di vê þanogeriyê de hewqas þebekî (meymûnî) derketin pêþ ku ez poþman bûm jê re bêjim þanogerî jî. Rêvebirên ku van partiyan (partiyên Kurd) bi rêve dibin hewqasî cahil û bêkulturun ku radibin li Newroza Tirka a bi hezarê sala xwedî derdikevin û wê dikin a xwe“. De werin binerin bê kî cahil û bêkultur e? Kî Newroza kê didize? Lê ne sûcê Tirka ye heyran, heger me xwe navêta ber dest û lingên wan û ji demokratîk cumhuriyeta Tirk oxlî Tirk re nebûna kole, wê zimanê xelkê jî li ser me dirêz nebûya….

 Chavêzo bû hecî?

 Serokê Dewleta Venezuela ya Latîn Amerîkî Hugo Chavez berî bi çendakê ji Serok Bush re gotibû “Bush serxoþek e, eyn mîna kerê ye”. Niha jî ew piþtgiriya Îranê dike û dibêje “bila Îran jî bombeya atomê çêke ma dinya xira dibe, jixwe nifûza dinyayê zêde bûye, belkî hema bi xêra bomba Îranê nifûsa dinyayê kêm bibe”. Temam, temam, lê çi bi serê te ketiye yao? Tu ji xwe re di qesra xwe de kokaîna xwe bikþîne û li kêfa xwe binere heyran! Qey laþê te jî duxre ha! Binere bila dengê te nere Serok Bush haaa!!

Hewar û sed hewar!

Binerin bê dijmin çawa dixwaze naveroka Newrozê vala bike û wê bike malê xwe. Dewleta Tirk dibêje “jixwe Newroz cejnek civata Tirk e û hê ji dema Tîmûrleng ve tê pîroz kirin”. Rayedarên Îranî dibêjin “Newroz rojbûna Þehadeta Hz.Hisên e, jiber vê jî ji sedîsed cejna Îranîyan e”. Iraqî dibêjin “ jixwe Saddam di Newrozê de dest daniye ser hikim û jiber wê jî Newroz sedîsed cejna Ereban e”. Bosnayî dibêjin “heyran bi xwedê haya me ji Newrozê tunebû, lê evan Tirka ew kir bela serê me û dibêjin cejna Bosnaliyan e”. Ev hemi ne bes bûn, îcar niha jî serokê Weqfa Cem a Alewiyên Tirkiyê Celal Dinçer jî dibêje “ma ne Hz. Alî di 21ê Newrozê de hatiye dinyayê. Jiber wê jî Newroz cejna Alewiyan e”. Ê jixwe mirîdên mala Þêx jî dibêjin “fikra Newrozê Þêxê me avêtiye holê ”. Em jî wek Lotikxane dibêjin “bi xwedê hûn hemi derewa dikin, Newroz cejna milletê Kurd e!”

Li Harbîyê sosreta zinêkariyê

Li Dibistana Herba Hewayî a Tirkiyê (Harbîye) sosreta kerxane û zinêkariyê derket holê. Çapemeniya Tirk dibêje “heta niha þeþ pîlotên me yên nêr û mê gellek caran bazdane ser hev û zinêkarî kirine”. Bêguman ev lêlê ye, lê kes nizane hîna lolo çawaye. Ajanê Lotikxanê ji nava Harbîyê dibêje “ bi Mazilevdînê nava Nisêbînê, Harbîye bûye wek kerxanê. Jixwe bêrîka pîlotên nêr û mê tije komdom, kîsik û çewal in. Hema kondoma dinepixînin, çewala dixin serê hev û bazdidin ser hev”. De xwedê xêra wan qebûl bike, ma çi ji betaliyê derdikeve!  (Internetajans)

Dua bikin

Doktorên Amerîkî bawerin ku kesên dua ji xwedê re dikin zûtir rehet dibin û zû bi zû nexweþ nakevin. Dibêjin kesên ku dua dikin, hizûrê dibînin, zêde nakevin nava stresê û ev jî di warê bedenî de rehetiyekê bi xwe re dtîne. Li gor zanyarên Amerîkî xwedêgiravî di tedawîkirina nexweþiyan de rol û fêdeya olê (dîn) pir e. Kesên bawermend, kesên bi exlaq kêmtir bi stres dibin û nexweþî xwe nêzîkî wan nake. Lotikxanê ji pisporekî pirsî “baþe heyran, Zerqawî jî oldar e, radibe rûdinê dua ji xwedê re dike, hema bêjin ji serê pêçîyên wî bigrin heta bi porê serê wî bi stres û nexweþî ye, ev çawa dibe?” Pispor got “ohoooo, me got ol û bawermendîya Amerîkî lo, me nego wek a Zerqawî û Virqawî bavê min!”

Dîsa Mêrdîn jibîr bû!

Li ser bextê Ajansa Nûçeyên Firatê (ANF) be, dibêjin Serok Barzanî bersiva Osman Baydemîrê Diyarbekirî daye û Newroza wî pîroz kiriye. Herweha xwedêgiravî gotiye “ez cejna Newroza Diyarbekiriyan jî pîroz dikim”. Çima heyran, ma Mêrdînî jî ne Kurd in yaw? Çima kes cejna Mêrdîniyan pîroz nake? Yan divê illeh em jî rabin ala Tirka maçî bikin heta go serokek cejna me pîroz bike, yan jî, divê em jî wek hineka rabin bêjin “diya me jî Tirk e” heta go cejna me bê pîroz kirin! Welhasilîkelam, hûn cejna Lotikxanê pîroz nakin, lê Lotikxane cejna we hema pîroz dike. Dîsa bar ket ser milê me rebenê xwedê.....

Makzagon qebûl bû

Makzagona (anayasa) Tirkiyê, a ku wek “makzagona dizî-veþartî) dihat binavkirin, ji alî hikûmetê ve hat qebûlkirin û Artêþa Tirk dîsa heta bi ber kire Erdogan û hikûmeta wî. Di makzagonê de dûriþmên “yek dewlet, yek millet, yek al, yek ziman”wek dûriþma ku “xwedê jî nikare biguhere” hatiye qebûlkirin. Serekerkanê Artêþa Tirk berî qebûlkirina makzagonê guhê Erdogan kiþandibû û jê re gotibû “kero, xiyarê min tehl e, yan tê bixwî û yan tê di xwe kî, îcar tu zanî”. Erdodan jî nerî go mesele ne îþê henek-meneka ye, rabû hem xiyarê Artêþa Tirk xwar û hem jî kire xwe û hikûmeta xwe. De bila ji we dernekeve rebbî.....

Monîka Lewînsky no 2

Esra Alemdar (19 salî) Zanîngeha Georg Washîngtonê raborand (qedand-xelas kir) û ev nêzîkî du mehane li Qesra Spî staja xwe dike. Çapemeniya Tirk bi serbilindî behsa wê dikin û dibêjin “Li Qesra Spî Tirkek”. Bêguman dibe Esra xanim Kurd be jî, lê hûn Tirka nasdikin, li gor wan gur jî Tirk in, kûçik jî, pisîk jî, mar û dûpiþk jî Tirk in. Welhasilî kelam, me xwe bi telefonê gihand Serok Bush û me jê pirsî “mister Presîdent, ma hebûna “Dêlgurek Tirk-Asena) Qesra Spî naxe tehlûkê, binerin ev Tirk in ha, ne henek-menek in?” Ewî bi ken bersiv da “em bi qûna hev zanin lo, Bîll Clînton Monîka Lewînsky anî ser rê, ezê jî yekê Tirk bînim ser rê ma zehmet e, ezê hilê wê li milê wê kim!”. De qewet be ji te re ......

Evîna 80 salî

Li bajarê Maraþê Elîf û Ahmet Demirdovenê 98 salî ji çapemeniyê re evîna xwe anîn zimên û gotin “ev tam 80 salin em li serê hev bûne bele û nikarin ji hev xelas bin. Jiber go em wek þîrêzê (zemq) bi hev zeliqîne, ji mecbûrî em evîndarê hev bûne û ev 80 salin em wek goþt û nenûkê ne”. 60 nevî (torin), 20 nevîçirçirk û 7 nevîçirçirkêçirçirkên wan hene. Me ji Elîfa 98 salî pirsî “xaltîka Elîfê, tu ji xortên nûhatî re çi qewîtiyan dikî?” Ewê got “lao ma ezê çi qewîtiyan bikim, bila mala xwe xiranekin û wek me nebin goþt û nenûk. Ma herroj tirþik û tirþik çêdibe? Bila carna jî di ber re birinc û þorba þîr jî bixwin!”

Meclîs û Travestî

Li paytextê Tirkiyê, li Ankarayê Travestiyên Tirk (Travestî- zilamên ku wek jin û mêr tên hesêb, yanî bi zimanê gundîkî qûnek- qûnde) êdî li beramberî Meclîsa Tirkiyê xwe difroþin û bazariya zinêkariyê dikin. Travestiyekî telefonî Lotikxanê kir û got „heyran em di bextê Lotikxanê de ne, derdê me ji dinyayê re bêjin, evan Wekîla (Parlamentera) mala me birin mîratê. Telefonî me dikin, soz û civan didin me û dibêjin „werin ber deriyê meclîsê“. Piþtî em tên îcar ew nayên û em jî mecbûr dimînin xwe bifroþin jibo em karibin heqê riya xwe bidin. Yanî Wekîlên Tirk xwe jî û em jî qûnek kirine, hewarê!“. (îha)

Tazî mazî qilopazî

Spenser Tunich ê Amerîkî wênekêþekî navdar e. Ew tenê wêneyên tazî dikþîne. Xelkê kom dike, wan þilfîtazî dike û sûretê wan dikþîne. Wê îsal berhema xwe li Venezuelayê pêkbîne. Tunich bi riya emaîlê ji Lotikxanê re got „heyran bi xêr sala bê ez dixwazim li Kurdistanê û Iraqê însana tazî bikim û sûretê wan bikþînim. Ez zanim Kurd pir mirovhez û demokrat in, ewê destûrê bidin min. Lê nizanim gelo wê Zerqawî destûrê bide min ku ez sûretê wî ê tazî bikþînim yan na?“. Me jî wek Lotikxanê erka xwe bicîh anî û me telefona Zerqawî da Spencer Tunick.Îcar serê Tunich bê jêkirin, neyê jêkirin ne sûcê me ye, em ne mesûl in haa…..

Bextê xwe xira nekin

Endamê Þerefê ê Akademîya Zaniztiya Tirkiyê (TUBA) Prof.Dr. Ozer Bekaroglu dibêje „di van 50 salên dawiyê de li Tirkiyê tu pêþketinek zanistî çênebûye“. Yanî meriv mala xwe xira dike lê bi vî awayî xira nake ha! Çawa li Tirkiyê pêþketinên zanistî çênebûne? Fermo delîl: JÎTEM çêbûye, ÇETE çêbûne, MAFYA çêbûye, DIZÎ çêbûye, ZINÊKARÎ çêbûye, EROÎNFIROÞÎ çêbûye, çêbûye û her çêbûye! Profesor beg, ma ev ne pêþketinên zanistîne qurban!?

Maça homoyên misilman û Hollandî

 Înstîtuya Pêrabûna Pirkulturiya Hollandayê dixwaze di navbera qûndeyên misilman û Hollandiya de tûrnûwa fûtbolê lidarxe. Tê gotin ku armanca vê tûrnûwa yan jî pêþbirkê ewe ku têkiliyên di navbera qûnde û misilmanên oldar de xweþtir bike û wan li hev germtir bike. Organîzatora tûrnûwayê Suzanna Iîsselmuîden ji çapemeniyê re dibêje “ em bawerin ev musabeqe wê sarbûna di navbera mirovên qûnde û neqûnde de ji holê rake, ewê bi rehetî karibin di derbarê hev de biaxivin û hevdu fêm bikin. Em zanin ku di nava misilmanan de jî kesên qûnde pir in lê jiber ku civak wan qebûl nake newêrin derkevin nav civatê û xwe azad nabînin. Em dixwazin pêþ civakê bikin ku mirov karin xwediyê gellek nasnameyan bin”. Musabeqe ji alî dewleta Hollandî ve tê destekkirin. Ma em rebenê xwedê karin çi bêjin, hema hûn qûnde li hev pîroz û bimbarek bin û hew

Özkök rastî dît

Serekerkanê Artêþa Tirk Org.Hilmi Özkök di civînek perwerdeya eskeriyê de got “ev bêxwedîka înternetê pir xerab e, bi riya wê þerekî psîkolojîk li himberî welatê me tê meþandin û bandora wê jî pir xerab e, serê mirovên me tevlihev dike. Bi taybet di van herdu mehan de malperek bi navê Lotlotxane ye, Lotikxane ye çi quzilqurt e vebûye û þerekî psîkolojîk li hemberî me dimeþîne”. Wekî din Özkok dibêje “yekbûna Tirkiyê bi hizûra hindur ve girêdayî ye”. Bi xwedê rast e, Lotikxane jî dibêje Özkök rast dibêje lê tiþtekî jibîr dike. Gerek ewî bigota “yekbûna Tirkiyê bi serxwebûna Kurdistanê ve girêdayî ye, heta Kurd azad nebin yekbûna Tirkiyê di xeterê de ye!” Xuyaye ewî xwestiye wek me bêje lê jiber go hinekî fedîko ye, hiþtiye carek din.....

Çîroka Çanakkale jî palavra derket!

 Wek gellek çîrokên Tirka, þerê wan ê Çanakkale jî palavra (derew) derket. Tirk hema hersal dibêjin „me li Çanakkalê 250 hezar þehîd dane“ û bername, flîm û senaryoyên nîjadperestî çêdikin. Lê nivîskarê rojnama Sabah ê Emre Akoz ji van derewan têr xwar û wîjdanê wî nema qebûl kir. Ew dibêje „em Tirk di vê meselê de jî derewan dikin. Di arþîva Artêþa Tirkiyê de eþkereye ku di þerê Çanakkale de bi tenê 66.hezar û 262 þehîd ketine. Wekî din dewleta Osmanî bi daxwaza xwe ketiye þerê emperyalîzmê, ew di nava xewnên emperyalîst de bû“. Ohoo, tu dev ji Çanakkale berde heyran, ma çiyî Tirka rast e?

Ji xwe ev kêm mabû

Li Tirkiyê bajarê Konyayê sê jinan bankayek þêlandin. Heta niha me zanîbû ku tenê zilam banka diþêlînin, lê jin? Xuyaye wê di demek nêzîk de li Tirkiyê qiyamet jî rabe, êdî bûye berdî berdan! Jinekê ji wan telefonî Lotikxanê kir û got “ma bila hemi tiþt ji zilaman re be heyran! Madem esker û polîsên Tirk çete û grûpên nijdevaniyê çêdikin û xwe dewlemend dikim, êdî em jin jî emê têkevin nav þoreþa çete û nijdevaniyê, êdî bes e!” Ma em çi bêjin heyran, xwedê we ji serê zilaman kêm neke rebbî....

Model û sêvfiroþa bedew û seksî Debora Carrera dibêje "keçkê gundê me buha ne werin sêva, heryekê bi elbê zêrane werin sêva!" Îcar Kurdino, ger elbek zêrên we hebin li Lotikxanê bigerin, Debora Carrera li bendî we ye!

Îsot û ha îsot

 Lêkolînerên Amerîkî îspatkirin ku îsota sor dermanê nexweþiya prostatê ye. Dibêjin „bizrên no (tûj) ên ku di nava îsotê de ne dikin ku malzarên (hucre) kansera prostatê xwe „întîxar“ bikin û wek terorîstên El-Qaîdeyê xwe biteqînin“. Maddeya alkaloîd a ku di nava îsota sor de heye û wek „kapsaîsîn“ tê naskirin, gava raserî malzarên kanserê tên, wan perçe dikin û ji holê radikin. Dibêjin piþtî vê nûçeyê, Ruhayî bi def û zirne derketine kolana û gotine „ma ji xwe em bixwe bûne îsot, kanser hat bixêr hat!“

Mumcu buxçik hazir kir

Serokê partiya Dayika Niþtiman (Anavatan) ê Erkan Mumcu di bêje „bila Erdogan bi min re derkeve bernameyek televizyonê, çi dixwaze ezê îspat bikim. Heger ez îspat nekim ezê vî welatî li xwe heram bikim û terka Tirkiyê bikim“. Ê lao welle xwedê ji te stendiye haa! Baþe heger Erdoxan rabe û bêje „kuro Mumcu, min îro çend tir û fis kirine, ka îspat bike!?“ Tê bêjî çi ha? Ka îspat lo? Hema  berî go tu pêre derkeve televizyonê, buxçika xwe hazir bike û bilêta xwe bibire …….

Di îslamê de seks

Nivîskarê pirtûka “li gor îslamê jiyana zayendî (seks)” û îlahiyatçiyê kevn, melayê mizgefta Suleymaniye Alî Riza Demîrcan, ji alî cemaeta dîndar ve wek rêberek îslamê tê naskirin û hezkirin. Binerin bê Alî Riza Demîrcan efendî di pirtûka xwe de çi dibêje:A) Jina misliman a têgihiþtî nexwaze jî divê bi mêrê xwe re seksê bike. B) Jiyana zayendî perçeyek ji jiyana îbadetê ye. C) Bi her awayî xweþpêanîna lebatê (organ) cinsî (wek maçîkirin û alastina organê jin û mêr) helal e. Ç) Tatmînkirina mêr ji aliyê jinê ve armancek Quranê ye. D) Di îslamê de hedefa zewacê bi kêmanî anîna sê zarokan e. E) Temaþekirina tiþtên pornografîk û erotîk gunehek biçûk e. De îcar hûn û wîjdanê xwe! Heger Lotikxanê ev tiþt binivîsandina wê cemaeta misilman bigota “Lotikxane kafir e, qetla wê helal e” û fermana me derxistana! Baþe go xelkê gotiye...

Kurda Amerîka fetih kir

Çapemeniya Tirk dibêje “Kurda Amerîka fetih kir, bajarê Ankara û Antalya jî kirin nav nexþeya Kurdistanê”. Hinek partiyên Kurdên Sûrî û muxalifên wî welatî di civînê de spasiya Serok Bush û Condoleezza Rice kirine û gotine “heyran de rojek berî rojekê çend bombeyan bavêjin Sûriyê jî ma dinya xira dibe, binerin em hatine ber lingên we jî, ma hûnê me destvala vegerînin û xatirê me negrin!” Me hertiþt fêmkir lê me fêmnekir bê çima Kurdên Sûriyê Ankara û Antalya jî xistina nav nexþeya Kurdistanê? Heger Lotikxane di þûna wan de bûya wellehilezîm wê seranserê Tirkiyê xistiba nav sînorê Kurdistanê.....

Sê seeta cenaze hilgirtin

Jiber ketina du dîrekên elektrîkê, li Hekariyê, herêma Durankayayê 7 hezar kes bê ceryan di tariyê de man. Jibo ku du dîrekên elektrîkê ji bajêr bînin herêmê, tam 60 zilamî rahiþtin herdu dîrekên ceryanê û sê seetan çol û çiya derbas kirin û anîn herêmê. Lotikxanê bi letefonê ji yekî ji wan pirsî „heyran ma lê hêjabû hûn sê seetan cenazeyên herdu dîreka hilgirin?“ Ewî bi poþmanî got „yabo qede bi Tirka û  elektrîka wan keve. Em rebenê xwedê ji xwe re li ber mûm û finda bûn, em fêrî elektrîk û ceryanê nebûbûn, ma Colemêrgî û elektrîk? Ma rovî û bajar? Welhasil, elektrîkê em girtine û bernade“.

Almanya û Hollanda zixta didin

Almanya û Hollanda dixwazin jibo biyaniyên ku wê bên Almanya û Hollandayê, bi taybet jibo Tirka, zagonên kesanedî derdixin. Dibêjin wê van pirsa ji wan bikin, heger pirsên wan maqûl bin ewê rûniþtinê bistînin: A) Divê ji sedîsed zimanê Almanî-Hollandî zanibin. B) Divê hurmetê ji qûnde û lezbiyenan re nîþan bidin û heger keç û kurên wan bibin qûnde û lezbiyen divê dengê xwe nekin. C) Divê goþtê berêz bixwin. Ç) Divê çarþefa li xwe nekin û rîha xwe bernedin. D) Divê heftê carekê herin dêrê (kilîsê) û xwe helal bikin. Dibêjin Tirk xwe virde-wêde dibin lê dibêjin „hertiþt temam, lê bêhna goþtê berêz ne xweþ e!“

Kesî ferq nekir

Li Almanya pereyên erotîk li piyasê wek avê tên serfkirin. Tu kes jî dengê xwe nake. Li ser banknotan sûretê erotîk û tazî ê jinikên bedew heye. Me ji yekî Alman pirsî “kuro ma hûn kor in, hûn çawa van pera nabînin, ma ne sexte ne?” Ê Alman got “heyra sûretê jinikekê memikmezin danîne ser, em dikin û nakin em ji temaþekirina wê têr nabin û destê me ji van pereyên erotîk nabe”. Em dibêjin heye neye dîsa tiliya çeteyên Tirk di vê sextekariyê de heye!

Perînçek çû heyfa bavê qûna dê liser kir

Polîsê Alman rê neda ku nîjadperestên Tirk li Berlînê meþa xwe bikin. Nîjadperestên Tirk bi serokatiya Dogu Perînçek dixwestin di 15-19ê vê mehê de (Adar) li Berlînê hem Talat Paþa bibîrbînin û hem jî dixwestin qebûlkirina qirkirina Ermeniyan protesto bikin. Lê polîsê Alman rê neda wan û got "ev Perînçekê seqet (lenger) lingê xwe zêde dirêj dike. Heger serê me xirabike emê wî lingê wî yê din jî biþkînin".

Îcar jî çeteya goþtê kera

Li Tirkiyê,bajarê Edenê þebekeyek goþtfiroþ hat girtin. Xelk goþtê berx û mîha difroþe, lê ev þebeke jî ker û bergîlên nexweþ serjê dikin û goþtê ker û bergîlan wek goþtê berxika difroþin xelkê. Me xwe bi telefonê gihand serokê þebekeyê A.S û me jê pirsî: „We jibo çi goþtê ker û bergîlên nexweþ firot xelkê reben?“ Ewî got: „Xelkê rebenê çi? Xelk hemi bûne zinêkar û sextekariyê dikin, ma em tenê ne! Derûdora me hemi bûne çete, diz û teþqelçî. Çeteyên artêþê hene, ê polîsa hene, ê mafya hene, me jî got de em jî birçî nemînin û goþtê ker û bergîla bifroþin xelkê xwe û xizmetekê ji wan re bikin. Ma me xirabî kir? Ne ji berê de gotine qencî dibe xirabî heyran!“

Qelema hevalê min bû

Ji Hakimê ku A.Ocalan darizandiye Fîkret Okyay pirsîne: "Te çima jibo îdamkirina Ocalan qelema xwe neþikenand?" Okyay bi kelegirî bersiv daye: "Bi serê min û we, qelem ne a min bû, a hevalekî min bû. Hevalê min feqîr e û meaþê wî têra wî nedikir ku qelemekê nuh ji xwe re bikire.Dilê min bi hevalê min þewitî ne ku bi Ocalan þewitî haa!"

Waþîngton savara bi dohn

Li Washingtona paytexta Amerîkayê konferansek li ser pirsgirêka Kurdî tê sazkirin. Xuyaye hinek partiyên Kurdên rojava hatine dawetkirin û hinek jî nehatine dawetkirin. Dibêjin partiyên ku nehatine dawetkirin ketine greva birçîbûnê û dibêjin “çima heyran ma em ji Eyþika Ereb in? Ma ê xelkê partî ne ê me parî ne? Ma ew can in em bacan in? Na yabo na, bi telaqê bê fitû em vê helwesta Waþhîngtonê qebûl nakin! Yan emê jî beþdarî konferansê bibin û bêrîka xwe germ bikin, yan jî emê xwe ji birçîna bikujin!”

Bajo Kurdistan spor

Dibêjin wê di  meha Ciriya Paþîn (meha yanzdan) a pêþ me de taximê Kurdistanê jî beþdarî kûpaya dinyayê ya ku ewê li Qibrisê bê çêkirin, bibe. Lîztikvanno, jibo xwedê hûn jî wek Diyarbekirsporê serê me nexin ber me haa!Bila herkes nebêje "ezê xolê bavêjim qurban"! Gokê bidin hev, bavêjin hev û têkin hev, de yalla!

Em karin li Îranê xin

 Serekerkanê Artêþa Îsraîlê ê kevn Moþê Yaalon dibêje „hêz û kapasîteya me heze ku em karibin li Îranê bixin. Em karin hem hewayî hem jî behrî fuzeyên xwe bavêjin Îranê û wan çavtirsandî bikin, bila Îran sebra me nefûrîne û me mecbûrî gunehbariyê neke“. Tewwww! Me jî digot qaþo Îsraîl dostê Kurda ye! Ê de lêxin bavê min, rebenê Kurdên rojhilat çavê wan li bendî we qerimîn haa! Ha îro ha sibê, ha dusibe ha sêsibe, ma bila Kurdekan heta mirinê li bendî êrîþa we bin qurban!

Bi telaq rast e!

 Parêzerê mamosteya bedew û seksî a bi navê Debra LaFave, dibêje “jiber go Debra xweþik e herkes dixwaze tecawizî wê bike, jiber wê þagirtê wê ê 14 salî tecawizî mamosteya xwe kiriye, ne ku mamoste bazdaye ser lêwik”. Wek hûn zanin mamoste Debra LaFave li dibistanê tecawizî þagirtekî xwe ê 14 salî kiribû û bi vê bûyerê meþhûr bûbû.Jiber vê bûyerê jî dadgeha bilind jê re 30 sal ceze dixwaze. Dibêjin Debraya seksî ji hakim re gotiye “hakim beg, li ser bextê te be, ez niha te dawetî mala xwe bikim û te bera ser xwe dim, tê bê yan tu nayê?” Dibêjin hakim soro-moro bûye û gotiye “ka telefona xwe bide min!”

Agar bû Savar

Serokê DYP (Partiya Riya Rast) Mehmet Agarê ku destê wî di xwîna bi hezaran Kurd de heye, dev ji xwarina birincê berda û dest bi xwarina savarê kir. Agar dibêje "êdî birinc û qirewat tune, ezê dakevim nava xelkê xwe û savarê bixwim". Serokên partiyên Tirk jibo hilbijartinên pêþ cardin dest bi derew û sozên pûç kirin, geh dibin melle, geh dibin þêx, geh milyaket in lê di eslê xwe de wek dûpiþk û mar bi xelkê vedidin

Fazîletê dîsa soz da

Niha jî Newala Jina!

Polat Alemdarê (Necatî Þaþar) hacûc bi flîmê Newala Gura meþhûr bû.Niha jî dibêjin wê flîmê Newala Jina çêke û di flîm de rola jinikek qehpik bilîze. Pispor dibêjin "birastî rola jinê pir pê dikeve, jixwe qilafet û liva wî hema bêjin wek a jina ye". De xwedê di flîm de mêrekî qirase bidê rebbî!

Çevîk Bîr jî verþiya

Orgeneral Kenan Evrenê xwînheramê Arnavût gotibû "gava min îdama Kurda îmze dikir destê min nediricifî û heger ji min bihata minê îro jî darbeya eskerî çêkiriba". Orgeneral Çevîk Bîr ê bêesil jî da dû Evren û got "erê, erê, ka ew rojên xweþ, me herroj têra xwe êþkence li xelkê dikir. Lê ez çi bikim evê ixtiyariyê tir di min de kirine fis û nema tu gûyek ji min tê". Ev tir ji te re jî nema brako!

Malpera Hulya hat girtin

Malpera Hulya Avþar a bi navê “maviyansima.com” jiber bêeleqedariyê hat girtin. Li ser vê nûçeya kesanedî me xwe gihand Avþar xanimê û me jê pirsî “Hulya xanim ma xêr e, çima malpera we hat girtin?” Hulya xanim keserekê dikþîne û dibêje “Lotikxanê temaþevanên min hemi ji xwe re birin. Ji qeysê go Lotikxane vebûye, ji xeynî Ciwan Haco pêve kes neketiye malpera min”. Me jî digot çima di nava 8 rojan de 354.771 (sêsed û pêncî û çar hezar û hefsed û heftê û yek) kes ketine Lotikxanê û lotik avêtine, weyyy!

Ma bila keþe bimrin!

Li Îrlandayê eþkere bû ku di nava 66 salan de 102 zarok ji aliyê keþan ve hatine tacîzkirin û keþeyan dest avêtine zaroka. Lotikxanê bi emaîlê xwe gihand keþeyekî zinêkar û jê pirsî “gelo ma tiþtên ku tên gotin rast in?” Keþê bersiv daye me û dibêje”ev ê di ser û ber re ne, jixwe tiþtên veþartî em nikarin bêjin jiber ku gunehe. Baþe hey malneketno, bêwîjdanno, ma bila em keþe bimrin? Ma bila em xwe bixwe bazdin ser hev? Çima melayên misilmana karin bizewicin, kurmê xwe biþkînin lê em rebenê keþeya nikaribin fîþekên xwe berdin?” De Îsa û Mûsa li piþta we be keþeno!

Kî dibê Tirk ne medenî ne?

Ev Kurdên me jî carna pir bêwîjdaniya dikin ha. Dibêjin Tirk barbar in, ne medenî ne, filan û bêvan. De destê xwe deynin ser wîjdanê xwe, li sûret binerin û rastiyê bêjin: Kî dibê Tirk ne medenî ne?

Kemal Kadir yan Paþa Kadir?

(Foto Sasa Kralj Hewler Globe) Hinek kes û malperên ku xwedênegiravî xwedî li Kemal Kadir derdiketin ü digotin "êçkence li Kemal Kadir hatiye kirin, bila ji kerema xwe li vî wêneyê wî binerin. Ka bê mala wî diþibe zîndanê û êþkencexanê yan na? Bê Kemal Kadir e yan Paþa Kadir e?

Süperman   vedigere!

Superman dîsa vedigere pêþberî temaþevana. Piþtî ku Supermanê berê Chrîstopher Reeve ji hespê ket, felc bû û berî çend salan mir, wê di þûna wî de Bryan Sînger bibe Superman. Me ji Superman pirsî “mîster Superman, çima tu dixwazî dîsa vegerî?” Ewî bi vî awayî bersiva Lotikxanê da “heyran, ez dinerim kesên wek Polat Alemdar ku xwîna wan pênc pere nakin dibin qehreman û bi xêra navê min pera qezenc dikin. Wekî din Zerqawî û Bînladîn zimanê xwe pir dirêj dikin,ezê guhê wan bikþînim”. De tu bi xêr hatî Superman, lê Kurda jibîr meke ha, temam!

Berlusconi: Wek min bikin

Serokwezîrê Îtalyayê Sîlvîo Berlusconî dibêje “heger herkes wek min bikin ewê di demek kurt de dewlemend bibin”. Me jê pirsî “çawa senyor Berlusconî?” Ewî got “heger herkes malê dewletê bixwe, heger herkes diziyê bike, heger herkes eroînê bifroþe, heger herkes bi mafya re bixebite, bi xwedayê mezin ewê di demek kurt de dewlemend bibin”. Wey bavoooooo!

Parlamentoya Tirkiyê þoreþ kir

Piþtî ku wekîlê Agiriyê Ozmen ji qrîza dil mir, parlamenterên Tirk ketin tirsa mirinê û yeko yeko çûn ser textorên pispor û xwe kontrol kirin. Piþtre reþnivîsek pêþkêþî parlamentoyê kirin û ew reþnivîs hat qebûl kirin. Li gor wê qanûna nuh divê her wekîlek van tiþtan bikin jibo ku qrîza dil derbas nekin. A) Divê rojê îskanek araq vexwin. B) Divê rojê carekê herin kerxanê. C) Divê dilê jinên xwe nehêlin, bi þeffaf bin û yekî ji wan re jî bînin malê. Ç) Divê her mehê xwe estetîk bikin û qermîçonkên xwe veþêrin. D) Yekî di ser jina xwe de bibînin jî divê xwe neqehirînin. E) Divê xwe qelew nekin û nekevin stresê. F) Heger Lotto ji wan re lêket, jibo nekevin heyecanê, divê wan pera bidin þifêrên xwe. H) Heger bixwazin neyên kujtin divê bela xwe li artêþê nedin. Wey maþelle ji we re looo!

Gurên Kurd daketin meydanê

 Li Gewaþa qeza Wanê, gurên birçî daketin nav taxên bajêr û li Tirka digerin. Gurên Gewaþê ji Lotikxanê re dibêjin „kekko brao, ma Newala Gurên Tirka heye a me tuneye? Ma em gurên Kurd mirî ne?“ Li ser pirsa „hûn dixwazin çi bikin?“ Serok Gurê Sor got „emê vê tirê ji Gurên Tirk re nehêlin. Emê niha bajar bi bajar li Tirka bigerin û mohra xwe li qûna wan xin.Emê herin Stenbolê û binerin bê Polat Alemdar çend kîloye û emê qumaþê reþ û spî derxin meydanê”. Em jî dibêjin “ herne pêþ, herne pêþ dewr û dem ya me ye, welat çav li rê bendewarê me ye”.

Polat Alemdar qehremanekî dandîk, vala û paþverû ye

Bernameçêker Metîn Uca di derbarê „Newala Gura û Polat Alemdar“ de dibêje: „ Amerîkiya çewal xistin serê eskerên me û em çavtirsandî kirin. Lê em çi dikin? Em jî qehremanên sexte çêdikin û bi riya flîman heyfa xwe hiltînin û serê xelkê bi çîrokên vala dadigrin. Bejna Polat Alemdar metrok û nîv e, 63 kîlo ye û wek nepoxê ye, hemi fis û bayê vala ye. Ma kî bawer dike go wê yekî wek Polat Alemdarê hacûc heyfê hilîne“. Kuro bi serê Kemalê Selanîkî tu rast dibêjî loo….

Diyarpoxirsporê sûnd xwariye:

“Em xetên sor derbas nakin”

Diyarpoxirsporê maçên xwe yên superlîga Tirkiyê wenda  dike û li gor rêza pûan û tabloyê gelek li paþ maye. Diyarpoxirspor li Ankarê li hember Angaragucuyê derket maçê. Jiber ku Diyarpoxirspor bi êþa mirîþka ketibû 5 xol     kirin xwe û 1 jî kirin Ankaragucu. Antrenorê Diyarpoxir     sporê ji Lotikxanê re got “heyran ez dibêjim hinekan devgirêdan ji me re çêkirine. Em dikin û nakin em ji Diyarbekirê derbasî aliyê din nabin”. Mesele ne   devgirêdan e brako, Demokratîk Cûmhûriyetê û Kemalîzmê qiraseyek xolên qirase xistine we go hezar antrenor jî bên wê   nikaribin jê derxin.

Ewrûpî Tirkên bi çarþef naxwazin

Serokê Demî yê Yekîtiya Ewrûpa û Alîkarê Serokwezîrê Awûstûrî Hubert Gorbach beyanek da û got: Yekîtiya   Ewrûpa hîn ne amadeye ku Tirkiyê bigre nava yekîtiyê. Em nema wêrin derkevin sûk û bazarê, wek hacûc û macûcên bi çarþef derdikevin pêþiya mirov. Em nema zanin ne zilam di   bin wan çarþefa de ne, ne pîrek in, ne terorîst in ne ins in ne cins in. Em nikarin piþtî vê seetê çarþefan ji wan bikin û li cinsiyeta wan binerin. Heta ew pantorên qetyayî li xwe nekin em wan naxin YE”. 

Ma eroîn qedexeye?

Li Bûlgarîstanê di TIRek Tirka de 95 kîlo eroîn hat girtin. Polîsa ji þifêrê TIRê pirsî “kuro ev çiye oxlim?” Þifêr     “ev eroîn e efendîm!” Te go çi, eroîn? Erê, çima ma eroîn li Bûlgarîstanê qedexeye? Polîs “na qurban, hele ka tu wer qereqolê em çend derziyên eroînê di te de rakin bila hiþê te bê serê te! Rebenê polîsên Bûlgarî bi Tirka re mane halekî heyirî. Polîsa ji Lotikxanê re got  “Tirk in, mirk in, çerq û virq in. Eroîncî, kerxanecî em jî nema   zanin çibkin”.

Abdullah Gul wek mêrê herî seksî hat hilbijartin

Wezîrê Derve ê Tirkiyê Abdullah Gul jibo sê rojan    serdana Îspanyayê kir. Xuyaye keçikên Îspanî ew pir ecibandine û gotine "peppûkkk, ev çi mêrekî seksî ye bavoo, bi xwedê emê wî jibo sala bê bikin namzetê   mêrê herî seksî ". Dibêjin Abdullah Gul jî negotiye na,       di bin lêvan de gotiye "niç, niç" û xwe giran kiriye. Go xwedê dide bi elba mezin dide. Îro Gul dev ji Wezîrtiyê  berde û bêkar bimîne, aha va jê re karekî bi pere û seksî derket! Ma çima xwedê nade me?

Serok ji wî sehî re dibêjin çi?



Xwenedevanên Lotikxaneyê; Hûn dibînin bê çawa seh guhdarî   dike, guhên xwe miç kiriye û ji wan fêrî axaftin û guhdarîkirinê         dibe, bê guman her du serok; Bush û Serokwezîrê Australya bi     germî jêre daxêvin. Xwezî me bizanîba bê seh di vê kongireya rojnemevanî de çi pirs ji wan kir, xwezî pirsek di derbarê kurdan         de ji wan bikira, wek nimûne: Ma hûn bi dewleteke Kurdî re ne         yan na? Ma dê Iraqê bibe sê perçe yan na? Mae m Kurd karin pirsgirêkên xwe bi sehan bighînin serokên xwe yan na? Lê em       Kurd ne germ û ne jî sar bi hevûdu re napeyivin û ne jî li hevûdu guhdarî dikin, nemaze ko em ne ji partiyekê bin, xwedê ji me     standiye, em çawa bikin ev qedera me ye. Du serok ji heywanekî      ker û lal re daxêvin, lê em Kurd ne ker in ne jî lal in û bi hevûdu re napeyivin. Xwezî me bikarîba li hevûdu guhdarî bikira û bila ew     sehê (seg-kûçik)  reþ biba þîv û firavîna  Çînî û Japoniya!               (Spas jibo vê nivîsa birêz Þêrîn)

Bê þirove

(Karîkatur Miço Kendeþ)

Mixalefeta Sûriyê dixwaze Amerîka bide xazê

 
Aliyên mixalefeta Sûriyê dibêjin “Amerîkayê li ser sê telaqên jinberdanê soz dane me ku alîkariya me bikin. Em dixwazin ku Amerîka bide xazê û rojek berê    rojekê kefen û gora dewleta Sûriyê hazir bike”.  Lotikxanê jî telefonî Serok Bush kir û daxwaza Kurdên    Sûriyê pêþkêþ kir. Serok Bush jî got “ ma yabo jixwe derdê van Kurdên Sûriyê nayê kiþandin wey, partiyên wan li aliyekî û partiyên hemi dinyayê li aliyekî. Em bi kê re didin û distînin hema dibêjin “em û ne kesekî din”.     Em jî ji   wan re dibêjin “hûn ji me zûtir bidin xazê,      bes bixwin  nan û pîvazê, zû partiyên xwe bikin yek,    berî ku em  bikin nazê!”

Þêrko Þakir dibê þikir

Wezareta navxeyî a Iraqê  biryarek þandiye ji parêzgeha Kerkûkê re ku wan berpirsê polîsên Kerkûkê General Þêrko Þakir Xaneniþîn teqawîd kiriye. Wezaret dibêje  ”êdî bese    lo, tir di wî de bûne fis, ji me re tir lazim im ne pispis”.       Li ser vê biryarê dibêjin General Þêrko Þakir jî gotiye “keko brao, ez ji xortekî çardesalî xurttir im. Bi serê mamo ez karim hêkan di nav þeqê xwe de bikelînim. Min bi zorê ev meqam girtiye ma ez bê kujtin  berdidim!” De mam û elok li piþta te bin...

Þîrak û Pûtîn, Hamas kirin potîn

Serokatiya Fransayê eþkere kir ku wan bi peywendiya telefonê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ziyaret kirine û li     ser Hamas ê çîrok û çîvanok gotine. Li gor îstîxbaratên    Lotikxanê Þîrak gotiye “mîster Pûtîn, em dibêjin ev Hamas, pir dixwe nan û xibis. Bi xwedê terorîst e, wek þekir û benîþt e. Heger rê li ber negrin, wê Rûsyayê jî bigrin”. Pûtîn jî bi hesbestvaniya xwe bersiva Þîrak daye û gotiye   “erê Þîrak ev Hamas, zik mezin kir ji himis, alî Çeçena dikin, por bi ser de kur dikin. Heger rê li ber negrin, belkî Fransa bigrin” Welhasilîkelam, dibêjin herdu       serokan jî biryar daye ku  mehê carekê telefonî hev     bikin û helbestvaniya xwe pêþde bibin.

Ehmedînejad xwîna Kurd rijand

Ehmedînejad dîsa du Kurdên welatperwer daleqandin û   destê xwe bi xwîna Kurda þûþt. Cîhangîr Barûzade û     Mistefa Resûl berê xwe dan buhuþta rengîn û di wîjdanê Ehmedînejadperest de xalên reþ zêdetir bûn. Lê tiþtê dilêþiyê ewe ku em Kurdên li Ewrûpayê di paþila jinên xwe de     razane û zikê xwe bi goþtê mirîþkan dadigrin. Deng ji me dernakeve û em di ber xwe de dibêjin “ciyê min germ e,   zikê min nerm e, xwepêþandin þerm e” û em jî dibin   þirîkê Ehmedînejad. Mixabin, mixabin, gelî Kurda de   rabin, dev ji mirîþka berdin çay û qehwê biserdin, wek   dîk bêjin qîqidî bese em rabin gidî!

Erebe xwest nedanê, dîn bû

 Me berê gotibû keça manewî a Atatirk Ulku Adatepe ji CHP û Îþ Bankasi erebeyek xwestibû û gotibû „ez keça Atatirk im, ew mecbûrin stuyê xwe biþkînin û erebeyekê (trimbêl) ji min re bikirin“. Piþtî CHP nûçeya Lotikxanê xwend pir li ber xwe ket û di civîna partiyê de biryar girt ku „Lotikxanê qîmetê me aniye pêc pera û em erebê ji Adatepe re nakirin“. Piþtî vê biryara CHP rebena keça Atatirk gotiye „peppûkkk“ û di nava seetekê de 25 kîlo zeîf bûye û ketiye nexweþxanê. De oxira wê wek a bavê wê be rebbî…

125 e, lê wek keçikek 14 salî ye

 Li gor pirtûka rekoran Guînnessê li dinyayê jina herî pîr Marîa Olîvîa 125 salî ye. Olîvîa berî bi çendakê 125saliya xwe bi def û zirne pîroz kir. Li ser dawetnameya Olîvîa Lotikxane jî beþdarî þahîya wê bû û xanim Olîvîa pîroz kir. Olîvîa sedema ciwanbûn û xweþikbûna xwe ji Lotikxanê re eþkere kir û got “ev 125 salin ez pîvaz û þorba nîskê dixwim, carna jî di ber re çend gram kokaîn dikþînim û hew”. Ma em çi bêjin, Kurd hemi pîvaz û þorba nîskê dixwin, lê mixabin nikarin perê kokaînê peyde bikin...

Kî derewan dike?

Malpera Netkurdê di derbarê Abdullah Gul û Caferî de dipirse: Kî derewan dike? Ma hewceyî pirsê ye em xulam, herdu jî derewan dikin. Bi serê Netkurd û Lotikxanê herdu jî jihev zinêkartir û derewîntir in. Serê xwe pê neêþînin...

CSU: Divê gur nekevin YE

Partiya Xiristiyanên Alman CSU got „Newala Gura Yahûdî û Xiristiyanan tawanbar dike, pîs dike, û parlamenterên Tirk hemi çûne temaþa Newala Gura kirine, ecibandine û pê serxweþ bûne. Jiber vê divê gur, çeqel û rovî nekevin Yekîtiya Ewrûpayê, gur û YE li hev nakin, nikarin bi hevre bizewicin". Lotikxane jî dibêje „Herr Stoîber, ji kerema xwe berê Gurên Boz di livînê de biceribînin, wan ji keçkanî bixin û piþtre biryara xwe bidin“.

Ji xwe bitirsin

 

Pispor û lêkolînerên Amerîkî bala awiragelemperî dikþînin ku hêdî hêdî dinya li ber têkçûnê ye. Pispor dibêjin “dev ji malê dinyayê berdin, jixwe di nêzîk de wê kevir û zinar li dinyayê kevin”. Îcar nebêjin Lotikxanê bala me nekiþandiye haa, berî dinya têkbiçe pere, zêr û cewherên xwe teslîmî Lotikxanê bikin. Jixwe dibêjin wê ji ezmanan çar kevirên mezin bikevin. Kevirekî berê xwe daye Tehranê, yekî berê xwe daye Þamê, yekî berê xwa daye Bexdadê û kevirê mezin jî gotiye “Ankara jî li min!”. De tewkelî bi xwedê...

Pîlot Necatî Kaya (Îlyas Aydin) eþkere bû.

  

                           (Savci Albay Baki Tug)

Albay saw Bakî Tug gepa devê xwe derxist û navê Pîlot Necatî Kayayê ku endamê Daîreya Þerê Taybet a dewleta Tirk bû û di avakirina PKK de rola sereke lîztibû, eþkere kir. Bakî Tug herweha di1972an de gava Abdullah Ocalan hatibû girtin wek sawcî doza wî þopandibû. Yek ji wan kesên ku herî baþ Abdullah Ocalan nasdike sawcî Bakî Tug e. Bakî Tug di kovara "Xeta Sor" de hertiþtî eþkere dike û dibêje “Îlyas Aydinê ku wek Pîlot Necatî Kaya dihat naskirin, sermayedariya avakirina rêxistina Abdullah Ocalan û destpêkirina çalakiyên eskerî kiriye. Îlyas Aydin herweha sermayedariya Mahîr Çayan, Denîz Gezmîþ û gellekên din kiriye”. Îlyas Aydin yek ji wan kesan e ku di qetlîama 1ê Gulana 1977an rola sereke lîztiye û li girseya gel reþandiye. Îlyas Aydin herweha wek “dînamîtçiyê MHP” dihat binavkirin û îstîxbarat û têkiliyên di navbera Artêþa Tirk û van rêxistinan de bi riya wî dihatin meþandin û birêvebirin. Jixwe Abdullah Ocalan di pirtûka “Devrimin dili ve eylemi” de vekirî dibêje “min bi MÎTa Tirk rêxistin da avakirin”.  Ma em çi bêjin, xwedê pêþeroja me xêr û ronahî bike, xwedê alîkarê me be....

Emê canê xwe jibo Tirkiyê feda bikin

 Milletwekîlê kevn û endamê meclîsa DEHAPê Nûrettîn Yilmaz di mehkemê de ji hakim re got „em bi rehetî karin canê xwe jibo Cimhûriyeta Tirkiyê feda bikin. Em razîne ku ez û hevalên xwe jibo ku Tirkiye perçe nebe xwîna xwe birjînin“. De kerem bikin, ka xîret, ka namûs? Emin em Kurdin li pêþ û li paþ, hatin firotin bûn cehþên belaþ!

Eskerê bê rutbe

Wek hûn zanin, hefta buhurî Erdogan di civîna partiya xwe de gotibû "em ji xwedê pêve ji tukesekî din natirsin". Piþtî ku Lotikxanê ev nûçe belav kir, Serekerkanê Artêþa Tirk Hîlmî Ozkok bi guhê Erdogan girt û jê re got "kerooo, tu ji me natirsî haaa" û berê wî dane Qersê tatbîkatê. Rebenê Erdogan di nava wê serne û qelhanê de berçavkek reþ dabû ber çavê xwe û ji fedya wextî têketa binê berfê.....De qewet be ji te re Bay Erdogan!

Generalan Amed dagîr kir

Qederê 20 Generalên Tirk berê xwe dan Amedê û Amed dagîr kirin. Li gor peyamnêrê Lotikxanê Esker Amedî dibêje "General Ozkok gotiye: Evê Lotikxanê em þewitandin, ka em herin Amedê bê birastî li Amedê hezar kerxane hene yan na. Hem ziyaret û hem tîcaret, emê hem li kerxanê îþê xwe biqedînin û hem jî emê liser Kurdistan û Iraqê plan û projeyên xwe çêkin". De xwedê xêra we qebûl neke rebbî.....

Xwedê da bizinê

 Li Sûdanê mêrikek xwedêjêstendî nêta xwe li rebena bizinê xira dike û bazdide ser wê belengazê. Welhasilîkelam mêrik tê girtin. Biryar tê dan ku zinêkar 15 hezar dînar bide xwediyê bizinê û bi emrê xwedê û qewlê pêxember bizinê li xwe mehr bike. Îcar Lotikxane meraq dike „gelo ev Kurd û Tirkên go li gundan ji keran pêve bi destê wan nakeve û hema bêjin bi hevre bûne wek kesên ji malê, wê tazmînatê bidin kê û li ber destê kê mehra xwe bibirin?“

Korê xwedêjêstendî

  

Li Licê S.Kê kor û 35 salî berî pênc mehan telefonî seks shopê dike û bûkekê lastîkî dixwaze û 120 lîreyên Tirkî radizîne ser kontoya þîrketê. Þîrketa seks shopê li þûna bûka lastîkî jê re krem, sprey û heban diþîne. S.K carek din bûkek lastîkî dixwaze û 240 lîreyên din radizîne ser kontoya þîrketê. Vêcarê jî seks shop jê re pakêtek rojname û sûretên erotîk diþîne. Rebenê S.K ji Lotikxanê re dibêje „jibo xwedê þîretekê li min bikin“. Lotikxane jî þîreta xwe lê dike: „Hey korê har, li Hindîstanê keçik bi kûçikan re dizewicin. Li Sûdanê zilam bi bizinan re dizewicin, em jî dibêjin stuyê xwe biþkîne û bi kerekê re bizewice û perê xwe nede bûkên lastîkî!“ 

DTP nobeta Heskîfê digre

Li gor Ülkede Özgür Gündemê, Partiya Civaka Demokratîk (DTP) jibo pêþîlêgirtina bendava ku li Heskîfê tê çêkirin ku nirxên dîrokî di bin avê de dihêle, wê li Heskîfê nobetê bigre. Dibêjin wê berê Ahmet Turk û Aysel xanim nobetê bigrin. Piþtre jî wê Osman Baydemîr bi tifinga Alamanî têkeve dora nobetê. Lê em nizanin gelo di nobetgirtinê de wê “Parola” çi be? Demokratîk Cûmhûriyet yan Koma Komelên Heskîfê?

Serok Bush Lotikxane pîroz kir

George W. Bush Serokê DYA telefonî Celal Talebanî Serokkomarê Iraqê û Mesûd Barzanî Serokê Kurdistana Federe kir û sipasiyên xwe pêþkêþî wan kir ku di proseya avakirina hikûmetek yekbûyî ya netewîya Iraqê de ew rolek girîng dilîzin.Serok Bush xebata Lotikxanê jî pîroz kir û got ”binerin bila Kurd hazir bin haa, va Þiî û Sunnî koka hev diqelînin, carek din ev fersend nayê, em hertim nikarin jibo xatirê Kurda Ereba berdin hev”.

Abdullah Gül þirove kir

Wezîrê Derve Abdullah Gul di derbarê krîza karîkaturan de gotibû „ çapemeniya Tirk ji desttêwerdanên Dîplomat û Rêxistinên Îstîxbaratên Biyanî re vekirî ye“. Piþtî vê gotina Gul çapemeniya Tirk pir li ber xwe ketibû û hefteyekê ji xwarin û vexwarinê ketibû, ketibû þînê. Lê niha Gul dibêje „weþ þaþ fêmkiriye lo, min negotiye çapemeniya me wek xelkê ji dîplomat û îstîxbaratên xelkê pere distîne, çapemeniya me bê pere, belaþ ji wan re dixebite“

Hulya Avþar:

Xwedê tu bela nede sala bê ezê bizewicim

Rebena Hulya xanim naxwaze bêmirad bimre, jiber vê jî ecele dike go sala bê bizewice û bighê miradê xwe. Peyamnêra me Fatima Bêmirad xwe gihand Hulya Avþar û jê pirsî: "Ser xêrê be, ma gelo namzetên zewacê li ber çavên te hene?" Hulya xanim destê xwe dihejîne û dibêje "ohooooooo, serê wan li bin guhê hevdu dikevin, birastî ez nema zanim kîjanî hilbijêrim!" Êêê, çare? Hulya xanim dibêje "ez difikirim hemiyan têxim kîsikê tombalayê (ya nesîb) û ji xwe re yekî hilbijêrim, ez û þensê xwe". Lotikxane meraq dike gelo "Ciwan Haco" jî di wî kîsikê tombalayê de heye yan na!?

Ahmet Turk:Me tehdît dikin

 Nîvserokê DTP Ahmet Turk radigihîne ku „wan pakêtek bi fîþek û tehdît wergirtiye û ew ji jiyana xwe ditirsin“. Halla hallaa, ma ev jî ne ecêba xwedê ye! Ka we digot „Demokratîk Cûmhûriyet“, „Kurd û Tirk goþt û nenûk in“, „Ala Tirko ala me ye jî“, „Em Partiya Tirkiyê ne“? Êêêêê heyran, de ka bêje? Gava hefsarê meriv di destê xelkê de be, wê fîþek jî bên, paket jî bên û hestî jî bên qurban…..

Bê þirove 

  

Esad efendî, dev ji reng berde, bimîne zindî

Dibêjin rayedarên Sûriyê dixwazin rengê kesk, sor û zer qedexe bikin. De a bi xêr....Lê em meraq dikin, em bêjin "we rengê sor qedexe kir, temam. Jiber go daristan li Sûriyê tunene we rengê kesk qedexe kir, temam. Lê gelo hûnê çawa rengê zer qedexe bikin? Yan divê hûn herin ezmana û "rojê" bi rengê reþ boyax bikin, û yan jî divê hûn derewa nekin!

Ez qurbano berxiko

Li bajarê Aydinê jinên AKP surprîzek ji jina Serokwezîr Emîne Erdogan re kirin. Di rojbûna Emîne xanim de jinên partiyê berxikek diyarî Emîne xanim kirin. Hûn zanin navê berxik kirin çi? Navê berxik kirin ERDOGAN!

Özdoðan:

 "Ez di nava vê azadiyê de bimîzim"

Milletwekîlê Partiya Anavatanê ê Erziromê Îbrahîm Ozdogan di derbarê karîkaturên Hz. Mihemmed de got „ez di nava vê azadiya fikrê de bimîzim, ma ev azadî ye“. Lotikxane jî dibêje „ li Tirkiyê bi hezaran Kurd jiber Kurdbûna xwe di êþkencê de ne, tên kujtin, hûn jî dibêjin li Tirkiyê demokrasî heye, em jî di nava vê demokrasiyê de bimîzin!"

Bê þirove!

Xwedê bela xwe li Tirka daye

     

Jiber ku jixwe bi þik in û kompleksa nemirovbûnê bi wan re heye Tirk ji hertiþtî dîn û har dibin. Þîrketek Alman kaxezên tuwaletê derxistin piyasê ku li ser wan ala her welatî heye. Ala Tirka jî li ser kaxeza tuwaletê xistine. Jiber vê jî Tirk serê xwe li kevir û dîwaran dixin û dibêjin “wax, wax, wax, ma em ê vî halî bûn!” De bila destê rêvebirên þîrketê saxbin! Emê ji îro û pêve destava xwe bi ala Tirka bikin, vir û wirî xwe bi alê paqij bikin!

Tirk kurê Kurda Îbo ket Lotikxanê

Tirk kurê Kurda Îboyê kurê cîgercîyê Ruhayî endamê mafyayê derket. Kesên li derûdora wî hemi endamê MÎT, ÎT û Daîra Þerê Taybet in. Îbo û nijdevanên xwe xerac ji xelkê distendin, þêlandin dikirin û bi nasnameyên Mît û Eskeriyê xwe diparaztin. Herçiqasî Îbo nehatibe girtin û serbest hatibe berdan jî, lê xelk dibêje “em zanin bê Îbo çend kîlo ye, wê rojekê di bin wan kîloyên xwe de bikeve û têkeve qulika reþ”. De a bi xêr!

Mossad poþman bû

Rêxistina îstîxbarata Îsraîlê Mossad li wergêrekî Kurdî digeriya. Li ser vê, bi hezaran Kurd li ber devê deryê Mossadê kom bûn û xwestin wek wergêrê Kurdî bixebitin. Li ser vê ecêba kesanedî rayedarên Mossadê di nava xwêdanê de man û gotin “em poþman bûn em li wergêrekî Kurdî geriyan, me nizanîbû Kurd hemi wergêrin bavo!”

Îxanet li jina xwe kir, çav berda pisîkê

   Li Stenbolê Tayfun Öztürk ê Tirk di mala xwe de 45 pisîka xwedî dike. Evîna pisîka hewqasî mezin dibe ku mêrik êdî jina xwe jibîr dike û nema pêre radizê. Li ser vê jina wî Dîlek Ozturk wî dide mehkemê û wî berdide. Jinka agirpêketî dibêje “xwedênehiþtê mêrê min herþev bi pisîkekê re radiza, bila ez di nava livîna xwe de ji kerbê mêr biþewitim û bila mêrê min pisîkê têxe ber xwe, ma ev bû jin û mêrîtî!”  Ma em çi bêjin keçko, heger mesele vemirandina agirê te be xortê Kurda pir in..

Yan þer yan her!

Serokê Buroya Siyasî ê Hamasê Halid Meþal li Îranê çîroka xwe dubare kir û got “heta em li Îsraîlê siwar nebin em ji kera xwe nayên xwarê!” Rayedarekî Îranî jî kêfxweþiya xwe anî zimên û got “kuro Meþalo, we þer kir, kir, lê heger we dev ji þer berda bila ez ne ji piþta bavê xwe bim go ez qirûþek pere bidim we, îcar hûn zanin haaa!”

Kekîllî, Tirk bi te serbilind in!

 

Berdewam

--------)))

Çentê peyamnêra Lotikxanê revandin

 

 Li Izmîrê çentê peyamnêra me Fusûn Lotikfilitî revandin. Peyamnêra me Fusûn Lotikfilitî berî du rojan ji Ewrûpa çûbû Izmirê jibo lêkolînekê li ser Lotikxaneyên Metropolê çêke. Lê sîxurên Lotikxaneyên Tirka ew xistin xefkê û çentê wê revandin. Em wan þermezar dikin û dibêjin „çenterevandin nikare berxwedana Lotikxanê bisekinîne!“

           ///----------------

Araqa sexte girtin

   Li Edenê gundê Yalmanli 1.5 ton maddeya araqa sexte hat girtin. Xwediyê araqê Y.K di îfada xwe de dibêje „ ez mirovekî pir dilbirehm im. Min dixwest ez vê araqê biþînin Kurdistanê. Jiber ku mirîþkên Kurda tev katin kuþtin, wîjdanê min qebûl nekir go ez bêdeng bimînin û alîkariya Kurda nekim. Jiber vê min araqa sexte çêkir ku ez alîkariya wan bikim, ma însanetî miriye!“

************

Nîzamettîn Taþ:

Em nayên provokasyonê

Di derbarê kujtina Kanî Yilmaz de Nîzamettîn Taþ dibêje: "Ew bi kujtinê dixwazin me mecbûrî tolhildanê bikin, lê em nayên provokasyonê". Lotikxane jî dibêje:

"Eman eman, tolê hilnedin û neyên provokasyonê! Bila yeko yeko hevalên we bikujin, kengî go dor hat ser te îcar þûrê Eliyê Þêr bikþîne û bêje Ya Allahhh!"

((()))

 

Zerqawî:

Çima me dev ji El-Qaîdeyê berda!

Berdewam

//------------------//

Mala xwedê ava!

Dîyarbekir û Nashville dibin destbirakên hev

 

Me ev hemi fêmkir, lê em meraq dikin gelo wê ew kengî bibin dê û bav û bi hevre bizewicin!? Zarok kengî çêdibin zarok!?

==================

Hêdî bajo lan Receb!

Serokwezîr Erdogan di civîna partiya xwe de dîsa çirand û virand! Erdogan piþtî pesindanek dûr û dirêj got "em ji xwedê pêve ji tukesekî din natirsin!" Lotikxane jî dibêje:

"Hêdî bajo lan Receb, genelkurmay bibhîze wê guhê te bikþîne haaa!"

 

 

 

==================

 

Gelo sînorê homoseksualîtê çiye?

    

     Ehmedinejad                                 TalgatTacuddîn                             

Muftîyê muslimanên RusyayêTalgat Tacuddin fetwa lêdana homoseksuelan (qûndeyan) da. Em nizanin gelo ev jibo hemi kesî derbas dibe yan na!?

==================

Profesorên Tirk bûn namzetê xelata Nobelê

 Li gor nûçeyên medya Tirk, Prof.Dr Yahya G û Prof.Dr Abdullah C bi bivir û demança bihev ketin û ji þagirtên xwe re bûn nimûneyek gellek baþ. Herdu Profesor jî di beþê kîmyayê de derzê didin. Peyamnêrê Lotikxanê Doç.Dr. Elî Veþartî, ku þagirtê herdu Profesora ye, dide zanîn ku herdu Profesoran li ser tehlîla “hêk ji mirîþkê çêdibe yan mirîþk ji hêkê çêdibe” bihevketine û bûne dijminê hev. Peyamnêrê me dide zanîn ku þagirtên herdu Profesoran jî bi kêr û satoran li ber hev sekinîne. Prof.Dr Yahya G dibêje “hêk ji mirîþkê çêdibe!” Lê Prof.Dr Abdullah C jî dibêje “ de here lo qeþmer, mirîþk ji hêkê çêdibe!”

Welhasilîkelam, mesela mirîþk û hêkê niha di rojeva YOK û Meclîsa Tirka de ye. De ka em binerin bê wê kîjan ji wan hêka qazê bike!

==================

 

Kêmî milyonekê çênabe!

Li Almanya, hikûmeta eyaleta Rheinland-Pfalzê dixwaze biryarekê ecêb bistîne. Li gor vê biryarê hikûmet wê jibo paþdevegera penaberên ku rûniþtin nestendine û nasnameyên wan ne kifþ in, pera teklîfî wan bike. Mîktara peran hê ne kifþ e. Lê li gor peyamnêrê Lotikxanê ê vê eyaleyê Sebrîyê Keçel dibêje, "penaber bi vê biryarê kêfxweþ in, lê dibêjin “em kêmî milyonek Euro ji Almanya dernakevin. Yan milyonek Euro û yan jî emê bela serê Almanya bin!”

Tirk tên berdan, Kurd tên kuþtin

 

Polîsê Tirk Akan Açil,

endamê PKK Kanî Yilmaz

     Endamê PKK û berpirsiyarê kevn ê Ewrûpa Kanî Yilmaz (Faysal Dunlayici) li Silêmaniyê hat kuþtin. Wek tê zanîn Kanî Yilmaz berî demekê ji PKK veqetiyabû û di nava PWD de cîh girtibû. PWD di daxuyaniya kuþtina Kanî Yilmaz de PKK mesûl girt û tê gotin ku wek kuþtina Kemalê Sor û Hîkmet Fîdan ew jî ji alî Tîmên Taybet ê PKK ve hatiye kuþtin.

Berdewam

 

Hûn por û simbêlên

 xwe bi kîjan markê boyax dikin?

Hûn por û simbêlên xwe bi

kîjan markê boyax dikin?

 

        Piraniya endamên polîtbîroya partiyên baþûrê Kurdistanê por û simbêlên xwe boyax dikin.Li gora ji me re hatiye gotin, rojê 3 caran por û simbêlan didin ber boyaxê û piþtre hewiyê tînin ser jinên xwe yan jî wan berdidin. berdewam

 

Narkotîk û zinêkariya li Ewrûpayê ji Tirka tê pirsîn

 

 

 

Yekîtiya Ewrûpayê rapora xweya li ser narkotîk û jinfiroþiya li Ewrûpayê weþand. Di raporê de dixuye ku narkotîk, kerxanecîtî, zinêkarî û her awayên nerêtiyê bi destê Tirka tê kirin û piyasa Ewrûpayê ketiye destê wan.

Berdewam

 

Veneþêre heyran

Li gor pistepista xelkê Þivan Perwer îsal 50 saliya xwe dadigre û dixwaze wê di bin cil û mehfûra de pîroz bike. Li gor agahiyên ku veþartî ketine destê me, Þivan Perwer tenê bang li dostên xwe yên pir nêzîk û devasê kiriye. Ji mer hatiye gotin ku Þivan ji van dostên ezimandî re gotiye "binerin, eman eman, ji kesî re nebêjin. Erê ez 50 salîya xwe dadigrim lê dilê min wek xortekî çardesalî lêdide. Bila kes bi emrê(temen) min nizanibe haa, heçê bêje jina wî jê berdayî be!" Dibe ku dilê te çardesalî be, lê porê te emrê te venaþêre haa!

Siwaro dinya bi mij e

Piþtî kaseta "bûkê delalê" ku hunermendê mezin Xelîl Xemgîn bi Diyar re derxist, qismetê wî hat girtin û kasêt baþ nehat firotin. Bavê Lorîn jî rabû çû nav erdekî û dua ji xwedayê xwe re kir "ya rebbî, bûkê delalê baþ bide firotin, me mecbûr neke go em kasêta "zava zava zava zava kekê mino zava" jî derxin û xwe têxin bin deyna!"De xwedê duayên te qebûl bike rebbî...

Du xuþkên axretê

Îro me emaîlek balkêþ wergirt. Têde tê gotin ku hunermend Rotînda û Beser Þahîn wektekî bi hevre li malekê jiyane. Hineka ji Beser xanim pirsîye “heval xêr e, hûn çawa herdu di malekê de dijîn?” Beser xanimê jî bi ken bersiv daye “ma ne em wek du xuþka ne!” De xwedê xuþkîtiya we xera neke rebbî...

ÇawaArif bû Marûf?

Hingî stranên Tirkî di MMC de derketin mêrik dîn bû û got “yaho ma evder bû hêlîna Tirka? Ma evder bû kerxana Selanîkê gidî? Hema Tirkî û Tirkî, tenê Ozan Arifê MHP lî ji vê kanalê kêm e, de ka ez bi riya sms ê stranekê ji Arifê faþîst jî bixwazim!” û sms ek bi Tirkî ji MMC re þand û got “ heval, ben Kara Bozturk Ozan Arîf ten bir parça istiyorum”. SMS derbas bû, piþtî ku strana Zulfo xelas bû, ji niþkê ve Marûf derket û bi tepa li çoga xwe xist “mîrê min, mîrê min!”. Mêrik famkir ku li þûna Arif Marûf derket!

Erdoðan li rojnamevanan digere

Serokwezîrê Tirk Erdogan ji sala 2003an û vir de bi riya mehkemê tam 254 milyarên Tirkiyê ji bêrîka rojnamevanan derxistiye. Hema her rojnamevanê ku Erdogan rexne dike ji alî mehkemê ve tê cezekirin û Erdogan jî ji xwe re tazmînatê (cirmê) distîne. Jiber vê Erdogan herku diçe dewlemendtir dibe û dibêjin kêfa wî gellekî ji rojnamevanên rexnegir re tê. Li gor tê gotin Erdogan anonsê dide çapemeniyê û dibêje “ rojnamevanno, werin min rexne bikin!”

"Temam Heval"

Li gor tê gotin û li gor emaîlên ku ji me re hatine, Serhad (solîstê Çar Newa) bibe leþkerê Tirk. wê xwe ji wan bikire û tenê 29 rojan eskeriyê bike.Serhad bi zor û heft bela ji xwe re ji þevên PKK û virde wirde çend qirûþ dane ser hev, lê wê wan jî here bide artêþa Tirk. Em jê re serketin û oxira xêrê dixwazin. Lê em ditirsin li þûna "emret komutanim" bêje "temam heval!" Li ser bextê xelkê be, ev ciqas raste em jî nizanin...

Emê diza ji ku bînin?

Xanima Diyar, Deniz Deman,di hevpeyvîna xwe ya Ozgur Polîtîka de dibêje: "Ez gelekî bextewarim ku yekî wek Diyar li kêleka min e..xwezî li kêleka her kesê ku CD derxîne yekî wek Diyar ku ji kar famdike hebaya" Ê ma emê ê wek Diyar ji ku bînin? Feqiyê Teyra mabû di CD ya te de, ji wî jî dizî...incex Kawa karibe vî karî bike xuþka min! Ma herkes kare bibe diz?

Perê bilêtê tunebû

Di bernameyên Newroza Kurdistanê de navê Hekim Sefkan li Amedê derbas dibû ku wê wek pêþkêþvanê þahîyê biçûya wir...lê ji ber perê bilêtê Hekîmê qedexe ji Îstanbûlê piþta stuyê xwe xurand û vegeriya..Ma hema heqê xwarina Edip Akbayram têra rê dikir...de bela wilo be. Em dîsa bûn kurê jinbavê!

DMM carek din kire Tirka

Dadgeha Mafê Mirova a Ewrûpayê dîsa dewleta Tirk mehkûm kir û cezê pera lê birî. Wê dewleta Tirk 6 hezar û 229 Euroyan cirmê bide du kesên ku dewleta Tirk dabûn dadgehê. De ser xêrê be, hema ji ku de têkeve Tirka ji me re xêr e…

Prens Çarles çi kir

Prens Çarlesê Brîtanî û dergistiya xwe serdana welatê Misrê kirin û li Zanîngeha El Ezher gotarek xwendin. Dibêjin Prens Çarles berî go bê Misrê bi rojekê xwe kur kiribû (traþ kiribû) û ruyê xwe kiribû wek sabûnê. Lê piþtî tê Misrê, di eynî rojê de buhustekê rîha wî dirêj dibe. Dibêjin hingî Çarles tirsiyaye ku terorîst bombê bi wan de biteqîne, di nava seetekê de rîha wî bûye nîv metro. Erê, tirs pîs e....

Leyla Zana, tu çima ket destê nezana

Xuyaye navbera Leyla xanim û DTPê ne xweþ e. Dibêjin Leyla Zana neketiye protokola Newroza Amedê û wek berê di meydana siyasetê de xuya nabe. Êêê, siyaset wilo ye ha, mero wek paçik diguvêþin û pêhnekê li meriv dixin. Bav û kalên me gotine "meriv ji nîvê rê jî vegere baþ e". Yan "heta serê meriv li dîwêr nekeve aqlê mero nayê serê meriv". De a bi xêr! Heger Leyla xanim destê Hz. Fatma  maçî nekiriba, belkî ev sosret nehatiba serê xwîþka me...De xwedê bi malbata Zana re be....

Omer Fetah, te çi kir heywax!

Serokê hikûmeta herêma Silêmaniyê Omer Fetah soz daye ku 30 milyon dolar bide xelkê Helepçeyê û bajêr ava bike. Baþe birêz Fetah, yanî bê xwînrijandin te nikarîbû 30 milyon dolar bida xelkê Helepçeyê newlo? Yanî, jibo milyon dolara divê Kurd rabin bajarên xwe biþewitînin, hev bikujin û xwînê birjînin ha! Hema te ciwamêrî bikira û berî xwînrijandinê te 30 milyon dolar þabaþî xelkê Helepçeyê bikira bavê min, ma we têra xwe bêrîka xwe danegirt? Yabo te 10 milyon dolar jî bidaya dîsa xêra xwedê bû û millet dengê xwe nedikir haa.....

Ziravê Sezer qetiya

Serokkomarê Tirkîyê Ahmet Necdet Sezer ji mirinê filitî. Sezer di trimbêla xweya resmî de diçe civînekê. Tu nabê trimbêla wî pêl “þûþeyekî vala” dike û þûþe dibêje”gummmm” û diteqe. Þifêrê wî ji Lotikxanê re got “kuro bi xwedê ziravê rebeno qetiya, bin xwe þil kir û zimanê wî bihustekê ji devê wî derket derve. Ewî digot qey terorîsta girt ser me bê ka çi bû”. Tewww, me jî digot qey A.Necdet Sezer dêwê hestserî ye yan jî Rustemê Zal e. Me nizanîbû ji þûþeyên vala ditirse...... (Rojnama Hurriyet)

 Modeya simbêlberdanê derket

 Serokê Partiya Tevgera Neteweperestên Tirk Devlet bahçelî jî simbêl berda û ket nav karwanê simbêldirêja. Devlet Bahçelî rexne li AKP yê girt û got „li Tirkiyê tu pirsgirêkek etnîkî – kêmnetewî-tuneye, AKP dixwaze cudaxwazan (Kurda) jîndar bike û di nav civaka Tirk de þerê birakujiyê derxe“. Em wek Lotikxane ji siyasetê fêm nakin, lê em zanin ku li Tirkiyê pirsgirêka netewiya Kurd heye û mîster Devlet Bahçelî jî derewa dike. Lê heya kengî?

Golikek navê garanekê xira dike

Braziya Usama Bîn Ladîn, Wafah Dufur niha jî wê ji Kovara Playboy re xwe tazî bike û 4 milyon dolar bistîne. Dufur berê jî serê apê xwe tewandibû û pozên erotîk dabûn çapemeniyê. Dufur dibêje “de heyran dinya mirin e loo, ma em niha gûyekî nexwin emê kengî bixwin!” Me têkilî bi apê wê Bîn Ladîn re danî û ewî ji me re got “yabo ne evê qehpikê serê me xist ber me wey. Em nema karin serê xwe di nav dost û dijminên xwe de rakin. Hema heçê digihê min dibêje selamunaleykum apê Dufura qehpik! Ma 4 milyon dolar jî pere ne? Niha bi kêmanî 10 milyon dolar bistenda baþ bû, xwe ga jî bida xem nedikir, lê hêjabû. Ma 4 milyon?”

Polisên Tirk kirin hev

Li Tirkiyê bajarê Îzmîrê polîsên Tirk bihevketin, yek ji wan çû cehnemê û yek jî li devê deryê cehnemê brîndar e. Dibêjin polîsekî ji polîsê din re gotiye „kuro lao tu çima wek ordekê dimeþî û xwe li ba didî, ma tu qûndeyî?“ Li ser vê polîsê din pir li ber xwe ketiye û demança xwe kiþandiye, hevalekî xwe þandiye cehnemê û yek jî bi brîndarî li devê derî hiþtiye. De aqûbet li serê hemi polîsên Tirk be…..

(Jibo karîkatur em spasî Dilbrîn Zangros dikin)

Salê 3 milyon dolar dide hev

 Robert (kowboyê tazî) salê sê milyon dolar dide hev. Çawa dide hev hûn zanin? Zivistan, havîn ferq nake, hema go derket nava bajêr, xwe tazî dike, radihije gîtara xwe û dest pê dike “wele govend ranabe, bile govend ranabe, xwelî li mêrê xerabe, radizê þiyar nabe” û têra xwe pere dide hev. Robert ji Lotikxanê re got “tembiya min li hunermendên Kurd ev e; ê min ez derpîkê kinik ji xwe nakim û salê sê milyona didim hev, heger ew derpîkê kinik jî ji xwe bikin ez bawerim ewê karibin texmînen salê 10 milyon dolar bidin hev”.  Haydê hunermendino, derpî bavêjin!

MÎTê di salekê de 531.514 kes dax da

 Musteþarê MÎTa Tirkiyê Emre Tanerê Diyarbekirî diyar kir ku wan di nava salekê de 531 hezar û 514 kes xistine lîsteya reþ û ew bi maþika sor dax dane. 250 hezar ji wan li ser daxwaza Artêþa Tirk hatine daxkirin. Emre dibêje „heger xwedê tu bela nede, sala bê emê vê hejmarê bikin 70 milyon û emê mohra MÎTê li qûna hemikesî xin“. Ê ma çi fêde, destê me nagihê te go em karibin te bikin golika nav garanê, hefsar di destê te de ye, bajo siwaro!

Sûtîyê sûretê xwe ye!

 Kincirê Kurdî / Dihok

Hekariyê rest kiþand

Serokê Belediya Hekariyê Metîn Tekçe resta Komîsyona Dewletê kiþand û got „ez ne Tirk im, ez Kurd im“. Wey tu her bijî serok Metîn! Baþe go te jî wek hineka negot „diya min jî Tirk e!“

Wey esmerê

Keçek ji Etîyopyayê li Stenbplê, taxa Beyoglûyê li cem yekî Tirk dixebite. Ê Tirk radibe bi þev tecawizî rebena Etîyopî dike. Keçik jî diçe cem polîs û wî gilî dike û zilam direve, xwe wenda dike. Dibêjin keçikê gotiye „min çi mala xwe xirakir ez ji welatê xwe hatim nav Tirka. Ez ji ber tecawiz û nexweþiya AÎDSê reviyam lê ez ketim pirika hacûca. Xwezî min bi a Lotikxanê kiriba û min silav nedaba Tirka“. Heyra ne hûn bi a Lotikxanê nakin wey! Em bi þev û roj dibêjin „lao hay ji Tirka hebin, nanê wan li ser kaba wan e, doxîn sist in, diya xwe bernadin“ lê dîsa jî kes bi a me nake heyran, ma sûcê me ye îcar!

9 meh û ne tiþtek

Rebena Lîsa Lynnette Clark 9 meh cezê hepsê girt. Çima girt hûn zanin? Jiber  ku bi xortekî 15 salî re zewiciye û zarokek jê aniye dinyayê. Lîsa bixwe 37 salî ye û mêrê wê jî 15salî ye. Baþe heger meriv bipirse: “Gelo misilmanên me yên ku 50-60-70-80 salî ne û bi qîzên 13-14-15-16 salî re dizewicin, wê çend sal ceze bixwin? Heger rojek ji roja edaletek çêbibe û ew bên mehkemekirin, gelo wê çi bersivê bidin? Wê karibin bêjin “Hakimbeg, welle me zinêkarî kiriye, ji kerema xwe me daliqînin!?”

WANTED!

Dibêjin Hekîm Sefkan di nava daristanekê de riya xwe wenda kiriye û kes nema zane bê bi kude çûye. Ji kerema xwe kesê go hay jê hebe, yan heger ew hay ji xwe hebe, bila xeberê bide Lotikxanê!

Siyasetmedarên me man hêsîr

Wezîrê Edaletê ê Tirkiyê Cemîl Çîçek mizgîniyek nexêrê da me û got „emê ji îro û pêve jiber eskerînekirinê tukesî ji hemwelatiyê navêjin“. Çend siyasetmedarên Kurd jî li me geriyan û bi kelegirî gotin “evî bêbavî em þewitandin. Em bi salane li bendî bûn ku me ji hemwelatiyê Tirkiyê bavêjin û em ji eskeriya wan xilas bin, lê xuyaye emê taliya talî “ay akþamdan iþiktir, yaylalar yaylalar” bixwînin! Em li welatên Ewrûpayê man hêsîr!

      Bakoyanî:                 „YE ne amadeye bi Tirkiyê re bizewice“

Wezîra Derve a Yûnanîstanê Dora Bakoyanî daxuyaniyek da û got „Yekîtiya Ewrûpayê hê ne hazire bi Tirkiyê re bizewice“. Bakoyanî bi taybet ji Lotikxanê re got „heyran, Tirk wek benîþt in. Hema em destê xwe bidin wan te nerî avis bûn û zarok anîn. Jiber vê divê em çend salan kondomê bikarbînin jibo ku em bêyî zaroka hevdû biceribînin û li tama hev binerin“. Lotikxane jî dibêje „kondoma bikarneynin, çewala têxin serê wan, çilo be alerjiya wan li hemberî çewala çêbuye……

Lo Mao te çi kir!

Saziya Þêwirmendiya Dewleta Çînê pêþniyar dike ku sûretê Mao-tzedûng ji ser banknotan rake. Ji endaman Duan Huîjan dibêje “di þûna sûretê Mao de em karin sûretê kesên girîngtir li ser banknotan xin”. Yaaa, dinya ji kesî re namîne! Rebenê Lenîn jî hat jibîr kirin û beykerên wî li dû xwe kiþandin. Piþtî Saddam, niha jî dora Mao ye. Lê em meraq dikin gelo wê kengî rayedarên dewleta Tirk sûretê Atatirk ji ser banknotên xwe rakin!?

Ýslamofaþist darbe!

Rojnameya Waþhîngton Times di nivîsa xwe de dibêje „Erdogan dixwaze li Tirkiyê Îslamofaþîst dabeyekê çêke lê artêþa Tirk nahêle“. Jibo Tirka nizanim lê jibo Kurda herroj Îslamofaþîst darbe heye heyran! Ma provokasyona Þemzînanê ne ceribandina Îslamofaþîst darbê bû?

Kêzikên ajan

Artêþa Amerîkayê êdî serê xwe bi tiþtên hûrik-mûrik naêþîne. Wezareta Paraztina Amerîkayê niha jî li ser proja ajankirina kêzikan radiweste (disekine) û jibo vê projê derfetên mezin raxistiye holê. Dibêjin wê Amerîkanî her cûre kêzikên go li dinyayê hene bide hev, kamerayên biçûk di wan de bicîh bike û bera nav dinyayê bide. Bi taybet wê van kêzikan jibo Projeya Mezin a Rojhilata Navîn bikarbîne. Haya we ji we hebe! Heger we kêzikên go bi þev vêdikevin û dibiriqin dît, bizanibin ku ew ajanên Amerîkayê ne, eman eman!

Qey laþê wî duxre wey!

 

Berdest û alîkara Serokkomarê Îranê Fatime Cevadî li Meksîkayê gotiye „wê tu hêz nikaribe pêþxistina teknolojiya nukleeriya welatê me asteng bike, emê çavê wan derxînin“. Jixwe Ahmedînejad jî di her daxuyaniya xwe de dibêje „em ne Iraqî ne, bila Amerîka lingên xwe li gor xwe rade“. Erê, erê! Saddam jî wextekî eynî tiþt digotin, lê taliya talî di qulikekê de hat girtin! Heger rojekê Ahmedînejad jî di þikeftekê de bê girtin qet þaþ nebin!

Berlusconî revya ji xanî

Serokê Îtalya Silvio Berlusconi  di dema weþana zindî de ji pirsên moderatora programê aciz bû û ji studyo revya.

Li ser pirsa: “li derveyî Italya difikirin ku di þerê Iraqê de ji bo berjewendiyên bazirganî te piþtgiriya Amerîka kiriye...”

Berlusconî xwêdan pê ket û got “de herin lo qeþmerno! Ma dinya ne li ser bazirganiyê ava bûye? Hûn zarok-marokên doh çi ji siyasetê fêm dikin!” û ji studyo revya. Dibêjin piþtî vê bûyerê Berlusconî studyo û hevpeyvîn li xwe û bavê xwe heram kiriye...

Lotikxanê konsera Îbo betal kir

Li bajarê Îzmîrê, li otelekê konsera Îbrahîm Acises amade dibe. Tam di kêlîka go Îbo derkeve ser sehnê de welwelek radibe û tê gotin “kuro birevin, bombe heye!” Konser betal dibe û Îbo jî ji tirsa bi xwe de dimîze. Dibêjin Îbo ji çapemeniyê re gotiye “ev hebe nebe ji sedî sed lîztikên Lotikxanê ne, yan ma kes wêre bela xwe li min bide!”

Îsmet Sezgîn bû helbestvan

Kevnewezîr Îsmet Sezgîn dest bi helbestvaniyê kir û pirtûka xwe ji xelkê re îmze kir. Hûn helbestvaniya wî meraq dikin newlo? Fermo helbestek Sezgîn: Çûko çûko wey peppûko,ger te têr xwar here gû ko. Mirîþkê kir qideqid, jinikê kir pitepit,mêrik ji jinkê tirsya, bi xwe de rît û go virt! Li ser bextê we be, helbesta Îsmet Sezgîn çawa ye?

Xwarziya Bînladîn dixwaze bilind bifire

Xwarziya serokê El-Qaîdeyê Usama Bîn ladîn Vefa Dufur (Bîn Ladîn) dixwaze bibe popçî,derkeve pêþberî temaþevana û lotika bavêje. Tiþtê ecêb ewe ku Vefa xanim wê li Amerîka bi navê realîty-þow derkeve pêþ temaþevanên Amerîkî. Li gor îstîxbarata me Amerîkî dibêjin “weyyy, çi keçikek xweþik lao, xwezî rojekê Bîn Ladîn jî bihata û li ser sehnê “I love you I love you” bigota û lotik bavêta!”

Slobodan Miloþeviç bêmirad çû

Serokê Sirbîstanê ê kevn Slobodan Mîlosevîç li Hollanda, bajarê Laheyê, di kozika xwe de mir. Mîlosevîç wek sûcdarê þer hatibû girtin û li Laheyê dihat darizandin. Li gor îstîxbarata ku ketiye destê me tê gotin ku „Slobodan pir li ber dostê xwe Saddam Hisên ketiye û qrîza dil derbas kiriye“. Hinek jî dibêjin „na bi serê we ewî jehra miþka xwariye“. De oxira wî a xêrê be….

Wextê Sezer tune

Nûnerê Yekîtîya Niþtîmanîya Kurdistanê yê li Anqereyê Behroz Gelalî dibêje ku Serokkomarê Tirkiyê  Sezer naxwaze Mam Celal dawetî Tirkiyê bike û ev jî dilê Kurda diþkîne. Li ser vê me bi Sezer re têkilî danî û jê pirsî „birêz Sezer, tu çima Mam Celal dawetî Tirkiyê nakî, ma tu ji bavê xwe fedî nakî?“ Sezer jî ecêbmayî ma û got „heyran bi gora Atatirk ez wext nabînim. Evê porkura jina min karûbarê malê hemi di stuyê min de dihêle, ez xwarinê çêdikim, firaxa diþom, malê rêþdikim,dikim û ha dikim. Ma wextê min heye ez Mam Celal dawet bikim?“

Hûn dixwazin bibin çete? Berê xwe bidin Tirkiyê

Ser û binê Tirkiyê bûye çete û herkes dixwaze rojek berî rojekê bêrîka xwe tije pere bike, dewlemend bibe û ji Tirkiyê bireve. Ji Generalan bigrin heta bi dikandara ji xwe re çete, kom û grûpên nijdevaniyê çêkirine û wey li wî ê ku berî ê din xwe dewlemend bike. Dibêjin Doktor û hemþîre ji wan kêm mabûn wan jî dest bi çetevaniyê kiriye. Doktor û hemþîre dibêjin "çima bavê min, ma em ji wan kêmtir in?" De xwedê bikim çete tofanê li Tirkiyê rakin belkî hema tiþtek bigihê me Kurda jî!

Tirkên ruþwetçî

Em nabêjin ha! Bi xwedê Tirk li xwe mukir tên! Çapemeniya Tirk carna bêhemdî xwe tiþtên baþ jî dikin, mala wan ava. Di vê belgeya jor de jî dixuye ku Tirka dinya hemi hînî ruþwetê kiriye û di îmzekirina her protokol û peymanê de ruþwetê dixwazin. Japonya jiber vê ruþwetê hatiye kerambera û dibêje "tobe li ber destê xwedê, yan hûnê vê ruþwetê rakin yan heta em saxbin emê bi Tirka re peymana îmze nekin!" Mala Japonya ava. Me jî wek Lotikxanê dixwest bi Dogan Holdîng re peymanê çêkin, lê madem ruþwetê dixwazin, tobeee!

Aksû dibe paksû

Wezîrê Hindur Abdulkadir Aksûyê Diyarbekrî ji niha de rengên kesk, sor û zer qedexe kirin. Aksû ferman daye hemi bajara ku van renga berî Newrozê wenda bikin û hetta rengên trafîkê jî mehekê vemrînin. Ew dibêje "binerin jibo raporekê fermana Dozgerê Wanê rakirin, ez jî naxwazim jiber rengên Kurdî ji wezîriya xwe bibim, eman eman!"

Amerîka xolek din avêt

Di rapora mafê mirovan a Wezareta Derve a Amerîkayê de tê gotin ku li Tirkiyê hin gavên baþ hatine avêtin, lê di van waran de hîna gellek kêmasiyên Tirkiyê hene, wek: “Êþkence, kujtin, pirsa Kurd, pirsa eskerî, eroîncîtî, kerxanecîtî, jinfirotin, zarokfirotin, bazirganiya mirova, mafê mêra, mafê jina, mafê zaroka, mafê mirîþk û eloka, cixare, pere, xwarin û vexwarina sexte, turban, çarox û pirsgirêka rengên trafîkê û bi hezara wekî din, hene”. Hayhooo, jixwe ev mesele li Tirkiyê nayên safîkirin lê heta bên çareserkirin jî wê dinya xirabibe û hûn sax!

Nemêrî li dil dixe

Li Viyanayê, di lêkolînekê de hat ragihandin ku kesên nemêrin (kesên ku li wan ranabe) karin qrîza dil derbas bikin û bila hay ji xwe hebin. Tê gotin “kesên ku penîsê wan sert nabe karin di nava deh salên pêþ de qrîza dil derbas bikin û tehlûka wê ji %65 e". Îcar gelî lotikvana, heger kesên ku sertbûn bi wan re çênebe di nava we de hebin, ji kerema xwe serî li Lotikxanê xin, li cem me ji Vîagra bigrin heta bi hezar quzilqurtî heye!

Em newêrin bêjin, hûn bêjin

Qemyonê îsyan kir

Li Stenbolê, taxa Beyoglûyê qemyonekê îsyan kir û berê xwe da þûbeya eskeriyê, þûbe tarûmar kir. Piþtî go firênên qemyonê diteqin, rebena qemyonê hema berê xwe dide þûbeya eskeriyê û çend eskera brîndar dike. Lotikxanê bi telefonê ji qemyona brîndar pirsî “heyra derbasbûyî be, lê te çima berê xwe da eskeriyê, ma te nego ewê min bikujin?” Qemyonê bi nale-nal bersiva me da “kuro jixwe ev Tirk herroj min dikujin. Geh wê di þûna benzînê de avê têxin min, geh wê di depoya min de bimîzin, geh wê mazot û benzînê tevlihev bikin, geh wê araqê bidin min, ma ha ez bi saxî mirime û ha bi fîþekên wan. Hema min go de ezê xwe întîxar bikim û xwe jî û wan jî bikujim, ma tevdîr!”

Bûka serbixêlî

 Sîteya magazînê Askmen li ser jinên herî seksî û bedew anketek da çêkirin. Di anketa ku 2.5 milyon xwendevanan dengê xwe danê, Jessîca Alba serê govendê kiþand û zora bedewên din bir. Jessîca Alba bi taybet ji Lotikxanê re got ”esas ez hewqasî ne xweþik im. Ez rebena xwedê bejinkin, zeîfok û jihevdeketî me, lê xwîna min wek dimsa Entabê, mewîjê Hibbabê, Sêvên Meletê û wek Þebeþên Diyarbekirê þêrîn e”. Ê keçko bi telaq rast e. Ma xwîna te jî xwîn e, hingiv e hingiv!

Smîth serê hakim xwar

Wek hûn zanin Anna Nîcole Smîth bi J.Howard Marshallê 90 salî ê milyarder    re zewicî bû. Marshall piþtî mehekê xwe li ber xweþikbûn û agirê Nîcole Smîth negirtibû û dilê wî gotibû “gummmm” û teqyabû. Niha Anna Nîcole Smîth û layê Marshall Pierce Marshall hevdu jibo milyarên J.Howard dane mehkemê. Roja mehkemê gava Anna Nîkole Smîth dikeve salonê, çavên Hakim wek hêka mirîþkê fireh dibin, gêj dibe û dibê “repp” û li erdê dikeve. Piþtî hakim tê ser hiþê xwe, devê xwe dixe bin guhê Nîcole Smîth û dibêje “yan tê carekê bidî min yan qirûþek   pere tune”.Nîcole destê xwe di ser serê hakim re dibe û tîne û rebenê hakim dîsa dibê “terp” û bêhiþ dikeve...

Pevçûna jin û mêr ziyanê dide dil

Li gor lêkolîna Zanîngeha Utah a Amerîkayê pevçûna di navbera jin û mêran de bandorekê mezin li dilê însên dike û pispor dibêjin “eman eman xwe nêzîkî dirdir û pevçûna jina nekin, bila mêr hay ji xwe hebin”. Kurdino, hay ji xwe û dilê xwe hebin. Bi jina xwe re pev neçinin. Jina we li we xe, we dax bide, we bixesîne jî dengê xwe nekin. Bi xwedê heger hûn bêjin “kip” wê dilê we bêje “gummm û biteqe haaa!”

Esad: Sûriye û Lubnan cêwî ne

 Serokdewletê Sûriyê Beþar Esad dibêje “Sûriye û Lubnan wek du brayên cêwî ne, ji hev tucarî nayên veqetandin”. Heçê nizanibe wê bêje qey rast e. Ma meriv brayê xwe ê cêwî dikuje Beþar efendî? Doh bû te brayê xwe ê cêwî Refîq Herîrî da kujtin, ev çi fen in ev çi ben in heyran? Eyb e eyb, hûrik hûrik biçirîne xwedê jê razî, bi carekê re nebêje “çîîîîîrrrrrr!”

Mala jinan xira bû

 

Dibêjin Rojnameya Rêbaza Azadî daye zanîn ku ji alî Wezareta Ewqaf (!) û lijna Fitwê ve zewaca jinan xwe bi xwe (Lezbîyen) hatiye qedexekirin. Dibêjin jinên Kurdistanê porê xwe hildikin, kincên xwe diçirînin û dibêjin “mala me xira bû, em nema tamekê ji jiyana xwe dikin, ma ka demokrasî?” Ji aliyê din mêrên Kurdistanê jî di bin simbêlan re dikenin û dibêjin “ha ha ha ha, jinan dîsa xolek xwar, ê me emê her karê xwe berdewam bikin, bijî homoseksualîzm, bijî Wezareta Ewqaf û lijna Fitwê!

Kî naxwaze bazde ser Emel xanimê!

Cûntacî û Serokkomarê kevn ê Tirkiyê Kenan Evrenê Arnavût di hevpeyvînekê de dibêje “gava min îdama Kurda îmze dikir destê min nediricifî û wîjdanê min jî nedêþiya” Rast e, ma kesên ku bêesil bin, xwînheram bin destê wan diricife? Ma wîjdanê wan dêþe? Na! Li ser Emel Sayin jî dibêje “ma kî naxwaze bi Emel Sayin re rakeve, xanimek bedew e û avê ji devê meriv diherikîne, lê jiber go ez Serokkomar bûm min layiqî xwe nedidît ez dest bavêjim xanimê”. Wey bavooo, kuro Arnavûto, bi xwedê dê û xuhên te bi dest te kevin tu bernadi lo, tu kê dixapînî kero?

Melayîketê xwedê

Dibêjin Michael Jackson dixwaze li Bahreynê mizgeftekê (camî) ava bike. Çi hat bîra me hûn zanin? Li Tirkiyê piraniya artîst,hunermend, siyasetmedar, qehpik û zinêkaran di ciwaniya xwe de tu qûyekî ku nexwin nahêlin. Îcar piþtî pîr û kal dibin mirin tê bîra wan û berî mirina xwe berê xwe didin Heca Sûûdî Erebîstanê û tobe dikin, hem xwe dixapînin û hem jî xwedê dixapînin. Îcar M.Jackson jî çûye cem Mîr û Þêxê Bahreynê û destûra avakirina mizgeftekê jê xwestiye. Dibêjin Þêx jê pirsiye "kuro ma gunehên te hene Jackson?" Jackson "na, tenê carna ez bi zarokan þa dibûm û min ew di nava livînê de difirkandin". Þêx "temam, gunehê te ne mezin e, ez kefîlê te ê axretê!" Erê, erê, ma em çi bêjin!

Çewal bûn mode

Bila destê Amerîkiyan sax be. Piþtî eskerên Amerîkî çewal xistin serê Tirka, çewalên Amerîkî bûn mode û ketin rojeva modezanên dinyayê. Xwedê xêra eskerên Amerîkî binivîse û wan ji lotikên xelkê biparêze rebbî...

Kurdên Îsraîlê Lotikxane pîroz kirin

Kurdên Îsraîlê malpera Lotikxanê bi def û zirnê pîroz kirin. Di nameya xwe de dibêjin "þikir ji Yahova re ku Lotikxana me vebû. Emê ji îro û pêde bi def û zirna xwe di Lotikxana xwe de lotikan bavêjin". Em jî wek Lotikxane spasiya wan dikin û dibêjin "lotikên xwe bavêjin lê lingên xwe neþkînin!"

Têkevin dora buhuþtê

Kampanya hilbijartinên 28ê Adarê li Îsraîlê destpêkir. Partiyên ku wê têkevin hilbijartinê dest bi pesindan û dengvedana partiya xwe kirin. Yek ji wan partiyan jî Partiya Þas a oldar e. Serokê partiyê Hamam Ovadîa Yosef herkesî dawetî partiya xwe dike û dibêje “heçê ku raya xwe bide partiya me wê deriyê buhuþtê veke”. Erê, erê! Carekê Erbakan jî li bajarê Mêrdînê ji Mêrdîniyan re digot “ey exwanelmuslimîn, heger hûn raya xwe bidin partiya me, bi sê telaqên jinberdanê ezê behrê (derya) bînim Mêrdînê”. Lê fiseko þûþek ava cemidî jî nanî Mêrdînê...

Karnevalê zora Lotikxanê bir

Em jî wek Lotikxane ketibûn pêþbirka Karnevala Brezîlyayê. Lê mixabin me xwe li ber lotikên jinên Brezîlî negirt. Ser, poz û diranên me þikenandin û em ji mêranî de xistin. Hetanî karnevalek din xwedê mezin e, emê heyfa xwe li erdê nehêlin..

Di 71 saliya xwe de bû jin

Li eyaleya Jersey a Amerîkayê, mamosteyek 71 salî bi emeliyatê bû jin. Lotikxanê bi telefonê xwe gihand xanim Lîly McBeth û jê pirsî: Gelo sedema emeliyata we çibû? Xanima ciwan bi dilovanî bersiva me da “ bi serê Lotikxanê, min tu xêr ji zilamtiya xwe nedît. Min go de ez xwe bikim jin belkî hema ez di vî emrê ciwan de xêrekê ji xwe bibînim”. Wey bavooo, tir tê de nemaye wê hîna xêrê ji xwe bibîne.....

Lîsa Presley dîsa zewicî

Keça stranbêjê navdar ê rockê Elvîs Presley Lîsa Presley cara çaremîn zewicî. Lîsa Presley ji Lotikxanê re got “bi emrê xwedê û qewlê pêximber heger ez nemrim ezê bikim þeþ. Jixwe ê di ber re û ser re jî nayên hesêb”. Ma em çi bêjin Lîsa xanim, doxîna te di destê te de ye û te daye çargavê, de Îsa bi li piþta te be.....

Îboþ dibêje:

(Jibo vî karîkaturî em spasî birêz

Miço Kendeþ dikin)

 

ÝRAN:

"Çekên kîmyewî heram in"

Berdevkê Wezareta Derve ê Îranê Hamîd Riza Asefî ji rojnamevanan re got „ bi telaqê bê fitû, em febrîqa nukleerê jibo aþitiya dinyayê avadikin. Jixwe li gor dînê me çêkirina çekên kîmyewî heram û zinêkarî ye“. Lotikxanê jê pirsî „gelo ma tanq û topên ku Kurd pê tên kujtin ne heram in?“ Asefî bi awirên tûj nerî û got „behsa wan tiþtan nekin, eyb e eyb!“

 Orgeneral Buyukanit:

Destê me ne girêdayî ye

Erkanê Hêzên Bejayî Orgeneral Yaþar Buyukanit serdana Diyarbekirê kir û kerxaneyên li bajêr kontrol kirin. Liser pirsa terorê jî Buyukanit got “heta go teror hebe wê þerê me jî berdewam be. Bila kes bawer neke ku destê me girêdayî ye. Heger Murat Karayilan, Duran Kalkan û Cemîl bayikê terorîstan hebin ê me jî Alî Çawûþ, Tanjû Çawûþ û Yeþîlê me henin”. Yanî ha kum li serî ha serî li kum......

Mîss Turkey 21 xol xwar

De wîjdanê xwe xiranekin û rastiyê bêjin. Kî kare bêje Tirkek ne berberî dinyayê ye? Fermo ji we re delîl! Tûgba Kandemîra ku li ser navê Tirkiyê ketibû pêþbirka olimpiyata Torîno 2006an, bi 126.64 pûanan ket rêza 21 ê. Kandemîr bêfedî dibêje “ez bextewarim ku min olimpiyat di rêza 21. de raborand (tewa kir, xilas kir). Min welatê xwe bi þêweyekî herî baþ temsîl kir. Herweha serketina min berhema malbata min e”.De keremkin! Jinik ji paþ de 21 xolan dixwe lê welatê xwe û malbata xwe bi xolên xelkê temsîl dike! Tirrrrrrrrrr! (Hürriyet)

Þehrîbana Kurdî:

“Ger ku me li gor emrê Xwedê Teala hereket bikira, hetanî niha welatê me sed carî azad dibû.”

Lotikxane jî dibêje "wey tu her bijî Þehrîban! Xwezî Kurdên misilman hemi wek te bûna. Lê Kurdên me ne li dû xwedê ne, ew incex bidin dû Tirk, Ereb, Eceman û hestiyê devê deryê wan bikevêjin. Heyf!

Emel kir çirik Ozal kir virik

Lîztikvan û stranbêja navdar a Mêrdînî Emel Sayin û Semra Ozal bihevketin û por û gijola hev kiþandin. Berê Emel Sayin ji Semra Ozal re gotibû „ jiber go Semra xanim ji min dihesidî û nedixwest ku ez û Turgut Ozal hevdu germik û nermik bikin, navê min xist rapora Mît ê“. Semra ozal jî gotiye „de yabo li min û li vê gewendeyê. Emel Sayin kîye go karibe têkeve rapora Mîtê? Ew bike bike incex pozê xwe emeliyat bike, ma bi kêrî çi tê?“ Mît Mîta me ye ma a wê qewendê çiye!

Çewalcî Îbo

 

Serokê çeteya Saûna di îfadeyên xwe de dibêje “meyê bi nasname û çekên Mîtê bigirta ser wî, çewal xistiba serê wî û ew bikujta”. Yaa hazretî Îboyê lehmecûncî, te dît newlo! Tu heta sibê ala Tirko rake û bêje “tirba min jî li anitkabîrê, li kêleka Atavirqo çêkin”. Haya te ji çewalan hebe qurban, wê Tirk rojekê çewalên ku Amerîkiyan xistibû serê wan, têxin serê te haaaa!!!

TUÐBA ÖZAY:

 Ez karim di flîm de bibim "qehpik"

Tugba Ozay model e, herçiqasî neþibe Tirka jî lê xwe Tirk dihesibîne. Xanimê di rojnameyekê de dibêje “heger teklîf ji min re bên, ezê karibin di flîman de bibim qehpik jî”. De yabooo! Heçê nizanibe wê bêje qey “Tugba xanim Fatima Muxrubî ye yan jî milyaketa xwedê, horiya buhuþtê ye! Tugbaya go her hefte xwe di binê zilamekî de digevizîne dibêje “ezê di flîm de karibim qehpitiyê jî bikim!” Va tu di rastiyê de eynî karî dikî heyran, ma hewceyî flîm û rol û sextekariyê ye!

Newala Gura Mê

Dergistiya M.Alî Agca a kevn Rabîa Kazan dibêje "min bîranînên Agca bidestxistine. We hîna flîmê Newala Gura nedîtiye. Ezê ji bîranînên wî flîmê rastîn ê Newala Gura çêkim. Ka bisekinin bê ezê çilo dinyayê bihejînim" Rabîa xanim, ji kerema xwe berê Tirkiyê bihejîne piþtre dest bi dinyayê bike. Heger te hejand baþ bihejîne haaa!

Kotên misilman

Li Roma, paytextê Îtalya, þîrketek Îtalî a konfeksiyonê (cildirûtin) biryar daye jibo misilmana kot (jeans) ên taybet bidrû. Lê rayedarên þîrketê ji niha de bihevketine. Aliyek dibêje "emê ji misilmana re þerwal û çarþefên kot çêkin" Aliyê din jî dibêje "temam, me qebûl e, lê divê di wan þerwal û çarþefan de qul û terîþên qetyayî hebin ku misilman medenî bibin". Ma em çi bêjin, xwedê xêra we qebûl bike....

Xanim Demîrkazik ji ku derket?

Televizyona Malezyayê Madonna qedexe kir

Televizyona Malezyayê flîm û klîpên stranbêja navdar Madonna qedexe kir. Peyamnêrê me ê Malezyayê Ehmedê Reþik dibêje “rayedarên televizyona Malezyayî dibêjin: Însanên me gava çav li Madonna dikevin jinên xwe berdidin û tecawizî kesên çavþîn dikin. Wilo here wê di Malezyayê de jinên bi mêr nemînin û wê Malezya bibe dewletek femînîst û tecawuzkaran. Jiber vê me Madonna qedexe kiriye”.

Kurdino vê fersendê nerevînin!

 

Aktrîst û stranbêja Amerîkî Lîsa Mînellî xaniyê xwe ê luks ê li Beverly Hîllsê tev jinbava xwe daye ber bazarê. Jinbava wê 98 salî ye û wek keçikek çardesalî dixwe, vedixwe û wek agirê sor e. Îcar Kurdê go bixwaze xaniyekî luks bi jin û kebanî ji xwe re bi 3.5 milyon dolar bikire, ji kerema xwe bila yan serî li Lotikxanê û yan jî li rojnama Los Angeles Timesê bixe. Vê fersendê nerevînin!!

Sibel Can estetîk bû

Berdewam

Ji mêra têr bû çav berda zaroka

 Ebrû Gundeþ xanim di konserekê de dibêje "min dilê xwe daye xwarziyê xweyê 12 salî!" De        yabooo! Jinik ji mêra têr bû, nerî go xêr di zilaman de nema îcar çavê xwe berda zaroka! Ma ev jî ne ecêba xwedê ye? Evqas tirtirê zilamên Kurda li kolana digerin, Ebrûkê radibe zaroka dixe paþla xwe, ma ev bû wîjdan!!!

///-------

Keça Atatirk erebê dixwaze

Keça Atatirk a manewî Ulku Adatepeya 74 salî ji CHP û Îþ Bankasi erebeyekê dixwaze. Rebenê perê wê nemane û wek keça Atatirk minneta xwe li wan dike û dibêje “ereba min tuneye, bila CHP yan Îþ Bankasi stuyê xwe biþkînin û erebeyekê bidin min, ew mecbûr in!” Lotikxane jî dibêje: “Keça Atavirqo ye, heqê wê heye, lê em dibêjin erebe hindik e, bila tirektor yan jî qemyonekê bidin wê! Ma keça Kemalê Selanîkî lê nehêja ye!?

(((---)))

HeramzadeyênTirk

Rojîna Omerî hepis kirin

Heramzadeyên Tirk bi tanq û bombeyan êrîþî malpera  Rojîna Omerî kirin. Rojîna Omerî navnîþana wan bidestxistiye û ew dane dadgehê. A baþkirinê baþkiriye lê, "kûçik goþtê kûçik naxwe" Rojîn xanim, serê xwe pê meêþîne...

-----------------

Pirtûka keçika Ereb wek eroînê tê firotin

Berdewam

==================

Sharon Stone:

 

Ez hîna wek keçikek çardesalî me

Lîztikvana navdar û seksî Sharon Stona 47 salî, ji rojnamevanan re got ku ew hîna xwe wek keçikek çardesalî dibîne, kare di gellek flîmên wek Basic Instinct de bilîze û di sehneyên seksî de rol bistîne. Lîztikvana navdar bi taybet bala Kurda dikþîne û dibêje “heger hûn bawer nakin, de keremkin xwe biceribînin!” Lê ka ew mêr!?

==================

Gulben xanim, hay ji xwe hebe canim!

Dibêjin di nava 7 mehan de 717 hezar û 149 kesî malpera Gulben xanimê www. gulbenergen.com ziyaret kiriye û li xweþikbûna Gulben xanimê temaþe kiriye.

Berdewam

 

==================

 

Tirka xiste wî jî...

 

Tarkanê Popçî jibo ku ji xwe re cil û bergên qenc û buha bistîne, diçe defîla modezanê Fransî Jean Paul Gaultier û bi 15 hezar dolarî cilan dide çêkirin. Piþtre tê Stenbolê û pê dihese ku qumaþê ku jê çilên xwe dane çêkirin qumaþên Tirkiyê ê sexte ne û li bazara Stenbolê bi pênc qirûþan tên firotin.

Rebenê Tarkan dibêje "nema zanim ne bikenim ne bigrîm, hindik mabû ez xwe jî li ser bikim, xwedê ez sitirandim haa!"

==================

 

Xelîl Xemgîn jî por û

simbêl reþ kirine

Qey bûye mode bavo!

 

 

  * * * * *

Hunera nûjen

Li gor tê gotin êdî wê hunermend û wênesaz nema hewceyî kaxezan bin.

Berdewam

==================

Wey maþelle

Yaþar Nûrî Öztürk!

 

Yaþar Nûrî Ozturkê ku qaþo îlahiyat qedandiye û misilmanekî xalis muxlis e, jiber sextekariyê ceze xwar. Ozturkê ku „Serokê Partiya Bilindbûna Gel“ e jî, li cem xwe karkirên qaçax dida xebitandin û jiber vê „xalis-muxlisbûna!“ xwe 22 hezar perê Tirkî ceze xwar.  Em nizanin, heger îlahiyetçî û misilmanekî (!) wek Yaþar Nûrî Ozturk sextekariyê bike, gelo niha þagirtên wî çi dikin?

==================

 

Bi def û zirne dev ji cigarê berdan

 

Pênc parlamenterên meclîsa Tirkiyê (Ali Ayag, Alim Tunç, Muzaffer Külcü, Murat Yýlmazer û Ýsmail Bilen di parlamentoyê de li ser namûs û þerefa xwe sûnd xwarin ku dev ji cigarê berdin û nema bikþînin. Li ser vê sûndxwarina wan Serokê Meclîsa Tirkiyê Bulent Arinç her yekê xelatek da wan û ew pîroz kirin. Tê gotin ku cigareberdana van herpênc parlamenteran ji eroînfirotin, jinfirotin û firotina araqa sexte jî girîngtir e! De xwedê xêra wan binivîse, ma em çi bêjin!..

 

==================

 

Dayika min paþde bînin, lê ka bavê min!?

 

Li Tirkiyê salê 3 milyar û 600 milyon dolar ji fihûþ, jinfirotin û zinêkariyê tê bidestxistin. Rêxistina Koçberiya Navnetewî, li seranserî dinyayê kampamya bi navê „Dayika min a li Tirkiyê paþde bînin“ vekir. Baþe ma hûn qet li mêr û zilaman jî nafikirin? Ew zilamên ku salê 3 milyar û 600 milyon dolar pere û xwîna zarokên xwe didin qehpikên Ukranî, Moldowî û Balkanî, hûn çima jibo wan jî nabêjin „Bavê me paþde bînin!?“ Dayikên xwe paþde bixwazin, lê dev ji zilamên me jî berdin heyran!.......

 

Cigara bê dûman

 

Þîrketên Marlboro û Camel dixwazin cigara bê dûman çêkin. Herdu þîrketa bi hespê rewan dane çargavê û wey li wî ku yek bide pêþiya yekî.. Sedema çêkirina cigara bêdûman eve ku êdî li dinyayê hêdî hêdî cigare tê qedexekirin û ev jî li ziyana þîrketên cigarefiroþan e.  Em dibêjin: Bilasebeb cigarên bêdûman çênekin heyran! Bi xwedê millet hînî dûman û bêhna cigarê bûye, gava bêhn û dûmana cigarê neyê wan îdare nakin. Jixwe gava mêr bê bêhna dûmana cigarê herin malê wê jinên wan têra wan li wan xin û serê wan biþkînin!.. Ma îcar ev bû hal, ma cigara bêdûman jî bû cigare?.

>>>  <<<

Weled, ev çi bi serê Beþarkê me hatiye gelo?

Li gor agahiyên Lotikxanê, Beþar Esad bi êþa karîkaturan ketiye

. Peyamnêrê Lotikxanê Ehmedê Bêdiran ji Þamê radigihîne ku, karîkaturên rojnama Danîmarkî bandorek mezin li ser Esad kiriye. Xuyaye ev nexweþiyek nû ye û hema hema wek nexweþiya AIDSê bê derman e.....

Xwedê pê re be!

-----------------------

Keþe nema wêrin herin

Tirkiyê

 

Keþe nema wêrin herin Tirkiyê. Piþtî kuþtina keþeyê li Trabzonê, dewleta Awûstûryayê pirsa keþeyan û endametiya Tirkiyê bihev girê da û got "yan hûnê jî melayekî bikujin, yan jî em we naxin YE yê!

 

//--------------------

Batman

Di flîmê nû de Batman diçe nêçîra Usama Bînladîn. Xuyaye Amerîka tu çareyek din nedîtiye ku Bînladîn bigre. Lê dibêjin Bînladîn jî gotiye "Batman ji bavê xwe bê minnet e, keko brao, ma ez mirî me!"