H.Belê

Diyalogê Lalan

 

F.Devliken

Rojeva Nêromê

 

B.Ronahî

Nimêja Kolanê

L.Şêxo

Ehme

dûnê

 

A.Dûran

Mafya Ismaîl-3

 

Z.Osman

Zavê Mêrxas

 

B.Tosin

Rojîna Biçûk

 

Qosarî

Qaçax Çay

 

S.Îloz

Kurdî

name

 

                         

Lotikxane

Xaltîka Fatê-22

Xwerist

Tenduristî

Karîkatur

Magazîn

Youtube

Çi kesê ku ruhê netewayetî pêre tunebe, wê rojekê îxanetê li milletê xwe bike...M.Mistefa Barzanî....            Medya ///   Arşîv

Ehmedûnê û Denîz Baykal

L.Şêxo-08/01/08-Li ser kanala televizyona TRT6, him di nav Kurdan de, him di nav Tirkan de pir gengeşî çêbûn. Hinekan baş dîtin, hinekan xerab dîtin, hinekan him baş him xerab dîtin. Herkesî li gora xwe şirove kir û raya xwe gotin.

   Di nav van gengeşiyan de ya helî balkêş ya serokê CHPê Denîz Baykal bû. Ew li dijî vê kanalê derdiket û digot “çênabe perên heftê milyonî ji bo grûbekê bê xerckirin”. >>>>>

NIMÊJA  KOLANÊ

B.Ronahî-08/01/09- Êvara şenbîyê kek Necatî Tank, telefon vekir ku em roja yekşembê bi hevre biçin pêşangeha (fûara) pirtûkan ya li bajarê Firankfûrtê, seredana standa Kurdistan bikin û pişygirîya xwe nîşan bidin.

   Ez jî spêdê rabûm min karê xwe kir û li benda kek Necatî mam. Lê min neşîya ez biçim. Ji ber ku ez nexweş ketim. Dema ez li benda telefonê bûm, min di pencerê de nerî yekî li ber devê rêya mala me, li ser cehdê paltoyê xwe jixwe kir û raxist ser kolanê. Tew pêlavên xwe jî dernexistin, berê xwe da rojhilat û nimêj kir. >>>>>

Îtxalata Nexşan

Selim Nexşî- 07/01/09-Dêrika Çiyayê Mazî- Ezê ji we re sûnd bixum, ev dewleta Romê, parlemento û serbazên wan hemi haşa min hizûr wek kera ne. (Bila ker bibexşînin ji bo ku min parlement û serbazên wan şibandin keran)  

   Ji ber ku ker li ser rêyekê bikeve, dema dîsa di wêderê re derbas dibe guhê xwe bel dike û gavên xwe bi hesab davêje. Lê ev dewleta Romê, wezîr, parlement û serbazên wan her roj dikevin, teqla jî davêjin lê dîsa jî eynî çewtîya dikin.

    Ez serê we zêde neêşînim ku biêşe aspirînekê vexun! >>>>>

Xaltîka me Ayna duşeş avêt

Ûstûra Kemal- 04/01/09-Amed- Wekîl û hevseroka DTP xaltîka me Emîne Ayna, di rojnama Tarafê de "duşeş" avêt û piştgirî da TRT6. Herçiqasî DTPî beşdarî vekirina TRT6 nebûn jî, lê Emîne Ayna vekirina TRT6 wek destketinek mezin û bi nirx dibîne û pişgrirîyê dide wê. Emîne Ayna TRT6 wek encama berxwedan, ked û xwêdana gelê Kurd dibîne û dibêje ev gavek pîroz e.

   Welhasil, li gora min jî TRT6 gavek pîroz e û divê Kurd li keda xwe, xwîn û xwêdana xwe xwedî derkevin, piştgirîyê bidin TRT6ê û hetta tê de bixebitin jî. Ma ku dewlet piştî 80 salî tifa xwe balêse û hebûna Kurd û zimanê Kurdî qebûl bike, çima na qerdeşim?

   Bijî xaltîka Emîne Ayna bijî. Bi sê telaqan te tirr ji wan mirîdên ku Lotikxane ji ber piştgirîya TRT6ê rexne dikirin, berda û tu sax!

 

Dolheramo dîsa verşîya

Cercûro- 02/01/09- Tirkiye- Partîya sermezinê Erdogan AKP TRT6 vekir û dest bi lotikan kir. Herçiqasî gala û vekirina TRT6 wek şorba nîskê û fîasko bû jî, lê dîsa jî ji tunebûnê çêtir bû.

   Welhasil, piştî AKP TRT6 vekir, weşana zimanê Kurdî li zora qu...ê dêya Denîz Balkal çûye ku rabûye vedirşe û dibê:”Lan oxlim, AKP perên dewletê ji bo grûpek etnîkî (Kurd) xerc dike, ev helwestek pir xeter e dînime îmanime” filan û fîstan.

   Weyla kalkê min di pîrka te nîhao, hûn dewlemendîyên sererd û binerd ên welatê wê grûpa etnîk ji bo xenzîrên mîna xwe xerc dikin ew ne xeter e. Lê Weşana bi zimanê Kurdî xetere ha!    

   Wey tirrrrrrrrrrr li bin qûna te û partîya te ewladim!

 

For Kurdish Girls, a Painful Ancient Ritual

 

The Widespread Practice of Female Circumcision in Iraq's North Highlights The Plight of Women in a Region Often Seen as More Socially Progressive

By Amit R. Paley

Washington Post  >>>>>

 

De werin em di TRT6ê de, li Kawîs Axa gohdar bikin!

 

Selîm Acar- 30/12/08- Di van rojana de,  serê min tevliheve, mejiyê min bûye mîna şorba nîska. Dikevim nava ramanan, lê mantiqê min ê politik û babetên rojeva me kurdan de û politîka tirkan li hev nakin. Tiştên me doh, ji wan re  gotî ye “sipî”, em îro jî ji wan re dibêjin “reş”! Ma çawa wê mejiyê merovan nebe şorbe?

    Bi salan, me kurda program nivîsandin û xwestinên xwe di wan programana de bi rêz kirin. Me programên xwe dikirin çend beş û di nava wan beşana de, beşê daxwazên “mafên demokratîk” hebûn. Bi rastî çima me ji wê beşê re digot “mafên demokratik” ji bo min ne pir zelale. >>>>>

LEYMÛN

B.Jîndar-30/12/08- Dara Leymûnê heta 6 m bejnê tavêje. Belgên wê keskên biriqok û wek devê rimanin. Ji meha adar heta meha çirîya pêşîn her kulîlkan vedike.

    Kulîlkên wê spî, peyazî (penbe) ne. Kulîlkek pênc parçe ye, bêhnek xweş û ferahker jê tê. Ji wê kulîlkê fêqîyek zer û hêkane, rûbiriqok, bêhnxweş û pir tirş  çêdibe. Ji wê fêqîyê re leymûn tê gotin.>>>>>

OXLUM  ÇÎZ

B.Ronahî-29/12/08- Li Kurdistanê bajarê Hekarîyan dema dayîkan zarowên xwe dibirin derva an diçûn mêvanîyekê, ji boy ku zarok wan aciz nekin, berê digotin zarokan çîza (mîza) xwe bike.

   Lîstikek ji yên zarowan jî beryêkdana (pêşbirka) çîzê bû. (Kanî wê çîza kî dûrtir biçe.) Jibo vê listîkê  zaro di kêleka hewdu rêz dibûn û pevre çîza xwe berdidan. Carnan jî li ser gûzan ev lîstîk dilîztin. Çîza kî zêdetir çûba, wî gûz distandin. >>>>>

Ev lêlê ye, lolo jî bi rê de ye

Firildeq Elî- 27/12/08-Stenbol- Belê, TRT6 dest bi weşana testê kir û li ser xêrê be rebbî. Birastî ez hê jî fêhm nakin bê çima Kurdên me li dijî TRT6 derdikevin. Gerçî ez fêhm dikim de neyse, ezê xwe li xeşîmî deynim canim.

   Ê başe qerdeşim, dewletê bi weşana TRT6 hebûna zimanê Kurdî qebûl nekir? Belê.

Dewletê di televizyona xwe de hebûna tîpên QWX qebûl nekir? Belê. >>>>>

Xwe ji bo xêr û bereketa sala nuh berda çolê

Hesen Keleş- 27/12/08-London- Bedewa Ingilîz Danîelle Liyod, xwe ji bo xatirê serê sala nû berda çolê û doxîn li zilaman sist kir. Danîelle yek ji şahbanûya Ingilîztanê ye û ji bo di rojevê de bimîne tiştek namîne ku nake.

   Agirpêketya Danîelle ji bo xêr û bereketa sala 2009an, xwe li ber dara Noelê şût û rût kir û got ku wê bi xêra lotikên wê xêr û bereket bibare. Îcar ev xêr û bereket çiye em jî hîna nizanin. >>>>>

Destê Ehmedînejad nagihîyê, li gor dilê xwe lotikan davêje

Miradê Torî- 26/12/08-Fransa- Modêla Îranî Fadîme Mubara ji Îranê revyabû Fransayê û qîma xwe bi jiyana bin çarçefê nanîbû.

    Îcar xanimê li Fransayê li gora dilê xwe lotikan davêje û dinya ne di xema wê de ye. >>>>>

ALO S İ (Z) KİMSİNİZ..!

A.Dûran- 25/12/08- Rojek ji rojan  gotin min „Li seyarê siwarê, here bajarê Zürîchê, li wir Üstdüzey (mektepsiyasî) yekî me heye bigre û bîne“. Zivistan bû, ez jî bi rê ketim. Seyara min kevn e, dikim nakim germ nabe. Min xwe bi xwe got „Lawo Ismaîl, eraqê vexwe bila agir têkeve hundurê te“.

    Min seyare  li ber xwarinxaneyekê rawestand û vexwar, serxoş bûm û dîsa çûm li seyarê siwar bûm, bi rê ketim. >>>>>

Hem şivan e hem se ye

B.Ronahî- 24/12/08- Mêhdî  zilamek wek hirçan zexim e. Tifenga dewlletê standîye û bûye cerdevan.

   Carekê di cerdevanîyê de birîndar dibe. Lê piranî  li ber pezê xwe ye. Carnan jî tê qehwa Welî ya li Cûlemêrgê bi hevalên xwe re bi kaxezan dilîze, henekan dike. >>>>>

Şivan Perwer û Welat

Bargiran Baran- 22.12.2008-Stenbol-
Na pismam na, hemû çêlek tên dotin lê va gotina nayê gotin. Ma te qaf xwarîye?.. Şivan Perwer karê xwe nema, rabe di kanala dewletê de konsêrê bide?. Qey tu dîn bûyî..  

   Hunermendek bi namus, bi xîret, bi şeref û heysîyet, hunermendek wek Şivan, tew ticar xwe nafroşe û ixanetê li gelê xwe nake. Çito ne îxanet e pismam?..

   Dewlet wê kanalekê bi me de û wê bê qala dewlet mewlete bikin, eger hûn pir dixwazin jî, welatê me meherimînin û bimeşin herin ''Kuzey Iraqê''. >>>>>

DTP dixwaze tirrê ji Nisêbînîyan jî berde

Mehmûdkê Sittî- 21/12/08-Nisêbîn- Birastî nizanim ne bikenim û ne  bigrîm. Nizanim ne ji ehmeqîya me ye, ne ji kerîtî û bergîlîya me ye. Hema heçê radibe me dixe şûna keran û dixwaze bê kurtan li me siwarê.

   Li ser bextê mişk û pisîkên zikakên bajarê Nisêbînê be, dibêjin DTP a me ayetek ji qibla Îmralîyê stendiye û dixwaze li gora wê ayetê piranîya şaredarîyan têxe destê jinan. Hem jî jinên ku herêmê nasnakin, mejîçep in, Tirk in yan jî dewşîrmeyên Kurd in.

  Yek ji wan şaredarîyên ku DTP dixwaze hefsarê wê têxe destê jinekê jî Nisêbînê ye. >>>>>

Madona ji van cilan fedî dike

Jîrko-21/12/08- Kurdistan- Li Sûrî bajarê Şama Şerîf,  li bazara Himêdiyê sitiyan (bersing) û kelsonên li ser elktrîkê çêdikin ku ji bo zilam germ bibin û pîrek lotikan bidin mêrê xwe.

    Wa kirine ku mêr kare ji dûrve bi kepseke elktrîkê cilê jina xwe jê bike û kare bi kêfa xwe memkê jina wî sitrana bêje û bibe lempa .

   Ev şemlê pîrekan di şevê çira, lempa û li mûsiqê jî didin ji bo kêfa mêrik xweş bibe û qenc bibeze ser jinê, dilê jikê hînik bike.>>>>>

Wê jî dest bi bazirganîyê kir

Hesen Keleş- 20/12/08-London- Lotikvana Ingilîz, agirpêketya memik mezin, malxeraba çiryayî Katîe Prîce „Jordan“ dest bi bazirganîya bêcemeyên şevê kir û lotikek avêt.

   Jordan xanim bêcemeyên wilo nermik û seksî çêkirine ku, heçê li xwe ke wê bibe wek çêlek û ciwangeyên nav garanê, pê germ û nerm û hetta har jî bibin.

   Dibêjin taybetmendîyek van bêcemên şevê ev e ku bêhna tirr û fissan dernaxe der û wê bêhnê dike wek bêhna parfûm û lewentoyê. >>>>>

Heciyên başûrê welêt li Mekkeyê dest bi parsê kirin

Hecî Cimo-19/12/08-Mekke

Îsal Erebên quûnreş filîm bi serê heciyên me yên başûr anîn. Di dema pêkanîna erka xwedê de li Mekkeyê, pere pê re nehiştin û niha jî ev heftiyeke bêxwedî li wê derê hiştine û dibêjin emê we ne bi riya hewayî, bi riya bejayiyê vegerînin Kurdistanê.

    Heciyên me jî ji ber bêpereyiyê û bo ku pereyê nanekî peyda bikin, li Mekkeyê dest bi parsê kirine! >>>>>

Araf’ li NÇM’ya Stenbolê ye

STENBOL / Lîstika şanoyê “Araf / Di Navbera Du Welatan De” ku li ser jiyana Mûsa Anter e û ji aliyê Cîhan Şan ve hatiye nivîsîn, 3’ê Çile(Ocak) roja înê saet: 18.00’an de li Salona Şanoyê a Navenda Çanda Mezopotamya ya Stenbolê derdikeve ser dike.

   Heçê wê rojê betal be û neçe ARAFê temaşe neke, jina wî jê berdayî be û mîrkutê Lotikxanê li nav serê wî keve rebbî!

Sirûda dizistanê 

18/12/08

Ey dolar wer

Berîkên me yên kun tijî bike

Çavên me yên birçî têr bike

Yoro û zêran bi xwe re ji bîr neke

Dîn Îman man pare man, Wer pare man

Dîn Îman man pare man, Wer pare man

Derdê me yê bi tenê

Zik û berzik e

Ger ew têr bibin

Jê û pêve xem tune

Dîn Îman man pare man, Wer pare man

Dîn Îman man pare man, Wer pare man

 

Dizistan

Sî û pêncê meha sêzdeyê sala pênc hezar û quzilqurtê...

 

Hûn jî dixwazin mîster Bûşh bidin ber pêlavan?

 

H.C-16/12/08-Bexda- Belê, em wek Lotikxane xwendevanên xwe ji ber pêlavdayîna mîster Bûşh bêpar nakin û yên ku dixwazin wek rojnamevanê Ereb Bûşh bidin ber pêlavan, dikarin bi riya Lotikxanê wî bidin ber pêlavan û bi dilê xwe lotikan li wî bixin.

   Ji bo hûn bikarin Bûşhê xwelîliser bidin ber lotik û pêlavan, vê lînkê bitikînin:

http://193.142.30.163/2008/bushgame

Libnanîyan jî dest bi tirr û fissan kir

Ibrahîm Ehmed- 14/12/08-Libnan- Libnanî jî dest bi tirr û fissên erotîk dikin û wê di rojên pêş de kovarekê bi navê Jassad (Beden-laş) derxin.

   Dibêjin piştî ku derxistina kovarê hatiye ragihandin û xelk pê  hisiyane, Erebên Misirî, Fasî, Sûrî û sofîyên Hizbûllahê rabûne ser tapana û lotik dane xwe.

   Ereb li dij derketina kovarê derdikevin û dibêjin „Hayhoooo, wê ev kovar namûsa me bîne pênc qirûşan û wê keç û xortên me ji rê bibe, wan bike wek çêlek û ciwangeyên nav garanê“ filan û fîstan. >>>>>

Sukhinova bû lotikvana dinyayê

Bengîn Elegez- 14/12/08-Moskova- Lotikvana nermik û germik, bedewa Rûsî Ksenya Sukhinova, di pêşbirka „Mîss World 2008“ de bû bedewa cîhanê û tirr ji bedewên 109 welatan berda.

   Sukhinova ku wek liqûmekê şîrîn, wek agirê cehnemê germ û wek çêleka nav garanê har e, bi vê lotikê pêşeroja xwe garantî kir û wê ji îro û pêde dest bi reklam, flîm û zîtirkên çapemenîyê bike. >>>>>

 

Bûka Axirzemana

Hecî Cimo- 10/01/09-Pakîstan-Di van rojên dawiyê de jinek 99 salî ya bi navê Amîne Rehîm ku terayî di wê de nemaye, bi zilamekî 87 salî re zewicî. İhih ev e dilterî haaaa!

   De binerin lo, tu dibê qey xanimê keçikek 14 salî ye, av pê ketiye û wek nogona ku nuh gon bixwe, ewqasî ku dilê wê bi dinyayê û xwarina xiyaran xweşe kuro, pekkkk!

   Aha ji ber vê ye ku dibêjin „Dil pîr nabe“ ha gelî xendevanan. Ma ku dil pîr bibûya, Amîne xanima 99 salî dest bi lotikan dikir, na! >>>>>

Mêro biryara YM bi xirrê xwe nehesiband

Sîmon Kurdo- 09/01/09-Israîl- Serokwezîrê Israîlê Ehud Olmertê serperitî, li dijî biryara Konseya Ewlekarîya Yekîtîya Milletan derket û tirr da bin qûna wan.

   Ehud Olmert, biryara Konseya Ewlekarîyê wek îşê zarokan bi nav kir û got:“Tiiirrrrrrr li bin qûna we. Bi sê telaqan heta terorîstên Ereb fuzeyên xwe bavêjin axa me, emê bidin bin dûvê wan û dawa wan li serê wan bipêçin“ filan û fîstan.

   Welhasil, Ehud Olmert wek beranê kol e ellawekîl. Hesabê mêran bi xirrê xwe nake û dibê hodrî meydan. Îcar ka ew kurê bavan û gunikreşê ku wêribe û karibe bela xwe lêxe!

Cewrikên Osmangazî, bi xwe de rîtin rût û tazî

Cilêtçî Mihê-08/01/09- Dibêjin „Filankeso kumê xwe li serê filankes dike“. Tirk jî navê xwe li xelkê dikin û dixwazin xelkê jî bikin wek xwe, bikin ji dola dêlegurê.

   De ji xwe re li insanetîya Tirkan binerin û bifikirin. Tirk û virqên bajarê Eskîşehîrê, cewrikên Federasyona Komela Kultura Ozmangazî, bi civînekê lotikek wilo heywankî avêtin ku ne kesî dîye ne bînaye.    

   Cewrikên Ozmangazî li ser pankartên xwe çi nivîsandibin başe? Ermenî û Yahûdî bera ser jinên xwe dane û nivîsandine:“ Ji vî derî kûçik/seg derbas dibin, lê Yahûdî û Ermenî derbas nabin“. Yanî, haşayî Ermenî û Yahûdîyan, kûçik ji wan çêtir û bi qîmettir in.

   De ka îcar destê xwe deynin ser wîjdanê xwe û bêjin:

Kî kûçik in, kî insan in?

ROJEVA NÊROMÊ

F.Devliken-08/01/09-Mêrdîn- Israîl li hundurê çavên wan Erebên qûnreş nerî û êrişkir ser Filîstîna bê xwedî. Ev serê panzdeh rojan e ku Israîl him ji hewa û him jî ji erdê de Gazzeyê bombebaran dike.

 Dor hefsed kesî hatin kuştin û du hezar û pênsed-sê hezar kes jî birîn in.

     Warewara zarokan û hewar hewara dayikan di erşê xwedê re derdikeve, lê hezar mixabin deng ji wan Erebên genî, tûle û netiştik dernakeve. Zilamên wan ketine bin dawên jinên xwe; xwe di bin dawên wan de vesartinin, jinan jî derî û şibake li ser wan girtine û qifilandine. Yanî, cilika benamûsîyê kişandine serê xwe. >>>>>

Kûçik efendî jî pê girt

Zinar Qelemşûr- 07/01/09-Stenbol- Operasyona li himber Ergenekonê berfireh bû û rojev dîsa serûbinê hev bû. Di operasyonê de gellek general, profesor, dekan û qûnekên din hatin binçavkirin. Xuyaye av çûye bin qûna hinek alîyên dewletê û dixwazin endamên Ergenekonê li bêjingê xin.

   Mesela min li ser sayin qûnek Prof.Dr.Yalçin Kûçik bû. Yalçin Kûçikê ku wextekî ”can-cîger” dostê >>>>>

Osmanê me da bin dûvê Tirkan

Serdar Mirad- 07/01/09-Amed- Osmanê me, yanî Osman Baydemîr, da bin dûvê Tirkan û qiyamet rakir. Osman Baydemîr, di civîna Platforma Hilbijartinê de ewqas lotikên xweş avêtin ku Tirkan ji tirsa gotinên wî bi xwe de mîzt û derpî dagirtin.

   Osman Baydemîr, di axavtina xwe de qebûlkirina hebûna zimanê Kurdî wek encama xebat û tekoşîna 20 salan nirxand û got:”Tiiiirrrrr li bin dûvê Tirkan, Tirkan îro hebûna zimanê me qebûl kir, sibê wê hebûna navê Kurdistanê jî qebûl bikin” filan û bêvan. >>>>>

Çerkezan jî dest bi zîtirkan kir

Çerkezê Kurd- 06/01/09- Stenbol- Baş xerab TRT6 qûn li Tirkan qetand û ji niha de li serê wan bû bela. Kurd ne bes bûn, îcar Çerkezên me jî dest bi zîtirkan kir û di TRT6ê de doza weşana bi zimanê Çerkezî kirin. Hûnê bibînin, wê niha wilo bînin serê TRT6ê ku Kurdî bibe zimanê herî dawî û bê qîmet.

    Îro Çerkezan di TRT6 de doza weşana bi Çerkezî kirin, sibê wê Laz, Arnawût, Bosnayî, Abaz, Romen, Ereb, Suryanî, Ermenî û hetta ker û bergîlên kolanên Tirkiyê jî doza weşana bi zimanê xwe li TRT6ê bikin. >>>>>

Jinên Kurd tirr ji mêrên xwe berdan

Hecî Cimo-05/01/09-Silêmanî "Saziya Zilaman ya Kurdistanê" îro ji çapemeniyê re behsa gilî û gazindên xwe li jinên xeternak kir û aşkere kir ku di dema şeş mehên destpêkê yên sala 2008-ê de, 9 zilam ji aliyê jinên xwe ve bi pehîn û kulman ji malê hatine qewirandin û 22 jin jî ji aliyê dadgehê ve li ser şîdeta ku li zilamên xwelîser kirine, sizayên yasayî xwarine.

  Berpirsê "Saziya Zilamên Kurdistanê" ji rojnameya Awêneyê re ragihand ku di şeş mehên destpêkê yên sala bihurî de tenê li bajarê Silêmaniyê 9 zilam ji aliyê jinên xwe ve bi zor û şîdetê ji malên xwe hatine qewirandin. >>>>>

 

>>>>>

TRT6, navê xwedê xweş, rûyê dijmin reş

Rojda Aydin- 04/01/09- Stenbol- Nîqaş û raberizandinên li ser TRT6ê berdewam dikin. Hinek dibên: „TRT6 navê xwedê xweş“. Hinek dibên:“TRT6 rûyê Erdogan reş“. Û Lotikxanecîyên wek min jî dibêjin:“ TRT6, navê xwedê xweş, rûyê dijmin reş“.

    Nizanim tê bîra we yan na. Dibe ku nifşên nû ji kultura şildim-bildima Tirkî hay ji dîroka Kurdî nebin. Lê kesên hay ji dîroka xwe hebin û bi taybet hay ji dîroka berxwedan û tekoşîna başûrê Kurdistanê hebin, wê Radyoya Bexdayê û ya Êrîvanê xweş bê bîra wan.

   Wê xweş bê bîra wan ku weşana van herdu radyoyan çi bandor li pêşdeçûna muzîk û zimanê Kurdî kirine. Herçiqasî Radyoya Bexdayê di bin destê dewleta Iraqê de bû û ji bo ku li dijî şoreşa M. Mistefa Barzanî bê bikaranîn hatibû damezrandin jî  >>>>>

Bajo xalê Hesen bajoooooo!

Abdûllah El Kurdî- 04/01/09- Urdun- Xwedê û pêxember ji xalê me Hesen Bîn Telal razî be. Dibêjin Hesen Bîn Telal, mamê Şahê Urdunê Abdûllah, di televizyona El Cezîre de çend lotikên xweş avêtine û serê Ereban xistiye qûna bavê wan.

   Xalê me Hesen mesele anîye ser pirsgirêke Filistîn û dewletbûna wê û ji Ereban re gotiye:”Min di we kirino, hûn ji Filistînê re dewletbûnê dixwazin lê ji Kurdan re naxwazin ha, ma ev edalet e oxlim” û Ereb paşûpê li kerê siwar kirine. >>>>>

EM DI TRT6’ê DE HEYDER DÜMEN JÎ DIXWAZIN

Metîn Mêrdîn- 03/01/09- Mêrdîn- Bi TRT6’Ê  em  gellekî kêfxweş û serxweş bûn. Çiqasî ne li gorî dilê me be jî, dîsa jî divê em li TRT6’ê xwedî derkevin û daxwaziyên xwe bînin zimên. Kê mikrofon girt û got:

-Aştî, huner, erf û adet, dengbêj, sitran………û….em dixwazin hebin.

    Daxwaziyek me jî ew e ku Jinekolog  xalê Heyder DÜMEN jî bi Kurdî bernameyekê amade bike û ji bo ixtiyarên me jî bi şevê  „tûttî-frûttî“ hebe. >>>>>

 

 

Mêr ketin kewara jin daketin hewara

 

Ehmed Beyan- 02/01/09- Enqere- Belê, TRT 6 ê dest bi weşana lotikên Kurdî kir, baş xerab gavek avêt. Li gora ku min temaşe kir, galaya vekirina TRT 6 ê wek şorba kellê (bê xwê) bû. Çend parlamenter û malbatên wan bi dilekî sar û mirûsekî tirş, wek peykerên kevirî guhdarî dikirin. Ji xwe çepikên wan ne ji dil, wek tembûra bê têl bûn.

   Ya herî xerab û dilxel jî ev bû ku Rojîn xanim bi makyajek ewqasî xerab hatibû seyandin ku te digot qey pîra 60-70 salî ye. Mijankên xwe nîvmetro dirêj kiribû, çavên wê ji ber dirêjîya mijankên taxme nedihatin dîtin, boyaxa serûçavê wê wek herî û çirava binê sola min bû. Rojîna me ji Rojînbûna xwe derketibû û bibû wek “Bûka Baranê”, bi makyaja xwe şil û pil bûbû. >>>>>

Em ji xwe re kûsî lê ji xelkê re masîyan digrin

Kerîmê Midyadî- 31/12/08- Midyadê- Gelo gava meriv izr û lêborîna xwe ji kes, komel yan dezgehekê bixwaze tê çi wateyê kes kare ji min re bêje gelî xwendevanan? Nayê wateya ku meriv sûcdar e û sûcê xwe qebûl dike gelo? Belê. Kesê ne sûcdar û gunehkar be lêborîna xwe ji yê li himberî xwe naxwaze.

    Mesela me li ser rakirina fermana filehan bû (Ermenî û Suryanî). Îro bûye mode. Hinek Kurd qaşo ji bo ku navekî rewşenbîrî yan siyasî bi dû xwe xin û ji xwe re par û çend rayan bistînin, radibin lêborîna xwe ji Ermenî û Suryanîyan dixwazin û Kurdan dikin şirîkê sûcên dewleta Osmanî û hetta raste rast Kurdan dikin canî û qesasên serê filehan. >>>>> 

Farisan tirr ji Ehmedînejad berda

Şirove li we. Herkes li gora dilê xwe şirove bikin ka bê çi jê derdikeve.

Na Sirri Na!! Ne bi vî hawî!

Metîn Mêrdînî- 28/12/08-Mêrdîn- Parlamenterê DTP'e Sirri SAKIK di meclîsa Tirkî de adet û toreyê meclîsa Tirkî bi kar anî, xwe wek boksorekî di rînge de dît û huttukek avêt parlamenterê CHPê.
Le huttuka wî cê xwe zeft nekir û vala çû.

   Em dibêjin me Sirrî ne ji bo şer û ne ji bo kulm,huttuk û lêxistinê
şandiye parlamentoya Tirko.
>>>>>

 

Vîagra tirr ji sofîkan berda

 

Raca Xan- 27/12/08-Afganistan- Ev Amerîkî ewladên zinê ne, bêbavan tiştek nemaye ku nikaribin çareserîyê jê re bibînin. Wek hûn zanin, piştî ku Afganî têr afyon û eroînê dikşînin, wek hespên "Bahman Gobadî" serxweş, dîn û har dibin. Ji ber vê jî Amerîkî nikarin zora wan bibin û li çareserîyên din digerin. Lê di dawîyê de çareserî dîtin. VÎAGRA!

   Dibêjin Amerîkîyan zilamên Afganî hînî hebên Vîagra (hebên lêrabûnê) kirine û qûn li wan qetandine. Afganî îcar di şûna afyonê de Vîagra bikartînin. >>>>>

 

Sol avêtin bû mode

 

Diyar Baban- 27/12/08-Mahabad- Piştî ku rojnamevanê Ereb Muntazir El Zeydî sola xwe avêt serokê Amerîkayê George Bûşh, solavêtin bû mode. Îcar kî ji çi û ji kê aciz be, hew we dît dest bi avêtina solan kir û kela dilê xwe hênik kir.

   Niha jî Îranî ketin nav garana solavêtinê. Îranîyan mitîngeh taybet li dijî George Bûşh lidarxistin û solên xwe avêtin wêneyên Bûşh. Ev mitîng wek “piştgirîya bi Muntazir El Zeydî” hat nirxandin. Lê fitne û fesadên Tehranê dibêjin: >>>>>

Kurdbûn ji hinekan re şeref û ji hinekan re bêşerefî ye

Abdullah El Kurdî- 26/12/08-Libnan- Kurdbûn û barê Kurdayetîyê ne karê her kurê bava ye. Hinek hene bi Kurdbûna xwe serbilind in, pê şerefek mezin dibînin û Kurdayetî ji bo wan payebilindîyek mezin e.

   Lê hinek jî hene erê Kurd in, lê Kurdbûn û Kurdayetî ji wan re wek pîvazek xerabe ye, bîhna gennî jê tê û ji Kurdbûna xwe şerm dikin. Yan jî, mejiyê wan bi ramanên enternasyonalîzma vala dagirtî ye û qaşo Kurdayetîyê li ber biratîya gel û hevkarîya milletan de wek astengek netewperestî û kevneperestî dibînin. >>>>>

ÇEND QEŞMERÎ JI ROJEVÊ

F.Devliken-25/12/08-Mêrdîn- Bi elawekîl civaka Tirko dîsa serobin bû. Rojnamevan û nivîskar Can Dundar, li ser bêjîyê Selanîkê dokumanterek çêkir û navê vê dokumanterê jî kir Mistefa.

   Bi derketina dokumantera Mistefa re, ji her serîyekî dengek û her ji dengekî jî gazin û nerazîbûnek bilind bû...

   Hinekan go çima navê vê dokumanterê Mistefa danîye? (Erê yaw! Brêz Cano, te gelekî şerm kirîye. Bi qurbana navê Mistefa be. Kî bîra mere navê pexemberekî li vî bêjîyê heram bike) >>>>>

Diyalogê Lalan

Hesê Belê- 25/12/08-Amed-Mi şima rê meselaya Hecî Mistefayî û çaroxanê ey vate. Hecîyê ma, semedo ke lal o, zaf çîyê bînî zî amey ey sereyî ser de.

Ez o yew meselaya ey a bîne zî behs biko.

Hecîyê ma rocêk kewno rayîr, peyatî şino Hêni. Rayîrî ser o raştê yew merdimî beno û vano:

- Sssselamuneleykum! 

Çî rê o merdim zî lal nêbeno. O zî vano:

- Eeeeleykumselam! >>>>>

Bajo Mamo bajoooooooo....

 

Em tasa vala li tasa tije dixin

Ehmed Beyan- 23/12/08-Enqere- Xwedêteala gotiye „Tifaq ez li ser rizaq“. Yanî, bi tifaq bin, ez bi we re me. Me Kurdan ji bêtifaqî û şerê navxweyî winda kiriye.

    Heger di dîrokê de Kurd bibûna yek, wê niha halê me ne ev hal ba û emê ne pîkolên Tirk, Ereb û Eceman bûna. Lê mixabin, bav û kalên me jiyana xwe bi şerê birakujî û berberîya hev derbas kirin. Û em zarok û torinên wan jî wan dişopînin, şerê hev dikin û dikin û nakin nikarin bibin yek.

   Hûn dev ji yekîtîyê jî berdin, tew em nikarin li ser maseyekê bi hevre rûnin, çayekê bi hevre vexwin û bi çavê dijminane li hev dinerin. Bi taybet li bakurê Kurdistanê bi salane ev nexweşî didome û bûye wek kansêrê, laş û bedena me ji hev dijene.

    Welhasil, mesela me li ser Partîya Civaka Demokratîk DTP û helwesta partî û dezgehên din bû. >>>>>

Almanya Lotikek li Tirkan xist

Tacdîn Baran- 22/12/08- Almanya-Wek hûn zanin, dewleta Almanya, Awistirya û Swîsre dixwestin kredîyek nêzîkî milyarek euro bidin Tirkiyê ji bo ku li Hesenkêfê Bendava Ilisûyê çêkin. Helbet bi çêkirina bendavê (barajê) wê Hesenkêf û gundên derûdora wê di bin avê de bimana û ji dîrokê winda bibûna. Ji xwe armancek ji çêkirina vê bendavê jî windakirin û tunekirina Hesenkêf û dîroka Kurdistanê bû.

    Dewleta Tirko naxwaze tu berhem û delîlên ku dîroka Kurdan piştrast dike li ser ruyê erdê bihêle. Ji ber vê jî Tirkan xwest bi tunekirina Hesenkêfê dest bi qetlîama dîroka Kurdan bikin û bi bahaneya avakirina bendava Ilisûyê milyarek euro kredî ji dewletên Ewrûpî bistînin. >>>>>

Kes nabê dewê min tirş e

Gerîllayê Bênav- 20/12/08- Mexmûr- Ji berê de dibêjin „Kes nabê dewê min tirş e“.Herkes xwe rast dibîne û dixwaze kesên ji derveyî xwe gunehbar bike.

   Li ser bextê xelkê be, dibêjin mêrê du jinan Osmanê me di rojnama Tirk „Bûgun“ê de gotiye:“Yaw qerdeşim, Cemîl Bayik hat girtin û di 24 seetan de hat berdan. Mûstafa Karasû berî cezê xwe temam bike, sê salan zûtir hat berdan û hat nehat ket nav PKK. Ji xwe Selîm Çurukkaya, brayê wî Seîd Çurukkaya û ew Şemo heye ya, ewê tilîjêkirî lo, Şemdîn Sakik ha, ev tev Ergenekona nava PKK bûn“ û telaqên xwe davêje. >>>>>

Heçê bixwaze lêdanê bixwe, bila li nasnama polîsên virqo bipirse

Firildeq Elî- 19/12/08-Stenbol- Polîsên Tirk wek zebanîyên devê deryê cehnemê ne. Di eslê xwe de qûnekan newêrek û tirsonek in. Lê gava nasnama polîstîyê dixin bêrîka xwe, xwe wek Ristemê Zal dibînin û li wan radibe.

   Polîsên Tirk di van demên dawîyê de qûn li xelkê qetandiye û namûsa xelkê anîye pênc qirûşên xerabe. Hema çi kesê ku bêje „Ka nasnama xwe derxe bê birastî tu polîsi yan na“ dêya wî tê gan û dikeve ber sikrata mirinê.

   Îcar Midurê Emniyeta Stenbolê Celalettîn Cerrah ê simbêlhej çi bêje başe? Şîretan li xelkê dike û dibê:“Li nasnama polîsan bipirsin, netirsin“ filan û fîstan. >>>>>

"Be Coca-Cola jiyanit xoş debêt..."

 Bênav-19/12/08-Silêmanî- Eman gidî, goyê Turkan pê nebe, Coca-Cola bi zimanî Kurdî derket.

    Heyhooo birayno, xuşkino û lotikvanino! Çavê we ronî. Coca-Cola êdî bi zimanê Kurdî ye.

   Eva demeke li bazara başûrê Kurdîstanê, qûtiyên Coca-Colayê ku li serwan bi Kurdî nivsandîye belav bûne. Li ser qûtiyên Coca-Cola bi Kurdiya zaravê Soranî û pîtên Erebî evana hatine nivisandin. "Koka-Kola nîşaney bazirganî (Tescîllî Marka)" û tiştên ku di nav qola (kola) de hene hatiye nivîsandin. >>>>>

FETHULLAH GULEN Û STRATEJÎYA WÎ

SEÎDÊ SÎSÎ-18/12/08-Fethullah Gulen Erzerûmî ye. Ew xwe yek ji telebeyên Mela Seîdê Meşhûr (Kurdî=Bedîuzzeman) dihesibîne. Lê ew bi xwe bi resen û regesê xwe ve, mixabin ku Kurd e! Stratejîya wî versîyonek ji îdeolojîya Zîya Gokalp e û Turancîtî ye.

   Fethullah Gulen merivek ne tenê ye. Ew nimîner û endamê komel û rêxistin; çalakî û îdeolojî; sîyaset û dîplomasîyên herî kevin e. Werin em hinek hûrgilî li ser vê mijarê rawestin: >>>>>

EREQ DER

B.Ronahî-18/12/08- Di dema 1980 an de diktatorîya faşo li Tirkîyê mîrîtî  xist destê xwe.

   Wek hemi bajarên Kurdistana bakur, li Cûlemêrgê jî hemi xortan digirin û di bin êşkencan re derbas dikin.

Lê xort di ser wî halê xwe de jî moralê xwe xurab nakin. Henek û tiranên xwe hem li hevdû hem jî li kirinên  dewletê dikirin.  Kek Ûbeyit  Boraq. >>>>>

Li Hewlêrê conegayekî tirr ji 4 kesan berda

Hecî Cimo-16/12/08-Hewlêr-Law li Kurdistana me ya başûr bela û xezebên Xwedê qet kêm nabin.Ez bawer nakim ku li Spanyayê jî di festîvalên her salê yên conegayan de zîtirkên wiha bên avêtin.

   Li Hewlêra me ya ku dibêjin emê wek Dubaiyekî din di bazarên cîhanê de bidin ber lotikan, zirzir û gepirstûrên me yên simbêl boyax, conegayekî tirr ji 4 kesan berda.>>>>>

Bûşh û sola gennî

>>>>>

Çîroka şûjinê -TRT 6-

 

Kerîmo-09/01/09

Dema em zarok bûn dayik û bavên me em fêrî lîstokekê dikirin, navê wê çîroka şûjinê bû.

   Ev lîstok wiha bû, kê zû dest bi gotinê bikira, yê din her gotina wî dubare dikir.

   Êdî wê dubarekirinê mirov dibeecand û dawiya wê nedihat. Di encamê de yek ji me digriya û pevçûn derdiket. Û di dawîyê de yê em fêrî wê lîstokê dikirin wî jî li me dixist û çîroka şûjinê bi dawî dibû. >>>>>

Îcar malik li zimanê Kurdî xira bû. Arifê me berê xwe da TRT6ê

Cemîlê Çargurçik- 08/01/09-Swêd- Li ser bextê fitne û fesadên kolanên bajarê Stockholmê be, dibêjin nivîskarê qirase û zimanzanê zimanzanan Arif Zêrevan, berê xwe daye Tirkiyê û TRT6ê.

   Dibêjin Arifê me gotiye:”Bi sê telaqên jinberdanê TRT6 hewceyî zimanzanekî weke min e. Kurdîya TRT6ê çirto virto ye, ne ez bim kesek nikare wê rast bike û têxe rêza zimanan. Heta ez di TRT6ê de “ku” nekim “ko”, heta ez nêr nekim mê, mê nekim nêr û nebêjim “Kurdekê”, heta ez Mistefa nekim "Mistefayî", Kurdîya TRT6ê rast nabe” filan û fîstan. >>>>>

GÊZER

B.Jîndar-08/01/09- Gêzer pincarek wek tiviran reha xwe wek singan (qazûx) xwe di erdê de berdide. Herçend di eslê xwe de pincare jî lê wek dikakan (zerzewat) çandinîya wê tê kirin, pir bi vîtamîn û mîneral e.

   Di dinê de 60 cûreyên wê hene. Bi rengan ve pirteqalî, zer, reş û mor in. Dikakek du salanî ye. Sala pêşîn belgan dide. Belgên wê kesk in û wek sibitê têltêl in. Sala diduwan di nav wan belgan de kulilkên wê yên spî û peyazî yên wek sîvankan xwe didin hev, di havînan de vedibin. >>>>>

Li Tirkan hal e ma li Kurdan çi hewal e

Sîmon Kurdo- 07/01/09-Israîl- Tirkan dest bi zîtirkan kir û derketin kolanan. Ji Kominîst, faşîst, dîndar, hiqûqzan û ker û bergîlên wan bigrin heta bi mişk û pisîkên wan jî bûn dijminê Israîlê.

   Tew zêdebûna ser kezebê ew e ku Kurdên xwelîliser jî radibin li bajarên Kurdistanê dijminatîya Israîlê dikin û pişgirîyê didin Hamasa ku dijminê riknê milletê Kurd e. Filistînîyên ku di dîroka xwe de rûreşî û dijminatî li himber Kurdan kirine >>>>>

Aha keşe ev keşe ye

Tecawizcî Coşqûn- 06/01/09-Stenbol- Li gora dibêjin, dibêjin keşeyê katolîkan keşe Ksawery Knotz ê Polonî, tirr ji dînê katolîkan berdaye û cemeeta katolîkan kiriye du parçe.  

   Keşe Knotz di malpera xwe www.szansaspotkania.net de pesnê giringî û pêwistîya seksê daye û gotiye:“Jina min ji min berdayî be, bi serê Îsa û Mûsa, kesê seksek baş bike û lotikên kesanedî li hev xe, weke ku here bihuştê. Ewqasî ku xêr e“ filan û fîstan.

    Keşe Knotz dîsa dibêje:“Ez bi wê bêhna nav şeqê we kim  >>>>>

Ji bo bîranîna Hrant Dînk

Wêne Gurgîn Bakircioglû

Di şertên îro de TRT 6 ne ji xêrê re ye

Derwêş  M. FERHO-05/01/09-

 

Ev bû demek ku hem Kurd hem jî hin ji Turkan li ser hatina TRT 6 diaxivin. TRT 6 ji testê bihurt û dest bi weşana xwe kir.

   Roja sersalê TRT 6 programek amade kiribû û min jî lê nêrî. Paş re min li hin programên din jî nêrî. Ya Xwedê ya Yezdanê mezin. >>>>>

Xwezîyên pînekirî

Pîroz- 04/01/08-

Neynikên nijdevanan wêneyên we

ji pişka nehînê derxistin

 Û dengêwe di rewşên awarte de

Sar kirin

Peyvên we li xwe digeryan

Çunkî bê vedengbûn

Hiş û bîranînên we bi çavgirtînkê dilîstin

Lewra wateya hebûnê di

Dilê we de şaxdaye

Venekşin li himber lehya kîn û xwînê

Êdî nema >>>>>

 

Mêrê min dixwaze hewîyê bîne ser min xaltîka Fatê

Helîmcanê- 03/01/09- Zaxo-

Xalîka Fatê

Ez jinek 25 salî, ciwan, nermik û germik im. Hema bêje wek Turkan Şoray çavbeloq û lêvqelew têm. Lê serê min û segbavê mêrê min bi hevre ketiye belê.

   Belqityo 20 salan ji min mezintire û fîşekên wî dest bi qelpkirinê kirine. Lê dîsa jî li ser dûvê xwe rûnanê û doza jinekê din dike. Ji xwe piştî ku hikûmeta Kurdistanê qanûna pirjiniyê qebûl kir, mêrê min yekcar hartir û timakartir bû û bi sê telaqên jinberdanê sûnd xwariye ku hewîyê bîne ser min rebena xwedê. >>>>>

Serokê Kurdistanê sersala nû ya zayînî li gelê Kurdistanê pîroz kir

Bi minasebeta sersala nû ya zayînî, serokê herêma Kurdistanê mesajeke pîrozbahiyê pêşkeşî gelê Kurdistanê kir, û ev li jêr teksta wê ye: >>>>>

ŞAKIRO Û ŞAKÎRA

Cembelîyê Botî-31/12/08-Colemêrg- Bav û bapîrîn me dibêjin: “Dinya bi dorê ye ne bi zorê ye”.

   Berê me di TRT ê de carnan  guhdarîya reqase û dengxweşa Amerîkî Şakîrayê dikir. Û dilê me bi me disot. Me digot:"Ji boy çi yekek wek Şakîra Amerîkanî di TRT ê de bi Îgilîzî stranan dibê,  û em 900 salin bi wan Tirkan re bi hevre dijîn çima dengbêjên wek Şakiro Kurdî nabêjin". >>>>>

Ha wilo ha, min di we kirinoooooo!

Teradîno- 30/12/08- Izmîr- TRT6 bû benîştê devê her kesî. Yên li gel û yên li dij. Lê ez bixwe wek teradînekî Kurd li gel her gotinek Kurdî me. Tu dixwazi bila ker bi kerîtîya xwe bi Kurdî bizirre û bêje !zirrrrrrrrrrrr“ ji bo min pîroz e.

   Ma di vê dema xurtbûna asîmîlasyonê de kes kare li dij weşandina zimanê Kurdî, stranên Kurdî derkeve? Ez bi xwe dernakevim. Kî derdikeve jî serê min pê naêşe. >>>>>

Partîya Çeqilmast

Nûrî Çelîk-30/12/08- Ne li ser xêrê be. DTP dîsa çepên Tirk li serê gelê Kurd dike bela û biryara „namzetên hevbeş“ dan.

   Partîyên ku li Stenbolê li Otêla Taksîm Square hatin cem hev (DTP, ODP, SP.EP, EHP,TKP) û gihan encamekê. Encama çi hûn zanin? Encama „derxistina namzetên hevbeş“. Ango; Wê ev partîyên sosyalfaşîstên Tirk li ser pişta DTP û bi keda Kurdan namzetên xwe derxin û bibin serokê şaredarîyên Kurdistanê.. >>>>>

Lotikên Stenbolê û Qaçak Çay

Qosarî- 29/12/08-Stenbol- Gava mirov li bajarê Stenbolê digere, mirov her wax û maxa dibîne. Li kolana İstiklalê gava mirov digere, mirov dibeje qey podûyom e û kesên li qadê jî mankenin. Herkes dixwaze hunerê xwe nîşan bide. Lê tiştekî ecêbe ku temaşevan tunene.

   Ez jî yekcaran derdiketim nava wan. Dema ku ez derdiketim, erd diqelişî, ezman ji hev vedibû. Li ber min rê vedikirin. Xwe li ber bejn û bala min ditevandin. Digotin haware ji bo xwedanê mezin me ji destê wan hunermendên dev bi lalûte xelas ke. >>>>>

Çima Kurd jî bi rovyê heşandî nakevin Guînnessê?

Rovî- 28/12/08- Romanya- Birastî çima Kurd nakevin pirtûka rekoran a Guînnessê? Ma wek xelkê jî nayên law? Binerin bê Romanî çawa ketin Guînnessê.

  Mêrikan rabûne 392 metro dirêj sosîsk (rovîkên goştê berêz) çêkirin û tirr ji pirtûka rekorê şikenandin. Hem sosîskên xwe xwarin û  hem ji navek bi dû xwe xistin û ketin Guînnessê.

   Birastî çima Kurd bi „Rovyê heşandî“ nakevin Guînnessê ka hûn nabêjin? Ma Kurd ji Eyşika Ereb in babam, wîî!

    Meselen Kurd karin wan rovyên zêde ji zikê xwe derxin, wan bi hev bidrûn, bi goşt û savarê dagrin, bikelînin û kîlometroyekê dirêj bikin. Aha ji we re rekor û ketina pirtûka Guînnessê.

   De hay dê qurban, werin rovyê heşandî

 

Sirro di meclîsê de ye


Cegerxwîn Selhê-27/12/08-Belê hevalên birêz û hêja, ya rastî em nema wêrin bêjin birêz, lê dîsa jî xem nake.Heger ku em bikevin dojeha Tirko jî em ji rastîya xwe venagerin..
   Em bên ser mesela xwe. Parlementerê Partîya Civaka Demokratîk (DTP) Sirro, dîsa lotîkek doxînsîstkirî avêt û ji CHP'ê tirr û fissên genî berda.
   Di meclîsa Tirkolerkên dêqehpên asenayê de, di pey ku li Siroyê me derew kirin, Sirro xwe negirt û êrîşî faşîstên doxînsist kir û malik li wan viritand. Em bêjin lotikên Sirroyê me li ser xêrê be û berdewama wan kulm, pehîn û lotîkan dixwazin.

   Xwezî bi wê roja ku Sirroyê me Denîz Baykal, Erdogan û Bahçelî jî bide ber kulm û pehînan û hûn sax!

Ez di xewna xwe de şimik û şekalan davêjim jina xwe Xaltîka Fatê

Kanîwarê Pêxwas-27/12/08- Kudistan-

Tu zani, şekala wî qûnekê rojnamevanê Iraqî bû mode û rojeva dinyayê tirrek kir.

   Te dît gava ewê Iraqî sola xwe avêt serok Bûşh newlo? Aha pirsa min jî li ser sol û şekala ye ellawekîl.

   Madem şekalavêtin bûye mode, de min go ezê bi xaltîka xwe bişêwirim û binerim bê ka xaltîka min Fatê li ser şerê sol û şekalan çi difikire. >>>>>

Israîlê rê neda seksa garankî

Sîmon Kurdo- 26/12/08- Israîl- Terîqeta Raelîan terîqetek seks û lotika ye. Endamên vê terîqetê bawerin ku bi seksa garankî wê aştî bê dinyayê û şer namîne.

   Vê carê jî endamên terîqeta Raelîan, dixwestin li Israîlê seksa garankî „kê kir kê“ bikin da ku şerê navbera Israîl û Filistînê raweste. >>>>>

 

Li ser xêrê be, li Mêrdinê ''Leylan Cafe-Kîtap'' vebû

 

Metîn Mêrdînî- 25/12/08-Mêrdîn- Ji qala Tirkan ve ''dûydûk dûymadik demeyin'' û xwe nebihîstî nekin.
   Li bajarê Mêrdînê  ''LEYLAN CAFE-KİTAP'' vebû, li ser xêrê be û serkeftin ji bo we hevalno.
  Ji bo Mêrdîn tişteki nuh,hêja û pir hevce bû. Bi giranî pirtûkên Kurdî  di refan de cihê xwe girtiye. Hûn karin pirtûkên nivîskarên Kurd ji Îrfan Amîda bigrin heta bi Rênas Jiyan û gellekên din peyde bikin.
>>>>>

 

Ma Mahmîd bê xweyî ye?

 

Doxînsistê Torî- 25/12/08-Kurdistan-

Rojekê li Cizirê mirovekî televizyona xwe bir ser tamîrê. Hostê feqîr ê televîzyonê dît ku di nîvê camê de kunek heye. Bi meraqdarî ji xwedî pirsî: "Xwedêkî televîzyona te çima holê lê hatiye?"

   Zilam dike nake ji wî re nabêje. Dawî hingî hosta gelekî li ber dixe, xwediyê televîzyonê dibêjê: >>>>>

Lêborînek

Di 24/12/08an de nivîskarê me Tecawizcî Coşqûn, nivîsek bi navê „Kurdekan bûn qurbana lotikên Tirkekan“ nivîsandibû û di derbarê kujtina xortê Kurd Muhsîn Teha de agahdarîyên xelet bi dest xistibû.

   Di nivîsa nivîskarê me de hatibû gotin ku sedema kujtina Muhsîn Teha û brîndarbûna Tehsîn Teha û hevalên xwe ji ber neketina pavyonekê bûye. Lê kurmamê Muhsîn, Abdulselam Hesen Mihacir rastîya bûyerê ragihand û got ku >>>>> 

Jan Dost û hestîkevajtin

Xelefê çavbikil-23/12/08-Di hevpeyvînek xwe ya di Netkurdê de 30.8.2008, rewşenbîrê me yê rexnegir,lêkolîner û romannivîs Jan Dost, şûrê xwe li dijî rewşenbîrên Kurd hildide, wan dide ber hev û wisa pê de dire:"Piraniya rewşenbîrên me yên niha terî û dûvikên siyasetmedaran in. Di siya paltoyên siyasetmedaran de dimeşin. minafiq in û tirsonek in. Li pey hestiyan in. >>>>>

PSK lotikek li Brokê me xist

Hesenê Kuriskê-22/12/08-Girherînê-

 Gelî Kurdan,  ê ku ji we bihîstîye ji xwe bihîstîye ê ku nebihîstîye jî bibhîzin. Brokê me (Îbrahîm Gûçlî) ji HAK-PAR ê veqetîya! Lê ne hûn sedema veqetandina wî ji me bipirsin û ne em karin ji we re bêjin.Wîna bixwe sedemên veqetandina xwe bi nivîskî daye xuyakirin, lê ka ew mêrê ku karibe nivîsa wî hemî bixwîne û jê fêhm bike.

    Camêro nivîsek wilo nivîsîye ku weke bîra bê binî ye, tu çiqas dadikevê tu nagihije binî.Tiştê ku min tenê jê fêhm kir, sedema veqetandina wî grûba Rîya Azadî ye. Yanî PSK î ne. >>>>>

Kalo û qomûtan

Doxînsistê Torî- 21/12/08-Kurdistan-

Rojekê li gundekî Farqînê kalek û jina wî pîr hebû. Kurekî wan hebû ew jî derketibû çiyê. Qomûtanê gund bi çûna kurê wanî çiyê dizanîbû û mehne li kalo û pîrê dikirin.
   Çend caran girtibû ser mala wan û ew dabûn êşkenceyê jî, lê belê qomûtan tiştek ne ji kalo û ne jî ji pîrê fêhm nekiribû.

    Gava qomûtan aciz dibû digot eskerên xwe, "kalo bînin lan!"
Eskeran kalo dianîn û qomûtan bi êşkencê pirs lê dibarandin. Dawiya dawî qomûtan êdî serê xwe bi kalo re didît.
   Ji ber êşkenceyan hal di kalo de nehiştibû û feqîro gelekî aciz kiribû.
>>>>>

Febrîqe jî ne weke wê ye

Kevîn Kurdson- 20/12/08-Amerîka- Kurd bi çêkirin û anîna zarokan meşhûr in. Lê babam, bi ellawekîl Mîchelle Duggar a 42 salî qûş li Kurdan qetandiye.

   Xanimê di 42 salîya xwe de bû dêya 18 zarokan û niyeta wê heye berî bi mirinekê hejmara zarokên xwe bike 101. Zarokanîn ewqasî li xweşîya wê û mêrê wê Jîm Bob Dugger (43) çûye ku, ji febrîqeyekê zêdetir dixebitin û 24 seetên xwe didin lotik û zîtirkên zarokçêkirinê.

   Welhasil, xanim Mîchelle Duggar zaroka 18an jî anî û hema bêjin nêzîkayî li rekora dinyayê kir.

    Bi sê telaqan yeke wek Mîchelle xanimê jina min bûya, ezê bi xêra febrîqa wê bibûma milyoner ellawekîl, pekkkkk!

Çi mal di bin wê alê de heye pekkkkk!

Abdullah El Kurdî- 19/12/08-Misir- Tirk ewqas xwedî kompleks û kêmşexsîyetin ku di destê wan de tenê ala wan maye. Gerçî helal be ji wan re, mêrikan ewqasî netewperest û hevdûgir in ku meriv ji wan diheside û dibêje “xwezî em Kurd jî wek wan netewperest bûna, me ji hev hez bikira”.

   Welhasil, ala Tirkan di bêrîka her Tirkekî de heye. Hetta gava diçin avdestxanê dirîn jî, ala xwe dadiliqînin û ji kêfa ala xwe re dengê tirr û fissên wan di ezmanê heftan re derdikevin.

   Li ser bextê Erebên bajarê Qahîrê be, dibêjin balyozxana Tirkiyê a Misrê >>>>>

Ez dixwazim bibim general jinxala Fatê

Ibrahîm Behdînî-19/12/08-Duhok-

Bi silav û rêzên min û ez herdu çavên te radimîsim jinxala Fatê.

   Ezê zêde serê te neêşînim. Ez niha şivantîyê dikim û li gundekî Duhokê dijîm. Piştî min navûdengê te bihîst û tew gava min wêneyê de di Lotikxanê de dît, jina min wek Barack Obama li ber çavê min reş bû û ji wê rojê û virde ez nexweşê te me.

   Ez bi serê te û bi herdu hêkên nav lingên Mam Celal kim, çi cara ku ez diçim ser doşeka jina xwe >>>>>

BEXDENOZ

B.Jîndar-18/12/08- Bexdenoz jibo mirov ji çiq û belgên wê faydê jê bigire tê çandin. Belgên wê yên kesk jibo tamxweşkirin û xweşikahî, wek garnîtûr dike ser brûş ( şorban), giraran û seletê. Çiqên wê jî dike nav  şovayê ( xarinên rohn yên wek tirşîkê).

   Du cûreyên wê tên çandin, ya belg mezin û ya belg hûr û xingilok (kej). Pancar an jî dikakek ku di her malê û midbexê de wek baharat tê bikaranîn û gelek faydên wê jibo bedena mirov heye. >>>>>

 

Kurd ji Kurdistanê beref  Elmanya û bajarê Kölnê ve

 

Armanc Egîd-16/12/08-Elmanya Bajarê Köln (Cologne) ku dikevite herêma NRW (Bakurê Ava Rhain) ê  ji 975,000 mirovan pêk dihêt. 32% ji welatê Tirkiyê ne, ji wan jî pitirî jê Kurd in.

    Li dîfra Yûnanî dihên, Îtalî û Kurdên îraqê. Li ser hisabê welatên Sûriyê û Îranê jî Kurd piranî ne ji xelkên wan welatan. Anku; li vêre Kurd ji hemî milletan pitir in.

    Bê guman li dewrûberê bajarê Kölnê jî çend bajarên mezin girêdayî bi herêma Kölnê ve hene mîna Welatê Çiyayî (Bergisch Land) >>>>>

Şivanê me vedigere welatê xwe „Turkîye“

Tacdîn Baran- 16/12/08- Almanya- Televizyona Tirk TRT8 serê salê dest bi lotikên Kurdî dike û lotikvanê me Şivan Perwer xistiye lîsta xwe.

   Dibêjin xwedêgiravî parlamenterên di nava AKP de jina xwe ji xwe berdane û gotine.“Bi sê telaqên jinberdanê, heger Şivan Perwer neyê di TRT8 de nexebite, em qebûl nakin qerdeşim“ û doz li rayedarên TRT kirine ku Şivan Perwer dawetî vekirina TRT8 bikin. >>>>>

Hesil mejî bê guhertin babam!

Zinar Qelemşûr- 14/12708-Stenbol- Tirk şikl û şemalê nasnameya xwe diguherin. Yanî qaşo nasnameyek çû çêdikin ku kes nikaribe wê kopî bike û yên sexte çêkin.

   Lê piştî ku mejîyê Tirkan neyê guhertin, nasname guhertine çiye û neguhertine çiye, hêêêç! Yanî nasnameyên wan xweşik bin, saxlem bin, rindik û mindik bin çi tê guhertin? Dîsa hêççç!   

   Ma go Tirk bi xwe sexte û ne medenî bin, mejîyê wan mejîyê qirnê esheba bin, bi ellawekîl ew pasaportên xwe, nasnameyên xwe, kiras û binkirasên xwe jî biguherin fêde nake.

   Ma kesî dîtiye jinika qereçî bûye xatûn?

 

SÊV

B.Jîndar-13/12/08- Dara sêvê heta 8 metroyan bilind dibe. Darek pirçiq, çiqên xwe di rexan ve berdide. Di mehên biharê de kulîlkên mezin yên wek gul şîlankan yên reng spî û peyazî

(Penbe) vedike.

    Pelên wê kesk in, li gor cinsê xwe alîyê bervajîyê pelê bi pûrt in. Ber bi havînê ve ew kulîlk dibin bûtik (çavik), paşê jî ew çavik û bûtik dibin fêkîyek tam û bêhnxweş. Ji wê fêkîyê re sêv tê gotin. >>>>>

                           Lotikxane 2006...     lotikxane@hotmail.com.