Adil Duran

Mirov be bibe qominîst

Bavê Ronahî

Seîd Axayê Giravî

Lezgîn Þêxo

Nexweþîya nefsî

 

Bavê Welat     

Çar gurên har

 

Xançepeklî Mihê

Kurdî hêsane yan Tirkî?

 

Aso Elîka

Elok û kûçikê har

Qado Þêrîn

Nivîskarê Derewçîn

 

Dr.Cino Astare

Koka zimanê Kurdî

 

                     

        Hindik û rindik.....           Magazîna % 100 Kurdî... 

Arþîv                                 info@lotikxane.com              lotikxane@hotmail.com            

Nevîya Seddam

Xelef Can-02/07/06-Bisimleeeeeee! Neviya Seddam Hisên digel wêneyê xwe yê jorîn ev helbest ji me re bi rê kiriye. Em spas dikin û oldixî gîbî em diweþînin: „Xortê Kurda heyra hûnê çima çavê xwe bigerînin li Jessica Alba, Jennifer Lopez û Angelina Juliyan, hûnê binerin li bejn û bala min kara xezala, keça Reîna, neviya Seddamê Hiseyn xwediya dev û lêvên þekirîn, memik girover mîna sêvê Meletiya, keremkin ji xwe re binerin û bêjin bê çi kêmasiya qêla min heye ji ya wan xatûnên gawiran, felekê yeman, bêbextê yeman!“. Thank you mîss nevîya Seddam Hisên…..

Çeqel dixwaze bibe rovî

02/07/06- Çeqel Carlos (Îlîç Ramîrez Sançez) ê ku bi salan Dewleta Fransayê lê digeriya û di 1994an de li Sudanê hatibû girtin, serî li dadgehê da û got „Yabo ez nema îdare dikim. We ev navê Çeqel li min kiriye ez ji ber xwe fedî dikim haa! Çeqel navekî ne xweþe, ez dixwazim hûn navê min bikin Rovî yan jî Tajî“ û gilî û gazindên xwe kirine. Dibêjin Dadger jî fikiriye û gotiye „Na loo! Ez dibêjim em navê te bikin keftar çêtire“ û jiber çeqelîya wî dîsa ceze lê birîye..Brako, bi xwedê tu navê xwe bikî Rovî jî nema fêde dike û tu bikî hirço jî nema fêde dike..Hema li ser dûvê xwe rûnê û hew…

Zarokên dewleta diz

02/07/06- Gava dewlet diz be ma wê çilo xelkê reben diziyê nekin! Li bajarê Zonguldaka Tirkiyê xelk diçin nimêja roja Înê. S.T jî dibêje “De ji vê fersendê çêtir bi dest naveke” û pêlavên (sol-þekal) sofî û meleyê mizgeftê didize. Me bi riya emaîlê xwe gihand dizo û me jê pirsî. Kuro bêbav, tu fedî nakî di mizgeftê de solên xelkê didizî? Ewî got “Heyran ma hûn çima bela xwe li min didin? Ma gava dewleta me dewleta dizan be, ez rebenê xwedê ezê çima diziyê nekim? Ez bê þekalim, ma bila tîtik û derzî têkevin lingên min lo!” Îcar heyran bi xwedê masî ji serê xwe gennî dibe....

Misilman têrê nekir da dû kafirekî

01/07/06-Rabîa Ozden Kazan a sergirtî û nîjadperesta Tirk dev jim zilamên misilman berda û bi dû kafirekî Îtalî ket. Kazan berê wek dergistiya (destgirtî) Mehmet Alî Agcayê ku Papa brîndar kiribû dihat naskirin. Rabîaka ku di rojnama Ortadogu de nivîskarîyê dike û di her nivîsa xwe de dibêje „Ne Mutlu Turkum Diyene“ niha dibêje „Dilê min ji Elîko dixele, wê ê Îtalî bibe misilman û emê lotikên Tirk û Îtalyankî bavêjin hev. Ez bê mêr nema debar dikin bavo, ma bê xiyar dibe!“ û ji derûdora xwe re dibêje û dibilîne.Tiþtê Balkêþ eve ku Gîocînto Lîcursî ê Îtalî endamê Partîya Komunîste û kafirekî di ser xwe re ye. Bi ser de jî 46 salî ye. Lê xuyaye xiyarên Îtalî þîrîntirin bavo….

Ka reforma jê mezintir!

01/07/06- Heyran ji îro û pêde neheqîyê li Tirkan nekin û nebêjin “ew reforman nakin û ji medenîyetê mehrûmin!” Bi xwedê reformên ku Tirk dikin Afrîkanî nakin! Hûn belge û nimûnê dixwazin? De fermo! Li Sêwasê dewletê “Dibistana Þivanan” vekiriye û dîploma þivantiyê didin þivanên jêhatî. Þivanên ku baþ þîr bidoþin, baþ hirîya mîhan biqusînin, nehêlin ku pez li kolanan biþkulan bikin, bêhna mîza pez li gund belav nekin û pez birçî neynin nav gund û bajêr, ewê ji destê Walîyê Sêwasê “Dîploma Þivanê Baþ” bistîne û bi stêrkekê terfî bibe. Îcar li wêne binerin û destê xwe deynin ser wîjdanê xwe û bêjin: Ka reforma ji vê mezintir!?

Tenorên lotikvan

Rêzan-01/07/06- Li Tirkiyê bajarê Antalyayê du tenorên (stranbêjên operayê) biyanî bi lotik û cotikan rabûn hev. Tenorê Ukraynî Andrey Bruþensko lotikek li tenorê Bulgarî Kamen Chaney xist û ew totlanî hev hir. Li ser vê bûyerê, dibêjin Walîyê Antalyayê rabûye gotiye “Aha, îcar min riya dewlemendîyê dît! Bi serê Atatirk ezê li Antanyayê Lotikxana Tenoran vekim û bêrîka xwe dagirim”. Heyran bi xwedê Tirk serê xwe diþuxulînin ma bi derewa ye..Ka binerin bê ji nav Kurdan tenorek derketiye! Hemi stranbêj û hozanin lê heyran û qurbanên canin....

Luqman Cemîl kêm mabû ew jî hat

30/06/06- Hunermendê nermik û germik Luqman Cemîl bi emaîla xwe xwest ku em têkevin malpera wî www.luqman-cemil.com ê û li klîpa wî binerin. Heyran laþê me jî xuriya û me meraqa klîpa wî kir. Yabo me malpera wî vekir û hema vîrûsan êrîþî me kir, em ji mirinê xilas bûn. Kompûtera xebatkarê me ê li Amedê agir pê ket. Kompûtera xebatkarê li Stenbolê teqiya û kompûtera xebatkarê li Swêdê jî wek liba hinarê li binguhê dîwaran ket. Niha hersê xebatkarên me jî mane bê kompûter û em weþana xwe ji înternetcafeyên xelkê dikin. Luqman Cemîl! Tu deyndarê me û sê kompûteranî heyran! Em li xwîna xwe dibihurin lê li kompûterên xwe nabuhurin haa! Zû wê klîpa xwe bifroþe þîrketek dewlemend û perê me hazir bike qurban.....

Ava Sûsê yan Coca Cola!

30/06/06- Xelk çi diz kurê dizane ya starrr!Yaho ev xelk çi bêwîjdanin loo! Ne bext maye, ne ciwamêrî maye û ne jî namûs maye. Hema heçê ku hatine tiþtek ji rebenê Kurdan dizîne û wek mirîþka go kurk bikeve li ser hêkan rûniþtine û hebûnên Kurdan kirine malê xwe. Jixwe ava me a “Sûsê” mabû, Jonh Stîth Pembertonê Amerîkî berî 120 salî ew ji Kurdistanê herêma Mêrdînê dizî û navê wê kir “Coca Cola”. Haaa, birastî kesekî ji we ava Sûsê vexwariye gelo? Mêrdînîyan vexwariye em zanin lê hûn evên din? Heyran heger rojekê riya we bi herêma Mêrdînê ket jibo xwedê ava Sûsê vexwin.Lê hinek þekir û soda jî têxin nav heger Coca Cola jê derneket emê her 25 xebatkarên Lotikxanê jin û mêrên xwe berdin!

Þêx Seîd dijî

29/06/06- Rêber û Serokê berxwedana gelê Kurd Þêx Seîd efendî û hevalên xwe di 28 ê Hezîrana 1925an de ji alî dewleta nîjadperesta Tirk ve hatin þeniqandin û þehîd ketin. Em wek zarok û nevîyên wan, wan bibîr tînin û serê xwe li ber giyanê wan ê pakrewan ditewînin.

Jinên Kuweytî hazirîya lotikan dikin

29/06/06- Roja Pêncþemê li Kuweytê roja hilbijartinê ye. Ev hilbijartina pêþîne ku wê jinên Kuweytî hem deng bidin û hem jî karibin bên hilbijartin. Kultura parlamentoya Kuweytê ji salên 1960î destpêdike û heta niha dengdan û hilbijartina jinan heram bû. Piþtî þer û pevçûnek dûrûdirêj li vî welatê kofî û egalan dengdan û hilbijartina jinê hat qebûlkirin û jiber vê jî niha jinên Kuweytî dane lotikan û dibêjin „Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey demokrasî!“ û kiras û çarþefên xwe dihejînin. Yek ji wan jinên ku namzeta xwe danîye Fatîme El Hesen el Ebdulkerîm El Kureyþî ji me re got „Êêê, ene hibbek demokrasî yewel! Demokrasî kuweys wê“ û xwest em di lotikxanê de piþtgirîya wê bikin. De haydê serketin ya afretekanî Kuweytekan….

Þahîno lotikek li îslamê xist

29/06/06- Serokê Beþê Felsefa Îslamê a Fakulteya Îslamê a Zanîngeha Selçûkê Doç.Dr.Þahîn Fîlîz di derbarê sergirtina jinan de dibêje „ Di ola îslamê de ciyê þerpê (sergirtina jinê) tuneye û di Quranê de ayetek ku sergirtinê ferz dike jî tuneye“. Fîlîz dibêje „Sergirtina jinê adetek Cihûyane (Yahûdî) û ji wir derbasî nav îslamê bûye“.  Fîlîz bi berdewamî dibêje „Misilman ji kultura ku jinê wek însan nabînin hatine, îslam hê nihare însanbûna jinê hezim bike û di derbarê sergirtina jinê de tu hedîsên Hz.Muhemmed jî tunene“.  De yabo hûn Profesor. Doçent, Doktor,Þêx û Melle li hev, gotin li me nakeve heyran....

Pûtîn diran qiriçandin

29/06/06- Dibêjin piþtî ku terorîst û heramîyên Iraqê çar dîplomatên Rûsî serjêkirin û goþtê wan avêtin ber pisîk û kûçikan, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn pir aciz bûye û xew neketiye çavên wî. Rabûye emir daye Sazîya Îstîxbarata Rûsyayê û gotiye “herin hûn jî wan bigrin û di devê wan de bimîzin. Heger hûn destvala bi ser min de vegerin ezê di devê we de bimîzim” û bûye kufkufa wî. De xwedê bikim Rûs jî dev ji dostanîya Erebên Bedewî berdin belkî hema dostanîya Kurdan bikin bavo..Ma heta kengî wê Rûs dijminatîya me bikin?

Vîctorîa da lotikan

 

28/06/06- Di nav jinên fûtbolcîyên dinyayê de Vîctorîa Beckham a herî balkêþ û seksî hal hilbijartin. Li gor ankêtekê Vîctorîa ku berê stranbêj bû, ji sedî 35 deng stendin û lotik li hemi jinên fûtbolcîyan xist. Kuro ev jin jî îþ û karê xwe zanin haaa! Zanin ku fûtbolcî lotikên baþ tavêjin û þerwalê wan tije pere ye, hema xwe li wan digrin û bi çavgirtînkê dilîzin. Ma çima kes mala xwe xiranake û bi karmendên Lotikxanê re nazewice hêê!? Çunkî Lotikxanecî feqîr û birçî ne..Dewlemend li me nagerin û feqîr jî dev ji me naqerin, de îcar bû çi yabo!

Genan(kirnî) bela xwe li Tirkan daye

28/06/06- Tirk ji qede û belê xilas nabin û ji her alî de xezeb bi ser wan de dibare. Niha jî genên (kirnî) welatparêz bela xwe di Tirkan de daye û heta niha nêzîkî þeþ Tirkan kujtine. Genên ku ji xwîna heywanan têr bûne, îcar bi xwîna Tirkekan zikê xwe têr dikin û heyfa Kurdan ji wan hiltînin. Heta niha li gellek bajarên Tirkiyê þerê gen û Tirkan berdewam dike û ji herdu alîyan jî kujtî û brîndar hene. Nexweþîya ku bi navl Kongo-Kirim tê binavkirin bi riya genan li Tirkiyê belav dibe û Tirk ji ber van genên welatparêz ketine helakê. De xwedê qiwetê bide wan..

Wey bavoooo!

27/06/06- Kevnebanûya bedewbûnê Elîsabetta Gregoracî a Îtalî di RAÎ TV de lotikên ecêb avêtin. Birastî me zanîbû Îtalî zinêkarên baþin lê me bîra vî qasî nedibir. Elîsabetta xanim dibêje „jibo ez karekî ji xwe re bibînim, min û Berdevkê Wezareta Derve Sottîle di parlamentoyê de bi þev û roj bazdida ser hev û me di parlamentoyê de bi çavgirtînkê dilîzt. Ev jî nebes bû îcar me di ofîsa (ode-mezel-xurfe) Serokwezîr Berlûsconî de jî li tama hev dinerî û lotik tavêtin hev“ û filan û bêvan. Ya starrrr! Çima hûn nabên Parlamentoya Îtalyayê bûbû kerxane bavê min!!

Bela wî li brayê wî jî ket

27/06/06- Brayê Receb T.Erdogan Hasan Erdogan mir. Em nizanin bê ew mirovekî çawa bû lê bila dîsa jî rehma xwedê lê be. Dibêjin Doktorê wî ji hevalekî xwe re gotiye „Hasan berî go bimire ji min re got „bela wî Kasimpaþalî Erdo li min jî ket. Malxirab hingî derew li feqîr û fuqaran kir û li gotinên xwe xwedî derneket, ez bi kanserê xistim. Ez niha nizanim ne ez cehnemî me û ne cunnetî?“ Heyran, bi xwedê heger tu li brayê xwe hatibî ji sedî sed cihê te agirê cehnemê ye. Na heger te di dilê xwe de rojek jo rojan duayek ji Kurdan re kiribî jixwe derîyê buhuþtê li ber te vekirî ye. De yalla bye byeee !

Agadariyek giring ji wezareta werziþ û lawan ya hikumeta herêma Kurdistanê.

Berdewam wêne bitikînin

Lotikxanê polîsekî din jî dîn kir

26/06/06- Li bajarê Izmîrê polîsê bi navê Kamîl Dokûmacioglû di înternetê de seyran û pîyasê dike. Geh dikeve malperên seksê, geh dikeve malperên Tirkî û carekê bêhemdî xwe jî dikeve malpera Lotikxanê. Dikevê û nema jê derdikeve. Bêhn lê diçike, çav lê sor dibin û dibêje „way boluculer way! Way irz duþmanlari vay“ û aqil di serî de namîne. Di wê kêlîkê de cîranê wî kerta daweta qîza xwe belav dike. Ê polîs hema kêra xwe dikþîne, mêrik dide ber kêran û dibêje „ yuzdeyuz sen de Lotikxanecîsîn“. Polîsên qereqolê tên hewarê lê polîsê me hevalên xwe jî dide ber kêran û lotikan li wan dide.

 Hirço ket hepsê

26/06/06- Li Tirkiyê bajarê Samsûnê, kesekî jibo ku hevalê wî jê re gotibû „hirço“ bi kêran ket ser dilê wî û tam 47 derbeyên kêrê lêxistin. Cemal Yamanê bavê du zarokan koçkir dinyaya din û hevalê wî hirço jî berê xwe da hepsê. De xwedê xêra herduwan qebûl bike û xwedê bikim Tirk hemi bi kêr û xincerên soranî rabin hev û qira hev bînin.. 

Textorên Tirk û virq

25/06/06- Li Colemêrgê rebenê Necîn Çetînê 12 salî berî neh salan dikeve nav agirê tenûrê û diþewite. Bavê wî Abdullah Çetîn û xuþka wî Adîle Çetîna ker û lal li ber barê Necîb radibin û wî nexweþxane bi nexweþxane digerînin da ku rehet bibe. Necîbê 12 salî heta niha 49 carî emelîyat bûye lê rehet nebûye. Niha amadekarîya emelîyata 50. dikin. Yanî maneya wê eve ku textorên Tirkiyê nehêjane pênc qirûþan û nikarin zarokekî tehet bikin. Atavirqo jî gotibû “heyran benî Turk doktorlarina teslîm edîn” (Min radestî doktorên Tirk bikin) o textorên Tirk firandibû ezmana..Textorên Tirk bilind firiyan lê di emelîyata Necîb Çetîn de nizm ketin...

Civaka Tirk top avêtîye

25/06/06- Tu xêr û bereket di Tirkan û civata wan de nemaye. Bûye berdîberdan û çûye. Ji zinêkarî û kujtinê bigrin heta bi tecawuza keçên xwe êdî di cikava Tirkiyê de bûye adet û jiyana rojane. Me ji hertiþtî bawer dikir lê ji kujtina kur û bav bawer nedikir. Wa ev jî li civaka Tirkekan zêde bû. Li bajarê Rîzeyê nîqaþa di navbera kur û bav de bi kujtinê dawî hat û bav lotikek li kurê xwe xist, ew bi cehnemê þa kir. Cafer Kesîmal kurê xwe Suat Kesîmal ê ku bi kêrê êrîþî wî kiribû, da ber fîþengên demançê û got “way anasini belledigim orospu çocugu” (wey min di dayika te kurê qehpikê kutayo) û mêranîyek kesanedî kir. Tirkin kaka Tirkin Tirk! Anasini de beller babasini da.....  

Bedewa xewger

 

24/06/06- LÎztikvana bedew û nîvsexsî Jennîfer Anîston li xwe mukur hat û got „heyran bi serê we ez di xew de digerim. Carna diçim mala cîranan, carna diçim dikevin paþila zilaman, carna diçim nêçîra xortên nermik û germik û carna jî ez xwe di nav nivîna jinek spehî de dibînim“. Tu çima nabê xwedê daye te heyran! Her þevê di paþila zilam û jinekê de bi destê kê dikeve! De ka ji kerema xwe carekê jî riya xwe þaþ bike û were Lotikxanê jî, ma em ji Eyþika Erebin Jennîfer xanim!

Ecêba kesanedî

 

24/06/06- Li Meksîkayê ecêba kesanedî û dizîya nebînayî çêbû. Li Eyaleta Kalîfornîya jêrîn, nehîya Vîlla Constîtucîonê jinika bi navê Ana Valîera Sanchez jhi alî hinek kesan ve tê revandin. Ana bi hemile û li bendî cêwîkan e. Adinî rojê, dizên meþhûr Ana bi sezeryanê (emelîyatê) zikê wê diqelêþin, herdu cêwîkên wê didizin û nebedî dibin. Lao eman eman hay ji xwe hebin! Ji xwe jinên ku li bendî cêwîk, sêwîk û çarwîkan bin bila ji malên xwe dernekevin yan bi xwedê wê bi kêr û xinceran zikê wan biqelêþin! Ji xwe dibêjin di nêzîk de wê li Tirkiyê çeteyek bi navê „Çeteya Revandina Cêwîkan“ jî çêbibe. Ji me gotin….  

Horîya buhuþtê

23/06/06- Yek ji sîmayên herî xweþik ê modeya dinyayê Adrîana Lîma, ji kovara GQ a Amerîkî re dibêje „ez hîna keçik (qîz) im û perda min nehatiye qetandin, mêþekê jî xwe li ser min dananîye“. Yanî; xanimê wek horîya buhuþtê paqije, dest lê neketîye. Ya starrrr! Hem xweþik û hem qîz! De werin û mala xwe nebin mîratê! De ka bila tu têketa destê Kurdekanên me bê birastî te çîrvîrî hev dikirin yan na! Ya rebbî tu me ji jinên wek Adrîana biparêzî, estaxfurullahîlezîm! Em dîsa gunehkar bûn…

 

Kalo ji kalo dizî

 

23/06/06- Li Bajarê Adanayê kalek li ber derîyê mizgeftê di xewre diçe. Rebeno ji xwe re dibêje “vir mala xwedê ye, ezê ji xwe re hinekî rûnêm û bêhna xwe berdim” û xilmaþ dibe di xewre diçe. Kalek din ji mizgeftê derdikeve û dibîne ku kalo razaye û gopalê wî xweþik e. Ev kal jî dibê “de vir mala xwedê ye, ez gopalê wî bidizim jî ne gunehe, xwedêteala di mala xwe de guneh li min nabire” û radibe gopalê rebenê din didize. Ev jî tam wek mesela nivîskar û malperên me Kurda ye. Herkes nivîs û nûçeyan ji hev didize lê tukesek jî li xwe mukir nayê..Yanî diz ji dizan didizin haa! De xwedê xêr bike...

Hugo serê Qeddafî xwar

02/07/06- Serokdewletê Venezuelayê Hugo Çavez jibo hevkarîya petrolê serdana Lîbyayê dike û dibe mirç-mirça wî Muammer Qeddafî maçî dike. Piþtî maçîkirin û girêza devê wî, îcar preskonferansekê dide û dê û jinê Amerîkayê tîne pênc qirûþan. Tabî Qeddafî jî ji tirsa Amerîkayê dev li zimanê xwe dike û bi dizî ji Hugo re dibêje „Kuro bêbav hêdî bajo lao! Jixwe çadirek min hebû Amerîkayê bi bombê ew þewitand, çavê te lê ye dîsa lotikan li min bide bavê min!“ Piþtî konferansa Hugo Çavez, Wezîrê derve ê Lîbyayê Abdurrahman Þalgham derket pêþberî kamerayê û bi lerz got „Hema jina min ji min berdayî be gotinên Hugo Dewleta Lîbyayê girê nade“ û reviya þikeftê…Qeddafîyê ku bi zor û heft bela navbera xwe û Amerîkayê nerm kiribû, bi saya Hugo Çavez dîsa ket taswasê û ji xwe re li çadirekê ku bombe têre derbas nebin digere…

Referandûm

 

Karûþo 02/07/06- Serokê KKKê A.Ocalan, bi rêya ebûkatên xwe pêþniyarî DDPê kir ku divê di sê merheleyan re derbas bibin da rojekê berî rojekê ji her derê Tirkiyê demokrasî bipijiqe. Pêþniyara wî yek jê referendûm e. Îcar ji ber ku herdu pêþniyarên wî ên din jî tiþtin wilo ne û kêfa xwendevanên me jî ji nivîsên dirêj re nayê, em ê dev ji wan pêþniyara berdin û wek xelk û millet, wezîr û kizîr û reyisên Lotikxanê pêþniyareke xwe ji rêberên xelkê “Mezepotamyayê” re bibêjin.  Pêþniyara me ev e: Gava we berê xelkê da referandûmê, bila her kes di kaxetekê de jî bide xuyanîkirin bê tirkan çend kes ji malbata wî/wê kuþtine û kaxetê biavêje sindoqa zîtirkên bi tirkî! Em hêvî dikin ku hûn me neþkînin!

 

Can bi qurbana sêvan be

 

02/07/06- Li Erûhê Mustafa Çetîn, li nav bexçê xwe ê sêv û xoxan dibîne ku hirçekê xwe dadaye nava bexçe û dest tavêje namûsa sêv û xoxên wî. Ew jî diqehire û dixwaze bera hirçê bide û namûsa sêv û xoxên xwe ji destê hirçê xilas bike. Lê hirç xwe dadide Mustafa Çetîn û hilê wî li milê wî dike, ser û parsûyên wî diþkîne. Welhasil jina Mustafa Çetîn Wetha Çetîn çiftê ji malê tîne, çend fîþengan bera hirçê dide û namûsa mêrê xwe ji destê hirçê xilas dike. Dibêjin Çetîn gotiye „Ez li ber þikenandina ser û parsûyê xwe nakevim, ez li ber sêv û xoxên (þeftalî) xwe dikevim haa! Bila can bi qurbana sêvan be“ û hêsrên (rondik) çavê wî hatine xwarê. De heyran derbasbûyî be, bi soz emê ji hirçê re bêjin bila carek din nekeve bexçê te pismam…..

Bang li partiyên Kurdan bo xwendevanên Kurd li Ukranya

Kakþar Temir-01/07/06- Maþalla ji xwedê re xwendevanên Kurd li Ukranya gelekin, lê pirsgirêkek heye, ku piraniya wan nema dixwazin vegerin welêt. Piþtî xelaskirina xwendina xwe, li gorî lêkolinan sedemên giring lotikxane ne. Ew dibêjin ku lotikxane li Kurdistanê tune, ku rojên Þemiyan û Yekþemiyan lotikan nedin sebra wan nayê. Sedema din ewe, NATAÞA BELAÞIN, her yek ji xwer hevalek çêkiriye û ew nikane here û wê li wir bihêle.Bang li partiyên Kurdên li her çar perçên Kurdistanê ku xebata xwe bikin bo avakirina lotikxanan û hejmarek mezin ji keçên Ukranî bînin welêt ta ku mejiyê Kurdan li dervî welêt nemîne.Pêþeroja xortên me di destê we deye.

Here were pere?

Cemþîd Hewlêrî-01/07/06-Hewlêr- Gava Yesar Arafat gihiþt rehmeta xwedê, Kurdê bi navê Selahê Bedo hindik ma þoka dil derbas bike û ew jî canê xwe teslîmî Azraîl bike. Ma Bedo Selah ajanê hemû welatên Rojhilata Nawerast û Erebekan dê çi bikira? Bav û banqaya wî ya pereyan barî dinyaya din kiribû. Ji wir jî nedikarîbû çek an ne jî kontoya wî bi pereyan dagire. Ji xwe Saddam hatibû girtin, Hafiz çûbû. Çi belayê xwe avêtibû ser Selah? Vêca xwe gihand Kurdistana Iraqê û li wir bû teorisyenê Barzanîzimê. Guya ew dixwaze teoriyek nû bixe edebiyata siyasî ya dinyayê. Belê, Selahê Bedo rêyek nû ya peydakirina pereyan wusa da ber xwe. Dibêjin herweha ewî pirtukên Firat Cewerî jî girtin dest û navê xwe danî ser wan. Way Selaho te dîsa rêya kontoyê vekir haa!. Eferim ji te re ! De haydê pirtûkekê binivîse bê derew çawa li Kurdan têne kirin belkî bibe pirtûka Kurdî ku herî zêde bê firotin û reytîngan biþkîne, de qurban !

Hespê Þirnexiyê da lotikan.


Mîr Lotikvan-01/07/06- Swêd- Hespê Þirnexiyê di nav mêrga nefelê de wisa gewî bû ku lotikên wî hatin. Bi lotikan ket ser dilê Soraniyê, Behdîniyê û ew di bin simên xwe de pelixandin heta cend peþk ji ber simên wî pekiyan mîr Kurmanciyê jî. wek tê zanîn wî berê gramêrek nîvingilîz û nivswêdî bi navê gramêra Kurmanciyê a pêþerojê bera nav mêrga nefelê dabû. Vêca xuyaye dilê wî bi gramera Þirnexiyê hênik nebûye, dixwaze her gundekî Kurdistanê gramereke wan a nivîskî hebe. De xwedê alîkarê Kurdên belengaz be,  di pêþerojê de qey dê karibin her yek gramerek xwe peyda bikin û ew jî bera nav mêrga nefelê bidin. Ma wê dinya wêran bibe! Kurdistan þên e û nefel jî lê bêr e , nefela Kurdistanê têra hesp û gramêra Þirnexiyê jî dike.

Ev çi hezkirine yabo!

30/06/06- Xuyaye navbera çend Serokên Partîyên Kurdên Sûrîyê û Cîgira Serokê Sûriyê Dr.Necah El-Etar av tê re derbas nabe û li hevdu germ bûne. Birastî me fêmnekir, gelo çima ne zilamek lê jinek bi van serokan re rûdinê û destê xwe di ser serê wan re dibe! Evê xanimê çavê xwe bera we nedabe heyran? Lao jibo xwedê hay ji xwe û malbata xwe hebin, jixwe dewletên dagîrker çi anîbe serê Kurdan bi destê van jinan anîye serê wan haa! Wê bi  jinekê serokên me bikirin û aha mala me çû mîratê em man bê serok! Ê hema bi telaqê bê fitû, dijmin ji me bêhtir zane go “aqlê Kurdan di serê kî...ê wan de ye” loo! Îcar eman yeman, li doxîna xwe xwedî derkevin û neyên lîztika Erebên hemra û bodrakirî..We bala xwe daye paþnavê wê? Etar! Yanî çerçî, etara nav gundan!

Dijminek din jî kêm bû

30/06/06- Hevalê Abdullah Çatli, Hakki Yeþîlkagit li Hollandayê hat kujtin û berê xwe da cehnemê. Yeþîlkagit yek ji wan nîjadperestên herî dijwar û zilamê dewleta kûr û nizm a Tirkiyê bû. Hinek dibêjin “Ew bêbav jiber karê narkotîkê (eroînê) hatiye kujtin”. Hinek dibêjin “De na loo!Bi telaq jiber zinêkarîyê hatiye kujtin”.Lê peyamnêrê me ê Hollanda Cafer Qelemtûj dibêje “Kuro jina min ji min berdayî be hemi derewin! Ew jiber destavêtina çêlekek Hollandî hatiye kujtin. Yeþîlkagit êvarekê diçe nav bexçê yekî Hollandî û dixwaze dest bavêje çêleka wî. Ew jî dibêje qey hirç yan gureke û tifingê li ser datîne wî diþîne cehnemê”.  De oxira wî a leglegê be....

Erdogan di meclîsa parlamenterên Awropa de lotik dan!!

Nêrevan-29/06/06-Rune Lund ( parlementerekî Radîkal î çep î Danîmarkî) Di axaftina xwe de Tirkî rexne kir û got: Li Tirkiyê tu azadî û mazadîya fikrî tuneye!  Eger ku hebûya ê mirov bi serbestî bigota; Tirkan qetlîam li Ermeniyan kirine, êriþî ser Qibrîsê kirine û wir iþgal kirine, li Kurdan zilmê û milmê dikin. Ser vê yekê Erdogan ji ser sandalîya xwe pekiya ye û li meydana meclîsê du lotik û nîv li xwe dane, paþê jî bi hêrs gotiye: hûn li Tirkîyê neheqî û meheqîyan dikin û ev gotinên we ne rast û mast in. Bi telaqê jinberdanê li Tirkiyê her kes bi azadî û mazadî dikane ola xwe biparêze...

Anitkabîr ji Mekkê pîroztire

 

28/06/06- De bila misilmanên Kurd çavên xwe vekin û Tirkan baþ binasin. Komela Ramangerîya Atatirk (Ataturk Duþunde Dernegî) komcivîna xwe a 9. lidarxist û binerin bê Tirk çawa misilmanin! Alîkarê Sekreterê Giþtî Ersan Barkin di komcivînê de dibêje „jibo me Anitkabîr ji Mekkê pîroztire!“ û rûyê xwe ê rastîn û misilmantîya xwe derdixin holê. Îcar heger derhemek xîret bi me Kurdên misilman re hebe, emê nedin dû vî tuxmê ji dola qantirê û ne di mizgeftên wan de û ne jî li dû melleyên wan nimêj nekin. Bizanin ku silava wan jî herame….

FÎNLANDIYA LI BER MÎZÊ DIÇE!

 

Nêrevan-28/06/06-Helsînkî-Li gor agahdariyên ku gihiþtine Lotikxanê eman emana polis û bexçevanên Fînlandî ji ber xelkê xwe ye. Kesek nabê em li ku ne û ev çi wext e! Dema diesirin hema xwe vala dikin. Rojna ewqas zêde dibe ku êdî di bin derî û nav bexçeyan re avzêm û avherkên mizê diherikin. Dîwar û derîyên kolanan reng guhertine ji sikak û istasyonên otobosan bîhna amonyakê difûre. Ev hînetî ji bo hemû Finlandiyan derbas dibe, çi xort, çi pîr û çi keç çi law! Digel ku li Helsinkiyê 36 daþirên fermî û bi sedan jî ê dikan, muze û aþxanan hene, dîsa jî xelk li derva mîza xwe dike! Ji ber ku Fînlandî li derva mizkirinê wekî azadiyeke þexsî dihesibînin û hez dikin. Qumandarê polisên Helsinkiyê Jukka Rîîkonen ku berya demekê wekî pêþmêrê bajêr jî hatibû hilbijartin, dibêje: Di eslê xwe de eva meseleke piçûk e ji bo polisan! Lê dema ku avherkên biçûk bigihêjin hev ê çemekî mezin jê derkeve û em dikanin li ber lehiya vî çemî biçin! Serokê þaredariya Helsinkî jî gotiye << divê em vê meselê cidî bigrin! >> ji bo vê biryar daye ku hejmara mîzxanan li Helsinkiyê zêde bike û ziyaretkirina daþiran jî belaþ bike

Qûna tazî tembûrê dixwazî

28/06/06- Jina kevneserokwezîrê Tirkiyê Bulent Ecevît, Rahþan Ecevît xanim piþtî vî emrî rabûye govendê û li camcamkan dixe. Ecevîta ku her serê gavekê deh carî dikeve û nema kare xwe li ser lingan bigre, dixwaze partiyên çep û rastên Tirkiyê bîne ba hev û wan di beroþekê de bikelîne. Lê serê xwe xwarê nizane ku serê du beranan di beroþekê de nakele. Dibe ku di derbarê pirsgirêka Kurd de kûçik û pisîkên Tirkan jî bibin yek û cîhada þer îlan bikin. Lê Ecevît xanima diranketî bawere ku Tirkiye li ber têkçûnê ye û divê ew berî mirina xwe bi xwe de birî û navekî bi dû xwe xe. De oxira te jî wek a mêrê te be...

Fêda çewêl dît

28/06/06- Wek hûn zanin leþkerên Amerîkayê berî demekê li Kurdistanê çewal xistibûn serê esker û sîxurên Tirk û ev wek jehra silêmanî ketibû can û bedena Tirkan. Xuyaye çewal pir li xweþîya Korgeneralê wê demê Koksal Karabay çûye ku niha bûye þirîkê þîrketek Amerîkî. Þîrketa Amerîkî li herêma Silopya bi navê Black Hawk Securîty baregeha Ewlekarîyê ava dike. Binerin bê çî þirîkên vê þîrketê ne. Korgeneral Koksal Karabay, Kevnewalîyê Amedê Ahmet Cemîl Serhadli, Kevnebalyonê New Yorkê Mehmet Nûrî Ezen û endamên Komela Karmendên Tirk û Almanan Huseyîn Atkin, Aslan Yildirim, Gunay Hakki Ovunç û gellekên din. Lê helbet hîsse û paya mezin a Amerîkanîyan e Þîrket dixwaze ewlekarîya çûn û hatina trafîka Kurdistanê bigre ser xwe. . Xuyaye divê Amerîkî Tirkan bê çewal nehêlin û hema serê wan ji çewalan dernexin. De bila halîhazir destê Amerîkîyan û Serok Bush saxbe 

Kazik xanim ji ku derket?

27/06/06- Gellek ji Kurdên me meraq dikin û ji xwe dipirsin: Gelo ev xanim Nîl Demîrkazik ji ku derket û ket rojeva Kurdan? Hinek bawerin ew ji "kîsikê tombalayê" derketiye. Hinek bawerin "ew melayîketa xwedê ye û ji ezmana daketiye". Hinek dibêjin "De na looo! Bi telaqê jinberdanê ew çerqo-berqo ye". Welhasilîkelam, wêneyê li jor nîþan dide ku hertiþt ji Ankarayê derdikeve. Gurekî mîna Yalçin Kûçik wezîfa xwe bicîh anî, xuyaye dewran bûye dewrana dêlegurê. Ê jixwe em Kurd hînî sing û qirasan bûne! Ha Demîrkazik û ha Tahtakazik, çi ferq heye!?

Emrê leglekê çû bi leqleqê

27/06/06- Dibêjin Grûba Xebatê a Kurd li Almanya bajarê Bielefeldê civîna xwe pêk anîye û 58 kes beþdarî civînê bûne. Em xebata wan pîroz dikin û serketina wan dixwazin. Lê, em bawerin dîsa wek hercar ji sedî sed ew 58 kes jî dîsa general û karmendên kevn ên rêxistinên berê ne. De ka destê xwe deynin ser wîjdanê xwe û bifikirin. Li Almanyayê nêzîkî milyonek Kurd dijîn. Çima 58 kes? Gelo kes sedema vê sosretê ji xwe dipirse? Yan hema bi derketina sûkê ye? A din jî çima civîn li eyaleta Nordrein Westfalen a ku piranîya sîyasetmedar û rewþenbîrên Kurd lê dijîn çênebû? Gelo ev ne kêmasîyek bû? De em serê we neêþînin looo...Êdî bi “hindik û rindikbûnê” xebat bi pêþ nakeve qurban! Divê em herin cem Bahman Gobadî û bizanibin ka ewî çawa kûsî firandine da ku em jî Kurdan bifirînin û bibin hêz...De dîsa pîroz be....

Zinêkarên xwenda

27/06/06- Hûn zanin jinên Rûsî hemi xwendevanin û kesên nexwende di nava wan de kêm in. Hingî Dewleta Rûs çek û sîlehan dikire, wext nabîne ku serê xwe bi civaka xwe re bêþîne û rewþa xelkê xwe baþtir bike. Moskowa yek ji bajarên herî buha ê dinyayê ye. Lê Rûs û bi taybet jî jinên wan têr qepik nan naxwin û mecbûr dimînin birevin welatên din û debara xwe bi zinê û firotina bedena xwe bikin. Berî niha dîsa li Ezeromê grûpek jinên Rûsî ku piranîya wan Mamoste û Hemþîre bûn, li ser zinê hatin girtin. Nataþa ji Lotikxanê re bi kelegirî got „qurban, Pûtîn dibêje çima em zarokan çênakin û nifûsa xwe zêde nakin. Ma emê bi zikê birçî çawa karibin bazdin ser hev û zarokan çêkin? Ne li me radibe û ne li zilamên me. Jixwe vê jehra „Votka Gorbatçov“ namûs bi me re nehiþtiye“ û li sînga xwe dixist. De haydê, bijî Votka Gorbatçov!

Ahmet Kurd bû serok

26/06/06- Di kongra DTP de Ahmed Kurd bi 686 dengan bû serokê partiyê û lotik û cotikên baþ avêtin. Herçiqasî serokê PKK A. Ocalan di hevdîtinên xwe de gotibû bila jinek bibe serok jî, lê hilbijartina Ahmet Kurd di serê mirovên Kurd de pirs çêkirin. Niha di çapemenî û medyayê de nîqaþa vî tiþtî tê kirin. Hinek dibêjin „aha ev çibû gidî? Qey DTP lotikek li PKK xist?“ Hinek dibêjin „na kuro na, taktîke bavê min taktîk! Çep nîþan didin lê rast lêdixin!“  Û hinek jî dibêjin „ Ê jixwe Ehmedê Mala Sîno axa bû, va dîsa bû axa û hew!“ Welhasilîkelam,em serokatîya Ahmet Kurd pîroz dikin û hêvîdarin DTP lotikên xurt li dewletê xe..

Lotikxanê polîsên Tirk bi jehrî xistin

26/06/06- Li bajarê Antalyayê zêdeyî 50 Polîsên Tîmên Taybet ji xwarinê bi jehrî ketin û berê xwe dan nexweþxaneyên bajêr. Þîrketa bi navê „Lotikxane Xwarinlerî“ berî çendakê bi polîsên Tirko re lihevhatin kiribû û xwarina polîsan þîrketa Lotikxanê çêdikir. Aþçîyê „Lotikxane Xwarinlerî“ Silêmanê Zikmezin jî wê rojê têr ranezaye û di þûna xwê de deterjanê (dermanê cilþûþtinê) dixe nava xwarina polîsekan. Îcar gava polîsekan xwarina xwe dixwin hema yekser dibe qurequra zikê wan û bi xwe de berdidin. Dibêjin bêhna tir û fisên wan wek dûmana cixarê seranserê bajêr girtiye û xelkên bajêr jî îcar bi jehra tir û fisên wan gêjomêjo bûne. De noþîcan be....  

Mala Lenîn jî kirin tiþtekî wek kerxanê!

 Girdosyan 25/06/06 Moskova- Rojnameya Îzvestiya di sermanþeta xwe a îro de, mala serokê sosyalîzma ku bi qasî sed salî li karker û gundiyên temamê dinyayê qeliband û karker û gundî kirin wek gur û wawîkan rehmetî Vladîmîr Lenîn, çawa bûye bar û pavyon raberî xwendevanên xwe kiriye. Li gora rojnameyê, berpirsyarê komunîstan Aleksandir Kruglikov, xwe bezandiye midîrê mala ku Lenîn lê çêbûbû û dû re jî bûbû muze Valeriy Perfilov û gotiye ”Nabe ku li mala Lenîn, kapîtalîst þevên kêf û eþqê li dar bixin û bazdin ser hev!”  Perfîlov jî gotiye:”Ji xwe soyalîzim ev e. Hûn wek keþan e. Ez vê yekê bi sebeba ku euro û dolaran têxim bêrîka xelkê rûs dikim. Heger Lenîn sax baya wê wî jî ev tiþt kiribaya.”Îcar Lotikxanê jî ji sosyalîstên xwe pirsî û sosyalîstên wê jî wilo gotin: “Midîr rast dibêje. Ma ne ew Lenîn bû ê ku ji bo fêda rûsên xwe li piþt Atavirq sekinîbû û tirk kirin dewlet û millet û li kurdan û insaniyetê rast kir! Erê, ew sosyalîzm bû a ku nehiþt em bazdin ser ên xwe û ew ên me ên jîr û zana û sipehî hemû bûn jinên tirk û kurdên zigurd!”

Erdogan çima giriya?

25/06/06- Serokwezîrê Tirkekan Erdogan derdikeve bernama televîzyona TRT a dewletê. Welhasil dide nav û dibilîne. Carekê ji niþkê ve dest bi girî dike û hêsrên xwe paqij dike. Spîker jê dipirse “kuro xêre heyran, ma min tiþtekî xirab got?” Ew dibê “ na lo, ev bêbavê serekerkanê me min pir dêþîne. Jixwe pitpita jinikê û þîqþîqa Denîz baykal jî dikeve ser yekcar ez ji mêranî dikevim. Heçê nizanibe wê bêje qey ev quzilqurta serokwezîrtiyê pir xweþe, kes nizane ku hemaltî ye”. Yanî kurtanê li ser piþta wî girane haaa..

Kî dibê Tirk ne medenî ne?

25/06/06- Li Tirkiyê bajarê Marmarîsa tûrîstîk, hemwelatîya Swêdê Þahrzad Mîrzabozorga Îranî û çend hevalên xwe diçin li dikanan digerin û li cil û bergan temaþe dikin. Xwediyê dikanê N.A dibîne ku miþterî tiþtekî nakirin radibe dest bi heqaretan dike, þeqam û pêhnekê li Þarhzadê dixe, wê totlanî hev dike. Þahrzada 17 salî gilîyê wî dike û ji polîs re dibêje “pek, pek, pek! Evî bêbabî bi zorê em dawetî hundurê dikanê kirin, me jî dît ku tu gûyekî xweþik di dikanê de nîne, me tiþtek nekirî. Kuro evê ji dola qantirê rabû lotikek li min da û ez wek topa Maradona firandim hewayê heyran!” Ê lao ma ji Tirkiyê pêve ciyekî din tune hey gewende?

Tirkan dîsa pê li þexsiyeta Hikûmeta Hewlêrê kirin!

 Karûþo /24/06/06 Silêmaniyê- Li Silêmaniyê li xwaringeha Babekan, bazirganê OYAKa tirkên ku hetanî bi hindurê malên kurdekanan çûne Satilmîþ Turk, da zanîn ku hikûmeta wan, çawa ku nehiþt þanda bi navê ”Kurdistanê” beþdarî festîvala navdewletî bibe, wilo jî ew ê di wextekî nêzîk de nehêlin ku Hikûmeta Hewlêrê navê Kurdistanê bi kar bîne. Û hikûmet jî wê ji bo berjewendiyên xwe ên siyasî, aborî, kulturî û exlaqî dengê xwe neke. Lotikxane jî di wê baweriyê de ye. Wilo, hikûmeta ku karibe zimanê 30 milyon kurmancî li xwendegehan qedexe bike, ku ew yek jî tê wateya jenosîdê û vemirandina kurmancan, ji bo berjewendiyên xwe, tiþtekî ku ew ê qebûl neke tuneye!!Di 13ê vê mehê de li Entabê bi navê festîvala Iraqê festîvaleke bazirganî, ji 30 welatî bi qasî 1000 þirketî li dar ketibû û Hikûmeta Hewlêrê jî bi þandekê xwestibû ku bi navê ”Kurdistan”ê beþdar bûbûya. Tirkan nehiþtin. Û ew jî qed li ber xwe neketin. Tew bi ser de jî li Hewlêrê çend endamên hikûmetê û OYAKê li xwendegeha tirkmenan bi hev re firavîn xwarin.   

Tirkmenan jî berê balyozê yûnanî bi kerxanê vekirin!

 

Gurikî 24/06/06 Baku- Balyozê romên Qibrisê Leonîdas Pantelîdesê ku beþdarî Konferansa Rêxistina Islamparêzan a li Bakuyê bûbû, ji bal hikûmeta azerî ve bi cezeyê ku þeveke xwe li kerxanan bibûhirîne hat cezekirin. Him nehiþtin ku mêrik beþdarî civînê bibe û him jî temamê hotêlên Bakuyê li ber girtin; da þevder bimîne û þeva xwe li kerxanê bibuhirîne. Û di dawiyê de jî misyo balyoz ji mecbûrî wilo kir.Îcar lawo Ortodoks Mesîh li kuuu û El Mûhemmed li kuuu, kuro! Çi îþê te li wan deran hebû segbav! De here ha! Bavo tirkan ji kurdan jî bêhtir di van de birine, lê mêrikan li ber xwe nakevin, weh! Hema me kurdan her çiqasî, vê carê jî bi navê ”Alt kîmlîk” xwe di bin tirkan de tam vezilandibe,  dîsa jî bi qasî a ku yûnaniyan xwe di bin  tirkan de þerpeze kirine nake!

Axayê Duhokê

 Mam Hacîk- Duhok- 23/06/06- Em li tirafîklayetê rawestiyabûn, li hêviya ku lempa kesk hilbibe. Ji niþkave tirombêlek bilez hat û derbaz bû. Me bangî polîsê "trafîkê" kir û me jê re go; "Yahooo.. vî mirovî lotikek li tirafîkê da, çima te deng nekir?" Polîs hat cem me û go; "Huþþ be, dengê xwe bilind neke!..Ma tu nizanî ev axayê Duhokê ye!" Me go; "Axayê çi? Zarok bû, ma axatî hê maye?". Piþtre trafîk kesk bû em jî çûn. Roja din me go emê herin melbenda gencan ji xwe re sporê bikin. Lê li berê melbendê lotikek li me xistin û gotin; "Ma hûn nizanin ku ev berê melbenda gencan bû û niha bûye melbenda gencekî bi tenê!". Me go emê ji bajêr derkevin herin çolê devera Feydiyê ku nû hatiye azadkirin. Li wir jî lotikek li me xistin û gotin; " Hûn li vir çi dikin? Ma hûn nizanin ev erdê axa ye û ewê ji xwe re li vir bajarekî sporê ava bike?". Welhasilîkelam me go emê herin giliyê li ser wî Axayî qeyd bikin. Em çûn cem berpirsyarê PDK, YNK û Walî  û ...htd. Wan jî weke polîsê trafîkê digo; "Huþþ be!..Em nikarin bi wî, ew axa ye û eger bavê wî aciz bibe ewê hemî eskerê Iraqê biþîne ser me û lotikekê  li me û li Kurdistanê jî bide!". Heyfe ev bi serê xortên Duhokê tê, ma qey kes tune lotikekê li vî axayê Duhokê bide?

 

Malzaroka bi deyn

 

23/06/06- Zanyarên Swêdî li ser mîh û malzarokên wan lêkolîn kirin û malzarokên wan pev guhertin. Mîha ku êdî berxik nedianîn, bi emelîyatê malzaroka mîhek din di zikê wê de hat dirûtin û bi vî awayî avis bû. Pisporên Swêdî dibêjin „ piþtî çend salên din êdî wê jin jî karibin malzarokên xwe jibo salekê ji hev deyn bikin û bibin xwedî zarok“. Yanî; jina ku nikaribe zarokan bîne, wê here cem cîrana xwe û bêje „xuþkê, ji kerema xwe malzaroka xwe jibo salekê bi deyn bide min, piþtî salekê ezê dîsa li te vegerînim“, pê bibe xwedî zarok û bi hemil bibe. Teknolijî û zanyarî her ku diçe bi pêþ dikeve. Heger rojekê mirov serê xwe jî bi hev biguherin qet þaþ nebin. Meselen, piþtî çend salên din emê karibin herin cem serok Bush û bêjin „serok, ji kerema xwe serê xwe bi deyn bide min, ezê piþtî mehekê dîsa li te vegerînim“ û wekî din.. Hay ji malzarok û serê xwe hebin, allahwekîl diz pir bûne hûnê bê serî bimînin haa….

 

Bilotothê bajarê Duhokê serûbinî hev kir..

 

 Kincirê Kurdî-Duhok-22/06/06-Kurdan mina her car da diyarkirin ku ew her tim li pêþketinê gerane û nekêmî çi milletên din bûne. Me got hebit nebit em çûne ser banê heyvê lê piþtre derket em çûne ser (.û.) an, rabûn perdê exlaqî ji ser xwe rakirin û gotin em jî ji wan milletên din kêmtir nînin yên ku têkelîyên "Sex" î dikin.Me got milltê me xwedî adete û civakek eþîr e… lê çi eþîr û çî adet man yaboo! Li vê dawîyê li bajarê Duhokê çendîn dimenên tekelîyên "Sex"î di navbera kur û kiçên Kurd de bi rêka ”Bilotothê mobilê” ketin bazarê. weyla li minoooo! Çi têkelî!!  Ez bawerim ew di rêza wan tekelîyan de ye yên ku di ”Tv Sex” de tên nîþandan .Ev jî çû, me got de xortin û cahilin..Lê hunermendên me jî rabûne ser xwe û dest avêtine vî karî û bilotothên xwe belav kirine. Gotin ”em jî ne kêmî hunermendên biyanî ne, kanê çawa behsa wan tê kirin divê ya me jî wesa bê kirin”. Biranoo! Gelek gû jî dixwin ma divê hûn jî gû bixun!? Em jî dibêjin erê kanê adet û exlaqê Kurdewarî? Anjî ev jî rengekî pêþketinê ye gelo? Di dawiyê de jî dibêjîn bêlûme û xwedê me biparêze...

(Têbinîyek: Ji Duhokê gellek name û emaîlên pîrozbahîyê ji me re tên. Xuyaye xort û keçên Kurd li Duhokê di nava pirsgirêkên mezin de ne û bi taybet jî keçên Kurd cezayê van pirsgirêkan dikþînin û bi navê ”namûsê” tên kujtin.Em spasî xwendevan û xebatkarên xwe ên li Duhokê dikin û wek Lotikxane kujtina keçên Kurd þermezar dikin.Hêvîdarin rayedarên Hikûmeta Kurdistanê dest bavêjin vê þermezarîya kujtina keçên Kurd-Lotikxane)

 ETA bêriya lotikan kir

22/06/06- Rêxistina Serxwebûna Herêma Baskê ETA bi belavokekê bala hikûmeta Îspanî kiþand û got “êdî kêr giha hestî. Dev ji çîrokan berdin û gavên berbiçav bavêjin. Na geher gûn gavan navêjin emê dîsa dest bi lotikan bikin”. Xuyaye ETAyê dîsa ji xwe re fîþek peydekirine û dibîne ku tû xêr ji teslîmîyetê dernakeve. Çawa ku hikûmeta Erdogan bi hinek gotinên nermik Kurdan dixapîne, her wilo hikûmeta Îspanî jî heman þêweyê xapandinê bikartîne û dixwaze ETAyê qûnek bike. Jixwe endamekî ETAyê ji me re got “kuro lao piþtî em teslîm bûn namûs bi me re nema ha! Em bûn wek golika nav garanê wey, heçê tê û tiliyekê tavêje me” û poþmanîya xwe tînin zimên. De aqûbet li Kurdên me be jî...

Polîsên Tirk jinên xwe firotin

22/06/06- Li Tirkiyê bajarê Izmîrê grûpek polîsên Tirk girt ser grûpek zinêkar û qiyametek (gellek) jinên Rûs, Bulgar û Romanî di ser zinê de girtin. Lê hûn zanin bê rêber û serokên wan zinêkaran kî bûn? 4 polîsên Tirk! Ev jî ne bes bû, îcar dibêjin van polîsan keç û jinên xwe jî bi wesîqa fermî difrotin û pêþkêþî xiyarên xelkê dikirin. Em bi xwe ecêbmayî neman. Lê çapemenîya Tirko dibêje “way beee! Allahima kîtabima namûs elden gîttî” û dibêjin qey tirrekan xwedî namûsin. Dola Selanîkê ne bavê min, dola selanîkê!...Ji wan re ha namûs ha beqdûnis ma ferq çiye!

Mirad Ciwan bi Zinarê Xamo jî veda!

 21/06/06 Stockholm- Li gora ku heval-ajanên Lotikxanê radighînin, þevê din seet li derdora duduyan, dema ku Zinarê Xamo ji aliyê mala nivîskarê maoyî Jan Guillou ve ber bi mala qrêl ve diçe, li xezeba Miradê ku di demekê de serokê zir rêxistina DDKDê bû û niha jî bûye derhêner û berhênerê malperkekê, rast tê. Neyse piþtî ku Mirad qiyametê bi Zinêr de tîne û tiþtik miþtikên wî hemiyan ji malperka xwe diavêje, me ji bo Þefîk Oncu ji mêrnasên Lotikxanê pirsî bê ka Mirad wê kengî li wî jî biteqîne. Wek tê zanîn, gava ku Mirêd bi Enwer Karahan ve danîbû, ji devê Lotikxanê derketibû ku Zinar û Þefîk jî birê de ne. Îcar li gora mêrnasên Lotikxanê, ji ber ku Zinar ê rojên qewamê ye û Þefîk jî carekê bi Zinêr re fîravîn xwariye, dibe ku ji wî hinekî di wî de geriyabe û çirûskên DDKDê jê herin. De ya allah û ya sebir....

 

Kî dibê Kurd ji lotikan heznakin?

-Îstatîstîka meha Hezîranê-

1 mîlyon 519 hezar û 484 lotikvan ketine Lotikxanê. Wêne bitikînin

Þêxo, rêxo te çi kir?

02/07/06- Ji sedema êrîþa li ser Sazîya Þêwirmendîya Dewletê a bajarê Ankarayê Þêx Salih Kurter jî hat girtin û xuya bû ku tiliya wî jî di êrîþê de heye.Þêx Salih Kurter efendî di îfada xwe de dibêje “ Raste, Alparslan hate cem min û got ku ew dixwaze biçe Iraqê û cîhadê îlan bike û serê xelkê jêke. Lê min jê re got ku “Tu ne karî bibî þehîd û ne gazî, pir pir bibî Niyazî” û filan û bêvan. Þêx efendî ji pilîsan re dibêje “Binerin ez xwedî kerametim, destê xwe nedin min yan ezê we bixesînim û bikim ku heta hûn saxbin nema li we rabe û hûnê wek Bulent Ersoy bibin qûnde”. Dibêjin li ser vê gotina wî polîsekî ew xistiye odeyekê û derpiyê xwe ji xwe kiriye. Îcar em nema zanin bê kî bûye þehîd û kî gazî!   

Doktor serî hilqetand

02/07/06- De werin li ecêbên dinyayê û Doktorên Tirk binerin! Li bajarê Duzceyê, nehîya Akçakocayê jinika bi navê Yuksel Îrdema 31 salî dikeve ber halê xwe jibo welidandinê diçe nexweþxanê. Doktor Alî Îlhanê sadîst gava serê zarokê dikþîne, serê zaroka reben hildiqete (jêdibe) û gewde di zikê jinikê de dimîne. Îcar zikê jinikê bi sezeryanê (emelîyatê) diqelêþin û gewdê zarokê jê derdixin. Dr. Alî Îlhan radibe bi dizî serê zarokê didize û di bin axê de vediþêre da ku xwe îspat nebe ku ewî serê zarokê jêkiriye. Welhasilêkelam, serê zarokê tê dîtin û Dozgerê bajêr niha dixwaze lotikekê li Îlhan efendî xe û dozê lê veke. De îcar kesî ji we dîtiye ku Doktorekî serê zarokê wek serê çûkan hilqetandiye jibo Pêxember! Kurdino! Zarokên xwe radestî (teslîmî) Doktorên Tirk nekin jibo Xwedê!

Laþê duxre

01/07/06- Ev demeke ku mankêna nermik û germik Rafaella Ferraro li Tirkiyê ye û dibêjin mankenên Tirk çavreþî avêtine rebenê. Dibêjin Raphaella û mankenên Tirk ketine þert û pêþbirkê. Mankenên Tirk jê re gotine “Keçê çavbeloqê, heger tu karibî tazî li nava kolanên Stenbolê bigerî emê xematekê bidin te û nema çavreþîya te dikin. Na heger tu newêribî divê terka Tirkiyê bikî û bi nanê me nelîzî”. jî gotiye “Temam, min qebûle, ezê tazî li nava kolanên Stenbolê bigerim”. Me jî ji Raphaella Ferraro re nivîsang û got “Bi soza mêrê çê, heger tu biçî li nava kolanên Tehranê tazî bigerî, emê jî xelatekê bidin te”. De ka heta bersivekê bide me...

Kurdê reben ji kîsan çi fêm dike!

 

Perwer-01/07/06-Li bajarê Awistirya Linzê xortekî Kurd, dixwaze here dor keçhevala xwe ya Awisstirî ku demek dirêj hev nas dikin û gelek caran jî bi hev re razane. Lê belê keçik dibêje; “Divê tu miheqeq prezervatifê bikarbini”. Xortê me jî dibêje “na” û li dijî daxwaza keçikê derdikeve. Di seatên dereng þevê de xortê Kurd xwe nagire û dest davêje keçikê. Lê belê keçik yeksek telefonî polîs dike û dibêje yekî tecawîzî min kir. Polîs tên xortê Kurd digrin binçavan û davêjin zîndanê. Îcar heyran xortên Kurd! Li Ewrûpayê bê kîsik û prezervatîf negerin heyran, yan hûn jî dixwazin têkevin hepsê!

Namûs bû pênc qirûþ

01/07/06- Efserê Tirk Suleyman Sirri Sakarê ku li bajarê Sêrtê eskere û jibo betlanê hatiye bajarê Osmanîyê, tevî jina xwe derdikevin seyranê. Jina wî jî ji german cil û bergên hinekî vekirî û seksî li xwe kiriye. Çar xortên agirbiwanketî jî gava çav li jinikê dikevin av bi devê wan dikeve û ji ê efser re dibêjin “ Oxxx, kuro ev qehpik kîye? Ka nîvseetekê bi deynê xwe wê bide me lo!” Ê efser jî hema radibe demança xwe derdixe û dest bi lotikan dike. Du xortan diþîne cehnemê û dudu jî direvin. Welhasil, cil û bergên seksî lotikek baþ li çawîþ efendî xist, mala wî xirakir, ew þand hepsê û jina wî bi xelkê hiþt

Hay ji jinên xwe hebin

30/06/06- Li Tirkiyê bajarê Samsûnê jinika bi navê Kadrîye Þ ji mêrê xwe þikê dike û bawer dike ku ew wê dixapîne û bi jinek din re dide û distîne. Êvarekê gava mêrik radizê (radikeve-dinive) hema ew jî radibe rûn dixe beroþê, dihilîne, qenc sor dike û bi ser mêrik dadike. Kela dilê wê hênik nabe îcar bi kêran dikeve ser zikê wî û dike wek moxil û seradê. Îcar Kurdino! Lao hay ji xwe û jinên xwe hebin. Allahwekîl ev jinên Tirk ji jinên Kurd re dibin nimûneyên xirab haa! Îcar em ditirsin jinên me rûnê qelandî bi ser me danekin, lê wek Zerqawî kêrê deynin ser stuyê me û bêjin “Ya Allah!” û serê me jêkin..Eman yeman çavên xwe bernedin kesekî din....

Mêr mêran nas dikin!

30/06/06- Dibêjin serê serokê berê ê Ensar ul Îslam Melle Kirêkar ketiye belê û hindik maye serê xwe bixwe. Dewleta Norwêçê dixwaze wî ji welatê xwe biqewirîne û lotikekê lê de, lê nema zane wê wî biþînin kuderê. Dibêjin Melle Kirêkar jî bi halê xwe giriyaye û gotiye “Erê, erê! Ma ez ê vî halî bûm? Reva rovî heta dawîya kadînê ye, de a baþ ezê xwe bavêjin tor û bextê Serok Fîdel Qastro yan jî Þawêzê Venezualî belkî hema rehma xwe li min bikin”. De heyran xwe bavêje tor û bextê wan. Te dît go wan jî rû nedan te, hema were li Lotikxanê îltîca sîyasî bike. Bi telaq em tiþtekî bi te nakin! Belkî zarokên me bi þaþî agirekî bera rîha te din û hew.....

Sosreta li Duhokê

Xelîl Behdînî-29/06/06- Duhok- Wek hûn zanin Lotikxanê berî niha jî bala xwendevan û Duhokîyan kiþandibû ser sosreta wêne û flîmên seksê ên keçên Kurd û hinek hunermendên Duhokî. Me wêneyê hunermend Serbest Maltayî û keçek Kurd bidestxist û em pêþkêþî we dikin.Ev wêneyê jorîn li temamê Duhokê bi riya mobaylan hatiye belavkirin û serê keçên Kurd ketiye belayek mezin. Me flîmên wan ên seksê jî bidestxistiye û emê di demek kurt de pêþkêþî xwendevanan bikin da bizanin bê çi sosret hatiye serê Duhokîyan. Dibêjin piþtî ku Lotikxanê ev sosret belav kir, hunermend Serbest Maltayî û çend hunermendên din ji Duhokê reviyane. Di nav van hunermendên zinêkar de navê Serbest Maltayî, Luqman Rêkanî, bêjera bernameya zarokan a Kurdistan TV beþê Duhokê (navê wê li cem me veþartî ye) û çend kesên din derbas dibin.Lê ecêba mezin çiye hûn zanin? Bajarê Duhokê bi vê sosretê serûbinê hev bûye, lê Waliyê Duhokê birêz Temer Remezan jî li Almanya li fûtbola dinyayê temaþe dike!Birêz Walî! Pirsgirêkên Duhokê ferztirin qurban!!

Jackî Chan,li me nehat rehmê 

29/06/06- Piþtî ku dewlemendê Amerîkî Warren Buffet 37 milyar dolar ji serweta xwe jibo sazîyên xêrê bexþand, lîztikvanê kinik û pozmezin Jackî Chan jî di preskonferansekê de got  « Wey bavo! Ma ez ji Buffet kêmtir û kintirim ? Ezê jî nîvê serweta xwe bibexþînim » Li ser pirsa peyamnêrê me Cahng Chî Chîango « Gelo tu naxwazî  hinekî alîkarîya Lotikxanê jî bikî ? » Chan got « Lotikxane! Ev sîh salin ez lotikan li xelkê dixim, jiber vê ez ji navê lotik pir aciz bûme û nikarim alîkarîyê bikim ».  De xwedê kerîme, helbet wê rojekê xêrxwazek destê xwe dirêjî Lotikxanê jî bike..

Ez deyndarê Kurdistanê me

28/06/06- Birêz Dr. Yekta Uzunoglu di derbarê xelatgirtina xwe de ji Yenî Ozgurpolîtîka re dibêje: "Ez hertiþtê xwe deyndarê Kurdistanê me.Ne ku ez li dû navê xwe me, na. Ez behsa bi hezaran mêrxasên Kurd ên ku can, ciwanî û hebûna xwe di riya Kurdan de feda kirine dikim. Dikarim bibêjim min navê gelê xwe li ser birca Praga qedîm kola".  Ma ka ji vê gotinê xweþtir? Xwezî her Kurdekî karîba berjewendiyên þexsî bidaya aliyekî û xwe deyndarê Kurdistanê his bikira. Bawerkin nija ji zûde em gihabûn meqsed û miradên xwe..Emrê te hezarsalî be Dokrotê hêja.

Lotika Lotikxanê deng da

28/06/06- 22 vê mehê peyamnêrê me ê Duhokê Kincirê Kurdî di derbarê belavkirina wêne û flîmên seksê ên keçên Kurd de awira gelemperiya Kurd agahdar kiribû. Ev nûçe bû sedema helwestek erênî û li Duhokê deng da. Li bajarê Duhokê hinek kesên ku xwe wek hunermend dinasin û derhemek xîret bi wan re tuneye, bi mobaylan wêne û flîmên seksê ên keçên Kurd kiþandibûn û li Duhokê belav dikirin. Jiber vê di nav civaka Duhokê de nexweþî û þermezarîyê destpêkiribû û hettta hinekan keçên xwe jî kujtibûn. Li gor agahdarîyên ku bi emaîlê ketine destê me, Asayîþa Duhokê dest danîye ser vê þermezarîyê û li dora 57 dikanên mobaylan (telefonên bêrîkê) dane girtin. Bila lotik û pehînên Asayîþa Duhokê saxbin. Lê xwezî we çend lotik û pehîn li wan kesên ku navê hunermendiyê diherimînin jî bixista. Bi guhê wan bigrin û biþînin Stenbolê, kerxane wir e ne Duhokê ye.....

El Zewahîrî lotikek li Tirkan da

28/06/06- Zilamê duyemîn ê El Qaîdeyê Eyman El Zewahîrî berê xwe da Tirkan û lotikek li wan xist. Zewahîrî dibêje “Tirk kafir kurê kafira ne, þerîetê bicîh naynin, îslamîyetê dikin Kemalîst û aloz dikin” û filan û bêvan. Îcar Tirk çi dibêjin? Dibêjin “De îcar haa! Evê çarçav nikare bi kerê dibeze me heyran! Bihêlê em li ser piþta îslamîyetê nanê xwe bixwin, ma îslamîyet bi te maye qulpiz!” Me jî emaîlek ji Zewahîrî re þang û got “Eman eman, heger we teqand li Tirkiyê biteqînin haa, bela xwe li Kurdistanê nedin”. De ka heta bersivê bide me xwedê kerîme...

Daxuyanî

 27/06/06- Ji bo gelek tiþt bi xeletî neyên fêhmkirin ez mecbûrim vê daxuyaniyê agahdarî dost û guhdaran bikim.Bi Hunermend Gulistan re ji nêz ya dûr ve danistan û têkiliyake mine bi þexsî û hunerî nemaye û tineye. Zêdeyi 8 salane em ji hev cih û hatine berdan. Ji ber vê yekê ye û hewce nake ku di warê jiyana taybetî de yan ji bo xebat û xizmeta hunerî destûr û daxwazî ji þexsê min bête xwestin. Hunermend Gulistan di jiyana xwe ya taybetî de azad û di danûstandin û têkilîyên xwe de bi biryare. Ez hêvîdarim ku dost, heval û guhdarên min li ser vê mijarê serwext û agahdar bin. Þivan Perwer bi bahweriya gel û welat, bi hunerê xwe herdem di xizmeta we de ye. Rêz û aþtî, Þivan Perwer  

Kurdan kompûter beicand

27/06/06- Zanyarên Ingilîz û Amerîkanî kompûterek çêkirin ku karibe fikir û niyeta di serê însên de bixwîne. Yanî; merivê ku here ber kompûterê ewê kompûter yeko yeko jêre bêje bê çi difikire û dixwaze çi bike. Bi gotina gundîkî ev kompûter, kompûterek sêhrbaz û wek hinek qereçîyan bêyî ku li qehwê binere kare fala meriv ji meriv re bêje. Zanyarên Amerîkî rabûne kompûtera xwe li ser Kurdekî ceribandine û ê Kurd danîne ber kompûterê. Kompûter ker û lal bûye û deng jê derneketiye. Ê pispor ji kompûterê pirsiye ”kuro kurê kerê tu çima dengê xwe nakî? Ka evê Kurd çi difikire, çi di serê wî de heye bêje!” Kompûterê gotiye “ma ezê çi dengê xwe bikim, tiþtek di serê ê Kurd de tune! Wek mirîþka gêj li ê Kurd hatiye, ne li paþeroja xwe dinere û derzekê jê distîne û ne jî li pêþeroja xwe dinere ku hesab û bernameyekê ji xwe re çêke, evê Kurd ez beicandim!” Ev jî halê me Kurda ye.....

Me digot qey Doktor namirin

27/06/06- Birastî me digot qey kesên ku Doktorin xwedîyê çar gurçik, du dil, þeþ kezeb, du fiþik û 999 rovîyane û zû bi zû namirin. Lê li bajarê Bursayê Dr.Haci Yusuf Delîbaltayê ku ji Colemêrgê tayîna wî derketibû vî bajarê xêrjênedî, jiber êþa serê xwe mir. Dibêjin serê Dr. Delîbaltayekan êþiyaye, wî jî rabûye dermanê bi navê Fentanîl bi derzîyê bera laþê xwe daye û lotikek li xwe xistiye da ku êþa serê wî derbas bibe. Lê rebeno nema  rabûye ser xwe, zarok û jinka xwe sêwî hiþt û em nema zanin bê çû kîjan dinyayê. De oxira wî a Filîtê Quto be...

El Virqawî li Stockholmê virqandê!

 

Simo 26/06/06 Stockholm- Îro li Stockholmê li kolana Tenstayê, terorîstekî ku bi qasî avaniyekê li erdê bisekinîne, di bombeyan de rapêçayî ji bal polîsên swêdî ve hat girtin. Terorîstê ku SEPOyê hîn nave wî heþkere nekiriye, seet li yekê nîvroyê piþtî ku polîsan temamê rêyên girêdayên Tenstayê birîn û bi hemû haweyî lê teng kirin, seet li derdora pêncê êvarê bêyî ku xwe biteqîne teslîm bû.  Li gora heval muxbirçiyên Lotikxanê ên di nav SEPOyê de, terorîstê ereb e û rastûrê zilamê Þêx Ebû Mûhemmed Ibnî Hemze El Virqawî ye.

Du mêr bûn qurbana mirîþkekê

26/06/06- Li bajarê Elezîzê jiber pirsgirêka erd û mirîþkê di navbera pismaman de þer derdikeve û kur û bavek tên kujtin. Zulkuf Bulut (82) û kurê wî Nurettîn Bulut (57) ji alî pismamên xwe Zabit û Taner Bulut ve tên gulebarankirin û dibin qurbana mirîþkê. Xuyaye rojekê mirîþka Zulkuf Bulut dikeve nav zeviyê Zabit Bulut û çend dendikên þebeþan dixwe. Ev jî li zora Zabit efendî diçe û di navbera herdu pismaman de dibe berberî û dijminatî. Yanî di vê dema ku xelk dixwazin herin Marsê û dinyayên nû ava bikin, cahilên wek van însanan hîna jî li ser mirîþkekê hev dikujin û mêranîya xwe li hember hev bikartînin. Jibo mirîþkekê du mêr hatin kujtin, gelo jibo dîkekî wê çend mêr bihatana kujtin?

 

SEROK ALTAXUS

Laleþ Qaso

 

Di dawiyê de kitêba nivîskarê ku hebûna miletê Kurd, hetanî ku Kurd nebin xwedî dewlet, di dijminahiya miletê Tirk, Ereb û Farisan de dibîne, li Stockholmê çap bû. Bi rastî em wek miletê Lotikxanê bi çapkirina vê kitêba ku bi hinereke Kurdewarî û Kurmanciyeke sipehî hatiye hûnandin pir kêfxweþ bûn. Her Kurd û Kurda ku dixwaze ji kenan lal bibe, ji qehran bifetiqe, ji Kurdayetiya xwe nefretê bike, ji Kurdayetiya xwe hez bike, êrîþî ser qereqolên Tirk û Ereban bike û hwd. divê vê kitêba ku ji 172 rûpelan pêk hatiye bixwîne. Lotikxane pir sipasî L.Qaso dike ku kitêba xwe ji Lotikxanê re bexiþandî ye. Em jî ji miletê Kurdên ku li ba wan, ji kitêbên Kurdî bêqîmettir tiþtek tuneye, hêvî dikin ku bi kirîna vê kitêbê Lotikxanê di nav dolaran de bihêlin. Bihayê kitêbê: ji bilî heqê postê, ji feqîran re bi 100 dolarî û ji dewlemendan re jî bi 50 dolarî ye. Navnîþan: Emaîla Lotikxanê ye. lotikxane@hotmail.com

Harrîet þehîd ket

25/06/06- Dayika heywanan, kûsîya bi navê Harrîet qrîza dil derbas kir û mir. Harrîet xanim 176 sal kiribû û li Avûstralla eyaleta Queenslandê dijîya. Me gotina “þehîd” bi henekî nivîsand, bila misilmanên me dilê xwe negrin. Niha Harrîet xanim li Tirkiyê bûya ji sedî hezar wê Tirkan bigota “Turk kaplumbagasi kalp krîzînden þehîd oldu” (Kûsîyê Tirk ji qrîza dil þehîd ket)

 

Tirro poþman bû

 

24/06/06- Wek hûn zanin, Saddam Hisênko jiber sedema kujtina parêzerê xwe ketibû grêva birçîbûnê û gotibû “heger heta bi mirinê ez xwe birçî nehêlim ez ne ji bavê xwe bim”. Lê rebeno teslîmî zikê xwe û qurqura rovîyên xwe bû û piþtî sê rojan dev jî grêva birçîbûnê berda. Saddamê ku bi goþtê elok û berxan xwedî dibû ma kare wî zikê gennî birçî bihêle looo...Ka ew mêranî?

Terorîstên Iraqê Tirk in

 

24/06/06- Tîmên Ewlekarîya pakîstanê li sînorê Afganîstanê çar Tirkên endamên El-Qaîdeyê girtin. Tirkên bi navê Muhammed Kutco, Ozer orhan, Sahîm Arsalan û Yilmaz ê bê paþnav di îfadeyên xwe de gotin “me li Iraqê têra xwe bombe teqandin û serî jêkirin îcar me go de em herin Afganîstanî jî çend bombeyan biteqînin û dîsa vegerin Iraqê“. Yekî ji wan got „bi serê Atatirk ji sedî 90 ê terorîstên Iraqê Tirk in û endamên îstîxbarata Tirkiyê ne“. Heyran bi xwedê em jî vê rastîyê zanin. Lê niza rayedarên hikûmeta Kurdistanê jî vê rastîyê zanin yan na?

 

Japonî ji mêranî ketine

 

23/06/06- Berî niha Vladimîr Pûtîn ji Rûsan re gotibû “lao jibo xwedê bazdin ser hev û zarokan çêkin, yan wê zuryeta me Rûsan biqele”. Niha jî rayedarên Japonî bang li Japonan dikin û dibêjin “nifûsa me kêm dibe, divê japonî nesekinin û zarokan çêkin, yan allahwekîl emê bêdunde ji dinyayê biqelin”. Midurê Plankirina Malbatê Dr.Kunîo Kitamûra dibêje “gelê Japon têra xwe seksê nake”. Li gor lêkolîna Yekîtîya Plankirina Malbatên Japonî, ji sedî 31ê Japonîyan mehê carekê yan bazdidin ser hev yan na. Ji sedî 44ê wan jî dibêjin “seks karekî zehmete, ji me nayê”. Me jî wek Lotikxane nameyek ji Serokwezîrê Japonî re þand û got “ heyran werin li Kurdistanê derza çêkirina zarokan bibînin. Allahwekîl wê Kurd bikin ku hersal jinên we cot cot zarokan bînin”. Em li bendî bersivê ne...

Hem maldar û hem sûcdar

23/06/06- Me cara berê li ser efserê Tirk B.A nivîsandibû ku ewî bêbavî dest avêtiye keçikek 12 salî. B.A yê zinêkar kurê zinêkaran derxistin dadgehê. Hûn zanin bê ew dibêje çi? Dibêje “hinek dixwazin artêþa Tirk biçûk bixin” û zinêkarîya xwe û artêþê pevve girêdide. Yanî; zinêkarê xwînheram jibo ku xwe rûspî derxe radibe artêþa Tirko û Virqo dixe dewrê. Ma hewceyî gotinê ye oxlim! Jixwe hûn hemi zinêkarin, îcar wek mêran rabe û bêje “heyran em ji zuryeta xwe ve zinêkarin ma ez çi bikim!” û xwe biparêze. Aha endamên artêþa Tirk ev cûre mirovin haa....

s© lotikxane 2006