<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Ew jî çûûûûûûûûûû!
Þemal Amedî-07/05/08-Hollywood- Lotikvana seksî,kilê çavê xort û kalên 17-90 salî, yek ji jinên qaþo herî agirpêketî Scarlet Johanson destgirtî bû û xeyalên gellek mêrên dinyayê bi avê de berdan. Scarlet Johanson jî wek piranîya navbarên Hollywoodê ji xwarina xiyar û tirozîyan kerixî, dilê wê xeliya û îcar xwest heta demekê tenê bi xiyarê hevalê xwe Ryan Reynolds re sebra xwe bîne. Werhasil, Scarleta ku dilê xort û zilamên dinyayê diperitand bi Ryan Reynolds re destgirtî bû û wê di demek nêzîk de hevdu bidin ber lotik û pehînên seksî. Yanî, ew mabû ew jî ji kîsî me çû ellawekîl! Me bi meh û salan kir qarewar û bang li xortên Kurdan kir ku çend lotikên Kurdewarî li lotikvanên Hollywoodê xin. Lê mixabin xortên me bi kêrî pîvazekê nehatin û Scarlet Johanson jî ji destê xwe berdan. De aqûbet li serê keç û xortên Kurdan be rebbî!
|