Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Qehremanê bêhnpêketî

Gerîlla Bozan-28/10/07-Çiyayê Cûdî- Di dinyayê de ji çapemenîya Tirko derewker, sextekar, bêbext û bênamûstir çapemenî nexuliqîye. Ji xwe nivîskarên wan ji hirçên çol û çiya hovtir û bêwîjdantir in. Bêbavan karin kêçekê bikin deve û derewekê jî wek nepoxê binepixînin heta go bê “Gurmmmm” û biteqe.

Werhasil, di vî þerê dawîyê de ez jî wek þahid beþdarî þer bûm û min jî çend lotikên bêîman li eskerên qûnbicilikên Tirko xist. Yek ji wan qûnekan jî Çawîþ Sadik Atilmiþ bû. Min bi çavê serê xwe dît, gava þer destpêkir, Sadik efendî çek û sîlehê xwe li cî hiþt û dest bi revê kir. Bi sê telaqên jinberdanê, gava direviya dengê tirrên wî ji dengê narincok û bombeyên me xerabtir bilind dibû!

Bibû vîjevîja qûna wî û helke helk lê ketibû. Heta ji ber çavê me windabû jî hewar hewara wî bû û diqîriya:”Yandim anammmmmm, yandim anammmmm, poxûnûzû yîyîm min nekujin” û xwe ji teht û zinaran werdikir.

 

Werhasil, me çend fîþek bera nav lingên wî dan, ew brîndar kir û xiyaro vê carê ji mirinê filitî. Îcar çapemenîya Tirko wî dikin qehreman û ji Cengizxan mezintir dikin. Dibêjin qaþo Sadikê bixwedegûkirî teslîmî terorîstan nebûye û ji terorîstan re gotiye:”Ma hûn nizanim go eskerê Tirk teslîm nabe þerefsiz!”

Lê çapemenîya Tirk nizane go Sadik efendî qehremanekî xerabe û Cengizxanê bixwedegûkirî ye! Bi sê telaqan ez carek din Sadik efendî li Kurdistanê bigrim, ezê derpî jê bikim, çewalekî têxim serê wî û wêneyê wî di Lotikxanê de biweþînim. Bela wî çaxî çapemenîya Tirk bibîne bê qehremanên Kurd çi tirr û fisan ji eskerên Tirko berdidin û hûn sax!