Lotikxane
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
MÝN GOT NA!
AÞTÎXWAZ
12/03/08-Mêrdîn-
Ji min re gotin bibe cahþ û cerdewan
Em ê zêr û zîvan bi te din
Min got na…
Ji min re gotin li ser xwîna mirovan bazirganîyê bike
Em ê qesr û qonaxan bi te din
Min got na…
Ji min re gotin brayê xwe bikuje
Em ê te bikin serokê gelê te
Min got na…
Ji min re gotin bêbextîyê bike û cavên mirovan bitirsîne
Em ê te bi fermandar kin
Min got na…
Ji min re gotin çand û zimanê xwe biguhere
Em ê te dewlemend û zengîn bikin
Min got na…
Ji min re gotin îxanetê bike û xwe bifroþe
Em ê te xelat bikin
Min got na…
Gotin çi
Min got na…
Dijmin qeherî
Hêrs ket
Û qîrîya
Ji min re gotin em ê destên te kelepçe bikin
Û te bavên binê zindanan
Min got na…
Ji min re gotin em ê te bavên darbesta Filîstînê
Bêrîkan di canê te de vekin û tije xwê bikin
Min got na…
Ji min re gotin em ê îþkenceya qirêj li te bikin û te bikujin
Min got na…
Ez natirsim gurê devbiqirêj û devbixwîn
Ez ji azadîyê re bawermend im
Ji morovantîyê re piroleterê bi biryar im
Û ez þagirtê GUEVARA me