Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Raya Lotikxanê ji te re

Tecawizcî Coþqûn- 27/12/07-Beyoglû/Stenbol-

Birastî ji ber hinek sedemên taybet wextê min çênebû ez lotikan ji we re binivîsim. Neyse, ezê serê we neêþînim û behsa pirsgirêkên xwe yên þexsî nekim û dilê we jî nexelînim.

Dibêjin rojnamevanekî ji Hulya Avþar xanimê pirsîye: Gelo hûnê siyasetê bikin? Hulya xanimê jî bersiv daye: Siyaset!? Heger ez nebim serokwezîr siyasetê nakim. Divê li Tirkiyê sîstemek wilo çêbibe ku gava min go “S” divê yekser ez bibim serokwezîr. Yan na, ez naxwazim wek van wekîlên niha di meclîsê de di xewre herim û ji tilîrakirinê pêve tu gûyekî din nexwim. Di polîtîkayê de sîstemek çelqo-belqo heye. Ji ber vê sîstema neinsanî jî ez ne ehmeq im têkevim siyasetê û xwe rezîl bikim. Ez 44 salî me, bedew im û ez û Sadettîn Bey lotikên kesanedî li hev dixin filan û fîstan.

Hûn dibînin bê keçê bava çi aqilane difikirin newilo! Bi namûs 550 wekîlên meclîsa Tirko û Virqo wek Hulya xanim bi dirustî neaxivin.

Yanî, Hulyaka me dixwaze bi gotinek sergirtî bêje.”Ji xeynî serokwezîr, wekîl û wezîrên din tev qûnek in û bi kêrî pîvazekê nayên. Çi hebe di desthilatdarîya serokwezîrtîyê de ye. Ji ber vê jî ezê nexwazim bibim wekîl û hestîyan nekevêjim, ez dixwazim bibim serokwezîr ku karibim tirrê ji sîstema siyaseta dewleta Tirko berdim”.

Werhasilî kelam, me jî bi nameyekê helwesta Hulya xanimê pîroz kir û gotê: Raya Lotikxanê di rêya te de feda ye. Hema kengî te biryara destpêkirina siyasetê da, emê jî dest bi lotik û zîtirkên piþtgirîyê bikin. Hem jî belaþþþþþþþþþþ! Tenê car caran wek Ciwan Haco maçekê bide me û xelas!