Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Aydin Orak;

‘Nameyên protestoyî biþînin'


 
AMED - Derket holê ku amadekarên rêzefîlmê Gazî ku di televîzyona ATV’ê de tê weþandin û di hemû beþên xwe de heqaretê li kurdan dike, pêþniyara lîstîkvaniya rêzefîlmî ji lîstikvanê kurd Aydin Orak re biriye. Orak anî ziman ku fîlmçêkerên rêzefîlmê Gazî ku senaryoya rêzefîlmî bi xwe re anî bû pêþniyara listikvaniyê lê kiriye. Orak, wiha got: “Piþtî ku min çend rûpel ji senaryoya wan xwend, min senaryo avêt ser maseyê û pêþniyara wan red kir.’ 

‘Heqaretê li nirxên kurdan dikin’

Þanogerê kurd Aydin Orak aþkera kir ku fîlmçêkerên rêzefîlmê bi navê Gazî pêþniyara rolgirtinê ji wî re aniye. Orak pêvajoya pêþniyara ji bo rolgirtinê ji bo rojnameya me vegot: “Telefonek ji min re hat, gotin; Em dest bi rêzefilmekî nû dikin. Em dixwazin hûn jî tê de bilîzin. Ez çûm hevdîtinê. Min senaryo xwest, min çend rûpelê senaryoyê xwendin. Piþtre min avêt ser maseyê, min got biborin ez ê tiþtekî bipirsim; hûn ji bo çi vî rêzefîlmî dixwazin bikiþînin? Gotin; ‘em dixwazin dayikê þehîdan bextewar bikin.’ Min got; Lê dema ku hûn dayikekê li aliyekî bextewar dikin, hûn dilê dayikên aliyê din dikin birîn.”

‘Teþwîqa bo þovenîzmê dikin’

Þanoger Aydin Orak li ser senaryoya rêzefîlmê ku di hemû beþên xwe de qala lehengiya leþkerên tirk dike û heqaretê li nirxên neteweyî yên gelê kurd dike, nêrînên xwe anîn ziman û wiha got: “Di senaryoya ‘Gazî’ de gerîla bi gotina wan “terorîst” gundiyan dikuje. Weke wehþan nîþan dide û hwd. Min got; di vê senaryoyê de tiþtekî rast tuneye, hemû þaþ in. Tu caran gerîla gundî nekuþtiye û nakuje jî. Dev ji van senaryoyên bi qirêj berdin. Berpirsyarê lîstikvanan yê rêzefîlmî ji min re dibêje; ma tu ne lîstikvanekî profesyonelî? Min got; profesyonelî ne ew e ku mirov di fîlmê ku kufriyê ji gelê xwe re bikî. Ev rêzefîlmên wisa ku bi þovenîstî têne çêkirin, ne çareserî ye, her wiha þer di nava civakê de gur dike.”

‘Ji RTUK’ê re gazincên xwe biþînin’

Aydin Orak di dewama gotinên xwe de anî ziman ku ew hunermendekî kurd e û nabe ku heqareta li hemberî nirxên gelê xwe qebûl bike û wiha pê de çû: “Ez wek aktorekî kurd dibêjim ku, kesê ku piçekî namûs di pozê wan de hebe; çi aktorên kurd, çi aktorên tirk, divê di van fîlm û rêzefîlmên xizmetî þer û nijadperestiyê dikin de cih negirin. Divê hem ji bo lîstin hem jî ji bo temaþekirinê ev rêzefîlm werin protestokirin. Her kesê ku destê wî pênûsê digire divê ji van kanal û þîrketên fîlman re nameyên protestoyî biþînin. Ji bo RTUK’ê gazincê xwe biþînin.”

Çavkanî: AZADIYA WELAT