Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Bi þanogerê kurd Aydin Orak re hevpeyvîn

 

Þanoger Aydin Orak, yek ji þarezayên ciwanên kurd e ku ev çend sal in, gelek caran bi çalakiyên xwe yên çandî û hunerî em rastî navê wî tên. Her çiqas bi þanogeriyê nasraw be jî; wergeran dike, karê rojnamegeriyê jî dimeþîne. Nisêbînî ye, di sala 1982-yan de hatiye dinyayê. Di sala 1997-an de li Stenbolê dest bi karê þanoyê kiriye.

Di sala 2000-î de tevli þanoya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) dibe. Heta niha bi çend lîstikên cihêreng, derketiye pêþberî þanohezan: ‘Prometheusê Zincîrkirî’, ‘Kar û Bêkar’, ‘Girav’, ‘Sala nû Hinek Zû’ û lîstika Teatra Avestayê ku hîn jî berdewam dike ‘Rojnivîska Dînekî’ û ‘Tu ne Gara yî’. Orak, di çend fîlm û rêzefilman de lêyîstiye. Di gelek kovar û rojnameyan de nivîsiye/dinivîse. Ji Gogol- Rojnivîska Dînekî,  ji Musa Dînç- Ji serê zînde peyvên didin fikirîn, ji Yaþar Kemal- Teneke, ji Haþmet Zeybek- Theodora wergerandiye kurdî. Karê wergerê berdewam dike. Xwediyê pirtûkeke helbestan a bi navê ‘Hestên Veþartî’ (2005) ye. Aydýn Orak di gelek fîlmên televîzyonê û rêzefîlman de jî lîstiye. Di sala 2004-an de di fîlmê ku derhêneriya wê Ahmet Soner kiriye ‘Perwane’ û çend fîlmên bi tirkî de lîstikvaniyê kiriye. Li Stenbolê, ‘Navenda Perwerdeya Gel-Beþa Lîstikvaniyê’ qedandiye. Vê gavê ‘Teatra Avesta’ ku wî û çend hevalên xwe damezirandiye birêve dibe. Orak,li Navenda Çanda Arzela perwerdehiya lîstikvaniyê dide û bi qursiyerên xwe re lîstikeke kurdî ya bi navê "Deq" derxistiye ser sehneyê. Li Stenbolê li Navenda Hûnerên Dîtbarî-Beþa Derhêneriya Þanoyê û Zaningeha Anatoliya-Beþa Civakî perwerdehiya xwe berdewam dike. Li ser þanoya kurdî û mijarên pê re têkildar re me pirsî Aydin Orak bi dilgermî bersivand. 

Em devê kîjan rojname, kovar û malperî vekin em pêrgî navê te tên. Nivîsan dinivîsî, roportajan dikî, roportajan didî. Hindik maye em te di televizyonan de jî bibînin. Lê tu þanogerekî jîr î. Ev enerjî ji ku tê? Aydin Orak rojnameger e, nivîskar e, rexnegir e ango þanoger e?


Tiþtên ku kêfa min jê re tê dikim. Ango dinivîsim, þanoyê dikim, wergerê dikim û gelek tiþtên din dikim. Lê karê min ê sereke û tekane þano ye. Kê çawa min binav dike, bi dilê xwe ye. Lê, ez xwe wekî þanogerekî ji rêzê dihesibînin. Rojnamevantiyê dikim di ajanseke nûçeyan de, di kovaran de nivîsên li ser þanoyê dinivîsim. Di hin malperên þanoyê û malperên cûda de zêdetirîn nivîsên þanoyê bi çavê þanogerekî dinivîsim. Ez dixwazim her karê ku dikim di çerçoveya þanoyê de bikim. Ango lîstikvaniya sînema û rezefîlman jî, helbestnivîsîn û xwendin jî, wergera tekstên þanoyê jî û nivîsên li ser þanoyê jî karê min e. Hin kes dibêjin; ‘Tu çiqas karan bi hev re dikî, ma tu nawestî?’. Dibêjim; ‘heger ez van karan nekim, ango nexebitim ji sedî sed ez ê bimirim!.. Yan jî ezê qanserî bibim! Ez malbata xwe, hevalên xwe, civak û derdorê li derekê dihêlim, qet dernakevim betlanê û van karan dikim. Ev hinek jî nexweþî ye. Ez tiþtê ku ezê bikim û dikim qet naxwazim biaxivim. Heta ku kar dernekeve holê û kes û kûs nebînin, pesindan û behskirin ji quretiyê pê de ne tiþtekî din e. Ji bo vê yekê dibêjim; Aydin Orak ji bo min hîn nebûye tiþtek, dema ku bû tiþtek jî, wê demê ev yek mirina wî ye. Ez naxwazim bimirim...

Jiyana te ya þanoyê kengê destpê kir? Tesadûfî bû an xwestekekî zarokatiyê bû? Meraq dikim, di xwendina xwe de jî derketî pêþberî mamoste û þagirtên hevalên xwe? 

Min û çend hevalên xwe di mekteba seretayî de qeþmerî an jî lîstik û teqlîtên filman û mamosteyan dikir. Me wisa derdor dikenandin. Hevalên min pir komîk bûn, lê min xwe komîk nedidît. Hin jî xwe komîk nabînim. Piþtî ku dibistana navîn qediya, ez hatim Stenbolê. Li vir piþtî ku min lîstikên kurdî temaþe kirin. Li xweþa min çûn. Wê demê min di karê tekstîlê de kar dikir. Piþtre min dev ji kar berda û hemû bal û hiþê xwe da ser þanoyê. Û niha em bi hev re li vir in.

Þano ji bo te çi ye? Çiqas ketiye nava jiyana te? Bêyî þanoyê, Aydin Orak çiqas kêm e? Careke din werî dinyayê, te niyet heye dîsa ‘toz û telaza’ þanoyê bikêþî nava xwe? 


Þano hevrûkirina min û jiyanê ye. Gotineke min ji bo jiyanê heye û ez wê gotina xwe bi zimanê wî kesê li ser sehneyê ji însanan re dibêjim. Heta yek însanê ku temaþe û guhdarî bike hebe ez dixwazim vê gotinê berdewam bikim. Þano ketiye jiyana min, ez nikarim xwe jê xilas bikim. Ji ber ku þano ne karê kesê biaqil e! Þano gelek ked dixwaze, wext dixwaze, pere dixwaze lê, li hember evqas tiþtan tenê çepik tên. Belkî jî evqas ked ji bo du deqe çepik e. Ku þanoyê nekim nikarim tiþtekî din bikim.Ango jiyaneke bê þano naxwazim bifikirim. Ev yek ne tenê ji bo min, ji bo herkesî kêmasiyeke pir mezin e. Ku careke din werim dinyayê; dixwazim bi her awayî þano hebe, dîsa lîstikvaniyê bikim. Ku di dinyayê de þano tenebe, wê kêmasî hebe, ji ber ku di heyama berê de jî mirovan þano dikir. Bi rîtûelan, bi ayînan...

Yekem car bi awayê profesyonel te li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) dest bi hunera þanogeriyê kir. Ev demek e jî ku di bin banê ‘Teatra Avesta’ de keda þanoya kurdî didî. Hinek behsa Tiyatro Avesta ji me re bike. Kengê ava bûye, ji çend kesan pêk tê, heta niha çi kiriye, hewl dide çi bike?

Teatra Avesta, hîn dema ku ez li Navenda Çanda Mezopotamyayê dixebitîm, min û çend hevalên xwe di sala 2003-an de me bi lîstikekê, bi pêþkêþkirineke li Zaningeha Stenbolê weke komeke serbixwe ava kir. Ez û Cîhan Þan berpirsiyarê komê ne. Me gelek nîqaþ û lêkolîn li ser þanoyê kir. Piþtre me biryar da ku em lîstika Gogol a bi navê ‘Rojnivîska Dînekî’ bilîzin. Gelek perwerde û tecrûbe me ji kesên pispor girtin. Dawiyê me lîstik derxist û di serî de 10. Mihricana Navnetewî Ya Enqere, Stenbol, Amed, Batman, Hewlêr û li gelek cihên din me ev lîstik pêþkêþ kir. Ev lîstik hîn tê lîstin. Niha jî me lîstika Azîz Nesîn a bi navê ‘Tu ne Gara yî’ derxistiye ser sehneyê. Ji bo vê lîstikê me ji Þanoya Dewletê Ya Stenbolê bo derhênertiyê Turgay Tanulku aniye, derhêneriya lîstikê ew dike. Teatra Avesta komeke taybet e, em dikarin bibêjin koma projeyan e. Ango du kesên esas hene di komê de, yên din wek lîstikvan, dekorvan, kostûm, derhêner in. Em serê pêþî projeyên xwe li gora asta þanoyê, piþtre li gora zimanê wê hildibijêrin.

Aborî çiqas dibe asteng li pêþiya xebatên we? Bo nimûne salon an jî cihekî we yê kar heye gelo? Heger hebe hûn bi rehetî dikarin kirêya cihê xwe bidin? 

Mixabin di çêkirina hûnera îroyîn de pere roleke mezin dilîze. Þano bê aborî nikare bê çêkirin. Di dinyayê de ji xeynî þanoyên dewletê, hemû þanoyên taybet zehmetiyên aborî dikiþînin. Ev kar ji bo þanoya kurd hîn zêdetir e. Êdî þano mixabin bêyî sponsoran ango bêyî alîkariya aborî nayê çêkirin. Li cihekî wekî Tirkiyeyê, þano di rewþeke xetere de ye. Lê dîsa jî ji aliyê dewletê ve her sal du trîlyon lîreyên tirk  ji bo þanoyên taybet tên dayîn. Lê dîsa jî hin kes nerazîbûnên xwe nîþan didin. Ku em vegerin þanoya kurd; alîkariya aborî ji aliyê tu kesan ve nayê dayîn, bo ku kurdî ye sponsor tunene. Û ya herî girîng, dewlet ji du trîlyonên ku her sal bo þanoyan belav dike, ‘çerxiyek’ jî nade þanoyên kurdan. Ji ber ku kurd ne hemwelatiyê Tirkiyê tên dîtin. Di dema (bac) vergî û leþkeriyê de em hemwelatiyê Tirkiyeyê ne, lê ji bo tiþtekî wisa em ne hemwelatiyê wan in!.. Ev hem durûtiye hem neheqî ye. Cihekî ku em lê provayên xwe bikin tuneye, ango salona me ya þanoyê tuneye. Em carinan li salonên komên din provayên xwe dikin. Em dixwazin di demeke nêz de ji Teatra Avestayê re yan bûroyekê, yan jî salonekê kirê bikin. Lê divê wê demê alîkarek an jî sponsorekî baþ derkeve û bêje; ‘ezê alîkariya þanoya we bikim’.

Bi awayê giþtî kêþeyên li ber þanoya kurdî çi ne? Bi baweriya min li metropolekî wekî Stenbolê de, gelek kesên karê þanoya kurdî dikin, paþê fêrî zimanê kurdî bûne, gelek caran jî zimanekî þikestî bi kar tînin. Baþnezanîna zimanê kurdî qelîteya þanoyê kêm nake gelo? Di amadekirina tekstan de hûn yarmetî ji kesên ku ziman baþ dizanin werdigirin an na? 

Herçiqas þano karê ziman be, di heman demê de karê beden û mîmîkan e jî. Helbet divê þanoger ji herkesî baþtir kurdî bikar bîne. Û ji herkesî xweþtir bi kurdî biaxive. Lê divê were zanîn ku sehne, dîtbarî, zimanê beden û mîmîk li pêþiya zimanê lîstikê ye. Ango axaftin li dawiya van hemûyan e. Divê ji bo tekstên kurdî em alîkariyê ji zimanzanan bigirin, lê em ne mecbûr in wekî wan biaxifin. Wêjevanên kurd carinan rexne dikin, ji wan kirî em li ser sehneyê edebiyatê dikin! Na. Edebiyat karê wêjevanan e. Em mecbûr in ku zimanê li ser sehneyê tê axaftin bi temaþevanên xwe bidin fêmkirin. Lê ne bi axaftineke þikestî û ji rêzê. Em bibêjin zimanekî ne gelek wêjeyî, ne jî þikestî. Rastiyeke berbiçav heye; mixabin em þanogerên kurd bi kurdî nizanin, hin ji me gramerê nizanin, hin bilêvbûne nizanin, hin jî ji devla ‘nêr’, ‘mê’ bikar tînin. Yanê zimanê þanogerên kurd þikestiye. Di civaka kurd de, kesên herî xirab ziman bikar tînin, þanoger bixwe ne!.. 

Bingeha þanoyê di nava kurdan de heta kengê diçe? Gelo te hay jê heye, yekem car þano ango tiyatro kengê û li ku derê hatiye pêþkêþkirin? 

Wekî tê zanîn bingeha þanoyê ji rîtûel û kevneþopiyan tê. Em hemû çanda kurdan bi dengbêj û çîrokbêjiyê ve girê didin. Rast e, ji ber ku çavkanî û bingeha þanoya kurdan jî dengbêj in. Dengbêj, çîrokbêj û vebêj dema ku di nava civakê de dest bi serpêhatiyan dikin û dibêjin, di heman demê de dilîzin jî. Yanê li vir lîstikvanî û þano derdikeve holê. Çîrokbêj dema ku çîroka xwe dibêje, carinan teqlît dike, dikeve þiklê wî/ê û kesên li civatê jî temaþevanên wî/ê dengbêjî ne. Belê, ji ber ku ev tiþt bi zanistî nehatiye çêkirin, têne ji bo þanoya me dibe þanoya kevneþop û lîstikên gelêrî û çavkaniya þanoya kurd. Bi kurtasî piþtre em derbasî þanoya kurd a dramatîk dibin. Em her dem behs dikin; 1918 Memê Alan, 1946 Dayika Niþtiman, 1959 Birîna Reþ. Lê piþtre em ji kurdên baþûr hîn bûn ku di sala 1920-î de þanoya kurdî kirine. Di salên 90-î de jî herkes dizane ku li Tirkiyeyê þano çawa çêbûye. Bi kurtasî Navenda Çanda Mezopotamya û þaxên wê û þanoyên sazî, dezgeh û yên taybet...

Li Rojhilata Navîn û Anatoliyayê mirov dikare þanoya kurdan bi þanoya faris, ereb û tirkan re mûqayese bike? Heger bike þanoya kurdan di asteke kambax de ye bawer im?  

Mixabin rast e. Hem ji aliyê teknîkê ve hem jî ji aliyê kirina þanoyê ve em ne serketî ne. Lê em bihêvî ne. Em dixwazin di warê þanoyê de tiþtinan bikin. Þanoya tirkan a herî nêzîkî me ye ji aliyê têkiliyê ve. Gelekî serkeftî ye þanoya tirkî. Li Tirkiye û Kurdistana Tirkiyeyê çend komên ku þanoya kurdî dikin hene. Lê mixabin em nikarin bi þanoya tirk re mûqayese bikin. Lê çend nimûne hene di þanoya kurdî de. Ango lîstikên ku ne kêmî þanoya tirkî û ya cîhanê ne. Ev jî ji salê ancax yek dudu heb derdikevin. Kambaxiya þanoya kurd ne tenê sûcê þanogerên kurd e. Ev kambaxî, bi pirsgirêkên civaka kurd ve jî girêdahî ne.

Di þanogeriya kurdan de rol û erka karakterên bi navê ‘Keçelo’, ‘Þemo’, ‘Kûmreþ’ çi ye? 

Her þanoya miletekî karakterekî xwe heye. Bo þanoya tirk Meddah, Kavuklu, Pîþekar û hwd. hene. Bo þanoya kurd ku em navekî lê bikin, ez bawerim hîn zû ye. Dibêjim ku ev karakterên ku te anî ziman, dibe ku bibin karakterên gelêrî di þanoya kurdan de. Û þanoya kurdan bi van karakteran derkeve pêþ. Li her herêma Kurdistanê herî kêm deh karakterên ku ji þanoyê re bibin mînak wê derkevin. Lê berî vê yekê divê karakterên neteweyî derkevin holê. Ya rastî, bi gotinê tiþtek dernakeve holê. Divê ev tiþt werin pêkanîn. Piþtî salan nifþên ku piþt me re tên, wê nav lê bikin bawer im.

Li gorî bîr û boçûna te, xisletên þanogerekî baþ divê çi bin? Bo nimûne ji bo þanogerek jî pîvanên razan, xwarin, vexwarin, rabûn, rûniþtin hene? 

Ev tiþtekî guherbar e. Lê profîla þanogerekî bi rêk û pêk diyar e. Þanogerekî baþ; berî her tiþtî divê ziman baþ bikar bîne, bedena xwe baþ bikar bîne û xwedî zanisteke entellektûelî be. Derdorê û civakê baþ binase. Ji herkesî bêhtir xwediyê/a hestiyariya bûyeran be û li dijî her bûyerê bikare reaksiyonê nîþan bide. Wekî din pîvana þanogeriyê ew e ku; karibe ‘ji birçîna nemire’. Ango karibe xwe bi þanoyê xwedî bike. Nanê xwe ji þanoyê qezenc bike. Ev ji bo þanogerên serdema me, serkeftinên mezin in.

Hema yekser hate bîra min; heger Sheakspeare kurd bûya, li gorî fikra te dê beriya her tiþtî þanoya çi/çawa çêkira? 

Beriya her tiþtî dibe ku berhem û karaktera wî ya bi nav û deng ne Hamlet be, Kendal, Þoreþ an jî Zinar be. Entrîkayên di navbera kurd û tirk, ereb û eceman de bikira mijar ji xwe re. Dibe ku evîna Mem û Zîn ji dêvla Romeo û Julliet ve binivîsanda. Belkî jî berhemên wî dihatin qedexekirin ji aliyê pergalê ve û tim dihatin þewitandin. Ji bo ku dê behsa kurdan bikira wê dewletên Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraq berhemên Sheakspearê kurd qedexe bikira. Belkî jî ew dikuþtin an jî, ji bo qedexekirina ramanê ew dixistin girtîgehê û wî jî ji bo zextên li ser girtiyan xwe diþewitand. Her wiha, dibe ku di 20-ê îlona 1992-an de li Diyarbekirê ji aliyê dewletê ve dihate gulebarankirin...

Gotinên balkêþ... Aydin, mezintirîn xeyala te çi ye di warê þanogeriyê de? 

Dixwazim li navenda þanoya cîhanê singekî bikûtim. Singekî wisa ku zû bi zû ji erdê dernekeve. Ne tenê bo þanoya kurdan, her wiha ji bo þanoya cîhanê xebatên baþ bikim. Lê armanca min ew e ku di bin sîwana kurdî de vê hûnerê bipêþ bixim. Dixwazim bi hemû dînamîkên xwe, ji þanoya kurdî re xizmetê bikim. Û di þanoya kurdî de bi hemû cûreyan hebim. Di serî de bibim lîstikvanekî baþ, piþtre derhêner, nivîskar û wergêr. Bi gotineke popûler; bi ‘kurt û kurmancî’ her dixwazim bo þanoyê kar bikim û hew!..

 
HEVPEYVÎN:
SALIHÊ KEVIRBIRÎ