<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ji Teatra Avesta jiyana Mûsa Anter:  Araf     

       

Þanoger û Derhêner Aydin Orak

 

Danasîna lîstika þanoyê ya Teatra Avesta "Araf" a li ser jiyana zanyarê kurd Apê Mûsa ku dê bi kesekî tenê bê lîstin, hat kirin.

 

Lîstika ku ji aliyê Cîhan Þan ve hatiye nivîsandin de Aydin Orak derhêneriya wê dike. Dîsa Aydin Orak di lîstikê de rol digire. Turgay Tanûlkû þêwirmendiya projeyê dike. Derhênerê sînemayê Huseyîn Karabey jî derhêneriya vîdeoyên lîstikê dike. Wekî din kunyeya lîstikê wisaye; Alîkarên derhêner; Bîlal Bûlût, Necla Ozay, mûzîk Efkan Þeþen, ronahî; Ahmet Çay, dekor; Fîlîz Çagin, efekt; Ozgun Yarar.

 

Danasîna lîstika li ser jiyana nivîskar, rojnamevan û zanyarê kurd Mûsa Anter ku di sala 1992'an de hat kuþtin, li Navenda Çand û Hunerê ya Ronahiya Heyvê (Ay Iþýðý Kültür Sanat Merkezi) hat kirin. Lîstikvanê sînemayê Turgay Tanülkü û gelek hunermendên din beþdarê vê danasînê bûn.

 

Piþtî rapêþîna sînevizyoneke li ser jiyana Apê Mûsa, lîstikvan Aydin Orak ku dê lîstika bi navê 'Araf' bi tena serê xwe bilîze, axaftineke kin kir. Aydin Orak da zanîn ku ew dixwaze kuþtina rewþenbîrekî ku bi zimanê xwe dixwaze xwe biparêze bi vê lîstikê vebêje. Orak got ku ji ber di navbera bihiþt û dojehê de mayînek e, navê "Araf"ê li lîstikê kirine û wisa fikirîne ku dê ev nav bikaribe Musa Anter bi kurtayî vebêje.

 

Aydin Orak her wiha diyar kir ku lîstika "Araf" di 20'ê îlona 2008'an de li ciyê jidayîkbûna Mûsa Anter, li navçeya Mêrdînê Nisêbînê cara yekem dê bê lîstin. Di 21'ê îlonê de jî, ji ber salvegera kuþtina Mûsa Anter dê li Amedê lîstik bê lîstin. Piþtî Axaftina lîstikvan Aydin Orak, lîstikvanê sînemayê Turgay Tanülkü di derbarê þanoyê de axivî û diyar kir ku bêpergalî, herî baþ dikare bi rêya sînema û þanoyê bê rexnekirin. Piþtî axaftinan, danasîna lîstika þanoyê ya bi navê "Araf" a li ser jiyana Apê Mûsa, bi kokteylekê bi dawî bû.

 

Ji bo têkilî û danûstandinê: tiyatroavesta@gmail.com

 

 

 JI LÎSTIKA “ARAF”Ê HENEKEK JI DEVÊ APÊ MUSA

 

Eynî bû weke meseleya kerxanê,

Odeciyê qeymeqamê Nisêbînê gotiye;

Go em emeklî bibin em ê çi bikin?

Go Musa Anter gotiye kerxanekê vekin.

Ji ber xwe ve ev mesele li hev anîne…

Qeymeqamê Nisêbînê bi vê yekê hisiya

Wê demê qeymeqam Atilla Koç bû, pir henekçî bû.

Go ya Musa bey böyle böyle diyorlar.

Min go ê qeymeqam beg madem halkýmýz uygun görüyor,

Kerxanenin açýlýþýnda sizde qurdelayî kesersiniz!