Lotikxane
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Bajo lawkê Nisêbînî, bajooooooo!
Kî dibê zilam ji Nisêbînê dernakevin kuro? Aha ji we re stêrka pêþeroja Nisêbînîyan Aydin Orak! Herçiqasî Aydinê me nikaribe wek Hesenê Dîn û Þemo þanogerîyê bike jî, lê bi telaq ew tirê ji gellek þanoger û lîztikvanên dinyayê berdide û xelas!
AYDIN ORAK- BÝYOGRAFÝ
Aydýn Orak, di sala 1982'de li Nisêbînê ku girêdayî Mêrdînê ye hatiye ser rûyê dinyayê. Dibistana sereteyî û ya navîn li Nisêbînê diqedîne. Di sala 1997'de dest bi karê þanoyê dike. Di sala 2000'an de tevlî þanoya NÇM ( Navenda Çanda Mezopotamya ) dibe.
Di çend lîstikên cûr bi cûr de dilîze. Di lîstika bi navê Prometheusê Zincîrkirî, Kar û Bêkar, Girav, Sala nû Hinek Zû û lîstika Teatra Avestayê ku hîn jî berdewam dike "Rojnivîska Dînekî" û “Tu Ne Gara Yî” de dileyîze. Di çend Fîlm û rêzefilman de lêyîst. Di Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Ozgur Politika, Esmer, Londra Olay Gazetesi, Radikal Gazetesi, Baþka Dergi, Kovara Ajda, tiyatronline, tiyatroevi, Oyun, Tigrîs û Amîgra de nivîsê çand û hûnerê, bi taybetî jî nivîsên þanoyê dinivîse.
Çend wergerê weke; Gogol- Rojnivîska Dînekî, Musa Dînç- Ji Serê Zînde Peyvên Didin fikirîn, Yaþar Kemal- Teneke, Haþmet Zeybek- Theodora kirine. Hîn karê xwe yê wergerê berdewam dike. Pirtûkek helbestan a bi navê "Hestên Veþartî" di 2005'an de çapkiriye.
Aydýn Orak herweha di gelek fîlmên televîzyonê û rêzefîlman de jî lîstiye. Di sala 2004'an de di fîlmê ku derhêneriya wê Ahmet Soner kiriye "Perwane", û çend fîlmên bi tirkî weke serlîstikvan lîstiye. Klîbek helbestan kiþandiye û di hemû televîzyonê kurdî de tê weþandin. Þanoger Aydýn Orak hîn bi lîstika "Rojnivîska Dînekî" turneya xwe berdewam dike. Bi vê lîstikê di serî de di "10. Mihrîcana Enqerê A Þanoyê ya Navnetewî de û gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyê derketiyê ser sehnê. Orak, bi þanogeriya xwe re lîstikvaniya sînemayê jî dike. Di projeyên Aydýn Orak ê demeke nêz de amedekariya pirtûkeke helbestan, provaya lîstikeke þanoyê a nû û kiþandina klîbeke helbestan heye. Li Stenbolê li "Navenda Perwerdeya Gel-Beþa Lîstikvaniyê" qedandiye. Orak, hîn jî di Teatra Avestaya ku wî û çend hevalên xwe damezirandiye de lîstikvaniyê dike û li Navenda Çanda Arzela perwerdeya lîstikvaniyê dide û bi qursiyerê xwe re lîstikek kurdî bi navê "Deq" derxistiye ser sehneyê. Li Stenbolê li Navenda Hûnerên Dîtbarî-Beþa Derhênertiya Þanoyê û Zaningeha Anatoliya-Beþa Civakî perwerdeya xwe berdewam dike.
orakaydin@hotmail.com
|