Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Destê kê di bêrîka kê deye kes nizane

 

Dilcan Îzol- 11/04/08-Antalya- Wek we bihîstiye, berî demakê li zanîngeha bajarê Antalyê pevçûnek mezin di navbera du grûban de derketibû û qûþ li hev qetandibûn. Di vê pevçûnê de ji herdu alîyan jî çek hatibûn bikaranîn û rûn li ser nanê rêxistina terorîsta Ergenekonê kiribûn.

 

Werhasil, di çapemenîya Tirko de ev bûyer wek bûyerek ku „li ser hezkirina keçekê“ hatibe kirin þirove bû. Lê derket holê ku rastî ne wisa ye. Tahîr Denîz Uysal û jina wî Ayþegul Uysal du xwendevanên wê zanîngehê ne zewicî ne. Lê di çapemenîyê de herdu wek sedema çêbûna bûyerê dihatin destnîþankirin.

 

Werhasil, eþkere bû ku ev qalûqult ne rast in û þer ne ji bo Ayþegul Uysal lê bi minasebeta rojbûna Abdullah Ocalan derketiye holê. Ayþegul Uysala ku bi xwe jî di Zanîngeha Akdenîzê de dixwîne, dibêje ku „wê rojê rojbûna Abdullah Ocalan bû. Ji bo pîrozkirina rojbûna wî grûba terorîst erîþ anîn ser me û bûn sedema derketina þer û pevçûnê“ filan û bêvan

 

Neyse, tam di vê dema ku endamên rêxistina terorîst a Ergenekonê tên girtin û lotik li wan dikevin, derxistina þer û pevçûnê bi kêrî kê tê ez tê nagihêm. Lê rastîyek jî heye ku hem ji nava Tirkan û hem jî ji nava Kurdan alîyên ku xizmeta Ergenekonê dikin û rûn li ser nanê wan dikin jî nehe.

 

Îcar kî ji wan dixe kê û kî ji kê derdixe ew tenê xwedê zane.