Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Mizgînîyek ji doktorên Kurd re!

Dr. Xwedêda Garisî- 29/11/08- Gelî doktor û bijîþkên Kurd, mingînîya min li we û çavê we ronî be! Heçê dojtorên azib bin û hîna di lotikavêtinê de xeþîm bin, bela guh bidin min û vê nivîsê bixwînin. 

Lotikvan û berdîberdayîya Tirk Aysûn Kayaci di hevpeyvînek xwe de dibêje:”Min tim dixwest yekî doktor bibe hezkirîyê min û min bide ber lotik û pehînan, lê nebû qismet. Ji ber ku ez xweþik û zerik im doktor bi min qaîl nabin” û hêsran dibarîne.

Kayaci xwe avêt bext û namûsa Lotikxanê û got:”Dibêjin doktorên Kurd lotikhez in, xêrxwaz in û dilê kesî ji xwe nahêlin. Ez di bextê we de me, binerin bê hûn doktorekî Kurd nekin qismetê min” û niha li bendî bersiva me ye.

Ji ber ku ez bi xwe zewicî me û hefsarê min di destê jina min de ye, newêrim xwe nêzîkî Kayaci xanimê bikim. Lê min go de bela di þûna min de doktorekî din çend lotikên Kurdewarî li Kayaci xanimê xe û merema dilê wê bîne cîh.

 Lê binerin hûn jî wek siyasetmedarên me pêve nezeliqin haaaaaa, eman emannn! Bi namûs heger hûn pêve zeliqîn heta bi mirinê jî hûn hew karin jê derêxin. Hûnê xwe jî û doktorîya xwe jî li ser kin û xelas!

Ji min gotin. Piþtre nebêjin Dr.Xwedêda behsa zeliqandinê nekir qurban......