Lotikxane
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Heger tu neyê
Azad Hecer
Wek hertim þevên bîranîn û xemgîniyê
ez ji xwe're kirime saz
û her li ser perdên min awaza
wek xwe lê dide
Hundir xwe li min pêçaye
bîhn li min tengkirî
çavên min ji ser wêneyê te
yê êtam di elbûma min de ranabin
Li ser masê rûniþitî me
pel û pênûs ji min xeyidî ne
ji destpêka êvarê de bêkarin
qehwa min di binê fincanê de zuha bûye
nema karim bikim fal û li hatina
te bi hêvî bim dilê min
Rehmetiyê Mihemd Þêxo
ji gorê rabûye û hatî mêvaniya min
û ji bo min cana min-cana min distirê
lê dîsa divêm te lê gulê
Rewþa min bê rewþ û jar ez im
xemgîn û melûl ez im
mirî û rehmetî ez im
feqîr û bê maf ez im
þiyar û bê aram ez im
ne li vê dinê ne li wê dinê ez im
bê guneh tenê li cehnimê ez im
dildar û bê yar ez im
Lê dîsa jî mebêje yara min
dilê xwe ji min sar meke ticar
erê tim kêm ez im lêêêê
bi te û azad ez im
Melakî mi nimêj dev ji xêr û gunehê
serxweþekî serî gêj dev ji qedehê
heger berdin
ji te dest ticar û ticar
ez bernadim
bêje min bêje bêje
min þiyar û þîret bike
ez bi xwe're û ji bo evîna te
þerê berdewamiyê dikim
êþa birîna min bilind bûye
waqe waqe
xemgînî bûye jiyan
jiyan jî bûye tu
û tu winda ye
herger tê neyê û wek xelkê
ji min hezneke
tu dikari min ji bîr bibe DILO