|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
info@lotikxane.com |
|
“BADOK”
Azad Kanîwar
Demekê li ba Kurdîhezan peyvên nû çêkirin moda bû. Ez jî ketibûm pê vê modayê! Li þûna peyva dîreksîyonê min bi Kurdî peyveke xweþik dîtibû; badok, ji badanê badok!
Tabî ji bo ku vê dîtina xwe ya balkêþ biceribînim, çûm ba hevalekî û di navbera min û wî de sohbeteke dîrokî derbas bûbû! Min digot ez ê ji wî derxînim ka badok çi ye. Heger badok peyveke rast û watedar e, divê ew bizanibe. Rasterast bibêjim, min li þûna peyva dîreksîyonê peyva badok çekir, hîngê ez nizanim ka badok rast e an na? Her weha wê çaxê tahma xwe jî namîne. Min jê pirsî:
- Badok çi ye, tu dizanî?
- Ew çi ye lo? Bi Kurdî xeber bide qurbanê te me.
- Temam, gava ku ez dibêjim badok, çi tê bîra te? Pir û hindik diþibe çi?
- Wele, qet tiþt nayê bîra min, te ew ji ku anî? Naþibe tu tiþtî.
- Hinekê bifikire hevalê min ê delal, mêzeke badan heye, yanê tiþtê ku tu badidî. Hele bifikire, tu yê bizanî.
- Welehîn, te serê min êþand, here ji yekî din bipirse! Porê serê min jixwe spî bûye, te serî bi badanê xwariye!
- Ez ji te re wisa bibêjim, badok tiþtekî girêdayî erebeyan e, parçeyekî wan î li ber çavan e. Ka niha bibêje, ew çi ye?
- Tu çima li ber xwe didî! Ez te fam nakim, kekê min ê delal, naþibe tiþtekî, ez bibêjim teker e, tu yê bibêjî çima? Tu karê min tune têkevim dû tekerê!
- Na, ne teker e. Lê tu nêzik bûyî. Xuyaye ku tu ketîyî inyadê! Lê ez ê ji te derxînim. Bisekine, niha di serî xwe de otomibîleke bedew xeyal bike. Yanê otomobîleke ku tu jê hez bikî bîne bîra xwe.
- Temam, min anî, ez otomobîleke xweþik û bi biha dibînim.
- Baþ e, niha deriyê wê veke.
- Min vekir.
- Baþ e, niha têkevê û rûne.
- Ketimê û rûniþtîm.
- Li ber xwe mêzeke.
- Mêze dikim
- Çi li ber te heye?
- Qoltix!
- Çi?
- Qoltix!
- Yaw heyran tu çima ketiyî iynadê, rast bibêje çi li ber te heye, her du destên xwe bi ser de!
- Temam, wisa dikim. welehîn bîlehîn qoltix e.
- Lo, tu li ku derê otomobîlê rûnistiyî?
- Li qoltixa paþî....
- Çi...?
- Te go derî veke û rûne, min jî deriyê paþî yê otomobîlê vekir û rûniþtim, te nego deriyê pêþî veke û rûne...
- Hey xwedê! Hey badoook!....
05/08/06