Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

Dilþa Yûsif jî dest bi lotikan kir

 

 

Azad Seyda-20/12/06-Kuro ev keçên me yê kurd car caran me dihetikînin. Xaltîka me ya rojnamevan, nivîser, çalakvan, helbestvan, dengbêj û qidqidqirîþk di eynikê de li xwe nêrî, dil ket bejna xwe û diranên xwe li ser hev kirin destar û piþtî bêdengiyeke dirêj pijiqî û got: Min serhed kir dengbêj û yê bawer dike bila bawer bike û yê bawer nake bila serê xwe li dîwarê keleha Hewlêrê bide.

Ciwankê navê xwe û lêsta karên xwe û wêneyekî xwe li ser hev kom kir û lotikek li wan da û berê wan da malperan.

Xwediyê malperan veciniqîn, terpilîn û tep li serê xwe dan û gotin: Wax li qirdê me yê mirî be, me ha ji vê nivîsera Super tune bû, bi xwedê em kawikî bûn û sînga malperên xwe bi wêne û nivîsên Dilþa xan xemilandin.

Keçê Dilþa, bi xwedê em ji te naqeherin, em dixwazin tu jî bibi Ehlam Mistganmî û Acata Kirîstî ya Kurdan. Lê malnexerabê te piþtê vî umrî û piþtî vê bêdengiyê çi hiner rakir law!

Baþe, te Serhed kir dengbêj û hunermend, ka dîdevanê te?? Nebêje ezê bi gora wî sond bidim ku stirana wî ya Hewlêr ji gotinên te ne, ji ber sond felata her kesî ye.

Bera wek te be, yadê xem nîn e. lê me gellek caran guhdarî li CD yên Serhed kiriye û ew dibêje: “Wê bibe gora xayinan” û nabêje “Wê bibe gora neyaran”!! Hema pênûsa te di destê te de ye, û tu mayi heyirî. Kîjan baþtire? Xayin an neyar?!...Wey xwedê kesekî neheyirîne û dilê kesekî xilto-milto neke lêêêêêê. de bibêje (YA REB).

Dilþa xan: Law bi xwedê em dixwazin tu hemû nivîserên jin li ber lotikên xwe bipelixîni û tu wek lehiyê wan bide alî û navê te bikeve nîvê dîrokê de lê ne bi vê propaganda beloq û sist canim!

Welleh billeh tilleh malper narevin, ma te qubale girtiye, dayka minê eger kesek li te xwedî dernekeve hema berê xwe bide Lotikxanê û te îþ pê tune.....