Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

Yekîtî ya Kurd li Sûriyê toz bi ser serê xwe xist

 

Azad Seyda-28/12/06-Swêd-

 

Hebû nebû rehme li dê û bavê min û we bû, diruþma tevgera siyasî ya kurdên Sûriyê yekbûn û rizgarkirina Kurdistanê bû, bi qudreta Wahid Ehed (xwedê te`ala) ew diruþme bû mafên netewî.. Roj li pey rojê û ji ber barê giran –xwedê neyne serê tu kesî-   ew diruþmeya avis, lawaz bû û di dawiyê de beravêt û hêviyên me li ber lingan bir..

Di sala 2002an de qebqeb bi Yekîtî ket, Fuad Elîko û Ebdulbaqî Yûsif û Hesenê Tenûriyê (Hesen Salih) û Merwanê Te`like (Merwan Osman) biryar dan ku lotikekê li rêjîma Beþar Esed bidin, me jî keysa xwe ji desthilata Sûriyê anî û jinên kurd li gund û bajarên kurdan devdelingê xwe ji çoxên kesk û sor û zer dirûtin û dilê mêra xweþ bû.. diya min lîrand ..Yekîtî dest bi xwepêþandanan kir.

Ez serê we naêþînim û tu lotikan li we nadim.. Yekîtî bi gaveke serkeftî daket meydanê û tirr ji partiyên kurd li Suriyê berda.. agir ji devê Hesenê Tenûriyê derdiket wek dema pîrka min Koçerê tenûr dadida û Merwanê Te`likê jî pifpif bi wî ketibû û serî li wî bûbû wek te`likekî.. Ji xwe Fuadê Elîko.. de îca yabo.. bi xwedê û bi serê min ne bi yê we- Çhe Gîvara li ber xwe biribû…

Bi rastî.. me (tirsonekan) ji xwe re li wan dimeyzand û me nas kir ku cihê me di civatan de nemaye ji ber dema þêr xuya dike miþk Ebdulrehman e!!.. Lê ax û bes van ciwamêra dawiya dawî zimanê tirsonekên wek min li ser xwe dirêj kir.

Yekîtî di xwepêþandanên xwe de car caran serkeftî bû, xelk bi hawara wan ve diçûn û bi ya wan dikir û di fikra xelkê de Yekîtî sibê dê dest bi karê çekdarî jî bike!! Min bi xwe dikir ez dev ji partiya xwe ya tirsonekan berdim û tevlî Yekîtî bibim nexasim dema min dî ew karê xwe ji dil û can dikin û ciwamêra ji mirinê jî natirsin û xortên wan di zindanên Sûriyê de hefnik girtine..

Min serê xwe li bin guhê dîwarekî xist û min mejiyê xwe da ber lotikên ramanan, gelo ez sebir bikim heya 2007 wê ne baþtir be? Min sebir kiþand û li hêviya kongira Yekîtî mam.

Min bi xwe, zendên xwe hildan, min qeytanê sola xwe girêda, min tewkelî bi xwedê anî li hêviya biryara Yekîtî ku þerê çekdarî bike an jî karê xwe bike û pêþmergeyan ji bo rojeke xirab hazir bike..

Lê law ma ez çi bêjim? Ez çi nifira li wan bikim? Te`likê Yekîtî buhirê û perrixî û Tenûra wan jî sar bû, û em nema dikarin nanê xwe pê vedin.. Yekîtî zuha derbas bû Kongira xwe û zuha derket.. Pêþniyara navê partiyê jî nehat pijirandin, Kurdî nebû Kurdistanî, lotika me di nav çavê me de lêket û dijminan bêhna xwe ya çikiyayî berda ber xwe û keysa xwe ji me anî daku di demeke nêzîk de me bide ber lotikan..

Biryarên ku ji kongira Yekîtî derketin yê berê ne, û -xwedê dizane- dibe ku serî jî eynî serî bin… xalên Yekîtî yên herî giring ên ji kongira Yekîtî derketine ev in:

*Divê yekbûna herêmên kurdî li Kurdistana Suriyê Cezîrê, Kobanî û Efrîn di îdareyekê de kir

*Divê rê ji gelê kurd li Suriyê bête vekirin, ku ew "di warên teþrîî, îdarî û dadî de di pirwaza sîstema demoqratyane ye parlamentyane de xwe bi xwe îdare bike.

*Sîstemeke ne navendî, siyasî û demoqratî.

Ji bîr nekin Kongira Yekîtî herweha biryar daye, ku her sal di roja 24ê hizêranê de "li dijî projekta Kembera Erebî ya istîtanî bête rawestandin û doza rakirina wê bête kirin". Herweha biryar hate dayin, ku her sal di êvara Newrozê û ya Serhildana 12ê Adarê de "bi þev mûm bêne pêxistin".

Yadê yabo qeytanê sola min riziyan, zendên min qurimîn, kezeba min þewitî .. Yekîtî bû û va ew jî çû… ya baþ ew e ku ez qeytanê sola xwe bixim stuyê xwe de û xwe ji xwe xelas kim û hew.. na welleh.. kin çare dît,, ezê rabim herim cem xortên germ di Yekîtî de û bi wan re partiyeke nû damezrînim û xwedê ya bi xêr bike..

Ya rebbî ez bi qurban, ez di pêþî û dawiya her tiþtî  de berê xwe didim te, hema tu êþa mirîþkan bixe nav partiyê me de, tu miradê dijminan li me bike, tu yeka me neke du, tu me bide ber lotikên dijminan.. ya reb tu van nifirên min qebûl bike û tu van gawira hidayet bike ….wî…. mane berê gotine: Bi niviþt û nifira… naþke piþta gawira