Lotikxane

 

 

Azad Zaxoyî

 

  Gîhayê hewþê tehl e

 

 

General got: “Êdî bes e!”

Hûn zanin, li Iraqê di nav artêþa Amerîkî de eskerên jin jî hene. Jin jî wek zilaman tirrê ji terorîstan berdidin û dikin teqereq. Lê xuyaye îro pirsgirêk û teqereqa herî mezin di nav eskerên Amerîkî bi xwe de ye. Teqereqa lotik û avisbûnê.

 

Ji ber ku di nav artêþê de eskerên jin û mêr hevdu wek çêlek û ciwangeyan digevizînin û qûþê li hev diqetînin, avisbûn û hemlebûna eskerên jin bûye belayek mezin. Jinên ku bi hemle dibin, zik li wan dibe meþk û hew karin zêde bidin dû terorîstan. Ji ber vê jî, yan di karên paþmergetîyê de lotikên bêdeng davêjin û yan jî berê xwe didin Amerîkayê û zikê xwe difirkînin.

 

Axir, helbet agir û barûd li kêleka hev nabin lo. Ma bela rebenên eskerên jin û mêr û bê lotik û zîtirk bimrin? Feqîran hingî bazdidin ser keran, virikî bûne û bêhna serkulên keran ji wan difûre. Helbet wê eskerên jin û mêr bixwazin qûnê li hev biqetînin û lingên hev belbelotî ezmanan bikin. Ma ew ji Eyþika Ereb in? Na.

 

Di vê derbarê de Generalê Amerîkî Anthony Cucolo, fermanek derxist û got: Êdî bes e! Ji hevdu çirandinê re êdî bes e! Ji ziknepixandinê re êdî bes e!

 

General Cucolo, da zanîn ku eskerên di qad û herêma þer de avis bibin, wê bên cezekirin û tirr ji wan bê berdan. Herweha Cucolo daye zanîn ku ger eskerên Amerîkî bi jinên Iraqî re lotikan bavêjin, divê ew jin zewicî be. Yan na, ewê kîrê wan eskeran di qurmik de jêke û wan berde nav garanê.

 

Werhasilî kelam, Geberal Anthony Cucolo bi fermanekê rê li ber ziknepixandina eskerên jin girt. Lê ka ew mêr û jinên ku karibin serê hefsarê xiyar û bacann xwe bigrin?

 

Kuro law ma go li herdu alîyan rabû, nav þeqê wan xuriya û hormonan serî rakir, ma Barack Obama jî kare rê li ber wan bigre babam, wî!

 

23.12.2009- Zaxo

 

 

 

Aha îcar Hewlêr xweþ bû ha!

Lotikvana çiryayî û diryayî, bedewa memiksilîkon, agirpêketiya Tirk Sevda Demîrel, dixwaze bajarê Hewlêrê geþ bike û Kurdan hînî lotik û zîtirkên paþ û pêþkî bike.

Di meha 11an de Sevda Demîrel du sê carî derketibû bernameyan û Hewlêrî li xwe har kiribûn. Dibêjin piþtî ku xelkê lotikên wê ecibandin û bi nerîna memikên wê yên wek zebeþên Diyarbekirê girêza nav þeqê wan herikî, hat xwestin ku Sevda Demîrel heftê sê rojan di klûba Zewq û Sefa de bide lotikan û Kurdan har bike, wan bike wek hespên serxweþ.

Axir, dibêjin Sevda Demîrel peymana xwe bi klûba Zewq û Sefa re îmze kiriye û wê heftê sê rojan Hewlêrîyan dîn û har bike. Îcar Hewlêrî çiqasî har dibin, Sevda xanim çiqasî kare li Kurdan rake ez nizanim. Lê dibêjin li klûba Zewq û Sefa vexwarina eraqê û temaþekirina lotikên Sevda Demîrel, ji þorba nîskê û kutilk û epraxan jî xweþtir e.

De li ser xêrê be û xwedê miradê Kurdekanên me bi lotikên Sevda Demîrel bike rebbî....

09.12.2009- Zaxo

 

 

 

 

 

Alîkarîya keçên me jî bikin kaka, ma em ji Eyþika Ereb in?

Azad Zaxoyî- 21/10/09- Zaxo- Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Hewlêr û Silêmanîyê be, dibêjin wezîrê werzîþ û lawan kak Taha Berwarî qedr û qîmetek mezin dide sporvanên Kurd û bi taybet jî sporvanên keç.

 

Dibêjin kekê me Taha Berwarî pêþwazîya du keçên Kurd “Gulistan Mehmûd û Bihar Xesro” kiriye û ji ber serkeftina wan ew pîroz kiriye. Herdu keçên Kurd di pêþbirka welatên Erebî de qûn li Ereban qetandibûn û xelatên zêr û bronz bi dest xistibûn. Ji ber vê serkeftina wan, em jî wek endamên eþîreta Lotikxanê beþê Zaxo û Duhokê van herdu keçên xwe pîroz dikin û çavên wan radimîsin.

 

Axir, Tahayê me di pêþwazîya wan de gotiye:”Bi sê telaqên jinberdanê, ji bo Kurdistanê cihê þanaziyê ye ku keçên Kurd di qaremaniyan de xelatên zêr bi dest dixin û eve ji bo gelê Kurd destkeftinek mezin e. Li gor siyaseta wezareta spor û gêncan, em alîkariya hemû sporvanên Kurd dikin û bi taybetî jî sporvanên jin“ filan û fîstan.

Her bijî kak Taha!

 

Lê babam, ma keçên eþîreta Lotikxanê ji Eyþika Ereb in? Law bi dîn û îman deng, alîgir û dilxwazên Lotikxanê ji Lîsta Goran zêdetir in, ji lîsta sofîk û mofîkan zêdetir in, di nav tîma Lotikxanê de tam 5.999 keçên sporvan hene, lê rebenan ji ber bêimkanî û bêderfetîyê nikarin ji xwe re gokekê (topekê) bikirin û pê bilîzin. Ê alîkarîya keçên me jî bike qurban! Bi ellawekîl hingî em kiras û derpîyên xwe diçirînin û ji keçên xwe re dikin gok, em þût û rût di malê de hêsîr mane wî.  Binerin ji bêimkanî hindik maye keçên me jî wek gerîllayên PKK derkevin serê çiyê û doza „Otonomîya Sporvanên Kurd“ li we bikin haaaaa, hay ji xwe hebin!

 

Werhasilî kelam, henek li alîyekî lê pêþdeçûna sporvanên jin pêþdeçûna civaka Kurdistanê ye. Lê çi keramet be,  gellek rayedarên Kurdistana Iraqê berê xwe nadin bakurê Kurdistanê û lotikvanên Kurdên bakur nayên bîra wan.  Yan jî wek tê gotin, qey em Kurdên bakurê Kurdistanê  zarokên jinbavê ne babaaaaa…..

 

 

 

 

Ma birastî Kurd ji jinên qelew hez dikin?

 

 

Azad Zaxoyî- 19/04/09- Zaxo- Xwedê ji malpera Rûdawê razî be û xwedê 25 jinên qelew bike qismetê xebatkarên wê rebbî. Rûdawê vê carê jî cîh daye hevpeyvîna stranbêja Kurd Dilniya Qeredaxî û lotikek xweþ avêtiye.

 

Axir, Dilniya xanimê di hevpeyvîna xwe de gotiye:”Dema ku kîloyên min zêde bûn, bêhtir kêfxweþ bûm, lê niha ji alîyê xelkê ve kêmtir têm hezkirin. Xelkê bi qelewîya min ji min hez dikir” filan û fîstan. Û Rûdawê sernivîsa hevpeyvînê çi avêtibe baþe? Kurd ji jinên qelew hez dikin!

 

Hella hellaaaa ya siphan ella!

 

Ê babam, jinên qelew hene û jinên qelew hene ha. Jin hene 150 kîlo ne, di nav nivînê de hestîyên mêrê xwe diþkînin û tirrê jê berdidin. Jin hene 100 kîlo ne, di nava nivînê de dikevin ser zikê mêrê xwe û bêhnê lê diçikînin. Jin hene 80-90 kîlo ne ( êh, hinekî tên xwarin) û di nava nivînê de mêrê xwe ji taqat dixînin. Û jin jî hene 70-75 kîlo ne û di nava nivînê de lotikên bêîman li mêrê xwe dixin. Îcar hûn behsa kîjan jinên qelew dikin kaka?

 

Ma ez behsa jina xwe bikim? Ok.

 

Jina min jî ne kêm ne zêde tam 99 kîlo û 500 gram e. Û ez? Ez jî 55 kîlo û 800 gram im ellawekîl. Îcar bifikirin bê wê jina qelew karibe çi tofanê bîne serê yekî wek min jar û rebenê xwedê. Erê ez jî ji goþtê qelew hez dikim, lê babam ne ew goþtê ku gava ez bixwim roviyên min di devê min re derkevin ha, wîîî!

 

Ez bi serê Îsa û Mûsa û bi herdu gunikên mam Celal kim, ez ji tirsa jina xwe newêrim bi þev herim ser nivîna xwe lo, weyy! Kuro law 99 kîlo û 500 gram li ku û 55 kîlo û 800 gram li ku? Bi her sê telaqên jinberdanê, salê carekê em hevdu didin ber lotik û zîtirkan, lê wê carê jî feleka min þaþ dibe, dinya li dora min dizîvire û ez wek miþkê ku ji ber pisîkê bireve, ji ber lotikên jina xwe direvim ellawekîl. Wey ne li wî goþtê qelew be û ne li wê lotika mirinê be û hew! Xwedê neyne serê kesî rebbî......

 

Îcar heyran, raste ku Kurd ji goþtê qelew û bi taybet jî ji jinên qelew hez dikin. Lê heyran, heger wê jinê sînorê 100 kîloyî derbas kir, bizanin ku yan mêrik miriye û yan jî tofanek wek tofana Nebî Nûh hatiye serê wî û hûn sax.....