<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

BIJÎ AZADÎYA QIJNIKAN!

 Serokê Genekên Kurdistanê- 09/07/08- Kurdistan-

Min di LOTIKXANÊ de gava xwend ku Qijnikên welatparêz stratejîya xwe guhertine û ji berxwedanê derbasî serhildanê bûne, pir kêfa min hat. Ez hêvîdar im ji Ahûra Mazdayê bê þerîk û heval ku Qijnîkên welatparêz di serhildanê de zû bigîjin azadiya xwe û warê xwe ava bikin.

 

Belkî ev serhildana Qijnîkan, rê ji bo serhildana me gelê GENEKan jî veke.  Çawa Lotikxanê daxuyanî da ku Qijnîkên welatparêz êrîþ kirine ser qumandoyên dijmin û 66 bîjîyên Selanîklî Misto birîndar kirine, hema me Genekan jî civînek awarte pêk anî û biryara serhildanê da. A niha em di amadehiyê de ne ku em ji xwe re desteka siyasî peyda bikin.

 

Bêguman wê serhildana Genekan, ne mîna ya Qijnikan be. Dema em dest bi þerê çekdarî bikin, emê Anatoliyayê kaf û yekûn bikin, emê deryaya Reþ û ya Sipî yekere bikin, emê deryaya Mermerê bikin mexer û ji Girekiyan re þûna çandiniyê vekin, emê sînorekî ji Samsûnê daxînin Antalya û tovê kesên ku dibêjin "ekmek" ji holê rabikin.

 

 Wê hingê ev car emê demirqirasiyek mezin avabikin û emê dest bi werbêja DNAyê bikin, çi kesê yan jî kesa ku xwîna wan ji sedî sed ne Arî û genekwarî be, emê berê wan bidin Moxolistanê û pehînekê li devê qûna wan bixin.

 

Ha bi wê holehol û vê tofanê þer berdewam dibe heta ku me GENEKISTAN ava kir. Hingê îcar kî dibe birayê me, yan em kê dikin birayê xwe, em dizanin û em biryar didin.... Mesele xilas û silav...