Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Mamoste Azîz Akþahîn dê her bijî

05/12/2007-

Me azizê ber dilê xwe Azîz Akþahîn wenda kir. Em pir xemgîn in. Welatparêzê hêja Azîz Akþahin piraniya jiyana xwe di riya azadiya welatê xwe de terxan kiribû. Hîn di dema xortaniya xwe de, li Licê di gelek dem û dezgehên þoreþgerî û demokratîk de cih girtibû. Gelek caran ji aliyê dagîrkeran ve hatibû girtin. Cara dawî bi qasî 10 salan di girtîgehê de mabû û di girtîgehê de piþika wî birîn girtibû.

 

Zîndanciyan destûr nedida ku Azîz here nexweþxanê û tedawî bibe. Du sal berê cezayê wî qediyabû û ew hatibû berdan; lê hezar mixabin êdî nexweþiya wî gelek xedar û giran bûbû. Bi ser re jî Azîz wek xortekî saxlem di nav kar û xebatên welatparêzî de bû. Rojek li Amedê û rojên din li Wanê bû.

 

Dema wefat kir sekreterê giþtiyê  Federasyona Komeleyên Malbatên Girtiyan (TUHADFED) bû. Di roja 02.12.2007an de êdî nefesa Aziz têr nekir, li Amedê çû ser dilovaniya xwe û di heman rojê de li goristana Amedê hat veþartin.

 

Em wek heval, nas û dostên wî dibêjin; bi koçkirina Azîz a dawî em gelek birîndar û xemgîn in. Em ê wî, ked û xebatên wî tucar ji bîr nekin. Bila cihê wî buhiþt be, serê malbat û gelê wî sax be!

 

Amed Tîgrîs (mamoste)

Þêxmûs Bayxan (serokê þaredariya Licê)

Baki Kaymak (mamoste)

Fatma Savci (helbestvan)

M. Hakki Balta (mamoste)

Cumali Yilmaz (mamoste)

Ehmed Kiliç (Bijiþk)

Seyidxan Çetin (mamoste)