Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

 

Banga nûneratîya hikûmeta Kurdistanê ya bakurê Ewropayê

 

Bi minasebeta hilbijartina parlamentoya Yekîtiya Ewropayê, nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê ya bakurê Ewropayê, bang li hemû hevwelatiyên Kurdên rûniþtvanên Swêdê û temamê welatên Ewropayê dike û dibêje:

-  Pêwîste hemû kesên ku mafê wan yê dengdanê heye beþdarî hilbijartina parlamentoya Yekêtiya Ewropayê bibin.

Di vê serdema me de Parlamentoya Yekêtiya Ewropayê bandorek mezin li ser biryarên çarenivîsdar li ser pirsên giring ên civaka Ewropî  dike û rolek mezin di çareserkirina arîþeyên navdewletî de dilîze. Di eynî demê de hijmarek mezin ya hevwelatiyên Kurd li dewletên Ewropî hene û ew niha beþekin ji civaka Ewropî. Ji ber vê yekê, her biryarek ji Parlamentoya Yekêtiya Ewropayê derbikeve, yekser hevwelatiyên Kurd yên li Ewrpoayê jî eleqedar dike.

Eger ku hûn bixwazin mafê xwe yê dengdanê bikar bînin, bandorê li ser biryar û rojeva Parlamentoya Yakêtiya Ewropayê bikin û beþdarî pirosesa demokrasiyê bibin.

Nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê ya bakurê Ewropayê, daxwazê ji we dike ku hûn roja 7.6.2009-ê biçin lokalên dengdanê û mafê xwe bikar bînin. Dengê xwe bidin namzedê/a di xizmet û berjewendiya wan pirsên ku we eleqedar dikin.

02/06/09