Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

Jý bo Qeleya Bîdlîsê Kampanyaya Îmzayê:

 

Bangawazî

 

Di Qeleya Bidlisê de ew çar sal in kolanên arkeolojîk tên kirin. Lêkolînên ku tên kirin ji rayagiþtî re girtî ne. Em gumanbar in ku kolan û lêkolînên veþartî yên arkeolojîk ji armanca xwe ya xuyakirî dûr e.  Ekîba arkeolojîk a ku di destpêkê de bi deklerasyonekê dabû xuyanîkirin ku; ev kolan û lêkolînan wê dîroka Bîdlîsê ronak bikin û Qele di nava deh salan de wê bê restorekirin û wê halê xwe yê berê ya orjînal bigre.

Îro, em diyar dikin ku tu baweriya me, ji wê armanca deklerekirî re, nemaye. Ji ber ku, kolan û lêkolînan veþartî tên kirin, berhemên ku ji Qeleyê derdikevin tên veþartin û di nava xelqê de direv û manîpûlasyonên eþkere tên kirin ku; “qaþo, “berhem ên osmaniyan e.”

Qeleya Bîdlîsê serbilindî û þanaza hemû Bîdlîsîyan e. Ew stûna herî xurt a nasnameya wan e, avadaneke dîrok û þaristanîyê ye. Di vê Qeleyê de Bîdlîsî bi sedsalan xwe li hember êrîþ û dagirkeran parastine. Þerê ku Mirektîya kurd a Rojkan di vê qeleyê de dane, destanên baha bilind in. Qele herweha, wek seray, xezîne, merkeza vê Mîrektiyê bûye. 

Çawa ku tê zanîn, Mirektîya Bîdlîsê di sedsala 10-an de di nav rojekî de; bi yekbûna 24 eþîrên bîdlîsî, navê Rojekî an Rojkan girtiye û heya sedsala 19-an, heya ku ji aliyê Împeratoriya Osmaniyan ji holê bê rakirin, nêzikî hezar sal, hebûna xwe berdewam kiriye. Piraniya van medrese, mizgeft, pir, xan, kerwanseray, qesir û hwd. ji aliyê Mirektiya Bîdlîsê ve hatine çêkirin. Herweha, hemam, medrese, seray, xanî, ciyên kar û hunerî, pirtukxaneyên di nav Qeleyê de jî ji aliyê Mirektiyê hatine çêkirin an veavakirin.

Gelê Bîdlîs, wer bawer dike ku, dewlet di Qeleyê de zêr ditiye, lewra Qele daye girtin û dest daye li ser berhem û karê lêkolînan. Di vê babetê de, Þaredariya Bîdlîsê, Walîtîya Bajêr û dam û dezgeyên din ên kultur û avadanîyê jî tu agahdarî nadin rayagiþtî ya bajêr.  
 
Ya rastî, Bîtlîsî, mereq dikin û dipirsin ka ji Qeleyê çi eser derketine, ew çi ne û ew birine kude. 
 
Baweriya ku xezîne û berhemên dîrokî yên ji Qeleyê derketine tên telan kirin her diçe zêdetir dibe. 
 

Lêkolînên ku di Qeleya Bîdlîsê de tên kirin, Bîdlîsêyan ji nêzîk ve eleqeder dike. Em bawer dikin ku li wir, dîrok, nasname û kultura me tê wenda û telan kirin.

 

Ji ber vê, di serî de hemû bîtlîsîyan, em bangî tev hewwelatiyên xwe, partî, dam û dezgeyên sîvîl dikin; werin, em xwedî li qeleya xwe derkevin;

 

Em li hember sextekirin û wendakirina nasnameya xwe bêdeng nemînin;

 

Kolanên Qeleya Bîdlîsê divê ji rayagiþtî re vekirî bên kirin; em îro dipirsin, ji Qeleyê heya niha çi berhem û xezîne derketine, ew a niha li ku ne?

 

Wek însîyatîfa parastina xweseriya Qeleya Bîdlîsê; em dixwazin; berhem li Bîdlîsê bimînin, ne tenê ji lêkolînerên resmî, lê herweha ji bo hemû lêkolîner û ji raygiþtî re jî vekirî bên hiþtin, îro medreseya Þerefiye dikare wek mûzeyek kar bike û ew berhem li wir dikarin bên raber kirin. Divê di berdewamiya lêkolîn û karên restorasyonan de heyeteke ji pispor, Bîdlîsî û zanyaran û ji dam û dezgeyên sîvîl di nav karên li ser Qeleyê de ci bigrin.  Ew jî di qedera berhem û Qeleyê de xwedî soz û heq bin.

 

Qedera Qeleya Bîdlîsê ji bo me, pir girîng û hêjaye; em nikarin wê li însafa kesên ku me ji wan re baweriya xwe wendakiriye, bihêlin.

 

Em gazî hemû hevwelatî, rewþenbîr, sîyasetmedar, hunermend, kesên xwedî wijdan dikin, bila herkes alikarî bike da ku kolan û restorasyona Qeleya Bîdlîsê li gor orjinaliya xwe çêbibe.

 

Rayagiþtî û hiþyariya we di derheqa Qeleya Bîdlîsê de garantiya parastina rasteqînî û xweseriya Qeleya me ye. 
 
Li ser navê însîyatîvê:

Yaþar Abdulselamoðlu,        

Mamoste, Sosyolog