Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

Bangewazî

 Bavê Jîndar-

 

 

Jibo partî, rêxistin, komel û saziyên Kurdan.

 

Jibo hemu kesên xêrxwaz, qencîxwaz, Kurdhez, zarohez û xwedî wijdan.

 

Jibo hemu eþîr, axa, beg, rêncber, karker û kardarên Kurdan.

 

Heke hûn naxwazin zarowên cîran, gundî, bajar û welatê we bikevin halê vî –wê zaroka di vî wêneyê jorîn, xwe bilezînin û wan zaroyên kolan û kuçan bifilitînin. Ev zaroyên me ji ber koçberîya þerê qirêj li bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkan cîwar bûne. Ji van zarowan hinek hem êtîm û hem jî sêwî ne. Hinek ji ber tunebûna kar û þol, bavê wan nikarîbûye biþîne mekteban. Hinekan texda lêhatine kirin. Hinek jî bi hêvîya jîyanek xweþtir ketine kolan û kuçan.

 

Ev zarowên me, li kolan û kuçan, li ber baranê, bin befrê, di sir û seqamê de bê balgî, lihêf û doþek, li derve radizên. Ji ber ku ew Kurdin dewlet çu alîkarîyê bi wan re nake. Beþek ji van zarowan ketine destê mafîa eroînfiroþan. Beþek ketine destê çeteyên parskirinê. Beþek ketine destê çeteyên diz û malþelandinê. Beþek ketine destê çeteyên xeracstandinê. Hinek dibine qurbanên mafîa organan, dil,mêlak û gurçikên wan tên derxistin û firotin. Beþekî dewlet  dibe, jibo kuþtin, provaqasyon û îþkencekirinê perwerde dike.  Hinek jî bûne tînerkêþ. Zarowên keç, bi destê mafîa jinfiroþ û pêzeweng tên hetikandin (tecawûz kirin ) û firotin. Beþek jî hêþta neketine destê van celbkesan û di kolanan de radizên û li benda alîkarîya me ne.

 

Wek pêþniyar tiþtê ku bi lezûbez bên kirin ev in: 1- Cihê razan û lêmayînê peyda bikin. 2- Zarowan ji kolan û kuçan berhev bikin û bînin li wir cihwar bikin. 3- Cîranên derûdorê ku xwarin patin bila firaxek ji wê xwarinê jibo wan zarowan biþînin. 4- Cîran kinc, libas, sol pirtûk, pênus, tîtik û lîstikên zarowên xwe yên kevin bidin wan zarowan. Mamhoste, doxtor û hemþîrên teqawitbûyî  bila rojê seetek xwe bidin perwerdekirina van zarowan.  Û hwd.

 

Heke hûn neþên van tiþtan jî bikin, dema hûn wan dibînin, qet nebe rûyekî  bi ken niþanî wan bidin. Rû û rêya xwe ji wan neguhêzin. Ew mihtacî biþirîn, rûkenî, þewqat û hezkirinê ne. Di dilê xwe de pencereyek biçûk jibo van zarowan vekin .Vê þewqatê ji wan neheviþînin.

 

Ji me gotin û li xêrxwazan kirin...