<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ûjdanê me jî rê nade, lê me mecbûr dikin kaka!

Þîndar Berwarî- 05/08/08-Duhok- Dibêjin Serok Barzanî piþtî bi sermezin û serkerên Erebên Bexdayê re hevdîtin pêkanîn, vegerîya Kurdistanê.

    Li ser bextê fesadên Hewlêrê be, dibêjin Serok Barzanî di derbarê civîna xwe de gotiye: „Kaka, serkirdayetîya Kurdistanê hertim li gel hilbijartinê ye. Qanûna hilbijartinên parêzgehan qanûneke baþ e lê madeya 24-ê ya hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê,dijayetîkirina demokrasî û gelê Kurdistanê ye.Em bi tu awayî qebûl nakin ku destkeftên gelê Kurd li parlamentoya Iraqê bên jinavbirin.”

    Serok Barzanî bi berdewamî gotiye: „Hindek alî di Iraqê de hene ku niha jî naxwazin hilbijartin li Iraqê bên pêkanîn.Lê em dûpat dikin ku divê tevî Kerkûkê li hemû parêzgehên Iraqê hilbijartin bên pêkanîn.” Filan û bêvan. Dîsa gotiye: „Em li dîjî hemi awayekî desttêwerdanê ne.Hindek alî dibêjin,Kurd xedir li pêkhateyên din dike û ji bo þêwandina demografiya Kerkûkê 500 hezar Kurd ji Tirkiye û Îranê anîye Kerkûkê.Lewra dibêjim ew aqliyet gellek seyr e ku qala vê dike çimkî heta niha me nekarî koçberekî Kerkûkê bi temamî vegerînin cihê xwe.Ji bilî vê jî ujdanê me rê nade ku em xedir li kesî bikin.” Filan û dîsa bêvan.

  Wille kaka can, ê me jî wek Lotikxane ûjdanê me rê nade em xedir li kesî bikin. Lê ku em mecbûr kirin çi dibe? Ma e m serê xwe ji wan re natewînin û nabin kurtanên kerên wan, wîî! Bi sê telaqan, kesê ku xedir li gelê Kurd bike emê dest û lingên xwe têxin qûna wan, wîî! Ê me xwedî ûjdan in lê belam ûjdan jî sînorekî xwe heye.

Heger hat û  cewrikên Seddam desttêwerdana kar û barên Kurdistanê kirin, êdî ne ûjdan dimîne, ne dîn û ne îman. Çi dimîne? Þer!

Car heye ûjdanê herî baþ û bi edalet di devê tifingê de ye haaaaaa….!