Xizmetkarê milletê xwe bin

Cemîl Cewher- 09/04/08-Hewlêr- Li ser bextê gundî û cîranan be, dibêjin serok Barzanî di civîna PDK de xweþ axivîye û dîsa çend lotikên Kurdewarî avêtine.

Serok Barzanî di civînê de bala kadir û alîgirên partîyê kiþandiye ser pêwistî û girîngîya xizmeta gelê Kurd û gotiye:“Divê kadir û alîgirên partîyê erkên xwe wek erkên netewî bizanin, xwe wek memûrekî dewletê nebînin û di xizmeta gelê Kurdistanê de bin“ filan û bêvan. Yabo bi namûsa mêrê qenc, em wek Lotikxane her û her di xizmeta gelê Kurdistanê de ne.

Yabo qurban, heger kadir û alîgirên PDK ne di xizmeta gelê Kurdistanê de bin û wek memûrên dewletê kar dikin, wan biþînin zanîngeha Lotikxanê. Bi her sê telaqên jinberdanê, emê wan bikin wek agirê sor û bikin ku ji %1000 xizmetkarên qirase ji wan derkevin.

Haaaaaa, birastî gelo serokên partîyên bakur çi ji kadir û alîgirên xwe re dibêjin yaw? Dibêjin „xizmetkarê gelê Kurdistanê bin“ yan „xizmetkarê me û kesayetîya me bin“?

Êêêêê, helbet serokatî û kesayetîya serokên partîyên bakur ji berljewendîyên Kurd û Kurdistanê mezintirin canimmmmmm!