Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

 

 

 

Serok Barzanî di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Erebî Al Nahar:

 

 

 

 

 

 

Beyrut-Avesta

 

Rojnamevanên Ereb ligel Serokê Kurdistanê li Hewlêrê hevdîtinek pêk anîn.

 

Rojnameya Libnanî Al Nihar hevpeyvînek dirêj ligel Barzanî çêkir.

 

Em li jêr beþekî ji hevpeyvînê bi Kurdî diweþînin:

 

Pirsa Kerkûkê

 

“Li ser pirsa Kerkûkê dixwazim tiþtekî bibêjim, ji aliyê cografî ve Kerkûk dikeve sînorê Kurdistanê, ev jî rastiyek dîrokî ye. Lê belê li aliyê din Kerkûk bajarekî Îraqî ye, weke Hewlêr, Bexda û Duhok. Ji bo me Kerkûk sembola zilma li ser gelê Kurd e. Ne ji ber hebûna petrolê em dibêjin Kerkûk Kurdistanî ye. Petrol ji bo hemû gelê Iraqê ye. Tiþtê em dixwazin ewe ku em þaþiya dîrokî ku li Kerkûkê pêk hatibû serrast bikin.

 

Kurd yek milet e

 

“Kurd yek milet e. Li perçeyek/ Kurdistanê tiþtek çêbibe tesîra xwe li perçeyê din dike, çi baþ çi jî xerab. Lê belê em mudaxeleyî welatên cîran nakin, ew welatên ku birayên me yên Kurd lê dijîn. Lê belê ev nayên wê wateyê ku emê piþtgiriya birayên xwe yên Kurd nekin…”

 

Pirsa Kurdî çareser bikin

 

“…Em bang li hikûmetên Suriyê, Iran û Iraqê dikin ku pirsa Kurdên li cem xwe çareser bikin û mafên wan bipejirînin. Eger siyaseta înkarkirina gelê Kurd  bi serkevtiba, wê berî salan ew pêk bihatiba. Pirsa Kurdî mecbûre bi riyên aþtiyane û demokratîk bê çarserkirin…”

 

Ensar El Îslam ne li Kurdistanê ye

 

Serok Barzanî li ser pirsa rêxisina Ensar Al Îslam wiha got: “Ew niha ne diyar in, lê navenda wan Musul, Remadî û Tekrît e. Ew bi grupa Zerqawî re kar dikin. Her çiqas ew car caran bi dizî derbasî Kurdistanê dibin jî, lê tu cihekî wan li Kurdistanê tuneye…”

 

Dr. Kemal Qadir poþman bûye

 

Serok Barzanî li ser Kemal Qadir ku berî demekê ji zindanên Kurdistanê serbest hatibû berdan wiha got: “Dr. Kemal Qadir weke hemwelatiyekî Nemsa hate Kurdistanê, gotarên bi dijûn li dijî þexsiyetan nivîsandin, bêku rexne bike yan jî nêrîna xwe di derbarê tiþtekî de bîne ziman. Ew ji ber wan dijûn û îhanetkirina þexsiyetan hate girtin. Tevî vê yekê jî ew serbest hate berdan û niha li Nemsa dijî. Min bihîst ku ji ber gotinên xwe poþman bû ye.

 

Pirsa Kurdî li bakur pirsa miletekî ye

 

Barzanî di derbarê PKK de nêrîna xwe wiha tîne zimên: “Pirsgirêk bi xwe siyasî ye. Eger PKK nemîne jî, divê pirsgirêk bi awayekî aþtiyane bê çareserkirin. Pirsgirêk pirsgirêka mafan e, divê bi awayekî aþtiyane bê çareserkirin. Pirs pirsa mafên gelekî ye, ne pirsa partiyekê ye… em û PKK di gelek aliyan de ne di yek nêrînê de ne…”

 

jêder: Al Nihar (27.04.06)