Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Dewletê go “zirtttt!”

Av.A.Dîlan-26/12/07-Enqere- Dibêjin:”Heft kurê pîrê hebûn qencê wan qûnek bû”. Îcar ev jî mesela me û Kasimpaþali Recebo û hikûmeta wî ye. Me digot qey qencê wan Recebo ye, lê me dît go ew jî wek temamê siyasetmedarên Tirk qûnek derket.

Divê em Kurd tiþtekî jibîr nekin: Pêxemberê Tirkan jî bibe hikimdar, ewê jî her di emrê artêþ û dewleta xwe de be û dijminatîya Kurdan bike! Bila kesek dilê xwe bi demokratbûn û çepîtîya wan, yan bi insanetî û misilmantîya wan xweþ neke. Di encamê de Tirk Tirk e û ewê her bêjin: Kurdê baþ Kurdê mirî ye!

Werhasil, dibêjin wezîr û sermezinên hikûmeta Erdoxan li hev civiyane û çareserîya pirsgirêka Kurd dîtine. Li gora wan jî çareserîya herî maqûl ev e: Divê generalên Tirk di dawet û govendên Kurdan de bireqisin û xwe bihejînin ku karibin xwe li ber dilê Kurdan þîrîn bikin. Çi ecêbe ne wilo!

Di 31ê Tebaxa 2006an de ji ber ku Astsûbayê cendirme Azîm Baþol di þahîyekê de govend girtibû û bi Osman Baydemîr re xwe hejandibû, serê wî bi Serekerkanîya Artêþa Tirkiyê ketibû belê û hatibû darizandin. Îcar weke ku tiþtek nebûbe, hikûmeta Erdogan radibe çareserîya pirsgirêka Kurd di “avakirina komên folklorê û reqsa sûbay û generalan de” dibîne.

Erê kuro, qûnekan wek zîzokê li dorê dizîvirin, dizîvirin, dizîvirin, lê dikin û nakin gotina “qebûlkirin û naskirina nasname û mafên gelê Kurd” ji devê wan dernakeve yaw!  Ê tabî canim, dewleta Tirko baþ zane ku, gava ew destekî xwe dirêjî Kurdan bike wê gewde û ling jî tev biçin.

Mêrikan ji qûna xwe ditirsin yabo, wîî!