Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

 

 

 

Mêrik ziravqetandî kir û tirr jê berda

 

Baþçawîþ- 09/07/09- Anadol-  Haþayî jinên Kurd, berê hinek ehmeqên me digotin:

 „ Aqlê heft jinan di serê mirîþkekê de ye û ew mirîþk jî nikilê xwe li gû dixe“. Xuyaye ev gotin tam ji bo jinên wek Tuba G hatiye gotin ellawekîl. De ji xwe re li lotika Tuba G xanimê binerin.

 

Tuba G li bajarê Nçgdeya Tirkiyê mamoste ye. Sayin qûnek Alî Tarik Sari jî „mihendisê kolana“ ye, ango tiral û betal e. Tuba xanim ji bo ku hinekî kirh e ( ne xweþik e) û Alî Tarik Sari jî ji bo ku betal û tiral e, herdu xwe bi hev ve dizeliqînin û çend mehan hevdu dinermijînin, tirrê ji hevdu berdidin. Tarik beg bi perên mamoste Tuba xanim debara xwe dike, hem zikê xwe têr dike û hem jî têra xwe ganên xwe dike. Tuba xanim jî kurmê xwe bi xiyarê tarik beg diþkîne û kêf kêfa wan e werhasil.

 

Ez serê we neêþînim, piþtî lotik û zîtirkên 2 mehan, Tarik efendî hew qîma xwe bi xwarina tirþika herþev tîne û terka Tuba G dike. Ê Tuba xanim jî hînî lotik û zîtirkan bûye, heta gon nexwe xew nakeve çavên wê û zane ku xiyarekî ji Tarik efendî çêtir jî nabîne.  Îcar çi bike baþ e? Êêêêêê, kurmê xiyarên qeþartî jî ji kurmê cixarê xirabtir e haaaa, pehhhhh!

 

Axir, Tuba G dixwaze qaþo Alî Tarik Sari çavtirsandî bike û wî dîsa li xwe vegerîne. Þevekê radibe wêneyê kevnesererkanê artêþa Tirkiyê Yaþar Buyukanit li ser nasnameyekê dixe, nav û paþnavê wî li ser nasnamê dinivîse, kopya wê nasnamê dikþîne,  li ser kaxezekê dinivîse:“Me di te kiroooooooo, tu me nas dikî newilo? Tu zanî bê em karin çi tirran ji te berdin ne?“ û davêje posta mêrik.

 

Rebenê Tarik gava postê bedike, dibîne go çi bibîne hayhooooooo! Wêne û zirtên serekerkan Yaþar Buyukanit! Pekkkkkkkk bê rebeno çi tirr û fisan dike law! Li ser bextê Xelo û Celo be, dibêjin Tarik efendî yekser bi xwe de mîztiye, bêhna tirr û fisên wî wek bêhna bomba atomê li derûdorê fûriyaye û qidumþikestî bûye. Yaþar Buyukanit û zirtan lê bike! Ev tê maneya kujtina wî lo, ma kesek kare xwe li ber lotikên serekerkanê artêþa Tirkiyê bigre qerdeþim? Na.

 

Werhasilî kelam, piþtî ku Tarikê reben gumanê ji Tuba G dike ku wê ev babelîzk anîye serê wî û qûn lê qetandiye, yekser berê xwe dide cem polîsan û hawara xwe dighîne wan. Îcar niha herduwan wek tajî û kîroþkê dane dû hev û hevdu li dadgehan digerînin.

 

Îcar qerdeþim, esasen ev fikrek ne xirab e ellawekîl. Hema kî ji we ji yekî aciz bû, hema wêneyê serekerkanê artêþa Tirkiyê sayin Îlker Baþbûg li ser nasnameyekê xin û jê re biþînin. Bi sê telaqan, wê ji Alî Tarik Sari xirabtir qûþ lê biqete û hûn sax…..

 

 

 

 

 

 

Cîgerim vê carê lotikên germik û nermik avêtin

 

Baþçawîþ- 14/04/09-Stenbol- Serekerkanê Artêþa Tirkiyê sayin cîgerim Org. Îlker Baþbûg, di Erkanîya Akademîya Herbê de axavtinek qirase kir û behsa gellek tiþtan kir.

 

Cîgerim tam du seetan lotik avêtin û xweþ axivî, xwedê heye. Wek serekerkanên berê zêde dijminatîya tukesî nekir, ji sînorê demokrasîyê derneket û te digot qey ne Serekerkanê Artêþa Tirkiyê, lê Serekerkanê Artêþa Ewrûpayê ye. Ewqasî ku germik û nermik lotik avêtin.

 

Axir, cîgerim got ku artêþa Tirk tucarî dijminatîya dîn û olan nekiriye, ne dijminê olê ye û kî van derewan dike jina xwe ji xwe berdide. Tew di derbarê asîmîlasyona Kurdan de kirasê xwe çirand û got:“Yaw qerdeþim, me wek dewlet tucarî sîstematîk hemwelatîyên xwe yên Kurd asîmîle nekiriye. Hinek qûnekan li ser navê dewletê di sala 1938 de lotikên asîmîlasyonê avêtibin jî, ev lotik dewletê girê nadin cîgerim“ û li dijî asîmîlasyonê derket.

 

Welhasil, bi ellawekîl heta îro min nedîye ku serekerkanekî artêþa Tirkiyê ewqasî germik û nermik tiþtên maqûl gotibin. Gelo birastî Tirk û Tirkiye tê guhertin yaw?