<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

SERHEDÊ JÎ XWE GIHAND HEWARA KURDÎ

Mitînga Geverê ya zimanê kurdî ku di dîroka gelê kurd de yeke mitînga zimanê kurdî ye, ya di çarçoweya pêngava ‘êdî bes e me bi zimanê zikmakî perwerdehî dixwazin’ li Serhedê jî deng veda. Serhediyan jî li bajarê Idîr û Qersê bersîv dan mitînga li Geverê, bi zimanê kurdî qiriyan û gotin ‘êdî bes e em bi zimanê zikmakî perwerdehî dixwazin.’

 

Panela li Idîrê ya ji aliyê komeleya xwendekaran ÞEVVAL-DER’ê ve hatiye organîzekirin, ku yekem care li Idîrê paneleke ziman tê dayîn rastî eleqeyeke mezin hat. Dîsa panela ji aliyê xwendekarên welatparêz ên zanîngeha Qersê û aktîvîstên TZPKurdî ve hatiye li darxistin de hemû xwendekar û gel soz da ku ew dê heta dawiyê xwedî li zimanê dayika xwe derkevin.

 

Panelîstên her du panelan endamên koordînasyona TZPKurdî nivîskar Hemîd Dilbihar û Qahir Bateyî dane zanîn ku ‘piþtî têkoþana azadiya gelê kurd a ewqas salan tu hêz qawet nikarin zimanê kurdî ji holê rakin.’

 

Nivîskar Dilbihar anî ziman ku, hebûna ziman hebûna gel û civatekê ye û wiha pê de çû ‘heke zimanê kurdî tunebûya îro tu kesê nedikarî behsa kurdan bike. Dîsa heke Têkoþîna Azadiya Gelê Kurd a di rêbertiya rêberê gelê kurd birêz Ocalan û gerilayên kurd heke nebûya tu kesê nedikarî zimanê kurdî biparasta û heta îro bianiya. Bi taybetî va ye xebatên çend salane daye nîþandayîn ku zimanê kurdî jî encex dikare di rêbertiya Têkoþîna Azadiya Gelê Kurd de bê parastin, bibe zimanê perwerdehiyê û bibe xwedî statuyeke fermî. Êdî kurd bi biryar in ku her derê Kurdistanê bikin dibistan û malên kurdî, li her derê bikin keleha kurdî, ala kurdiyê li ser bircên wê bilind bikin  û bibêjin ‘êdî bes e em bi zimanê zikmakî perwerdehî dixwazin, em zimanê xwe li her derê dixwazin.’  

 

Nivîskar Bateyî jî anî ziman ku wan weke TZPKurdî di çarçoweya merheleya duyemîn a pêngava êdî bes e de lez dane xebatên xwe yên zimanê kurdî û ew dê her bajar, navçe, bajarok û gundekî Kurdistanê bikin navnîþanên zimanê kurdî. Bateyî anî ziman ku mitînga Geverê ji bo zimanê kurdî qonaxeke nû ye û wiha pê de çû: ‘Mitînga ku li Geverê hatiye lidarxistin destpêkek e. Em dê mitîngên ziman li her derê Kurdistanê li dar bixin. Em dê li her derê bi gelê xwe re li dijî asîmîlasyon û oto-asîmîlasyonê têkoþîna zimanê kurdî xurt bikin. Dîsa em li gel xebatên nava cývata kurd dê li dijî dewletê jî têkoþîna xwe ya ziman li her derê bilind bikin û hewl bidin ku zimanê kurdî li Kurdistanê bibe zimanê fermî.’

 

Di panelên ku bi sedan kes beþdar bûne de tiþtê herî balkêþ jî ew ku panelîst Hemîd Dilbihar û Qagir Bateyî bi cile û bergên xwe yên neteweyî beþdarî panelê bûn. Ev yek ji aliyê gel ve gelek hate teqdîrkirin. Dilbihar û Bateyî gotin ku wan biryar girtiye ji niha pê de bi cil û bergên xwe yên neteweyî beþdarî bernameyan bibin.