Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Batmanîyan serê Pavarottî xwar!

 

Gulistan Biþêrî-06/09/07-Batman- Berî bi çend rojan li bajarê Batmanê (Êlihê) 4.mîn Festîvala Çandî a Batman-Heskîfê çêbû. Festîval bi resepsîyona operayê destpêkir.

   Dibêjin Parlamenterê DTP ê Batmanê Bengi Yildiz, kevneparlamenter Selim Sadak, Þaredarê Batmanê Huseyîn Kalkan, Waliyê Batmanê Recep kizilcik, alîkarên walî Sedat Sýrrý Arisoy, Aziz Mercan, Erol Karaomeroðlu,berpirsên gelek sazî û dezgehên fermî û sivîl beþdarî li resepsiyonê kirine û bi operayê mest û serxweþ bûne. Opera haaa, hem jî li Batmanê OPERA!!!!! Di operayê de Perwîn Çakar û Lînda Dîkarlo bi stranên Kurdî û Îtalî dane ber hev û bûye qçr û qiyamet.

   Werhasil, dibêjin tam di wê rojê de jî tenorê navdar ê Îtalî Pavarottî li Îtalyê di nexweþxanê de ye û li ber mirinê ye.

   Li ser bextê textor û hemþîreyên nexweþxanê be, dibêjin gava Pavarottî bihîstiye ku li bajarekî Kurdistanê, li Batmanê opera çêbûye, maye behitî, çend dilop hêsir ji çavên wî hatine û gotiye:”Batmanî û opera? Hoowehh kurooooo! Bi sê telaqan îcar mirina min nêzîk bûye!” û derhal dilê wî sekinîye, hiþk bûye û miriye.

   Werhasilî kelam, Batmanî û operaya wan serê rebenê Pavarottî xwar û lotikek lêxistin. De bela rehma Xwedê li wî û li zikê wî ê mezin be rebbî!

   Heger rojek ji rojan mirî û zindîyên bihuþt û cehnemê revî revî ji meskenê xwe birevin û dîsa vegerin dinyayê qet þaþ nemînin. Ma kes kare xwe li ber dengê Pavarottî bigre kuro, wîî!