Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

Bavê Felek

 

‘Bê Xweda dibe lê bê xwedî nabe’

 

Keçekê ptî 30 Salî dayika xwê dît.

 

Li paytexta Tûnisê, di dawetekê de komek jin li hev vehawiyabûn û ji govendgêran li gotinên keçekê 30 salî guhdarî dikirin. Keçikê lî ser zor û zehmetiya go dîtiye û dikiþîne xeber dida. Li ser bextreþî û rewþ û nexweþiya xwe go hê nîzanîbû diya wê kî ye û tucaran diya xwe ya go nayê bîra wê neditiye, dipeyivî. Lê lihevhatineke ancax dikare di çîrokan de rû bide, pêk hat. Yek ji wan jinên li wê keçê guhdarî dikir, ji cîhê xwe çeng bû, xwe avêt stuyê keçikê, bi gotina ‘dayika te bi qurbana te bi’ ew hemêz kir. Ji serpêhatîya keçikê naskir go qîza wê ye go beriya 30 salî ew li ber mizgeftekê bêxwedî hiþtibû. Ev keçik qîza wê bi xwe bû. Hem xwîna wan bi ser hev de keliya û hem jî dayýkê keçika xwe ji ber þana di çenga wê de tavilê naskir.

 

Dayik li xwe mikur hat û got; ku ew beriya 30 salî bi xortekî re bû. Ev keçik fêkiyê jihevhezkirina wan bû. Piþtî tovavêtinê xort li ser soza xwe ranewestiya ye. Jinik naçar maye ku bi hawayekî ji zaroka xwe xelas bibe, keçika, kezeba xwe, perçeyek ji bedena xwe li ber dîwarê mizgeftê daniye. Her weha  pîrejina serpêhatî navê wî xortî jî aniye zimên.

 

Gurên serê çiyê ne bêxwedî bin

Bila meriv li þaristana be lê ne li goristana be.

 

 Mahþûqê Kurdistanê, Kilê çavên Kurdan

 Serkeftin, azadî û serxwebûn ji miletê Kurd re bivênevê ye..

Kes mafên merivan nade, lê meriv mafên xwe, bi zorê jî be, distîne.

 

Çawa argûn bê ar, daristan jî bê dar nabe, mirov û milet jî bê cih û war nabin. Her derdek dermanê wî heye. Dar li ser koka xwe þîn tê, reh û rîçalê xwe di axa xwe de vedide, bi ax û ava ku li ser bilind dibe ber digire. Helbestvanek heke hestên helbestristinê pê re tunebin, nabe helbestvan. Miletek li ser ax û ava xwe, bi hestên xwe yên ku milet pê ava dibin, reng venede, tu caran nikare bigihê rêza miletên dunyayê. Bi ser de hertim bindest û perîþan e. Heke meriv li hêjayiyên xwe bixwedî nebe, wan neparêze, bi ser de þûna derban li xwe çêbike û ji bo yên ku çûn bibêje “de ev jî ne xem e”, divê meriv bizanibe ku yê wenda dibe meriv bi xwe ye.

 

Îro Kurdistan dikele. Li alîyekî Kurdistanê bidestketinên Kurdan bûye kelemê çavê neyaran, dagirkerên Kurdistanê aciz dike. Li hin alîyên din Pirsa Kurd û Kurdistanê di rojeva siyasî de bi cih dibe, lê bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê rewþa me, ne bi dilê me ye û em jî destûpê lihevgeriyayî li rewþa xwe temaþe dikin, hêjayên xwe, hêjayiyên xwe wenda dikin. Roj bi roj ji reh û rîçalên xwe qut dibin. Bi tenê li pey hêjayên wek Þêx Mahþûq hêsiran dibarînin. Ger rewþa me weha here, weha diyare emê hê jî li pey gelek hêjayiyên xwe bi tenê gazina ji hevudu bikin û bibin pêkenînên neyaran, kêfa dujmin li xwe bînin.

 

 

Dildarê welat Þêx Mahþûq ji me hat veqetandin, lê her dem di dilê me

de dijî. Ger em di ber armancên me yên pîroz de têbikoþin, bipêþkevin, bêne rêza miletê dunyayê, ew û hemî þehîdên rêya azadiya milet û welat her bi me re ne û her dem zindî dimînin. Navên wan di rûpelên diroka mirovayetiyê de bi tîpên zêrin têne nivîsandin. Lê belê heke em ne xemxurê milet û welatê xwe bin, ala tekoþîna þehîdên xwe ji bilind nekin, gerdenazad û serfîraz nebin, em tu caran serbilind nabin û ruhên þêhîdên xwe jî di gorrên wan de tengav dikin.

 

Þêxê hêja bi mêranîya xwe, bi rastgotinî û baweriya xwe, dewleta go kesî bawer nedikir ku ji cih bileqe, xiste nav astengîyê, ben li qirrikê ani hev. Di gel hemî gef û fort û tirstêfirrandinên dagirkeran ji ya xwe nehate xwarê. Rastîya xwe û ya miletê xwe li hemî cihanê da belavkirin. Li pey gotina xwe, piyê xwe da erdê, li nasnameya xwe ya gel û olî bixwedî bû, ji rastiya xwe nehate xwar. Ka em çima guhdariya wî dengê pîroz nakin û li rastîya xwe bixwedî nabin. Em çima di rêya rastiya welat û miletê xwe de dengê xwe bihev naxin, rengê xwe xuya nakin. Gotinên wî wek ava jiyanê di damarên laþê welatperweran de diherikin. Her ku em li ser gotineke þehîdê Gorbuhiþt radiwestin, em kûraya gotinê bêtir dibînin û naçariya me li ber çavê me dibe rewrewk. Em ji nuh ve li xwe hay dibin ku em li gora wan daxwazên pîroz ji hilgirtina barên xwe dûrketî ne. Axaftina wî ya di bîranina þehîd Ferhad de ku got “ bi vê razan û bêdengîya xwe em hemî hevparên kuþtina te ne. Bila gel li min bibuhure; eger Ferîþteyê Mirinê ji min re bigota-Tu dixwazî ez kê bikim qurbana Ferhad? Min dê bigota- Ji ber bêdeng in, bila nêvîyê miletê wî bi qurbana wî be. Kesî zindî go deng li pirsên te vegerîne tune, kes xwe ji cîyê xwe nalivîne.  Ez ne ji bo merivekî bibîrbînim li vir im. Xwîna wî ya go dara azadiyê av dide xebata wî ya go serbixwebûn û azadiyê misoger dike, mêranîya go rêberîya we bike ku ez hêvî dikim jîyaneke nuh bide we ez li vir im-”,  Gotinên Gorbuhiþt hê di guhên me de olan dide. Divê em ji bîr nekin ku em nuha bi bêdengîya xwe hevparê (þirîkê) kuþtina Þêx Mahþûq in.

 

Rast e. Canê þehîdê gorbuhiþt ji nav me bar kir. Heke em bi tenê bi barandina rondikan li pey þehîdê xwe bi tepa li xwe xin, mana wê ew e ku hê rêya me dûr û barê me jî grantir e. Ger em li daxwaz û armancên þêhîdên xwe yên wek gorbuhiþt Þêx Mahþûq û hemî þehîdên rêya azadîyê temaþe bikin û di rêya keser û daxwazên hemî þehîdên xwe de barê dikeve ser milên xwe, em hilgirin, hingî em dikarin bibêjin ruhê þehîdên me di goristanan de bi me re þad dibin.  

Ev axa pîroz go lehengekî wek Þêx Mahþûq afirand, dikare bi hezaran leheng û qehremanên din jî biafirîne. Bi tenê hevgirtin, dengê xwe bi hevre bilindkirin, xebat û tekoþîna bi rêberiya bawerîyên van lehengan em dikarin gerdenazad bibin, di nav miletê dunyayê de serbilind û serfiraz bijîn, piþtgir û alîgirên avakirina aþtî azadî û demokrasîya ji bo mirovayetiyê bin.

 

Mahþûqê welat bi mêrxasî û baweriya xwe di dilê me de her sax e. Bîr û baweriyên wî rêberiya me dike. Giyanê wî yê pak li hêvîya xebat û tekoþîna di rêya zadiya welat û milet de ye.

 

 

Pirsa Kerkûkê

 Dawet li Tûrkyê li dardikeve û li ber Dahola Erdogano û zirna çend komelên  Tûrkmenên li Kerkûkê dimînin û çend þiha û çend  suniyen  Îraqî lotikên çep û rast davêjin.

Her yek li gorî zanebûna xwe û tiþtên jî wî hatiye xwestin Pîrsa Kerkûkê ye,,,,

Yabo qurbano, ma pirsa Kerkûkê bi tenê ji we tê xwestin? Na qurban na, heger hûn ji bo malxerakirina xelkên Kerkûkê bicivin, emê jî doza hemû perçên din ji Tirkyê bikin û bawerkin pirsên me bê dawî ne. Amedê, Batmanê, Mêrdînê, Cizîrê, Mûþê, Wanê, Þemzînan, Bîsmilê, fermana brayên me yê Ermenî, fermanên Kurdên Êzîdî û bi sedan bûyerên wek wan. Dosya we ya mafê mirovan reþ e,  tiþtên hûn li Îraqê dikin, suîqastên ku we bi rêya Mîtê pêkanîne...û wekî din..

 

Divê Tirkye bizanibe heger ji bo çend ( bîjîyên ) me wê civînan li darxîne û biryaran bide, wê Çaxê bila baþ bîzanebin go wan pirsgirêkên  din jî bo me ciyekî mezin digrin di siyaset û peymana gelê Kurdistanê de.Lê ji ber gelek sedemên siyasî û rewþa dinyayê, Kurdan wan pirsana ji rewþa dinyayê yan bi ber dimoqrasiyê ve diçe, xwe bê deng dike .

Lê heger were û dîsa Tirkiye li dijî pirsa Kurd û Kurdistan zilm û zora xwe berdwam bike, bila baþ bizanibe go partî û rêxistinên Kurdan ji wê yekê rê þiyarin û gelê me tucar xwe ji ber bar nade alî.Jê bê xwestîn  her dem amade ye.

Ji aliyekî din ve heger em li lotikên Tirk davêjin binêrin, hûnê bibînin go çendî siyasetvanên Tirkan li hevketî, nezan û ehmeqin.

 

1-     Dixwazin têkevin Yekîtiya Eurûpa.

2-     Dixwazin bi navê dimokratiyê lotikan bi dewletên rojava re bavêjin.

3-     Dixwazin fikir û baweriyên bavê xwe Ataturk bi çî bînin.

4-     Dixwazin bi Ereban re biratiya xwe ya Osmaniya bi xwîne strabûn berdwam bikin.

5-     Dîxwazin bi Îsraîlê re dan û standina xwe bihêztir bikin.

6-     Dixwazin dîrokê binerd bikin û herkesî behsa wê dîroka bi qîrej û gemar bikin.

7-     Dixwazin pirsa Kurd ne tenê li bakur, li herçar alyên Kurdistan bêdeng bikin.

8-     Dixwazin pirsa Kerkûkê li gora xwe çareser bikin.

9-     Dixwazin Qibrisê di bin destên xwe de bihêlin.

10- Dixwazin beþtkertiya dîmoqrasiyê li Rojhilata navên bikin.

11- Dixwazin bi Îranê re li dijî hatina Amerika lîstokên qirêj bikin.

12- Dixwazin li dêrê nimêja sibehê bikin, û li camiyê ya nîvro bikin, û li ber dîwarê BÛRAQ li Qudsê cejnên xwe û selewatan bikin.          

 

Bawerim  her tiþtên Tirkye dixwaze û hîn me nîvê wan negotiye, bersîvên wan liba þivanan jî hene,

Lê tîþtên go Tirk ha jê tunene û tê negihiþtine go dinya hatye guhertin û di dinyake pêþketî û dimoqrat de ciyê hovên mina wan tuneye .

Pirsa Kerkûkê pirsa Kerkûkiya ye û pirsa Kurdistan û Îraqê ye. Wê ew lotikên we û yên li dora we civiyane,li sêrê wan HEÞ Û REÞ  bigere.

 

di 20-01-2007

 

Pîtka dîl              

 

 

Ji tîrêjên þeveqê çêbûne çavên te

Ji sira serê sibehê tê bihna te

Ji hîmên cûdî bihêztir e evîna te

Ji gul û rîhanan biþkivîne lêvên te

Ji ava mezin jî þêrintir e xwîna te

Ji kul û derdan re dermane kenê te

Ji dilan re jiyane dîtina bejin û bala te

Ji te tê bêhna bav û kalan Zozaniya min a delal.

 

((((((((((((())))))))))))                         

 

 

 

Lotîken Rewþenbîrên me davêjin

Tîþtên go ji hêrkesî re dîyare û naskirî ye, avetîna lotikên be hêsab, mîna gelek lotîkên Rewþennebîren me.
Rewþenbîrî ewe go mirov di rewþê de bighîje û bikaribe wê rewþê bîne ziman û bighîne gel û xwendevanan. Ji bo wê rewþa go xwe dixiyê weke rewþenas û zana go carna jî beþtî xebatekê giranbuha,
Di ber pirs û mavên gelê xwe de û di ber wan bîr û bawerya xwe de berxwadanê bike,
Le mîxabin wekî hûn dîzanen lotîken rewþenbîere me têne lî himbêr hev bîhezin û lî himbêr her karekî rêxistinî go partiyên me yên kurdî davêjîn, dibe go kar û xebata gelek partiyên me ne serkeftî be lê em bi vî rengî êrîþi wan bikin û vî ruhê dûjminatiyê di nava hev de bçînin wê nekeve xizmeta yekîtîya me. Dê ji alîkî din ve rewþenbîrên me yên xwe davêjin hembêza maldaran û barsivikan ji partiyên go karê wan lî gorî demê ye.
Lê pêwiste go her kes bizanibe go rewþenbîr gotiye alîkarî û piþtgirtiya wî kesî û wê partiya bargiran bike. Insanê go barê wî sivik be wê kar û xebata wî jî sivik be.
Raste piþtgiriya wan jî pêwîste, lê ne koletî û li ser hesabê hesaba.
Xwe bi serkeftina wan bihêz bike û lî hember partiyên go bi sala xebat kirine lê ji ber rewþa dinyayê ya nuh li alîkî mane.
Rewþenbîrê li dijî wan þer bike wekî ciyê xwe di nava karwanê barsivik de bibîne. Mixabin gelek kesên xwe rewþenbîr dibînin li derve û hundurê Kurdîstanê, dîtin go divê her kes bizanibe go piþtgiriya partî û rêxistinên Kurdîstana Îraqê em pêre ne heger têkeve xizmeta pirsa yekîtiya me û piþtek jî ji wan re li himbêr dujminen me.
Di nerîna min de ev dem demeke gelkî hesase û ji bo yekîtiyê ji me xebat û karekî dijwar tê xwestin. Yekîtiya pîrsa siyaseta me, ez nabêjim ya her çar perçan, lê pêwîste em li ser gelek xalan li hev bikin û bighên hev, ji ber dem wê dixwaze. Dibe go gelek nerîn û bîr û bîçûnên me ne yekbin. Lê dîsa ewê nebe sedemek go em dujminatiya hev bikin.
Divê em wê gemara bi salan ku dujminê me xistiye nava me û birakujiya qirêj û rojên reþ bi bîra xwe bînin ta go rewþennebîrên Kurd yên go agirê þerê sîyasî bikar tînin û agirê cudabûnê gur dikin.
Êz dixwazim bêjim wan go riya rewþenbîriya Kurd dî yekîtiya me re derbas dibe Rewþenbîrê ji bo yekîtiya gelê xwe nenevîsîne û gel li ser wê yekê þiyar neke,
we herdem binkeftî be û neserkeftî be. Lê bawerbin go gelê me ji van xala re gelkî zane ye û dikare bersiva wan kesan bide. Wê gelê me bi yekîtiya xwe wan kesên berjewendperest bitevizîne. Û bila baþ bizanibin go wê navê wan bi navê rewþennebîran têkeve dîroka reþ

 Serêkanyê
07-01-2007