Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

 

De were û nenivîse

 

Bavê Fexro- 17/04/09- De werin li ecêba kesanedî û kerameta memûrên dewleta Tirko binerin.

Pirê caran memûrên ku di daîra nifûsê de dixebitin sersar, xemsar û berdîberdayî ne. Zêde serê xwe bi rastîyan re naêþînin, hema çend qirûþan berdin bêrîka wan û we îþ pê tune, dikin çirik û virik.

 

Hûn li nasnama piranîya Kurdên bakur binerin, hûnê bibînin ku ( 01.01…) nivîsandiye. Yek ji wan jî ez im. Çima? Ji ber ku memûrên daîra nifûsê zêde serê xwe bi roj, meh û salê naêþînin, dibêjin „ji xirrê min ve“ û hema yekser 01.01…. dinivîsin. Helbet hinek ji van 01.01an rast in. Lê bawerkin bi piranî xelet in û ji qûnektîya memûrên nifûsê ye.

 

Welhasil, mesela me li ser xaltîka me Fatma Kilci bû.

 

Xaltîka me Fatma Kilci, di 1934an de li bajarê Sêwasê hatiye dinyayê. 75 salî ye û tam 75 sal in di nasnama wê de rojbûna wê (30 Sibat 1934) nivîsandiye.

 

30 Sibat kuro?

 

We fêhm kir yan na? Ma di meha Sibatê de 30 roj hene oxlim? Ma meha Sibatê ne 28 roj in yaw?

 

Îcar xaltîka me Fatimê çi bêje baþ e? Dibêje:“Weyla min di devê bavê wî memûrî de gû kiro, madem kerekî xwedê bû çima kirine memûrê dewletê bavo“ û li çoga xwe dixe.

 

Welhasil, xaltîka me fatma Kilci di 30ê Sibata 1934an de hatiye dinyayê. Li gora ku 30ê Sibatê tuneye, emê jî bêjin xaltîka me Fatma Kilci di „ roja qiyametê de“ hatiye dinyayê“ û xelas, wîî!