Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Bavê Gulistan û tirimbêla biriqandî

Mîr Ronas- 20/04/08- Êlih-

 

Ka ezê îro behsa yekî meyî Êlihî û tirimpêla wî bikim ji we re yabo...Navê wi Bavê Gulsitan e. Îca Bavê Gulistan wuha ji tirimpêla xwe hez dike nayê gotin û salixdan. Gava tu li tirimpêla wî siwarbe, pêwiste tu pêlava xwe derîni û divê bêhn ji gora te neyê. Divê kincê te jî paqij bin ha, wille û bille loo!

Îca rojekê diçe gundekî Êlihê, dîsa tirimpêl biriqandî ye, bûye wek marê reþ. Yanî meriv xwe têde dibine wulo baqije. Radibe diçe gund, tirimpêla xwe jî li pêþberî xwe datîne. Çi dibe çi nabe.

   Îca yabo Bavê Gulstan dikeve xeberdanê û xwe ji bîr dike. Ji wur ve jî kerîyê pez derbas dibe û ji nav pez bizina tal jiî bala wê dikþîne, tê ber tirimpêlê, xwe di tirimpêlê de dibine û bizina tal bi qiloça xwe li tirimpêla bavê gulistan dixe ,ma rebena bizinê ji kur zane ko wênê wê di tirimbêlê de xuya dike.

Welle Bavê Gulsitan li gund dike hewar. Gundî diminînin hebitî û dibên: Çi bûye lao çi bûye gidîîîî? Bavê Gulistan dibê: Ma çi nebûye bavê min,  bizina tal mala min xerakir ma wê hê çi bibe, lotikek li tirimbêla min xist hewarêêêê!

Îca yabo ji me gotin, hûn jî wulo tirimpêla xwe nebiriqînin û hûn sax! Yan na wê bizin û nêrî trimbêla we bidin ber poþ û lotikan ellawekîl!

 Haa, ji Bavê Gulistan re rêz û silav.