<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

QEDEXEKIRINA CIGARÊ

Bavê Nûbar-20/05/08-Hekarya-

 

19 Gulanê li bakurê Kurdistanê û Tirkîyê ker kurê kerdoxan cigare qedexe kir. Êdî ji îro pê de, li cihên sergirtî (dervayî malan ku wê jî jin û zaro qedexe dikin) di tirinbêl û pagehên rêwîyan de kêþana cigarê qedexe ye. Bi xwe li Tirkîyê hertiþt qedexe ye. Cigare mabû ew jî qedexe kirin. Ew cigara her fiteka wê li bedela sed ax û keseran. Ew cigara ku dostê  kul û derdan û kezebþewitîyan e. Ew cigara ku mirov ji pitepita jinê aciz dibe, yekê pêdixe. Dema mirov diqehire agir pêdixe, dike bin pîyan û diperçiqîne. Û ew qet û qet dengê xwe nake.

 Ew cigara ku di vê dewrana mirov êdî paran li gel xwe nagerîne, lê ew tim di bêrîka mirov da ye . Ew cigara ku herkes ji yê din re dibêje “Kerem ke ji vir pêxe” û dibe sedema dostanî û hevalbendîyê. Gelo ma bi qehwe, çayê û alkolê re ji cigarê xweþtir tiþtek heye ?. Lê ma ker çi dizane karebar çiye? Kerdoxan bi vê qedexê lotikek ne camêrî li me cigarekêþan xist. Vêcar ji niha pê de lê binêrin, wê ji qehra cigarê çend þer, kuþtin û arêþe çêbibin. Dibe hinek bibêjin: “Jibo qencî û siheta insan e, cigare nebaþe, dijmin e” filan û bêvan. Hema çiqas nebaþbe û dijmin be jî, ji Tirkan, Ereban û Farisan nebaþtir û dijmintir nîne. Heke birastî siheta insanan difikirin, bila fabrîqên cigaran bigirin. Lê nikarin! Wê text û meqamên wan ji dest wan derkevin. Ji qewlê Cûlamêrgîyan “Wê kîrek nehgirê û danzdeçeþiq bikeve qûna wan”. Ma ji qûna kê tê fabrîqan bidin girtin? Ji pêncan yek ê sermaya dewletan ji baca (vêrgîya ) cigarê tê. Her weha di dinê de zengînên sîyem xwedîyê fabrîqên cigareçêkirinê ne.  Lê rayedarên  dewletan neþên kerî diçin li kurtan dixin.

 

Guneh di stuhê  hinek melayên dibêjin de be. Dibêjin, Îmam Þafiî qet ji jina xwe hez nedikir. Jiber jina xwe ji jinên din jî diqehirî. Lewra nedixwest destê wî jî li destê jinikan bikeve. Ji ber wê sedemê, rabû jibo kesên ji meshebê wî ne jî destvêketina jinê kir sedemê ji nûve destrêvedanê. Bi gotinek din arêþa xwe ya kesînî jibo yên pêy xwe jî kir arêþe. Kerdoxan jî wusa kir.

 

 Berê hema digihiþt kîjan kesên partîya xwe, cigare lê qedexe dikir û pakêta wî jê distand,  dikir mûza xwe . Niha jî dibê ez serokwezîrê Tirkîyê me, madem ku ez cigarê nakêþim (sedem çiye nizanim, belkî  jina wî wî naket nav çîyên xwe, ,ji ber wê ye )  divê hûn jî nekêþin û hirsa xwe ji me derdixe, malê li me diviritîne. Ew zewqa me ya heyî jî ji dest me distîne.

Bi telaq ew cigarê qedexe bike neke ezê her bikêþim û tirrê jê berdim û xelas!