<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Bavê Tosin 

bavetosin@hotmail.com    

 

 

 

 

 

   

Em xwedî dîrok in, xwedî qad in, xwedî ziman in

 

Berî demeke kurt rêjîma Sûriyê ya þoven xelekek nû ji pîlanên xwe yên þoven bi cî kir, heþt mamoste ji bajarê Amûdê û çar ji Qamiþlo û hijmarek biçûk ji derên din dûrî karê  mamostetîyê kirin  û ew avêtin dûrî bajarên wan. Wek nimûne yên Amûdê avêtin:

1- Serê Kanyê

2- Til Tamir

3- Hisiça

4- Til Birak

5- Til  Hamîs

Cihê herî nêzîkî  Amûdê 75km dûrî Amûdê ye .

 

     Bi vê  pîlanê rêjîma Sûriyê dixwaze ku van mamosta bêþîne û þerê wan di pariyê nanê zarokê wan de  dike tenê ji ber ku nerînên wan cuda ne ji yên rêjîmê. Ji ber ku Kurd in û xwedî nerîn, bawerî û prinsîp in. Cudayî baweriyên partiya Baas  ya serdar in. Ji bo wilo ew wan dixin tengaya û hewl didin ku bihêle ev mamostana bi xwe  karê xwe berdin,  ji ber her yek ji wan her rojekê tibabek pere  di rêya çûn û hatinê de datînin û piraniya roja wan li ser rêya derbas dibe.  Ev bi xwe (devjê berdana kar) armanca rêjîmê ye da ku ev kesana bi pariyê nanê zarokê xwe mijûl  bimînin û dem ji wan re nemîne ku di tiþtin din de biramînin. Ev ji hêlekê û ji hêla dî ve jî, ev dûrxistina van mamostan hewldaneke ji alî rêjîmê ve ku bi van mamosteyan yên din bitrsînin û ji wan re bêje : Binêrin kesê ku biwêre û bi ya me neke bê çi tê serê wan .

 

       Di bal û baweriya rêjîma þoven de ku bi van karên qirêj wê me bitirsîne û emê nerînên xwe biguherînin, lê bela bi wilo þa ne be.  Emê her û her bimînin wek xwe û emê li dû doza gelê xwe bin.  Çiqasî ku ew  me dûr bikin yan ji karan me biqewitînin, yan jî me têxin binê zindanan, bela zanibin ku ew bi mûkî  ji baweriyên me kêm nakin, emê xwediyê ramanên xwe bimînin û xwediyê doza miletê xwe ta ku doza gelê me çareser bibe û em wek her miletê li cîhanê bigihên mafên xwe.  Ji ber em jî  miletek in,  li ser qada xwe ne, em ne kêmî tiþtekî ne û em ne kêmî kesekî ne.  Em xwedî dîrok in, xwedî qad in, xwedî ziman in û em ranawestin ta ku nebin xwedî welat û maf. 

 

22/05/09

 

 

 

LI  KÊLEKA  MIN  RÛNÊ

 

Aso

Di  çavên  te de

Razaye

Bilbilek  tê de 

Dinale                             

Indeko 

Di  lêvên  te de

Biþkiviye

Di  himêza  te de

Buharek

Ji  nesrîn  û  zaterê

Þînbûye

Ger  tu

Li  kêleka  min  rûniþta

Ezê  bigiryama  û  bigiryama

Ta  çemê  Amûdê

Biherikya  .

Deryake  serxweþ

Di  çavên  te de

Distirê

Bi  pêlên  dîn

Bi  peravên  xwere

Þer dike

Biskên  te

Bahozek  koçberbûyîye

Li  çar  hawîr

Miþixt bûne

Ger  tu

Li  kêleka  min  rûniþta

Minê  te  himêz bikira

Ta  birûskên  ewrê  porê  te

Li  me  biba  tav .

 

Lêvên  te 

Rezê  Anahîta ye

Kaniya  meyê

Ji  wan  diherike

Ger  tu

Li  kêleka  min  rûniþta

Minê  tu

Vexwara  û  vexwara

Ta  çemê  þebnemê

Biçikiya .

 

Tenê  ger  tu

Li  kêleka  min  rûniþta

Bela  wê  rojê

Girê  Þermola

Bi  giranî

Li  ser  sînga  min  û  te

   P E Y A B E...  

 

 
 
PADÎÞAHÊ

 

Ji xewa þêrîn

Çavan veke

Padîþaha min

Nêrgiza “siba  te  xweþ”

Ji hevre gotin

Çûkan sirûda sibê

Dest pê kirin

Neynik li benda

Dîtina çavên te ye

Sira bê dixwaze

Biskên te þeh bike

Kanî dixwazin

Ava xwe biþon 

Bi rûçkên te

Rok dixwaze

Ronahiyê ji çavên te 

Pars bike

Û  ez

Ez jî dixwazim

Bi ramûsana sibê

Jiyana xwe 

Berdewam bikim

De ji xewa þêrîn

Çavan veke 

Padîþaha  min .

 

------------

 

Ne wilo li ser Amûdê tê gotin

 

Dema ku mirov  birçî be, herdem çavên wî li xwarinê digere . Ji ber ku em  jî  birçiyê  xwendin û zanistiyê ne, em çave xwe  li  nivîsandinên nivîskarên  xwe  digerînin. Ji ber ku her  tiþtê li ser Kurd û doza Kurdî di pirtûk û çapemeniyê de qedexe ye, lewra em mane dîlê malperan yên ku cihê rêzgirtin û sipasiyê ne.

 

Di gera  min de, hevpeyvînekê (di malpera Welatême – beþê zimanê Erebî de) bala  min kiþand. Ew hevpeyvîn bi zimanê Erebî ye, ya Zagros Osman e û Hisên  Ehmed  pêre kiriye. Birastî min digot wê Zagros têde  xwe wek nivîskarekî Kurd û berpirsyar  di ber pêþketina doza milet de bibîne, ji ber dozên miletan û bi taybet pêþxistina van  dozan barê xwendevan û rewþenbîran e û karê wan rexnekirina kêmasiyan e. Lê  mixabin.

 

 Zagros  Osman, ev nivîskarê reþikî  tozgirtî yê ku ji niþkekê ve çêbû û bi taybetî piþtî  serhildana 12 ê Avdarê, di vê hevpeyvînê de bi sê telaqê jinberdanê sûnd dixwe ku ew  dûrî rêxistinên Kurdî ye û ji bo teqez bike xwe dûrî siyasetê bi tevayî xuya kiriye. Tevî  ku ew bi xwe di hevpeyvînê de dibêje ku nivîserên wî yên siyasî ji alî xwendevan û  rewþenbîran ve cihê rêzgirtinê bûn, lê mixabin xuyaye wî jî xwestiye lotikekê li  rêxistin û siyasetmedarên Amûdê  xe.

 

Nizanim ne Zagros bêyî hiþî xwe bersiv dane û niza wek ku wî gotiye ku Þeytanê wî li  gor nerîna wî gotiye.

 

Di bersiva xwe de li ser pirsa ku Hisên li ser piþtgiriya wî an jî dostaniya wî bi  rêxistinan e jê kiriye, tevî ku di bawerya min de ev pirs bi xwe ne pirsa di hevpeyvînan  debe, ev pirs ya piþtî vexwarin û serxweþiyê ye. Di vê bersivê de Zagros bi çewtî û  mirov dikare bêje bi bêrêzî bersiv daye. Û dema tê ser Mereh El Buqaî (rêzgirtina me ji vê ciwanikê re), pênûsa xwe þîret kiriye, xistiye rêça rêzgirtinê, hevsar ji pênûsa  xwe re berdaye da ku pesnê vê ciwanike bide û nivîsandinên wê bike doza miletên  bindest û mirovaniya tevayî. Ez naxwazim li ser her pirsê pêre têkevim guftûgoyê.  Bi taybetî li ser destpêka wî û çawa zimanê Kurdî hîn bû, çima ewqasî dixwest hîn bibe,  digeriya û nedigeriya nikarîbû   û  û  û   û…… Ji ber wê dirêj bike, lê birastî ya herî ku  Zagros xwe têde þaþ kiriye, sînorên azadiya xwe, nivîsandina azad û nerîna azad  derbas kiriye, ew pirsa dawiyê ye.

 

Pirs - Tu çawa Amûdê dixwîne ji hêla:

 

Tore: Pirbûnek bêyî ku kes  bikire.

Siyaset: Li bazara Þemiyê ye, lê ji tirsa gurîbûna ji kincên kevn ez jê nakirim .

Huner: Min ji pêvî pêkenînê, pêkenokên telefonê mobayl û opêra qazîmazî nedîtiye.

Mirov: Li ku be lawirekî bizdok e.

 

Piþtî van bersivên li ser bajarê Amûdê, birastî ez wek yekî Amûdî li hember vê  nirxandinê matmayî dimînim. Gelo kê ev maf daye te ta bi vî rengî tu li Amûdê  binêre?

 

Gelo ev gotinên te gotin, dikevin çarçewa rexne yan jî nerîna azad?

Li ser çi pîvanan te ev rexn û nerînên xwe ava kirine?

 

Lê xuyaye gazin jê nabin ji ber ew nû piþtî serhildanê çêbûye û gelek tiþtan nizane. Ew  nizane ku Amûdê di rewþenbîrîyê de pêþeng bû, çi di rewþenbîriyê de û çi di berxwedanê de wê pêþeng bimîne. Nayê bîra wî û ew dîroka Amûdê nizane. Mele  Ubêdellah, Reþîdê Kurd, Xoybûn, Dibistana Keþafe û hbd.

 

Lê dîsa ez dibêjim gazin ji nizanan nabe.

 

Di dawî de ezê kurte çîrokekê bînim bîra Zagros.

 

Dibêjin carekê yekî xizan û piçkî bêmirês xwe di hilbijartinan de dabû pêþ. Dema ku  derbasî civatê bû, xortekî ji hevalê xwe pirsî: „Wê ev bibe nûnerê me?“  Deng çû wî  ciwamêrî, rabû wî vegerand û got:

„Keko encûmenên wilo nûnerên wilo ji wan re divên“.

 

Û têgihiþtina we, vêca wê ji were bêje kesê Amûdê nasneke ne hinkûfî ku bêje ez kurê  Amûdê me!!

 

13/02/09

 

 

 

 

ROJÎNA  BIÇÛK

 

Dilerizim

Weke pelek payizî

Di bahoza evîna te de

Pûtek darî me

Ji tîrêjên çavên te re

Bûme nîþan

Lêvek pûçim

Bi sîtava te ve

Radipelikim

Qeyikek bê serdarim

Windabûyî me

Di panava derya

Çavên te de

Bilbilek per þikestî me

Di pesindana buhara bejna te de

Bê deng û lalim

Rojîna min.     

 

28/11/08          

 

Nivîsên berê

 

Hember Min Rûnê Canê

 

Lehya hêrsan

Di gola bêdengiya min de

Hilnayê.

Lehya hêsran

Di gola arama min de

Hilnayê.

Lehya evînê 

Di gola dilê min de 

Hilnayê.

Tenê hember min rûnê,

Ezê rawestgehan 

Ji kerwanê evîna tere 

Biafirînim.

Tenê hember min rûnê,

Bela tenahî 

Min û te 

Bi keskesoran bipêçe.

Bela  awirên  te 

Bê sînor

Di canê min de 

Bibiþkivin   .

Bela þalûl û bilbil

Stiranekê ji himêzkirina 

Min û te re bistirên.

Tenê hember min rûnê,

Kêlîkekê ji demê,

Perçake ezman û xak,

Ezê bidizim 

Da ku kolegeha evîna xwe 

Bikim þaneþîn,

Û te têde bikim padîþah

Da ku hember min 

Tu rûnê û rûnê.

 

23/11/08

 

     SEYDAYÊ  MIN

Seydayê  min

Her tu berpirsyarê

Þikandina dilê minî

Ola te ya nependî

Laleþeke fireh di dilê min de

Vekirye

Rojê sê caran

Eniya xwe 

Li pûtê Anahîta didim

Rojê sê caran

Hember pûtê raboriyên  te

Radiwestim

Û hîn

Te berê xwe ji min

Guhertiye.

Seydayê min

Efsaneya

Bîranîna te dixwînim

Pel bi pel

Û her û her

Girnijandina te

Çîrokên azadyê dilorîne

De vegere !

Ne me çêkirine

Ev sînor

Xewna min û te sar nebûye

Lê ji bendewaryê

Em diwestin

De vegere !

Te sînorên nû

Ji aramê re datanî

Û min tê de dilîst

Reþo

Tu di bîra min de

Kela Nebî Horî ye

Dengê te bi çemê Efrînê re

Di raboriyên min de diherike

Dara zeytûnê

Rûbar û sûlavên te

Di mejyê min de kolane

Yek caran

Bi pêlên dengê Elî Tico re

Yek caran

Li ber lingê Pûtê sînemeya Amûdê

Û yek caran

Di nav kulîlkên Kefercenê re

Tu pêrgî min dihatî

Yek caran

Ez û tu

Bi ava Meydankê re

Têne xwar

Û yek caran

Em ji Heredere

Ditirsyan 0

Reþo !

Ger tu yê bê

Ezê di laleþa ARTA de

Vî temenî bi nimêjê

Di bendewariya te de

Bi buhirînim 

De vegere

Reþo

Min gelek hêsir

Ji himêzkirina te re

Veþartine

Sirûda min û te

Nîvco maye

Û gelek pevekên serjêkirî

Di ferhenga te de kût mane

Reþê min

Girek ji zater û Indeko

Min berevkirne

Ezê derxim 

Pêþwaziya te

Reþê min

Ez nexeyidî me

Lê tenê min diva

Em sirûda xwe

Bi hevre

Berdewam bikin .

 

25/10/08

 

 

Rojekê

 

Rojek

Dema ku ez hebûm , berê hebûm,

min dilbera xwe himbêz dikir

li herder min digot

Ez ji te hez dikim .

Rojek

 

Dema ku ez hebûm

min di nav heval hogiran de

distira

Li herder awazên min bela dibûn .

Rojek

Dema ku ez hebûm

Ez derdiketim ser iya

Bi qîrîn min ban dikir

Dengê min

Bi sira bê re difiriya dikeniya .

Rojek

Dema ku ez hebûm

Min kulîlkên hebûna xwe

Li ser nexþeyekê diçandin

Bi hêrs

Bi aram

Bi kul

Bi þehîd

Bi evîn

Bi hêsir

Bi van çavan

Ji wê rojê de

Ji berî hebûnê de

Min nav lê kir

Kurdistan .

 

05/10/08

 

 

 

TENÊ

 

Tîrêjên  rojê, hember çiyê ,

Serî xwar kirin

Kanyê bi nermayî

Sirûda xwe berdewam kir

Bêdengî him bi him

Winda bû

Çûk û þaxan “siba te xweþ”

Ji hevre gotin

Cotkar sitrana sibê

Ji cotê ga re distirê

Þivan bi sazê bilûrê

Pez þiyar kir

Wek dizê ro lê bê der

Xewn bi lez revyan

Hertiþt û herkesî

Tevgera xwenî rojane

Dest pê kirin

Tenê ez

Tenê ez bi tenha xwe

Li ber derî

Li bendî dîtina 

Çavên yarê

Pûç û bê canim .

 

19/09/08-

--------------------

 

DARA   ZEYTÛNÊ

 

Evîna me

Lêhatinek bû

Min dilê xwe kola

Jêre kir gor

Lê çavên min

Ahîna bê deng

Bi dizî

Belakirin .

De bela bêje

Dara zeytûnê

Bela bêje

Ew dizane

   Bê çend caran

Min mijankên  xwe

Bo te dikirin sîwan

Û

Li ber sitiranên 

Dilê min 

Tu xilmaþ dibû.

Bela bêje    

Dara zeytûnê

   Bê çend caran

Min bi lêvên bêrîker

Tu nixumandiye

   Bê çend caran

Min dilê xwe 

Bo te kirye seyrangeh

Û te bi mendalî

Tê de dilîst

Bela bêje

Dara zeytûnê

   Bê çend temenan

Min ji te hezkirye

Û çend temenan

Tu li min digerya .

       

Evîna me

Lêhatinek bû

Tu bi minre

Lîska arama min bû

Min dil dikir Dergûþ

Tu têde dilorand

þeqamên Helebê

Li min û te digeryan

Pirê “Heredere”

Nêrgiz û Indeko

Li ber lingên me 

Radixistin

“Meydankê”

Bi  hêsrên þahiyê

Himêzkirna  me

Bi xunavê

Sîwan dikir

Kela “Nebî Hûrî ”

Ji ramûsana min û te

Bîna Nefel û Zaterê

Li rêwiyan

Li evîndaran

Hîn û hîn

Bela dike

 

Evîna me

Lêhatinek bû

Min dilê xwe kola

Û jêre kir gor

Lê tîrêjên wê

Ji çavên min

Bi  çûkan re firîn

Kulîlkên wê 

Ji kesera min 

Bi pêlên bê re 

Bela bûn .

De bela bêjin

      Heredere

      Meydankê

      Nebî Hûrî

Û dara zeytûnê

Bela vejînin

Çîroka evîna  me

 Bila bêjin .                                                                      

 09/09/2008-Amûdê

 

 

Tu pirsgirêk li Sûrî tunene

 

Roja yekþemê 31/8/2008 di Hura TV de programek

bi navê (pir nêzîk) (QARÎB  CIDEN ) hevdîtinek bi

 hunermend û lîskevana Sûrî ya sînema û TV ya xweþik û

nermik (Sûzan Nicim Eldîn) re kir.

Di hevdîtina xwe de xwe baþ berda, wê jî lotikek

wek lotikên Munzir Mûsilî û hin þovênên din ji rewþenbîrên

Ereb li me xist. Dema pirs jê bû û yê pêþkêþkerê programê jêre

got: Li cem we li Sûrî pirsgirêka Kurda heye? 

 

Xwedê hiþtê tew gotina Kurd yan jî Kurdî nanî  ser zimanê xwe  go: Tu pirsgirêk li cem me tunene .

 

Malik xerabê tu dibê ne ji vî welatî ye! Qaþo hunermende, diltenik û nazike zû bi zû berî her kesî bi rewþ û hestê belengaza dêþe! Malik xerabê em tune kirin, yê ku çîrokê nizanibewê bê wele  raste tiþt li Sûrî tune Komara Eflaton e. Vê ciwanikê te ne serhijmara awarte bihîstiye, ne zinara Erebî, ma hela ev belkî piçkî kevnin, ma vê devlikenê qey serhildana Qamiþlojî nebihîsr? Ma ewqas çalakiyên ku li Þama paytext çêbûn û çêdibin, qey nebihîstiye? Yan bêbava devê wan nagere ku gotina Kurd  bînin ziman? Tew , werin li bersiva din binêrin yaho, eva nermovingî çi dixwedeye kuro!

Gava pirsa girtiya bû, vê porzerê go: Kes li Sûrî ji bo nerînên xwe nakeve zindanan, yên girtî helbet tiþtekî din kirine.

Wax , wax , çi pelûl bi serê mede rijya yahooo!

 

Keçê hey porkurê,  hey porkemê, ma Mîþêl kîlo, Arif Delîlê, Riyad Sêf , ûûûûûûû  heta  sibê  xelas nabin , Miþel Temo , Mihemed Mûsa , ma vana tevan çi kiribû? 

Mane ev tev girtiyê di ber nerîn û baweriyên xwe dene, û her  diçû û dihat yekîtiya Ereba tanî ziman. Te digo qey  wê  bireve, keçê  ma kî dijî yekîtiya weye? Ma Kurda we  perçe kirye heta tu wilo dexs be ji alî me ve?

 

Bela tu û çi kesê þoven  xweþ zanibin ku Kurd miletek li ser xaka  xwe ya dîrokî ne, û doza me bi xwîna  þehîdên 12 avdarê hatiye neqiþandin. Tucarî ev doz nema radiweste ta ku em bi azadiyê þabibin û bi gelê Ereb û kêmneteweyên din re li Sûrî wek hevpar, wek bira bijîn. Rûreþî her ji kesên þovenî re ye. Serbilindî ji kesên dîmuqrat reye . Azadî ji bo girtiyên zindanê.

06/09/08-Amûdê-

 

Rewþê û Xabûr

 

   Tîrêjên rokê rûçkên pelan û zinaran radmîse, Diclê awazên evînî ji  kulîlkan re dirêse , dengekî zîz bêdengiyeke bi qêrîn ji kaniyan di çirisîne. Bakî bilyayî bîna gulavê li pozê Cûdî dixîne û nalenala birînekê li ser baskên xwe bajar bi bajar gund bi gund digerîne, li kolanan buxçika raboriyan radixîne:

 Li vir hebû gundekî ava.

 Evana kêlên Helepça ne.

Ev jî dûmahiya pênûsa Qadî ye .

Li ser vî  çemî Memo dest bi mirina xwe kir.

Li vir jî bexçak hebû bi dar û gul, Siyamend evîna xwe têd çand.

Evên bela bûyî kêlên pakrewanên sînema Amûdê ne.

Û ev jî kêlên pakrewanên  girtîgeha Hisiça ne.

    Çavê xwe vekir, xwe veparimand , xewna xwe anî bîra xwe. Rewþê di kilîlê debû li panavek kes, hawîrdora wê kulîlk bûn, bang dikir  Reþoooooooooooooooooooo......

Reþo bi berde dilezand, lê tîrêjên rojê xewna wî birîn.

-Tê biçe  gund Reþo?  Hevalê Reþo jê  pirsî .

-Erê, lê ezê zû vegerim.

-Te bêriya destgirtiya xwe kirye ne ?

Awira Reþo çû  ser gustîlkê û xewn hat bîrê, ev bû du sê heyv Rewþê xwestiye, bê bersivdan bi girnijandin derket.

         Cûdî serê xwe ditewîne, Diclê û Xabûr dilorîne, gilovera sor ji rojhilat hêdî hêdî bilind dibe û pêre lat û zinar parî bi parî sîka xwe dicûn û datqurtînin. Kulîlkan serê xwe ji xew rakirin û bi pêþmergan re çaya sibê vedixun, sira bê rûçkê pel û kulîlkan ji xunavê dawdiþîne. Bêdengiyek dirêj derbas bû weke xewnerojekê, û rojê rêwengiya xwe ber bi dawî de ajot.

      

Dîsa xumxuma Xabûr û Diclê dengê dora xwe dadiqurtînin. Tîrêjên rojê hêdî hêdî berî didin paþ çiyê, kulîlkên ku ji tîna rojê xiloxavî bûne, bi sira bê  veciniqîn. Sira bayê buharê yê êvarî li rûyê Reþo dixîne, tevzînok bi  laþê  wî ve dadkevin. Xumxuma Xabûr gurdibe û pêre dilê Reþo di kozikê de dike kute kut, xewna þeva çûnî li ber çavên xwe vedgerîne.

-  Reþooooooooooooooooooooooooooooooo  !!!!

 

        Dergehên hesinî hatin girtin, xumxumek bi saw ji Xabûr dipijiqî, bajêr serçavka xwe da ser çavê xwe , darê kulîlkên xwe þîr da û nixumand. Mêkew di hêlînê de dilerizî, Reþo dismala xwe li dor serê xwe pêça, dengê top û tivingan çirisandina çavên wî gur dikir. Di rûyê tivinga xwede digirnijî û xewna Rewþê himêz kir.

-  Reþo vegere ......

Ji panava kesk Rewþê di kilîlê de di nav kulîlkan de destê xwe bi ber Reþo ve dirêj dike  Reþooooooooooooooooooooooooo!  Him bi him teqîn nêzîktir dibe û pêre agirê nava Reþo gurtir dibe.

    

      Qêrîn bi Xabûr ket. Li ser baskên bahozekê li çarhawîr bela bû. Girê Þermola veciniqî, çemê Darê girya, Qamiþlo û Dirbêsyê ketin taya sar û germ. Qêrîn bi Xabûr ket, mêkew ji hêlîna firyan, Diclê nema di peravên xwe de ditebitî, û  Hemo jî di zindana Seydnaya de veciniqî.

- Ma wilo keko, ne ji vî xortî ba emê tev biþewityana.

-  Kê agir vêxist ?

-  Hemo di xew re çû û agir ji çixara wî çêbû .

 

   Qêrîn bi Xabûr ket, xumxua wî di mizgeftê Dirbêsyê, Amûdê û Qamiþlo de bang dida,

Mendalên dergûþa xewnên dayikên birîn, Diclê dikelya, gurdibû û bi peravên xwe re þer dikir. Girtiyên Seydnaya li hev civyan, buxçika derd û kula vekirin, û Rewþê ji xew veciniqî û xewna xwe û  Reþo vegerand.

 

    Kurte nûçeyên êvara 25 ê  heyva 3 ya sala 1993 an. Dûmanek bi ser Hisiça de rabû, agir bi girtîgeha navendî ket. Rivîna êgir di penceran re tara  Neþwa ronî dikir, bû hawar û deryên hesinî man girtî. Agir bi dîwaran diket û ji dîwaran davête laþan. Laþên ku derî li wan girtî, deriyên ku ne bi destan, ne bi lingan û ne bi diranan dihatin vekirin. Bîna biraþtina laþan li sira bê  siwar dibû û serî ji xwe sitend. Bû hawar û qêrîn, sira bê hawara wan li ser baskên xwe li Amûdê, Qamiþlo û  Dirbêsiyê gerand. Kes di xew de nema ne mirov, ne kulîlk, ne çûk, ne mizgeft, ne kiniþt, ne çem û ne çiya. Miriyên gora serê wan li kevir ket, herêma Cezîrê tev veciniqî, kes di xew de nema ji pêvî kilîtên wan bê xwediyên deriyên hesinî. Pîlana kuþtinê hatibû danîn, qêrîn bi Xabûr ket.

 

    Hêdî hêdî dengê gulan nêzîkî kozika Reþo dibû û ew jî dikeliya, çavên xwe girtin û berê tivingê da Bexdê.

- Reþooooooooooooooo ......................

Xwêdanek sar pêket, rûniþt , xewna þevê çûnî hat bîrê. Rêstika raboriyan, gund, dost û heval, Rewþê . Û dîsa reþê ji panava kesk destê xwe bi berve dirêj dike.

- Reþooooooooooooooooooooooooooooooooooooooooo.

Qêrîna Rewþê û Xabûr gihan hev û di guhê girtiyên girtîgeha Seydnaya de çîroka xwe gotin û bi hevre kirin qêrîn.

                     

Zimanê Me Nasnama Meye

Hîmek û stûnek mezin ji stûnên hebûna gelan ziman e.  Ji ber wilo jî mamostê mezin Celadet Bedirxan gotiye ( zimanê me nasnama me ye). Ziman ewe alava têghiþtinê, têkilî, danûstendin û yek ji taybetmendiyên gelan e .

Herweha em jî wek miletê Kurd miletek xwedî dîrok, xak û ziman in. Tevî bindestiya salan û qedexekirina zimanê me ji hêla rêjîmên dagirker ve, ev rêjîmên ku bi xurtî hewl didan ku miletê Kurd di nav xwe de bibiþêvin û winda bikin. Van rêjiman Kurd wek Tirkên çiyê, Faris û Ereb didîtin û bi giranî þerê me hat kirin. Bi her rengî û di her warî de, çi siyasî, çi rewþsenbîrî û çi aborî, tenê ji bo me tune bikin.

Lê tevî vî þerê giran ku dijî zimanê Kurdî hatiye kirin , zimanê Kurdî karîbû xwe biparêze di rêya helbest, çîrok û stiranên ku nifþekî ew dispartin yê bi dû xwe de, ta ku em gihan dema ku van rêjimên dagirker nema karîbûn hember pêlên teknolojî û globalîzmê rawestin .

Lê mixabin îro wek Kurdistanî em dibînin ku hin alozî û kêmasî di zimanê me de peyda dibin û di rêça têgihiþtin û danûstendinê de dibin astengî. Bi taybetî di rêça hebûna zimanekî fermî li seranserî Kurdistanê, ew alozî jî ji ber nîrên dûrketina ji hev , û ji ber demeke dirêj zimanê me mabû devkî  û sînor di navbera me de hatibûn çandin, têkiliyên me yên civakî û rojane ji hev hatibûn birîn. Van sedeman tevan hiþtin ku hinek dûrketin têkeve navbera herçar þêwezarên zimanê Kurdi (Kurmancî, Soranî, Behdînî û Zazakî) û li þûna ku bibin zengînbûn ji zman re bûn qelsî.

Îro li hember vê rewþê çi tê xwestin?

Di baweriya min de, eger em Kurdistanî wek yek gel, yek milet, yek berjewendî û yek ziman li xwe binêrin, ji me tê xwestin ku em bi xurtî di vî warî de bixebitin, em komîte û saziyan damezirînin, zimanzanên herçar þêwezaran ji herçar perçên Kurdistanê û ji derveyî welêt bicivînin û komcivînan çêkin. Lêkolînan çêkin ta ku em bighên çêkirina kongirekî giþtî ji bo yekbûna zimanê Kurdi yê fermî ku li seranserî Kurdistanê pê bê nivisandin, da ku em çi kesê pêbilyayê ziman hêjayî hilgirtina navê Kurd û Kurdistan bin.

Bi kurtî; bela ev nivîsandin bibe bangek, qêrinek ji bo saziyên ziman, ji bo serokatiya Kurdistana azad, ji bo rêxistinên Kurdi li herçar perça û ji bo her zimanzanî ku em destpê bikin ji ber bi rasti:

Zimanê Me Nasnama Meye!

02/09/08-Amûdê-

 

Serhildan 

Çend  temen ji me re divên

Da ku em vê serhildanê himbêz bikin ?

Çend temen ji me re divên

Da ku em vê  xewnê  destpê bikin ?

Çend temen  ji  me re divên

Da ku em vî temenî vejînin ?

Bê rêber û serkêþ

Dibûrin xewnên  me

Xewnên me yên pêçayî bi razên nependî

                    Yên dorpêçkirî bi bêdengiyê

                    Yên bêdenbûyî bi newêryê

Dibûrin xewnên me

Xewnên me yên lerizî

                    Yên zuhabûyî

                    Yên matmayî

                    Yên revyayî

                                  Dibûrin 

Li ber birûskvedana ewrên sitewr

Li ber pîlanên bendewariyê

                                  Dibûrin   

Di rêça kerwanê xewnên me de 

Em keleman bitof diçînin

Û bendewariya bizdok dilorînin

Dibûrin bilez û bez

Pêxwas û kelogirî

Nema tê bîra me

Nema tên bîra me çîrokên lehengiyê

Sirûdên mêraniyê

Nema tên bîra me

Nema tê bîra me serhildana nêrgiz û indekoyan

Serhildana þûþtin û durustkirina asoyan

Asoyên hêvî û xewnan

Asoyên revyayî ji newêriyê

Asoyên bargiranbûyî bi hevokên zuha

Bi peyvên bazdayî ji ferhengên demê

Nema tê bîra me

Nema tê bîra me serhildana wêrankirina sînoran

Serhildana wêrankirina efsane û peykerên tirsê

Wêrankirina mîrniþîn û kelehên tirsê  

Serhildana wêrankirina

Pûtên gemkirin û zindankirina evînê

Evîna berbangan

Evîna pekyayî ji çavê Anahîta

Nema tê bîra me

Û  dîsan dibûrin xewnên me

Û  dîsan dibûrin temenên me

Temenên me yên kin weke kurte çîrokan

                           Weke pêkenokan

Temenên me yên bi xweliya çixarê re diweþin

Û berî berbangê

Bê xatir xwestin pûç û ziwadibin

Dibûrin bi lez xewnên me

Dibûrin bi lez temenên me

Dibûrin berî destpêkirnê

Û hînjî em sînorên arama xwe vedzelînin

Li ber kêlên 12 ê Avdarê

Kelogirî dimînin

Dibûrin

         Xewnên me

         Hêviyên me

         Arama me 

         Asoyên me

         Temenên me

Dibîrin

Û em jî bi bendewaryê þadibin

Û em jî di bendewaryêde xilmaþbûne

De razê þehîdê mino razê

De razê þêxê mino razê

Îro tu bû 

Sibe gelo kiye ?

De razê þehîdê mino razê

Em jî bimînin xilmaþ

Li bendî temenekî din

Li bendî xewneke din

Li bendî serhildaneke din

Li bendî þehîdbûneke din

Li bendî jiyaneke din

Da ku em jîna xwe pê vejînin

Da ku em jîna xwe pê 

vejînin.

 

28/08/08-Amûdê

 

 

KERWANÊ BERBANGÊ

 

 

 

Berbangê Ronî da

Kerwan bi rêket

Dema revê ji demê re

Ne maye

Keys nema dikeve 

Keysebazan

Ku kedê daqurtînin

Kerwan bi rêketiye ... 

Pêlên derya nema karin

Sira bê rawestînin

þev nema karin

Rojê tarî bikin

Kerwan bi rêketiye  ...

Xuþxuþa pelan

Nema sawê dixe 

Dilê daristanan

Ferat 

Nema ji xumxuma lehyan

Ditirse

Berf û qira zivistanan

Nema karin 

Agirê dilê Ererat

Sarbikin

Zindan û lêdan

Nema karin gembikin

Berxwedana dil

Berbangê Ronîdaye

Kerwan rêa xwe

Qeliþandiye

Bi qîr

Gazî

Bi lez û bez

Bi rêketiye

Ber bijor hildaye

Bi tîpên ji agir

Navê Kurdistan

 

25/08/08-Amûdê

 

 

Rojîna min

 

Tu bû

Ya ku min bijart

Ya ku Abêya evînê

Di dilê min de

Afirand.

Tu bû

Ya ku di xewnên xwe de

Min dikêþand

Ya ku di derya çavên te de

Min xwe dît

Tu bû.

Ez bûm

     Yê ku evîn

Di þevbuhêrkên te de

Di lorand

Siwarê hespa sipî

Di xewnên te de

Ez bûm

 

Ez bûm yê got

Û dibêje

Û wê bêje:

Ez ji te hezdikim 

Serê sibê

Li ser evîna te

þiyar dibim

Nîvroj

Evîna te li kulîlkan

Bela dikim

Êvarî

Bi evîna te

Xewnên min kesk dibin.

Ez ji te hezdikim

Ji berî xwarina sêvê

Ta bi piþtî ÊDZ

Ez ji te hezdikim

Ku navê te bilêv dikim

Simfoniya xuristê

Bê deng dimîne

ROJÎN

Rojîna min

Di çavên te de

Tundtirînê helbestan

Saz dibin

Di lêvên te de

Pirsa hebûnê

Xwe veþartiye

Hember lihevhatina

Bejn û bala te

Hunermendên cîhanê

Wekû pûtan bê liv

Radiwestin

Hember ronahiya rûçkên te

Heyv bi fedî

Serî ditewîne .

Ez ji te hezdikim

Ez ji te hezdikim

Û her dibêjim

Dengê çûkan

Xweþtir dibe

Û her dibêjim

Bîna kulîlkan

Bêtir dibe

Ez ji te hezdikim

Rojîna min

Ez ji te hezdikim

De were

Were em kolegeha evîna xwe

Ji ramûsanan

Avabikin

Da ku Rojînên din

Hobibin

     Ji

        Evîna

            Min û te .

 

24/08/08-Amûdê

 

 

 

ME  GOT

 

 

Me got ,

Lê wan kir

Me got

Em bûn biyan

Em birçî bûn

Em miþixt bûn

þeqamên bajaran

Ji lingên me xwarin

Me rast got

Me çep got

Dengê me bû dengên me

Dengê me

Di nav dengên me de winda bû

 

Me got ,

Lê wan kir .

Me got

Zinar li me pêçan

Sînorên me winda bûn

Me got

Agir bi Cirnikê ket

Dêrsim þewitî

Zindan ji me tije bûn

Me got

Peymana Cezaُyir li darxistin

Me got

Kulîlkên Zêwe çilmisandin

Me got

Cigerxwîn Cigerxwîn çû

Þivan ma biyan

Me got û got

Û her me got wan kir

Dawî me got

Kaniya xwînê 

Kaniya mirnê

Li Helebça derbû

Lê þerma mezin

Hîn ew dikin

Û em

Dibêjin . 

                                     

19/08/08-Amûdê

 

 

Ez li te digeryam

 

 

Bavê  Tosin- 16/08/08-  Amûdê

 

Ji mêj

Ez li te digeryam

Berî dadana  agirê dojehê

Ta piþtî

þewitandina  zindana Hisiça

Ez li te digeryam

Bê rawestan

Anahîta dilbijok

Dil ketibû azara min

Arama min

Anahîta devê  Dojehê

Di dilê min de  vekir

Di nav þewitandina

Dilê min

Û þewitandina 

Zindana Hisiça de

Anahîta kelogirî  dibû

Û li ber kêlên

Sînemeya Amûdê

Rûniþt û girya û girya .

Ez li te digeryam

Tu ya nayê salixdan

Ji girnijandina

Lêvên xwe

Yezdan tu afirand

Bi meya yezdanî 

Li ser kavlên Helebça

Tu þuþt

Di kêþandina

Girnijandina tede

Anahîta di westiya .

 

Ez li te digeryam

Geh tu diçû

Geh tu dihat

Dorpêkirî bi yezdanan

Li hespê keskesorê

Siwar dibû

Geh tu dihat 

Û geh diçû

Bi çûnatere

Çiya stewr dibûn

Hespê Derwêþê Evdî

Diterpilî

Gava tu dihat

Girê MOZA

Derdiket pêþwaziya  te

Edûlê dilîland .

Ez li te digeryam

Bi çûna tere

ÞERMOLA

Qêrîndike: “kuro lawo

Girê MOZA berbatkirin .”

Geh tu diçû

Û geh dihat

Ez li te digeryam

Kolan bi kolan

Derya bi derya

Geh tu diçû

Û geh dihat .

Anahîta serxweþ dibû

Ji guvajtina dilê min

Û efsaneya

Evîna min û te

Nîvcodikir

Ji lewra me jî

Qevdek hêstir

Li ber serê wê

Datanî .

Ez li te digeryam

Te li hespê dikirin

Bi lîlelîl

Lê te nakin bûk

Têlên bi stirî

Dîwarên bilind

Deryên hesinî

Xew li te giran bûye

Û te xewa xwe 

Davêt ser çavên me tevan

Geh tu diçû 

Û geh dihat

Ez li te digeryam

Yek caran

Min tu didît

Tu dibû rewrewk

Li meydana Çarçira

Sê hêviyan 

Xwe darvekirin

Qêrîna Girê MOZA

Di benda de

Kêferatê dike

Kewa gozel

Di gola Wanê de

Hêlîn avakirin

Min yek caran

Tu didît

Lê rewrewk bû

Û yek caran

Di nav toza siwaran de

Lê tu dîsa diçû

Geh tu diçû

Û geh dihat

Ez li te digeryam

Ez li te digeryam

Qorzî bi qorzî

Li vî welatê ku bûye

Çandira miþixtyê

Gund bi gund

Gelî bi gelî

Mizgeft û Laleþ

Bê  rawestan  

Ez li te digeryam

Her gavekê

Û kêlek þiyar dibû

Her gavekê

Qundaxa tivingek birakujyê

Û xewnek serjêkirî

Vedciniqî

Û her gavekê

Û her gavekê

Gulek

Ji dilopek xwîn dipiþkvî

Û ez li te digeryam

Ji mêj ez li te

DIGERYAM