Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Rêya Amedê ji wan re vebû

Zinar Qelemþûr-08/01/08- Stenbol- Teqîna ku li Amedê çêbû kêfa gellek ji rayedarên dewleta virqo anî. Bi taybet ji partîya AKP (Partîya Bêedalet û Çewsandinê) û partîya CHP (Partîya Xelkê Serker) re fersendek mezin derket ku herin li Amedê dest bi propaganda partîya xwe bikin û mifta þaredarîya Amedê jî têxin bêrîka xwe.

Wer xuyaye wê DTPa ku bê îrada xwe polîtîkayê dike û nikare serbixwe xwe bilivîne, talîya talî Amedê radestî van partîyên bêbav bike û li ser dûvê xwe rûnê. Ji xwe piþtî ku HPG xwedî li bûyerê derket, tasek ava cemidî bi serê DTP de rijiya û em nizanin îcar wê ji xelkê re çi bêjin.

Werhasil, dibêjin serkerê mezin Denîz Baykal jî berê xwe daye Amedê û li wir çend lotik bêbavî avêtine. Denîz baykalê ku dijminê qewmê Kurd e, di derbarê Kurdan de gotiye:”Pirsgirêka Kurd pirsgirêka terorê ye, em ne li dijî nasname û zimanê kesekî ne. Li Tirkiyê Arnavût, Çerkez û gellek milletên din xwe wek Tirk dihesibînin. Lê ez fêhm nakin bê çima Kurd xwe Tirk nahesibînin yaw!” û serê xwe li dîwaran xistiye. 

Ûlan dangalak, xiyar, ma Kurd wek Arnavût û Çerkezan bê þehsîyetin ku eslê xwe inkar bikin û bibin Tirk lan! Kurd esîl in oxlim, esîl! Ê de yurruuuuuuu, min di bin dûvê te kirooooooo!