Lotikxane
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Bêaqilî zêdetir dibe
Hesen Almas-13/03/08-Emerîka- Dinya bûye dinya bêaqilan û her ku diçe bêaqilî li dinyayê zêdetir dibe. Hinek radibin mafê heywanan diparêzin, xwe ji bo wan þût û rût dikin. Hinek radibin natûrîzmê (xwezayê) diparêzin û dixwazin wek dema Adem û Hawa þilfî tazî bigerin. Hinek dixwazin welatê qûnekan jî hebin. Hinek dixwazin mirîþk û ker bi hevre bizewicin û hezar quzilqurtên din.
Lê Corrîne Bayraktaroglû çi dixwaze?
Wê jî rabûye cil û berg ji daran re dirûtîye û li wan kiriye. Xanimê dilê wê bi daran diþewite û naxwaze ew dar di zivistanê de li ber sermê biqefilin. Îcar dibêjin hinek bêaqilên Emerîkî jî fikra Bayraktaroglû wek fikrek “kesanedî” ecibandine û wan jî dest bi dirûtina cil û bergên daran kirine.
Erê kuro, dar û qefilandin? Dar û serme? Dar û cakêt û þerwal? Ya starrrrrrrr bê ev insan çi mexlûqatên ecêb in ya rebbî! Li dinyayê bi milyonan zarok û jinên ku muhtacî cil û bergan, tî û birçî ne hene ew nayên bîra kesî, lê xanim Bayraktaroglû jî ji bo navekî bi dû xwe xe daran dixemilîne û qaþo dixwaze modeyek nû têxe nav insanên çirto-virto.
Hayhooooo!