Lotikxane

 

 

Bazê Qendîlê

 bahozaqendile@gmail.com

 

 Av bi bêjingê nayê berhevkirin

 

 

Gog û Xincera Soro

Dibêjin, rojekê ji rojên buharê, li gundekî Kurdistanê, xelkê li ser bênderan bi gogê dilîstin. Wê heyamê jî goga Kurdan ji dar bû, darekî biçûkî gurover bû, her lîstikvanek jî, darek di destê wî de bû û bi wî darî li gogê dixist. Îca li ser bênderê, pepûka wê gogê ketibû bin lêdana darên wan gundiyan! Soro jî li teniþt hevalekî xwe rawestiyabû û ji xwe re li wan dimeyzandin. Xuyabû ew lîstik ne diket serê Soro, yan jî li gor dilê wî darên xwe lê nedixistin.

 

 

Soro li hevalê xwe dizîvire û jê re dibêje: Qaþo ji min re bi gogê dilîzin, kuro ma ev ji ku lîstik e! Niha mero bi xinceran di nav hev keta û di dadka hevdû niya, wê nih dilê min rehet biba!

 

Lîstika me jî bi van bêbavên Tirkan re wek goga ser bênderan e ellawekîl. 

Law ma aþtî û demoqrasî bi guran re dibe? Ma dan û standin bi zinêkaran re çêdibe? Ma biratî bi dirindên daristanan re pêk tê? Werhasil, mesele dûr û dirêj e, bi lotik û sê-çar zîtirkan xelas nabe…!

 

Ka ez bêm ser mijara xwe, mijareke ku mejiyê mirov tevlihev dike û ji bo mirovatiyê qephetek mezin û þermek bê sînor e!

 

Wek hemû lotikvan û zîtirkvanên me dizanin, ev bûne deh sal ku, me bivê, me nevê, rêberekî Kurdan, serokekî Kurdan girtine û ew avêtine ser gir-avekê, bêhn çikandî kirine û roj bi roj bi santîman ji mezela wî kêm dikin û dixwazin wî bi ber mirinê de bajon.  De îca werin û xweliya heft gund û heft bajaran bi ser peykerê Kemalko de danekin!

 

Li gor gotinên Tirkan ku ew jî derew derketin, dibêjin: Mezela Ocalan ya berê 11.98 m du car bû, ya nû 11.81 m du car e. Yanî 17 santîm du car kêm kirine!

 Gidyano! Werin li rûberê Tirkiyê binêrin, hûn dizanin çend km du car e? 780.000 km du car e! Hûn dizanin ev jî çend cm du car dike? 780.000.000.000.000.0=78x1014 cm2

 

Ê law hey min xirrên bergîlên Liciya û yên reþikên Kenyayê nizanim di çiyî we kirino, ma hûn hatine bi santîman li me parve dikin? Û her roj kewt-kewta we ye û dibêjin: Tirk û Kurd bira ne! Hey min di wilo biratî kiro, ma ev biratî ye oxlim!

 

Lê çi fêde, ez ê Soro ji ku ji we re bînim ku bibêje: Diçin qala demoqrasiyê, aþtiyê û biratyê ji min re dikin, kuro ku em û Tirk bi xinceran nekevin nav hev, nekutin dadkên hev û sînorekî ji hevre daneynin, ev mesele dawî lê nayê û hûn sax, wî!

 

08.12.2009- Kurdistan

 

 

 

Em sax û nemirî…  

 

Rojekê ji heyamek dûr, gundiyên me êrîþ birin ser qula roviyekî û li dora wî kom bûn. Bi bêr û qazman, xilç û tevþiwan xwestin pepûkê rovî ji qulê bikþînin û cendekê wî li erdê vezilînin, serê wî jêkin û goþtê wî bixwin. Zarok jî bi bavên xwe re li dora qulê kom bûbûn.

 

Li ser serê rebenê rovî teqreqa bêran bû, welleh tê bigota þer e, ceng e, bûbû qêr û hawar! Malmîratan, tê bigota li seferbelik in, ewqas xwêdan dabûn û hirte-hirta wan bû û hema ax ji ser qulê tavêtin.

 

 Ez serê we neêþînim, dema gihiþtin ser belengazê rovî, Þêxo destên xwe xist qirika wî û xwest wî ji qulê bikþîne, ê rebenê rovî jî ji tirsa rihê xwe re hema dev li tiliya Þêxo kir û berneda, qêrîn bi Þêxo ket. Ax yabo tilya min…!

 

Hema kurê wî jî kir hawar û got: Ax yaboooo ez sax û nemirî rovî bavê min kuþt…! Êdî hemî lê kom bûn û tiliya wê ji devê rovî derxistin, lê çi? Piþtî ku rovî tirrên Þêxo kirin fis û xwîna sor bi ser tiliyê xist!

 

Îca mesela me jî li ser baþçawîþê lotikxanê ye ku beraz li dorê kom bûne û bi zîtirkên bê-îman ew dane erdê û bêhn lê çikandine!

 

Ê law ma em sax û nemirî beraz rabin vê ecêbê bi serê qomîtanê me de bînin? Bi sê telaqan, eger ew berazana dest ji qomîtanê me bernedin, em soz didin em yek berazî jî di çiyayên Kurdistanê de nahêlin. Rast e destên me nagihên berazên Elmanî, lê wek mirîdên lotikxanê em ê li Kurdistanê rext û tivingan girêdin û wek carên berê bi serê çiyan kevin û êdî em ê cenga Kurd û berazan îlan bikin.

 

 Îca bera dilê Qomîtan Pîrkemal rehet be, heta em heyfa wî hilneynin xewên þevan li me heram bin!

 

22.11.2009

 

 

 

 

Lotik li welîyên Xwedê jî xistin ha!

 

19/10/09- Kurdistan

 

Di seyrangeha gundê Zêwê de, li ser çiyayê Pîremegrûn ku nêzîkî bajarê Silêmanîyê ye; sê gor hene. Yek ji wan goran bi qasî sê mitran dirêj e û merqeda Pîremegrûn bi xwe ye. Ji xwe navê vî çiyayî jî ji navê wî hatiye.

 

 Dibêjin xwedêgiravî, di salên heftiyan de dema Mam Celal bi hinek pêþmerge re diçin ser merqeda Pîremegrûn, daxwazekê jê dike û dibêje: “Ey welîyê Xwedê! Eger tu rast welî û qencê Xwedê be, em tika ji te dikin ku alîkariya me bikî da ku em ji vî dijminê zalim rizgar bibin. Ez jî sozê didim te dema ku em rizgar bibin ezê vê merqeda te nûjen bikim ku layiqî nav û welîtîya te be”.

 

 Mamo te soz dabû dabû, hema te soza çend elokan jî bida, bera xelkê wî gundî hinekî têr goþt û kerafî bixwarana ma ne dibû! Îca Mamê ku elok li dorbera Silêmanîyê nehiþtine, vaye soza xwe bi cih anî û merqeda Pîremegrûnê bejindirêj nûjen kir û birê pêncî hezar dolar lê hate xerçkirin. Lê em nizanin ka nirxên elokan jî xistine ser yan na. Berî çend rojan jî, xanima Mamo, dayika dayikan û xanima yekem ya Iraqê, çepkek gul bir û danî ser gora nujenkirî. Wey dest xweþ be û xwedê xêra te qebûl bike rebbî!

 

Heyran ev merqed di dilê min de bû meraq, min got ka ez biçim ziyareta wê. Hem ezê bibînim bê çi ciwankarî jê re kirine û hem jî ezê jî tikayekê jê bikim, dibe ku alîkariya me jî bike, ma qey em ji Eyþka Ereb in?

 

Werhasilî kelam, ez çûm min silavek li qerasê mirya kir û fatîhayek jî li ser xwend. Lê ya xwedê bêjim min ti reca û meca jê nekir. Ê heyra min soz bidayê, divabû sibe du sibe ez jî bihatama, çend kevir û mevirên ser wî çiyayî li hev kombikirana û bi çend kîs çemento û bigota:” Welle bi sê telaq û melaqan, pêncî hezar dolar tê de hate xerçkirin”.

 

 Ê law bi gora þêx Cibir kim, qesra þêxê Til Maruf, ku her kevirekî wê rengeke û hemî bi piþta wan sofiyên reben û belengaz ji Serxetê anîne Binxetê, pêncî hezar qurûþ tê de neçûne wîîî! Îca ev çawa çêbû 50.000 dolar li çar dîwarên kevir xerç bûn? Kuro ma van malnexeraban tu kes qûnziwa bernedan law! Ne sax û ne mirî û haaa wilo li hev dizîvirînin ellawekîl!

 

 

 

 

Te Kurdî kir tirr îca dora Erebî mabû

 

 

Bazê Qendîlê-27/09/09-Kurdistan-

 

Berî demekê, hevpeyvînek bi Jan Dost re di Avesta de derketibû. Rebenê Jano ewqas gilî û gazincên xwe kiribûn ku dilê mirovan pê diþewitî, soz jî dabû ku êdî bi Kurdî nenivîse. Dosto, êdî xwe bi tenê didît û wekî digot li deryê kê dixe, derî lê nayê vekirin, deryê vekirî jî di rûyê wî de tê girtin. Ê heyran, xuyaye wî dims û mast tevlihev dikir ha…Xelkê jî nikarîbûn ew ji hev derxistana, loma baþtir didîtin deryan li wî bigrin û xwe ji pelûla wî dûr bixin!

 

Birastî bêjim, ne min Jan Dost dîtiye û ne jî nivîsên wî xwendine, tenê carekê hevalekî minî Efrînî hinekî ji min re li ser axivî û di dawiya axaftina xwe de jî got: "law bodle ye!".

 

Berî du rojan min yek helbesta wî  bi navê « Lêborîneke derengmayî ji Ataturk » xwend. Lê ez li wê jî poþman im. Ew helbest jî ji zimanê Erebî hatibû wergerandin, ji ber mêro gotibû ku êdî bi Kurdî nanivîsîne! Ew helbest jî di Avêsta de derketibû. Îca ya matmayî ji bo min ew bû ku efendî, bi navê xwe û bi navê gelê xwe, lêborînê ji Kemalko dixwaze! Xwezî lêborîn ba jî, ewî hemî ew qahremanên Kurd ku li Bakurî Kurdistanê serî hildabûn kirine ajan, bêbext û nalet jî li wan anîye. Ê law ma mirov bi vê ecêbê derpî ji dijmin re datîne Amûdîyo? Welleh Amûda bavê Mihemed ji te bêrî ye ziman-Erebîyo! Law ma çima bi vê melûliyê stûyê xwe li ber gora Kemalko xwar dikî û hema hema dixwazî solên torinên wî maç bikî? Weleh law gel ji helbest û lêborîna te bêrî ye Kobanîyo!

 

Mesela JanDost, wek mesela Gurrî ye. Dibêjin li gundekî, ji gundên Kurdistanê, gurrîyek hebû, tukesî guh nedidayê û ne jî rojekê navê wî dihat ser zimanê xelkê. Gurrîyê me fikirî û ji xwe re got: eger ez tiþtekî matmayî û karekî xerab û bê rê nekim, wê xelkê vî gundî navê min ji bîr bikin. Gurrî rabû çû di Cirnê gund de rît, heçî hat ku danê xwe di Cirn de bikute dît ku hemî gû ye. Ev çiye? ev kê mala xwe xera kiriye û ev karê qirêj kiriye? xelkê gund ji hev pirsîn. Piþtî bihîstin ku Gurrî quna xwe li ser Cirn daniye û tijjjî gû kiriye, êdî navê Gurrî li nava gund belav bû û ket ser zimanê xelkê û jinên ser tenûran.

 

Îca JanDosto jî dema dît ku hemî derî lê tên girtin û heval jê re namînin, hema rabû hewara xwe bir wî bêbavê ku Kurd, sibe, nîro û êvarê naletê lê tînin. Ê law ma te ji wî kerbavî baþtir nedît ku lêborîna xwe jê bixwazî, hey te di gorê kiro?

 

Bazê Qendîlê

Kurdistan, 26.09.2009      

 

 

http://www.avestakurd.net/news_print.php?id=6509

 

 

 

 

Ji kîjan parçê Kurdistanê ye?

 

Bazê Qendîlê-05/09/09-Kurdistan-

 

Tê derxin û bibin xwediyê gelek tiþtên xweþ û þêrîn.

 

Pir bi nav û deng, ji herçar parçên welêt:

 

Kerkûkî ye, lê ne ji Kerkûkê ye

Textor e, lê textorî nexwendiye

Navek li ser e, lê ne navê wî ye

Simbêl sor e, lê ne hinekirî ye

Gelo navê vî qerasî çiye? û ji ku ye?

 

Yê tê derxîne emê jê re biþînin:

 

Qutiyek helawa Entabê

Þebeþekî Amedê

Tenekak zeytûnên Efrînê

Qutiyek gezoyê Silêmaniyê

Kîsek birinca Qerejdaxê û qutiyek nanbirinciyê Kirmanþahê.

 

De ez bi qurbana wî bim, yê ku navê vî mirovê bi nav û deng û bi ewqas taybetmendî, ji me re bêje! li benda we me ha! û wek dibêjin: heçê berê, gula zerê!

 

 

 

 

Sunetkirina keçikan

 

Bazê Qendîlê- 19/08(09-KurdistanLaw, va ez pîr û kal bûm û bi sê telaqan min sunetkirina lawikan bihîstibû lê ya keçikan min nebihîstibû, erê welleh min nebihîstibû heyra, ma ne eybe ha! Îca bi saya xwedê û serê van birayên me yên baþûr, me sunetkirina keçikan jî bihîst, erê loo berî mirinkê me ev jî bihîst!

 

Dibêjin çend qahpik û çend pîr ji van pîrên sihredar xwe berdane nav gund û bajarên Kurdistanê, ketine nav bazara qu... û petêxan û hemi gul û kulîlkên Kurdistanê perpitandine ellahwekîl! Heqdestê wan jî ne buha ye ha, tenê du dolar in û bi kêrek ko û zingargirtî destên xwe davêjin nav þeqên wan keçikên nûhatî, bêguneh û hema dibêjin bismillah û malikê li wan diviritînin!

 

Ji xwe eger te serê gulê qurquçand, ma êdî geþbûna wê gulê heye? Hey agir bi malê ketno! Bi nexweþiya berazan ketno! Welleh em hetikîne û em bi xwe nizanin! Ê yaho ez niha bifirim û ji vî welatî herim Honolûlû, wê kî bêje çima? Welle tê bê em li daristanê dijîn bavo! Ka welat, ka zagon, ka mafê mirovan, kanî mafê jinan! Yahoo ez niha bidim nav dûvên van û gotinên çewto-mewto bêjim û çend lotikan li wan xim, belkî hinek bêjin: Ev teyrkê me dîn bûye, har bûye, sewsî bûye, mejiyê xwe xwariye! Ê baþe, kuro vana qul nehiþt ku dest û xirrên xwe nexistinê û nelewitandine, kanîyek nema ku têde nemîztin û pîs nekirin, ê de bese! Ma apoçî ayil in, ku dibêjin: Êdî bese!

 

Ê heyran, eger hûn ceger nakin, tenê rojekê têxin destê min! Welleh ezê wan qahpikan zîvar-zîvarî bikim û ji xelkê re bikim ibret ha! Ezê zagonekê derxim ku, heçî destê xwe bavêje nav þeqê keçikekê û bi namûsa wê bilîze, divê li ser Qela Hewlêrê, ben di histuyê wê keve û sê þev û sê rojan daliqandî bimîne! Gelo piþtre kes heye destkarî îþê xwedê bike? Xuyaye kes guh nade êþ, azar û hawara keçikên reben û bindest.

 

 îcar ez bi navê hemi teyr, tilûr û bazên Kurdistanê bang li Serok Barzanî dikim ku li vê meselê bipirse û sînorekî jê re deyne. Bera vê carê jî bêje: Heta ez sax bim sunetkirina keçan qedexe ye.

 

 Bera vê gotinê bike zagonek ku êdî keçikên me bê xem û bê tirs razên.

 

 

 

 

Eger tu ji çermê xwe jî derkevî te nasnakim

 Bazê Qendîlê- 18/08/09-Kurdistan- Di zemanekî dûr û dirêj de, bazirganekî xelkê Bexdayê tiþtên xwe dibirin bajarê Helebê difrotin. Îca li wir dibe destbirakê bazirganekî Helebî û hergava diçe li mala wî dibe mêvan û zor qedir û rûmeta wî tê girtin.

 

Werhasil, ew jî herdem ji yê Helebî re dibêje: Xwezka carekê tu jî bê Bexdayê û li min bibî mêvan!

 

Xwedê wilo kir çend salek di wê navê re derbas bûn û herdu destbirakan hevdu nedîtin. Rojekê yê Helebî diçe Bexdayê, li wir hevalê wî tê bîra wî û ji xwe re dibêje: Bi xwedê ez ê biçim li mala wî bigerim ji ber feqîro ewqas reca ji min dikir ku carekê li wî bibim mêvan.

 

Dibêjin mero bi pirsê dighê Xursê, Helebyê me jî piþtî zahmetiyek zor, xwe digihîne devê deryê destbirakê xwe û li derî dixe. Dema hevalê wî derî vedike, pir kêfa Helebyê me tê û silavek germ û nerm lê dike, lê qûnreþê Bexdayê bi dilsarî bersivê didê û lotikekê lêdixîne: Tu kî yî?

 

Yê H: Ez hevalê te me, nayê bîra te dema tu dihat ba me Helebê? Ez filankes im qurban.

 

Yê B: Na welleh ez te nasnakim.

 

Yê Helebî di dilê xwe de dibêje: Bi xwedê dema ew dihat ba me, min kum nedida serê xwe, belkî ji kum be.

 

Feqîro kumê xwe danî û gotê: Te niha ez naskirim?

 

Yê B: Na billeh.

 

Dîsa yê H. difikire û dibêje: Welle ev þalik jî ne li min bû, belkî ji vê be.

 

Þalka xwe danî û gotê: Gerek niha te ez naskiribim ha!

 

Yê B.: Ba tilleh min te nasnekir.

 

Yê H.: Erê niha ez çi bikim ta kurê qahpê min nas bike?

 

Rabû xeftanê xwe jî danî û got: Îca nebêje ez te nasnakim birakooo! Sîn û cîm jê re nema haa!

 

Yê Bexdayê êdî nexwest pê re dirêj bike û got: Welleh, billeh, tilleh eger tu xwe ji çermê xwe jî derxînî ez te nasnakim

 

 Û derî di ruwê wî de girt.

 

Werhasil, mesela Kurdên me û Ereboþkên Bexdayê eynê wilo ye. Kurdekeman çûn Bexdayê, kurên zinêkaran gotin ku wan nasnakin. Kumên xwe danîn dîsa ew nasnekirin, þal danîn cardî gotin ku wan nasnakin, þapik danîn, kurên qahpikan gotin ku wan nasnakin. Îca ez bi gora Barzanyê nemir kim, tenê derpî maye ku ji wan re deynin û xwe þilfîtazî bihêlin. Ya staaar îca tazî ha!

 

Ma bawerya kê bi van serwanekên devan tê, ku çend lotik û zîtirkên bê-îman li Kurdekeman nexin û di nava dinyayê de me nehetikînin? Yan jî wan diranên xwe yên kerizî din nav lêvên reþ û qalind de li wan qîç nekin?

 

Kuro vana þeytan derbaskirine law, çêçkên zinê ne, ma amintî li wan dibe?

 

Dibêjin carekê serwanekekî ji van zinêkaran xirrê wî li deva wî radibe, lê dike nake naghê qûna devê. Radibe darekî bi herdu kulîmekên devê girêdide, hildikþe ser dêr, terya wê dixe bin çengên xwe û xwe li devê dibe û tinê û pê re dibêje: Ellahhhhhh, ma xwedê çi nahmet xistiye bin vê teryê looo! Piþtî bêbavo xelas dibe, poþman dibe û dibêje: Tifûû, lehnetullahî eleþþeytanni recîm. Þeytan jî lê vedigerîne: Welleh sed tifûû li te û tuxmê te be! Law ma em þeytan bîra tiþtên wilo dibin hey ker kurê kerê!

 

Îca kakacan, hîn ku hûn negihiþtine wê rewþê, ji nîvê rê vegerin baþtire! Mane Cegerxwîn gotiye: Ereb û mêþ û kelmêþ, tu çiqas li wan dî xwe didin pêþ. Bi telaq, bi not û neh navên xwedê, em xwe di kozka þêx Cibir xin, xwe bi ava zimzim biþon, kumê Kemalko bi serê xwe din, cibê Xumeynî li xwe kin û navê Elî jî li ser enya xwe binivîsin, ev bêbavana her me nasnakin!

 

 Îca heyran em li mala xwe û ew li mala xwe û xelas!

 

 

 

 

Apê Aram

 

Hey Apê Aram, Apê me Kurdan

Te berê me kir, paytexta Yûnan

 

Li wir li ser text, dengê te nayê

Xewek þêrîn e, dawî lê nayê...!

 

Bi wî dengê xweþ, ji bo me Kurda

Stran te gotin, li Cumbiþê da

 

Hem li Qamiþlo, hem li Yêrîvan

Xweþ hawar te kir, ji bo Kurdistan

 

Kurd û Ermenî, te kirin bira

Ji bo wan bû mûm, ronî û çira..!

 

Agir têkeve, nav mala neyar..!

Cê bav û kalan, kirin tarûmar..!

 

Îro Amedê, li benda te ye

Dawet li dare, daweta te ye

 

Hembêza yarê, çiqas þêrîn e..!

Rûmeta mezin, vîn û vejîn e..!

 

Silav ke li Mem, Cizîrî, Xanî..!

Dîlanê germ kin, rengê Botanî..!

 

Bi we serbilind, bûye Kurdistan

Þanazî bi we, dike Hayistan

 

Di dilê Kurdan, tu bûyî evîn..!

Ji dil der nayê, ta ko em bijîn..!

 

Vaye strana, te tim digotî

Dikim diyarî, dil jî disotî:

 

Sibê zû hiþyar bûma

Pêxwas û bê þal bûma

Lêv terikî lêvên zuha

Xwezî dîsa zar bûma

 

Çawa berx bê zar bûma

Bê mal û bê war bûma

Rihê saadet dilê can

Xwezî dîsa zar bûma

 

Hespê kinê siwar bûma

Ji çiyê berwar bûma

Bimama bê deng û nav

Her tek tenê zar bûma

 

Kurdistan

 

10.08.2009

 

 

 

 

Ne ji gelaca ba wê gur û mî bi hevre biçêryana

           

Bazê Qendîlê- 01/08/09-Kurdistan- Roja hilbijartinên Kurdistanê, birastî rojek dîrokî bû. Ev cara pêþî ye ku li Rojhilata Navîn, di nav dîktator û mafyayên hukumdar de bi vî rengî hilbijartin bi rê ve diçin. Rojek xweþ bû, bêhna demoqrasiyê jê dihat û di wê kelkela germa Tîrmehê de, xelkên Kurdistanê bi coþ û peroþ berbi sindoqên dengdanê ve wekî lehya Dicle û Feratê diçûn û bi katjimêran di rêzê de radiwestiyan.

 

 Birastî tê bigota diçin dawet û dîlanê ellawekîl! Roja me dawî bû û miletê Kurd ji hemî dinyayê re da xuyanîkirin ku ne tenê di þer de, lê belê di aþtiyê de jî demoqrat e û bi ser dikeve. Bi telaq vê carê Kurdan xwe kir gulek ciwan û bedew û di nav dirikên Rojhilata Navîn de serî hildan. Îca kî qebûl nake bera xirrê hespê boz di diya xwe ke û serê xwe li bin guhê dîwaran xe!

 

 Ez vê roja pîroz û vê serkeftina bê sînor li herçar parçên Kurdistanê pîroz dikim, pîroz be ji bo Serok Barzanî, pîroz be ji bo lîsteya Kurdistanî, goran û çaksazî.  Ya giring ew e ku em vê serkeftinê biparên, nehêlin tukes pê bilîze û bilewitîne ji ber hin gelac û fesad di nav me de hene dixwazin me vegerînin kerên berê (mêrik çû seferê, vegerya kerê berê).

 

Yek ji van xwelîliseran jî Sero Qadire  ku berî sê þevan li ser televîzyona Zagros lotik û zîtirkên xerab li demoqrasiya me dida û zîvar-zîvarî dikir. Yahoo mi go ez wek Bazê Qendîlê rabim herim, serê wî di nav navperûþkên xwe xim, wî ji salona Zagrosê derxînim û bi ezmana xînim, bilind bilind bikim û berdim xwarê ma ez ayil im law? Dîsa me go nahlet li þeytên bê, wê xelk bê Kurd terorîst in!

 

Hevpeyvîna Sero beg wê þevê li ser Niyûþîrwan û lîsteya goran bû. Sixêfek nema ku wî kerî di derheqê Niyûþîrwan de nekir û tu rêz ji pênsed hezar Kurd re nehiþt ku deng dabûn lîsteya goran. Berê jî vî zirzoteyî bi rûmeta hemî Kurdan de rîtibû, dema ku berî du salan gotibû: “Miletê Kurd wek seg e, dema nan jê re bavêjî qet dengê xwe nake”.

 

De îca were li xwe nexe û kirasê xwe neçirîne! Ê law ma PDK ji vî xêrnexwazî baþtir nedît ku bike berpirsiyarê ragihandina xwe bavê min? Kuro kerê wilo dikarin çar eþîran bera hev din heyran. Berî zirrîna Sero bi çend katjimêran, Serok Barzanî li Dûkanê di hevpeyvînek rojnamevanî de ragihand ku ew nahêlin tukes vê proseyê têkbide, tevliheviyê bike, hemî kes pîroz kir û got: “Divê em hemî wek bira bi hevre kar bikin, jiber em hemî Kurd in û Kurdistanî ne, yê tevliheviyê bike sûcê wê giran e!”

 

Ê baþe Sero Qadir, ma law a te çiye wek pîra kevir li qûnê keve, ku hewar hewara te ye? Law oxlim heger dadgeh li Hewlêrê qelya bin, ez wek Kurdekî te davêjim dadgeha lotikxanê, bera dadwerên wê çend lotikên Kurdewarî li der qûna te xînin, belkî hinkî hiþê te bê serê te û êdî tobe bikî wî. Law berî du salan Qehar Remko li ser te nivîsandibû û gotibû: “Haya we ji vî segê har hebe!”

 

Îca ez jî dengê xwe dixim ser dengê wî û te dispêrim lotikxanê, îca tu û þensê xwe!

 

 

 

 

Aferîn Serok Barzanî!

 

Bazê Qendîlê- 17/07/09-Kurdistan-

Mero bextê xwe xerab neke, gelek caran kekê hêja Mesûd Barzanî lotikên bê-îman li dijminên Kurdan xistiye û 101 bav ji wan çêkiriye. Lê lotika herî bi hêz dema gotiye: Heta ez sax bim ez êdî nahêlim xwîna Kurdan bi destên Kurdan bê rijandin.

 

Ma ji vê gotinê xweþtir û bi rûmettir heye? Na. Mero ya xwedê bêje, vê carê wî dilê me rehet kir û destên me xist nav avek sarî qerisî.

 

Lê law ma di dinyayê de, we dîtiye ku miletek hebe sê-çar serokên wî hebin? Xuyaye miletê Kurd cawaz e û qîma xwe tenê bi serokekî nayne. Hêviya me jî ew e ku hemî serokên Kurdan, yên ser erd û bin erd û ezmana, gotina Serok Barzanî dûbare bikin, ta miletê Kurd di navbera Þêxo û Hemo de nemîne.

 

Dibêjin carekê mitirb diçin gundekî, li wî gundî jî dawet û qiyamet e. Tirro Þêxo û Hemo jî xwedîyê dawetê ne. Mitirbên feqîr jî diçin ba Þêxo peran jê dixwazin, Þêxo dibê: Heyran biçin ba Hemo bera ew bide we.

 

Radibin diçin ba Hemo, ew jî dibê: Ser sera û ser çava, lê herin ba Þêxo, me hertiþt xistiye destê wî û pere bi wî re ne, erê ellawekîl.

 

Werhasil, ew mitirbên rûþûþtî di navbera Þêxo û Hemo de gêj bûn û yek qirûþ jî wernegirtin. Îca gotine: Heyran em nema zanin, rastiyê ji me re bêjin. Di destê Þêxo de ye, yan di destê Hemo de ye? Welleh we mala bavê me þewitand malxerabno!

 

 

 

Nav ji Kurda re, pere ji Bexda re

Bazê Qendîlê- 09/07/09-Kurdistan-  Li ser bextê zanayên çol û çiyan be, dibêjin petrol jî wek golên avê, di bin erdê de di nav qulên qûm û keviran de ye. Îca her çiqasî ew qulana mezin bin ewqasî xêr û bereket zêde ye. Yanî tersî qula porkura xaltîka me Hillary Klinton e, ku ji Klinton re bûbû derdekî mezin. Lewra xwe bi qula Monica ve zeliqand û li ser wan qulan bû cenga Kûrya!

 

Petrol, ku zêrê reþ jî jê re dibêjin, bi dirêjayîya melyonên salan di bin erdê de durist bûye. Ev petrol hem bûye xêr û bereket û bi ser hinekan de rijiyaye û hem jî bûye bela, bi qûna hinekan ve zeliqî ye û jê venabe…!

Ereboþkên qûnreþ û bê derpî, berî petrolê xurme û kulî dixwarin, li devan siwar dibûn û di taristanê de bûn, lê ku îro li wan bimeyzênî tu ê bibînî çi bûye çetilxêr…davên derya jî xelas nabe ellawekîl!

 

Kurd jî berî petrolê, kumên xwe xwar dikirin, xirrên xwe difirkandin, di wan deþt û çiyan de bi dû gayên xwe de cot dikirin, lêlê û lolo ji xwe re digotin û haya wan ji bayê felekê tunebû. Lê ku îro li wan bimeyzênî, tuyê çi bibînî û çi nebînî! Gundên wêrankirî, bajarên kîmyabarankirî, termên enfalkirî di bin qûma Er-Er de, zarokên sêwî, parsekên nava kolanan, brindarên bê derman, çavkor, nig û dest jêkirî, jinebiyên bi dehan sal çav li riya evîndaran. Bi sê telaqên bê fitû, ji bextreþiyê zêdetir zêrê reþ tiþtek ji me re nanî! Binêrin bê qulên mezin çiqas derd û bela tînin serê mirovan hayhooooo!

 

Berî kurte demekê ji bilî petrola Kerkûkê, ji hin cihên dinî Baþûrê Kurdistanê petrol herikî, çû derya sipî û giha nava cîhanê. Hinekan li çepikan xist, hinekan pîroz kir, hinekan bêrîk hazir kir û hinek jî wekî min dilteng û dilsar bûn. Di zaroktîya xwe de, dema mûsimê genim û cehê me dihat, bavê min gelek jê dixist çalan û hinek li ber destan dihiþt. Min carekê jê pirsî: Ma em çima vî genimî dixin nav vê axê, çima em li malê danaynin? Wî gote min: Kurê min, di çalê de, wê ji bo me bimîne. Qûtê zivistanê ye. Lê ku me li mal danî, yan emê bidin dewaran yan jî bidin etaran û zivistanê emê birçi bimînin, yanjî parsê bikin.

 

Dema petrola Kurdistanê herikî, gotina bavê min hat bîra min. Min ji xwe re digot: Erê van çima wilo kir yawo? Çima van dev ji petrola Kerkûkê berda û çûn bîrên nû vekirin? Bi sedhezaran þehîd bûn qurbana Kerkûkê, bera Kerkûk bi dest xistana, îca çi dikirin azad û serbest bûn. Qey vana wek bavê min jî fikir nekirin ku vî zêrê reþî veþartî, ji bo qûtê nifþên dahatî bihêlin?

 

Carekê Kurdekî binxetê, wekî pêkenokekê ji min re got ku carekê li kolanek bajarê Qamiþlo hinek xelk kom bûbûn. Dema dighê nav wan, dibîne ku li Simaîlê dîn kom bûne. (Simaîl, dînekî Amûdî bû, lê gotinên wî ji yên gelek bi aqilan lihevhatîtir bû, zimanê wî jî titititi dikir). Wê salê jî baran dereng ketibû û berê xelkê mabû li ezmana û rehma rebilalemîn. Îca xelkê jê re got: Simaîl, ji me re du-akê bike, belkî xwedê li me bê rehmê û baranekê bi ser me de biþîne. Dibê Smaîl li wan vegerand: Ezê çiçiçiçiçi duu-ayê biikim, hehehema xuxuxwedê vvê huukkûmmeta me hhhedayet biike û mimimi-aþê fffeqqîr û dddîna zzzêde biike.

 

Ey Simaîl, wey sed rehma xwedê li gora te be law, xwezka tu sax ba û te du-ayek din jî ji me re bikira, belkî xwedê rêberên hikûmeta baþûr jî hîdayet bikira û dev ji kolana qulên nû berdana. Tenê bi vegerandina Kerkûkê mijûl bibana ta ku ew qulên nû ji bo nifþên nû bimana. Lê bi sê navên xwedê Simaîl, eger te bizanya bê kî kar û barên petrolê li vir bi rê ve dibin, tenê çend nifirên bê-îman û çend lotikên Amûdî li wan xista û bigota: Wîîî piiipepûk ma qey ji vvan pêêve kkes di weelatê min de nnnemaye llaw?

 

Erê Simaîl…! Dibêjin carekê te li Amûdê bazirganî dikir, te pênc þekir bi firingekî dikirîn û þeþ didan bi firingekî. Îca dibê xelkê ji te pirsî ku wilo xisaret li te dibe, te jî gotibû ku xisaret ne xem e, lê wê xelk bêjin ku Simaîl ticaretê dike!

 

Welleh rehmetyê Simaîl! Eynî wilo li birakên me yên baþûrî hatiye law. Nav ji wan re dimîne lê perên petrola wan diçin Bexdayê. Wey li me belengazan wey limiinnnnnnn…!

 

 

 

 

Hilbijartinên Baþûrê Kurdistanê û hinek derewên kaka can….!

 

Bazê Qendîlê- 06/07/09-Kurdistan-

Carekê mirovekî xwest çêleka xwe bibe bajêr bifroþe. Ji ber çêleka wî pîr bûbû, þîrekî hindik dida û ji vê jî xerabtir þemûs bû. Mêrkê me çû çêleka xwe xist destê delalekî, ku jê re bifroþe. Yê delal li wê sûkê bang kir û pesnê çêlekê da: “Werin vê çêleka ciwan, rojê deh kîlo þîr dide, salê du caran dizê, tu wê li cihekî bihêlî, ew ji cihê xwe nalive, vê çêlekê ji destên xwe bernedin, hûn ne poþman in, ev çêlek ewqas feqîr e, eger zarokek devê xwe di serê guhanê wê xe, hemî þîrê wê bimije qet deng nake, de wernê, wernê, îro heye, sibe tuneye haaa….!”

 

Wî bêbavî ewqasî pesnê wê çêlekê da û ewqasî derew kirin ta ku xwediyê wê bi xwe bawerî pê kir û jê re got: “Bira, mala te hezar carî ava, welle êdî ez çêleka xwe nafroþim. Min nizanîbû çêleka min wilo ye heyran….!”

 

 îca feqîro bi riþma çêlekê girt û ew vegerand malê. Yan jî weku dibêjin:”Derewan bike, derewan bike, derewan bike heta ku xelk baweriyê bi te bikin”.

 

Îca emê bên ser mijara xwe û derewên kaka can.

 

Di propaganda hilbijartinan de, þerekî germ û gurr di navbera du lîstan de çêbûye. Lîsta Kurdistanî, ku lîsta Partî û Yekîtî ye û lîsta Goran, ku ser bi Niûþîrwan e.

 

Li ba min herdu lîst jî wekî hev in û ez ne alîgirê yekî ji wan im. Lê dixwazim li vir hinek rastiyan bibêjim ji bo Kurdekanman, ewên ku bi zaravê Soranîkan nizanin.

 

Lîsta Goranekan, lîsteke ku hîn kesî ne xêra wan dîtiye û ne jî þerê wan. Yanî, derewan bikin nekin mero li wan nagre. Ji ber wilo ez gelekî zêde li ser wan ranawestim, ez dixwazim derewên lîsta Kurdistanî derxim meydanê. Heçê bawer neke bila bê bi çavê serê xwe bibîne kaka.

 

Îcar Kurdistanî haaaa! Vî navê mezin kuro, çima Kurdistanî kaka?

 

Welleh em ji we û derewên we bêrî ne. Bêjin lîsta PDK û YNK, bêjin lîsta fiftî-fiftî, kuro bêjin lîsta dolarî, lîsta petrolê, na looo… bêjin lîstaaaa sî qatî, yan Asya û Korek rihekem. Yanî we navek lê bikira ku herdem li ser zimanê xelkê ye loo, ne Kurdistanî law, ma we navê Kurdistan li ser zimanê xelkê hiþtiye canekem? Kaka me derew dîtine lê ne bi vê ecêbê haaa…!

 

Carekê yek navê wî bi derewan derketibû lê ne wek kaka can bû ha, na. Mero ya xwedê bêje, bera ez jî derewan nekim. Îcar bihîstibû ku yekî din heye dibêjin bi derewan pir jîr e. Rabû çû ser, bê ka kî zora kê dibe. Dema gihiþt devê derîyê wî, kurê mêrik derket. Gotê: “Ka bavê te?”

 

Kurik got: “Xalo hinek ewr li ezmana qetyane, bavê min çûye wan bidrû”.

Mêrik got: “Errrek, te di diya xalo niyo, tu wilo ye ma wê bavê te çilo be law...!” û rabû ji devê derî vegeriya.  

 

Ev malvirityana di propaganda xwe de ewqas derewan dikin, ku mejîyê mirov tevlihev dibe û dibe wek þorba nîskê ellawekîl. Gelo ev tiþtên dibêjin rastî ne yan xewn in? Ev zimandirêjana hîjde sal in hikûmet in, ta niha yek televizyon bi navê hikûmetê tuneye, hemî li ser navê partî û yekîtî ye. Butçeya herêma Kurdistanê bi qasî butçeya Sûrî û ya Urdin e û kes nizane evqas pere bi ku de diçin. Milet di nav zibalê de dijî. yanî bajarekan pir in ji zibalekan. Av tune, kareba tune, rê xerabe ne, kolanên bajaran heftê û heft hezar çal û goncal di wan de ne, hawar-hawara xelkê bû, kesekî guh nedida wan. Û niha? Îca niha diçirînin û dibêjin emê wilo bikin û emê wilo bikin.

 

Hîjde sal in, Kerkûk venegerandin, Xaneqîn venegerandin, Þingal venegerandin, yanî qaþo çûn heyfa bavê lê tiþtekî din jî li ser kirin. Hîjde sal in, destûr ne di bala wan de bû, di vê meha dawî de dixwazin destûrekê li gor berjewendiyên xwe bi xelkê bidin pejirandin. Ma oxlim, van hîjde salan we çi dikir? Ma di hîjde salan de zarokekî þîr dibe bav û bav jî dibe bapîr. Hîjde sal in hûn baþ nebûn, di vê mehê de hûn xwe baþ dikin babam...!

 

Li kurdistanê çi companya heye destê partî û yekîtî têde ye, ji ber wilo jî çi karê dikin piþtî mehekê wek xwe lê tê. Çi cihên baþ û xweþ ji bo xwe dagîr kirine û maþalah avaniyên wan ketine nav ewran. Îcar hûn derewan li kê dikin oxlim?

 

Raste we ev milet feqîr û jar kir, we ji hertiþtî bê par kir, lê ne ewqasî bê mejî ye ku bi derewên we bixape û reþ û sipî wek hev bibîne kaka. Em di nav xelkê baþûr de ne, dibînin, dibihîzin û hest dikin. Hîjde sal in we welatparêzî ji mejiyê xelkê derxist, we navê Kurd û Kurdistanê li ber çavê xelkê reþ kir. Îcar we niha rengê kesk û zer û hespê boz kiriye sîmbola propaganda xwe? Bi rastî bêjim, we heta bi rengê ala Kurdistanê jî lewitand, wîî!

 

Nemirên Kurdistanê hemî wekî hev in û di dilê Kurdan de pîroz in. Lê van kakacanan ew nemir jî kirin beþ-beþ. Bi navên nemirên Enfal û Helebçe propaganda xwe dikin, lê ev bûn hîjde sal ku nale-nala xwediyên wan þehîdan e.

 

Balkêþ e, di wêneyekî de ku serokê herêmê destê diya þehidên enfalê -ku çil û pênc kes ji malbata wê þehîd bûne- maç dike. Û ev wêne jî ji bo xwe kirine reklama hilbijartinê ey hawar! Doh-pêr ew dayika ku navê wê Hacî Aske ye, di kenala KNN de digot: “Bera wêneyê min ji xwe re nekin propaganda, bera tukes bi peran nexape, eger xaniyekî du defterî (her defterek 10.000 dolar e) ji malbatek enfalkirî re çêkin, her berpirsekî wan sed xaniyên sed defterî heye. Bi çi heqî wêneyê min mezin kirine, li dîwaran xistine û ji xwe re kirine reklam...!?”

   

Di vê meha germ de, çi ji destên wan tê bi kar tînin. Heta xelk gihiþtine radeyekê ku dibêjin xwezka bi kefendiz...!

 

Kefendiz mirovekî diz bû, lê ne dizya zêr û peran. Dema yek dimir û ew dixistin gorê, ewî bi þev diçû termê wî derdixist û kefenê wî dibir. Êdî xelk ji wî bêçare mabûn û her nifira mirinê lê dikirin ta ku jê rizgar bibin û miriyên wan bi rehetî di gorê de bimînin.

Rojekê xeber hat ku kefendiz mir. Êdî xelkê kêf kir û gotin: “Elhemdûlilah em jê xelas bûn law...! Welleh wî bêbavî miriyên me hemî tazî hiþtin law...!”

 

 Mehek du meh neçûn, îca kurê wî þûna wî girt. Lê malxerabo, ma xwene wek bavê xwe bû...! Diçû mirî derdixist, kefen jê dikir û darek jî dixist qûna wî...Ne xwezya min bi dilê wî mirî law...!

îcar xelk rabûn gotin: “Xwezka bi kefendiz” û li bavê wî poþman bûn.

 

Welleh û billeh eynî wilo li van rebenê baþûrekan hatiye wîî ! Lê ka heta 25 ê mehê xwedê kerîm û rehîm e, emê binêrin bê kî dar dixe qûna kê û hûn sax…!

 

 

 

Bextreþiya me Kurdan, li dinyayê deng veda…!

 

 Bazê Qendîlê- 05/06/09-Kurdistan-

Gelo çav heye ku ev wêne nedîtibe?

Gelo guh heye ku ev xiyanet nebihîstibe?

Gelo dil heye ku bi vê nûçeyê ne peritî be û ne teqî be?

Gelo mirovê Kurd heye ku hezar nalet, hezar sixêf, hezar tif û hezar xirrî nexe diya wî kesê ku ev kar kiribe?

 

De îca werin, bibihîsin, bibînin û guhdar bikin…!

 

Ne bes bû, berî demekê nûçeyek belav bû ku ew firokevanê ku Helebçe bi çekên jahrê bombebaran kir û di zindana Silêmanîyê de girtî bû, reviyaye yan jî hatiye berdan. Hineka digotin, bi pere û bertîlan hatiye berdan, hineka digotin, Talebanî ew berdaye, hineka jî digot xwedêgiravî cina, yanî yên ji me çêtir ew revandine…! Gelo ev gotin dikevin serê keran?

 

Firokevanekî Erebê qûnreþ, kurê qahpê, xwedê nenas, kafirekî bê dîn û îman, ev kesê ku dûr niye, heta bi diya xwe re zinê jî kiribe, ev kesê ku ji hemî taybetmendiyên mirovan bê par e, ev firokevanê ku bi çekên jahrê pênc hezar Kurd, biçûk, mezin, jin û mêr, hejar, bê guneh, kuþtin. Ev ejderhayê ku bîst hezar Kurd bi çol û çiyan xistin, kur kirin, tengnefes û dilperitandî kirin, ev bêbavê kurê dêleguran, ku dilên çil melyon Kurd þewitand, birînek di dilên wan de vekir ku heta heta neyê derman kirin, gelo çawa dikare ji zindana Silêmanîyê bireve? Gelo rêvebirê asayîþa Silêmanîyê dikarîbû biryara berdana wî bide? Dêmekî kê ev biryar da? Kê xwelî li serê Kurdan kir? Kê dilên xwediyên þehîdên bênav þewitand û kîn nefret li ba wan zêde kir?

 

De îca werin, bibihîsin, bibînin û guhdar bikin…!

 

Ev hemî ne bes bûn…Îca niha ev wêneyê ku hûn dibînin tiþtekî nû ye, xwedê zane bi dû de wê çi ecêbên din derkevin….!

 

Ev wêne ya wî kerbavê ku di destên min keta dibû ez xwîna wî vexwim, benekî di histûyê wî xim, kolan bi kolan li bajarê Helebçe bigerînin, bibim ser gora þehîdan, bi qêr û hawar kim û bêjim:

Þehîdên bê nav….!

Apê Xawer, sîmbola nemiran…!

Zarokên di hembêzên diyên xwe de, we nefesa dawî da…!

Xuþk û birayên bê evîndarî, jiyan li we dawî bû….!

Dayikên ku we zarok di hembêzên xwe de parastin, we dest ji wan berneda…!

Vaye mizgînîyê didim we…!

Hevsarê kuþtarê we di destê min de ye…!

Ez wî bernadim heta ku mafê we jê nestînim…!

Ezê çavên wî derînim, ew çavên ku ji jor ve li we dimeyzand, hûn jî di bin dûmana jahrê de mabûn….!

Ezê guhan jêkim, ew guhên ku li jor, qêr û hawara we dibihîst…!

Ezê tiliyan jêkim, ew tiliyên bombeyên jahrê teqandin…!

Ezê lingan jêkim, ew lingên pê meþiya, li firokê siwar bû…!

Ezê ziman jêkim, ew zimanê mizgîniya kuþtina we gihand Bexdayê…!

Dawî jî ezê wî bibim ser bilindtrîn çiyayê Kurdistanê û ji jor ve berdim xwarê… Bera bibe belata teyr û tilûran…Di devê seg keve, di devê gur keve û di nav nikilên qertelan keve…!

 

Ev wêneyê li jor, ya kuþtarê komkujiya Helebçe ye, di dema berdana wî de. Na welle bibûrin… Di dema rizgarkirina wî de, weku bîranînekê bi taqimê asayîþa Silêmanîyê re girtiye. Di ser wî re jî wêneyê mam Celal þahidê vê bûyerê ye…Þahidê vê bextreþiyê ye…! Þahidê vê roja reþ e…!

 

Kurdên bi þeref û namûs…! Werin… Ezê çend nifiran, li wî kesê ku ev tawanbarê mezin berdaye bikim, hûn jî bi min re bêjin amîîîîn…!

 

Ya Rebbî dema bimre kes nebe wî veþêre…!

Ya Rebbî bê çilo min Tariq Ramazan (firokevanê qûnreþ, kurê qahpê) gundorî kir, Kurd jî wî gundorî bikin û ji ser Araratê bînin xwarê…!

Ya Rebbî li ser pira selatê tu wî kur bikî…!

Ya Rebbî dema Israfîl jê bipirse, ker û lal bibe…!

Ya Rebbî di dawîya temenê xwe de, Kurd wî bigrin û bibin dadgehê…!

Ya Rebbî dema ben di qirikê kin, serî bi cîkî de biçe û gewde bi cîkî de biçe…!

Ya Rebbî penceþêr di canê wî keve, kezebê biperitîne û heqê derman pê re nemîne…!

Ya Rebbî li wê dinyê, wî bibî ba þehîdên Helebçe, bera wî bibînin û her yek ji wan hezar û nehsed û not û neh naletan lê bînin…!

Ya Rebbî tu Kurdan ji wî û yên wekî wî biparêze…!

Amîîîîîn welhemdulilahî rebil alemîn…!   

 

 

 

 

 

Welatê, kê kir kê, ma jê re

 

Bazê Qendîlê- 21/05/09- Kurdistan-

Hilbijartinên perlemana Kurdistanê nêzîk dibin û pêre jî nûçeyên di nava xelkê de, gotinên ser tenûran, fen û dek û dolab germ û gurr dibin. Her yek hawar hawara wî ye, dibêje ez û ne kesekî din…hema bi kurtî bêjim: Dê bi weledê xwe de rîtîye

 

Li ser bextê sîxurên lotikxanê be ku dibejin: Ji alîkî de Mele Bextiyar rahiþtiye darekî û ketiye nava garanê, zîtirkekê li vî dixe û yekê li wî dixe û yê bi a wî neke xwedê ji dê stendiye, hema yekser wî bi ser Girdeke de diþîne (Girê ku Noþerwan lê rûniþtiye). 

 

Ji alîyê din ve jî Berzanê Ahmed Kurd e qamçîkî bêîman di dest de ye û bêbavo tê bê li erebanê siwar bûye, hema bêje seferbelike looo. Hawar hawara xelkê ye, feqîra deng jî di wan de nemaye. Mamê ku elok li dora Silêmaniyê nehiþtine, wî jî lotikek ji lotikên hespên Licîyan li jinan û yekîtiya wan xistiye û tirr û fis di wan de nehiþtiye ellawekîl.

 

Ew berî demekê bi jinan re rûniþtibû û gotibû: Ji sedî 30 cî ji bo we ye, îca hûn kê hilbijêrin hûn azad in, destê ku xwe têxe nav karê we, ezê wî destî jêkim ha…Îca jin jî wek helbesta Cigerxwîn Serxwebûna mirîþkan dibê li hev civiyane û biryar dane çend jinên bi kêrhatî û xwedî ezmûn hilbijêrin û biþînin perlemanê.

 

Pejirandina lîsta wan jî, wek Kurdekî ku di ser qereqolên Tirkan re derbas bibe, ji yekê xelas be, ji ya din rizgar nabe. Doh, hin jinan, li ser tenûrên SilêmanIyê digotin: Wî waweylê, em ketine destê Tirro û Fiso…!

 

Dibêjin carekê þêrek kor bibû, dema rovî wî di wî halî de dibîne, pir kêfa wî tê û lê diqîre: Ev tu çima ketiyî nav erdê min ?

 

Þêr dibêje: Welleh çavê min nabîne.

Rovî: Çavê te bibîne, nebîne ev ne xema min e…newlo biçe..wilo biçe…ma çend û çend ji we re.. we ewqas zulm li me û bav û kalên me kir, derkeve ji erdê min.

 

Halê þêr di destê rovî de perîþan bû, þêr gotê: Niha tu kî yî, navê te çiye?

 Rovî got: Ma qey tu nizanî ? Navê min Tirro ye. Rovîkî din hat û dît bê Tirro çi anîye serê þêr, rabû gotê: Ev tu çima wilo lê dikî malxerab, ne sibe çavên wî vebin, welleh wê bi saxî me ji qulên me derxîne, kuro bela xwe jê veke law!

 

 Îca rovîyê nûhatî ji þêr re dibêje: Na na þêrê min, hûn ji berê de mezinên me ne, tu azadî, bi kude diçî biçe…guh mede Tirro…!

 

Þêr dibêje: Law navê te çiye kuro?

Rovî dibêje: Fiso ye.

Hema þêr bi dilekî þewat got: Wey tifû li min be ku ez bûm girtiyê Tirro û berdana Fiso, welleh êdî ez li vî welatî namînim.

 

Îca li ser bextê sîxurên lotikxanê be, dibêjin dema lîsta navan gihiþtiye Hewlêrê û ketiye destê Kosret, hema lê jî neneriye, çirandiye, qûna xwe jî pê paqij nekiriye, lîsta xwe ji bêrîka xwe derxistiye,û gotiye: Ev demeke ku min ev lîste hazir kiriye, ji vê lîstê pêve ez rê nadim kesekî din.

 

Helbet, di lîsta kakacan de çend keçên ciwan û nûhatî hene, dibê xwedêgiravî bera vê carê perlemana Kurdistanê hinekî bi keçên xweþik û rindik bixemile, ma qey wê dinya xera bibe?

 

Xuyaye li ba kakacan jinên xweþik û lihevhatî gelekî baþtirin ji yên bi ezmûn û bikêrhatî, lewma ji berê de gotine: Mejiyê Kurda di serê xirrê wan de ye û hûn sax…!

 

 

 

 

Ta ev seg li ber deryê we be wê gûyê lawkê we ev gû be…!

 

Bazê Qendîlê-15/04/09- Kurdistan-

 

Rojekê, li yekî etar dibe êvar û benev (mecbûr) dibe li gundekî, li malekê bibe mêvan. Derengî þevê, piþtî ku hemî ketin xew, feqîrê etar gûyê wî tê, ji nav ciyê xwe radibe ku biçe derve, xwe rehet bike. Dema derî vedike, segê malê ku li ber derî xwe dirêj kiribû rabû û umînî jêhat. Hema yê etar ji tirsa vedigere nav cê xwe. Piþtî çarîkekê gû zorî dayê û bi lez rabû, derî vekir, lê cardî seg got: ummmmm……

 

Rebeno cardî vegerya nav cê xwe, lê xurxur û êþa zikê wî zêdebû û nizanîbû wê çi bike. Çavê xwe li vî alî, li wî alî gerand dergûþa zaroka wan dît, hema rabû çû di dergûþê de silek bê-îman kir û êdî bû pix-pixa xewa wî.

 

Sibehê, dema jinika malê lawkê xwe ji dergûþe derxist, dît ku çi silek mezin di bin de ye. Hema go: Pepûûûûk waweylê….te ev sila mezin çilo kiriye law…! Hemî lê kom bûn û ecêbmayî man. Yê etar li wan meyzand û got: Welleh ta ev seg li ber deryê we be wê gûyê lawkê we ev gû be, ihiii!

 

Li vir mebesta min, ne etar e û ne jî sila gûyê dergûþê ye. Lê belê rewþa jar û bêkesan e, rewþa vî gelê ku hêviya wî di qûna segê ber derî de maye.

 

Þeva derbasbûyî, di navbera Çemçemal û Tekîyê de, turumpêlek ku du kes têde bûn (þofêr û diya wî) ku ji Hewlêrê vedigeriyan Silêmanyê. Feqîro diya xwe biribû Hewlêrê ser textor. Xuyaye li pêþiya wî turumpêlek Emêrkî heye, lê ew nizane. Dema li pêþiya wê dixe hema ew segana lê direþînin û þofêr bi giranî birindar dikin. Di eynî þevê de li turumpêlek din jî di navbera Taslûca û Silêmanyê de direþînin û yekî din jî birindar dikin.

 

Dibêjin dibe ku eynî turumpêla Emêrîkî be herdu bûyer pêk anîbin (Di zagona leþkerên Emerîkî de, li Îraqê çênabe tu li pêþiya turumpêlên wan bidî, divê bi sed mitrî li piþ wan bimeþî).

 

De îca werin û xirrên bergîlên Licîya nexin qûna diyên van Emêrkiyan lo…! Ma rebena wê þevê, ji ku dizanîn ku turumpêla we li pêþiya wan e oxlim…! Hey reþikên Efrîqyayê di dê û xwehên we kirno, ma ew jî terorîst bûn?  Ma terorîst li Kurdistanê hene law? Mala we ne ava, we Saddam ji qulê derxist û di qûnê de bir heta behecî, de bese êdî, bicehemin mala xwe û nalet li dê û bavê we û siyaseta we bê…! Ma hûn bûn benîþt û bi qûna me ve zeliqîn wîî…!

 

 

 

 

 

Parsek in yan kompanya ne?

 

Bazê Qendîlê-12/04/09- Kurdistan-

 

Parsek ew kesê jar e, ku hîç derfeteke wî tuneye, ne ji hêla diravî û nejî ji hêla karkirinê, ango ew mirovê ku ji parsê pêve nikare jiyana xwe berdewam bike. Lê îro ev karê neþaristanî bûye bazirganî û ketiye destên bazirganên mirovan…! Li ser bextê gelac û fesadên baþûrê kakacan be, dibêjin niha li wir ev kar bûye adet, kompanî durist kirine û parsek, bi taybetî jin û zarokên biçûk, bera sikak û kolanan dane, ber êvarê jî turumpêlek pîkab wan kom dike, hesab bi wan re dibîne, binê bêrîkên wan dadiweþîne û dibe ku doxînê jî li wan sist bike…

 

îca wê çima kakacan bi Gela û Defter qise neke yabo….! (kakacan ji sed dolarî re gela dibêje û ji deh hezar dolar re jî defter dibêje).

 

Doh, fesadekî lotikxanê ji min re got ku li dûriyaneke li ser cada Tûy Melik, li bajarê Silêmanyê, çar jin û çar zarokên biçûk bi wan re, li ser her çar qorziyên dûriyanê rawestiyabûn û ji þofêrên turumpêlan pars dikirin. Lê ne tenê li wir, li zor cadeyên din heman filimî dibînî.Welleh eger yekî qerase û di bin qûna wî de sendeliyeke mezin nebe, gelo ev parsek dikarin bi vê jimarê xwe bera nav kolanên Silêmanyê bidin? Kakacan ji petrolê têr nebû, îca dest bi bazirganiya reþikên Efrîqa, Fîlîpînekan û parsekekan jî kiriye…..herbijî kakacan…herbijî….!

 

Dibêjin du destbirak hebûn, gotin ku êdî divê ew bi Kurdî baxêvin, bera gotinên Erebî nekevin nav Kurdîya wan. Îca yekî ji hevalê xwe re gotiye: Beqerak me hebû xwe di ser hêt re dinettand (yanî çêlekek me hebû xwe di ser dîwêr re davêt).

Îca hevalê wî yanî henekê xwe pê kiriye, lê vegerandiye: Welle te turase Kurdî dayihand (yanî bi yezdan kim, te kelepora Kurdî winda kir).

 

Îca van kakacanan jî, hem sînorên xwe derbas kirine û hem jî  nav û dengê Kurdan  di nav xelkê de lewitandine û pê de rîtîne.

 

Ma qey zikên van ji defter û dolaran têr nabin bavo…!

 

Lê wek dibêjin: Yê þerm neke dikare hertiþtî bike…!

 

 

 

 

 

Kurdsat e, yan Turksat e?

 

 

Bazê Qendîlê-30/03/09-Kurdistan-

Katjimêr dehê vê êvarê, dema nûçeyên Kurdsat-ê, nûçeya pêþî li ser hilbijartinên Tirkyê bû. Nûcebêj bi telefonê, li ser rewþa hilbijartinê, ji Bahroz Gelalî pirsî (nûnerê Y.N.K, li Enqerê). Di wê hevpeyvîna telefonî de, pêre wêneyên hilbijartinan derdixistin. Ya balkêþ û seyr ew bû ku tenê wêneyên Erdoxan û Gul derdixistin, ellawekîl tê bigota em li ber Turksat rûniþtîne, yek wêneyê Kurdan jî dernexistin kuro…..

 

Ma law, we Leyla Zana derxistiba qey wê Tirka derpiyê we ji we danya? Ez bi wê ala li ser milê Leyla zana kim, min hezar tif û nalet li Kurdsat û nûçebêj û derhêner anî…!

 

Ma oxlim… çima hûn stêrk û heyva Tirkan naxin þûna wê nêrgizê? Ma hûn boqa Tirkan in ku van reklaman ji wan re dikin? we Kerkûk kir tirr, îcar dora Bakurê Kurdistanê maye …!

 

 Birako, ev Leya Zana û Osman Baydemir in…! Welle wê kerrên we li korên Tirkan biqelibînin…! Herroj Tirkên dolheram Kurdistaneketan bi top û firoke bombebaran dikin, ne ji dûr, ne ji nêzîk we nasdikin, hestîkî jî nadin we û we bi xirrên xwe jî hesab nakin, îca ev mastawîyetî ji bo çiye, hey xwelîlserno…..!

 

Welle heger carek din hûn dilê min wilo bêþînin, ez ê we herroj di Lotikxanê xim û  sed û bavkî ji we re çêkim, ihiii…!

 

 

 

 

 

Dengê te gula aþtîyê ye

 

 

Ev deng e, deng e, deng e

Ne þer e, ne jî ceng e

 

Dengê hilbijartinê

Rengek ji serkeftinê

 

Kurdê bi rûmet û þan

Gavê bavê bi pîvan…!

 

Bîst û nehê Adarê

Bêhna gulên buharê

 

Tev biçin wê hawarê

Amed, Cizre û Gabarê

 

Mûþ û Batman û Sêrtê

Mêrdîn, Entab û Bêrtê

 

Ûrfa, Nisêbîn û Wan

Ji Bîngol û Erzincan

 

Ji gund û ji bajaran

Þikeft û bin zinaran

 

Bi milyonan derkevin…!

Roja me ye, serkevin…!

 

Lidarxin xweþ govendan…!

Vemalin dest û zendan…!

 

Bilîlînin hemi tev…!

Roja dijmin bikin þev…!

 

Bilind bikin li herder…!

Rengê kesk û sor û zer

 

Dengê awazên çiya

Ew jî vaye qêriya

 

Nûnerê we DTP-ê

Hemî rabin li ser pê…!

 

Þaredariyên welêt

Nexin dest dijminê þêt…!

Dinya bibe tarûmar

Ew qet nabe dost û yar

 

Bi wî dengê bi rûmet

Dijmin bike let û pet…!

 

Bi wî dengê naz û xweþ

Serberz rabe û bimeþ…!

 

Bîst û nehê Adarê

Azad bike vê Yarê…!

 

Bi deng bîne serbestî…!

Êdî bese bindestî…!

 

Bazê Qendîlê, Kurdistan, 26.3.2009

 

 

 

 

Helebçe yar û evîn e

 

Þanzdê Adarê, serê buharê

Ji nîro pêve, ta ber êvarê

 

Firokên dijmin li ser te geryan

Tawan mezin bû, tawanek giran

 

Ji ezman dihat, bombe bêjimar

Li jêr xwe bajar, dikir tarûmar

 

Ewqas bi kîn bû, dijminê xwînxwar

Dibû ejdeha, dibû þêt û har

 

Firokevanên bê dîn û îman

Kurên dêlegur û wan mêkeran

 

Çar diçûn ezman, çar dihatin xwar

Her ku dem diçû, rewþ dibû dijwar

 

Berî rojava, þev bibe tarî

Jahr û kîmawî îca dibarî

 

Helebçe mabû di bin dûmanê

Hilma dawî bû, man û nemanê

 

Zarok, jin û mêr, nexweþ, pîr û kal

Sax û birîndar, direvyan ji mal

 

Hin li ber derî ketin bûn þehîd….!

Hinjî di rêde ketin bûn egîd…..!

 

Di nav kulîlkên wê buharê de

Di nav wê qêr û wê hawarê de

 

Pênc hezar mirov, dîl û jar û mest

Biçûk û mezin, hemî perþikest

 

Bi êþ û azar tev dibûn þehîd

Bi gaza xerdel, jahra siyanîd

Lewra Helebçe bû Sîmbola jîn

Ket dilê Kurdan, bû yar û evîn

 

Bazê Qendîlê, Kurdistan, 16.3.2009

 

 

 

 

 

Çar melyon dolar law…!

 

Bazê Qendîlê-04/03/09-Kurdistan-

 

Xemxuro were law xeman mexwe!

Yek hebû li ser hertiþtî, çi biçûk, çi mezin, xem dixwarin, îca navê wî bûbû Xemxuro.

 

Xemxurê min û te rojekê sûnd dixwe ku êdî hew xeman bixwe, yanî tirro tobe kir. Rojekê li ber berberojka dîwarê xwe rûniþtîbû, dît ku kerek bi dahþika xwe ve, di wir re derbasbûn, dahþika kerê bê terrî bû. Xemxuro keserek dirêj kiþand û di berxwe de got: Ê de were û xeman mexwe….. ê niha sibe havîn bê û mêþ li vê dahþikê deynin, ma wê bi çi wan ji ser xwe bifirîne?

 

De îca kakacan were dil bi kul û birîn mebe!

 

 Dibêjin li Silêmanîyê, ji bo xelkê hara Raperîn, hukûmeta herêmê çar bîrên avê kolane û xwedê giravî xizanak jî ji bo komkirin û dabeþkirina wê avê çêkiriye.

 

Ê welle ev tiþtekî baþe haaa…Niha hûnê bêjin mala wan ava, lê ez jî dibêm welle mala wan ne ava….!

 

Kuro malviritya dibêjin çar melyon dolarê Emerîkî têde çûne. 4 melyon dolar kurro!!

 

Dibêjin yekî ji yekî pirsiye: Navê te çiye? Feqîro jî devê wî lal bû got: Mûûûûûûûûssssssa, yê din lê vegerand: Welle law navê min jî Mûsa ye, bes ne bî vê ecêbê law!

 

 Ez bi serê wan berpirsiyaran û kakacanan kim, bi wan çar melyon dolaran minê ava zemzemê bigihanda Silêmanî û min dest jî li ava bin erdê nedida, bera bima ji bo duwaroja vî miletê jar û xwelîser. Lê ez çi bikim, mîr jî ew in, kizîr jî ew in.

 

Xemxuro tu li ku yî?

 

Bihata ev derd û xem bi min re parvekiribana ma dinya xira dibû!

 

Xumxuma ava ser erdê di wan çem û rûbaran de diherike û berbi baþûrê Iraq ve diçe, kakacan jî bi çar melyon dolar, çar bîran dikolin, wey li vê malwêranyê wey weledddd!

 

Petrol kirin tirr îca dora ava bin erdê mabû.

 

Go: Birako navê te çiye? Go: Navê min Mîxo ye. Go: Birakê Rîxo navê bavê te çiye? Go: Heheyyyy, te navê min kir tirr îca dora navê bavê min e…!

 

Kaka Mîxo jî dev ji petrola Kerkûkê berda û diçe li Taq Taq û Zaxo bîrên bê îman lêdide…De lêde kakacan lêde, gelo perên vê petrolê tê bi kê de?

 

 4.3.2009-Kurdistan

 

 

 

 

 

Gelo di bin berçavkê de çi dibîne?

 

 

Bazê Qendîlê-04/11/08- Qendîl-

Karmendekî þaredariya Amûdê hebû navê wî Subhî bû.Çavên xalo Subhî wur bûn, ji ber wilo berçavk danîbû. Îca dibêjin dema ku li yekî dinêrî li ber wî dibû dido.

 

 Rojekê du xortan gotin ka em biçin ba xalo Subhî bê ka bira yek li ber çavên wî dibin dido? rabûn berê xwe dan avahiya þaredariyê, derbasî bîroya Subhî bûn û jê pirsîn:

-Xalê Subhî, raste dema tu li yekî dimeyzênî li ber çavên te dibin dido?

 

Xalo Subhîyê me histûyê xwe xwar kir, li wan meyzand û bi tûreyî got: Niha hûn her çar hatine ji bo vê pirsê ji min bikin?

 

Werhasil, li vir mebesta min ne xalo Subhî ye, lê belê, wezîrekî Herêma Kurdistanê ye, yanjî qaþo wezîrê karûbarê navçeyên ji Herêmê hatine birîn (navçedabirekan).

 

Xuyaye dema ev birêz bi berçavka xwe li xelkê dimeyzîne bi rengekî din wan dibîne…ango, þovînî dibe demoqrat, bira dibe xerab, dijmin dibe dost, Ereb nêzîk dibe, Kurd dûr dibe, hesin dibe pembo û pembo dibe pola…Werhasil, ewqas tevlihev dike ta ku madeya 140 dike 1444…!

 

Ev birêz berî çend rojan li Kerbelayê bû, di bersiva pirsekê de ji alîyê Ajansa Dengên îraqê de, ku li ser bîrûboçûnên wî di derbarê damezrandina dewleteke Kurdî de wiha gotibû: Dewleteke Kurdî ne mumkune. Nimûne jî tîne û dibêje: Hemwelatiyê Iraqî yê li Kerbelayê dijî, ji bo me nêzîktir e ji  hemwelatiyê Kurd yê ku li Tirkyê dijî.

 

 Ez jî ji vî wezîrî re dibêjim:

 

 Kaka can, eger tu ne wezîr ba û te ev gotin bigotana, ne xem bû. Lê madem wezîrî, nabe hêvî û daxwaza gelekî berovajî bikî, ji ber daxwaza hemî Kurdan dewleteke serbixwe û azad e…Îca yan ji wê gotinê vegere û yan jî dev ji wezîrtîyê berde…Yan jî vaye ez berê xwe didim dadgeha lotikxanê, belkî çend lotikan li cenabê wezîr xe û hiþê wî bîne serê wî  da ku careke din ne ew û ne wezîr û mezîrekî din, hêvîyên Kurdan nekin qurbana berjewendiyên xwe yên taybetî û wesselam.