|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
Helbestek ji serê Çiyayê Qendîlê
Li ser bextê parêzeran be, dibêjin zebanîyên devê derîyê Girava Îmralîyê serokê PKK Ocalan avêtine erdê, çend parsûyên wî êþandine û hetta heqaret jî lê kirine.
Îcar xwendevanekî me ji serê Çiyayê Qendîlê, di bin gumeguma dengê bombeyên firokeyên Tirko de rabûye êþkenca li ser Ocalan þermezar kiriye û bi vê minasebetê helbestek li ser Ocalan nivîsandiye.
Madem ku Lotikxane demokrat e û PKK jî bi qencî û xerabîyên xwe parçeyek ji me ye, em helbesta kekê xwe bê sansûr diweþînin.
Xêr û guneh di stuyê wî de be rebbî!
Ê de fermo cîgerlerim
Ey Serok Apo...!
Ey Serok Apo, dilê me kurdan
Tayek porê te, nadim bi cîhan
Cîhana bêbext, mafya û teror
Bê dil û mejî, bê guh û çavkor
Te dan dest dijmin, dijminê rûreþ
Pelên dîrokê, tev pê kirin reþ
Derya Mermera, ketî dilên me
Girava tu lê, derd û kulên me
Li dor te leþker, hene bêjimar
Çiqas dirinde, hov e ev neyar…!
Çêlîkên guran, tirkên sitemkar
Îro jîn li þêr, kirne zilindar....?
Serok tu bûyî sîmbola welat
Li piþta tene, Cûdî, Ararat
Vaye li Qendîl, nirîna þêre
Her gerîlayek, bi hezar mêre
Milyonan keç û xortên qahreman
Daketin qada þer û berxwedan
Ji bo wan mirin, kêf û dîlane
Rêça Egîd û rêça Zîlan e.....!
Yan tev þehîd in yan jî Kurdistan....!
Herbijî bijî Serok Ocalan…..!
Bazê Qendîlê
19/10/2008- Qendîl