Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Bazirganê Tirk û pêxwasê Amedê

Dr. M. Hessen Þêxo-15/12/2007

Rojekê yekî Tirk ji anadolîyê biryara xwe digre ku here bajarê Kurda bo bazirganiyê bike. Li ser rê nêzîkî Amedê dibetile û hema li qiraxa rê pal dide û di xewre dire. Yek ji pexwasên Amedê derbas dibe ku here Amedê. Li tengala rê bazirganê Tirk dibîne bê çi xeweke þêrîn dike. Pexwasê Amedê cilê bazirganê Tirk jê dike. Þuxlê xwe jî pê dike, bedlê wî jî li xwe dike û berê xwe didê rîya xwe ya Amedê.

Bazirganê Tirk þîyar dibe xwe di çi halî de dibîne. Bedlê wî çûye û qûna wî jî þil e. Radibe çekê (cil û berg) ku pêxwasê Amedê avêtine li xwe dike û berê xwe bi lez dide dû þopê da nasbike kê bedlê wî biriye bo jê bistîne.

Li deryê Mêrdînê bazirganê Tirk dizê xwe dibîne. Rast dire cem û jêr dibêje: ”Te ev bedla ji kuderê anîye?”. Pêxwasê Amedê jî yekê nake dido: ” Welle zilamek li ber qiraxa rê razabû. Hema min îþê xwe pê qedand, min bedlê wî jî wergirt û ez hatim bi riya xwe de. Ma ev bedlê te ye?”. Wextê mesela îþqedandinê ket meydanê, bazirganê Tirk go “na welleh ev ne bedlê min e!”. Mêrik ji ber qûna xwe fedî kir û bedlê çox jî ji pêxwasê me re ma. 

Heger pêxasê Amedê lotikek Amedkî, wek ku li bazirganê Tirk xist, li xaltîka me Aysel Tûglûk xanimê bixista, wê çaxê wê ew jî weke gellek xaniman li mala xwe rûniþta. Ma karê te ye her serê çendakê tu aqil didi dewleta virqo û berê wan didi baþûr keçko? Ax ma ezê pêxwasekî Amedê ji kuderê bînim!