<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Xeyala te pêk hat, lê xeyala me pêk nehat kak Þêrko!

Bêrîvan Al-17/05/08-Amed- Belê, berî bi demekê çend rewþenbîrên Sorî wek Þêrko Bêkes û çend kesên din, hatin Amedê û ji alî Kurmancan ve bi dilgermî hatin pêþwazîkirin. Ji ber ku em Kurmanc tucarî ferqê naxin navbera Kurmanc û Soranan, kêfa me bi hatina wan pirr hat, em þa bûn.

   Dibêjin kak Þêrko Bêkes hevpeyvînek daye rojnama O.Polîtîkayê û hestên xwe anîne zimên. Di hevpeyvînê de gotiye:”Xeyala min a herî mezin ew bû ku ez rojekê li Amedê helbestên xwe bixwînim. Ev xeyala min pêk hat. Piþtî ez ji ser dikê daketim min ji yekî pirsî: Gelo we ji min fêhm kir? Gotiye:Na! Lê em bi ruhê helbestên te hisiyan” filan û bêvan.  Di warê têkilîya jin û mêran de jî gotiye ku di têkilîya jin û mêran de Amed ji Hewlêrê pêþketîtir e û nizanim çi.

  Belê kak Þêrko Bêkes! Rast e, xeyala te pêk hat. Lê xeyala Kurmancan? Xeyala me Kurmancan jî ev e ku rojek ji rojan helbestvanê gewre bê li Amedê helbestên xwe bi Kurmancî bixwîne kaka!

Ma heta kengî tê ji Kurmancan bipirsi: “Ma we ji min fêhm kir yan na”  canekem!?