Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

”EL ÝNSAF ” Selahattin Erdem!

 Bekir Madon-Ev demeke bi imzeya Selahattin Erdem li himberî mamoste Beþîkçî nivîsin ku tu bingeh ji bona wana tuneye, nîv tehdîtkar û bi hawakî bê hurmet  tên weþandin. Ev kesê ku van nivîsa dinivîse me zaroktî û ciwaniya xwe tevde derbas kiriye. Pênc salan em hevalê hevî ku me di eynî cihî de dixwar,vedixwar, radizan û me derzê xwe dikirin. Gelo tiþtê ku dike, ev insanê ku wê demê efendî û hurmetkar bû, li himberî  her dengê ku ne weke wîna bifikire tehdit bike û bixwaze bêdeng bike çiye?

Divê helwesta mirovekî ku di nav tekoþîna azadiya Kurdan de xwedî cihekî be, ji helwesta generalên dewleta Kemalistên TC yê guhertîtir û hîn bêhtir însanî be ku insan karibin rexneya bigrin û micadele bikaribe bi pêþ bikeve. Mixabin xeteke siyasî ku bê muxalefet be nikare bi pêþ bikeve, weke korê ku aþiqî xwe be, bixwaze an nexwaze di demek dirêj de dibe himberî demokrasiyê. Partiya Mustafa Kemal a bi tenê mestereyek ku jîna jî li  ber çava ye. Tiþtê ku nahêle demokrasî bi pêþ bikeve û zahmetiya derdixe himberî pêþketina demokrasîyê jî ev têgihiþtine.

Bi fort û gefa û bi piçûkxistinê ne berêz Erdem ne jî hereketa ku dixwaze biparêze û ne jî serokê hereketê tiþtekî bi dest dixe. Berêz Erdemê ku komara demokratik diparêze, lazime berî her tiþti fêr bibe ku bi xwe weke demokratekî tev bigere, divê bawer bike ku insanê ku ne mîna wîna difikirin henin û hirmetê nîþani mafê wanê jiyanê bide. Divê tê bigihije ku rexnegiriya azad tunebe demokrasî jî bi pêþ nakeve. Berêz Erdem dinivîse ku ” Ji bedêla ku Beþîkçî azadiya peyv û nivîsa serokê hereketa Kurd biparêze ”bêdengiyê” jê dixwaze, ev jî  tê wateya ku li cem ên ku sîstema îmralî kirine jiyanê cih digre ”.

Di rastiya xwede nivîsa Beþîkçî ev e: ” Di girtîgehê de Û di bin kontrola dijwar a hikûmetê de helwesta serokê PKK ku dixwaze rêxistina xwe bi rêve bibe û pêþi li ber Kurda bigre tiþtekî xelet e. Ev ji aliyê ehlaqî de jî xelet e”. Û a din ne hewceye zêde bipeyive dibêje, yani serokek divê hindikî û bi wate biaxive dibêje ku tu ji wan gotinana re bibêjî ”li cem ên ku sistema Îmralî ave kirine cî digre”. ez jî dibêjim hinekî bi mirwet be berêz Erdem. Di nivîsa Mamoste Beþîkçî de ne êrîþ ne jî biçûkxistinek heye. Mamoste Beþîkçî bi hawayekî mutewazi bêyi ku kesekî biêþîne û biçûk bixe fikir û ramanên xwe anîne zimên.

Berêz Erdem, ê ku bi peyvên ”Bi mirwet be!” Insan ji bona menfeeta xwe ji kuderê tê kuderê! Ev jî tê wateya ku insanê nikaribe sinorê ên serdest derbas bike, yani ên ku nikaribin ji dinya mêtîngeh û ji fêdên xwe xelas bibin, dikarin her tiþtî bikin. Dikarin her niheqiyê qebûl bikin û xwe û rastiyê jî bidin mandelê. Ev mirov heger insanekî pîsporê ilim be yan jî Ismail Beþîkçî be, diyare ku rastî nayê guhertin”  dinivisine gelo ji kîjan zanistî û bûyeran digihije wê encamê?

Êrîþeke bi vî hawî incex dikare ên ku ji bona xebata Mamoste Beþîkçî ya ku li himber ideolojiya resmî ku ji înkarkirina Kurd û Kurdistanê  a Kemalistên TC, ji bona lêkolinan gelek tengasî û muamela xerab pêre kirine û 17 salan di zindana de hatiye desteserkirin bêhtir, gelo dikare dilê kê xweû bike û kêfa kê bîne?

Helbet wê kêfa ên ku ji 38 pirtukê ku nivîsîne û 32 jê qedexe kirine bîne.

Berêz Erdem dibêje ku Mamoste Beþîkçî hatiye guhertin lê di vê derheqê de tu bingehî nîþan nake. Ji bona ku bikaribe bibîne bê ê ku hatiye guhertin kiye, divê li neynikê binêre.  Pêwistiya nivisên ku li ser bingeha ilim û zanebûnê hatibin nivîsîn bû tu ispat tuneye. Herciqas berêz Erdem biryara ku timamê heywanê li ser ruyê gerdûnê dijîn mîh in yan jî talimata ku divê bibin mîh bide jî, ew rastiyê naguhere û tevde nabin mîh. Yan jî biryara sêv û hirmiyê ku tevde dixe çewalekî û bixwaze teva weke sêv xuyakirin bide, cardin rastî nayê guhertin û wê hirmî di çewal de her hirmî biminin. Li himber mirovekî ku bi her hawayî li himber êriþên Kemalistan bi helwestek mestere li parastina Kurd û Kurdistanê di her sert û mercî de berxwedana ku bûbe perçeyek ji jiyana rojane, êriþên berêz Erdem nayên fêmkirin ku ew êriþana ji aliyê yekî ku di hereketa azadiya Kurdistanê de xwedî peyv be bên, têgihiþtina mirov hêsantir nabe. Berêz Erdem bixwaze nexwaze çiqas êrîþa bîne ser zanistî û ilmê Beþîkçî jî, ev rastiya ku Beþîkçî insanekî zane û xwedi ilm e naguhere. Mamoste Beþîkçî zanayeki ku li ser ruyê gerdûnê kêm tê dîtin e. Qewet û kaniya wîna ilim e. Insanekî payebilind û her tiþtê ku dibêje dikare isbat bike.

Bawer nakim ku insanekî weke Mamoste Beþîkçî li ser ruyê gerdûnê jiyabe û ji îro û pê de wê bijî jî. Weke insanekî zanist, xwediyê ehlaqekî bê pîvan e. Mamostê ku mahkûmî birçîbûn û zilmê hatiye kirin, bi sexsiyeta xwe, bi hawayekî ku qet fêdeyên þexsî nefikire û bê sînor her mucadele daye û stuyê xwe ji kesekî re netewandiye. Divê berêz Beþîkçî ji bona pevçûn û dujminatiyê me a navxweyî weke alavekî neyê bi kar anîn. Ez li ser navê xwe ji bona helwesta rawestandina wî a li himber Kemalizmê, û pirtukên wî ên payebilind ku kirine ez ji asimilebûnê xelas bibim, dixwazim destê wîna hezar caran maç bikim. Ez li himber wîna dixwazim bi hurmet xwe bitewînim.

Li berxwedana wî a di mahkemên sikiyönetimê de ku digot: ”Weke ku eþkere tê ditin, ez ji bona ramanên xwe bi cezayê giran têm tavanbarkirin. Ez xwe weke yekî ku sûcek kiriye nabînim. Ez nivîskarek im. Di kîjan þert û merca de be bila be, ji bilî ku ez ramanên xwe binivîsim, ku lazim bû ramanên xwe biparêzim û cezayê ku li min têne birin derbas bikim pêve riyeke din li ber xwe nabînim” nehatiye ji bîr kirin.

Berêz Erdem divê zanibe ku komara Kemalist nikarîbû Mamoste Beþîkçî bi tirsfirandin û cezayên ku lê birîn bêdeng bike. Berêz Erdem qet nikare dengê wîna bibire. Ez weke Kurdekî, li ser navê Kurdên ku êrîþê tînin mamosteyê ku timamê jiyan û xebata xwe ji bona azadiya gelê Kurd heba kiriye, lêborinê dixwazim.

Bekir Madon

26.01.09

bekir@telia.com