|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
Ez bi qurbana wilo jin bim
Hecî Fiþfiþ- 21/09/08-Nîjerya- Dibêjin „xwedê nokan dide kesê bê diran“. Îcar ev jî mesela me û Muhammed Bello ye. Muhammed Belloyê Nîjerî mêrê 86 jina ye. Mêro 84 salî ye û 86 jinan îdare dike, pekkkk!
Dibêjin berî çendalê mehkemê biryar dabû û gotibû:“86 jin zêdeyî serê Bello û bavê wî ye. Divê zû 82 jinên xwe berde û wan bike malê xezînê“ filan û fîstan.
Îcar dibêjin 86 jinên Muhammed Bello rabûne lotikan, biryara dadgehê protesto kirine û gotine:“Ev çend sal in em hînî lotik û zîtirkên Bellokî bûne, em xiyarên kesekî din naxwin. Yan xiyarê Bello û yan mirin!“ filan û bêvan.
Welhasil,
Muhammed Bello ketiye xêra xwedê. 86 jin lê xwedî derdikevin û destê wan ji xiyarê mêrik nabe.
Îcar ka jinên wilo yabo?
Yabo bela 86 jinên min hebûna û bila goþtê mirîþkan li min û bavê min heram ba û hûn sax!