Belqityo

Ava bîra bi ra û tevdîra

 

                   Tirkan dîsa doxîn li me sist kir, aferîn!

Ez bawer nakim di dinyayê de tu millet wek van Tirkên dolheram yekpare û netewperest hebin. Ez bi xerabî behsa netewperestîyê nakim ha, na. Ji ber ez jî netewperestekî Kurd û hetta faþîstekî Kurd ê qûnreþ im, di vî warî de ez Tirkan pîroz dikim û xwelîya geft gundan bi serê Kurdên pîs û xwenenas de werdikim. Gelo Kurdên ku ji millet, welat û qewmîyeta xwe hez nekin, wê çi xêra wan bigihê doza Kurd û Kurdistanê?

Kurdên ku dev ji qewmîyeta xwe berdabin û ji alastina qûna Tirk, Ereb û Eceman pêve nizanibin tu gûyekî din bixwin, wê çi fêda wan bigihê doza Kurd û Kurdistan? Kurdên ku qewmîyet û doza millet û welatê xwe piþtguh dikin û bi navê bratîyek sexte rûn li ser nanê dijminên Kurd dikin, wê bi kêrî çi bên? Kurdên ku li seranserê cîhanê xwedî li doza millet û welatê xwe dernekevin, sersar û xemsarên pirsa xwe bin, ji dijmin re rovî lê ji Kurdan re þêr û pilingên har bin, wê çi bi ser xin? Û Kurdên ku doza millet û welatê xwe bikin bi qurbana þexsan, bikin bi qurbana Xelo û Celo, wê fêdeyê bigihîne doza vî milletê xwelîliser?

Werhasil, dibêjin “namûs ne tenê parçeyek goþtê nav þeqê jinê ye”. Namûs her tiþt e. Namûs xîret û pozþewitandin e. Namûs xwedîlêderketina her gav û pêngava netewî ye. Namûs ji serê derzîyê bigrin heta bi kuna þûjinê ye. Kesên ku pozê wan ji pîsîya mêþê neþewite, dengê xwe ji rêx û serkulên devê re jî nakin. Xîret xîret e, ha piçûk û ha mezin.

Axir cîgerlerim, mesela me li ser xîret û netewperestîya Kurd û Tirkan bû. Tirkan bi netewperestîya xwe neteweyek dewþîrve û dolheram ava kirin. Û me Kurdan jî ji ehmeqî, ji netewnenasî, ji qewmîyetnenasî û ji fikra “enternasyonalîzma Kurdqûnekkirinê” welatê xwe bi dest xelkê ve berda. Îro netewperestên xelkê dewlet û mîr û wezîr in û em Kurdên bêaqil jî qûnalês, kole û cêrîyên xwînheraman e. Îcar kî ji me baþ e yabo qurban? Tirkên ku bi netewperestîya xwe bûn millet û dewlet, yan em Kurdên ku millet û welatê xwe dikin û kirine bi qurbana bratîya Tirk, Ereb û Ecemên xwînheram?

Werhasilî kelam, îcar em bên ser mesela tirþik û savarê û þorba nîskê.

De li xîreta Tirk û Kurdan binerin û bibînin bê em Kurd çendîn ji qewmîyeta xwe hez nakin û dijminê netewê xwe ne.

Rojnama Alman Dîe Welt, ankêtek li dar xist û pirsî: “Gelo bela dewleta Kurd çêbibe?”

Çapemenîya Tirk yekser ferman da Tirkan û got:”Ecele bikin, vê tirrê ji Kurdan re nehêlin, bi msn û emaîlan beþdarî ankêtê bibin û nehêlin Kurd di vê anketê de biserkevin oxlim” û þer dest pê kir.  

Û Kurdên me?

Gelo haya çend Kurdan ji vê anketa Dîe Welt çêbû û çend Kurd beþdarî vê anketê bûn? 91 hezar û 462 kes beþdarî anketê bûne û encama anketê çi be baþ e?

Ji %10 “em dewleta Kurd dixwazin”

Ji %90 “em dewleta Kurd naxwazin”

Hûn dibînin ne?

Ji % 10 Kurd beþdar bûne (ew jî Kurdên ku wek min netewperest û dilþewat in ha, xuyaye enternasyonalîst û þeqþeqçî Kurdler qet beþdar nebûne û ji xwe dewleta Kurd ne di bîra wan jî de ye).

Ji %90 jî Tirk û Kurdên xwefiroþ beþdar bûne û gotine “ji dewleta Kurd re na!”

Îcar hesab li cem we gelî xwendevanan. Li Almanya rojnameyek naskirî ya Alman Dîe Welt anketa dewleta Kurd çêdike (di internetê de jî), li Almanya û Ewrûpayê zêdeyî milyonek Kurd dijîn, tew ji xwe hejmara temamê Kurdên 40 milyon derbas dike û ji anketê %9 derdikeve. Ma ev ne sosret û malkambaxî be çiye? Ev ne bêxîretî be çiye? Çima Tirk seferber dibin û ji bo ku anket bisernekeve tofanê radikin, lê çima em Kurdên xwelîliser xwe di quzê kerê de vediþêrin û bêdeng in?

Ez serê we neêþînim û heger êþiya jî ji xirrê Tirkan ve, çawa ku Tirk di her warî de dawa me li serê me dipêçin û heta bi qurmik di me de dibin, di vê anketê de jî doxîn li me Kurdan sist kirin wesselam.

Wey aferîn ji Tirkan re babam..

Û xwelîya heft gundan li serê me be û hûn sax...

19.12.2009- Almanya

LÎNK_

http://www.welt.de/politik/ausland/article4436510/Geheimplan-zur-Loesung-der-kurdischen-Frage.html#vote_3433847

 

 

 

Roja qiyametê

Medya Qasimpaþalî Reco diyar dikir ku roja qiyametê di sala 2012an de ye. Lê belê NETKURDa me jî ketibû tavilav û nerazîbûna xwe diyar kiriye. NETKURDa me bi xwe lêkolîn kiriye û derxistiye holê ku roja qiyametê di sala 2220an de ye. Yanî 1110 salan bi paþ xistiye.

 

Li ser vê yekê, pisporên LOTIKXANÊ ketin nava tevgerê û li ezmanê heftan çûn cem milyaketên Xwedê. Piþtî destûrê îcar çûn bi Xwedê teala re hevdîtin kirin û encama roja qiyametê bi dest xistin.

 

Li gora agahdarîyên milyaket û desthilatdarên ezmên, roja qiyametê ji bo her kesî û her miletî tê guhertin.

 

Mesele: I, zilamê ku ji jina xwe pir hez dike û eger jinik bimre, qiyameta wî radibe.

Mesele: II, eger Kurdistana mezin ava bibe, qiyameta Tirk û Ereban radibe, lê ya Farisan nîvqiyamet radibe.

Mesele: III, dema Kurdistan ava bibe, sextekarî ji nava ola îslamê radibe û nema kes Kurdan bi riya dîn dixapîne.

 

Yanî ew qiyameta ku dibêjin ev dinya wê birûxe û av û alav namîne, jê re hêj 125 milyon sal mane. Lê di vê navê de wê hin caran guhertin çêbibin. Lê bila kes meraq neke, endazyarên Lotikxanê tevî teknîka xwe ya nûjen hertim di alarmê de ne û berî qiyamet rabe bi nîv seetê, wê we jê agahdar bike.

 

28/10/09

 

 

Îcar dora tenûrê ya “þewba hespan” e

Belqityo- 29/09/09-Kanada- Piþtî nexweþîya “golikên dîn” þewba mirîþkan dest bi lotikan kir. Piþtî “þewba mirîþkan” îcar “þewba berazan” tirr ji xelkê berda. Û niha? Niha jî “þewba hespan” dest bi lotikan kir û ket bazara nexweþîyê.

Em bi van grîp, þewb, zekem û helmewtan ketine belayê yabo. Hew we dît serê çendakê þewbekê serê xwe rakir û got: Selamunaleykum kaka! Rabe grîp û rûnê þewb, here zekem û were helmewt. Em hew wêrin ji ber van þewb û zekeman herin ser doþeka jina xwe jî bavo, wille lo!

Axir, dibêjin li eyaleta Nova Scotîa ya Kanadayê, hespek ji ber vîrûsên ku mêþan ji deverek nenas anîne û hingivandine hespê, miriye.  Ji ber vê vîrûsê, rebena hespê qûþ lê qetyaye û emir daye haziran.   

Veterînetê (beytarê) wezareta zîraetê Rob Kerr, di derbarê vê þewbê de agahdarîyek qirase da çapemenîyê û got:“Ez bi tirba hespê û bi serê Barack Obama kim, ev þewba hespan qûþê li hespan diqetîne û dike ku tirr di hespan de bibin fis. Navê vê þewbê „Eastern equine encephalitis“ e û hinera vê þewbê ji tirr û fisên Beþar Esed û Ehmedînejad xurttir û dijwartir in“ filan û bêvan.

Werhasil, piþtî lotikên berazan niha tirsa lotikên hespan ketiye nava xelkê û hema bêjin ji niha ve derpî dadigrin. Her çiqasî dibêjin ev þewba hespan kêm carî mirovan dikuje jî, lê dîsa tê xwestin ku mirov xwe ji lotikên þewba hespan biparêzin û nekevin tora wê. Herweha tê gotin ku di navbera vê vîrûsê û hespan de dan û stendin berdewam in û hêvî tê kirin ku çareserîyek „demokratîk“ ji þerê vîrûs û hespan re bê dîtin.

Îcar hay ji xwe û þewba hespan hebin babam. Piþtre nebêjin „îcar ev quzilqurta þewba hespan ji ku derket“ filan û fîstan ha…